Опубликовано: 29.04.2013 Автор: Admin Комментарии: 0

Caweke kêfxweşiyê û serbilindiyê gihîşte me.

 

Asambilêya gelê komara Qazaxistanê, ku sala 1995 a ji aliyê prîzîdêntê wê komarê Nûrsultan Nazarbayêv da hatiye avakirin xwe jî serok e, çend roj berê, 24 meha nîsanê, di civîna xwe da birayê meyî hêja profêsor, rojhilatzan, serokê fêdêrasiyona Kurdê Qazaxistanê “Berbang” Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv bi yekdengî bijart wek cîgirê serokê Asambilêyê- N.A.Nazarbayêv.

Eva bûyareke dilşabûnêye mezin e, çawa ji bo kurdê wê komarê, temamiya gêlê kurd lê zeftir ji bo heval-hogirê wî, xazma ji bo wan ku rêyên jîyanê da tev mrşyan e.

Rêya Kinyaze rewşenbîriyê salên dibistanê da dest pê bûye.

 

Bûyarên dîrokêye dema deshiletdariya sovêtê, nefiya gelek gelaye salên 1937 a û peyra Qazaxistan kirin pirgel. Ne ku tenê bû  pirgel lê bû weletekî pêşdaçûyî zengîn.

Nîvê salê şêstî, li bajarê Yêrêvanê  komela me ya xwedevan û gêncên Kurd hebû.  Xwendevan û gêncên me pirr bûn û hevtêk tunebû ku em li hev necivyana. Cîyê civîn û xebata komela me jî tunebû, (Sovêtê da cî nedidan komelên netewî ). Em carna aûdîtorê zanîngehan, carna odên xwendkaran yên razanê, carna jî hema nav baxçên bajêr da dihatin cem hev

Wê demê Başûrê welatê me da bi serokatya Barzanyê Mezin tevger û serhildan bû. Xwenaskirina miletyê û hêza weletparêzyê li nav kurdên Ermenistanê da pirr bilind bûbû.    Komela me  mehê carekê êvarî li ser pirsgirêkên dîrok, çand, ziman, şerkarya gelê kurd ya azadaryê çê dikir  .. Temamya rewşembîrên me û usa jî karkir û gundiyên kurd yên Yêrêvanê û der-dora wê malêva, jin zarokava dihatin civînên me, dengbêj û sazbendan konsêrtên hewaskar didan.

Wê demê xortekî bedewî bilind jî bi aktîvî tevî xebatê komelê dibû… Nenihêrî bejin-bala xweye merdane ew emrê xwe da yê herî biçûk bû, çiqas tê bîra min hê şagirtê dibistanê bû.  Digotin lawê xûşka nivîskarê kurdî bi nav û deng, remetyê Wezîrê Nadirî ye…Kêfa gişka jêra dihat, ew hiz dikirin. Jiwê demê da ez pismamê xweyî hêja Kinyazê Îbrahîm ra nas û dostim…

Rind tê bîra min, paşê Kinyaz salekê-duda  bû rêvabirê wê komelê jî. 

Ji wî nivşê me gelek kadirên bi nav û deng derketin, Ji wan yek jî  birayê minî hêja, akadêmîkê Akadêmya  xwendina bilinde navnetewî û Akadêmîya zanîstê sosîologiyê,  prof. doktorê ulmê fîlologyê, prorêktorê Ûnîvêrsîtêta ser navê Abay ya bajarê Almatayê, Komara Qazaxistanê Kinyazê Îbrahîm.

Bawarkî 35-40 salî me hevaltî kirye…Ew xortê aqilî bi şûret, li ber çavê me derecê, zanestyê ra gav bi gav bilind bû: xwendkarê Zanîngeha dersdarhazirkirnê ya ser navê   Xaçatûr Abovyan li bajarê  Yrêvanê, aspîrant û dersbêjê wê zanîngehê, doktoriya ewlin, doktoriya duda, pirofêsorî,  cîgirê  dêkan, rêvabirê par û ambîona zimanê azeyrbêcanî, endemê yekîtya nivîskarê Welatê Sovyêtê, serokê beşa nivîskarêên  Azeyrbêcanî ya rex yekîtya nivîskarên Ermenistanê.

Wan sala, Kinyaz çiqas jî  bi pêşe û karê xwe ziman, çanda Azerya va girêdayî bû, lê dilê wî li nav civak, tevger, hatin – çûyîna gelê wî da bû. Pêşewityekî kurdîtyêyî usa bû, ku navê wî tim di nav her dereceke kurdewaryê da, cêrgên ewlin da bû… Herd dîsêrtasiyayên wî û temamya xebatên wî bi tomerî li ser pirsgirêkên edebiyeta Kurdîn e.

Ermenistanê da goveka heval, nas û dostê wî pir bû. Emekê wî pirr e ser wan xort û keçên kurdan ku mektebên Ermenistanê yên zimanê azerî da dixwendin, ji pey qedandina mektebê   bi alîkarya wî gelek ji wan dibûne xwedevanê wê parê kîjan wî rêvadibir…

Dewya salên hestêyî salên dijwer seva me Kurdan hatin. Welatê Sovyêtê li hev ket. Pêlên miletçîtyê Ermrnistan hildan. Dutîretî kirine nava civaka Kurdan. Kinyaz jî tevî temamya rewşembirên kurd, her tişt kirin, ku nişkêva xiravî di navbera civaka me da çê nebe, xêrnexwez û dijminê gelê me negihîjin meremê xwe..

Wan salên dijwer Kinyazê Îbrahîmji bo Kurdên musulman, bi rastî jî bû rêvabirekî bi şuret û bi saya wî  payê wê civakêyî pirrê  bi tifaq, bê zyan û qurbanyên mezin cîguhestî Komara Qazaxistanê bûn.

Almatayê meydana karê wî yên zanyarî, perwerday, civakî hê fire bûn… Tevî karê Ûnîvêrsîtêtê yê bilind usa jî rêvabirê kovara “Nûbar”, nivîsar û weşena bi deha pirtûkên edebyetzanya kurdî, pirtûkên dersa, hazirkirina kadirên zanyar, serokatiya fêdêrasyona komelên kurdê Qazaxistanê “Berbag”…

Ji bo karê hêja pirpfêsor usa jî hêjayî gelek nav û xelatên bilind bûye.

Niha jî caweke kêfxweşiyê gihîşte me.

Asambilêya gelê komara Qazaxistanê, ku sala 1995 a ji aliyê prîzîdêntê wê komarê Nûrsultan Nazarbayêv da hatiye avakirin û rêvabirin, çend roj berê, 24 meha nîsanê, di civîna xwe da birayê meyî hêja profêsor, rojhilatzan, serokê fêdêrasiyona Kurdê Qazaxistanê “Berbang” Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv bi yekdengî bijart wek cîgirê serokê Asambilêyê-cîgirê pirîzîdênt  N.A.Nazarbayêv.

Knyazê bira, ez ser navê temamiya rewşembîrya meye Ermenistanê, hevalê teye sala, te pîroz dikim vî karê bi rûmet da tera serketinê û xweşiyê dixwezim.   

 

Eskerê Boyîk

28.04.2013

 

www.kurdist.ru

 

 

0

Оставить комментарий