Опубликовано: 29.09.2010 Автор: Admin Комментарии: 0
«Akademiya parsekan» xwe dide dest (Wiborgs Nyheter 24/7 1903)
Di destpêka sedsala 20an de bi sedan ermenî, sûryanî û nestorî û kesên ne-misilman ji Kurdistanê hatine welatên bakur, bi rojan li Swêd, Norweç, Danmark û Fînlandiyayê mane, pere berhev kirine û gelek ji wan ketine dilqê parsekan, keran-lalan û bi “nasnameyên deynkirî” li van welatan mane, parsektî kirine. 

     Lê belê paşê hemû ew kes ji aliyê polîsên van welatan ve hatine girtin û piraniya wan hatine dersînor kirin. Van kesan gelek caran gilî-gazin li kurdan kirine wekî kurd li wan zordestiyan dikin. Çalakî, danasîn û propagandaya van parsekan navê kurdan gelek xirab derxistine. Piraniya van kesan kurd wek komeke zordest, êrişkar û xwîndar nîşan dane. 

     Beşeke wan jî gotine ko wek mînak ew dixwazin li Kurdistanê dêr, zarokxane yan jî dibistanan vekin, bona van çalakiyan pere berhev kirine. Tiştekî balkêş jî ne tenê li welatên Bakûr, li gelek welatên ewropî wek mînak li Almanyayê jî kesên wiha peyda bûne, du nestoriyên Kurdistanê hê di sala 1844an de hatine Berlînê.[1] Wisa xuya dibe ko hatina van kesan ne fenomeneke nû bûye û tenê bi welatên Bakûr re girêdayî nîn bûye, kesên wiha li hemû Ewropayê belav bûne. 

     Angorî agahiyên rojnameyeke fînlandî, polîsê rûs, komeke ker û lalan keşf kiriye ko li Yunanistanê perwerde dibin, dikevin dilqê ker û lalan yan jî organeke bedena xwe jê dikin ji bo ko karê parsekiyê bi navê “ermeniyan” li Skandînavyayê bi profesyonelî, baştir bi rê ve bibin. Rojnameyê navê vê koma kesên îtxalkirî “Akademî” daniye û dinivîse ko ermeniyên wiha ne tenê li Fînlandyayê, her wisa jî li Danmarkê û Swêdê jî peyda bûne.[2] 

     Paşê derketiye rûyê rojê ko ev karên binerd bi dîzî û veşartî, bi sîstematîk tên meşandin. Gelek tişt û bûyer li serê van kesên ko ji deverên gelek dûr hatine van welatên Skandînavyayê, derbas bûne. Serpêhatiyên van kesan çawa em li jêr jî dibînin gelek caran bûne mijarên rojnameyên wan salan ko li welatên Skandînavyayê derdiketin. 

    Angorî rojnameyeke swêdî kesekî bi navê Johannes Schmidt ko di sala 1907an de hatiye Swêdê, dest bi berhevkirina pereyan kiriye bona alikariya dêreke li Kurdistanê. Ev kesê ko li devera Jönåker li aliyê bajarê Nyköpingê hatiye dîtin ji der erebî, tu zimanekî mayîn nizanibûye, di destê wî de gaziyeke nivîskî bi almanîyeke xirab hebûye. Rojname dinivîse ko tiştekî balkêş jî li Kurdistanê erebî kêm tê peyivîn, zimanê bingehîn li wir kurdî ye. Rojaname di derbarê nasnameya wî de ketine şikê û hemwelatiyên xwe hişyar kirine wekî berî ko alîkariya van kesên wiha bikin, divê pêşiyê wan baş binasin.[3] 

 
» Nûçeyek di derbarê parsekên Kurdistanê de, Östgötaposten 15/2 1907 

     Gelek zenaetkarên rûs ko di van salan de ni navê “sågfilare” (kesê ko birekan tûj dike) dihatin navandin, di sala 1899an de berê xwe dane Swêdê û vê koçberiyê heta sala 1914an her berdewam kiriye. Mirovên bakurî wek casûsan li wan mêze kirine. Ne tenê li Swêdê wek mînak di sala 1904an de çend ermenî her wisa li Norweçê geriyane û pere berhev kirine. Cara pêşîn şêniyê Norweçê şik biriye ko ew casûsên rûs in. Paşê rojnameyan nivîsîne ko ev kesan wek rohilatiyên din ermenî ne.[4] 

     Ji ber ko di van salan de gelek ermenî dihatin Swêdê, swêdiyan ev kesan û ermenî hema wek hev qebûl kirine, koka van kesan a etnîkî jî bi giştî “ermenî”qebûl kirine. Piraniya wan piştî bûyerên 1894-1896an hatine Skandînavyayê. Çawa tê zanîn di van salan de li hemberî ermeniyan li împaratoriya osmanî hin êrişên etnîkî pêk hatine. Van kesan ji bo ko xwe li ber dilên van biyaniyan şirîn nîşan bidin, ev bûyer bi zanetî neçê bi kar anîne. Gelek ji van ermeniyan bi taybetî di salên 1902-1903an de ji Kurdistana osmanî hatine Swêdê, beşeke wan ji aliyê Urmiyê bûne. Ji ber ko parsektî li Swêdê qedexe bûye, bi destê berpirsên resmî di sala 1904an de li hemberî “parsekên faris û ermenî” (bettlande perserna och armenierna) nivîsek hatiye belav kirin. Di salên din de hejmara wan her çûye zêdetir bûye. Paşê polêsê Swêdê hemû ev kesan dersînor kirine. 

 
» Nûçeyeke ko qala du parsekên din dike, (Finlands Almänna Tidning 14/1 1858) 

     Gelek ji wan li ser Rûsyayê re hatine Fînlandyayê. Du kesên nestûrî bi navê Artem Lasareff û Josef Jakowleff hê di sala 1858an de ji bajarê Qersê hatine Fînlandyayê bona alikariya zarokên xwe bikin ko “di şerê dawî de li Îranê ketine destê kurdan”.[5] 

     Kesê ko li Fînlandyayê zêde li ser hatiye axaftin kesekî bi navê Moses Bar Jakob bûye. Vî kesê suryanî gotiye ko ew ji Kurdistana Îranê ye. Wî xwestiye bi berhevkirina pereyan alîkariya zarokxaneyeke ko 66 zarok lê dimînin, bike. Bi oldarên Fînlandyayê re ketiye têkiliyan, di rojnameyan de gaziyên alîkariyê hatine weşandin. Di van gazîyan de kurd wek kesên talankar û êrişkar hatine danasîn. Gelek kes û dezgehên fînlandî alîkariya wî kirine.[6] Vî kesî wek mînak di Komeleya Semîtîstan de konferansek jî di derbarê çanda gelê xwe de pêşkşê kiriye.[7] 

     Lê belê paşê kesên ko ew ji nêz ve ew nas kirine, nepakiya van kirinên wî ji berpirsên fînlandî re gilî kirine. Yek ji wan keşeyê ermenî, Abr. Amirchanjans e ko bi nivîseke dirêj sextekariya vî kesî derdixe holê.[8] Moses Bar Jakob di derbara zarokxaneya xwe ya li Kurdistanê û di derbara azadiya jinan de hin derew kirine. Abr. Amirchanjans ji bo derewên wî wiha gotiye: “Kesê du derewan bike dikare deh derewan jî bike…”. 

     Piştî weşandina vê nivîsa Amirchanjans, fînlandî êdî baweriya xwe bi Moses Bar Jakob û sedan kesên wek wî zêde naynin, ew êdî wek sextekar û şarlatan hatine navandin. Di dawiyê de rojnameyê di derbarê berhevkirina van pereyan de wiha nivîsiye: “…Moses Bar Jakob berhev kiriye, berhev kiriye, dema têra xwe berhev kiriye, lêxistiye çûye welatê xwe:“[9] 

 
» Beşeke nivîsa keşeyê ermenî, Abr. Amirchanjans ko sextekariya Moses Bar Jakob derxistiye holê, (Nya Pressen 25/10 1895) 

     Mimkûn e ko di nav wan de hin kesên dilrehm yan jî nûner, endamên rêxistin û saziyên dilrehmiyê hebûne, lê belê kesên parsek û sextekar navên van jî xirab derxistine. Di van salan de hin mirovên zane hatine Skandînavyayê. Wek mînak mamosteyekî bi navê Mirza Baba Bar Ischaja ko ji Tebrîzê bûye di sala 1896an de li Mariehamnê konferansek daye, navê konferansê wiha bûye: “Welat û gel, erf û edet li Ermenistan, Kurdistan û Îranê” (Land och folk, seder och bruk i Armenien, Kurdistan och Persien).[10] Vî kesî gelek ziman zanibûye, şeş mehan li Swêdê maye û qasî ko xwe bide famkirinê, swêdî fêr bûye.[11] 

     Vê carê mîsyonerekî protestan Moses Meliko bi hevalekî xwe yê Kurdistanî di sala 1895an de hatine bajarê fînlandî, Hangö bona vekirina maleke zarokên bêxweyî pera berhev bikin. Angorî agahiyên rojnameyê, vê gera ji Kurdistanê heta Fînlandyayê sê mehan ajotiye.[12] Kesekî bi navê Baba Knanishu di sala 1901an de ji herêma Agiriyê hatiye Fînlandyayê, bajarê Ekenäsê. Wî li Swêdê beşa diransaziyê xwendiye, piştî xelaskirina xwendinê, vegeriyaye welatê xwe. Berî ko here li ser çanda suriyaniyan û dêra wan axaftinek kiriye. Di eynî rojnameyê de tê gotin ko bavê wî Moratchan jî berê hatiye Fînlandyayê û Swêdê, li van deran ji bo vekirina sê dibistanan pere berhev kiriye.[13] 

     Çawa xuya dibe ev kesên parsek, ew karkerên gerok ko “sågfilare” hatine navandin û ev kesên xwendî ko li ser çandên rohilatê konferans dane, di van salan de gelek caran di nav kategoriya “bettlare-tiggare” (parsek) de hatine berhev kirin û çavekî polês hertim li ser wan bû. Van kesan gelek caran firsend dipan, dema karên wan baş nedimeşiya, wê çaxê rol û dilqên xwe diguhirandin. Ev karkerên gerok ko “sågfilare” dihatin navandin, vê carê diketin dilqê ermeniyan.[14] Angorî lêkolînekê wek mînak di sala 1914an de polîs qasî 314 ermeniyên wiha parsek ji Swêdê dersînor kirine.[15] 

Têbînî: 

[1] Utrikes, Borgå Tidning 14/12 1844. 
[2] Polisen i S:t Petersburg…, Wiborgs Nyheter 24/7 1903. 
[3] En äfväntyrare, Östgötaposten 15/2 1907. 
[4] Sågfilare som armenier, Östgötaposten 9/9 1904. 
[5] Två nestorianske kristne…,Finlands Almänna Tidning 14/1 1858. 
[6] En vädjan, Nya Pressen 4/10 1895. 
[7] Semitiska förenıngen, Hufvudstadsbladet 3/10 1895. 
[8] Meddelanden från allmänheten, Nya Pressen 25/10 1895. 
[9] Krönika, Nya Pressen 27/10 1895. 
[10] Herr Baba Bar Ischaja, Aftonposten 29/6 1896. 
[11] En långväga resande, Fredrikshamns Tidning 19/9 1906. 
[12] Långväga resande, Hufvudstadsbladet 13/8 1895. 
[13] Långväga främmande, Wiborgs Nyheter 19/10 1911. 
[14] Sågfilare som armenier, Östgötaposten 9/9 1904. 
[15] Sverker Oredsson, Svensk rädsla: Offentlig fruktan i Sverige under 1900-talets första hälft , 2001, rûp.62. 

———————————–
Nivîskar: ROHAT ALAKOM ralakom@yahoo.com
STOCKHOLM, 28/9 2010


http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=5156

0

Оставить комментарий