«Akademiya» parsekan kurdistani li Skandinavyaye (1899–1914)
«Akademiya parsekan» xwe dide dest (Wiborgs Nyheter 24/7 1903) Di destpêka sedsala 20an de bi sedan ermenî, sûryanî û nestorî û kesên ne-misilman ji Kurdistanê hatine welatên bakur, bi rojan li Swêd, Norweç, Danmark û Fînlandiyayê mane, pere berhev kirine û gelek ji wan ketine dilqê parsekan, keran-lalan û bi “nasnameyên deynkirî” li van welatan mane, parsektî kirine.