Ermeni li Kurdistane u ezdi li Ermenistane
Tosinê Reşîd Salên Cenga Cihanîyêye Yekemîn gelek ermenîyên împêratorîya Osmanîyê, seva ji komkujîyê bifilitin, revîne Başûr û Rojava Kurdistanê. Gelek ji wan dûarojê çûne bajarên mezin, Avropa, DAY, lê heta îro jî beşekî biçûk li Kurdistanê mane. Îro, li Herêma Kurdistanê, ya Îraqa Fêdêral ermenî li van deveran dijîn: dor 80 malî li gundê Avzûrûk, dor 170 malî li bajarê Zaxo, dor 60 malî li bajarê Duhok,…