Опубликовано: 27.10.2011 Автор: Admin Комментарии: 0

     Daxuyanîya çend rewşenbîrên Kurdên êzdî yên sovêta berê ji bo serdana heyata Meclîsa Êzdiyan ya ruhanî li nav êzdîyên Gurcistanê

     Ji me ra, wek rewşenbîrên Kurdên êzdî  yên Sovêta berê, cîyê kêfxweşîyê ye ku heyatek ji Meclîsa Êzdîyan ya ruhanî bi rêvabirya Mîrê  Êzdîxanê, Mîr Tehsîn Beg, serdana heremeke êzdîyan ya kevnar Ezdîyên Kavkazîyayê kiriye.

Bi dewrana eşîrên êzdiyên Serhede ji Merkeza xwe ya civakî û olî dûr bûn e, pevgirêdan û danûsitandin  ji qewlê dewranê va girêdayî pir kêm bûne.

     Nîvê sadsala 19 a, despêka sedsala 20 î, dema dewleta Rûs wê heremê da xurt bû, ji ber zulm û zora dewleta Osmanîyê, qir û birên neheqîyê êzdî mecbûr bûn birevine Kavkazîyayê, li bin deshiletdarîya Rûsan û helaqetîyên xwe tev gelê rûs xurt bikin. Wî weletî da  ji bo bawarîyê xelk azad bû, fermanên komkujî, qirkirinê ji bo olê tune bûn. 

     Bûyarên salên 1915-1920 î, dema komkujîyan Ermenîya derbeke mezin vê civaka êzdîyan jî ket, êzdî jî ji bo bawarîya xwe ketine ber wî şûrê neheq, bi  hezaran evdên êzdî hatine qirê. Serhed ji êzdîyan vala bû. Yên ber wan bûyarên xezeb mayî cûrekî xilaz bûbûn revyane Ermenistana îroyîn û bajarê Tilbîsê (Gurcistan).

      Demezirandina qeydê Sovêtê heremê da, ji bo wê civakê him qencî, him jî xiravî bi xwera anî.  Xiravî ew bû, ku ev civak weke 70-80 salî ji merkeza xwe  olî qetîyayî ma, hinek oldar hatine nefîkirin, ketine ber rêprêsyên neheqîyê, qencî jî ew bû, ku ve deshilatdaryê mecalên pêşdaçûyîna kûltûra netewî, perwerdê wan ra vekir, civak ne tenê unda nebû, nehelîya lê ji halê paşdamayîn, nexwendîtîyê derket, bi serê wê civakê merkezeke kultûra netewî li dervayî welêt  çê bû. Dema li Kurdistanê her tiştê kurdewarî, heta axaftina kurdî jî qedexe bû, dengê radîoya kurmancî ya Yêrêvanê, nav û dengê rojnema RYA TEZE û ronakbirên Kurden Ermenistanê ser hudûdên hesin ra derbas dibû dikete her maleke kurdan… Di nav wê civakê da ronakbirên usaye mezin pêşda hatin, ku navê wan dîroka gelê Kurd wê heta-hetê bixemilînin.

     Civaka Êzdîyên Serhedê, (paşmayê wan Ezdîyên Rûsîyayê)  di wan dewranên hebûn-nebûnê da  ziman û êzdîtîya xwe, rê-rizmên pêşyan, eyd-erefatên xwe xweyî  derketin, xweyî kirin.

       Ji pey hilwesîna dewleta Sovêtê ra, ji xiravbûna halê gel û civakên kêmjimar yê sîyasî, aborî ev civak ev bi her alî va bêpişt û bê xweyî ma. Mecbûr li cihanê bela bû, bawarya êzdiyatî  li bal wan qels bû, misyonêrên der bi her mecalên xwe rahîştin vê civakê, dutîretî  û dijminatî kete nav êzdîyan û civak bi helandin û undabûnê ra rû bi rû ma. Îro halekî malwêran vê civakê ra çê bûye. Bi hezara êzdî êzdîtîya xwe dihêlon.

      Wî warî da sûcê Serokatîya Êzdîyan ya civakî û ruhanî jî heye. Dilsarî û bêxemya wan himber vê civakê di van bîst-si salên dewî da rind hate xanê.

      Ji pey Îsmayîl Beg ra bi texmîna me eva cara duda ne ku ji Merkeza serokatîya Êzdîyan diçine li nav vê civakê, halê wan ra dibin nas, rayedarên dewleta cî ra (olî û hukumî) pêwendîya datînîn. Hatina Îsmayîl Begê heta niha jî ji bira vê civakê naçe, û bûyareke pir girîng  di nav dîroka êzdiyên Rûsîyayê da tê hesavkirin.

     Ji pey wî şexsyetê mezin ra tê bêjî  Êzdiyên Rûsîyayê hatin ji bîrkirin…

     Vê dema ji bo Êzdîyên Sovêta berê giran, serdana heyateke ruhanîyêye usaye maqûl li nav êzdîyên bajarê Tilbîsê çiqas jî dereng be lê dîsa hîvîyê çê dike. Bi texmîna me wê bibe bûyareke mezin. We Êzdiyên Sovêta berê ra bibe dema hişyarbûn, hevgirtin, xwe hisandin û xwe naskirinê. Dema tifaqê.

     Em bawarin ev serdan rayedarên serokatîya êzdiyan wê ya dewî nîbe, we usan jî  serdana Ezdîyên Ermenistanê, Rûsîyayê, Ûkranîyayê neyê jibîrkirin

      Wê ew serdan û pêwendî bibe despêkeke nû di pevgirêdanên merkezê û heremên êzdiyan da. Vê dewra kompûtir û pevgirêdanên rehet da, dema cihan bo çûyîn- hatin, pevgirêdanan bûye wek malekê, Merkezê zûtir bi pirobilêmen êzdiyan bihise, êzdyan tenê nahêle. Hewil bide hema bi temî û şîretên xwe gelek pirsgirêkên wan yên civakî û olî  çareser bikie:

– Bi hewildanên wan wê dewî wê dutîretîyê û dijminatîyê bê ku ketîye nava êzdîyên sovêta berê û ji dervava jî xêrnexwez wê bêtifaqîyê gur dikin..

– Bawarîya Kurden êzdî  berbi êzdîtî,  rê-rizmên kal-bavan wê xurt bibe

-Di nav Merkeza Êzdiyan  û êzdîyên dervayî welêt da we pêwendîyên hertimî çêbin.

-Dem hatîye ku ji bo heremên êzdiya yên dervayî welêt, di bin perê Merkezê da  serokatîyên herêmî bên demezirandin.

-Hinek guhestinên civakî bên kirin.

     Em razîbûna xwe elamî rêvabirîya Mala Êzdiyan ya bajarê Tilbîsê, Civata wane ruhanî û wan hemû şexsan dikin yên ku ev serdan organîze kirine.

Ji navê rewşenbîrên Sovêta berê yên ji Ermenîstanê:

Eskerê Boyîk, Tosinê Reşîd, Wezîrê Eşo, Karlênê Çaçanî, Emerîkê Serdar, Keremê Seyad, Têmûrê Xelîl, Prîskê Mihoyî, Rizganê Recefî, Tîtalê Kerem, Babyaê Keleş, Ezîzê Gerdenzerî, Hesenê Qeşeng, Rizganê Simo, Zurbê Emer, Torinê Ahmed, Hesenê Uso, Mrazê Cemal.

23. 10. 2011

 

http://www.yeziden.de/44.0.html?&tx_ttnews%5btt_news%5d=1275&tx_ttnews%5bbackPid%5d=22&cHash=060630e113465f74bc122c912ae6c129

Wêne ji malpera www.ezdixane.ru hatine bergirtin.

 

0

Оставить комментарий