Свяжитесь с нами

Новости

Mire Ezdixane li Gurcistane

Опубликованный

вкл .

Prîskê Mihoyî,

endamê Fêdêrasyona rojnamevanên navnetewî

 

       Çendekî berê heyatek ji Miclîsa Êzdîyan ya ruhanî ji Lalişa Nûranî bi rêveberîya  Mîrê  Êzdîxanê yê  bi qedirblind Mîr Tehsîn Beg û Extyarê Mergê yê meşûr hate Gorcistanê.

       Ev serdana nûnerên ola Êzdîyan bi daxweza oldar u rîspîyên Êzdîyên vê herêmê, bi taybetî bi dewatnama berpisyarên Mala Êzdîyan ya bajarê Tiblîsê bi serekvanîya Egîtê Mîrzoyî pêk hat.

       Di nava refên vê heyata Miclîsa Êzdyan da ev nefsên bi hûrmet û sîyanet cîh girtibûn: Baba Şêx, Qewal Silêman Sivo, Baba Çawîş, Feqîr Xidir Berkat, Şêx Berkat Abdal, Pêşîmamê Babê Şêx, Kerîm Silêman, Casim Faroq Beg, Ferhad Baba Şêx, Dasin Qewal Silêman û mêvanên ezîze din.

       Di dema seredana xwe da Mîr Tehsîn Beg û nûnerên Lalişa  Nûranî rastî katolîkos-pêşîmamê Gûrcistanê Îlyayê Dûda hatin. 

       Di wê rasthatinê da Mîr Tehsîn Beg, Extyarê Mergê û Îlyayê Dûda li ser danûstendinên dostanîyê û biratîyê di navbera olka Êzdyan û gelê Gûrc da rawestîyan û  deng kirin. Mîr Tehsîn Beg razîbûna xwe da katolîkos-pêşîmamê Gûrcan ji bo jîyan û rewşa Êzdîyan û ew teglîfî herêma Lalişa Nûranî kir. Berî hingê heyata Miclîsa Êzdîyan bi parazvanê mafên mirovan yê Gûrcistanê  Gêorgî Gûgûşî ra rûniştin û li ser mafên gelên kêmjimar, hal û wextê wan li Gûrcistanê axaftin.

      Mîr Tehsîn Beg usan jî rastî şexsên Gûrcistanê yên fermîye dinê jî hat. Nûnerên Şengalê li Gûrcistanê ji alîyê berpisyarên Êzdiyên Gûrcistanê va li ser dereca bilind hatne qebûlkirinê. Seredan bi tevgelya olka Êzdyan bi eşq û şabûn derbas bû.

Çapemenîya Gûrca, Ermenîya, Rûsa û Kurda li ser vê bûyera dîrokî bi derfirehyî sekinin.

      Bi dilxoşî û dilbaristanî me, Kurdên Sovîyêta berê jî ev besa xêrê bihîst, hemû endamên Miclîsa Êzdîyan ya rûhanî bi rêveberîya  Mîrê  Êzdîxanê yê  bi qedirblind û delal silav kir û seredana wane dîrokî li Qawqazîyayê pîroz û bimbarek kir!

      Piştî 90 salan bîn û boxsa çîyayên  Lalişa Nûranî bi destûra Xwedê dîsa gihîşte olkên Êzdîxanê yên Sovîyêta berê, bi taybetî ya herema Êzdîyên Gûrcistanê!

Eva îdî nêzîkî 250 salane, ku Êzdîyên Serhedê ji Merkeza xwe ya civakî û olî  ya  Lalişa Nûranî dûr ketine, lê herdem rê û rizmên kal û bavên xwe parstine, ziman û ola xwe xwedî derketine, nasnama xwe bîr nekirine.

      Ji sala 1920-î vir da qewal ji Şengalê nehatine Qawqazîyayê û neçûne, def û sivî li nav gel negerandine,   lê bi destî şêx û pîran, zane û roşenbîrên gel me ayîna dînê xweyî kevnar parastîye û tû wextan jî wê neyê bîrkirin heya qûlba ola Êzdîxanê, Lalişa Nûranî li rû heyatê heye, heya em xwe ewaledên wê olka  mêrxas hesab dikin, ku serî dijminra tu caran danenîye.

      Di nîveka sadsala 19-a û di despêka sedsala 20-î da, dema dewleta Rûsan li herêma Serhedê  desthilatdarîya xwe xurt kiribû, ji ber zulm û zora dewleta Osmanîyê, qir û birên neheqîyê Kurdên Êzdî mecbûr bûn birevine Qawqazîyayê, li vir jîyaneke aramî û aşîtî dest bînin. Bi destûra Şemsê Êzdyan ûsa jî bû. Dan û stendinên Êzdîyan û hemû  gelên dewleta Rûsan xweş û xurt bûn. Raste, li wî weletî  gel aza bû, fermanên komkujî tûne bûn, lê destûra wan ya olî jî bi derfireyî tûne bû.  

Salên 1915-1920-î, dema komkujîyan Ermenîyan, derbeke mezin vê civaka Êzdîyan jî ket. Ew ji bo bîr û bawarîyên xwe yên olî ketine ber şûrê neheqîyê, bi dehan  hezaran hatine qirê. Serhed ji Êzdîyan vala û xalî bû. Yên ji ber xezebê  xilas jî bûn, bi zor-cefakî revîne Ermenistanê  û  dû ra çûne Gurcistanê.

      Demezirandina sazûmana Sovîyêtê li vê herêmê ji bo wê civaka me him qencî, him jî xirabî bi xwera anî.  Xirabî ew bû, ku ev civak weke 80-90 salan ji Navenda xwe ya olî qetîyayî ma, gelek oldarên Êzdîyan di dema têrora Stalîn da hatine girtinê û sirgûn kirinê. Qencî jî ew bû, ku vê deshilatdarîya Sovîyêtê derfetên pêşvebirina çanda netewî, perwerdê li ber Kurdan (çi Kurdên Êzdî be, çi jî Kurdên Musulman) vekir, civak ne tenê unda nebû, nehelîya, lê pêra jî ji rewşa nexwendîtîyê derket û dû ra merkezeke netewî li dervayî welêt  ava  kir.

      Pêwîste bi şîrhelalî em bişêkirînin û bêjin, gava li Kurdistanê her tiştên kurdewarî, heta axaftina bi zimanê dê jî qedexe bû, li welatê Sovîyêtê, xazma li Ermenîstana Sovîyêt, nav û dengên sazîyên Kurdî  wek radîoya kurmancî ya Rewanê, rojnama «Rya teze» û den û seda ronakbirên Kurd li ser hudûdên pola ra derbas dibûn û li Kurdistanê dikete her maleke. Di nav wê civaka me da ronakbirên usa pêşda hatin, ku navên wana di dîroka Kurd û Kurdistanê da wê heta-hetayê bi herfên zêrîn bêne nivîsar.

Ji pey hilweşîna Sovîyêtê ra, ji giranbûna rewşa gelên kêmjimar ya civakî, sîyasî û aborî ra, civaka me jî bi her awayî bêpişt û bê xwedî ma. Kurdên Êzdî  jî mecbûr bûn li cihanê bela bibin. Hêvîya olî li bal wan roj bi roj qels bû.

     Hewceye em îdî eşkere bêjin, wekî mîsyonêrên olên xerîb jî bi her derfetan rahîştine vê civaka me, xêrnexweza jî dutîretî  û dijminayî avîtine li  nava Êzdîyan, xazma li Ermenîstana îroyîn. Vê demê dilsarîya mezin li nav Êzdîyên vê heremê çê bûye ji bo roja sibê. Mixabin, dûtîretî di vê civaka Êzdîyan da li van 30  salên dewî bi destûr û piştgiryîa hinek sazîyên fermî yên dewleta Ermeniyaye nû û çend zanyarên Ermenîye  netewperest derketîye holê û ew dûtîretî her çiqas diçe, kûr dibe. Li Ermenîstana îroyîn gelê me perçe kirine, hetanî awa gotî «mîrekî Êzdîyayî» nûpêketî jî derxistine meydanê.

        Gelo Mîr Tehsîn Begê meşûr û nûnerên rûhanî ya Lalişa Nûranî haj li van gilîyan hene? Hilbet, baş haj pê hene. Dibek eva yeka jî bû mena sereke, wekî nûnerên heyata Miglîsa Êzdîxanê dewsa Ermenîstanê berê xwe dane Gûrcistanê. Eva eşaretîke mezine jo bo seroketîya Ermenîstanê. Eger sazîyên vê dewletê yên resmî îro sîyaseta xwe di hindava gelê Kurd, welat û dîroka wî da negûhêrin, perçekirina Kurda li ser bingeha dîn nedine seknandinê, tu bawerî wê tunebe, ku sibê seroketîya Herêma Kurdistana ku xwe li riya serbixwebûnê girtye, bi seredana resmî li ser  sînûrê Ermenîstanê ra derbazî welatekî cînar bibe û silavekê jî neşîne berpisyarên vî welatê qedîmî û dost ra. Bawerbîkî tû Kurdek evê yekê naxweze. Kurd herdem minetdarên gelê Ermenîne. Divê dorhêla seroketîya Ermenîstana îroyîn li ser vê yekê baş bifikire. Her me yekî ra belîye, wekî di nav gelê Ermenî da berê-paşêda û naha jî bi hezaran mirovên zane û dûrdîtî hene, ku dostanîya Kurda û Ermenîya rind derc dikin. Lê vê gavê, mixabin, ew jî bê dengin…Di vê bedbextîyê da, bêgûman, sûcê me hemûyan yên berpisyarên olkên Êzdîyan yên civakî û ruhanî jî kêm nîne.

     Em vegerne li ser seradana Mîrê Êzîxanê ya li Gurcstanê. Dêmek, ji pey Îsmayîl Beg ra, bi texmîna me, eva cara duda ne, ku ji Merkeza  Êzdîyan– Lalişa Nûranî nûnerên ûsaye qedirbilind têne li nav vê civaka Qawqazîyayê, halê wan ra dibine nas, bi rayedarên dewleta cî ya olî û fermî ra pêwendîyan datînîn. Hatina Îsmayîl Begê heta niha jî ji bira Êzdîyan naçûye. Ew seradan bûyareke pir girîng bû di nav dîroka Êzdiyên Rûsîyayê da. Piştî wî şexsê mezin, tê bêjî  Êzdiyên Rûsîyayê hatin bîrkirinê. Lê dîsa silav li mala Xwedê, ku roja îroyîn serdana nûnerên Êzdîyaye dîrokî li paytextê Gûrcistanê –Tiblîsê gûman û hêvîyên mezin dike dilê gel.

      Em bawerin, ku seredana Mîr Tehsîn Beg li Qawqazîyayê wê  bibe bingeha nû ya parastin û pêşvebirina nexş û nîgarên netewî, olî û xwehesîna netewî.

Em bawarin, ku ev serdana Serokatîya Êzdiyan ya olî wê ya dawî nîbe li nav Êzdîyên herêma Sovîyêta berê.

     Li hemû deverên cihanê, li ku Kurdên Êzdî dijîn, li Ermenistanê, Gurcistanê, Rûsîyayê, Ûkranîyayê, heta li Avropayê Mîrê Êzdîxanê mêvanê herî hizkirî û ezîze. Ji ber ku ew aşîtîyê, yekîtîyê û  hişyarbûnê bi Nûra Şems li nav gel belav dike.

      Bila her seredaneke Mîrê Êzdîxanê û nûnerên Miclîsa Êzdîyan rehên olî û netewî yên paqij û qenc bavêje di nava gel, bila pêra jî bingehên nu yên aborî saz bibin ji bo şênbûna herêma Şengalê!

      De bila Xwedê  piştovanê wana û hemû Êzdyan û 72 netewan be!

      De bila xweşbe Mîrê Êzdîxanê – Mîr Tehsîn Beg! Bila cenabê wî bi sehet û qewat be ji bo gulvedana Lalişa Nûranî di goveka Kurdistana aza û serbixwe da!

      Lalişa Nûranî qulba ayîna ola Êzdayetê ya Kurdistanêye here kevnare. Destûr û rûsqeta tû kesî tûne kevira bavêjne vê Navenda olîye zîyaretî. Ji ber ku di vê olê da em aşîtî, xêrxwezî, serbestî û serfirazîya xwe dibînin.

 

 

Wêne ji malpera www.ezdixane.ru hatine bergirtin.

 

www.kurdist.ru

 

Новости

ROJNAMEVAN Û DÎPLOMAS HESENÊ QEŞENG ÇÛ BER DILOVANYA XWEDÊ

Опубликованный

вкл .

Автор:

Çanda meye netewî zîyaneke mezin kişand: karmendê rojnama «Rya teze» yê berê, rojnamevan û dîplomasê naskirî Hesenê Qeşeng 12-ê çileya sala 2026-an di 82 salya temenê xwe da  li bajarê Novorosîyskê (Rûsya, parwalatê Krasnodarê) çû ber dilovanya Xwedê.

Li ser rol û kemala ocaxeke meye netewîye sereke – rojnama  «Rya teze», ya di warê pêşvebirina çand, ziman û dîroka gelê me da, eger derew tê tunebe, mirov dikare têza doktorîyê binvîse. Bawer bikî tune mijareke civaka kurdîye usa, ku rojnama «Rya teze» li ser nesekinîye û nenivîsîye. Tiştekî veşartî nîne, ku ev  rojnama jîyandirêj hetanî dawîya sedsala 20-î jî ma wek hedadxaneke kadroyên netewîye sereke. Gelek zanîyar û nivîsakarên meye navdar di dema xwe da li vê rojnamê kar kirine û herdem li ser rûpêlên wê gotar û nivîsên xwe weşandine. Hema ji wan karmendên rojnamêye jêhatî û şareza yek jî Hesenê Qeşeng bû.

                Hesenê Qeşeng 15-ê sibata sala 1944-an li Ermenîstanê, li gundê Eynelûyê (niha Lênûxî, navçeya Êçmîazînê) ji dayîkê bûye. Sala 1953-an mala bavê wî ya Qeşengê Eyoyê Xwedo cîhguhastî gundê Dalarê (navçeya Artaşatê) dibe.  Zarotaya Heso li vî gundî derbas bûye, di vî gundî da jî ew çûye dibistana seretayî.

Sala 1957-an malbeta Qeşengê Eyo diçe bajarê Artaşatê û li wir dihêwire. Heso xwendina xwe li dibistana bajêre hejmara 1-ê dûmayî dike. Sal 1963-an ew vê dibistana navîn bi mêdala zêr serhevda tîne û hema wê salê jî li beşa farizî ya fakûltêta Rojhilatzanîyê ya Ûnîvêrsîstêta Êrêvanêye dewletê tê hildanê.

           Salên xwendekarîyê bona wî salalên here xweş bûn, li ber wî cîhaneke nû vebibû. Piştî dersan dema wîye aza qet tunebû: yan ewê li pirtûkxanê bûya, yan jî diçû radyoya kurdî û rojnama «Rya teze». Wê demê komela xwendekarên kurd ya Rewanê hebû. Komelê karekî mezin dabû pêşya xwe: hertim nivîskar, zanyar û rewşenbîrên meye cihê-cihê  vexwendî civînên xwe dikir, yên ku li ser wêje, çand û dîroka gelê me gotebêj û qise pêk danîn. Hema wan salan jî hesîna Hesen ya hizkirina berbi netew û welatê kal-bavan bêtir kûr bû û di dilê wî da şax veda. Hema di wê demê da ew bi rojnama «Rya teze» ra hate girêdanê, car-caran gotar ji bo wê û radyoyê dinvîsî.

          Havîna sala 1968-an Hesenê Qeşeng bi dîploma sor Ûnîvêrsîtêt kuta kir. Gere bê gotinê, wekî dîploma sor kêm xwendekaran dikaribûn wergirtana. Dîploma usa her tenê didane wan kesan, yên ku nava 5 salan da bêqusûr hîn bûne û tenê qîmetê zef baş stendine.

Destpêka sala 1969-an berpirsyarê rojnama «Rya teze» Mîroyê Esed gazî Hesen dike, ku di rojnamê da wek nûçevan kar bike. Karmendîya Hesen ya rojnamevanîyê bi fermî hema di wê salê da destpê bû û bêtirî 20 salan dom kir.

Hesen timê bîr danî: «Ez du hesînan ra amin mame û bawerim, ku heya rojên xweye dawî jî ew hesîn wê li bal min bimînin û neyêne guhastinê. Ya yekemîn ewe, ku dibê mirov xêrxwez û qenc be, xirabî û nemamîya xelqê neke. Axir ne pêşîyên me digotin, wekî ji şer û dewan tu xêr tune, her tenê qencî dimîne û tê şêkirandinê. Ya duemîn jî – ew hizkirina berbi netew û waletê meye. Mirovê xwedî hesînên awa, bi bawerîya min,  mirovê herî dewlemend û bexteware».  Belê, xudanê van xeta şade ye: ew van hesînan ra hetanî dawîya emrê xwe amin ma…

Nivîskarê meyî navdar Eskerê Boyîk, ku vê gavê li Almanyayê dijî, gele-gele nivîsarên xwe li ser rûpêlên «Rya teze» çap kirine. Ew, ku timê dibû mêvanê rojanamê û wek rewşenbîrên meye mayîn baş haj karê rêdaksyonê û karmendên wê hebû, li ser Hesen awa nivîsye: «Hesenê Qeşeng bi xeysetê xwe yê paqij û eşîrtîyê, bejin-bala xweye tîtalî û seke-sifetê xweyî kurmancî, pêra jî zanebûnên berfireh nava rewşenbîrya meye Ermenîstanê da hertim berbiçav diket. Welatparêzekî dilsoz û rojnemevanekî serketî bû. Gotar û nivîsên wî balkêş bûn. Ew bi hewaskarî dihatine xwendinê…».

Di destpêka sala 1981-ê xudanên van xetan hate rojnama «Rya teze» û derbasî li ser kar bû. Wê demê desteke karmendên rojnamêye zane û cêribandî bi serekvanîya berpirsyarê emekdar Mîroyê Esed kar dikir. Nenihêrî wê yekê, wekî min Hesenê Qeşeng berî hingê jî nas dikir, lê salên karê tevayî em bi nêzîkayî û baş hev ra bûne nas. Hesen bêtir gotarên li ser çanda netewî û mijarên civakî dinvîsî. Nivîsên wî bi naverok kûr bûn. Gava ewî pirsgirkek hildida û arzû dikir, ne ku tenê sebebên wê pirsgirêkê danî ber çavan, lê usan jî ew nirx dikir û rê-dirbên çareserkirna wê pirsgirêkê nîşan dida û derdixiste meydanê. Di rojnamê da ew gelek salan serokê beşa çand û nama bû. Ewî namên xwendevanên rojnamê guhdar dixwend, bi bingehî analîz dikir, gava pêwîst bûya, diçû xudanên wan neman didît yanê jî ew vexwendî rêdaksyona rojnamê dikir…

                Tiştekî veşartinê nîne, ku berî hilweşbûna Yekîtîya Sovîyêtê li hemû komarên wê, di wê jimarê da li Ermenîstanê jî, rewşa aborî û sîyasî xirab bûbû, gelek hêzên netewperest serên xwe bilind kiribûn, civakên netewên kêmjimar ketibûn rewşeke nedîhar ji bo bawerîya berbi roja sibê…  Ji ber van babetan  Hesenê Qeşeng jî wek gelek rewşenbîrên me terka xebata xweye li «Rya teze» da, ji Yêrêvanê bi malbetî koçber bû, çû Rûsyayê û li bajarê Novorosîyskê hêwirî.

            Hesenê Qeşeng wergêrvanekî zimanê farizî yê gelekî jêhatî bû. Li salên 1980-î ew du caran çû Afxanistanê û serhev weke 5 salan li wir karê wergêrîyê û dîplomasîyê  kir. Di destpêkê da wek wergêr, lê dû ra wek sêkrêtarê duemîn yê baylozxana Rûsyayê li Afxanistanê xebitî. Xebata wî bilind hatîye qîmetkirinê: ew bi gelek xelatên dewleta Sovîyêtê û Afxanistanê va hatîye rewakirinê. Mîna vê rojê tê bîra me, li rêdaksyona rojnama «Rya teze» caranan, gava em di nava karê wergêrê da rastî hinek têrmînên çetin dihatin û me nikaribû wêrgêra wane kurdîye rast bidîta, em berbirî Hesenê Qeşeng yan jî gotarvan Rizganê Gango dibûn (ewî jî farizî baş dizanibû û gelek salan li Îranê kar kiribû), wekî koka wan têrmînan  li xebernamên farizî bigerin û bibînin. Bi wî teherî karmendên rojnama me gelek têrmînên nû çê dikirin.

            Rojnamevan Rizganê Cango, yê ku îro bi fermî wek midûrê rêdaksyona «Rya teze»  hesab dibe û li Moskvayê dijî û kar dike, bîr tîne: «Gava Hesenê Qeşeng bi mecbûrî terka rojnema «Rya teze»  da û ji Ermenîstane derket, ew 46 salî bû. Ger ew neçûya, wê hetanî îro, yanê weke 36 salan jî qulixî  gelê xwe bikira. Ew wek xudanê zanebûnên kûr dikaribû bibûya dersdarê nifşên nû…».

Rojnamevan û wergêrvan Têmûrê Xelîl ji Stokholmê li ser Hesenê Qeşeng awa nivîsye: «Di nava me da meriv bi çend şêwa bi nav û deng dibin. Hinek bi wê yekê va, ku zargotina gelê xwe baş dizanin, hinek bi wê, ku xwe ji şîn û şayên miletîyê nadine paş, hinek kes bi xwendin û zanebûnên xwe va, hinek jî bi welatparêzîya xwe va. Kêm caran dibe, ku ev hemû nîşan bi hev ra li bal merivekî hebin. Yek ji wan kesan jî Hesenê Qeşeng bû…».

            Dibêjin, mirovê efrandar berî her tiştî arxîtêktorê ruhê xwe ye, dû ra yê benda. Efrandar bi ruhê xwe va tu caran kal nabe, ji ber ku ramanên wî herdem nûjen û genc dibin. Hesenê Qeşeng jî wek mirov, rojnamevan û dîplomas nûjenvanê ramanên xwe yên niştimanperwarîyê û welatparêzîyê bû…

                Ji navê heval-hogirên Hesenê Qeşeng em serxweşîyê didine bira-pismam, seranser binemala Qeşengê Eyoyê Xwedo.

                Bila serê lawê wî Barzanî û nevîyên wî sax be!

                Bila serê gelê me sax be!

Prîskê Mihoyî,

karmendê rojnama «Rya teze» yê berê,

rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya).

Ji navê Rêveberya malpera www.kurdist.ru

Rêveberya malpera www.kurdist.ru ji bo koça dawî ya  Hesenê Qeşeng — rojnamevan û dîplomatekî kurdî navdar serxweṣîyê dide bira-pismam û malbeta rehmetî.

Hesenê Qeşeng di warê pêşxistina çapemeniya kurdî û xurtkirina têkiliyên civakî da karekî mezin kir.

Bi salan Hesenê Qeşeng bi awayekî çalak beşdarî pêşvebirina rojnamegeriya kurdî bû û li ser qada navnetewî berjewendiyên Yekîtiya Sovyetê diparast. 

Taybetmendiyên wî yên profesyonel, rastî û dilsoziya wî bal heval-hogirên wî rêzgirtina kûr herdem dihate qîmetkirinêh. Xebata wî di dîroka rojnamegeriya kurdî û dîplomasiya Sovyetê de şopeke bêhempa hişt.

Bîranîna Hesenê Qeşeng di dilê kesên ku wî bi şexsî nas dikirin wê her û her bimîne.

Di vê dema dijwar de rêveberya malbera www.kurdist.ru sersaxiyê dide malbat, heval û hevkarên rehmetî.

Bi rêz û xemgînî,

Rêveberya malpera www.kurdist.ru

Продолжить Чтение

Новости

УШЕЛ ИЗ ЖИЗНИ ИЗВЕСТНЫЙ СОВЕТСКИЙ ДИПЛОМАТ И КУРДСКИЙ ЖУРНАЛИСТ ГАСАНЕ КАШАНГ (HESENÊ QEŞENG)

Опубликованный

вкл .

Автор:

Наша национальная культура понесла огромную потерю: бывший сотрудник курдской газеты «Рйа таза» («Новый путь»), известный журналист и дипломат ГАСАНЕ КАШАНГ (HESENÊ QEŞENG) скончался 12 января 2026 года в возрасте 82 лет в городе Новороссийске (Россия, Краснодарский край).

Если говорить по правде, можно было бы написать докторскую диссертацию о роли и достижениях одного из главных национальных институтов – газеты «Рйа таза» – в деле популяризации культуры, языка и истории нашего народа. Поверьте, нет ни одной проблемы курдского общества, которой бы не уделяла внимание и о которой бы не писала газета «Рйа таза». Не секрет, что эта долгоживущая газета оставалась хранилищем главных национальных кадров до конца XX века. Многие из наших известных ученых и писателей в свое время работали в этой газете и всегда публиковали свои статьи и труды на ее страницах. Одним из таких талантливых и опытных сотрудников газеты и был Гасане Кашанг.

Гасане Кашанг родился 15 февраля 1944 года в Армении, в селе Айналу (ныне Ленухи, Эчмиадзинский район). В 1953 году семья его отца, Кашанге Айое Хадо, переехала в село Далар (Арташатский район). Гасан провел детство в этом селе, где и посещал начальную школу. В 1957 году семья Кашанге Айо переехала в город Арташат и поселилась там. Гасан продолжил образование в городской школе № 1. В 1963 году он окончил эту среднюю школу с золотой медалью, и в том же году был принят на персидский факультет востоковедения Ереванского государственного университета.

Студенческие годы были для него самыми счастливыми, перед ним открылся новый мир. После занятий у него не было свободного времени: он либо проводил время в библиотеке, либо ходил на студию курдского радио и редакцию газеты «Рйа таза». В то время существовала курдская студенческая организация  Еревана. Организация поставила перед собой большую задачу: она постоянно приглашала на свои встречи наших писателей, ученых и интеллектуалов из разных уголков страны, которые читали лекции и доклады о литературе, культуре и истории нашего народа. В те годы любовь Гасана к своей нации и родине предков еще сильнее укрепилась и разрослась в его сердце.

Именно тогда он стал сотрудничать с газетой «Рйа таза», опубликовался на ее страницах, писал статьи для  радио.

Летом 1968 года Гасане Кашанг окончил университет с красным дипломом. Само собой разумеется, что лишь немногие студенты могли получить такой красный диплом. Такой диплом вручался только тем, кто безупречно учился в течение 5 лет и получал только очень хорошие оценки. В начале 1969 года редактор газеты «Рйа таза» Мирое Асад пригласил Гасана работать корреспондентом.

Журналистская карьера Гасана официально началась в том же году и продолжалась более 20 лет. Гасан всегда вспоминал: «Я оставался верен двум принципам и верю, что они останутся со мной до конца моих дней и не изменятся. Первый – это доброта и благородство, нежелание творить зло и проявлять неуважение к людям. Ведь наши предки говорили, что от войны и конфликтов нет никакой пользы, остается и ценится только добро. Второй – это любовь к нашей стране и родине. Человек, обладающий такими принципами, на мой взгляд, самый богатый и счастливый человек». Да, обладатель этих принципов счастлив: он оставался верен им до конца своей жизни…

Наш известный писатель Аскаре Бойик, ныне проживающий в Германии, опубликовал многих своих статей на страницах «Рйа таза». Он, будучи постоянным гостем газеты и, как и другие интеллектуалы, хорошо знакомый с работой редакции и осведомленный о её сотрудниках, с нескрываемым восхищением писал о Гасана следующее: «Гасан Кашанг, с его благородным и пылким характером, стройным телом и типичной курдской внешностью, обладал глубокими знаниями и всегда выделялся среди наших интеллектуалов в Армении. Он был преданным патриотом и успешным журналистом. Его статьи и очерки привлекали внимание и вызывали искренний интерес у читателей».

В начале 1981 года автор этих строк пришел в газету «Рйа таза» и начал работать в редакции. В то время группа грамотных и опытных сотрудников газеты трудились под почетным руководством авторитетного редактора Мирое Асада. Несмотря на то, что я знал Гасане Кашанга ещё до этого, за годы нашей совместной работы мы сблизились и хорошо познакомились. Гасан писал в основном статьи о национальной культуре и социальных вопросах. Его статьи и заметки отличались глубиной содержания. Когда он поднимал проблему и задавал вопрос, он не только указывал на причины этой проблемы, но и анализировал её, показывал и предлагал способы её решения. Много лет он возглавлял отдел культуры и писем в газете. Он внимательно читал письма читателей, тщательно их анализировал, а при необходимости навещал их авторов или приглашал в редакцию газеты…

Не секрет, что до распада Советского Союза экономическая и политическая ситуация во всех союзных республиках, включая Армению, ухудшилась, многие националистические силы усилились, а меньшинства погрузились в состояние неопределенности относительно будущего… Из-за этих проблем Гасане Кашанг, как и многие наши интеллектуалы, оставил свою работу в «Рйа таза», эмигрировал из Еревана со своей семьей, уехал в Россию и поселился в г. Новороссийске Краснодарского края.

Гасане Кашанг был очень талантливым переводчиком с персидского языка. В 1980-х годах он дважды ездил в Афганистан и около 5 лет работал там переводчиком и дипломатом. Сначала он работал переводчиком, затем вторым секретарем российского посольства в Афганистане. Его работа была высоко оценена: он был удостоен многих наград от советского и афганского правительств. Я помню, как в редакции газеты «Рйа таза», когда мы сталкивались со сложными терминами в процессе перевода и не могли найти их правильный курдский перевод, мы обращались к Гасане Кашангу или корреспонденту  Рзгане Джанго (который тоже хорошо знал персидский язык и много лет работал в Иране), чтобы те поискали корни этих терминов в персидском языке. Вдохновленные этим, сотрудники нашей газеты создали множество новых терминов.

Журналист Рзгане Джанго, ныне официально считающийся директором редакции газеты «Рйа таза» и живущий и работающий в Москве, вспоминает: «Когда Гасане Кашанга вынудили покинуть газету «Рйа таза» и уехать из Армении, ему было 46 лет. Если бы он не уехал, он служил бы своему народу до сегодняшнего дня, то есть еще 36 лет. Как мастер глубоких знаний, он мог бы стать учителем новых поколений…».

Журналист и переводчик Темуре Халил из Стокгольма написал о Гасане Кашанга: «Среди нас люди становятся знаменитыми по-разному. Одни хорошо знают фольклор своего народа, другим не безразлично радость и печаль нации, третьи образованны и обладают знаниями, а четвертые патриотичны. Редко когда все эти признаки присутствуют в одном человеке. Одним из таких людей и был Гасане Кашанг…».

Говорят, что творческий человек — это прежде всего архитектор своей собственной души, а потом других людей. Творческий человек никогда не стареет душой, потому что его идеи всегда новы и полны молодости. Гасане Кашанг, как личность, журналист и дипломат, был также новатором в своих идеях патриотизма и был настоящим патриотом…

            От имени друзей Гасане Кашанга мы выражаем наше соболезнование его родным и близким, всей семье Кашанге Айое Хадо.

Пусть здравствует его сын Барзани и его внуки!

            Пусть здравствует наш народ!

Приск Мгои, бывший сотрудник газеты «Рйа таза»,

заслуженный журналист Удмуртской Республики (Россия).

От имени редакции сайта www.kurdist.ru

Редакция сайта www.kurdist.ru выражает глубокие соболезнования в связи с безвременной кончиной Хасане Кашанга — выдающегося курдского журналиста и советского дипломата, внесшего значительный вклад в развитие курдской прессы и укрепление межнациональных связей.

Хасане Кашанг на протяжении многих лет активно участвовал в формировании и развитии курдской журналистики, а также представлял интересы СССР на международной арене. Его профессиональные качества, принципиальность и приверженность своему делу снискали глубокое уважение среди коллег и единомышленников.

Его деятельность оставила неизгладимый след в истории курдской журналистики и советской дипломатии, и память о Хасане Кашанге навсегда сохранится в сердцах тех, кто знал его лично и ценил его вклад.

В этот трудный момент редакция сайта www.kurdist.ru выражает соболезнования семье, друзьям и коллегам покойного. Пусть светлые воспоминания о Хасане Кашанге и поддержка близких помогут пережить это непростое время.

С уважением и скорбью,

Редакция сайта www.kurdist.ru

Продолжить Чтение

Популярные публикации