Культура
Lamara Pashayeva – kurdzan-civaknasa jine yekemin
Van dawîyan, piştî hevnedîtin û xerîbîya 25 salan, min bi têlêfonê doktora dîrokzanîyê, civaknasa (êtnografa) meye naskirî ya jine yekemîn Lamara Paşayêvayê ra deng kir û li ser rewş û karê wê pirs kir. Ew niha di temenê xweyî 75 salî da li bajarê Tbîlîsê dimîne.
– Rewş û seheta We çawane?, – me ji wê pirsî.
– Sehet nemaye,– ewê gazinê xwe kir. – Ez demeke dirêj ketime nivînê. Ez niha hinekî pakim, li ser xwe da hatime, li ser darên pîya diçim û têm. Ez qurbana Boryayê xweme, eva saleke li rex min rûniştîye û miqatî dayka xwe dibe…
Borya (Borîs) lawê Lamrayêyî tayê-tenê ye. Ew zapite, ji ber qulxa xweye saldirêje leşkerî niha dewlet malinîşê dide wî û ew îdî qulix nake. Ew bi malbetî li Moskvayê dijî. Gava dîya wî kete nexweşxanê, ew ji paytextê Rûsyayê hate Tbîlîsê mala bavê xwe û niha qulixî dîya xwe dike. Du kurên Borîse gihîştî hene, wana îdî xwendina xweye bilind dest anîne, ew vê gavê kar dikin û tevî dîya xwe li Moskvayê dijîn.
– Xwedê bext bida min, – Lamara xanim dibêje, – min nevîyên xwe jî bizewcandana, şaya Alîko û Têmûrê xwe derbas bikira, wêda, wek dibêjin, mirin emrê Xwedê ye…
Dû ra denkirina me hate li ser zarotî, terbîyet-torê malê, dê û bavê wê, xwendin û karê wêyî zanîstîyê.
Lamara Paşayêva 17-ê çile sala 1940-î li bajarê Tbîlîsê di mala kurdên êzîdî ya Farêyê Bêmal û Gezoya Edo da ji dayîkê bûye. Malbeta wê ji qebîla êzîdîyan ya reşane. Bavê wê tevî şerê cîhanêyî duemîn yê dijî Almanîya faşîst bûye. Zarotîya Lamarayê di salên piştî wî şerîye giran da derbas bûye. Malbeta wê jî mîna gelek malbetên dinê pirr talî û tengasî dîtîye û kişandîye. Lê desttengî, tunebûn û belengazîya wan salan nebûne astengî ji bo Lamara biçûke zîrek here dibistanê û bixwîne. Ewê sala 1957-an dibistana Tbîlîsêye navîn ya jimara 44-an xilas kir. Paşê ewê 5 salan li fakûltêta Rojhilatzanîyê ya Ûnîvêrsîtêta Tbîlîsêye dewletê xwend û sala 1964-an beşê zimanê tirkî û dîroka Rojhilata Navîn bi serfirazî li ser hevda anî.
– Piştî Ûnîvêrsîtêtê min xwendina xwe li aspîrantûrayê (beşa amadekirina zanyaran ji bo stendina navê doktorê zanîstîyê) berdewam kir,– Lamara Farê bîr tîne. – Sê salan min li ser têza doktorîyê kar kir. Mijara têza min ev bû: «Malbet û deba hurumên navçeya Salkê». Wek tê zanin, Komara Gurcistanê, xazma bajarê Tbîlîsê pirnetewe. Di wê navçeya Gurcistanê da tevî netewên cihê-cihê hurum jî dimînin. Caranan ji min dipirsin, gelo çima min ev mijar ji bo xebata xweye zanîstîyê hilbijart? Wê hênê usa bû, seroketîya fakûltêta me ya Ûnîvêrsîtêtê usa biryar kir. Lê ez rast bêjim, mêla min berbi erf û edet, rê û rizmên netewan gelekî hebû. Bona min balkêş bû, ku bizanibim, gelo deba gelên cînar, rabûn-rûnştina wana notla ya gelê mene yanê na. Wê demê cînarên me û hevalên mine netewên dinê jî gelek hebûn, di nava wan da hurum jî kêm nîbûn. Heynese, min têza xweye zanîstîyê sala 1970-î amade kir û parast, navê doktora dîrokzanîyê stend. Wê şûnda ez pirsên civaknasîya gelê kurdva mijûl bûm. Û ew kar bû armanca jîyana min, ku hê jî berdewam dibe.
Paşê Lamara xanimê besa dîya xwe û pîrka xwe kir, yên ku perwerda zarokan û hildan-danîna malê ra tevayî, her êvar bi sehetan rûdiniştin û gilîyên berê yên dema qîztî û bûktîya xwe dikirin. Xazma pîrka wê Şemsîya (dîya bavê wê) zarxweş bû û ewê gelek gilî dizanibû, ji çûyîn-hatina ber-mêvanan, timtêla mala kurmancî, rabûn-rûniştina gelêrî girtî, heta erf û edetên netewî yên dema hal û zewaca kur û qîzan, xwezgînî û derbaskirina şayan, şîn û definkirina mirîyan. Û ev mijaran jî tê bêjî dû ra bûne bingeha xebatên Lamarayêye giranbaha yên bi naveroka civaknasîya kurdî.
Sala 1972-an Lamara Paşayêva bû karmenda zanîstîyê ya Înstîtûta Tblîsêye dîrokê û civaknasîyê. Ew salên dirêj li vira pirsgirêkên hûrûma û kurda va mijûl dibû, yên ku di deverên Gurcistanêye Axalsîxê, Têtrî Skaroyê, Acaryayê û Abxazîyayê diman.
Lamara Paşayêva eva îdî nêzîkî 30 salane di nava lêkolînên xweye zanîstîyê da her tenê pirsên kurdzanîyê va mijûl dibe, xazma pirsên civaknasîyê derdixe meydana zanyarîyê, dîhar û arzû dike. Di niveka salên 80-î da gelek gotarên wêye zanîstîyê li ser kurdên Gûrcistanê çap bûn.
Sala 1987-an berhema wêye bi navê «Êlêmêntên pozîtîv û nêgatîv di nava erf û edetên êzîdîyên Gurcistanê yên dema şayî-dewatan da» ronayî dît. Salekê dû re gotara wêye balkêş ya bi navê «Qedexeyên olî-kasteyî yên dema zewacêye berê li bal êzîdîyên Gurcistanê» çab bû. Ev herdu xebat gelekî girnbahane ji bo civaknasan, xazma wan zanîyaran, yên ku li ser rabûn-rûniştin û çanda êzîdîyaye rûhanîyê kar dikin.
Di destpêka salên 90-î da Lamara Paşayêvayê wek dersdara Înstîtûta Tbîlîsêye maf û aborîya bazirganî xebateke pirr mezin kir tevî Wezîreta Gurcistanêye huqûqîyê ji bo nav û paşnavên kurdan, aşûrîyan û huruman bighêzin û bînin li ser şêweyên wane netewî.
– Salên piştî hilweşandina Sovîyêta berê, – Lamara civaknas dîsa bîr tîne, – li Kavkazyayê dilsarî kete di navbera gelan, li ser pirsên netewî şer û dew destpê bûn, rewşa aborî û aramî jî yekcar xirab bû. Bi hezaran xelqê sîvîl terka cîh û warên xwe dan û koçberî deverên Rûsyayê û welatên Avropayê bûn, di wê jimarê da gelê me jî perîşan û bê pergal bû. Gelek bê xebat û bê kar mabûn. Rewşa her kesî xirab bûbû. Bawer biki hetanî dawîya salên 90-î xebata zanîstî jî rawestîya bû û notla berê pêşva ne diçû.
Sala 2000-ê gotara Lamara Paşayêvayê ya zanîstêye nû li bin sernivîsa «Kurdên Gurcistanê. Li ser pirsa xwehesîna wane olî-êtnîkî» ronahî dît. Piştî hilweşbûna Sovîyêtê eva pirsgirêka îdî derketibû meydana civakî-netewî. Lema jî zanîyar-civaknasa meye naskirî bala xwe da li ser vê mijarê.
Di vê gotarê da Lamara Paşayêva dinvîse: «Ol û bawermendîyan herdem di nava civakê da rola giring lîstine û bandûra xweye mezin li ser pêşvebirina prosêsên êtnîkîyê hiştine. Di nava civaka kurda da jî eva yeka usane. Cihêbûna ol û hebandinan di nava kurdan da rê li ber bîr û bawerîyên sîyasîye cihê-cihê vekirîye. Lê faktora sereke, ku astengîyê li pêş kurdan saz dike û nahêle ew bibine yek, ew tunebûna dewleta wane xwexwetîyê ye».
Sala 2003-an Lamara Paşayêvayê gotareke dinê ya berfireh çap kir: «Edetên binaxkirina mirîyan li bal êzîdîyan». Di vê gotara xwe da ew ne ku tenê li ser edetên êzîdîyaye dema şînê û yên hewarî-gazîkirinê, lê usan jî li ser hildan û binaxkirina mirîyan disekine, bi zanyarî xusûsî û naveroka wan edetan şirove dike û dinirxîne.
Piştî salekê gotara wêye li ser dîroka hatina kurdan li Gurcistanê çab bû. Lê sala 2005-an gotara wêye hewaskar ya bi navê «Erf û edetên kurdan, ku dayîkbûn û terbîyet-torekirina zarokan ra girêdayîne» ronayî dît.
Me navên hinek gotar û berhemên Lamara Paşayêvayê anîna li ser zar, yên ku îdî çap bûne û ronahî dîtine. Bi navê wan xebatan va jî baş xûya dibe, ku zanîyar-civaknasa navdar ji bo karê xwe çi mijarên balkêş hilbijartîye û li ser sekinîye. Belê, çanda gelê me ya madî û rûhanî pircûre û dewlemende. Gelek xebatên wêye dinê jî vê gavê ji bo çapê amadene. Ew di vî temenê xwe da jî dîsa kar dike, lê dibê em– rewşenbîrên Sovîyêta berê di hindava xwe da pişgirîya civaknasa meye emekdar bikin, alîkarîya moralî û madî bidne wê, ji bo ku ew berhemên xweye dawî jî bighîne li ber çapê û xwendevanan.
Îro bawer bikî hemû berhem û gotarên Lamara Paşayêvayê bi rûsî derketine. Mixabin, heya niha bi zimanê kurdî kêm xebatên wê hatine wergerandinê û çapkirinê. Di vî warî da dibê em–wergêrvan jî bêpar nemînin, van xebatên giranbaha wergerînine kurdî.
Navê Lamara Paşayêvayê di nava goveka civaknasên Sovîyêta berê da zûva nase. Ew gelek caran tevî konfêransên navnetewî bûye û bi kêlmên xweye zanîstîyê va hurmet û sîyanet di nava civaknas û rojhilatzanan da qazanc kirîye.
Zanyara navdar xudana gelek xelatane. Sala 2003-an Serokomarê Gurcistanê Êdûard Şêvardnadzê yek jî li ser xelatên wêda zêde kir, gava ewî ew bi «Ordêna sîyanetê» va rewa kir.
Lamara Paşayêva ne ku tenê zanîyareke navadare, lê usan jî karmendeke civaka meye aktîv û naskirîye. Sala 1989-an di nava koma rewşenbîrên kurde Gurcistanê da ew jina tek-tenê bû, ku alîkarîya hûmanîtar bire Kurdistana başûr.
Di dawîya axaftina me da gilîyê me hate li ser rewşenbîrên meye dewra Sovîyêta berê, yên ku Lamara Paşayêvayê nas kirine û tevî wê hevaltî kirine.
– Gelo We bîra kê kirîye?
– Min bîra hemû rewşenbîrên me kirîye, – ewê bi kelogirî got. – Kê çûye li ser dilovanîya xwe, bila rehma Xwedê li wana be! Lê yên rû hewatê mane jî, bila bi sehet û qewat bin û jîyana wana bi aramî derbas be! Ez herdem motacê deng û seda wanim, ez motacê silava wane şîrinim…
Prîskê Mihoyî,
rojnamevanê Komara Ûdmûrtyayê yê emekdar (Rûsya),
endamê Fêdêrasyona rojnamevanên navnetewî.
Культура
ПАШАЕ АФО: «НЕ СМОТРИ НА МЕНЯ ТАК!..»
(Его памяти)
Не смотри на меня так, не смотри на меня так,
Без дыма, без дыма — сердце моё горит!..
Три года назад, почти в эти же сентябрьские дни, тысячи поклонников народного певца Пашае Афо услышали эти строки его песни — но на этот раз не так, как обычно. В тот день они звучали с особой грустью и состраданием.
К тому времени он уже несколько месяцев тяжело болел. Сердце этого певца, автора песен и обладателя тонкого, мягкого голоса горело — без дыма, без конца…
В начале сентября 2023 года мне позвонил мой друг Хачое Коте и сообщил, что Пашае Афо очень тяжело болен: у него онкологическое заболевание. Он отгородился от всех — от друзей, родственников, от окружающего мира. Отключил телефон и ни на чьи звонки не отвечал.
У меня были два его номера телефона. Я звонил ему, набирал снова и снова, но, увы, ответа не было. И тогда я погрузился в тяжёлые раздумья: «Эх, коварная судьба!..»
Да, этот мир не является чьей-либо собственностью, и жизнь человеческая не вечна. Но болезнь приходит внезапно, не выбирая людей, не зная ни границ, ни времени года…
И вот 22 сентября пришла печальная весть: по милости Божией Пашае Афо скончался.
С грустным и тоскливым сердцем, с глубокими и тревожными мыслями я мысленно вернулся в середину 1970-х годов, когда песни Пашае звучали в эфире нашего ереванского радио.
Царство ему Небесное! Халиле Чачан Мурадов в своё время пригласил Пашае Афо и записал несколько его песен, которые до сих пор хранятся в золотом фонде радио: «Wisa nenêr tû li min», «Ax, nazikê, nazdarê», «Ez werdeka gola şînim», «Giryê saz».
В последние годы Пашае Афо сочинял песни на стихи Аскяре Боика, Хачое Каро и автора этих строк и публиковал их в социальных сетях.
Он был очень добрым человеком и хорошим другом. Мы часто созванивались. Паша говорил, что по музыкальному стилю, особенно по характеру аранжировок, его творчество близко к пению Араме Тикрана. И в этом действительно была своя истина: Арам играл на сазе, а Паша пел.
Однажды он позвонил мне, и мы долго разговаривали о народном фольклоре, музыке и песнях. В конце нашей беседы он спел мне одну историческую песню.
Паша также сочинял песни на собственные стихи. Он знал множество хороводных песен. В минуты радости он пел, пел и танцевал на свадьбах, радуя людей своим мягким и проникновенным голосом.
Пашае Афо родился 11 сентября 1956 года в селе Кибихтапа Талинского района Армении. После окончания школы два года служил в Красной Армии. После военной службы получил высшее образование в Ярославском педагогическом университете в России. В течение многих лет преподавал русский язык в соседнем селе Сорик. Долгое время был главой своей родной деревни.
После распада Советского Союза Паша вместе с семьёй уехал в Россию и поселился в Ярославле. В этом городе проживает большая езидская община.
Именно в Ярославле, 22 сентября 2023 года, после непродолжительной болезни Пашае Афо ушёл из жизни.
В течение трёх дней перед его домом было многолюдно: поклонники, друзья, земляки и знакомые приходили проститься с любимым певцом.
Пашае Афо был похоронен на Ездском кладбище Ярославской области.
Сегодня ему исполнилось бы 70 лет.
И сегодня, в день рождения Пашае Афо, в наших ушах вновь звучат строки его песни. Но теперь они звучат иначе — с глубоким волнением, светлой грустью и чувством благодарности за его жизнь, его творчество и память, которую он оставил после себя.
Не смотри на меня так, не смотри на меня так,
Без дыма, без дыма — сердце моё горит!..
Приск Мгои
Россия, Ижевск, 11 сентября 2026 года
Культура
PAŞAYÊ EFO: WISA NENÊR TU LI MIN!..(Bona roja bûyîna wî)
Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min,
Bê dû, bê dû dişewite dilkê min!..
Sê sal berê hema vê mehê ev xetên strana Paşayê Efo guhê bi hezeran maşoqên stranbêjîya gelêrî da kirine zingîn, lê ne mîna hercar. Wê carê bi xemgînî û dilkovanî…
Ew çend meh bûn, ku agir dilkê vî dengbêjê xudanê dengê zîz û nazik ketibû, bê du, bê dû dişewitî…
Destpêka îlonê sala 2023-a hevalê min – Xaçoyê Qero min ra têlê xist û got, wekî Paşa gelekî bethale û têla xwe jî vêsandye, berê xwe ji her kesî – ji heval-hogiran, ji bira-pismaman, dost û xêrxwezan, lo ji cîhanê guhastye.
Du hejmarên têlên wî li bal min hebûn: min jî têlê xist, lê, mixabin… bersiv tune bû. Û wê demê ez ketme nava tefekûryê û mitalan: «Hey, Felek, mala te bişewite!..». Hemîn, dinya milkê bavê kesekî nîne, lê nexweşî mixenete: xet û sînoran, cihal û ahalan, çax û mecalan, dem û dewranê napirse.
Û 22-ê îlonê caba nebxêrîyê min ra hat, wekî Paşayê Efo çûye ber dilovanîya Xwedê…
Bi dilê xemgîn û kovan, bi mitalên kûr û betreng, bi hesîna kela genctîyê ez çûme nîveka salên 1970-î, gava kilamên Paşa bi radyoya meye Rewanê didan. Rema Xwedê Xelîlê Çaçan Mûradov be. Ewî wê hênê gazî Paşa kir û çend stranên wî qeyd kir û heya niha jî ew di dengxana radyoya me da têne parastinê: «Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min», «Ax nazikê nazdarê», «Ez werdeka gola şînim», «Giryê saz».
Van çend salên dawî Paşayê Efo helbestên Eskerê Boyîk, Xaçoyê Qero û xudanê van xetan jî kiribû kilam û di tora civakî da weşandibû. Hevalekî gelek berbihêr û qenc bû. Herdem me hevra têlê dixist. Digot, wekî awaz û akla wî mîna ya Aramê Tîkrane. Rastî jî usane: Aram saz dixe û ew jî distrê.
Carekê minra dîsa têlê xist û got, gelo mal-bendên kilaman, gava diwekilin, wê ra çi dibêjin. Min gotê: bendveger, bendwekil, dubend… Şa bû, pê têlê straneke mêranîyê min ra got…
Paşa helbest jî dinvîsî û dikire kilam. Ewî gelek kilamên govendan jî dizanibû. Wextê şayan dikete govendê, hewas-hewas dilîst û bi dengê xweyî nerm û zîz distra û govend digerand…
Paşayê Efo 11-ê îlonê sala 1956-a li gundê Qibixtepe (Navçeya Talînê, li Ermenîstanê) ji dayîkê bûye. Piştî dibistana navîn ew du salan di cêrgên Ordya Sor da qulix dike. Paşî eskerîyê ew xwendina bilind li Zankoya bajarê Yaroslavlê (Rûsya) ya amedekirina dersdaran dest tîne û li gundê cînar – Sorîkê salên dirêj dersên zimanê rûsî dida. Dû ra demeke dirêj bû serokê gundê kal-bavên xwe. Piştî hilweşbûna Sovîyêtê ew bi malbetî çû Rûsyayê û li bajarê Yaroslavlê hêwirî.
Olkeke meye mezin li vê qeza Yaroslavê heye. Û hema li vî bajarî 22-ê îlona sala 2023-a piştî nexweşîya demkin ew çû ber dilovanya Xwedê. Sê rojan hewarî-gazî li ber derê koçika Paşayê Efo kêm nedibûn… Maytê wî di nava mexberê êzîdîyên vê qezayê da sipartine ax-berên sar.
… Û îro jî, roja bûyîna Paşayê Efo, dîsa ev xetên strana wî li guhê me da hema dikine zingîn. Lê vê carê bi histerata kûr, bi şêkirdarîya berbî bîranîna wîye heta-hetayê…
Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min,
Bê dû, bê dû dişewite dilkê min!..
Prîskê Mihoyî,
Rûsya, Îjêvsk, 11.09.2026.
-
Новости6 лет назадТемур Джавоян продолжает приятно удивлять своих поклонников (Видео)
-
Исторические документы1 год назадКУРДСКИЙ СУДЕБНИК САСАНИДСКОГО ПЕРИОДА: «MĀTAKDAN I HAZĀR DĀTASTĀN»(«Книга тысячи судебных решений»)
-
Курдские племена,кланы,роды.18 лет назадThe Kurdish tribes of the Ottoman Empire
-
Страницы истории13 лет назадО личности Дария I Великого и Оронта в курдской истории
-
История13 лет назадДуховные истоки курдской истории: АРДИНИ-МУСАСИР-РАВАНДУЗ
-
История15 лет назадДинастия Сасаниды и курды
-
Интервью6 лет назадНациональная музыка для нашего народа — одна из приоритетных ценностей…
-
История15 лет назадКурдское государственное образования на территории Урарту: Страна Шура Митра

Вы должны войти в систему, чтобы оставить комментарий Вход