Культура
JIYANA BI LEGERINEN ZANISTIYE VE XEMILI
(Ji bo 80-salîya zanyarê navdar Ordîxanê Celîl)
Helbestvanê ermenîyayî naskirî Paryûr Sêvak li ser bendan awa nivîsîye: mirov heye–cîhan pişt kirîye û dibe, mirov jî heye–li cîhanê sîyar û bar bûye…
Bi heqî em dikarin bêjin, wekî kurdzanê bi nav û deng, doktorê wêjezanîyê, profêsor Ordîxanê Celîl ji wan zanyaranên kurda ye, yê ku «cîhaneke gewre ya kurdnasîyê» nêzîkî 50 salan pişt kiribû û di nava meydana lêgerîn-efrandarîyê re derbaz kir û gîhande qonax-herêmeke bi nav û nîşan.
Bêguman, Ordîxanê Celîl ev karê zanîstîyê yê bi rûmet û sîyanet di pêşerojê de hela dikaribû berbi hêlanên hê bilinde ve bibra, lê, mixabin, felekê nehîşt, ku ew xem û xîyala xwe tam bîne sêrî: pênc sal berê, 20-ê çirîya pêşin sala 2007-an dilkê rewşenbîr û zanyarê emekdar ji ber nexweşîya giran tab nekir û sekinî, ew di 75 salên temenê xwe de li bajarê Sankt-Pêtêrbûrgê çû li ser dilovanîya xwe…
Pesin tê tune, ger ku em bêjin, wekî di warê pêşvebirina kurdzanîyê ya li Sovîyêta berê, xazma di dereca tomarkirin û parstin, arûzûkirin û nirxandina nimûnên zargotina kurda de keda evî ewledê gelê meyî hêja û xweyşûret jî bê hed û hesabe, karmendarîya kîjanî hela wê ji hêla pisporên dîrok û çanda netewî ve bi zanîstî bê vekolanê û bi merd-merdane bê qîmetkirinê.
Ordîxanê Casimê Celîl 24-ê tebaxê sala 1932-an li Yêrvanê li mala xizmetkarekî çanda kurdayî berbiçav û nivîskarê eyan Casimê Celîl ji dayîkê bûye. Bavê wî Casimê Celîl û dayka wî Xanima Rizgo di dema şerê cîhanêyî yekemîn û rev û beza kurdên êzîdî de êtîm dimînin û tevî karwanên mihaciran ji devera Qersê bi zor û cefa dighîjine Ermenîstanê. Ew dikevine sêwîxanê û li wir bê dê û bav, bê bira û pismam mezin dibin. Ewana gelek talî-tengasîyê dibînin, heya ku dibine xwey mal û hal, heya ku ewledên wan fira dikevin û dibine mirovne kêrhatî. Dibek hema ev yek jî di vê malê de dibe bingeha qedirgirtinê ya hindava perwerda bi ruhê welatparêzîyê, têgihîştinê û aramîyê, pişgirîyê û alîhevkirinê, ji ber ku di dawîyê de her çar ewledên Casimê Celîl xwe tam pêşkêşî pirsên lêkolîna çanda netewî dikin!
Paşî xilaskirina dibistana navîn, sala 1951-ê Ordîxan li fakûltêta (zankoya) ziman û wêje ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê tê hildanê. Ew 5 salan li ber destên gelek dersbêjên xweyşûret dixwîne, xazma ew perwerda xwe di warê ziman û wêje de li ber destên zanyarên meşûr–akadêmîk H. Açaryan û H. Xapansyan, profêsor M. Mkryan û S. Xazaryan hildide. Sala 1956-an ew Zanîngehê bi qîmetên baş ve xilas dike.
Wek tê dizanin, piştî mirina Stalîn, li nîveka salên 1950-î li Yêrêvanê dergên ocaxên çanda meye netewî dîsa vedibin: rojnama «Rya teze» dîsa ronayî dîbîne, radyoya kurdî dîsa destbi weşanên xwe dike. Ordîxan xwendinê re tevayî bi hizkirin tevî xebata van îdarên çanda me jî dibe. Ew di destpêka sala 1955-an hetanî payîza sala 1958-an li para kurdî ya radyoya Rewanê kar dike–pêşîyê wek bêjer, lê dû re wek karmendê weje.
Sala 1956-an ji hêla înstîtûta dîrokê ya Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê ve ji bo li aspîrantûrayê xwendina di warê kurdzanîyê de dest bînin, lec-konkûrsa bi taybet pêk tê. Ordîxanê Celîl jî tevî wê lecê dibe û bi rûspîtî li ser dikeve. Ew dibe aspîrantê kurdî yekemîn di dereca «Zargotin û wêjeya kurdî» de. Piştî du salan înstîtûta dîrokê rênamê dide wî, ji bo ku ew li beşa Lênîngradê ya înstîtûta Rohilatzanîyê xwendina xwe bidomîne. Zûtirekê ew xwendina xwe ya li aspîrantûrayê bi serekvanîya zanyarê li cîhanê naskirî, akadêmîk Hovsêp Orbêlî li ser hevda tîne û sala 1961-ê li Lênîngradê têza xwe ya doktorîyê diqedîne û diparêze, ya ku li ser destana kurdîye dîrokî «Xanê çengzêrîn» bû. Hewceye em bînine li ser zar, wekî berî hingê ew îdî li sêktora (beşa) Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê ketibû li ser xebatê û wek karmendê zanîstîyê ewî li wir neh salan kar kir.
Sala 1968-an bi biryara Akadêmîya zanîstêyê ya Yekîtîya Sovîyêtê Ordîxanê Celîl li beşa Lênîngradê ya înstîtûta Rohilatzanîyê li ser kar tê hildane. Hema di wê demê de jî destbi xebatkarîya Ordîxanê Celîle zanîstêyê ya kur û berfire dibe.
Gerekê bê gotinê, wekî nîveka sedsala 20-î bingeha kurdzanîyêye qewîn wek şaxekî rohilatzanîyê li Yekîtîya Sovîyêtê îdî hatibû danînê, ew jî bi saya xebatên van zanyarên li cîhanê belî: V. Dîtêl, V. Bartold, V. Jûkovskî, P. Lêrx, A. Jaba, V. Mînorskî, V. Nîkîtîn, P. Avêryanov, V. Vêlyaminov-Zêrnov û yên mayîn. Lê hîmê dibistana kurdzanîyê ya Lênîngradê-Pêtêrbûrgê, bêguman zanyar-rohilatzanê meşûr Hovsêp Orbêlî danî. Ew wê demê îdî xûdanê gelek berhemên zanîstîyêye giranbaha bû, di wê jimarê de ûsan jî yên li ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurda.
Em bîr bînin, wekî di destpêka bahara sala 1959-an Hovsêp Orbêlî li para Lênîngradê ya înstîtûta Rohilatzanîyê desteke rohilatnasan ji kabînêta îranî cihê dike û koma kurdzanîyê dadimezirîne, saz dike, bi xwe jî ew serokvanîyê wê komê dike. Zanyarên xweyşuret û wê demê îdî naskirî–Qanatê Kurdo, Î. Sûkêrman, M. Rûdênko, J. Mûsaêlyan, Y. Vasîlêva û aspîrantên êgin û genc–Î. Smîrnova, Ordîxanê Celîl, Zera Elî (Yûsûpova), Kerîm Eyûbî û hinekên dinê di nava xebata wê komê de têne wergirtinê.
Hovsêp Orbêlî lêkolîn û arûzûkirina hemû pirsgrêkên dîrok, çand û zimanê kurdî dispêre vê koma zanyaran. Bi vî teherî destbi xebata kurdzanîyê ya li ser dereca nû li bajarê Lênîngradê dibe.
Wek me da kivşê, hema di dawîya salên 1960-î de destbi karmendîya Ordîxanê Celîle zanîstêyê ya kur û berfire dibe, gava ew tê Lênîngradê û li nava refên kurdzanan de xebata lêkolînerîyêva mijûl dibe. Wê demê serokê sêktora kurdzanîyê ya para înstîtûta Rohilatzanîyê zanyarê emekdar Qanatê Kurdo bû.
Ordîxanê Celîl di dereca tomarkirin, lênihêrandin û nirxandina zargotina kurdî de efatîya zanîstîyê kir. Hela di salên xwendekarîyê de hewas û mêla wî berî efrandarîya kurdîye gelêrî dîhar bû. Ew hema wê demê û salên dirêj yên dû re çendik-çend caran seredanên lêkolînerîyê mîyaser kirîye û çûye wargên kurd lê diman: yên navçeyên Ermenîstanê, Gurcistanê, Qazaxstanê, Qîrqîzstanê, Tûrkmênstanê û deverên mayîn ji bo nimûnên zargotina gelêrî berev bike û ji zarê zarbêjan ji ber binvîse. Ew bi wê armancê hetanî çûye Kurdistanê jî. Di encema wê xebata dijwar û hewaskar de li salên cihê-cihê weke 60 berhem û gotarên Ordîxanê Celîle zanîstîyê ronayî dîtine. Hêjaye navên çend pirtûkên wîye usan bidin, ku bi kurdî û rûsî çap bûne: «Kilamên gelê kurdaye lîrîkîyê» (sala 1964-an), «Poêzîya Cegerxwîne bajarvanîyê» (sala 1966-an), «Destana kurdîye dîrokî ya «Xanê çengzêrîn» (sala 1967-an), «Mesele û metelokên kurda» (hemxudan, birayê wî–Celîlê Celîl, sala 1972-an), «Çîrokên cimaeta kurda» (sala 1974-an), «Stranên zargotina kurdaye tarîqîyê» (sala 1975-an), «Zargotina kurda» (hemxudan–Celîlê Celîl, bi du cilda, sala 1978-an), «Çîrokên kurdaye gelêrî, lêgênd û gotinên pêşîyan» (sala 1989-an) û yên mayîn.
Di nava efrandarîya Ordîxanê Celîl ya zanîstîyê de stranên kurdaye dîrokî cîhkî bi taybet û berbiçav digrin. Ew stran bêtir dengbêjên kurdên êzîdî û ermenî gotine. Eva mijara bû lêgerîn-têza wîye doktorîyêye nû ya li ser qedera duemîn, ku ewî sala 1996-an bi serfirazî dîhar kir û bi rûsipîtî li Sakt-Pêtêrbûrgê parast. Hewceye bê gotinê, wekî bi saya şûret û hereketê zanîyar stranên kurdaye dîrokî cara yekemîn bi rûsî hatine wergerandinê, şêwe û binyatên wan stranan wek bûyerên dîrokî hatine nirxandinê. Ev xebata zanîstîyê wek berhemeke cihê bi navê «Stranên kurdaye dîrokî» sala 2003-an bi rûsî û kurdî hate çapkirinê, ya ku çavkanîke dîrokî, folklorî, netewnasî û zarbêjîya kurdîye ruhanî-çandî ya erhede ye.
Bê şik, mirov dikare bêje, wekî Ordîxanê Celîl di nava karmendîya xwe ya zanîstîyê de, çawa ewî herdem danî li ser zar, ji minabûn û undabûnê efrandarîya kurdaye gelerî parast û wek kelhora dewlemend ji bo nisletan hîşt.
Salên jîyana xweye dawîyê ew û birayê wî–profêsor Celîlê Celîl li ser berhema «Kurd û Kurdistan di arşîvên Rûsyayê de» kar dikirin. Sed mixabin, ku ewî ev xebata bi qîmet û fûndamêntal (bingehîn) pêra negîhand çapbûyî bibîne, ya ku îro ji bo çapê îdî amede ye.
Ordîxanê Celîl ne ku tenê zanyarê navdar bû, lê usa jî nivîskarekî xweyê dilê qenc û nazk bû, karmendekî civakêyî berbiçav û aktîv, rewşenbîr û welatparêzekî naskirî û mirovekî xweyqedir bû. Ew bengîkî kurd û Kurdistanê bû. Ji ber pênûsa wî çend berevokên helbestan û dersan, gelek gotarên hewaskar li ser pirsên deb, zargotin, rabûn-rûniştina gelê me derketine. Pirtûka wî ya bi navê «Şiyêr û poyêm» hela sala 1959-an li Yêrêvanê ronayî dîtîye. Ew endamê Şêwrên nivîskar û rojnamevanên bajarê Sankt-Pêtêrbûrgê bû, endam-gotarvanê Akadêmîya kurdîye li Îraqê yê eyînsî û endamê înstîtûta kurdî ya Parîsê bû. Gelek caran ew tevî civînên navnetewî yên li ser pirsên dîrok û çanda kurda bûye. Berhemên wî xênî kurdî û rûsî, usan jî bi gelek zimanên gelên cîhanê hatine wergerandinê û çap bûne: bi ermenî, înglîzî, almanî, firansî, şwêdî, erebî, tirkî û yên mayîn. Ewî li salên dawîyê li zankoya Rohilatzanîyê ya Ûnîvêrsîtêta Sankt-Pêtêrbûrgêye dewletê wek profêsor ders dida.
Ev gotara wê nivîşkan û ne tam be, eger em bi çend hevokan emekê ewledên malbeta Casimê Celîle dinê jî nedine kivşê, ku wana ji bo pêşvabirina çanda kurdaye netewî rêtine. Navê birayê Ordîxanê Celîl yê biçûk–doktorê dîrokzanîyê, profêsor Celîlê Celîl di nava goveka rohilatzanan de zûva nase. Ew xûdanê bi dehan berhemên pirrqîmet yên li ser dîrok û zargotina kurda ye. Vê gavê ew li Avstryayê dijî û kar dike, profêsorê Ûnîvêrsîtêta Vênayêye dewletê ye, hîmdarê pirtûkxana dewlemend ya li vî bajarî ya li ser navê Casimê Celîle. Xûşka van zanyaran ya mezin–Cemîla Celîl di warê bervkirin, tomarkirin û parastina nimûnên zarbêjîya kurdaye gelêrî de xizmeteke mezin kirîye, ewê gelk pirtûkên stran, beyt-serhatîyên kurdî çap kirine. Dota Casimê Celîle biçûk–Zînê jî di nava karê xizmeta çanda gelêrî de ye. Bi saya hereketê wê gelek berhemên xûşk û birayên wê bi rûsî û zimanên mayîn hatine wergerandê û ji bo çapê hatine amadekirinê.
Dibêjin, ku «Çîyayê bilind ji dûr ve tê kivşê». Û gelek zanyar, heval-hogirên Ordîxanê Celîl, maşoqên zargotina kurdî, zaneyên çanda netewî û xwendevan, ku xebat û berhemên wî mêze dikin û dixwînin, careke mayîn mezinaya wî wek mirov û welatparêz, wek zanîyar û bajarvan dibînin û texmîn dikin, emekê wî blind qîmet dikin û dişêkirînin.
Îro, gava mirov bi guhdar bala xwe dide rîya Ordîxanê Celîl ya zanîstîyê û efrandarîyê, dîsa tê li ser wê fikir-bawerîyê, wekî jîyana wî bi lêgerînên zanîstî ve dewlemend û xemilî bû, lêgerîn, yên ku îro bûne rûpêlên geşe usan, ku di nava dewranan de wê tu caran neyêne bîrkirinê…

Bîblîografya pirtûkên Ordîxanê Celîl
1 Şiêr û poêm. Yêrêvan, 1959. Bi zimanê k'urdî (kirîlî).
2 T'êlî H'emze. (Şiêr û poêm). Yêrêvan, 1963. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
3 Dilokêd cime'ta k'urda. Yêrêvan, 1964. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
4 Poêzîya Cegerxwîne Bajarvanîyê. (Lêk'olîn). Yêrêvan, 1966. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
5 Êposa cime'ta k'urdaye mêrxasîyê "Xanê ç'engzêr'în. Dimdim". (Lêk'olîn û têkst). Moskva, 1967. Bi zimanê r'ûsî û k'urdî (latînî).
6 Mesele û met'elokê cime'ta k'urda. K'itêba I, Yêrêvan, 1969. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
7 Zimanê k'urdî. P'irtûka dersxana IV. Yêrêvan, 1969. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
7 Mesele û met'elokê cime'ta k'urda. K'itêba II, Yêrêvan, 1971. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
8 Stranê zargotina k'urdaye t'arîqîyê. Yêrêvan, 1975. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
9 Zimanê k'urdî. K'itêba dersxana IV. Yêrêvan, 1975. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
10 Stranê zargotina k'urdaye t'arîqîyê. Bexda, 1977. Bizimanê k'urdî (soranî).
11 Zimanê k'urdî. K'itêba dersxana IV. Yêrêvan, 1980. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
12 Zimanê k'urdî. K'itêba dersxana IV. Yêrêvan. 1985. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
13 Mesele û met'elokên gelê k'urd. Tevî Celîlê Celîl. Moskva, 1972. Bi zimanê k'urdî (latînî) û r'ûsî.
14 Gulçin. (Nimûneyên bijare ji zargotina k'urda). Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1972. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
15 Ç'îr'okên gelê k'urd. Yêrêvan, Tevî Celîlê Celîl. 1974. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
16 Sîyarê xeybê. Ç'îr'okên k'urdî. Tevî Celîlê Celîl. Vîlnyûs, 1976. Bi zimanê lîtvanî.
17 Mesele û met'elokên gelê k'urd. Tevî Celîlê Celîl. Zürich, 1976. Bi zimanê k'urdî (latînî).
18 Zargotina k'urda. P'irtûkên I, II. Tevî Celîlê Celîl. Moskva, 1978. Bi zimanê k'urdî (latînî).
19 Zargotina k'urda. P'irtûka 1. Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1979. Bi zimanê k'urdî (latînî).
20 Zargotina k'urda. P'irtûka 2. Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1982. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
21 Qisaet hiza al-folklor al-kurdî. Beyrût 1982. Bi zimanê erebî.
22 Gulanç'kzêr'în. (Nimûneyên bijare ji zargotina k'urda). Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1983. Bi zimanê k'urdî )kîrîlî).
23 Gulçin. (Nimûneyên bijare ji zargotina k'urda). Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1972. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
24 Ç'îr'ok, lêgênd û evsûnên k'urdî. Moskva, Tevî Celîlê Celîl û Zîna Celîl. 1989. Bi zimanê r'ûsî.
25 Mesele û met'elokên gelê k'urd. Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1991. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).
26 Zargotina k'urda. P'irtûka 1. Tevî Celîlê Celîl. Bexda. 1991 Bi zimanê k'urdî (soranî).
27 Ç'îr'okên k'urdî. Frankfûrt, Tevî Celîlê Celîl. 1993. Bi zimanê almanî.
28 Destanên k'urdî. Tevî Celîlê Celîl. Stambul, 1994. Bi zimanê k'urdî (latînî).
29 Ç'îr'ok, lêgênd û evsûnên k'urdî. Tevî Celîlê Celîl û zîna celîl. Heleb,1996. Bi zimanê erebî.
30 Kurt kahramanlim Destani DIMDIM. Stambûl, 2001 Bizimanê turkî
31 /O.Dj Djalilov/ Îstorîêskîyê pêsnî Kurdov Sankt. Pêtêrbûrg. 2003. Bi zimanê rûsî, kurdî.
32 Cegerxwîn’in Yaşami ve şiir analaysî. Stambûl, 2004. Bi zimanê turkî.
33 Zargotina k'urda. P'irtûka 1. Tevî Celîlê Celîl. Wien, 2005. Bi zimanê k'urdî (latînî).
34 Zargotina k'urda. Tevî Celîlê Celîl. Hewlêr, 2008. Bi zimanê k'urdî (soranî).
Prîskê Mihoyî,
cîgirê serokê para çapemenîyê ya Wezîreta çand û weşanan
ya Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya),
endamê Fêdêrasîyona rojnamevanên navnetewî.
Культура
С НАСТУПАЮЩИМ НОВЫМ ГОДОМ!!!
Дорогие и уважаемые посетители сайта www.kurdist.ru!
От всей души поздравляем вас с наступающим Новым годом!
Пусть 2025 год оставит в прошлом все тревоги и невзгоды, а 2026 год принесёт в вашу жизнь:
- крепкое здоровье и бодрость духа;
- радость от каждого нового дня;
- исполнение самых заветных желаний;
- тепло семейного очага и поддержку близких;
- яркие впечатления и незабываемые моменты;
- успехи в делах и новые возможности.
Желаем, чтобы в грядущем году вас окружали только добрые люди, а каждый день дарил поводы для улыбки. Пусть под бой курантов сбудутся все ваши мечты, а впереди ждут только приятные сюрпризы и грандиозные свершения!
Спасибо, что выбираете наш сайт. Мы ценим ваше внимание и стремимся делать контент ещё интереснее и полезнее.
С тёплыми пожеланиями и верой в светлое будущее,
редколлегия сайта www.kurdist.ru
Культура
Курдская принцесса
Аза Авдали, публицист
Ну, конечно же, речь пойдет о Лейле Бадирхан. Так давно вынашивала мысль написать о ней. И все никак не складывалось. Не могу даже объяснить почему. Но вот сей день настал…
Она из знаменитого рода курдских князей Бадирханов, давших Курдистану блестящую плеяду известных персон, судьба которых была сколь значима, столь и драматична. И несомненно, эта семья имеет огромную историческую ценность, потому как многие ее представители являются частью культурного наследия, сделавших так много для курдской науки, языкознания, журналистики, искусства.

Родилась Лейла в 1908 году в Стамбуле. Хотя дата ее рождения имеет разночтения. Сама Лейла считала, что родилась именно в 1908 году, в других источниках упоминается 1906 и даже 1903 год. Но все это, на мой взгляд, совсем не важно. Главное, это ее личность — потрясающая, неординарная, удивительно талантливая, свободолюбивая, выходящая за рамки образа восточной женщины. Она персона вне общепринятых представлений, определяющих характер и поведение женщин Востока. И будучи представительницей рода Бадирхан, она прославила свой знатный род, став женщиной с мировой славой и признанием. И она очень гордилась своим происхождением. Но в то же время она не признавала себя женщиной Востока. Для нее это было просто клише. Куда как важнее было ее курдское происхождение. «Я первая курдская женщина, танцевавшая в театре Ла Скала».
Вся история ее семьи отражает важные исторические и политические контексты. И личность самой Лейлы формировалась под влиянием конфликтов политического и культурного толка. Но подчинить себе ее цельную и яростную натуру было делом безнадежным. Она как бурный поток пробила свое русло и шла вперед без страха и упрека. О да, конечно же, ее идентичность формировалась в двойном измерении — национальном и гендерном. Но ни разу она не изменила своей национальной природе. Как хотите, так и понимайте это. Она была такой, какой была, и никакие общепринятые шаблоны ее не ограничивали.
Ее отец Абдуррахман Бадирхан был известным дипломатом, а мать, Генриетта Орнак — австрийская еврейка, стоматолог. Детство Лейлы было омрачено страшным потрясением. В 1913 году был издан указ о физическом уничтожении ее семьи. И они вынуждены были эмигрировать в Египет. Хочу отметить, что образованию Лейлы уделялось большое внимание. В Египте она росла в дипломатической среде Каира и Александрии и посещала лучшие школы. После смерти отца они с матерью переехали в Вену, где она начала усердно заниматься танцами. Среднее образование она получила в Монтрё (Швейцария). А вот ее первое выступление, очень громкое, случилось в Вене в 1924 году. Это был триумф. Позже она уехала в Париж, где изучала очень усердно танцы индийской и персидской культур, а также зороастрийские ритуалы. На фоне той непростой эпохи на которую пришлись ее детство, юность и зрелость, идентичность Лейлы Бадирхан формировалась, если так можно сказать, в двойном измерении — национальном, и гендерном. И ни разу она не изменила своей национальной природе. Она была такой, какой была. И никакие шаблоны ее не ограничивали. Курдский культурный конфликт несомненно переплетался с ее женской сутью, но, к счастью, не затронув ее блестящее творчество. Она много выступала на сценах театров Европы и США с программой современного танца, вдохновленных курдским и арабским стилями.
Говоря о своей хореографии и восточных танцах, Лейла отмечала, что не училась им специально. Она всегда импровизировала, используя в основном движения рук и корпуса, а не ног. В ходе своей карьеры она всегда называлась «курдской принцессой» и «курдской звездой». А уже после Второй мировой войны Лейла завершила свою карьеру танцовщицы и открыла школу танца в Париже. И да, кстати, французский художник Жан Тарже изобразил ее в своей картине «Курдский танец», а в 2015 году танцевальная группа «Месопотамия» поставил спектакль «Лейла» в ее честь. Вот ведь парадокс, с одной стороны она воспринималась как артистка «восточная», при этом сопротивляясь этому определению. Через свое искусство и жизнь Лейла Бадирхан одновременно воплощала и разрушала навязанные ей нарративы, создавая пространство для неповторимой креативности. Совершенно удивительная и неповторимая…
Хочу привести одно высказывание Лейлы Бадирхан: » Я первая курдская женщина, танцевавшая в Ла Скала. Когда меня спрашивают: «Вы женщина с Востока?», особенно применительно к Египту, где я провела часть детства, то ничего восточного я там не ощущала. Но если в вашем вопросе подразумевается: «Вы — одалиска?», то знайте: восточен лишь мой танец, но не я сама». Известно, что в 1930 году Лейла и Анри Туаш поженились и у пары родилась дочь Невин. Умерла Лейла в 1986 году. Похоронена на кладбище Сен-Клу.
Что бы мне еще хотелось сказать всенепременно? Это будет самое горькое в этом повествовании.
Некоторое время тому назад, во французской прессе появилось вот такое сообщение: » Могила знаменитой балерины и курдской принцессы Лейлы Бадирхан была обнаружена на кладбище Сен-Клу, недалеко от Парижа. Неизвестно, как ее могила оказалась забытой».
Новость об обнаружении могилы Лейлы Бадирхан сообщила в своем Twitter известная курдская сопрано Первин Чакер. Она написала: «Защита нашего культурного наследия и наших артистов должна быть нашим главным долгом», — и поблагодарила группу, которая провела поиски и нашла место захоронения Лейлы Бадирхан.
Я не буду комментировать этот печальный и непристойный факт, Первин Чакар все сказала…
-
Новости6 лет назадТемур Джавоян продолжает приятно удивлять своих поклонников (Видео)
-
Страницы истории12 лет назадО личности Дария I Великого и Оронта в курдской истории
-
История13 лет назадДуховные истоки курдской истории: АРДИНИ-МУСАСИР-РАВАНДУЗ
-
История14 лет назадКурдское государственное образования на территории Урарту: Страна Шура Митра
-
История15 лет назадДинастия Сасаниды и курды
-
Интервью6 лет назадНациональная музыка для нашего народа — одна из приоритетных ценностей…
-
Культура6 лет назадТемур Джавоян со своим новым клипом «CÎnar canê («Дорогой сосед»)»
-
Археология16 лет назадКурдистан — колыбель цивилизации. Хамукар.

Вы должны войти в систему, чтобы оставить комментарий Вход