Опубликовано: 06.05.2011 Автор: Admin Комментарии: 0

Tosinê Reşîd 

 

     Salên Cenga Cihanîyêye Yekemîn gelek ermenîyên împêratorîya Osmanîyê, seva ji komkujîyê bifilitin, revîne Başûr û Rojava Kurdistanê. Gelek ji wan dûarojê çûne bajarên mezin, Avropa, DAY, lê heta îro jî beşekî biçûk li Kurdistanê mane. 

      Îro, li Herêma Kurdistanê, ya Îraqa Fêdêral ermenî li van deveran dijîn: dor 80 malî li gundê Avzûrûk, dor 170 malî li bajarê Zaxo, dor 60 malî li bajarê Duhok, dor 115 malî li gundê Hewrêsk. Dor 160 malên ji deverên Îraqêye mayî revîne Herêma Kurdistanê, bi piranîya xwe ve li Enkawa, ku ser bi Hewlêre ve ye, bi cîh bûne. Piranîya xelkê Enkawa asorî û kildanîne. 

     Çawa em zanin van salên dawî li Îraqê gelek zordarî li xaçparêza hate kirin. Kinîsên (dêr) wan hatin teqandin, malên wan hatin şewitandin. Sala 2005 an kinîsa ermenîya, ya li Mûsilê jî teqandin. Pareke xaçparêzan, ji bo ji zulma îslamîyan bifilitin, revîne Herêma Kurdistanê. Hukumata Herêma Kurdistanê destê alîkarîyê dirêjî wan kir, ew gişk bi cîh kirin. Gelek deveran ji wan re gund ava kirin. Awa sala 2005 an gundê Hewrêsk dane ermenîyên ji deverên Îraqêye mayî revîyî. Bi alîkarîya Wezareta Fînansa, ya hukumata Herêma Kurdistanê, 115 xanî ji bo ermenîya li wî gundî hatin ava kirin.

     Îro li Herêma Kurdistanê dor 450 malbetên ermenî hene û jimara ermenîya li herêmê dor 3800 kesî ye.

      Li Herêma Kurdistan ji bo ermenîya du dibistanên bi zimanê ermenî hatine vekirin, li bajarên Hewlêr û Duhok. Li deverên mayî dibistanên ermenî nehatin vekirin, ji ber ku ermenîyên wan devera zimanê xwe ji bîra kirine û bi kurdî, yan erebî dipeyivin, lê wan ola xwe û çanda netewî parastine. Li Herêma Kurdistanê usan jî sê kinîsên (dêr) ermenîya kar dikin (Duhok, Avzûrûk, Zaxo). Lê hukumata Herêma Kurdistanê birîyar daye ji bo ermenîyên peneber du kinîsên nû ava bike, li Hewrêsk û Enkawa (Hewlêr).

      Dema hilbijartinên sala 2009 an, li Herêma Kudistanê dor 800 ermenî hebûn, ku mafê wan, yê dengdanê hebû, lê dîsan jî seroketa Herêma Kurdistan di Parlamênta Herêmê de ji bo ermenîya cîhek cîhê kir. Lê kurdan jî dengê xwe dan nonerê civaka ermenîya Aram Bakoyan û ew bi 4200 dengan ji bo Parlamênta Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.

Belê li Herêma Kurdistanê bi rastî mafên kêmenetewan, jimara wan çiqwas dibe, bira bibe, tên parastin.

      Lê gelo rewşa êzdîyan li komara Ermenistanê çawane?

Jimara êzdîyan li Ermenistanê gerek dor 40-50 hezarî be, lê li parlamênta Komara Ermenistan tu nonerekî êzdîyan tune.

      Êzdîyên sala 1918 li Serdarabadê, Başabaranê û deverên mayî, bi ermenîyan re tevayî ji bo parastina komara Ermenistanê xwîna xwe rêtin, îro nonerê wan li Parlamênta komarê tune.

Ji bo rewşa êzdîyan li Ermenistana îroyîn bê ber çavan, ez ê gotinên serokê Yekîtîya Êzdîyaye Netewî, Ezîzê Emer Temoyan bînim. Ezîz Temoyanê ku ewqas sal xizmeta ermenîya dike, pesnê ermenîya, hukumata Ermenistanê dide û dijminaya kurda û Kurdistanê dike. Ew di hevpeyvîneke xwe de dibêje: “Êzdî bêyî ku bêne parastin dijîn. Xanî û milkên êzdîya ji dest wan digrin, agir berî malên wan didin. Ew kesên van karan dikin, zanin ji ber ku qurbani êzdî ne, eger ew bêne girtin jî wê tenê cirmeke biçûk bidin. Êzdî bi yasayê nayên parastin, yasa gerek ji bo gişkan yek be, lê usan nîne”.

      Ew berdewam dike: “150  malbetên êzdî bi zor ji malên wan der kirin, niha li kolanê dijîn. Ermenî ketin xanîyên wan. Hukumat vê pirsê zane.”

      Hukumata Herêma Kurdistanê ji bo ermenîyên ji zulma îslamîya ji deverên Îraqêye mayî revîyî ji kîsî hukumatê xanîya ava dike, li Ermenistanê bi zor xanî û milkê êzdîya ji wan distînin.

Di hevpeyvîneke mayîn de Ezîz Temoyan dibêje, wekî hinek malbetên êzdî li perê bajer diman, xanîyên wan, zevên wan hebûn. Lê ew ji wan cîhan der kirin û ew neçar bûn koçber bin. Êzdên ku pêz û dêwêr xwedî dikin, zozanên wan ji dest wan girtin, ew jî neçar man ji Ermenistanê barkin. Dibe ku 50% êzdîya êdî ji Ermenistanê derketine.

      Ermenî ji deverên mayî direvin Herêma Kurdistanê û hukumata Herêmê li wan dibe xweyî, lê êzdîyên xwîn û xûdana xwe ji bo komara Ermenistanê dane, îro neçar dimîn ji miskenê kal û bavên xwe bar bikin.

      Bi sedsalan êzdîya û ermenîya bi hev re dijî dijminê tomerî şer kirin, gund û bajarên hev parastine. Hema em şerê Redwanê bînin bîr.

      Salên Cenga Cihanîyê ye Yekemîn, dema komkujîya ermenîya li împêratorîya Osmanîyê, êzdîyên Şengal û Tur Abdînê bi deha hezaran ermenî di malên xwe de parastin, nedane destê tirkan û ji ber vê mêranîya wan, hukumata Osmanîya bi seda hezaran êzdî qir kirin.

Divêt ronakbirên ermenîya, sîyasetmedaren ermenîya, hukumat û seroketîya Ermenistanê vê dîrokê ji bîra nekin.

 

 

http://yeziden.de/44.0.html?&tx_ttnews[tt_news]=1165&tx_ttnews[backPid]=22&cHash=f3e082fffa8353e2b80b9038f7433be1

 

0

Оставить комментарий