PRÎSKÊ MIHOYÎ
Ezê gulîyên te bikme kefa destê xwe,
Bişom û hûrik-hûrik şe bikim,
Li ser çavên xwe hêdî wer bikim,
Dîsa bikme gulî û pê ra şa bim,
Çûme xerîbîyê – destê xwe bîhn kim,
Bîhna porê te wê here mejûyê min,
Ezê dîn û har bim, paşda vegerim,
Dîsa kezîyên te bikme kefa destê xwe,
Bişom û têl bi têl hewas şe bikim,
Wer bikim dîsa li ser dêmê xwe,
Ger dûr bikevim, têlekî hildim,
Bikim xeleq, bavêjim ustîyê xwe –
Xeleqa li serê pênûs-tifingê –
Sonda erd û esmanê me,
Gulîyên te bikim kapê xezebê,
Bavêjim ustîyê dijminê xwe!..