Новости
Mire Ezdixane li Gurcistane
Prîskê Mihoyî,
endamê Fêdêrasyona rojnamevanên navnetewî
Çendekî berê heyatek ji Miclîsa Êzdîyan ya ruhanî ji Lalişa Nûranî bi rêveberîya Mîrê Êzdîxanê yê bi qedirblind Mîr Tehsîn Beg û Extyarê Mergê yê meşûr hate Gorcistanê.
Ev serdana nûnerên ola Êzdîyan bi daxweza oldar u rîspîyên Êzdîyên vê herêmê, bi taybetî bi dewatnama berpisyarên Mala Êzdîyan ya bajarê Tiblîsê bi serekvanîya Egîtê Mîrzoyî pêk hat.
Di nava refên vê heyata Miclîsa Êzdyan da ev nefsên bi hûrmet û sîyanet cîh girtibûn: Baba Şêx, Qewal Silêman Sivo, Baba Çawîş, Feqîr Xidir Berkat, Şêx Berkat Abdal, Pêşîmamê Babê Şêx, Kerîm Silêman, Casim Faroq Beg, Ferhad Baba Şêx, Dasin Qewal Silêman û mêvanên ezîze din.
Di wê rasthatinê da Mîr Tehsîn Beg, Extyarê Mergê û Îlyayê Dûda li ser danûstendinên dostanîyê û biratîyê di navbera olka Êzdyan û gelê Gûrc da rawestîyan û deng kirin. Mîr Tehsîn Beg razîbûna xwe da katolîkos-pêşîmamê Gûrcan ji bo jîyan û rewşa Êzdîyan û ew teglîfî herêma Lalişa Nûranî kir. Berî hingê heyata Miclîsa Êzdîyan bi parazvanê mafên mirovan yê Gûrcistanê Gêorgî Gûgûşî ra rûniştin û li ser mafên gelên kêmjimar, hal û wextê wan li Gûrcistanê axaftin.
Mîr Tehsîn Beg usan jî rastî şexsên Gûrcistanê yên fermîye dinê jî hat. Nûnerên Şengalê li Gûrcistanê ji alîyê berpisyarên Êzdiyên Gûrcistanê va li ser dereca bilind hatne qebûlkirinê. Seredan bi tevgelya olka Êzdyan bi eşq û şabûn derbas bû.
Çapemenîya Gûrca, Ermenîya, Rûsa û Kurda li ser vê bûyera dîrokî bi derfirehyî sekinin.
Bi dilxoşî û dilbaristanî me, Kurdên Sovîyêta berê jî ev besa xêrê bihîst, hemû endamên Miclîsa Êzdîyan ya rûhanî bi rêveberîya Mîrê Êzdîxanê yê bi qedirblind û delal silav kir û seredana wane dîrokî li Qawqazîyayê pîroz û bimbarek kir!
Piştî 90 salan bîn û boxsa çîyayên Lalişa Nûranî bi destûra Xwedê dîsa gihîşte olkên Êzdîxanê yên Sovîyêta berê, bi taybetî ya herema Êzdîyên Gûrcistanê!
Eva îdî nêzîkî 250 salane, ku Êzdîyên Serhedê ji Merkeza xwe ya civakî û olî ya Lalişa Nûranî dûr ketine, lê herdem rê û rizmên kal û bavên xwe parstine, ziman û ola xwe xwedî derketine, nasnama xwe bîr nekirine.
Ji sala 1920-î vir da qewal ji Şengalê nehatine Qawqazîyayê û neçûne, def û sivî li nav gel negerandine, lê bi destî şêx û pîran, zane û roşenbîrên gel me ayîna dînê xweyî kevnar parastîye û tû wextan jî wê neyê bîrkirin heya qûlba ola Êzdîxanê, Lalişa Nûranî li rû heyatê heye, heya em xwe ewaledên wê olka mêrxas hesab dikin, ku serî dijminra tu caran danenîye.
Di nîveka sadsala 19-a û di despêka sedsala 20-î da, dema dewleta Rûsan li herêma Serhedê desthilatdarîya xwe xurt kiribû, ji ber zulm û zora dewleta Osmanîyê, qir û birên neheqîyê Kurdên Êzdî mecbûr bûn birevine Qawqazîyayê, li vir jîyaneke aramî û aşîtî dest bînin. Bi destûra Şemsê Êzdyan ûsa jî bû. Dan û stendinên Êzdîyan û hemû gelên dewleta Rûsan xweş û xurt bûn. Raste, li wî weletî gel aza bû, fermanên komkujî tûne bûn, lê destûra wan ya olî jî bi derfireyî tûne bû.
Salên 1915-1920-î, dema komkujîyan Ermenîyan, derbeke mezin vê civaka Êzdîyan jî ket. Ew ji bo bîr û bawarîyên xwe yên olî ketine ber şûrê neheqîyê, bi dehan hezaran hatine qirê. Serhed ji Êzdîyan vala û xalî bû. Yên ji ber xezebê xilas jî bûn, bi zor-cefakî revîne Ermenistanê û dû ra çûne Gurcistanê.
Demezirandina sazûmana Sovîyêtê li vê herêmê ji bo wê civaka me him qencî, him jî xirabî bi xwera anî. Xirabî ew bû, ku ev civak weke 80-90 salan ji Navenda xwe ya olî qetîyayî ma, gelek oldarên Êzdîyan di dema têrora Stalîn da hatine girtinê û sirgûn kirinê. Qencî jî ew bû, ku vê deshilatdarîya Sovîyêtê derfetên pêşvebirina çanda netewî, perwerdê li ber Kurdan (çi Kurdên Êzdî be, çi jî Kurdên Musulman) vekir, civak ne tenê unda nebû, nehelîya, lê pêra jî ji rewşa nexwendîtîyê derket û dû ra merkezeke netewî li dervayî welêt ava kir.
Pêwîste bi şîrhelalî em bişêkirînin û bêjin, gava li Kurdistanê her tiştên kurdewarî, heta axaftina bi zimanê dê jî qedexe bû, li welatê Sovîyêtê, xazma li Ermenîstana Sovîyêt, nav û dengên sazîyên Kurdî wek radîoya kurmancî ya Rewanê, rojnama «Rya teze» û den û seda ronakbirên Kurd li ser hudûdên pola ra derbas dibûn û li Kurdistanê dikete her maleke. Di nav wê civaka me da ronakbirên usa pêşda hatin, ku navên wana di dîroka Kurd û Kurdistanê da wê heta-hetayê bi herfên zêrîn bêne nivîsar.
Ji pey hilweşîna Sovîyêtê ra, ji giranbûna rewşa gelên kêmjimar ya civakî, sîyasî û aborî ra, civaka me jî bi her awayî bêpişt û bê xwedî ma. Kurdên Êzdî jî mecbûr bûn li cihanê bela bibin. Hêvîya olî li bal wan roj bi roj qels bû.
Hewceye em îdî eşkere bêjin, wekî mîsyonêrên olên xerîb jî bi her derfetan rahîştine vê civaka me, xêrnexweza jî dutîretî û dijminayî avîtine li nava Êzdîyan, xazma li Ermenîstana îroyîn. Vê demê dilsarîya mezin li nav Êzdîyên vê heremê çê bûye ji bo roja sibê. Mixabin, dûtîretî di vê civaka Êzdîyan da li van 30 salên dewî bi destûr û piştgiryîa hinek sazîyên fermî yên dewleta Ermeniyaye nû û çend zanyarên Ermenîye netewperest derketîye holê û ew dûtîretî her çiqas diçe, kûr dibe. Li Ermenîstana îroyîn gelê me perçe kirine, hetanî awa gotî «mîrekî Êzdîyayî» nûpêketî jî derxistine meydanê.
Gelo Mîr Tehsîn Begê meşûr û nûnerên rûhanî ya Lalişa Nûranî haj li van gilîyan hene? Hilbet, baş haj pê hene. Dibek eva yeka jî bû mena sereke, wekî nûnerên heyata Miglîsa Êzdîxanê dewsa Ermenîstanê berê xwe dane Gûrcistanê. Eva eşaretîke mezine jo bo seroketîya Ermenîstanê. Eger sazîyên vê dewletê yên resmî îro sîyaseta xwe di hindava gelê Kurd, welat û dîroka wî da negûhêrin, perçekirina Kurda li ser bingeha dîn nedine seknandinê, tu bawerî wê tunebe, ku sibê seroketîya Herêma Kurdistana ku xwe li riya serbixwebûnê girtye, bi seredana resmî li ser sînûrê Ermenîstanê ra derbazî welatekî cînar bibe û silavekê jî neşîne berpisyarên vî welatê qedîmî û dost ra. Bawerbîkî tû Kurdek evê yekê naxweze. Kurd herdem minetdarên gelê Ermenîne. Divê dorhêla seroketîya Ermenîstana îroyîn li ser vê yekê baş bifikire. Her me yekî ra belîye, wekî di nav gelê Ermenî da berê-paşêda û naha jî bi hezaran mirovên zane û dûrdîtî hene, ku dostanîya Kurda û Ermenîya rind derc dikin. Lê vê gavê, mixabin, ew jî bê dengin…Di vê bedbextîyê da, bêgûman, sûcê me hemûyan yên berpisyarên olkên Êzdîyan yên civakî û ruhanî jî kêm nîne.
Em vegerne li ser seradana Mîrê Êzîxanê ya li Gurcstanê. Dêmek, ji pey Îsmayîl Beg ra, bi texmîna me, eva cara duda ne, ku ji Merkeza Êzdîyan– Lalişa Nûranî nûnerên ûsaye qedirbilind têne li nav vê civaka Qawqazîyayê, halê wan ra dibine nas, bi rayedarên dewleta cî ya olî û fermî ra pêwendîyan datînîn. Hatina Îsmayîl Begê heta niha jî ji bira Êzdîyan naçûye. Ew seradan bûyareke pir girîng bû di nav dîroka Êzdiyên Rûsîyayê da. Piştî wî şexsê mezin, tê bêjî Êzdiyên Rûsîyayê hatin bîrkirinê. Lê dîsa silav li mala Xwedê, ku roja îroyîn serdana nûnerên Êzdîyaye dîrokî li paytextê Gûrcistanê –Tiblîsê gûman û hêvîyên mezin dike dilê gel.
Em bawerin, ku seredana Mîr Tehsîn Beg li Qawqazîyayê wê bibe bingeha nû ya parastin û pêşvebirina nexş û nîgarên netewî, olî û xwehesîna netewî.
Em bawarin, ku ev serdana Serokatîya Êzdiyan ya olî wê ya dawî nîbe li nav Êzdîyên herêma Sovîyêta berê.
Li hemû deverên cihanê, li ku Kurdên Êzdî dijîn, li Ermenistanê, Gurcistanê, Rûsîyayê, Ûkranîyayê, heta li Avropayê Mîrê Êzdîxanê mêvanê herî hizkirî û ezîze. Ji ber ku ew aşîtîyê, yekîtîyê û hişyarbûnê bi Nûra Şems li nav gel belav dike.
Bila her seredaneke Mîrê Êzdîxanê û nûnerên Miclîsa Êzdîyan rehên olî û netewî yên paqij û qenc bavêje di nava gel, bila pêra jî bingehên nu yên aborî saz bibin ji bo şênbûna herêma Şengalê!
De bila Xwedê piştovanê wana û hemû Êzdyan û 72 netewan be!
De bila xweşbe Mîrê Êzdîxanê – Mîr Tehsîn Beg! Bila cenabê wî bi sehet û qewat be ji bo gulvedana Lalişa Nûranî di goveka Kurdistana aza û serbixwe da!
Lalişa Nûranî qulba ayîna ola Êzdayetê ya Kurdistanêye here kevnare. Destûr û rûsqeta tû kesî tûne kevira bavêjne vê Navenda olîye zîyaretî. Ji ber ku di vê olê da em aşîtî, xêrxwezî, serbestî û serfirazîya xwe dibînin.
Wêne ji malpera www.ezdixane.ru hatine bergirtin.
Новости
С ДНЕМ РОССИИ!!!
Гимн России впервые с русского языка на курдский язык был переведен известным курдским общественным деятелем, журналистом и публицистом Приск Мгои.

Дорогие соотечественники!
От имени редколллегии сайта www.kurdist.ru поздравляем Вас с великим праздником — Днем России!
Это особенный день для всех нас — день великого и могучего государства, в который мы живем и трудимся на ее благо, любим, создаем семьи, воспитываем детей.
Пусть в этой прекрасной и великой стране каждого из вас ждет только светлое будущее, счастье и стабильное процветание, чтобы вы всегда были полны сил, энергии и желания исполнять свои мечты и достигать высот!
Редколлегия сайта www.kurdist.ru
Новости
КУРДЯНКА — НОВЫЙ МИНИСТР ОБОРОНЫ НИДЕРЛАНДОВ: ДИЛАН ЙЕШИЛГЕЗ
Дилан Йешилгёз-Зегериус (нид. Dilan Yeşilgöz-Zegerius, при рождении Дилан Йешилгёз (тур. Dilan Yeşilgöz, курд. Dîlan Yeşilgöz); род. 18 июня 1977[1], Анкара[2]) — нидерландский политический и государственный деятель курдского происхождения. Лидер Народной партии за свободу и демократию с 14 августа 2023 года. Первый вице-премьер-министр и министр обороны Нидерландов с 23 февраля 2026 года. Член Второй палаты Генеральных штатов Нидерландов с 6 декабря 2023 года и в 2017—2021 годах. В прошлом — Министр юстиции и безопасности Нидерландов (2022—2024), статс-секретарь Министерства экономики и климатической политики Нидерландов (2021—2022).
Биография
Родилась 18 июня 1977 года в Анкаре, столице Турции[3][4]. Её отец Юджел Йешилгёз[нид.] (род. 1951), курд[5] по происхождению[6], был профсоюзным деятелем левой Конфедерации революционных профсоюзов Турции. После государственного переворота в Турции 12 сентября 1980 года он бежал с семьёй из страны. Через Ирак и Иран он добрался до Нидерландов в 1984 году, когда Дилан было 7 лет. В Нидерландах он стал криминологом.
В 1991 году поступила в колледж Валлей в Амерсфорте. В 1997—2003 годах изучала культуру, организацию и менеджмент в Амстердамском свободном университете[3].
В 2004—2006 годах — сотрудник Научного бюро исследований и статистики общины Амерсфорт. В 2006—2014 годах — консультант муниципального совета Амстердама по безопасности и страхованию, участвовала в различных политических проектах[3]. Сперва была членом Социалистической партии в Амерсфорте, писала для молодёжки Партии труда и волонтёрила для Зелёных левых.
В 2004—2010 годах — специалист Amnesty International. В 2008—2011 годах член правления общественной некоммерческой организации SAVAN (Stichting Audiovisuele Antropologie Nederland)[3].
С 2010 года — член Народной партии за свободу и демократию (VVD)[3].
По результатам муниципальных выборов 2014 года избрана депутатом городского совета Амстердама от Народной партии за свободу и демократию[3].
По результатам парламентских выборов в 2017 году избрана членом Второй палаты Генеральных штатов Нидерландов от Народной партии за свободу и демократию. Переизбрана на выборах 2021 года[4][3].
25 мая 2021 года назначена статс-секретарём в Министерстве экономики и климатической политики Нидерландов в третьем кабинете Рютте[3].
10 января 2022 года назначена министром юстиции и безопасности Нидерландов в коалиционном четвёртом кабинете Рютте[англ.], сформированном по результатам парламентских выборов 2021 года[7][3].
12 июля, через два дня после отставки Марка Рютте, Йешилгёз-Зегериус выдвинула свою кандидатуру на пост следующего лидера VVD[8]. На следующий день правление партии официально выдвинуло ее на эту должность[9]. 14 августа она официально стала лидером партии VVD[10].
По результатам парламентских выборов 2023 года избрана членом Палаты представителей. Переизбрана на выборах 2025 года.
23 февраля 2026 года назначена первым вице-премьер-министром и министром обороны в коалиционном правительстве меньшинства[англ.] под руководством премьер-министра Роба Йеттена.
Примечания
- Dilan Yeşilgöz-Zegerius (нид.) — Volkspartij voor Vrijheid en Democratie.
- de Wetering S. v. Dilan Yeşilgöz-Zegerius wil Rutte opvolgen: dit wil je over haar weten (нид.) — Margriet, 2023.
- Dilan Yeṣilgöz-Zegerius (нид.). Rijksoverheid.nl. Дата обращения: 13 января 2022. Архивировано 14 января 2022 года.
- Dilan Yeşilgöz-Zegerius (нид.). Tweede Kamer der Staten-Generaal. Дата обращения: 14 января 2022. Архивировано 14 января 2022 года.
- Slomp, Door Priscilla. Mediagenieke VVD’er Yesilgöz maakte bliksemsnel carrière (нид.). NU (12 июля 2023). Дата обращения: 25 ноября 2023. Архивировано 24 ноября 2023 года.
- De wispelturige politieke zoektocht van Dilan Yesilgöz-Zegerius (нид.). FD.nl. Дата обращения: 25 ноября 2023. Архивировано 6 января 2022 года.
- Новое правительство Нидерландов приступит к работе 10 января. ТАСС (30 декабря 2021). Дата обращения: 13 января 2022. Архивировано 13 января 2022 года.
- nieuwsredactie, Door onze. Yesilgöz wil Rutte opvolgen als VVD-leider en stelt zich kandidaat (нид.). NU (12 июля 2023). Дата обращения: 20 августа 2023. Архивировано 20 августа 2023 года.
- VVD-bestuur wil Yesilgöz als opvolger Rutte (нид.). nos.nl (13 июля 2023). Дата обращения: 20 августа 2023. Архивировано 13 августа 2023 года.
- Dutch Justice Minister Becomes New Leader of Rutte’s VVD Party (амер. англ.). Yahoo News (14 августа 2023). Дата обращения: 20 августа 2023. Архивировано 20 августа 2023 года.
-
Новости6 лет назадТемур Джавоян продолжает приятно удивлять своих поклонников (Видео)
-
Исторические документы10 месяцев назадКУРДСКИЙ СУДЕБНИК САСАНИДСКОГО ПЕРИОДА: «MĀTAKDAN I HAZĀR DĀTASTĀN»(«Книга тысячи судебных решений»)
-
Страницы истории12 лет назадО личности Дария I Великого и Оронта в курдской истории
-
История13 лет назадДуховные истоки курдской истории: АРДИНИ-МУСАСИР-РАВАНДУЗ
-
История15 лет назадДинастия Сасаниды и курды
-
Интервью6 лет назадНациональная музыка для нашего народа — одна из приоритетных ценностей…
-
История15 лет назадКурдское государственное образования на территории Урарту: Страна Шура Митра
-
Культура6 лет назадТемур Джавоян со своим новым клипом «CÎnar canê («Дорогой сосед»)»

Вы должны войти в систему, чтобы оставить комментарий Вход