Новости
70–saliya Tosine Reshid bi dilshadi hate piroz kirin
22 hezîranê li bajarê Êsêntûkîyê (Rûsya) di nav koma heval-hogira, bira-pismama û maşoqên wejeya Kurdî de 70-salîya nivîskar û helbestvanê Kurdî naskirî, xizmetkarekî çanda meyî erhede ya Tosinê Reşid bi dilxoşî û dilşadî hate bimbarek û pîroz kirin. Çapemenîya Kurdî jî bi derfireyî li ser vê bûyerê nivîsî.
Tosinê Reşîd ne ku tenê nivîskarekî Kurdayi bi nav û denge, lê ew usan jî welatparêz û ronabirekî netewî yê mezine, xebatkarekî zîrek û çalake di warê xwehesîn û hişyarbûna gelêrî de ji salên 1960-î despêkirî hetanî roja îroyîn.
Gelek roşembîrên Kurd yên Sovêta berêye, çi êzdîbe û çi musulman, yên wan salan, hetanî naha jî zendegirtî dimîni li ser kurdperwarîya vî camêrî. Eva îdî 50 salin, ku ew bi bîr û bawerîyên xwe ve qet nahatîyê guhastin û naketîye bin qolên tu hêzekê û rêxistinekê. Bona wî zîyareta tewre mezin miletê wî û welatê wîye.
Bêguman, Tosinê Reşîd bona me geleka, xazma bona xwendevanên Kurdên Sovyêtê yên salên 1960-1990-î, hebûye û dimine çawa minak-rênîşa netewhizîyê, berxwedanê û serbilindîyê. Ew roşenbîrekî meyî yekemîne, ku ji şorişa Barzanî destpêkirî hetanî dema îro, dema serhildanan li seranser Kurdistanê, rehên kurdeyetîyê yên saxlem û qenc di nav civaka me de direşîne.
Raste, ew van 18 salên dawî li Avstralyayê dimîne, lê herdem li hemû heremên Kurdistanê dibe mêvan, li cîvînên zanyarî yên li ser wêje û hûnera Kurdî beşdar dibe, lêkolînên xweye balkêş raber dike.
Îsal, di destpêka hezîranê de, ew bi mêvanî hatibû Rûsyayê, li herêma Krasnodarê û bajarê Êsêntûkîyê. Li van deveran ji malbeta wî gelek mirov dijîn, gûndîyên wî jî li van waregehan kêm nînin.
Di nasnemeya Tosinê Reşid de nivîsare, ku ew 22 hezîranê sala 1941-ê li Ermenîstanê li gundekî êzdîyan, li Kûrekendê ji dayka xwe bûye (sala 1977-an navê vî gundî guhastin û danîn Fêrîk, bi navê şorişvanê Kurdî berbiçav, tevgelê şorişa Oktobirê Fêrîk Polatbêkov). Lê, wek Tosin dinvîse, ew wê rojê li zozanên Elegezê, li werê Xudê Nado, ku dikeve li navbera gelîyên Ampûrê û Erqeşanê, li bin konê kurmancî ji dayîka xwe bûye. Navê werê Xudê Nado di strana «Şevavê» de jî tê gotinê (di vê kilamê de behsa Romîyê Qurdo jî tê kirinê. Ew gundîyê Tosinê Reşîd bûye, rîspîkî êla Şerqîya).
Bavê wî — Reşîdê Ozman peneberê ji gundê Sûsiz, li devera Qersê bû, dayka wî — Xezala Çolo penebera ji gûndê Zorê, li devera Surmelîyê bû. Lê pêşîyên wî berê li Eyntaba Serhedê, li gundê Esmerê mane.
Sala 1918-an, gava tirk dikevne Qersê, malbeta wî bi hemû êzdîyên Serhedê ve derbasî Ermenistana îroyîn dibin û diçine gundê Korbilaxê, ji ber ku di wî gundî de mirovên wane ji êla Şerqîya diman.
Sala 1921-ê bavê wî bi çend mirovên xwe ve diçe Tibîlîsîyê, du re malbeta xwe jî tîne li vir. Lê sala 1933-an ew dîsa vedigere Ermenistanê û li gundê Kurekendê, li navça Êçmîadzînê cîh-war dibe.
Bavê Tosin tu caran neçûbû dibistanê, di 15–salîya xwe de xerêq-giranya malê hildabû li ser stuyê xwe. Di wî çaxî de ewî dest bi kar kiribû. Lê bi xwe fêrî xwendin û nivîsara Rûsî bibû û salên dirêj seroketîya gundê xwe dikir. Ewî rojnama navendî ya «Pravda» ji bo xwe dinvîsî û her roj ew rojname dixwend. Reşîd xwendin hiz dikir û zarê xwe jî dane xwendinê.
Tiştekî balkêşe, lê îzbatîye, wekî Reşîdê Ozman zimanzanê Kurdî meşûr Qanatê Kurdo (birazyê xwe) jî daye li ser xwendinê. Birayê Tosinî mezin — Rizalî xwendkarê yekemîn bû ji gundê wan. Ew sala 1948-an dikeve Peymangeha Perwerdeyê ya bajarê Êçmîadzînê. Rizalî rind hîn dibû û pirtûk jî gelek hiz dikirin. Gava Tosin nû çû dibistanê, di mala wan de îdî pirtûkxaneke biçûk hebû. Sal derbaz bûn û jimara wan pirtûkan ji 2000-î derbaztir bû.
Tosin biçûkê malê bû û Rizalî çi roja ji xwendinê bihata malê, ji wî re pirtûkek dianî. Rizalyê Reşîd paşê bû dersdarekî emekdar, şayîrekî Kurdayî hizkirî. Gelek berhemên wî îro bûne destanên li ser sifra xwendevana û zanan. Ew şayîrê lîrîk bû, di helbestên xwe de ewî dîdemên çaya û banyên xwe, nimûnên rabûn-rûniştandina gelê xwe, rastî-neheqya cihanê, hizkirina berbi dê-bava, hisrerta berbi welatê kal-bavan danî li ser ziman. «Ax kengê Kurdistana min aza be!» – kesera dilê wî bû!..
Tosinê Reşîd bîr tîne: «Salên cenga cihanê yê duwemîn û salên dû re li Yekîîtîya Sovyêtê rewşa aborî dijwar bibû, nangranî ketibû di nav xelqê. Lewra jî gelek malên gundê me Kurekendê ji gund bar kirin. Hinek çûn Gurcistanê, hinek çûn gundên Ermenîya yên navçeyên din. Gava ez nû diçûm dibistanê, di gundê me de 15 mal mabûn û dibistan heta koma (dersxana) çaran bû. Koma 5-7 ez çûme dibistana gundê Haytaxê, ku gundê Ermenîya bû û 3 kîlomêtran ji gundê me dûr bû. Koma 8-10 ez çûme gundê Sameqerê, ev gund jî 5 kîlomêtran ji gundê me dûr bû. Em her ro peya diçûn, dihatin. Min li dibistanê dersên wêje û matêmatîkayê hiz dikirin. Mamostayê me yê matêmatîkayê carna pirtûk dida destê min û digot, ku derbasî li ber dextê nivîsarê bim û dersa nû şiro vekim».
Di salên zarotîya Tosin de oda mala bavê wî hebû. Şevên payîza û zivistanaye dirêj mêrên gund di oda wan de berev dibûn, stran, destan û çîrokên Kurdî, serpîhatyên li ser xasên êzdîyan digotin. Bilî dengbêjên gundîyê wan, carna kesên ji gundên mayîn, lo heta ji Tibîlîsîyê jî mêvan dihatine gundê Kurekendê, bi mazûrvanê xwe ve li oda Reşîdê Ozman dibûne mêvan.
– Ji wan dengbêjan du kes hebûn, ku heta îro jî teherê stranên wan ber çavên min in, dengên wan di guhê min de ne, – Tosinê Reşîd dibêje. – Yê yekemîn şêx Hesen bû, şêx Hesenê birayê Şamilê Beko. Ew sazbendekî mezin bû. Lap kêm salê carekê ew dihate mêvanîya mala me, weke sê rojan di mala me de dima. Êvaran, gava ode dikimkimî, Hesen dest pê dikir. Wî bi piranî destan distiran: «Mem û Zîn», «Sîyabend û Xecê», «Ker û Kulik», «Xanê Çengzêrîn», «Sêva Haco» û yên mayîn. Gava Hesen dest pê dikir, oda me dibû şanoya lîstikvanan. Hesen hey distira, hey ji bo her yekî dengê xwe diguhast, rûçkê xwe diguhart û hey jî şiro vedikir. Gava Hesen distira, jinên mala me û yên malên cînar jî dihatin û binpîya odê rûdiniştin.
Dengbêjê duyemîn ew Ahmedê Mîrazî bû, ku nava xelkê de çawa Ahmedê Şewêş hatibû naskirin. Ahmedê Mîrazî di dema xwe de dengbêjê Cangîr Axa bû. Ewî bêtir stranên mêranîyê digotin û ji stranên wî bîn û boxsa gelêrî dihat. Ew xweyê stîl-akla bi taybet bû, stranên wî ji yên gişkan cihê dibûn.
Sala 1954-an apê Tosin — Qanatê Kurdo wî bi xwe re dibe Lênîngradê, wekî di mala wî de bimîne û li wir bixwîne. Lê şilayî û nemaya Lênîngradê Tosin nehat, ew nexweş ket û Rizalî hat ew cereke din anî gund. Mêla Qanatê Kurdo gelekî berbi Tosin hebû, çiqas bi mêvanî bahata, ewî Tosin bi xwe re dibire bajêrê Yêrêvanê û ji wî re kincên nû dikirîn.
– Şala 1955-an apê Qanat çend helbestên Cegerxwîn li ser daktîloyê lêxistî ji min re şandin, – dîsa Tosinê Reşid bîr tîne. – Ez cara yekemîn bi wan berhemên Cegerxwîn alfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî re bûme nas. Sala 1957-an ewî pirtûka xwe ya «Rezimana Kurdî», ku bi destxeta xwe li ser nivîsîbû, dîyarîyî min kir. Peyra, herdem çiqas gotar û pirtûkên wî çap dibûn, ewî li ser dinvîsî û ji min re dişandin. Pêwendîyên di navbera min û apê Qanat de çiqas çûn, ewqas xûrt û xweş bûn. Ji sala 1959-an heta wefatbûna wî (sala 1985-an) lap kêm ez salê carekê diçûme Lênîngradê mêvandarîya wî. Wan salan min herdu dîwanên Cegerxwîn xwendin û gelek şiêrên (helbestên) wî li min xweş hatin, min ew ji ber girtin. Min usan jî gelek pirtûkên ser pirsa Kurda li bal Qanatê Kurdo xwendin.
Bêgûman, em dikarin bêjin, ku li salên 1960-î Qanatê Kurdo di jîyana Tosinê Reşîd de gelek tişt da guhastin, ew bi Kurd û Kurdistanê re kir nas, kurdayetî kire ruhê wî û rya jîyana wî. Dûra Qanatê Kurdo ew tam fêrî alfabaya kurdî ya bi tîpên latînî kir.
Ew pêwendîyên di navbera Tosin û apê Qanat de li ser jîyana Tosin bandor û tesîreke mezin hîştin. Tosin bi pirsa kurd û Kudistanê ve hate girêdan. Û Qanatê Kurdo hetanî dawyê di jîyana Tosin de wek rêber ma.
Em li vira hinekî lez bikevin û bêjin, ku sala 1967-an Qanatê Kurdo xwest, wekî birazyê wî — Tosin here Lênîngradê û bikeve aspêrantûra înstîtûta Rojhilatnasîyê. Para Kurdî jî di wê înstîtûtê de bû û Qanatê Kurdo bi xwe jî serokê wî beşî bû, lê Tosin neçû. Çima?
– Ji ber ku, –Tosinê Reşîd bersivê dide, – wî çaxî min fakûltêta fîzîka-matêmatîkayê xilas kiribû. Lema jî ez difikirîm, ku hinekê paşê bêjin, wekî apê wî ew bir û kire kurdzan. Nenihêrî wê yekê, ku mêla min gelek li ser kurdzanîyê hebû, lê ez neçûm.
Tosinê Reşîd sala 1959-an kete Înstîtûta Yêrêvanêye Perwerdeyê, li fakûltêta Fîzîka-matêmatîkayê hate hildanê û sala 1964-an temam kir. Piştî înstîtûtê ewî li dibistaneke bajarê Kîrovakanê dest bi karê mamostatîyê kir, lê dû sê mehan re ew ji wir birim eskerîyê û ewî salekê eskerî kir.
Piştî eskerîyê ew vedigere paytextê Ermenîstanê û destpêka sala 1966-an li Înstîtûta Yêrêvanêye kîmîyayê ya zanîyarîyê çawa lêkolînvan derbazî li ser kar dibe. Lê li sala 1970-î Tosinê Reşîd li Zanîgeha Yêrêvanê dest bi kar dike, di destpêkê de çawa lêkolînvan, paşê jî çawa mamoste-lêkolînvan.
Sala 1975-an ewî li Zanîngeha Yrêvanê têza doktorîyê ya li ser pirsgirêka kîmîya sîlîkatan xwey kir. Ew hema wê salê jî li beşa înstîtûteke Yekîtîya Sovyêtê, ku navenda wê li bajarê Kazanê bû (Înstîtîta lêkolîn-zanîyarîyê ya madenên ne medenî), wek lêkolînvanê sereke, paşê jî serokê laboratorîyayê derbasî li ser kar dibe.
Çawan lêkolînvan Tosin xûdanê çend patêntan (nasnameyên îcatam) û 12 dîyarkirin-îcatan ye. Ewî di kovarên zanîyarî de 14 gotarên zanyarî li ser pirsên kîmîya sîlîkata û meyandina fosforê çap kirine. Ew li bajarên Moskvayê, Lênîngradê, Kîyêvê, Talînê, Taşkênê û Yêrêvanê beşdarî gelek konfêransên zanîyarî yên li ser pirsên kîmîyayê bûye û gotar xwendine.
Li sala 1991-ê Tosin li beşa Kurdî ya Radîyoya Yêrêvanê derbasêçî li ser kar dibe. Di destpêka sala 1993-an de li Moskvayê Navenda Lêkolînên Kurdî vebû, ku profêsor Şekroyê Xudo Mihoyî serokî dikir. Ew Tosinê Reşîd teglîfî li navendê dike ji bo lêkolînên zanyarî, lê piştî çend meha (27-ê Hezîranê sala 1993-an) Tosinê Reşid malêva diçe Avstralyayê, li bajarê Mêlbûrnê dihêwire û heta niha jî li wir dijî.
Em li jorê her tenê li ser xebatkarîya Tosinê Reşîd ya zanyarîyê sekinin. Lê ew usan jî nivîskar-helbestvane, xudanê gelek berheman û pitûkane, karkirekî civaka Kurdayî berbiçave, welatparêz û gelhize, malxê mala xwe ye û bavkî xemxûre. Ka di vî warî de em çi dikarin bêjin?
– Havîna sala 1963-an hukumata Yekîtîya Sovyetê bi teherekî vekirî piştgirîya şorişa başûrê Kurdistanê dikir, – Tosinê Reşîd bîr tîne. – Radîyo û têlêvîzyon, kovar û rojnaman li ser Kurda û şorişa wan gelekî dinvîsî. Van bûyaran bandoreke mezin li ser Kurdên Yekîtîya Sovyêtê hiştin, hisên kurdperwarîyê bal wan xurt kirin. Payîza sala 1963-an min, Zurbê Emir, Gêorgîyê Xudo û Tîtalê Efoi li Yêrêvanê «Şêwra xwendkarên kurda» damezirand. Ew li seranser Yekîtîya Sovyêtê rêxistina yekemîn bû, ku li ser bingeha netewî hatibû saz kirin. «Şêwra» me berê nehênî (xewle) bû, lê piştî çend mehan me pêwendî bi Komîtêya Navendî ya Komsomolên Ermenistanê re girê dan û bi hevkarîya wan karê xwe meşend. Piştî wê yekê, gava «Şêwra» me eşkerê bû, navê wê me danî «Şêwra xortên Kurd». Armanca «Şêwrê» belavkirina bîr û bawerîyên kurdayetîyê û xurtkirina hisên netewî bû di nav kurdên Yekîtîya Sovetê de. Programa Şêwrê min nivîsî bû û di yekemîn civîna Şêwrê de min gotar li ser jîyan û berhemên Cegerxwîn xwend. Agahîyên Kurdên Yekîtîya Sovyêtê wê demê li ser Cegerxwîn qet tune bûn. Berî wê tenê di «Rêzimana» Qanatê Kurdo ya sala 1957-an de çap bûbûn, li wir çend şiêrên Cegerxwîn cîh girtibûn. Belkî ew rêziman jî li îro di destê çend kesan de hebe. Paşê «Şêwra» me girtin, di nava pirsên netewperestîyê de em gunekar kirin…
Tosinê Reşîd salên 1970-1990-î gelek caran çûye li nav kurdên Gurcistanê, Qazaxistanê û Qiqizistanê. Ew bi mêvandarî diçû van komaran, lê armanca wî ew bû, ku hisên kurdperwarîyê di nav Kurdên van herema de xurt bike.
Ji sala 1963-an pêwndîyên Tosinê Reşîd bi Kurdên dervayî Yekîtîya Sovyêt re çê bûn, pirtûk, kovar, rojname û belevokên li ser pirsa Kurdan ketine li ber destên wî. Ewî ew belav dikirin.
Lê kengê ewî dest bi efrandarîyê kirye, xwendevanên me dikarin bipirsin?
Daha başe em gûh bidne Tosinê Reşîd: «Bi xwe nayê bîra min ka min kengê dest bi nivîsara şiêra (helbestan) kirîye. Lê Rizalîyê birayê min digot, wekî sala 1957-an min ji wî re şiêrên xwe xwendine. Min salên xwendkarîyê jî şiêr dinvîsîn û sala 1962-an, gava Fêrîkê Ûsiv di Radîyoya Rewanê de berpisyarê beşa wêje bû, du şiêrên min bi Radîyoyê hatin belav kirin. Ji wan yek tê bîra min: “Were, bahar vebûye!”. Gava ez çûme eskerîyê, min şiêrên xwe, ku du defterên 48 rûpêlan de nivîsî bû, bi xwe re birin. Lê min ew li eskerîyê unda kirin. Ji şiêrên berî sala 1966-an nivîsî, tenê sê çarêk li nav kaxazên mine li gund mabûn».
Helbestên Tosinê Reşîte pêşin paşî Radyoya Kurdî di rojnama «Rîya Teze» de sala 1966-an çap dibin. Hema wê salê cara yekemîn çiroka wî ya ji Rûsî wergerandî çap dibe. Cara yekemîn gotara wî di «Rîya Teze» de sala 1961-ê derdikeve. Ewî li sala 1960-î ji Radîyoyê re dinvîsî. Lê cara yekemîn gotara wî li dervayî Yekîtîya Sovyêt sala 1976-an çap bûye.
Tosinê Reşid hela berî sala 1966-an bi Emerîkê Serdar re, paşê jî wî tenê ji bo beşê Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê bernama (programa) bi navê «Ensîklopêdîya Kurdî» amade kirye. Di wê bernamê de gotarên balkêş di derheqa dîrok, wêje û çanda Kurdî, serhildan û navdarên Kurda, bajar û şênîyên Kurdistanê de dihatin xwendin. Ewê bernamê weke 12-13 salan dom kir.
Tosinê Reşîd Sala 1966-an cara yekemîn dîwana helbestên xwe ji bo çapê amade dike. Endamên beşê nvîskarên Kurda ya Şêwra nivîskarên Ermenîstanê wî mecbûr dikin, ku ew guhastina bike di nava pirtûka xwe. Lê Tosin nekir. Eva bûyera bû gotina serê her gilya: «Ma hûm dizanin, wekî Tosinê Reşîd ji çarçoveya bîr û bawerînên Sovêtê derdikeve, naxweze xwe rast bike, ji ber vê yekê jî pirtûka wî dernakeve, bila sebir bike!». Lê Tosin çi gune kiribû, gava ewî dinvîsî, ku ew ewledê gelekî dîrokîye, welatê wî bindeste, ew nikare bibe bilbilê «Moskva sor». Erê, eger Tosinê Reşîd binvîsya «Moskva ez heyrana teme, tu dayka minî!…», wî çaxî belkî yekcar pirtûka wî çap bikrana. Lê wê demê, mixabin, gelek endanên Şêwra nîvîskaran dijî pirtûka wî derketin, gotin: «Bila sebir bike!». Û Tosinê Reşîd 9 salan sebir kir, hetanî sala 1975-an, gava «rehema Xwedê» kete dilê berpisyaran û ew pirtûk bêyî tû guhastinan di dwyê de çap kirin. Dêmek, pirtûka helbestênTosinê Reşîd ya pêşin li sala 1975-an, di 34-salîya wî de nû çap bû. Ev jî encama «hereketên» nîvîskarên me yên komonîst bû. De bila naha yek bêje, kû derewe?! Yên ji gorê jî rakin, wê nebêjin, ku derewe, yên zêndî jî, feqet, wê xwe ker bikin…
Di destpêka salên 80-î de Tosinê Reşîd bi spartina serokê şanoya Kurdîye gelerî ya bajarê Tibîlîsîyê pîyêsa «Sîabend û Xecê» dinive. Ew pîyês gelek salan ser dikê ma, nîşan nedan. Ewî bi spartina wê şanoyê pîyêseke din jî li ser jîyana şorişvanê Kurd Fêrîk Polatbêkov ya bi navê «Tîrêj» nivîsî. Ew jî li ser dexlê ma…
«Ji sala 1967-an vir de min û Nûra Cewarî ji kurdên Ermenistanê, Gurcistanê, Qazaxistanê û Qirqizistanê hezarî bêtir stran û awazên folklorî berev kirine. Ez beşdarî gelek radîyokompozîsîyonên beşa Kurdî ya Radîyoya Yêrêvanê bûme. Di radîopîyêsa «Sîsê» de min dilqê sereke ya Keleş û di «Ker û Kulik» de rola Kero lîstîye. Min di fîlma «Stranek ji bo Beko» de rola muxtarê gund lîstîye. Berhemên min bi zimanê Rûsî, Ermenî, Înglîsî, Tirkî û Erebî hatine wergerandin», – Tosinê Reşîd dibêje.
Sala 2005-anTosinê Reşîd li bajarê Hewlêrê beşdarî fêstîvala Mestûrê Erdelanî dibe û ji alîyê Serokê Hukumata Herêma Kurdistanê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî ve tê xelat kirin. Wê salê usan jî li Silêmanîyê ew beşdarî fêstîvala kovara «Gêlawêj» bûye û hêjayî xelata wê fêstîvalê bûye.
Tosinê Reşîd sala 2009-an beşdarî Kongrêya salane ya Kurdên Bakûrê Amêrîkayê bûye. Wê salê usan jî ji bo 100-salîya Qanatê Kurdo beşdarî konfêrans û sêmînarên li Duhokê, Amedê û Stenbolê bûye.
Ewî şiêren Mîxaîl Lêrmontov, Alêksandr Pûşkîn, Andrêy Voznêsênskî, Yêvgênî Îsayêv, Fêrîk Polatbêkov ji zimanê Rûsî û şiêrên Paryûyr Sêvak ji zimanê Ermenî wergerandine Kurdî û di rojnama «Rîya Teze» û gelek kovar û rojnamên Kurdî de çap kirine. Tosin usan jî kurteçîrokên Fêrîk Polatbêkov, Anton Çêxov, Lêv Tolstoy, Îvan Bûnîn, Vasîlî Şûkşîn ji zimanê Rûsî wergerandine Kurdî.
Tosinê Reşîd herdem cîhkî mezin daye karê rojnamevanîyê. Çi ji bo Radîyoya Yêrêvanê û rojnama «Rya Teze», çi ji bo kovar û rojnamên Kurdîye dervayî Yekîtîya Sovyêt û van salên dawî jî li malperên Kurdî ewî bi sedan gotar nivîsîne û belav kirine.
Tosinê Reşîd zewicîye. Xanima wî doktora hunerzanîyê ye. Ew dota zanyarê Kurdî meşûr Hacîyê Cindî ye.
Tosin û Nûra Cewarî du dotên delal mezin kirine: Zozan, ku pispora sazbendîya Kurdî ye û Aza, ku li wezareteke Hukumata Avstralîyayê ya kar û barên der de kar dike. Ewê têza xwe ya master li ser pirsa Kurdî amade kirye.
Berhemên Tosinê Reşîd evin:
- «Kilamê rê – helbest» (Yêrêvan, sala 1975-an). Ev pirtûk bi wergera tirkî re tevayî (wergêr A. Balî) li sala 1985-an li Bêrlînê çap bûye. Ew usan jî bi amadekirina Ferhad Şakelî sala 2004-an di hejmara 89-an ya kovara «Raman» de bi tîpên erebî derketye.
- «Zozan – helbest» (almanaxa «Bahara Teze», №3, Yêrêvan, sala 1984-an).
- «Nîvro – helbest» (Yêrêvan, sala 1987-an).
- «Sîyabend û Xecê – drama» («Roja Nû», Stockholm, sala 1988-an). Li şanoya kurdîye gelerî ya li bajarê Tibîlîysîyê hatîye lîstin. Û usan jî li ser bingeha drama «Sîyabend û Xecê» derhênar Sahin Gok li sala 1992-an bi piştgirya şîrketa «Senar-film» fîlm kişandîye.
- «Şeva bê xew–kurteçîrok» («APEK», Stockholm, sala 2000-î).
- «90-salîya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo – lêkolîn, bîranîn» (bi tevî Husên Hebeş, Bonn, sala 2000-î).
- «Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî–lêkolîn» («Roja Nû», Stockholm, sala 2004-an).
- «Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî, çapa duyemîn» («Lîs», Dîyarbekir, sala 2010-an).
- «Min bêrîya şevên Sipî kirîye–kurteçîrok» («Avesta», Stenbol, sala 2005-an).
- «Min bêrîya şevên Sipî kirîye–kurteçîrok»(bi tîpên Erebî, «Spîrêz», Duhok, sala 2005-an).
- «Mestûre, serê hêjayî tac bû–romana dîrokî» (bi tîpên erebî, «Araz», Hewlêr, sala 2005-an). Ji bo romana «Mestûre, serê hêjayî tac bû» li sala 2005-an Tosin hêjayî xelata weşanxana «Araz» bûye.
- «Mestûre, serê hêjayî tac bû–romana dîrokî, çapa duyemin» («Ronahî», Dîyarbekir, sala 2010-an).
- «100-salîya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo – lêkolîn, bîranîn» ( bi tevî Husên Hebeş, «Yekîtîya Nivîsarên Kurd», Duhok, sala 2009-an).
- «Evîna te ez parastim–roman» («Han», Berlin, sala 2010-an).
Tosinê Reşîd ev berhemên ji bo çapê amade kirye û çap kirye:
1. «Gulbijêr–ji helbestên Şikoyê Hesen (şiêr, bi tîpên erebî, «Spîrêz», Duhok, sala 2007-an).
2. «Şikoyê Hesen, Ba û payîz–şiêr» («Avesta», Stenbol, sala 2008-an).
3. «Folklora Kurmanca–Hecîyê Cindî, Emînê Evdal» («Avesta», Stenbol, sala 2008-an).
4. «Rizalîyê Reşîd: Baharê bahar nedît–kurteçîrok» («Xoybûn», Bêrlîn, sala 2008-an).
Tosinê Reşîd ji bo pirtûkên jêr pêşgotin nivîsîne:
- «Antologîya şiêra Kurdî» (A. Balî amade kirîye û çap kirîye).
- «Folklora Kurmanca–Hecîyê Cindî, Emînê Evdal» («Avesta», Stenbol, sala 2008-an).
- «Şikoyê Hesen, Ba û payîz–şiêr» («Avesta», Stenbol, sala 2008-an).
Heta niha ev lêkolînên Tosinê Reşîde zanîyarî li ser ziman,
dîrok û wêjeya Kurdan çap bûne:
1. «Rûpêlek ji dîroka Kurdên êzdî» (Pêwendîyên êzdîya bi şahê Gurcistanê re, li sedsalîya XVIII, rojnama «Rîya Teze», Yêrêvan, sala 1986-an).
2. «Şiêra Kurdî li Yekîtîya Sovyêt» (kovara «Nûdem», № 31, Stockholm, sala 1999-an).
3. «Kurdistana Sinê di nîveka yekemîn ya sedsalîya XIX» (pirtûka «Mestûre Erdelanî», «Araz», Hewlêr, sala 2005-an).
4. «Kurdên Yekîtîya Sovyêt: berê û niha (kovara «Nûbûn», № 110, sala 2009-an).
5. «Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt» (kovara «Waten», № 2, Hewlêr,sala 2010-an).
6. «Qanatê Kurdo–rexnegir» (kovara «Peyv», № 49, Duhok, sala 2009-an).
7. «Zimanê qewl û beytên êzdyan» (pirtûka «Şêx Fexrê Adîyan», «Dengê Êzdyan», Oldênburg, sala 2009-an).
8. «Nêrînek li dîroka kevnar: Bingehên ola êzdîyan» (kovara «Mefel», № 1, Duhok, sala 2010-an).
Priske Mihoyi
Новости
ROJNAMEVAN Û DÎPLOMAS HESENÊ QEŞENG ÇÛ BER DILOVANYA XWEDÊ
Çanda meye netewî zîyaneke mezin kişand: karmendê rojnama «Rya teze» yê berê, rojnamevan û dîplomasê naskirî Hesenê Qeşeng 12-ê çileya sala 2026-an di 82 salya temenê xwe da li bajarê Novorosîyskê (Rûsya, parwalatê Krasnodarê) çû ber dilovanya Xwedê.
Li ser rol û kemala ocaxeke meye netewîye sereke – rojnama «Rya teze», ya di warê pêşvebirina çand, ziman û dîroka gelê me da, eger derew tê tunebe, mirov dikare têza doktorîyê binvîse. Bawer bikî tune mijareke civaka kurdîye usa, ku rojnama «Rya teze» li ser nesekinîye û nenivîsîye. Tiştekî veşartî nîne, ku ev rojnama jîyandirêj hetanî dawîya sedsala 20-î jî ma wek hedadxaneke kadroyên netewîye sereke. Gelek zanîyar û nivîsakarên meye navdar di dema xwe da li vê rojnamê kar kirine û herdem li ser rûpêlên wê gotar û nivîsên xwe weşandine. Hema ji wan karmendên rojnamêye jêhatî û şareza yek jî Hesenê Qeşeng bû.
Hesenê Qeşeng 15-ê sibata sala 1944-an li Ermenîstanê, li gundê Eynelûyê (niha Lênûxî, navçeya Êçmîazînê) ji dayîkê bûye. Sala 1953-an mala bavê wî ya Qeşengê Eyoyê Xwedo cîhguhastî gundê Dalarê (navçeya Artaşatê) dibe. Zarotaya Heso li vî gundî derbas bûye, di vî gundî da jî ew çûye dibistana seretayî.
Sala 1957-an malbeta Qeşengê Eyo diçe bajarê Artaşatê û li wir dihêwire. Heso xwendina xwe li dibistana bajêre hejmara 1-ê dûmayî dike. Sal 1963-an ew vê dibistana navîn bi mêdala zêr serhevda tîne û hema wê salê jî li beşa farizî ya fakûltêta Rojhilatzanîyê ya Ûnîvêrsîstêta Êrêvanêye dewletê tê hildanê.
Salên xwendekarîyê bona wî salalên here xweş bûn, li ber wî cîhaneke nû vebibû. Piştî dersan dema wîye aza qet tunebû: yan ewê li pirtûkxanê bûya, yan jî diçû radyoya kurdî û rojnama «Rya teze». Wê demê komela xwendekarên kurd ya Rewanê hebû. Komelê karekî mezin dabû pêşya xwe: hertim nivîskar, zanyar û rewşenbîrên meye cihê-cihê vexwendî civînên xwe dikir, yên ku li ser wêje, çand û dîroka gelê me gotebêj û qise pêk danîn. Hema wan salan jî hesîna Hesen ya hizkirina berbi netew û welatê kal-bavan bêtir kûr bû û di dilê wî da şax veda. Hema di wê demê da ew bi rojnama «Rya teze» ra hate girêdanê, car-caran gotar ji bo wê û radyoyê dinvîsî.
Havîna sala 1968-an Hesenê Qeşeng bi dîploma sor Ûnîvêrsîtêt kuta kir. Gere bê gotinê, wekî dîploma sor kêm xwendekaran dikaribûn wergirtana. Dîploma usa her tenê didane wan kesan, yên ku nava 5 salan da bêqusûr hîn bûne û tenê qîmetê zef baş stendine.
Destpêka sala 1969-an berpirsyarê rojnama «Rya teze» Mîroyê Esed gazî Hesen dike, ku di rojnamê da wek nûçevan kar bike. Karmendîya Hesen ya rojnamevanîyê bi fermî hema di wê salê da destpê bû û bêtirî 20 salan dom kir.
Hesen timê bîr danî: «Ez du hesînan ra amin mame û bawerim, ku heya rojên xweye dawî jî ew hesîn wê li bal min bimînin û neyêne guhastinê. Ya yekemîn ewe, ku dibê mirov xêrxwez û qenc be, xirabî û nemamîya xelqê neke. Axir ne pêşîyên me digotin, wekî ji şer û dewan tu xêr tune, her tenê qencî dimîne û tê şêkirandinê. Ya duemîn jî – ew hizkirina berbi netew û waletê meye. Mirovê xwedî hesînên awa, bi bawerîya min, mirovê herî dewlemend û bexteware». Belê, xudanê van xeta şade ye: ew van hesînan ra hetanî dawîya emrê xwe amin ma…
Nivîskarê meyî navdar Eskerê Boyîk, ku vê gavê li Almanyayê dijî, gele-gele nivîsarên xwe li ser rûpêlên «Rya teze» çap kirine. Ew, ku timê dibû mêvanê rojanamê û wek rewşenbîrên meye mayîn baş haj karê rêdaksyonê û karmendên wê hebû, li ser Hesen awa nivîsye: «Hesenê Qeşeng bi xeysetê xwe yê paqij û eşîrtîyê, bejin-bala xweye tîtalî û seke-sifetê xweyî kurmancî, pêra jî zanebûnên berfireh nava rewşenbîrya meye Ermenîstanê da hertim berbiçav diket. Welatparêzekî dilsoz û rojnemevanekî serketî bû. Gotar û nivîsên wî balkêş bûn. Ew bi hewaskarî dihatine xwendinê…».
Di destpêka sala 1981-ê xudanên van xetan hate rojnama «Rya teze» û derbasî li ser kar bû. Wê demê desteke karmendên rojnamêye zane û cêribandî bi serekvanîya berpirsyarê emekdar Mîroyê Esed kar dikir. Nenihêrî wê yekê, wekî min Hesenê Qeşeng berî hingê jî nas dikir, lê salên karê tevayî em bi nêzîkayî û baş hev ra bûne nas. Hesen bêtir gotarên li ser çanda netewî û mijarên civakî dinvîsî. Nivîsên wî bi naverok kûr bûn. Gava ewî pirsgirkek hildida û arzû dikir, ne ku tenê sebebên wê pirsgirêkê danî ber çavan, lê usan jî ew nirx dikir û rê-dirbên çareserkirna wê pirsgirêkê nîşan dida û derdixiste meydanê. Di rojnamê da ew gelek salan serokê beşa çand û nama bû. Ewî namên xwendevanên rojnamê guhdar dixwend, bi bingehî analîz dikir, gava pêwîst bûya, diçû xudanên wan neman didît yanê jî ew vexwendî rêdaksyona rojnamê dikir…
Tiştekî veşartinê nîne, ku berî hilweşbûna Yekîtîya Sovîyêtê li hemû komarên wê, di wê jimarê da li Ermenîstanê jî, rewşa aborî û sîyasî xirab bûbû, gelek hêzên netewperest serên xwe bilind kiribûn, civakên netewên kêmjimar ketibûn rewşeke nedîhar ji bo bawerîya berbi roja sibê… Ji ber van babetan Hesenê Qeşeng jî wek gelek rewşenbîrên me terka xebata xweye li «Rya teze» da, ji Yêrêvanê bi malbetî koçber bû, çû Rûsyayê û li bajarê Novorosîyskê hêwirî.
Hesenê Qeşeng wergêrvanekî zimanê farizî yê gelekî jêhatî bû. Li salên 1980-î ew du caran çû Afxanistanê û serhev weke 5 salan li wir karê wergêrîyê û dîplomasîyê kir. Di destpêkê da wek wergêr, lê dû ra wek sêkrêtarê duemîn yê baylozxana Rûsyayê li Afxanistanê xebitî. Xebata wî bilind hatîye qîmetkirinê: ew bi gelek xelatên dewleta Sovîyêtê û Afxanistanê va hatîye rewakirinê. Mîna vê rojê tê bîra me, li rêdaksyona rojnama «Rya teze» caranan, gava em di nava karê wergêrê da rastî hinek têrmînên çetin dihatin û me nikaribû wêrgêra wane kurdîye rast bidîta, em berbirî Hesenê Qeşeng yan jî gotarvan Rizganê Gango dibûn (ewî jî farizî baş dizanibû û gelek salan li Îranê kar kiribû), wekî koka wan têrmînan li xebernamên farizî bigerin û bibînin. Bi wî teherî karmendên rojnama me gelek têrmînên nû çê dikirin.
Rojnamevan Rizganê Cango, yê ku îro bi fermî wek midûrê rêdaksyona «Rya teze» hesab dibe û li Moskvayê dijî û kar dike, bîr tîne: «Gava Hesenê Qeşeng bi mecbûrî terka rojnema «Rya teze» da û ji Ermenîstane derket, ew 46 salî bû. Ger ew neçûya, wê hetanî îro, yanê weke 36 salan jî qulixî gelê xwe bikira. Ew wek xudanê zanebûnên kûr dikaribû bibûya dersdarê nifşên nû…».
Rojnamevan û wergêrvan Têmûrê Xelîl ji Stokholmê li ser Hesenê Qeşeng awa nivîsye: «Di nava me da meriv bi çend şêwa bi nav û deng dibin. Hinek bi wê yekê va, ku zargotina gelê xwe baş dizanin, hinek bi wê, ku xwe ji şîn û şayên miletîyê nadine paş, hinek kes bi xwendin û zanebûnên xwe va, hinek jî bi welatparêzîya xwe va. Kêm caran dibe, ku ev hemû nîşan bi hev ra li bal merivekî hebin. Yek ji wan kesan jî Hesenê Qeşeng bû…».
Dibêjin, mirovê efrandar berî her tiştî arxîtêktorê ruhê xwe ye, dû ra yê benda. Efrandar bi ruhê xwe va tu caran kal nabe, ji ber ku ramanên wî herdem nûjen û genc dibin. Hesenê Qeşeng jî wek mirov, rojnamevan û dîplomas nûjenvanê ramanên xwe yên niştimanperwarîyê û welatparêzîyê bû…
Ji navê heval-hogirên Hesenê Qeşeng em serxweşîyê didine bira-pismam, seranser binemala Qeşengê Eyoyê Xwedo.
Bila serê lawê wî Barzanî û nevîyên wî sax be!
Bila serê gelê me sax be!
Prîskê Mihoyî,
karmendê rojnama «Rya teze» yê berê,
rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya).

Ji navê Rêveberya malpera www.kurdist.ru
Rêveberya malpera www.kurdist.ru ji bo koça dawî ya Hesenê Qeşeng — rojnamevan û dîplomatekî kurdî navdar serxweṣîyê dide bira-pismam û malbeta rehmetî.
Hesenê Qeşeng di warê pêşxistina çapemeniya kurdî û xurtkirina têkiliyên civakî da karekî mezin kir.
Bi salan Hesenê Qeşeng bi awayekî çalak beşdarî pêşvebirina rojnamegeriya kurdî bû û li ser qada navnetewî berjewendiyên Yekîtiya Sovyetê diparast.
Taybetmendiyên wî yên profesyonel, rastî û dilsoziya wî bal heval-hogirên wî rêzgirtina kûr herdem dihate qîmetkirinêh. Xebata wî di dîroka rojnamegeriya kurdî û dîplomasiya Sovyetê de şopeke bêhempa hişt.
Bîranîna Hesenê Qeşeng di dilê kesên ku wî bi şexsî nas dikirin wê her û her bimîne.
Di vê dema dijwar de rêveberya malbera www.kurdist.ru sersaxiyê dide malbat, heval û hevkarên rehmetî.
Bi rêz û xemgînî,
Rêveberya malpera www.kurdist.ru
Новости
УШЕЛ ИЗ ЖИЗНИ ИЗВЕСТНЫЙ СОВЕТСКИЙ ДИПЛОМАТ И КУРДСКИЙ ЖУРНАЛИСТ ГАСАНЕ КАШАНГ (HESENÊ QEŞENG)
Наша национальная культура понесла огромную потерю: бывший сотрудник курдской газеты «Рйа таза» («Новый путь»), известный журналист и дипломат ГАСАНЕ КАШАНГ (HESENÊ QEŞENG) скончался 12 января 2026 года в возрасте 82 лет в городе Новороссийске (Россия, Краснодарский край).
Если говорить по правде, можно было бы написать докторскую диссертацию о роли и достижениях одного из главных национальных институтов – газеты «Рйа таза» – в деле популяризации культуры, языка и истории нашего народа. Поверьте, нет ни одной проблемы курдского общества, которой бы не уделяла внимание и о которой бы не писала газета «Рйа таза». Не секрет, что эта долгоживущая газета оставалась хранилищем главных национальных кадров до конца XX века. Многие из наших известных ученых и писателей в свое время работали в этой газете и всегда публиковали свои статьи и труды на ее страницах. Одним из таких талантливых и опытных сотрудников газеты и был Гасане Кашанг.
Гасане Кашанг родился 15 февраля 1944 года в Армении, в селе Айналу (ныне Ленухи, Эчмиадзинский район). В 1953 году семья его отца, Кашанге Айое Хадо, переехала в село Далар (Арташатский район). Гасан провел детство в этом селе, где и посещал начальную школу. В 1957 году семья Кашанге Айо переехала в город Арташат и поселилась там. Гасан продолжил образование в городской школе № 1. В 1963 году он окончил эту среднюю школу с золотой медалью, и в том же году был принят на персидский факультет востоковедения Ереванского государственного университета.
Студенческие годы были для него самыми счастливыми, перед ним открылся новый мир. После занятий у него не было свободного времени: он либо проводил время в библиотеке, либо ходил на студию курдского радио и редакцию газеты «Рйа таза». В то время существовала курдская студенческая организация Еревана. Организация поставила перед собой большую задачу: она постоянно приглашала на свои встречи наших писателей, ученых и интеллектуалов из разных уголков страны, которые читали лекции и доклады о литературе, культуре и истории нашего народа. В те годы любовь Гасана к своей нации и родине предков еще сильнее укрепилась и разрослась в его сердце.
Именно тогда он стал сотрудничать с газетой «Рйа таза», опубликовался на ее страницах, писал статьи для радио.
Летом 1968 года Гасане Кашанг окончил университет с красным дипломом. Само собой разумеется, что лишь немногие студенты могли получить такой красный диплом. Такой диплом вручался только тем, кто безупречно учился в течение 5 лет и получал только очень хорошие оценки. В начале 1969 года редактор газеты «Рйа таза» Мирое Асад пригласил Гасана работать корреспондентом.
Журналистская карьера Гасана официально началась в том же году и продолжалась более 20 лет. Гасан всегда вспоминал: «Я оставался верен двум принципам и верю, что они останутся со мной до конца моих дней и не изменятся. Первый – это доброта и благородство, нежелание творить зло и проявлять неуважение к людям. Ведь наши предки говорили, что от войны и конфликтов нет никакой пользы, остается и ценится только добро. Второй – это любовь к нашей стране и родине. Человек, обладающий такими принципами, на мой взгляд, самый богатый и счастливый человек». Да, обладатель этих принципов счастлив: он оставался верен им до конца своей жизни…
Наш известный писатель Аскаре Бойик, ныне проживающий в Германии, опубликовал многих своих статей на страницах «Рйа таза». Он, будучи постоянным гостем газеты и, как и другие интеллектуалы, хорошо знакомый с работой редакции и осведомленный о её сотрудниках, с нескрываемым восхищением писал о Гасана следующее: «Гасан Кашанг, с его благородным и пылким характером, стройным телом и типичной курдской внешностью, обладал глубокими знаниями и всегда выделялся среди наших интеллектуалов в Армении. Он был преданным патриотом и успешным журналистом. Его статьи и очерки привлекали внимание и вызывали искренний интерес у читателей».
В начале 1981 года автор этих строк пришел в газету «Рйа таза» и начал работать в редакции. В то время группа грамотных и опытных сотрудников газеты трудились под почетным руководством авторитетного редактора Мирое Асада. Несмотря на то, что я знал Гасане Кашанга ещё до этого, за годы нашей совместной работы мы сблизились и хорошо познакомились. Гасан писал в основном статьи о национальной культуре и социальных вопросах. Его статьи и заметки отличались глубиной содержания. Когда он поднимал проблему и задавал вопрос, он не только указывал на причины этой проблемы, но и анализировал её, показывал и предлагал способы её решения. Много лет он возглавлял отдел культуры и писем в газете. Он внимательно читал письма читателей, тщательно их анализировал, а при необходимости навещал их авторов или приглашал в редакцию газеты…
Не секрет, что до распада Советского Союза экономическая и политическая ситуация во всех союзных республиках, включая Армению, ухудшилась, многие националистические силы усилились, а меньшинства погрузились в состояние неопределенности относительно будущего… Из-за этих проблем Гасане Кашанг, как и многие наши интеллектуалы, оставил свою работу в «Рйа таза», эмигрировал из Еревана со своей семьей, уехал в Россию и поселился в г. Новороссийске Краснодарского края.
Гасане Кашанг был очень талантливым переводчиком с персидского языка. В 1980-х годах он дважды ездил в Афганистан и около 5 лет работал там переводчиком и дипломатом. Сначала он работал переводчиком, затем вторым секретарем российского посольства в Афганистане. Его работа была высоко оценена: он был удостоен многих наград от советского и афганского правительств. Я помню, как в редакции газеты «Рйа таза», когда мы сталкивались со сложными терминами в процессе перевода и не могли найти их правильный курдский перевод, мы обращались к Гасане Кашангу или корреспонденту Рзгане Джанго (который тоже хорошо знал персидский язык и много лет работал в Иране), чтобы те поискали корни этих терминов в персидском языке. Вдохновленные этим, сотрудники нашей газеты создали множество новых терминов.
Журналист Рзгане Джанго, ныне официально считающийся директором редакции газеты «Рйа таза» и живущий и работающий в Москве, вспоминает: «Когда Гасане Кашанга вынудили покинуть газету «Рйа таза» и уехать из Армении, ему было 46 лет. Если бы он не уехал, он служил бы своему народу до сегодняшнего дня, то есть еще 36 лет. Как мастер глубоких знаний, он мог бы стать учителем новых поколений…».
Журналист и переводчик Темуре Халил из Стокгольма написал о Гасане Кашанга: «Среди нас люди становятся знаменитыми по-разному. Одни хорошо знают фольклор своего народа, другим не безразлично радость и печаль нации, третьи образованны и обладают знаниями, а четвертые патриотичны. Редко когда все эти признаки присутствуют в одном человеке. Одним из таких людей и был Гасане Кашанг…».
Говорят, что творческий человек — это прежде всего архитектор своей собственной души, а потом других людей. Творческий человек никогда не стареет душой, потому что его идеи всегда новы и полны молодости. Гасане Кашанг, как личность, журналист и дипломат, был также новатором в своих идеях патриотизма и был настоящим патриотом…
От имени друзей Гасане Кашанга мы выражаем наше соболезнование его родным и близким, всей семье Кашанге Айое Хадо.
Пусть здравствует его сын Барзани и его внуки!
Пусть здравствует наш народ!
Приск Мгои, бывший сотрудник газеты «Рйа таза»,
заслуженный журналист Удмуртской Республики (Россия).

От имени редакции сайта www.kurdist.ru
Редакция сайта www.kurdist.ru выражает глубокие соболезнования в связи с безвременной кончиной Хасане Кашанга — выдающегося курдского журналиста и советского дипломата, внесшего значительный вклад в развитие курдской прессы и укрепление межнациональных связей.
Хасане Кашанг на протяжении многих лет активно участвовал в формировании и развитии курдской журналистики, а также представлял интересы СССР на международной арене. Его профессиональные качества, принципиальность и приверженность своему делу снискали глубокое уважение среди коллег и единомышленников.
Его деятельность оставила неизгладимый след в истории курдской журналистики и советской дипломатии, и память о Хасане Кашанге навсегда сохранится в сердцах тех, кто знал его лично и ценил его вклад.
В этот трудный момент редакция сайта www.kurdist.ru выражает соболезнования семье, друзьям и коллегам покойного. Пусть светлые воспоминания о Хасане Кашанге и поддержка близких помогут пережить это непростое время.
С уважением и скорбью,
Редакция сайта www.kurdist.ru
-
Новости6 лет agoТемур Джавоян продолжает приятно удивлять своих поклонников (Видео)
-
Страницы истории12 лет agoО личности Дария I Великого и Оронта в курдской истории
-
История13 лет agoДуховные истоки курдской истории: АРДИНИ-МУСАСИР-РАВАНДУЗ
-
История14 лет agoКурдское государственное образования на территории Урарту: Страна Шура Митра
-
История15 лет agoДинастия Сасаниды и курды
-
Интервью6 лет agoНациональная музыка для нашего народа — одна из приоритетных ценностей…
-
Культура6 лет agoТемур Джавоян со своим новым клипом «CÎnar canê («Дорогой сосед»)»
-
Археология16 лет agoКурдистан — колыбель цивилизации. Хамукар.

You must be logged in to post a comment Login