Опубликовано: 25.10.2011 Автор: Admin Комментарии: 0

     Erdheja malwêran ya li qeza Wanê qolanê milên me her Kurdekî şikênast. Mixabin, teyîbet ya xwe dike û benda napirse…

Lê em gerekê bê guman û bê çare nemînin. Dibê em dilbînayê bidin li ber dilê hev, sêkinbûnê bikne dilê gel. Bira serê gelê me sax be!

Kurda herdem li ber hemû fermana, dew û doza teyax kirine, herdem li ber xwe dane û di qal û cenga da bi serfirazî derketine.

Wek gelê me dibêje, baltê giran ji bo mêrane!

Li ber vê derba bi sirê jî dibê em teyax bikin û serê xwe daneynin…

     Me erdheja li Ermenîstanê ya sala 1988-an li ber çavên xwe dît. Zarîn, axîn û ofîn, şîn û girî ya mirovên perîşan heta naha jî li ber gûhê me ye. Wî çaxî hemû cihan hate hewara gelên Ermenîstanê.

     Her caran, gava Kurd li ber berê reş disekinin, cihan bê deng dimîne… û  Kurda jî derdên xwe her tenê bi destê xwe derman kirine.

     Li van rojên heznî dibê em Kurd li rex hev bisekinin, hevra bibme tifaq û piştovan, rewşa nas û nanesan bipirsin, birînên wana melehem bikin, bi hêvîya roja sibê, bi xebera xweş, bi alîkarîya pêwîst ya rojane…

Dibêjin, wekî wede çara her derdekî dibîne. Bila Xwedê ewê rojê jî bîne, ku birînên gelê me di demeke pêşda bikewin û wergûhstin bikeve mala me gişkan ya bi navê Kurdistan!

     Em, Kurdên Sovîyêta berê, raste, li birayên xwe yên devera Wanê dûrin, lê dilê meyî şikestî îro li bal wane. Em şîna gel nîvekarî û sivik dikin. Hemû dua û dirozgên me yên van rojan ji bona wane.

 

                                      Koranî, bila sere gelê Kurd sax be!

 

Bi dilkovanî,

ji navê rêveberîya malpera www.kurdist.rû û bi hezaran xwendevanên wê.

 

 

 

 

 

 

0

Оставить комментарий