Опубликовано: 11.04.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

9-ê nîsanê sala 2012-an zanîyar û nivîskarê kurdî navdar, doktorê dîrokzanîyê, serokê para kurdzanîyê ya înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê  Karlênê Çaçanî  di  83 salîya temenê xwe da li Yêrêvanê çû li ser dilovanîya xwe.

Karlênê Çaçanî 25-ê kanûnê sala 1929-an li gundê Cercerîsê li Ermenîstanê  ji dîya xwe bûye. Navê gûndê wan naha Dêrike. Ew gûndekî kurdên êzîdî ye li navçeya Elegezê. Karlên hema di bicûktîyê da terbîyet-torên kurdî li ber destên pîrika xwe Meyrê û kalikê xwe Çaçan distîne, yên ku baş haj nimûnên zargotina gelêrî, erf-edet û rabûn-rûniştina civaka netewî hebûn. Ew bi rûhê walatparêzîyê nebiyê xwe perwerde dikin  û nasîya wî didine cewiharên zargotina kurda. Li ser merîfeta Karlên ya efrandarîyê usan jî bavê wî Aramê Çaçan bandûra xwe dihêle, yê ku di dema xwe da gelek nimûnên zargotinê tomar kirîye û wek pirtûk çap kirîye.

Karlênê Çaçanî  sala 1948-an mekteba gundê Elegezê ya navîn kuta dike û hema wê salê jî di înstîtûta Rewanê ya dersdaramadekirinê da, li fakûltêta dirokê tê qebûlkirinê.

 

 Xwendina bilind ew sala 1952-an dest tîne û dibe dersdar. Paşê ew di para kurdî da li radyoya Yêrêvanê derbasî li ser kar dibe û demekê li wir dixebite. Di salên 1955-1961-an da ew li rojnama «Rya teze» wek serwêra para çand û wêje kar dike. Dû wêra hetanî roja dawî li para kurdzanîyê ya înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê wek zanyar kar dikir, lê salek berê bû serokê wê beşê.

Zanyarê naskirî gelek berhem amade kirine. Ewî nêzîkî sedî gotarên zanîstîyê li ser dostanîya kurdan û ermenîyan, li ser çand û dîroka kurdan nivîsîye. Weke 15 pirtûkên efrandinên wî derketine, gelek ji wanan jî  bi zimanê rûsî û ermenî hatine weşandin.

Nivîskar ji salên 60-î destpêkirî endamê Yekîtîya rojnamevanan û Yekîtîya nivîskarên Sovîyeta berê bû. Sala 1966-an wî hildibijêrin wek sedrê koma nivîskarên kurdên Ermenîstanê û ew gelek salan wî karî dimeşîne.

Karlênê Çaçnî sala 1965-an li ser mijara dostanîya gelên ermenî û kurd di sedsalên 19-20-î da têza zanîyarî xwey dike û dibe doktorê dîrokzanîyê.

Wan salan helbestên wî di rojname, kovar û berevokên Ermenîstanê yên bi zimanê kurdî, ermenî û rûsî da çap dibin. Hizkirin û mêla helbestvan gelekî berbi zarokan hebû û lema jî berevoka helbestên xwe ya pêşin ji bo wana bi sernivîsa «Ahmedê egît» amade kiribû û li sala 1958-an li Rewanê bi zimanê kurdî çap kirîye. Afirandinên li vê berevokê cîhbûyî nêzîkî dilê zarokanin û helbestvan wana bi ruhê walathizîyê, mirovhizîyê û mêrxasîyê va terbîyet dike. Piştî du salan berevoka afirandinên Karlênê Çaçanî ya nû ji bo mezinan bi sernivîsa «Gul» ronayî dibîne. Mijara vê berevokê welatparêzî  û  aşîtîye. Paşê pirtûkên wî yên bi navê «Şêr û kew», «Dil û weten», «Baqe tav», «Zerê», «Zînê»  û yên mayîn çap dibin. Gelek helbestên wî di berevoka «Bahara teze» da (bi dehe salan li pey hev) ronayî dibînin.

Helbestên wî bi rûsî, ermenî, gurcî, erebî, almanî û bi zimanên mayîn jî hatine wergerandin. Sala 1983-an çapxana «Sovêtskîy pîsatêl» (nivîskarê Sovîyêt) li Moskvayê berevoka Karlênê Çaçanî çap kir. Xûdan berhemê navê wê danîye «Radûga»(Keskesor): bi rastî jî  helbestên vê berevokê wek keskesorê pirawazin û bi naveroka xweva jî hewaskarin.

Karlênê Çaçanî usan jî rojnamavan, zanyar û salên dirêj berpisyarê pirtûkên kurdî bû. Gelek gotarên wî yên balkêş di kovar û rojnaman da derketine. Lê berhemên wî yên zanyarîyê – «Kurdên Ermenîstana Sovîyêtê nava 40 salan da», «Ji dîroka dostanîya gelên ermenî û kurd» (herdu jî bi ermenî),  «Dostîya gelên ermenî û kurd»(bi kurdî), «Kovar û rojnamên ermenîyan li ser kurdan di salên 1850-1920-î da»(bi rûsî û ermenî) ji hêla zanyar û xwendevanva bilind hatine qîmetkirin. Karlênê Çaçanî du xebatên zanîyarî yên giranbahaye dinê jî nivîsîne: navê yekê «Mêrxasîya kurdan û ermenîyan li Dêrsimê li dijî Turkîyê»-ye, lê ya dinê awa tê navkirin: «Dîroka heleqetîyên ermenîyan û kurdan ya çandê di salêd 1950-1980-î da». Sala 2006-an navê doktor-profêsor dane wî.

Karlênê Çaçanî ji bo emekê mezin yê di warê pêşvebirina wêje û çanda  kurdên Sovîyêta berê da gelek caran hêjayî xelatên Ermenîstana Sovîyêtê yên dewletê bûye.

12-ê nîsanê sala 2012-an meytê Karlênê Çaçanî wê li Ermenîstanê li gûndê kal-bavên wî–Dêrikê bispêrin axê.

Bîranîna nivîskar û zanyarê kurdî navdar ya Karlênê Çaçanî wê li dilê wan kesan da geş bimîne, yên ku ew nas kirine, bi wîra hevaltî kirine û xebitîne.

 

 

Bila rehma Xwedê wî be! Bila serê gelê me xweş be!

 

 

 

 

Koma rewşenbîrên kurd yên Sovîyêta berê.

Rêveberîya malpera www.kurdist.ru

 

0

Оставить комментарий