Культура
SHEVAVE EGIT: DENG-SEDA WI NAYE BIRKIRINE
Ji bo bîranîna dengbêjê xweyşuret Şevavê Egît
(1929-1967)
Li dewra Sovyêta berê gazî-siloganeke awa hebû: «Tu kes nehatîye bîrkirinê, tu tişt nehatîye bîrkirinê!». Ev gazîya bi naverok kûr gelek caran bûye û heya niha jî dibe sernivîsa efrandinên bedewetîyê: serhatî û bîranînan, roman û rêzefîlman, belgok û pirtûkan…
Li ser rûpêlên rojnama meye netewî ya «Rya teze» jî ev gazî bi dehan salan ne dihate xarê. Gerekê bi heqî û şêkirdarî bê gotinê, wekî di dema Sovyêta berê de xênî nûçe, deng û behs û gotarên fermî rojnama «Rya teze» usan jî li ser her xizmetkarekî gelê me dinvîsî û bûyerên balkêş, ku jîyana civaka me re girêdayî bûn, bîr ne dikir û ew timê diweşandin. Lê, mixabin, li ser dengbêjê xweyşuret Şevavê Egît tu agahdarîk nehatîye nivîsarê. Di çapemenîya kurdî ya dema îroyîn de jî her tenê navê wî tê dayînê. Dibek mana sereke hema ew bûye, ku dengbêjê navdar ji wede zûtir «konê xwe ji nava konan bar kirîye» û çûye rehma Xwedê. Em herdem stranên vî camêrî dibhên, lê em baş nizanin, gelo ew kî ye. Lewra jî îro em vê gotarê raber dikim, ji bo ku her kes bikaribe nasîya xwe bide jîyannîgarîya vî stranbêjê delal, ji bo ku nav-dengê dengbêj di pêşerojê de neyê bîrkirinê…
«Tu kes nehatîye bîrkirinê, tu tişt nehatîye bîrkirinê!». Belê, em diznin, ku ev gazî li ser mêrxas û fêrizên gelên Sovyêta berê yên dema şerê cîhanêyî duemîn gotine. Xudanê van gotinan helbestvanê naskirî Olêg Bêrgolse. Ev gazî cara yekemîn sala 1960-î li ser heykelê ji bo bîranîna şehîdên berxwedan-hesara Lênîngradê li goristana vî bajarî ya bi navê Pîskaryovê hatîye nivîsarê. Bêgûman, van peyvan em ne ku tenê dikarin li ser mêrxasên wê demê, lê usan jî li ser wan mirovan bi merd-merdane dubare bikin û bêjin, ku xizmetkarên gelê xwe yên eyinsî û erhede bûne…
A, hema dêmekî usayî hêja û nebirkirî jî dengbêjê meyî gelêrî Şevavê Egîte, emekê kîjanî hewcê bîranînê, qîmetkirinê û şêkirdarîyê ye…
Şevavê Egît ji malbeteke pîrên êzîdîya ye, ya ku wek pîrê Xanîya ya binemala Egîtê Xudoyê Kelo tê naskirinê. Pêşîyên wî piştî şerê cîhanê yê yekemîn, di dema rev û bezê de ji gundê Kosesogûtlûyê (qeza Qersê) koçberî Ermenîstanê dibin û li gundê Gelto (li navçeya Talînê) dihêwirin. Lê berî hingê kal-bavên wî li gundê Xanê mane û du re tevî êla sîpkan ew têne deşta Eleşgirê…
Van dawîyan xudanê van xetan navnîşa kurê Şevavê Egît–Feyzo pê hesîya, ku bi neferê xwe ve li bajarê Rûsyayê yê bi navê Kanaşê (Komara Çûvaşyayê) dimîne. Me çend caran bi têlê li ser bavê wîyî rehmetî pirs-pirsyar kir.
Dêmek, Şevavê Egît sala 1929-an li gundê Gelto hatîye cîhanê. Jîyannîgarîya wî sade û bi naveroke, lê, yazix, ne dirêje. Piştî dibistana navîn ew li zanîngeha hesabdarîyê ya du sale tê hildanê û temam dike. Dû re li gundê xwe salên dirêj wek hesabdar kar dike.
Sala 1956-an malbeta wan bar dike û diçe bajarê Gurcistanê yê bi navê Têlavîyê. Li vira wê hênê îdî çend malên mirovên wan yên pîran û nîzîkî 50 malên mirîdan diman. Bi gotina kurê wî–Feyzo, gava li vî bajarî şayîke netewî dibû, bi def û zurne dihatine li pey bavê wî û vexwendî dewatê dikirin, ji ber ku qedrê wî wek dengbêj li nava civakê de pirr bû. Ew usan jî mirovekî destemel, hostakî şereza bû: derî-pencere çê dikir, dîwarê xanîyan dadanî. Ewî bi destê xwe ji bo neferê xwe û yên bira-pisman avayî çê kirine. Wek dibêjin, ew ne tenê efrandar bû, lê usan jî hosta û sazdar bû. Lema jî gelê me qedr û rûmeta wî bilind digirt.
Şevavê Egît stranên xwe ji dengbêjên navsere hildane, yên ku di dewat û şayan, ode û civînên gelêrî de kilam digotin. Di navbera salên 1962-1964-an de ew çend caran dibe mêvanê beşa kurdî ya radyoya Rewanê û hema wê hênê jî stranên xwe dinvîse û qeyd dike. Vê gavê li dengxana radyoyê de bi dehan stranên wî hene. Feqet, gelek jî nehatine nivîsarê û tomar kirinê. Mirovên wî jî nikaribûne di dema xwe de wan stranan binvîsin, ji ber ku li nîveka salên 1960-î dengnivîs û teyb di nava gel de kêm bûn…
Tiştekî balkêşe, ku carana maşoq û pisporên sazbendîya kurdîye gelêrî (em îdî behsa guhdarvanan nakin) dengê Şevavê Egît û yê dengbêjê navdar Şeroyê Biro tevî li hev dikin! Ji bo minak, îro gelek stran bi lewz-kubra van herdu dengbêjan bi radyo, têlêvîzyonên kurdî û li tora civakî ya Internet`ê têne weşandinê. Bi rastî jî carana mirov tê dernaxe, ka bê strana «Çûme Dêrsimê, xweş Dêrsime» Şero dibêje yanê Sevav? Eger vê stranê bi gotina van stranbêjan bi guhdar bibhêyî, tê texmîn dikî, ku akla herdu dengbêjan jî xweş û şîrîne. Herdu dengbêjên me jî bêqusûr distrên: dengê Şero bi teqil, zîz û hinekî bilinde, lê dengê Şevav nerm, zirav û hinekî nimize:
Wey lo-lo, wey lo-lo, wey lo-lo, wey lo-lo, wey lo-lo, wey lo,
Wey lo dilo, marimo, ne min go ezê çûme Dêrsimê, xweş Dêrsime,
Ax de avê çema li kanîka, li gelîya, li gola li ser minda têne:
gime-gime, gime-gime, wey dil, wey dil…
Bêguman, her stranbêjek xudanê dengê cihê û bi taybete. Dengê Şevavê Egît nerm, zirav û nazike. Strana wî ya «Wey lê dînê, çîya bilinde, te nabînim» îro gelek hunermendên navdar dibêjin. Lê dîsa hosta dimîne wek hosta. Gava vê stranê bi qedandina Şevavê Egît dibhêyî, tê bêjî dengê wî ji gelîkî kûr dertê û li zozanên Serhedê bela dibe û perwaz dide:
Wey lê dînê, çîya bilinde, te nabînim,
Wax qurbanê gul sor bûne, naçirpînim,
Gundî-malîno wezê li ser dilê xwe û kawa kubara,
ez tu dila nahebînim…
Bawarbikî hemû stranên Şevavê Egît yên lîrîkîne. Ew nimûnên stranêjîya gelerî yên bengîtîyê û evîndarîyê di nava gel de gelekî belav bûne: «Çûme Dêrsimê, xweş Dêrsime», «Wey lê dînê, çîya bilinde, te nabînim», «Hey Narîn», «Wey malîno, wezê çawa bikim ji xwe vî dilî», «Wey lê dînê» û yên din.
Stranên wî yên govendê jî ji bîra mirov naçin û gudarvanan bi heyr û hijmekar dihêlin: «Selîmo, lawo, te ji min xêre», «Lo-lo li min, malayan bar kir» û yên mayîn. Dibêjin, wekî Şevavê Egît ev stran di dewata de jî digotin û ewî bi wî teherî govenda giran bi deng digerand.
Çend kilamên Şevavê Egît jî li ser jîyana nû ya dewra Sovyêtê ne. Strana «Merivê Sovêtîyê temam birane» hema yek ji wane.
Sed mixabin, gelek xem û xîyal, nêt û meremên dengbêjê hêja nehatine sêrî. Ewî pêra negîhand hemû stranên xwe tomar û qeyd bike. Ew 9-ê gulanê sala 1967-an, di temenekî genc de, di 38-salîya xwe de ji ber nexweşîya giran çû li ser dilovanîya xwe. Tirba wî li nava mexberê êzîdîyan yê li bajarê Têlavîyê (Gurcistan) hatîye çêkirinê.
Hewceye, ku em hinekî li ser malbeta dengbêjê nebîrkirî bisekinin. Xûşk û birakî Şevav hebûn: Gulê û Şamil. Ew jî, sed heyf, îro ne li rû hewatê ne, çûne li ser dilovanîya xwe. Birayê wî–Şamilê Egît zapitê Sovyêtê bû, rutbê wî yê polkovnîk bû. Di nava olka me ya Gurcistanê de ew nas dikirin wek mirovekî xwey qedir, hurmet û sîyanet.
Wek gelê me dibêje, îro dûyê ocaxa Şevavê Egît dikşe. Ewî û helala wî –Gulîzera Cindo, ku niha li ser darê pîya diçe û tê, 6 zaro mezin kirin: 4 kur (Seyad, Feyzo, Xalit û Rêzo) û 2 qîz (Gulê û Svêt). Tiştekî şabûnêye, wekî ew hemû îro bûne xwey mal û hal û mirovne kêrhatî. Ew bîranîna bavê xwe geş xwey dikin, ku deng-seda wî neyê bîrkirinê…
Prîskê Mihoyî.
P.s. Gazî-silogana li destpêka gotara xwe em hinekî diguhêrin û tînine li ser «ta-benê» netewî û şêweyekî nû: «Tu xizmetkarekî gelê me gerekê neyê bîrkirinê, tu bûyereke li ser dîrok, çand û civaka me gerekê neyê bîrkirinê!».
Культура
ПАШАЕ АФО: «НЕ СМОТРИ НА МЕНЯ ТАК!..»
(Его памяти)
Не смотри на меня так, не смотри на меня так,
Без дыма, без дыма — сердце моё горит!..
Три года назад, почти в эти же сентябрьские дни, тысячи поклонников народного певца Пашае Афо услышали эти строки его песни — но на этот раз не так, как обычно. В тот день они звучали с особой грустью и состраданием.
К тому времени он уже несколько месяцев тяжело болел. Сердце этого певца, автора песен и обладателя тонкого, мягкого голоса горело — без дыма, без конца…
В начале сентября 2023 года мне позвонил мой друг Хачое Коте и сообщил, что Пашае Афо очень тяжело болен: у него онкологическое заболевание. Он отгородился от всех — от друзей, родственников, от окружающего мира. Отключил телефон и ни на чьи звонки не отвечал.
У меня были два его номера телефона. Я звонил ему, набирал снова и снова, но, увы, ответа не было. И тогда я погрузился в тяжёлые раздумья: «Эх, коварная судьба!..»
Да, этот мир не является чьей-либо собственностью, и жизнь человеческая не вечна. Но болезнь приходит внезапно, не выбирая людей, не зная ни границ, ни времени года…
И вот 22 сентября пришла печальная весть: по милости Божией Пашае Афо скончался.
С грустным и тоскливым сердцем, с глубокими и тревожными мыслями я мысленно вернулся в середину 1970-х годов, когда песни Пашае звучали в эфире нашего ереванского радио.
Царство ему Небесное! Халиле Чачан Мурадов в своё время пригласил Пашае Афо и записал несколько его песен, которые до сих пор хранятся в золотом фонде радио: «Wisa nenêr tû li min», «Ax, nazikê, nazdarê», «Ez werdeka gola şînim», «Giryê saz».
В последние годы Пашае Афо сочинял песни на стихи Аскяре Боика, Хачое Каро и автора этих строк и публиковал их в социальных сетях.
Он был очень добрым человеком и хорошим другом. Мы часто созванивались. Паша говорил, что по музыкальному стилю, особенно по характеру аранжировок, его творчество близко к пению Араме Тикрана. И в этом действительно была своя истина: Арам играл на сазе, а Паша пел.
Однажды он позвонил мне, и мы долго разговаривали о народном фольклоре, музыке и песнях. В конце нашей беседы он спел мне одну историческую песню.
Паша также сочинял песни на собственные стихи. Он знал множество хороводных песен. В минуты радости он пел, пел и танцевал на свадьбах, радуя людей своим мягким и проникновенным голосом.
Пашае Афо родился 11 сентября 1956 года в селе Кибихтапа Талинского района Армении. После окончания школы два года служил в Красной Армии. После военной службы получил высшее образование в Ярославском педагогическом университете в России. В течение многих лет преподавал русский язык в соседнем селе Сорик. Долгое время был главой своей родной деревни.
После распада Советского Союза Паша вместе с семьёй уехал в Россию и поселился в Ярославле. В этом городе проживает большая езидская община.
Именно в Ярославле, 22 сентября 2023 года, после непродолжительной болезни Пашае Афо ушёл из жизни.
В течение трёх дней перед его домом было многолюдно: поклонники, друзья, земляки и знакомые приходили проститься с любимым певцом.
Пашае Афо был похоронен на Ездском кладбище Ярославской области.
Сегодня ему исполнилось бы 70 лет.
И сегодня, в день рождения Пашае Афо, в наших ушах вновь звучат строки его песни. Но теперь они звучат иначе — с глубоким волнением, светлой грустью и чувством благодарности за его жизнь, его творчество и память, которую он оставил после себя.
Не смотри на меня так, не смотри на меня так,
Без дыма, без дыма — сердце моё горит!..
Приск Мгои
Россия, Ижевск, 11 сентября 2026 года
Культура
PAŞAYÊ EFO: WISA NENÊR TU LI MIN!..(Bona roja bûyîna wî)
Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min,
Bê dû, bê dû dişewite dilkê min!..
Sê sal berê hema vê mehê ev xetên strana Paşayê Efo guhê bi hezeran maşoqên stranbêjîya gelêrî da kirine zingîn, lê ne mîna hercar. Wê carê bi xemgînî û dilkovanî…
Ew çend meh bûn, ku agir dilkê vî dengbêjê xudanê dengê zîz û nazik ketibû, bê du, bê dû dişewitî…
Destpêka îlonê sala 2023-a hevalê min – Xaçoyê Qero min ra têlê xist û got, wekî Paşa gelekî bethale û têla xwe jî vêsandye, berê xwe ji her kesî – ji heval-hogiran, ji bira-pismaman, dost û xêrxwezan, lo ji cîhanê guhastye.
Du hejmarên têlên wî li bal min hebûn: min jî têlê xist, lê, mixabin… bersiv tune bû. Û wê demê ez ketme nava tefekûryê û mitalan: «Hey, Felek, mala te bişewite!..». Hemîn, dinya milkê bavê kesekî nîne, lê nexweşî mixenete: xet û sînoran, cihal û ahalan, çax û mecalan, dem û dewranê napirse.
Û 22-ê îlonê caba nebxêrîyê min ra hat, wekî Paşayê Efo çûye ber dilovanîya Xwedê…
Bi dilê xemgîn û kovan, bi mitalên kûr û betreng, bi hesîna kela genctîyê ez çûme nîveka salên 1970-î, gava kilamên Paşa bi radyoya meye Rewanê didan. Rema Xwedê Xelîlê Çaçan Mûradov be. Ewî wê hênê gazî Paşa kir û çend stranên wî qeyd kir û heya niha jî ew di dengxana radyoya me da têne parastinê: «Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min», «Ax nazikê nazdarê», «Ez werdeka gola şînim», «Giryê saz».
Van çend salên dawî Paşayê Efo helbestên Eskerê Boyîk, Xaçoyê Qero û xudanê van xetan jî kiribû kilam û di tora civakî da weşandibû. Hevalekî gelek berbihêr û qenc bû. Herdem me hevra têlê dixist. Digot, wekî awaz û akla wî mîna ya Aramê Tîkrane. Rastî jî usane: Aram saz dixe û ew jî distrê.
Carekê minra dîsa têlê xist û got, gelo mal-bendên kilaman, gava diwekilin, wê ra çi dibêjin. Min gotê: bendveger, bendwekil, dubend… Şa bû, pê têlê straneke mêranîyê min ra got…
Paşa helbest jî dinvîsî û dikire kilam. Ewî gelek kilamên govendan jî dizanibû. Wextê şayan dikete govendê, hewas-hewas dilîst û bi dengê xweyî nerm û zîz distra û govend digerand…
Paşayê Efo 11-ê îlonê sala 1956-a li gundê Qibixtepe (Navçeya Talînê, li Ermenîstanê) ji dayîkê bûye. Piştî dibistana navîn ew du salan di cêrgên Ordya Sor da qulix dike. Paşî eskerîyê ew xwendina bilind li Zankoya bajarê Yaroslavlê (Rûsya) ya amedekirina dersdaran dest tîne û li gundê cînar – Sorîkê salên dirêj dersên zimanê rûsî dida. Dû ra demeke dirêj bû serokê gundê kal-bavên xwe. Piştî hilweşbûna Sovîyêtê ew bi malbetî çû Rûsyayê û li bajarê Yaroslavlê hêwirî.
Olkeke meye mezin li vê qeza Yaroslavê heye. Û hema li vî bajarî 22-ê îlona sala 2023-a piştî nexweşîya demkin ew çû ber dilovanya Xwedê. Sê rojan hewarî-gazî li ber derê koçika Paşayê Efo kêm nedibûn… Maytê wî di nava mexberê êzîdîyên vê qezayê da sipartine ax-berên sar.
… Û îro jî, roja bûyîna Paşayê Efo, dîsa ev xetên strana wî li guhê me da hema dikine zingîn. Lê vê carê bi histerata kûr, bi şêkirdarîya berbî bîranîna wîye heta-hetayê…
Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min,
Bê dû, bê dû dişewite dilkê min!..
Prîskê Mihoyî,
Rûsya, Îjêvsk, 11.09.2026.
-
Новости6 лет назадТемур Джавоян продолжает приятно удивлять своих поклонников (Видео)
-
Исторические документы1 год назадКУРДСКИЙ СУДЕБНИК САСАНИДСКОГО ПЕРИОДА: «MĀTAKDAN I HAZĀR DĀTASTĀN»(«Книга тысячи судебных решений»)
-
Курдские племена,кланы,роды.18 лет назадThe Kurdish tribes of the Ottoman Empire
-
Страницы истории13 лет назадО личности Дария I Великого и Оронта в курдской истории
-
История13 лет назадДуховные истоки курдской истории: АРДИНИ-МУСАСИР-РАВАНДУЗ
-
История15 лет назадДинастия Сасаниды и курды
-
Интервью6 лет назадНациональная музыка для нашего народа — одна из приоритетных ценностей…
-
История15 лет назадКурдское государственное образования на территории Урарту: Страна Шура Митра

Вы должны войти в систему, чтобы оставить комментарий Вход