Свяжитесь с нами

Культура

SHEVAVE EGIT: DENG-SEDA WI NAYE BIRKIRINE

Опубликованный

вкл .

Ji bo bîranîna dengbêjê xweyşuret Şevavê Egît

(1929-1967)

 

     Li dewra Sovyêta berê gazî-siloganeke awa hebû: «Tu kes nehatîye bîrkirinê, tu tişt nehatîye bîrkirinê!». Ev gazîya bi naverok kûr gelek caran bûye û heya niha jî dibe sernivîsa efrandinên bedewetîyê: serhatî û bîranînan, roman û rêzefîlman, belgok û pirtûkan…

     Li ser rûpêlên  rojnama meye netewî ya «Rya teze» jî ev gazî bi dehan salan ne dihate xarê. Gerekê bi heqî û şêkirdarî bê gotinê, wekî di dema Sovyêta berê de xênî nûçe, deng û behs û gotarên fermî rojnama «Rya teze» usan jî li ser her xizmetkarekî gelê me dinvîsî û bûyerên balkêş, ku jîyana civaka me re girêdayî bûn, bîr ne dikir û ew timê diweşandin. Lê, mixabin, li ser dengbêjê xweyşuret Şevavê Egît tu agahdarîk nehatîye nivîsarê. Di çapemenîya kurdî  ya dema îroyîn de jî her tenê navê wî tê dayînê. Dibek  mana sereke hema ew bûye, ku  dengbêjê navdar ji wede zûtir «konê xwe ji nava konan bar kirîye» û çûye rehma Xwedê. Em herdem stranên vî camêrî dibhên, lê em baş nizanin, gelo ew kî ye. Lewra jî îro em vê gotarê raber dikim, ji bo ku her kes bikaribe nasîya xwe bide jîyannîgarîya vî stranbêjê delal, ji bo ku nav-dengê dengbêj di pêşerojê de neyê bîrkirinê…

       «Tu kes nehatîye bîrkirinê, tu tişt nehatîye bîrkirinê!». Belê, em diznin, ku ev gazî li ser mêrxas û fêrizên gelên Sovyêta berê yên dema şerê cîhanêyî duemîn gotine. Xudanê van gotinan helbestvanê naskirî Olêg Bêrgolse. Ev gazî cara yekemîn sala 1960-î li ser heykelê ji bo bîranîna şehîdên berxwedan-hesara Lênîngradê li goristana vî bajarî ya bi navê  Pîskaryovê hatîye nivîsarê. Bêgûman, van peyvan em ne ku tenê dikarin li ser mêrxasên wê demê, lê usan jî li ser wan mirovan bi merd-merdane dubare bikin û bêjin, ku xizmetkarên gelê xwe yên eyinsî û erhede bûne…

A, hema dêmekî usayî hêja û nebirkirî jî dengbêjê meyî gelêrî Şevavê Egîte, emekê kîjanî hewcê bîranînê, qîmetkirinê û şêkirdarîyê ye…

     Şevavê Egît ji malbeteke pîrên êzîdîya ye, ya ku wek pîrê Xanîya ya binemala Egîtê Xudoyê Kelo tê naskirinê. Pêşîyên wî piştî şerê cîhanê yê yekemîn, di dema rev û bezê de ji gundê Kosesogûtlûyê (qeza Qersê) koçberî Ermenîstanê dibin û li gundê Gelto (li navçeya Talînê) dihêwirin. Lê berî hingê kal-bavên wî li gundê Xanê mane û du re tevî êla sîpkan ew têne deşta Eleşgirê…

Van dawîyan xudanê van xetan navnîşa kurê Şevavê Egît–Feyzo pê hesîya, ku bi neferê xwe ve li bajarê Rûsyayê yê bi navê Kanaşê (Komara Çûvaşyayê) dimîne. Me çend caran bi têlê li ser bavê wîyî rehmetî pirs-pirsyar kir.

     Dêmek, Şevavê Egît sala 1929-an li gundê Gelto hatîye cîhanê. Jîyannîgarîya wî sade û bi naveroke, lê, yazix, ne dirêje. Piştî dibistana navîn ew li zanîngeha hesabdarîyê ya du sale tê hildanê û temam dike. Dû re li gundê xwe salên dirêj wek hesabdar kar dike.

Sala 1956-an malbeta wan bar dike û diçe bajarê Gurcistanê yê bi navê Têlavîyê. Li vira wê hênê îdî çend malên mirovên wan yên pîran û nîzîkî 50 malên mirîdan diman. Bi gotina kurê wî–Feyzo, gava li vî bajarî şayîke netewî dibû, bi def û zurne dihatine li pey bavê wî û vexwendî dewatê dikirin, ji ber ku qedrê wî wek dengbêj li nava civakê de pirr bû. Ew usan jî mirovekî destemel, hostakî şereza bû: derî-pencere çê dikir, dîwarê xanîyan dadanî. Ewî bi destê xwe ji bo  neferê xwe û yên bira-pisman avayî çê kirine. Wek dibêjin, ew ne tenê efrandar bû, lê usan jî hosta û sazdar bû. Lema jî gelê me qedr û rûmeta wî bilind digirt.

     Şevavê Egît stranên xwe ji dengbêjên navsere hildane, yên ku di dewat û şayan, ode û civînên gelêrî de kilam digotin. Di navbera salên 1962-1964-an de ew çend caran dibe mêvanê beşa kurdî ya radyoya Rewanê û hema wê hênê jî stranên xwe dinvîse û qeyd dike. Vê gavê li dengxana radyoyê de bi dehan stranên wî hene. Feqet, gelek jî nehatine nivîsarê û tomar kirinê. Mirovên wî jî nikaribûne di dema xwe de wan stranan binvîsin,  ji ber ku li nîveka salên 1960-î dengnivîs û teyb di nava gel de kêm bûn…

     Tiştekî balkêşe, ku carana maşoq û pisporên sazbendîya kurdîye gelêrî (em îdî behsa guhdarvanan nakin) dengê Şevavê Egît û yê dengbêjê navdar Şeroyê Biro tevî li hev dikin! Ji bo minak, îro gelek stran bi lewz-kubra van herdu dengbêjan bi radyo, têlêvîzyonên kurdî û li tora civakî ya Internet`ê têne weşandinê. Bi rastî jî carana mirov tê dernaxe, ka bê  strana «Çûme Dêrsimê, xweş Dêrsime» Şero dibêje yanê Sevav? Eger vê stranê bi gotina van stranbêjan bi guhdar bibhêyî, tê texmîn dikî, ku akla herdu dengbêjan jî xweş û şîrîne. Herdu dengbêjên me jî bêqusûr distrên: dengê Şero bi teqil, zîz û hinekî bilinde, lê dengê Şevav nerm, zirav û hinekî nimize:

 

Wey lo-lo, wey lo-lo, wey lo-lo, wey lo-lo, wey lo-lo, wey lo,

Wey lo dilo, marimo, ne min go ezê çûme Dêrsimê, xweş Dêrsime,

Ax de  avê çema li kanîka, li gelîya, li gola li ser minda têne:

gime-gime, gime-gime, wey dil, wey dil…

 

     Bêguman, her stranbêjek xudanê dengê cihê û bi taybete. Dengê Şevavê Egît nerm, zirav û nazike. Strana wî ya «Wey lê dînê, çîya bilinde, te nabînim» îro gelek hunermendên navdar dibêjin. Lê dîsa hosta dimîne wek hosta. Gava vê stranê bi qedandina Şevavê Egît dibhêyî, tê bêjî dengê wî ji gelîkî kûr dertê û li zozanên Serhedê bela dibe û perwaz dide:

 

Wey lê dînê, çîya bilinde, te nabînim,

Wax qurbanê gul sor bûne, naçirpînim,

Gundî-malîno wezê li ser dilê xwe û kawa kubara,

ez tu dila nahebînim…

 

     Bawarbikî hemû stranên Şevavê Egît yên lîrîkîne. Ew nimûnên stranêjîya gelerî yên bengîtîyê û evîndarîyê di nava gel de gelekî belav bûne: «Çûme Dêrsimê, xweş Dêrsime», «Wey lê dînê, çîya bilinde, te nabînim», «Hey Narîn»,  «Wey malîno, wezê çawa bikim ji xwe vî dilî», «Wey lê dînê» û yên din.

    Stranên wî yên govendê jî ji bîra mirov naçin û gudarvanan bi heyr û hijmekar dihêlin: «Selîmo, lawo, te ji min xêre», «Lo-lo li min, malayan bar kir» û yên mayîn. Dibêjin, wekî Şevavê Egît ev stran di dewata de jî digotin û  ewî bi wî teherî govenda giran bi deng digerand.

Çend kilamên Şevavê Egît jî li ser jîyana nû ya dewra Sovyêtê ne. Strana «Merivê Sovêtîyê temam birane» hema yek ji wane.

    Sed mixabin, gelek xem û xîyal, nêt û meremên dengbêjê hêja nehatine sêrî. Ewî pêra negîhand hemû stranên xwe tomar û qeyd bike. Ew 9-ê gulanê sala 1967-an, di temenekî genc de, di 38-salîya xwe de ji ber nexweşîya giran çû li ser dilovanîya xwe. Tirba wî li nava mexberê êzîdîyan yê li bajarê Têlavîyê (Gurcistan) hatîye çêkirinê.

Hewceye,  ku em hinekî li ser malbeta dengbêjê nebîrkirî bisekinin. Xûşk û birakî Şevav hebûn: Gulê û Şamil. Ew jî, sed heyf, îro ne li rû hewatê ne, çûne li ser dilovanîya xwe. Birayê wî–Şamilê Egît zapitê Sovyêtê bû, rutbê wî yê polkovnîk bû. Di nava olka me ya Gurcistanê de ew nas dikirin wek mirovekî xwey qedir, hurmet û sîyanet.

     Wek gelê me dibêje, îro dûyê ocaxa Şevavê Egît dikşe. Ewî û helala wî –Gulîzera Cindo, ku niha li ser darê pîya diçe û tê, 6 zaro mezin kirin: 4 kur (Seyad, Feyzo, Xalit û Rêzo) û 2 qîz (Gulê û Svêt). Tiştekî şabûnêye, wekî ew hemû îro bûne xwey mal û hal û mirovne kêrhatî. Ew bîranîna bavê xwe geş xwey dikin, ku deng-seda wî neyê bîrkirinê…

 

Prîskê Mihoyî.

 

P.s. Gazî-silogana li destpêka gotara xwe em hinekî diguhêrin û tînine li ser «ta-benê» netewî û şêweyekî nû: «Tu xizmetkarekî gelê me gerekê neyê bîrkirinê, tu bûyereke li ser dîrok, çand û civaka me gerekê neyê bîrkirinê!».

 

 

www.kurdist.ru

 

 

Культура

С НАСТУПАЮЩИМ НОВЫМ ГОДОМ!!!

Опубликованный

вкл .

Автор:

Дорогие и уважаемые посетители сайта www.kurdist.ru!

От всей души поздравляем вас с наступающим Новым годом!

Пусть 2025 год оставит в прошлом все тревоги и невзгоды, а 2026 год принесёт в вашу жизнь:

  • крепкое здоровье и бодрость духа;
  • радость от каждого нового дня;
  • исполнение самых заветных желаний;
  • тепло семейного очага и поддержку близких;
  • яркие впечатления и незабываемые моменты;
  • успехи в делах и новые возможности.

Желаем, чтобы в грядущем году вас окружали только добрые люди, а каждый день дарил поводы для улыбки. Пусть под бой курантов сбудутся все ваши мечты, а впереди ждут только приятные сюрпризы и грандиозные свершения!

Спасибо, что выбираете наш сайт. Мы ценим ваше внимание и стремимся делать контент ещё интереснее и полезнее.

С тёплыми пожеланиями и верой в светлое будущее,
редколлегия сайта www.kurdist.ru

Продолжить Чтение

Культура

Курдская принцесса

Опубликованный

вкл .

Автор:

Аза Авдали, публицист

Ну, конечно же, речь пойдет о Лейле Бадирхан. Так давно вынашивала мысль написать о ней. И все никак не складывалось. Не могу даже объяснить почему. Но вот сей день настал…   

Она из знаменитого рода курдских князей Бадирханов, давших Курдистану блестящую плеяду известных персон, судьба которых была сколь значима, столь и драматична. И несомненно, эта семья имеет огромную историческую ценность, потому как многие ее представители являются частью культурного наследия, сделавших так много для курдской науки, языкознания, журналистики, искусства.

Родилась Лейла в 1908 году в Стамбуле. Хотя дата ее рождения имеет разночтения. Сама Лейла считала, что родилась именно в 1908 году, в других источниках упоминается 1906 и даже 1903 год. Но все это, на мой взгляд, совсем не важно. Главное, это ее личность — потрясающая, неординарная, удивительно талантливая, свободолюбивая, выходящая за рамки образа восточной женщины. Она персона вне общепринятых представлений, определяющих характер и поведение женщин Востока. И будучи представительницей рода Бадирхан, она прославила свой знатный род, став женщиной с мировой славой и признанием. И она очень гордилась своим происхождением. Но в то же время она не признавала себя женщиной Востока. Для нее это было просто клише. Куда как важнее было ее курдское происхождение. «Я первая курдская женщина, танцевавшая в театре Ла Скала». 

Вся история ее семьи отражает важные исторические и политические контексты. И личность самой Лейлы формировалась под влиянием конфликтов политического и культурного толка. Но подчинить себе ее цельную и яростную натуру было делом безнадежным. Она как бурный поток пробила свое русло и шла вперед без страха и упрека. О да, конечно же, ее идентичность формировалась в двойном измерении — национальном и гендерном. Но ни разу она не изменила своей национальной природе. Как хотите, так и понимайте это. Она была такой, какой была, и никакие общепринятые шаблоны ее не ограничивали.  

Ее отец Абдуррахман Бадирхан был известным дипломатом, а мать, Генриетта Орнак — австрийская еврейка, стоматолог. Детство Лейлы было омрачено страшным потрясением. В 1913 году был издан указ о физическом уничтожении ее семьи. И они вынуждены были эмигрировать в Египет. Хочу отметить,  что образованию Лейлы уделялось большое внимание. В Египте она росла в дипломатической среде Каира и Александрии и посещала лучшие школы. После смерти отца они с матерью переехали в Вену, где она начала усердно заниматься танцами. Среднее образование она получила в Монтрё (Швейцария). А вот ее первое выступление, очень громкое, случилось в Вене в 1924 году. Это был триумф. Позже она уехала в Париж, где изучала очень усердно танцы индийской и персидской культур, а также зороастрийские ритуалы. На фоне той непростой эпохи на которую пришлись ее детство, юность и зрелость, идентичность Лейлы Бадирхан формировалась, если так можно сказать, в двойном измерении — национальном, и гендерном. И ни разу она не изменила своей национальной природе. Она была такой, какой была. И никакие шаблоны ее не ограничивали. Курдский культурный конфликт несомненно переплетался с ее женской сутью, но, к счастью, не затронув ее блестящее творчество. Она много выступала на сценах театров Европы и США с программой современного танца, вдохновленных курдским и арабским стилями.

Говоря о своей хореографии и восточных танцах, Лейла отмечала, что не училась им специально. Она всегда импровизировала, используя в основном движения рук и корпуса, а не ног. В ходе своей карьеры она всегда называлась «курдской принцессой» и «курдской звездой». А уже после Второй мировой войны Лейла завершила  свою карьеру танцовщицы и открыла школу танца в Париже. И да, кстати, французский художник Жан Тарже изобразил ее в своей картине «Курдский танец», а в 2015 году танцевальная группа «Месопотамия» поставил спектакль «Лейла» в ее честь. Вот ведь парадокс, с одной стороны она воспринималась как артистка «восточная», при этом сопротивляясь этому определению. Через свое искусство и жизнь Лейла Бадирхан одновременно воплощала и разрушала навязанные ей нарративы, создавая пространство для неповторимой креативности. Совершенно удивительная и неповторимая… 

Хочу привести одно высказывание Лейлы Бадирхан: » Я первая курдская женщина, танцевавшая в Ла Скала. Когда меня спрашивают: «Вы женщина с Востока?», особенно применительно к Египту, где я провела часть детства, то ничего восточного я там не ощущала. Но если в вашем вопросе подразумевается: «Вы — одалиска?», то знайте: восточен лишь мой танец, но не я сама». Известно, что в 1930 году Лейла и Анри Туаш поженились и у пары родилась дочь Невин. Умерла Лейла в 1986 году. Похоронена на кладбище Сен-Клу.

Что бы мне еще хотелось сказать всенепременно? Это будет самое горькое в этом повествовании.

Некоторое время тому назад, во французской прессе появилось вот такое сообщение: » Могила знаменитой балерины и курдской принцессы Лейлы Бадирхан была обнаружена на кладбище Сен-Клу, недалеко от Парижа. Неизвестно, как ее могила оказалась забытой».

Новость об обнаружении могилы Лейлы Бадирхан сообщила в своем Twitter известная курдская сопрано Первин Чакер. Она написала: «Защита нашего культурного наследия и наших артистов должна быть нашим главным долгом», — и поблагодарила группу, которая провела  поиски и нашла место захоронения Лейлы Бадирхан. 

Я не буду комментировать этот печальный и непристойный факт, Первин Чакар все сказала…

Продолжить Чтение

Популярные публикации