Опубликовано: 03.04.2013 Автор: Admin Комментарии: 0

           (Ji bo 65-salîya rojnamevan û nivîskarê navdar)

 

      …Û vê şevê xew nekete li çavên min. Di nava mitalan de evan xetên heval û hogirê minî hizkirî–Babayê Keleş notla pêtîyên li tendûra sincirî pêda bikî, dilê min dişewtandin û dax dikirin:

 

                    Yazîya min yazîya gelê mine,

                     Xerîb û dilsar digerim li dinê,

                    Xwezil şehîd bûma li welatê xwe,

                    Xerîb nîbûma li ser axa xelqê…

 

     Babayê Keleş – rojnamevan, nivîskar û helbestvanê xweşûret, mirovekî welatparêz û xerîbdost, xêrxwez û şîrhelal, zanekî dîrok, ziman, çand û rê-rizma gelê me li welatê xerîbîyê pêyî 65 salên temenê xwe dike û ji koma rewşenbîrên me ya girane wextekê îro kes li dora wî tune, ku rojbûyîna wî pîroz û bimbarek bike!

     

Xetên wî dîsa di guhê min de dikine zingîn:

 

Xerîbî bûye mora enîya me,

Li her deran alçax, li her deran zede,

Gava nişkêva pêl lingê yekî  dikî,

Ew dike qîrîn: «Here welatê xwe!..».

 

            Belê, eve roja me!..

 

            Babayê Keleş 3-ê nîsanê sala 1948-an li gundê Eynelûyê (naha Lênûxî) li navçeya Êçmîazînê li Ermenîstanê li maleke ocaxzade ya Keleşê Dodoyê pîrê Îsebîyan ya pîrê êzîdîyan  ji dayîkê bûye. Kalkê wî Dodoyê Baba gelek qewl û beyt, destan û çîrok, serpêhatî û qisên gelêrî dizanibû. Baba cara yekemîn hema ji zarê kalkê xwe nimûnên zargotina kurdî dibhê û wanra dibe nas. Lema jî, gava ew gelek sal dû re destbi efrandarîyê dike, bi hewas û heyran li nava nivîsarên xwe de derê xeznexana zarbêjîya gelêrî vedike…

            Sala 1951-ê malbeta wana bar dike û diçe gundê Emo (mehela li rex bajarê Yêrêvanê ya bi navê Zovûnî). Piştî dersxana 5-an ew li dibistana mehela Yêrêvanê ya Davîtaşênêye 93-an dixwîne, lê sala 1967-an dibistana gundê Baxramyanê (navçeya Êçmîazînê) ya navîn li ser hevda tîne. Wê demê mala bavê wî îdî cîguhastî li vî gundî bûbû û li wir tevî bira-pismamên xwe dima. Hema wê salê jî Baba li beşa kurdzanîyê ya fakûltêta Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye Roholatzanîyê tê hildanê, ya ku sala 1972-an bi rûspîtî xilas dike. Li Ûnîvêrsîtêtê ew li ber destê kurdzanên navdar – profêsor Hecîyê Cindî, Şekroyê Xûdo Mihoyî, Maksîmê Xemo di nava pirsên dîrok, ziman, wêje û çanda kurdî de kûr dibe. Dîrokzanên ermenîye naskirî profêsor V. Parsamyan, G. Nalbandîyan  û yên mayîn jî dersê didine wî. Çend ermenî jî li para kurdzanîyê hîn dibûn. Wê hênê kurdzanî li Sovîyêta berê pêşve diçû. Zanyarên gelên mayîn jî bi helalî dersbêjî dikirin. Kurdzana navdar profêsor Margarîta (Sêda) Rûdênko jî, gava bi kar ji Lênîngradê dihate Yêrvanê, herdem dibû mêvana beşa kurdzanîyê û sêmînar-dersên wêjeya kurdî yên bi taybet dida xwendekaran.

 

    

     Li civîna Şêwra rewşenbîrên kurdên Ermenîstanê. Di wêne de (ji milê çepê): gotarvanê rojnama «Rya teze» Rzganê Recevî, nivîskarê navdar Wezîrê Eşo, katibê rojnama «Rya teze» yê cabdar, nivîskar Babayê Keleş, serwêrê para ziman û wêje ya rojnama «Rya teze», nivîskar Egîtê Xudo, berpirsyarê rojnama «Rya teze», nivîskarê naskirî Emerîkê Serdar, kurdzanê naskirî, profêsor Şerefê Eşir, sêkrêtera rojnama «Rya teze» Delala Memê, serokê Qeza «Kurdistana Sor» Wekîl Mustefayêv û gotarvan–wergêrê rojnama «Rya teze» Prîskê Mihoyî. Li rêdaksyona rojnama «Rya teze». Sala 1992-an.

 

 

             «Me, xwendekarên başa kurdzanîyê wan salan gelek stranên şînê, xazma yên êzdîyan li nava gel ji ber nivîsîn û dane Sêda Rûdênkoyê, ya ku dû re di berhemên xwe de da çapkirinê. Ew gelek zane û jêhatî bû. Me lêksîyayên wê bi hewaskarî guhdar dikir», – Babayê Keleş bîr tîne…

            Piştî Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê Baba du salan li gundê Baxramyanê wek cîgirê mudûrê dibistana gunde navîn kar dike. Ew pirsên perwerda şagirtanva mijûl dibe. Dû re wî li rêdaksîyana rojnama kurdîye «Rya teze» hildine li ser xebatê.

Gere bê gotinê, wekî gelek salên Babayê Kekeş yên kar û efrandarîyê hema li rojnama «Rya teze» derbaz bûn. Rêdaksyona rojname ji bo wî jî bû wek hedadxana efrandarîyêye erhede.

Baba hela hê salên şagirtîyê û xwendekarîyê destbi efrandarîyê kirîye. Helbesta wîye pêşin ya bi navê «Keça kurd» bi zimanê ermenî li rojnama «Avangard»-ê derketîye,  dû re gelek gotar û serhatîyên wî dîsa bi zimanê ermenî li rojnamên  «Yêrêvanî hamalsaran»-ê («Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê»), «Grakan têrt»-ê («Rojnama wêjeyî»), «Yêrêkoyan Yêrêvan»-ê («Êvara Yêrêvanê») û yên komarêye dinê çap bûne.

            Salên xwendekarîyê gotar, serhatî û helbestên Babayê Keleş herdem li ser rûpêlên rojnama «Rya teze» jî têne çapkirinê, bi radyoya kurdî têne weşandinê. Sala 1968-an serhatîya wîye pêşin ya bi navê «Xaşxaşk» bi zimanê dê li rojnama «Rya teze» derdikeve.

            Babayê Keleş bêtirî 25 salan (ji sala 1974-an heya sala 2000-ê) li vê ocaxa netewî kar dike: di destpêkê de wek wergêr, dû re dibe serokê parê, katibê cabdar û cîgirê berpirsyarê rojnamê. Xebata li rêdaksonêra tevayî, ewî gotar û serhatîyên balkêş dinvîsî, ku rûpêlên rojnamê dixemilandin.

            Rind tê bîra min, gava bahara sala 1981-ê ez hatme rêdaksyona rojnama «Rya teze» û wek wergêr ketme li ser kar. Berpirsyarê rojnamê Mîroyê Esed, cîgirê wî Qaçaxê Mirad, katibê cabdar Emerîkê Serdar, serwêrê para wêje Egîtê Xudo, serewêra beşa malhebûna gundîtîyê Tîtal Mûradov, serwêrê para partîyayê Elîyê Evdilrehman, serwêrê para çandê Hesenê Qeşeng, wergêr-gotarvanên genc û jêhatî Babayê Keleş û Gîrîşayê Memê, karmendên rojnamêye mayîn ez bi dil û can qebûl kirim. Sed hef, ji wan emekdaran gelek îro ne li rû-hewatê ne, ew çûne li ser dilovanîya xwe. Emek û keda wana tu wexta gerekê nayê bîrkirinê…

 

 

Dersbêj û xwendekarên beşa kurdzanîyê ya fakûltêta Yêrêvanêye Rohilatzanîyê. Li rêza yekê (ji milê çepê): Dîdara Prîstav, profêsor Şekroyê Xûdo û Hecîyê Cindî, Sêda Huseyn; Li rêza duda (ji milê çepê): Hrant Aslanyan, Ezîzê Cewo, Babayê Keleş, Şîralîyê Ûzo û Sûtalê Huseyn. Sala 1968-an.

 

            Wê demê me bi hevsûdîya qenc nivîsarên hevalên navsere dixwend, xazma yên Qaçaxê Mirad, Emerîkê Serdar, Egîtê Xûdo û Babayê keleş, ku li ser wêje û çandê bûn, ji bo me  rojnamevên genc ew bûbûne rênîşa efrandarîyê. Çend sal dû re Baba bû katbê rojnamêyî cabdar. Bawer bikî, berî gişkî ewî hemû gotarên me dixwend û serrast dikir, dû re Emerîkê Serdar lê dinhêrî, lê di dawîyê de Mîroyê Esed. Gava Baba gotarê me dixwend û rast dikir, îdî Emerîk û hevalê Mîro gelek destê xwe nedidane nivîsarên me. Lema jî em dişûne li baê Baba. Eva yeka jî şadetîya şûreta wî ya rojnamevanîyê û zanebûnên wîye mezin dida kivşê di warê ziman û wêjeya kurdî de.

            Sala 1983-an berevoka serhatîyên Babayê Keleşe pêşin ya bi navê «Nîşanî» li Yêrêvanê çap bû. Hema wê salê jî Delîlo Îzolî vê pirtûkê ji tîpên kîrîlî dughêre li ser tîpên kurdîye latînî û li Hollandayê dide çapkirinê. Pêşgotina vê berevokê nivîskarê naskirî Emerîkê Serdar nivîsîye, yê  ku qîmetekî baş dide vê berhema nivîskarê cihal.  Di vê pirtûkê de  her tenê 14 serhatîyên Baba derketine. Xûdanên van xetan rasterêza vê berovokê kirîye, ew niha ji li ser textê mine. Ji bo vê yekê jî mijara serhatîyên Baba baş minra nasin: ew jîyana li gund û zozanên Elegezê, erf-edetê kurmancî, xeyset û danûstendinên di navbera mirovên xebatkar û sade ye. Serhatîyên «Nîşanî», «Nuxsankirin», «Qîza porqîçike dêresor», «Xaşxaşk», «Çilke xwîn», «Sehet» û yên mayîn bi hewaskarî têne xwendinê û ji hêla xwendevanan ve baş têne qîmetkirin û pêjirandinê.

            Xênjî vê pirtûkê, gelek serhatîyên Babayê Keleş di almanaxa «Bahara teze» de çap bûne, ku salên dirêj bi  kurdî li Yêrêvanê ronahî didît…

Sala 2000-î Babayê Keleş jî notla gelek rewşenbîrên me ji ber rewşa aborî û nedîharîya pêşerojê ji Ermenîstanê bi malêva bar dike û derdikeve, berê xwe dide şaristanan. Ew koçberî Rûsyayê dibe. Niha Baba bi neferê xwe ve li bajarê Çêboksarî (komara Çûvaşyayê) dimîne. Ewledê wî–Zade û Asê îdî mezinin, bûne xwey mal û hal, Baba jî kalkê­­­ çar nebîyane. Ew û xanima xwe­­­– Porsora Misto wanva şa dibin û bi ruhê netewî terbîyet û tore dikin…

Hertim ez hevalên xwe re dinvîsim û têlê dixim, ji kar û barên wana pirs-pirsyaran dikim. Lê pevgirêdanên min û Baba bêtir geş û xweşin. Em baş haj li hev hene. Bawerbikî her heftê em bi hevra diaxifin, kêf û halê hev dipirsin û deng û behsên nû dighînine hev. Em li ser hevda jî diçin û tên, dibine mêvanên hev, bi seheta qise dikin, nenihêrî di navbera wergên me de nêzîkî hezar klomêtrî ye. Bîna me jî usa li hev dertê. Mirov ji dîndar Baba qet têr nabe.  Rojên hêsabûnê be yanê xebatê, te hew nihêrî ew têlê dixe û helbestên xwe yên nû nivîsî minra dixwîne. Çendekî pêşda min û Baba dîsa bi hevra deng kir.

 

Gelo tu niha li ser çi kar dikî?,– ji wî pirs dikim.

 

 

Van axirîya min romana xwe ya bi navê «Ro di nava xwînê de» li serhevda anî, ya ku li ser şerê Şêx Mîrzayê şêxê êzîdîyane li dijî Roma reş. Bêguman, roman li ser bingeha stran û serpêhatîyên gelêrî yên li ser Şêx Mîrza hatîye nivîsarê. Ji wan çend şax jî nivîskarê ermenîyayî mezin Xaçatûr Abovyan ji devê zarbêjên me di dema xwe de li ber nivîsîye, ku di cilda berhemên wîye 8-an de cîwar bûne. Şerê Şêx Mîrzayê şêxê Anqosîya ne ku tenê berxwedana êleke êzîdîyan bûye li himerî Reşîd Paşayê tirk, lê  du re ew  bûye berxwedana seranser êzîdîxanê ji bo xweparastinê…

 

 

Tu wek berê her tenê serhatîyan dinvîsî?, – qestbende ez xwe xamîyê datînim.

 

 

Ne ku tenê serhatîyan, lê van 10-15 salên dawî min têra berhemeke cihê helbest jî nivîsîne. – Ew dibêje .– Berê min ji bo hewasê helbest dinvîsîn. Wan salan bêtir kêfa min nivîsara vekirî re dihat. Lê vê gavê min tirê serpêhatî tam dilê mirov baristan nakin, tê bêjî helbesteke bi dil sêwirandî dewsa serhatîkê digre…

 

Pirtûkake mine serhatîyan jî amade ye. Ez nizan li ku çap bikim. Li Rûsyayê ji bo min çetin û zehmete. Eger rêxistin-dezgeyên kurdî li Avropayê yanê jî li Kurdistanê xwe bidana ber, minê bi hizkirin destxetên xwe ji bo çapê bida wana. Ez kar nakim, qewata min naghîjê, ku van hersê berhemên xwe biweşînim…

 

Mijara helbestên te li ser çîye?

 

Wê li ser çibe? Mitalên li xerîbîyê ne!.. Li xerîbîyê dilê mirov tenik û nazik dibe, mirov dibe xerîbdost. Ez bira her kesî û her tiştî dikim…Wek helbestvanê meyî navdar Fêrîkê Ûsiv digot, heya… «mukurîyê mirîya jî dikim…».

 

 

Di hilbestek xwe de tu behsa hevsûdî û nemamîyê dikî, ku yek me naxweze xêra yekî din…

 

Na, na! Em çiqasî jî hesûdî û nemamîya hevdû dikin, lê gava ji hev dûr dikevin, em bîra hev dikin!

 

 

            Ya Rebilelem em çi miletin?
            Min serederî qet nekir ji me,
            Gava bal hevin, em hev hiz nakin,
            Hevsûdî, nemamîya hevdû dikin!

            Hevsûdî, nemamîya hevdû dikin,
            Yek me naxweze xêra yekî din,
            Dûrî hev hevra heyr û hisretin,
            Dûrî hev mukurîya hedû dikin!..


Hizkirin û hisereta berbi welat li dilê her nivîskar û hilbestvanekî me de şax vedaye. Di nava efrandinên te de jî eva hesîna notla têlekî sor derbas dibe. Tu dibêjî, wekî Xwedê ew bext nedaye te, ku ji bo Kurdistanê şer bikî?

 

Belê, min çek hilnedaye û  li himberî dijminê welatê xwe şer nekirîye, lê pê pênûsa xwe mirovên efrandar gerekê methê mêrxas û şehîdên welatê xwe bide…

 

 

            Min çek hilneda ber dijminê te,

            Rebê jorîn neda min ew yazî,

            Lê pê qelama xwe ez va methê

            Mêrxas û şehîdê te dikim gazî!..

           

            …Denkirina me wê dirêj bikşanda, eger têl nehata birînê, ji ber ku her serhatîk, her helbesteke Babayê Keleş mijareke bi taybete, mirov dikare bi sehetan li ser wana bisekine û niqaş bike…

 

      Ji milê çepê: Babayê Keleş, mêvanê ji Kurdistanê Rizgar Aydin û Emerîkê Serdar. Li rêdaksîyona rojnama «Rya teze». Sala 1992-an.

 

           Dibêjin, her efrandineke nivîskar li ber dilê wî de wek zarokên wî şîrîne. Heval-hogirên Baba, ku wî baş nas dikin, gava bi guhdar helbest û serhatîyên wî dixwînin, naverok û lewzê dewlemendra tevayî tiştekî bi mexsûs û taybet jî texmîn dikin: tê bêjî hemû nivîsarên wî «milahîm û aramî ne», notla avên çavkanîkanyên Elegezê paqûj û zelalin, nerm dikine xûle-xûl, dikşin û têne xarê, tîbûna mirovên kesirî dişkênin… Ew jî ji xeysetê Babayê Keleş, ji zanebûn û terbîyet-torê wî yê kurmancî tê. Ew mirovekî berbihêr, maqûl û girane, wek dibêjin bendekî şikestî ye. Tu gotineke xirab û netê ji zarê wî nayê xarê, bi dilrehmî û xêrxwezî ew li benda mêze dike. Bawerbikî di nava 65 salên xwe de dilê tu kesî ewî ji xwe nehîştîye, lema jî di serhatîyên wî de mêrxasên wî jî dilrehm, xêrxwez û dûreşerin, nakevine nava dew û dozên civakêye giran. Helbestê wî jî usanin, tê bêjî xudanê wana bi xwe re dang dike, bi xwe ra dikeve gotebêjê, dilê xwe li ber xwe vedike, lo hela gaznên xwe li ber xwe jî dike…

            Em îro ji navê rewşenbîrên kurdên Sovîyêta berê û maşoqên wêjeya kurdî nivîskar û helbestvanê hêja Babayê Keleş bi dil û can ji bo 65-salîya wî pîroz û binarek dikin, wî re temenê dirêj, bextewarîyê û pênûsa daha bi adan û rêj dixwezin! Em bawerin, ku ewê bi berhemên xweye nû ve hela gelek-gelek salan me bide şakirinê…

 

Prîskê Mihoyî,

cîgirê serokê beşa çapemenîyê ya Wezîreta çand û weşanan ya Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya), rojnamevanê vê komarêyî emekdar.

 

www.kurdist.ru

 

 

P.s. Em li jêrê çend efrandinên Babayê Keleşe nû raberî xwendevanan dikin.  

           

 

 

BABAYÊ  KELEŞ

 

YA REBILELEM EM ÇI MILETIN?

Ya Rebilelem em çi miletin?
Min serederî qet nekir ji me,
Gava bal hevin, em hev hiz nakin,
Hevsûdî, nemamîya hevdû dikin!

Hevsûdî, nemamîya hevdû dikin,
Yek me naxweze xêra yekî din,
Dûrî hev hevra heyr û hisretin,
Dûrî hev mukurîya hedû dikin!..

Dikin mukurîya zar-zimanê xwe,
Erf û edetên meye kurmancî,
Dûrî hev teze em texmîn dikin,
Ku bê dewletin, bê sitar û cî!

Ya Rebilelem rûyê vê hevsûdyê,
Ku dilê meda te kirîye xinê,
Em bûne garis ber bayê samê,
Bela bûne nava dinê-elemê!

Bela bûne nava dinê-elemê,
Dihelin mîna berfa ber tavê,
Usa bûye, wekî roja mirinê
Ewled naghîje şîna dê-bavê!

Ya Rebilelem tu xwetra xwekî,
Tu vê hevsûdîyê ji nav me rakî,
Tifaq-yektîya zor tu mera çêkî,
Dîsa li ser axa kal-bava topkî!

 

 

KURDISTAN

 

Min çek hilneda ber dijminê te,

Rebê jorîn neda min ew yazî,

Lê pê qelama xwe ez va methê

Mêrxas û şehîdê te dikim gazî!

 

Dikim gazî ku dinê hişyarbe,

Guh bide kul û derdê me giran,

Lê dinê hesin kirye guhê xwe,

Naxweze bibhê navê Kurdistan!

 

Ji zor û zulma evê nerastîyê,

Ku hezar sale miletê me dî,

Dilêm xişivî ji ber bedbextîyê

Û ez bûme şehîdê teyî zêndî!


 

BÛKA  BARANÊ 

            – Li vê obê da qet qîzêd cahil tunene? – Kalikê min hêrs ket. – Ca rabin Bûka baranê çel bikin, serê keçeloka girêdin, singa bikutin. Van şilîya em pizinandin, heyran… 

            Rastîyê jî, heftêya duda bû, ku li çîya şilîya serî kutabû hev. Kon û çadir şil bûbûn, danizilîbûne erdê. Avêd barana tev hev bûbûn, bûbûne cew, nav obê ra dikişîyan. Pez komî ser hev bûbû, serî kiribûne bin zikê hev, îdî li ber baranê teyax ne dikirin, dadikutane hundurê kon, ku xwe sitar bikin. Sa û mirîşka kêleka hev holikêd sergîn da xwe qincilandibûne ser hev. 

            Mêrêd obê mala me da berev bûbûn, ji hêrsa cixare dikişandin. 
            – Axir wê çawa be? – Hesenê kal got, – kambaxa kambax karê me hemû derengî êxist. Wextê birîna pêz derbaz bû. Hewayê kengê xweş be, hirîya pêz ziha be, ku em bibirin. Me qiranê qiran bibira bifirota, hezar derd û kulêd me hene… 

            Tevîke baranê kire şîpe-şîp hat, derbaz bû. Kalikê min destexan avîte ser serê xwe, ji kon derket, ezmanê ewrayî nihêrî û bi hêrs got: 

Bê rûvîya te neqetîya? 

            – Çi heye, ewir veneqelişîne? – Hesenê kal dey li kalikê min kir. 

            – Çevê te ronik, wê ewira girêş daliqandine, tên, tê bêjî mîyêd virnî ne berbi berxa direvin, – kalikê min bi ekis kenî. 

            Kalikê min hate hundur û gote mêra:

De bira ev şilî–şoyana têkevine gora pêşîyêd me, ku hatine van çiya-zozana danîne. Axir me li van çiya çî xwe unda kirîye? Emê niha li gund bûna, qulika xanîyê xwe da. Ne ji ba-barana, ne jî ji gur û deba bitirsîyana. 

Erê welle ,– Hesenê kal got, – yan ev çi hal e em tê da ne, him heywan qir bû, him em ji dest xwe diçin. 

            Dîya min zar dane dora çaberê, carcimek avîte ser çokêd me. Baran dîsa dihat, pêra jî bakî qalim rabû. Bû şeqe–şeqa sing–sitûna, kon mîna babirkê werimî. 
Tanga çaberê da kon dilop kir. Me zara destê xwe dida bin dilopa û dijmirî, çika kê geleka berev dike. Birê minî biçûk, ku dilop nedigihîştine destê wî, girîya. Kalikê min ser me da hêrs ket. 

            – Hela van bêdûya binhêrin, – bi baranê ra şa dibin, – û bi hêrs çevêd xwe li xûşka min gerandin.

            Meyanê postekî pêz avîtibû ser singê golikê, hirîya wî dikişand. 
            – Lê vê obê da qet qîz tunene, koka wan qelîya ye, çawan e ,– kalikê min bi hêrs got. – Ca Bûka baranê çel bikin, serê keçeloka girêdin, singa bikutin…

            Xûşka min post bir avîte kulînê, paşê gazî qîzêd obê kir. 
Hesenê kal pê dara bûkeke darîn çê kir, qîza kincêd reng–rengî jê ra dirûn. 
Hinekî şûnda qîz û zarêd obê berbi kendalê jêrîn çûn. Bin zinarekî da me çeleke biçûk kola. Xûşka min li ezmîn nihêrî û got: 

Tu li me bêyî rehmê, Xwedê. Aqas baran barî, aqas baran barî, ku tofan rabû, bûka me ya destbihine xeniqî. Bira eva bibe dergê hesin, ber derê te keve, ya rebî, bira baran nebare, baran nebare… 

Amîn,– me bi hev ra got û min tirê ezman lerizî, lema baran diha gurr bû… 

            – Bira kur qerewilîyê bikin, ku nişkêva zarêd biçûk Bûka baranê dernexin,– xûşka min got,– yanê na rebê minê hêrs keve û tofanê rabe, me jî bi xwe ra bibe… sê roja şûnda emê xêra Bûka baranê bidin, ku hûn miqat bin, ezê şorbeşîrê tasêd mezin da bidime we… 

            Wexta em vegerîyane kon, xûşka min têlekî rîs anî û got: 
            – Lê niha, zarno, navê heft merivêd keçel bidin, ku ez serê wan girêdim.

Zoro,– Sehîdê biçûk şa-şa got. 

            – Bavê te keçele, kurê kerê,– Efendîyê kurê Zoro xwe dirêjî Sehîd kir. – Him jî bavê min keçel nîne. Ser hespê ket, dexme ma, niha porê wî dîsa şîn dibe… 

Nekine qare–qar, – xûşka min got, – ezmanê hêrs keve, îda ro dernakeve… 
            Lê me gelekî dixwest tav bide, hewa xweş be, em jî li kera siyar bin û li çiya–banîya bigerin… 

De pak, – xûşka min got, – navê merivêd obê yên din bidin. 
Qerez, em gelekî çerçirîn hetanî me navê heft merivêd keçel da. Xûşka min heft girê li benê rîs xistin, ben avîte ser konê me û got:

            – Xwedê, hewa usa biqijilîne, tav usa biqijilîne, ku serê keçeloka bişewitin. 
Paşê xûşka min gazî qîzikekê kir.

Meyane, obê da tenê navê min û te yek e. Were em singa bikutin. 
Me darikekî biçûk anî. Xûşka min serê darik nikande erdê, hestîv girte xwe û gote Meyana dinê:

            Meyane nav li min, 

            Were em singa bikutin, 

            Bira sayî raweste, 

            Erdik daweste… 

            Û pê hestîvê li darik xist. Meyana dinê jî ev xeber wekilandin û pê hestîvê li darik xist. Hey wekilandin, hey lêxistin, hetanî darik temam di erdê da çû xwerê. 
            – Xwedê bi we ra be, – mêrê zomê gotin û belayî malêd xwe bûn. 
Lê şilî wedekî dirêj nehatine birînê. 

Bo ew jî soz in, ji pêşîyan mane, – kalikê min got, – îsal sale şilî ye. 
Paşê me fem kir, ku li zozana koçer ne tenê ji şilîyê aciz dibin, lê usa jî ber xwe dikevin, wexta dibe qurlixî. Hingê dibêjine qîza, ku avê bireşînine bê, kera şil kin, belkî ezman gunê xwe li wan tîne, baran dibare. 

Lê wê salê rojekê jî şilî hatine birînê. Ezman bû sayî û tavê diqijiland. Pez kete korîyê, dêwêr da moza, ketine hêşîya kona. 

            Kalikê min kûpê araqê bi kasa va hildan, pêşkonkê sekinî, gazî mêrêd obê kir, kasêd wan dagirtin, kasa xwe hilda û li çiyayê bilind, deştêd şîne qutnî nihêrî: 

Em evê kasê vexun bira rehme gora pêşîyêd me be, ku hatine van çiya–zozana kirine edet. Yanê na vê germê, vê qije–qijê me qe dikaribû li gund teyx bikira?

 

www.kurdist.ru

 

0

Оставить комментарий