Свяжитесь с нами

Литература

BEWAR BARI TEYFURI. Zindiye Newroz.

Опубликованный

вкл .

Zindîye  Newroz

 

 

 

Zindîne meydan bona niştiman,

Rabûn serhildan torinê Medan.

Ji bo azayê gel ê Kurdistan,

Dimeşe temam bûye şoreşvan.

Bo bijî Newroz agir li xwe dan,

Geç û lawên me bûne pêkrewan.

 

***   ***     **      **      **   **

 

Bi berxwedana zindîye Newroz,

Bi şeîda gel wê dike pîroz.

 

Newroz jîna nû ji mera xelat,

Ji Kewa dema ev roja felat.

 

Agrê Newrozê hingavt Rojhelat,

Bû cejn û vejîn hebûna welat.

 

Remza azayê ev roja evra,

Mizgînê didin bi agir hevra.

 

Suruşt jî şa dibe

                       Ku tê ev dem ,kat,

Girasê jînê

                Xudike heyat..

 

 

****   ****      ****        ***

 

Gelê ku bindeste

                          Dijî bê sînor,

Jîyan jêra dibe

                      Çawa dojeh,gor.

Bedela azayê

                    Hertim xwîna sor,

Ew nay pêşkêş kirin

                           Dest tînin bi zor.

 

 

4.03. 2012. 

 

 

 

NEWROZE, NEWROZ.

 

Bahar hat bahar,

Fesla altindar,

Zindî bûn kubar,

Vejîyan rizgar,

Têk çû koledar,

Aza bûn hejar,

Newroze,newroz,

Cejna we pîroz.

 

 

Tune qetilkar,

Didome rozgar,

Ey gelê aldar,

Dîrokî navdar,

Li qada hercar,

Roja nû dîyar,

Newroze, newroz,

Cejna we pîroz.

 

 

Ji Kewa xelat,

Roja nû felat,

Jîndarê welat,

Gelê rojhilat,

Kurdin avangard,

Cîhan bû abad,

Newroze,newroz,

Cejna we pîroz.

 

 

Cejna azaye,

Bo me evraye,

Ji dema maye,

Îro gel şaye,

Yekbûn rewaye,

Eyda hêjaye,

Newroze,newroz,

Cejna we pîroz.

 

Mizgînya jînê,

Da niştimanê,

Geç û xortên,

Ê Kurdistanê,

Ketin lîlanê,

Gotin cîhanê

Newroze,newroz

Cejna we pîroz.

 

 

Girtine dîlan,

Hatin mêhrîcan,

Ewledên kurdan,

Temam şoreşvan,

Bi dil şadîman,

Gotin pir gelan,

Newroze,newroz,

Cejna we pîroz.

 

Bi serhildana,

Bi qehremana,

Zekîye Alkana,

Mezlûm Doxana,

Bi pakrewana

Didome Newroz,

Newroze,newroz,

Cejna we pîroz.

 

Bi van şeîda,

Azayê deng da,

Gel pêda-pêda,

Kişîya qada,

Koledar veda,

Jînê silav da,

Newroze, newroz,

Cejna we pîroz.

 

 

 

Kedxar maf neda,

Kurd bûne hêzda,

Roja pîrozda,

Neyar ra doz da,

Jêra gor veda,

Miletê kurda,

Jînê seda da,

Newroze,newroz,

Cejna we pîroz.

 

Gellek qehreman,

Bona Kurdistan,

Bûne berxwedan,

Bûne serhildan,

Agir li xwe dan,

Ku bijî Newroz,

Newroze, newroz,

Cejna we pîroz.

 

Bi serbilindî,

Bi navek cindî,

Şeîdên kurdan,

Hemberî dew,doz,

Bûn agrê zindî,

Ku bijî newroz,

Newroze,newroz,

Cejna we pîroz.

 

Bimire dewdoz,

Tunebe aloz,

Ronahîye tim,

Agirê newroz,

Newroze,newroz,

Cejna we pîroz.

 

 

Kurd dibe rizgar,

Dibe altindar,

Çawa Hesinkar,

Alt kir sîtemkar,

Newroze,newroz,

Cejna we pîroz.

 

 

Zindîne meydan,

Ji bo Kurdistan,

Rabûn serhildan,

Torinê Medan,

Ku bike jîyan,

Netewa kurdan,

Gotin bi dil , can,

Newroze,newroz,

Cejna we pîroz.

 

 

Bi berxwedana,

Her dijî  newroz,

Kedxar bû aloz,

Roja nû pîroz,

Ey gel ê bi doz,

Newroze,newroz,

Cejna te pîroz.

 

 

3. 03.2012. 

История

Поладян А. П. Курды в VII-X веках по арабским источникам.

Опубликованный

вкл .

Автор:

Продолжить Чтение

Литература

Gulî

Опубликованный

вкл .

Автор:

PRÎSKÊ MIHOYÎ

Ezê gulîyên te bikme kefa destê xwe,

Bişom û hûrik-hûrik şe bikim,

Li ser çavên xwe hêdî wer bikim,

Dîsa bikme gulî û pê ra şa bim,

Çûme xerîbîyê – destê xwe bîhn kim,

Bîhna porê te wê here mejûyê min,

Ezê dîn û har bim, paşda vegerim,

Dîsa kezîyên te bikme kefa destê xwe,

Bişom û têl bi têl hewas şe bikim,

Wer bikim dîsa li ser dêmê xwe,

Ger dûr bikevim, têlekî hildim,

Bikim xeleq, bavêjim ustîyê xwe –

Xeleqa li serê pênûs-tifingê –

Sonda erd û esmanê me,

Gulîyên te bikim kapê xezebê,

Bavêjim ustîyê dijminê xwe!..

Продолжить Чтение

Популярные публикации