Новости
Niviskar u zaniyare kurdi bi nav u deng (Bi nunesebeta 70 saliya Eskere Boyik)
Nivîskar û zanîyarê kurdî bi nav û deng (Bi nûnesebeta 70 salîya Eskerê Boyîk)Wezîrê Eşo
Eskerê Boyîk yekemîn helbestvanê kurd yê nifşa sêyemîn ya helbestvanên kurdê Ermenistanê bû, ku helbestên wî bi cûrê pirtûkan dervayî sînorên wî welatî û temamîya Yekîtîya Sovêtyê hatin weşendin, bi tebyetî sala 1979a gava li Stenbola Tirkîyayê bi zimanê kurdî û wergera li ser tirkî berevoka helbestên wî bi sernivîsa “ Kulîlkê çîya“ hate çapkirinê.
Sala 1990 î eynî pirtûk li Stokoholmê hate weşandinê. Bi saya vê yekê Eskerê Boyîkî dervayî Ermenistanê bi govek û aqareke berfireh hate naskirin, deng da. Lê sebebê popûlyarbûna wî ya bingehîn, hê berîya 9-10 salan min li lêkolîna xwe da ya bi sernavê “ Edebyeta Kurdên Ermenistanê”, ku sed mixabin hela hê nehatîye weşandinê wa nivîsîye; “ Eskerê Boyîk di nav şayîrê kurd yên ji nifşên xwe yên Ermenistanê bûye şayîrekî popûlyar û bi serda jî herî hizkirî. Û ne ku tenê nava xwendevanên Ermenistanê û sovêta berê da…
lê wisa jî di nav xwendevanên dervayî sînorên van welata da. …Sebebekî vê yekê yê bingehîn tenê ne ewe, ku di nava şayîrên nifşê wî da berhemên wî ji yên hemûşka bêtir dervayî Ermenistanê û Yekîtêya Sovyêtê ya berê bi tîpên latînî hatine weşandinê. Lê sebebê weşandina wan yê bingehîn qet ew yek jî nine, ku ew van salên dewî hatîye li Awropayê bi cî bûye, bêtir ji wî ra îmkan çê kirine, ku ew pirtûkên xwe li vira bide weşandinê. Sebebê bingehîn poêzîya wî ya bi şêwîya hunermendîya bedew ya bilinde”.
Eskerê Boyîk di nava ronakbirên dewrana me yen kurdê Ermenistanê da fênomênekî herî balkêş e. Wî, weke emê bibînin, gora perwerda zanîngehî têza doktorîyê amade kir û nave doktorê zanîna aborîyê (êkonomîka malhebûna gundîtîyê) qazanc kir. Lê li tenişta wî karî da wî karê xwe yê berhemdarîyê weke helbestvan berdewam kir, pişt ra jî wî karê xwe di ware pirozayê, dîrokzanîyê, edebyetzanîyê da pêş xist. Lê fênomênîya here fênomên ewe, ku Esker di van hemû waran da teyîsî, birq veda, ronayî da, ji ber vê yekê ez wek ronakbîrekî kurd û wek xizmetkarekî wêje û çanda kurdî xwe berpirsyar dibînim û bi şabûn vê firsenda temambûna 70 salîya wî bi kar tînim ji bona bi obyêktîvî û xêrxwzî emekê wî di pêşketina kurdeyetîyê da qîmetkim û kar û barêên wîye bi sala raxim ber çavên xwendevanan.
***
Eskerê Boyîk (Askiyar Broyan) 31 ê tebaxa sala 1941 ê li gundekî kurdayî navça Ermenistanê ya Axbaranê: Qundesazê (niha Rîya Teze li herêma Aragasotinê) malbeteke kurdên êzdî da hatîye dinê.
Piştî tamkirina dibistanên gundê xwe û gundê cînar Elegezê ew sala 1961 ê înstîtûta Malhebûna gundîtîyê ya bajarê Yêrevanê da tê qebûlbûn û sala 1966 a bi qîmetên here bilind dewyê li wê tîne. Demekê li înstîtûteke zanyaryê-lêkolînê ya Yêrêvanê da wek pêşekzanê sereke dixebite, paşê Instîtûta zanyaryê ya Aborîya Malhebûna gundîtîyê da dikeve Aspîrantûrayê (xwendina standina dereca doktorîyê). Sala 1974 a têza doktorîyê diparêze û navê doktorê êkonomîkîyê (aborîyê) distîne. Wî kivş dikin wek serokê beşeke wê înstîtûtê. Tevî karê zaniyaryê ew usa jî gelek sala Zanîngeha Yêrêvanê ya Malhebûna gundîtyê da dersê rêvabirina (serkarîkirina) malhebûnên gundîtîyê dide. Di warê zaniyarîya aborîya (êkonomîka) gundîtîya Ermenistanê da xudanê devedevî 40 xebatê zanyarî ye.
Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtiyê sala 1993 a dest ji kar û barê xwe berdide, diçe Komara Qazaxistanê. Sê sala li wur dimîne û pey ra berê xwe dide Awropayê û li Almanîyayê bi cî dibe, kîderê jî hetanî roja îroyîn karê xwe yê nivîskarîyê, zanyaryê, civakîyê dimeşîne, lê êdî bi temamî di warê edebyet, çand û dîroka kurdî da.
Her çiqas jî, di warê zanyarîya aborîya malhebûna gundîtîyê da bi cîanîna lêkolînên zanîyarîyê û perwerdekirinê da barekî giran hilgirtibû û bi serketn dimeşand, lê wî li nav xwendevanên kurd da weke helbestvan, diramatûrg, rojnemevan, pûblîsîst deng dabû.
Eskerê Boyîk bi ruhê xwe va helbestvan e. Di salên kare ewlin da wî bi xwe jî tê derdixist, ku karê wî edebyet e, jîyana wî da şaşî çê bûye, ku pêşekî din bijartîye, lê çiqasî jî dixwest şaşîya xwe serrast bike, nikaribû. Ji ber ku tu nivîskarê kurd li Sovêtstanê nikaribû tenê bi nivîskarîya kurdî ebûra xwe û nefera bike. Ji bo vê yekê jî, ez dixwezim Eskerê Boyîk weke fênomênekî bi nav bikim, çimkî bilî karê xwe yê fermî, yê di warê bi zanyarî çareserîkirina pirsgrêkên aborîya gundîtîya komara Ermenistanê, usan jî bi serketin rêya kar û barê edebyet û çanda kurdî da dimeşya.
Ev karê dawî Esker êdî bi saya xwegîhandin, xweperwedekirina di warê ziman, edebyet û çanda kurdî da bi cî danî. Tenê ji piştî sala 1993 a ra gava ewî Ermenistan pişt xweva hîşt, ji pey gelek zehmetîya ra (welate dereke da) jêra îmkan û fersend çê bûn ku ew xwe bi temamî nivîskarîyê, kurdzanîyê, bi tebyetî bi cîanîna lêkolînên di warê dîrok û ola kurdên êzdî va mijûl bike.
***
Ji alîkî va vê welatvanî û hogirtîya nêzîk û helal ya navbera min û Esker da ez didefandim berbi cîanîna peyveke xweş û germ ji bo sersala wî, alîyê dinê va eynî tiştê ez bi pisîkolojî hetanî warekî bend dikirim, ku dibe hinek bêjin Wezîrê Eşo jî ber wê yekê haqasî Eskerê Boyîk bilind dike? Ev fikir û ev tişt dilê min da disêwirîn gava jimara rojnemeke me kurdan ya hêja- „RÛDAWÊ „ ya 21 ê tîrmeha îsalin ket ber destê min. Li wê da hevpeyvîna Alî Gûler tevî hunermend-stiranbêjê kurdî bi nav û deng Nîzamettîn Arîç hatibû çapkirinê, ku zemanekî bi navê Feqîyê Teyran jî deng dabû. Hevpeyvîn derheqa weşena albima Nîzamettîn Arîç ya nû da bû. Di bersîva pirsekê da hunermendê pirşuret wa dibêje: „… di nav kurdên Kavkas û Serhedê de cîhê Fêrîkê Ûsiv cudaye. Helbestvanekî girînge. Di helbestên wî da cihaneke kûr û fire heye. Merivan ji xwe ra dike heyîran. Raman û felsefa wî gelekî kûre. Eskerê Boyîk jî ne kême. Merov dikare gelek bi hêsanî helbestên wan bike sitiran“.
Hevpeyvînê da tê agahdarkirin ku: „Alboma „Azadî“ ji 10 sitiranan pêk tê. Hemû sitiran jî li ser helbestên kurdên Kafkasîya Fêrîkê Ûsiv û Eskerê Boyîk hatîye amadekirin“. Navê albomê ji navê helbesta hogerê min Eskerê Boyîke „Azadî“ hatîye hildan.
Van gotinên Nîzamettîn Arîç û vê agahdarîya rojnemê şabûneke mezin xistin dilê min. Çawa şa nebî, ku du weletî û du hogirên teye nêzîk, li dervayî sovêta berê jî têne naskirinê û keda wan bi hêjatî tê nirxandinê: ya Fêrîk û Esker.
***
Gava Esker, ji bo sitandina xwendina bilind sala 1961 ê hate paytextê Ermenistanê Yêrêvanê
atmosfêra wur bi bîn û buxsa çanda kurdî va dagirtî bû. Evan salên pêşketina edebyet, çand, huner û kurdzanîyê yên here xweş bûn. Piştî salên 1937-1938 a yên rêprêsyayên stalînîzmê salên 50 î mecal û îmkan kurdeyatîêra berfire vebûn, îmkanê ji bo nu va welidandin, xuliqandina çanda kurdî çê bûn. Em dikarin wê demê weke Ronêsans bi nav bikin, kîjan dişibîya Ronêsansa Awropa Rojavayê ya berya çend sedsala. Yêrêvanê da dezgeh, rêxistin, hevaltîyên edebyet û çanda kurdî, her usa jî kurdzanîyê çê bûn: rojnema Rîya Teze ji nû va hate weşendinê, weşenên radîyoya Ermenistanê bi zimanê kurdî ji Yêrêvanê heroj bi zemanê angor dirêj û kifşkirî hatin bi cîanînê, Înstîtûta Rojhlatzanîyê ya Akadêmîya Ermenistanê ya Zanîyarîyê da beşa kurdzanîyê dest bi karê xwe kir, di nava goveka Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê da sêksîya nivîskarên kurd hate demezirandinê, weşenxana Yêrêvanê da beşa çapkirina pirtûkên kurdî hate vekirinê. Em êdî derheqa wê yekê da nabêjin, ku dora wan dezgehan artêşek ronakbirên kurd civya. Bi dehan dûhatîyên wan hersal zanîngeh û înstîtûtên Yêrêvanê yên xwedina bilind temam dikirin. Her çiqas jî, Eskerê Boyîk xwe li perwerde û pêşe ji edebyet û çanda kurdî xerîb girtibû, lê gîyanê kurdîtîyê û kemala helbestvanîya wîye xwezayî ew defandin nava refên ronakbirên kurd. Esker hewil da û zûtirekê cîyê xwe yê anegor di nava artêşa ronakbiran da girt.
Helbestê wî yên yekemîn ser rûpelên rojnema „Rîya Teze” û bi radîyoyê bi zimanê kurdî hatin weşendinê. Lê sala 1966 a berevoka helbestên wî ya ewlin bi navê „Siverê” li Yêrêvanê hate weşendinê: pirtûk eynî weke şiverê tenik, lê warê hunurê û naverokê da, eger em dikarin wa bêjin, qelaw û kûr bû. Bi sebebên dervayî îrade û daxweza wî pirtûka wî ya duyemîn, piştî zemanekî dirêj, eynî bajarî da, sala 1975 a bi sernavekî xweşik: „ Kulîlkên çîya“ hate weşendin. Wê pirtûka helbesta nav û deng û naskirin çawa li nav xwendevanê kurd yên Ermenistanê usa jî ji sînorê wê dêr jî helbestvanê gênc ra anî. Ji dervayî sînorê Ermenistanê li du welatên derva bi orgînala xwe kurdî û bi wergera ser zimanê tirkî hate weşendin. Pirtûk wergerandibû û weşabdibû sîyasetmeder û helbestvanê kurdî mezin Kemal Bûrkay.
Heta niha ev pirtûkên wî yê helbestan hatine weşendin: “Tîrênc”, “Kulîlkên Birîndar”, “Govenda Herfan”, “Duaya sere sibê”, “Oda çîrokan”, “Ez kilameke melûlim”.
Eskerê Boyîk şayîrê dewrana meye. Ji alyê xwendevanada hêjayî hizkirinê bûye. Dîharkirineke vê hizkirinê jî ewe, wekî me li cîyê pêwîst da jî kivş kir, ku hunermendekî kurd yê pirr hêja ne ku tenê helbestek lê çend helbestên wî kirîye sitiran. Şedetîke hêjatîya wîye helbestvanîyê jî ewe, ku Esker cûre û peyva xwe ya xwexatyê anîye nava helbestvanîya kurdî, qet misqalekê jî şayîrên berîya xwe û yên zemanê xwe dubare nake. Ew bi awazê xwe yê cuda û xisûsî dinivîse û xwendevanên, ku pirî-hindikî haya wan ji poyêzîya helbestvan heye, gava helbesteke wî ya nû, bê kifşkirina navê wî dixûnin- dest xweda serva diçin ku ew helbesta Eskerê Boyîk e.
Govek, sînorê gotarekê mecalê nade, ku em dûr û dirêj bi hûrgilî heralî ser analîzkîrina poyêzîya Esker rawestin. Ber wê yekê jî emê her bi tenê bi xetên giştî, tomerî û bi meselên kêmjimar poêzîya wî raxin li ber çavan û binirxînin.
Helbestê Eskerê Boyîk nazikin, ewazê wan tê bêjî ji perê kulîlkê çîya pêk tên, tije rem, germayî û kela jîyanê ne:
Kulîyê nazik
Kulîyê berfê
Nerm dibarin
Têne erdê.
Usa qerqaş,
Usa amin,
Mîna têlê
Porê dya min.
Tên dipêçin,
Çîya, banîyê min
Ku ber sermê
Necemidin.
Ew dengbêj û evîndarê cihanê, xwezayê û xweşikbûnê ye. Tê bêjî ew bi germayî û hizkirna dilê xwe, heta bi „porê dayka xwe“ dixweze serma zivistanêda cihanê germke.
Lê gorî xeysetê xwe yê şermoke ew evîndarîya xwe berbi evîna xwe, ya cinsî, yanê ya himber qismî jinê kêm, degme eşkere dike, bi awayê alîgorîyayê xwe nêzîkî evîna xwe dike. Em mînakekî bînin:
Havînê sî xweşe
Zivistanê-tav
Biharê sî û tav
Hemêz dikin hev…
Ez sî me,
Tu-tav,
Were, domam, bihare
Em bigihîjne hev.
Çiqas xweş, çiqas bi hunera û helbestvanîyê ya bilind hatîyê gotinê. Helbestvan xwe wek “sî“ lê evîna xwe jî wek “tav” nav dike. Berhevdanîneke çiqasî bi cî û bedew ji bona kirîn û xweşikirîna dilê keçikê.
Felsefa poêzîya Esker gelekî kûre û bi pêra jî di alîyê moralîyê û pisîkolojîyê da pir tehsîrdare. Ew vê helbesta kurt da wê fikirê îlan dike, ku civaka mirovayê da cinsê mê û nêr nikarin bêyî hev bijîn, loma jî bihara jîyanê bi ji hev hizkirinê, evîndarîyê û amintîyê xweşe.
Helbesteke biçûke din:
Ezê hildim îro vê
Dara bîêye beyanî,
Hubirêda kim dilê xwe ra
Nav esmanê sîn-sayî
Nemê tera binivîsim
Li ser pala vî çîyayî:
-Tu jî derê ber dêrî
Ku min bibe ronayî.
Helbest tê bêjî dîdemekî suruştî ya bedew e. Dîdemek, ku tenê efrandina Eskere… Helbestvan evîndarê xezayê, çîya û banîya, mêrg-çîmanan, kanîyên avsar û zozanan e. Zarotîya wî paşla wê xwezayê da derbas bûye. Dilê wî heta li ser hemû giyanberan, heywanan, rewiran, terewil û teyredên li nav wê xwezayê da jî dêşe.
Berf barî rê û dirbê
Çîyê xitimîn,
Mij û dûman hatin serê
Rîya kimkimîn.
Xezal, kêwrûşk, gur û rûvî
Li çîyê man,
Em vegeryan, gelo ça bû
Halê wan?
Helbestvan xwendevan jî bi xwe ra dike heyr û motac, evîndarê xwezaya bi jiyan û jiyanber. Ev şuretên hunermendîyê û hostatîya berhemdayînê, efrandarîêye, bi sêwirandina xiyal û mitalên di nav xweşikaya jîyanê da tên temam kirinê. Bêy vê faktora jîyanî bi tenê hostatîya helbestvan nikare tesîrê li ser gîyana xwendevanan çê bike. Ev herdu keremên Xwedê jî jî Esker ra hene.
Têma evîna berbi dê-bavê, kalikê di nav helbestên wî da cîyê xweyî girîng digre. Tê bêjî rem, hizkirin, germayî, paqijaya ruhî ji wan helbestan dibare.
Gelek helbestvanên kurd xwe di warê sêwirandina helbest, poêzîya welatevîntîyê û miletevîntîyê da cêribandine. Eva tiştekî metelmayînê nine, gava em qedera gelê xwe ya dîrokî ya pir giran, ya tirajîk digrin ber hesab, ber çavan. Lê bi bawarîya min helbesteke vê babetê ya here baş, ya here bi hunura helbestvanîêye bilind, ya naveroka xwe va gorî vê qedera gelê me Eskerê Boyîk raberî xwendevana kirîye:
Kê nifir kir ku em wa bin,
Bê cî-sitar mîna gurê serê çîya bin,
Mala xwe da em bêpar û em bê war bin,
Cînar me ra ewqas nexwez û neyar bin.
Kê nifir kir ku cînarê xwe ra ewqas em helal bin,
Ber zulma wan ewqas ker-lal û bêkar bin,
Xwe ra xweyîn û dîn-dijmin, li hev nepak, qelp, bêtifaq,
Wan ra xulam qûl û amin, pişt û yar bin…
Kê nifir kir, ku em awa tîş û par bin,
Dora me tev çavê sar û mejûyê har bin,
Rê jîyanê me ra ewqas zor û zemet û dijwar bin,
Em jî ser rîya, çav li derya, penaber û stûxwar bin.
Weke kifş dibe, li ber rewşa milete girane tirajîk helbestvanê dilnazik, diltenik, welatevîn ji kerba, ji qehra, ji îaca dilê xweyî kulî birîn rengan zêdetir, bêtir tîr û tarî dike, ku her bi tenê boyî we yekê bala me bikşîne ser kêmanî û şaşîyên nava civaka me kurdan da çêbûyî, ku em wana zûtirekê ji navê rakin. A bi vê fikirê hinek gotinên helbestvan yên tel û tûj, ku me kurdan ra dibêje tê bêjî tên “xwerinê”, “daqurtandinê” û bi hesabê dewî- “fikirînê”.
Poyêzîya Eskerê Boyîk ya welatevîntîyê xurte him bi jimara helbestan û him jî nemaze bi hunera wan ya helbestvantiyê . Em êdî wê yekê nabêjin, ku ew bi hişkî, bi tûndî dijî zor û zulma dagerkirên Kurdistanê radiweste, ya ku rojên me da berdewam dike. Awa tenê sernivîsên çend helbestên wî bi babeta welatevîntîyê-miletevîntîyê: “Heta kengê ?”, “ Ballad derheqa tifaqê da”, “Keser”, “Dilo bihare”, “Kurdistan” “Cimeta xwe ra”, ”Rêkviyêm ser şihîdên Helebçê”, “Ewra bare xwe dagirtîye” û gelek gelekê din. Lê evîndarîya wîye weletvanîyê xweşbînî ye. Ew bi şerdarya gelê xwe yê azadarîyê da baware, bi hîvî û gumane ku gelê wîyî mêrxas wê serkeve û ji zulma dagerkiran rizgar be:
Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Azadî beyraqa wê be,
Edlayî tifaqa wê be
Ez zanim Kurdistanê çêbe.
Tavê qelema wê be,
Çavê alemê lê be,
Ez zanim Kurdistanê çêbe.
Lawê Kurd egîtê wê be,
Îro be yanê sibê be,
Ez zanim Kurdistanê çê be.
Berhemên Eskerê Boyîk yên pirozayê û şanogeryê jî balkêşin. Kurteçîrok , şano û romanên wî ji alyê xwendevana va bi hizkirin hatine pêşwezîkirin û qimetkirin.
Rawestandina ser naveroka romanên wî (xazma “Xezeba Xwedê”) vê gotara sînorkirî da ne mimkûne, ber wê yekê jî emê bi tenê kifş bikin, ku roman li ser doza tirajêdîya êl û eşîreke kurdên êzdî hatîye sêwirandinê.
Şanoyên “Sinco keça xwe dide mêr”, “Mem û Zîn”,
“Birînê rojên Buhurî” ser dikayên tîatroyên kurdî yên Elegezê, bajarê Tilbîsê û li Almanîyayê demên dirêj hatine lîstinê.
***
Eskerê Boyîk ku perwerda xwe dibistan û zanîngehên ermenî da standibû, ber ku yên kurdî bi sebebên eşkere tune bûn, lê bû helbestvanekî kurdî bi nav û deng, xudanê kemala helbestvanîêye bilind ev yek femdarîye, ber ku helbestvanî ji karaktêr (xeyset) û giyan, ji aqil û kemala wî dihat . Lê Esker, ku dibistan yan zanîngeheke kurdî ji dûr va jî nedîtibû, lê bû kurdzanek bi giştî, temamî û sipêsîyalîst (pêşekzan) lêkolîner di ware dîrok û ola beşeke gelê me kurden êzdî da eva êdî cîyê ecêvmayînê ye. Di vî ware zanîyaryê da lêkolînên hêja giranbiha cianîn û bi awayê gotar û pirtûkan dan weşendinê. Em jî ber sebebê li jêrê kifşkirî Eskerê Boyîk dikarin bihesibînin weke kurdzanekî xwegîhandî, xweperwerdekirî.
Sebeb çi bû, ku Eskerê Boyîk berê xwe da zanînên dîrok, civaknasî û ola kurdên êzdî? Belkî ji êzdîyatîya wî bû, ku ew bi xwe jî ji kurdên êzdî bû? Helbet, ev yek jî hebû, lê ew ne menîya bingehîn û ya tek-tenê bû. Sebebê bingehîn ew bûyê, ku dagerkirên Kurdistanê (civakî û olî), dijminên gelê kurd bi dewr û zemana ji bo desthilatdarîya xwe Kurdistanê da biparêzin, xurtkin cudatîya olê bi kar anîne, dutîretî kirine navbera kurdên êzdî û musulman, ew rakirne rûyê hev, li hev kirine dijmin, li hev dane qirkirinê. Heger em bi awayekî dine jî vê fikirê eyan bikin, dikarin bêjin, ku eynî dagerkiran, eynî dijminan ola musulmantîyê, ku piranîya gelê kurd dabûn qebûlkirinê dijî menfet, berjewandîyên gelê me bi kar anîne, ku hetanî îro jî ew sîyaset berdewam e.
A, ji ber vê yekê jî bilî, ku lêkolîna ola êzdîtîyê ji alîyê zanyarîyê da pêwûst bûye, ew her usa jî têma, babetekî aktûêl bûye ji bona lêkolînaran û di nav wan da bona yekî weke Eskerê Boyîkî miletevîn.
Bi rastî jî çima ewqas ferman li êzdîyan hatine rakirin, çima êzdî hatine kokbirkirin, çima êzdî ji alîyê birayên xwe kurdên musulman va hatine zêrandin, heramkirin, heta nan û destkuja wan jî nexwerine? Çîye sebebê vê koçberî û reva kurdên êzdî ji welêt? Êzdî ku bawarya xwe da ewqas berkin, çima musulmanî, wan wek “bêxuda” hela carna jî “kafir” nav dike? Çima hinek êzdî ji netewa xwe direvin û dibêjin “Em kurd nînin”? Sebebê dîndijminatîya di navbera kurdên musulman û êzdî da çiye? Eskerê Boyîk di pirtûka xwe“ Êzîdîyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş” , lêkolîn û gotarên xwe din da ser hîmê çevkanîyên nivîskî, zargotinî û ayînî hewl dide bersîva wan pirsa bide. Bersîv jî yeke: Dagerkirên Kurdistanê yên civakî û olî, ku kurdan û welatê wan bin destê xwe da xweyîkin ev “jera” dutîretîyê kirine nava vî gelî û cîyê dilêşîyê jî ewe ku her tiştî bi destê kurda bi xwe dikin: bi destê kurda mala wan, tifaq û yekîtîya wan wêran dikin.
Derheqa wê dutîretîyê ji alîyê zemîn da ya here nû, here dewî, ku ew jî bi xwe li Ermenistanê bû şede, di lêkolîna xwe “ Êzîdîyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş” da wa dinivîse: “Her kes bi evden bê pişt û bê tifaq dilîzin… Birek kurdên êzdî ketin tora partîyake ermenîya ya desthilatdar ya miletçî, nijadperest, gotin: “Em kurd nînin. Êzdî kurd nînin”. Hinek ji bo berjewendîyên şexsî u qazanckirina navên arzan ketin li nav wê lîstila qirêj, hinek jî bi dilê sax gihîştin wan… Pak bû xelkê bi alîkarîya rewşembîrên wure kurd ( li vê tangê rasttir dibû Esker zelaltir bigota: “ Rewşenbîrên kurdên êzdî” ber ku yên kurdên musulman wî zemanî da li Ermenistanê êdî ne mabûn.- W.E.) zû tê derxistin, ku li bin wê lîstikê da çi nêta xirab, veşartî heye û ji sedî pênc jî li pey wan “êzdîyan” neçûn “. ( rûp. 6). Piştî wê Eskerê Boyîk eyînî pirtûkê da li ser pêwîstî, aktûêlîya bicîanîna lêkolînên zanîyarî yên dîrok û ola kurdên êzdî radiweste û wa dinivîse: “ Heger lêkolînên usa hebûna ( yên ku me hêja besa wan kir-W.E.), gel rastîya dîroka xwe bizanbûya, serwext bûya çima, çawa ew buyer pêk hatin (bûyarên birakujîyê navbera kurdên musulman û yên êzdî da- W. E.) dijwar êzdîkî helalî bi sidqê qenc hebûya, ku pey wê koma “êzdîyên” sexte û miletçîyên ermenî biçûna û qewimiyeta xwe, koka xwe, kurdîtîya xwe înkarkirina…” ( rûp.7). Pêwîste em li vê tangê wê rastîyê kifş bikin, ku Eskerê Boyîk wek rewşenbîrekî kurdî welatperwer, miletparêz cêrgên ronakbirên kurd yên pêşin da dimeşîya, singe xwe kuta bû nîze, rimên xêrnexwez, nezan û menfetçîyan bona parastina yekîtî û navê miletê kurd.
Vê tangê da usan jî balkêşin lêkolîn û gotarên wîye: „Êzdîtî bawarîya heqîyê, rehmê û Xwedênasîyê ye“, lêkolînên wî li dor dîroka êlên Êzdîyên Serhedê: Êlên Hesinya, Sîpka, Zuqurîya, “Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 an”, “ Berxudana êlên Xalta”, “Êzdîtî gerekê bibe ware zanestîyê”, analîza hinek qewlên êzdîyan û hvd…
Eskerê Boyîk hinek lêkolînên dine yên ser civaka kurdên êzdî û usa jî romana xwe: “Xezeva Xwedê ” da ku bi dû cildan (2004 û 2008) hatîye weşandin, ser zor û zulma rêjîmên dagerkirên Kurdistanê, cihana musulmanîyê û navê da, sed mixabin, ya beşeke rêvabirên kurdên musulm an himberî êzdîyan disekine. Eskerê Boyîk di vê pirsê da cuda dibe ji hinek nivîskaran, ew wê zor û zulmê bi çavên kurdîtîyê mêze dike û tiradêjîya kurdên êzdî wek ya temamîy kurdan dihesibîne. Ewa helwesta here rast e, heger em wê yekî bigrin ber hesêb, ku ne ku kurdên musulman wek beşeke gelê kurd ya here mezin, here giran zor û zulm li êzdîyên hindikaya gel kirine, lê rêjîmên dewletên dagerkir, bi tebyetî ya Tirkîya Osmanîyê û xulamokên wan kurdên musulman jî nav da hebûn bi şikilê axa û began.
***
Eskerê Boyîk devedevî 25 sala sêkrêtarê (katibê) sêksîya, beşa nivîskarên kurd bûye ya Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê. Wî weke çarêka sedsalekê dîroka kar û barên sêksîyona nivîskarên kurd di pirotokolên civînên nivîskarên kurd da tomar kirîye û hemûşkî bêtir axaftina nivîskaran ser wan berheman, kîjanan ra bona weşendinê rêkomêndasîya (kefîldarîya) seksîyonê pêwîst bû.. Bi tomarkirînê ra bi tevayî ew bi aktîvî beşdarî analîzkirina berhemên ber cape bûye.
Ji despêka salên 80 î dest bi weşendina almanax, berevoka (em dikarin wê weke antolojîya jî bi nav bikin) berhemên nivîskarên kurd bû li Yêrêvanê, ku sale carekê, despêkê da bi nave “Bahara teze”, pişt ra “Bahar” dihat çapkirinê. Eskerê Boyîk yek ji amadekar rêdaktorê wê bû.
Eskerê Boyîk salên 90 î sê sala li paytextê Qazaxistanê- Almaatayê ma, li ku gelek kurd diman ku salên 30 î û 40 î ji Azeyrbêcanê û Gurcistanê sirgûnî Asîya Navîn kiribûn. Lê li vir jî Esker vala nesekinî, bi aktîvî tevî xebata komela wan yekîtîya Kurden Qazaxisuanê bû, beşdarî karê çandî û nemazê yê civakî bû, ber ku li wir hewcê zanînên yên weke wî bûn. Ew dibe endemê Yekîtîya nivîskarên Komara Qazaxistanê, helbestên hîmdarê edebyeta Qazaxa- Abay ji rûsî weldigerîne kurdî, bi alîkarîya Ezîzê Zîyo temamîya belgeyên KGB yên li ser sirgûnîya kurdan ya 1937 û 1944 ê salê ji komarên Kavkazîyayê berbi Asîya navîn (cara ewil) ji arşîvên veşartî derdxe, hazir dike, kîjan ji bo nivîsandina pirtûka Ezîzê Zîyo “Kurdê Qazaxistanê “ bû bingeh. Ew tev Pirof. Knyazê Îbrahîmî edebyetzan dibe amadekarekî kovara bi nave “Kurd” ku paşê nave “Nûbar” danîn li ser wê. Bi rêdaktorîya Kinyazê Îbrahîm û berpirsyarya Eskerê Boyîk, piştî weşena 6 hejmara ew Almatayê dihêle diçe Almanîyayê, bajarê Oldenbûrgê, li ku komela Êzdîyan hebû: “Mala Êzdîyan “. Ew bi aktîvî di nava kar û bare wêda cî digre. Dibe endemê komîtêya wê ya rêvabir, serkarîyê komîtêya wê ya rewşenbîrî dike.
Mala Êzdîyan ya bajarê Oldênbûrgê, ku niha bûye navendeke rewşenbîriyê, kurdzanîyê-êzdîzanîyê, keda Esker di wê yekê da pir e. Bi berpirsyarî, însatîv û tevbûna wî salê da bi dehan sênînar, konfêrans û çalakîyên civakî-zanyarî biçûk û mezin têne biçanînê, malpera wan ya “Dengê Êzdîyan” bûye malpereke kurda, bi taybyetî ya Kurdên êzdî ya here eyan, weşena “Dengê Êzdîyan” bi deha pirtûk daye weşandin.
***
Eskerê Boyîk eyînî ronakbire. Nîşana wê yekê, ku li bal Esker zelal tê kifşê ez wê yekê dihesibînim, ku ew rûmeta pênûsa heval û hogiran zane û keda wan bi obyêktîvî, gorî hêjabûnê dinirxîne. Di vî warî û, weke min tê derxistîye, hemû warên wîjdanî û îsanî da min li bal wî hogirê xwe misqaleke ernûsîyê, dexesyê, çevnebarîyê tecrûbe ne kirîye. Belkî eva ji xeysetê wî yê ronakbirîyê ya bilind, ji zanînên wî yên kûr tê. Lê dîsa jî, weke min tercûbe kirîye, hinek ronakbirên xudanê zanînên kûr, keda berhemdarîyê ya mezin jî carna carnûsîyê û dexesîyê himberî hogirên xwe yên pênûsê da dîhar dikin. Lê ev fêl ev xeyset bal Esker qet kifş nabe. Bi serda jî Esker hilbet, gorî hêjatîyê pesinê ronakbirên weke xwe helbestvan jî dide û wî warî da pir merde, destvekirîye. Haya hemû ronakbirên kurd jê heye, ku Esker bi çi awayî merd-merdane pesinê poêzîya Şikoyê Hesen û Fêrîkê Ûsiv di pirtûka xwe ya “Nûra Elegezê” da daye, helbet, bi lêkolîn, analîzkirina berhemên wan.
Di ware îsanetîya wî da min tiştekî dinê jî yê qenc tercûbe kirîye. Ew li hemû ronakbîrên, heger em dikarin wa jî bêjin, yên bi şuret yên welatîyên xwe, ji Ermenistanê xweyî derkeve, gava pêwîstî di wî warî da çê dibe. Ew keda wan bi hêjatî radixe li ber çavan, îlahî wan yên ku gorî wî bi zemanekî kifş û bi neheqtî bin sîyê da mane. Dilê wî ji ber vê nerastîyê dêşe û ew li ronakbîrên jibîrkirî xwedî derdikeve. Ez êdî derheqa wê yekê da nabêjim, ku ew zemanên pêwîst da rojbûyîna wan bi nivîs, bi gotarên xwe yên hêja va kifş dike. Ev kirina wî jî hêjayî hemû cûrên pesindanane.
Eva xên ji hestên berpirsîyarîyê ji dilovanî û dilsozîya wî tê. Û gava ronakbîrekî welatîyên wî dice ber rehma Xwedê Esker teva pirtir ber dikeve, ne baware ku ronakbirekî angorî wî wê peyda bibe û cîyê wî tijeke, dilêşîya xwe bona çêbûna wê zîyanê û kêmasîyê îlan bike û keda wî li ber gel û çanda wî da bi hêjatî binirxîne.
Dawyê ez weke hogirekî Eskerê Boyîk yê nêzîk li ber hesabgirtina reng û rû, bejin û bal meşîyana wî û nemaze kar û bare wî yê berhemdayînê, lêkolînyarîyê, ku ew îro 70 salîya xwe da jî bi cî tine, ku gorî felsefa gelê me dihesibe sîmbola kalbûnê, bi şabûn û hêvîya temam dikarim bêjim, ku ewê hê sûrpirîzên nû raberî gelê xwe bike bi cîanîna nivîsandina berhemên edebyeta bedew û lêkolînên zanyarîyê yên nû.
***
Eskerê Boyîk sala 1984 da endemê Yekîtîya Niviskarên walatê sovêtê bû, endemê Yekîtîya nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemekî PEN a Kurd.
***
Lîşta pirtûk û berhemên Eskerê Boyîk yên edebyeta bedewetîyê û lêkolînên zanîyarîyê, ku li Ermenistanê û welatên derva hatine weşendinê:
1.ŞIVERÊ, helbest, Yêrêvan, 1966.
2.KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, Yêrêvan, 1975,
3.KULÎLKÊN ÇÎYA, helbest, bi zimanê tirkî,kurdî, Stembol,1979.
4. SINCO KEÇA XWE DIDE MÊR, şano,Yêrêvan,1980.
5.MEM Û ZÎN, şano, Stokoholm,1989.
6.TÎRÊNC, (di berevoka BAHAR da), helbest, Yêrêvan,1987.
7.KULÎLKÊN ÇÎYA,helbest, bi zimanê tirkî,kurdî, Stokoholm,1990.
8.LI ÇÎYA, kurteçîok, Yêrêvan,1991.
9.DUAYA SERÊ SIBÊ, helbest, Roja nû, 1997.
10.ODA ÇÎROKAN 1, helbestên zarokan, Roja nû,1997.
11.KULÎLKÊN BIRÎNDAR, helbest, Stokoholm,1998.
12.GOVENDA HERFAN, helbestên zarokan, Stokoholm 2002.
13. Çîrokên oda me; kurteçîrok, weşenên Afîş Medîa, 2004
14. Nûra Elegezê; edebyetzanî, Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 2004
16. Xezeva Xwedê, roman, beşa ewlin, weşena Deng, Îstenbol, 2004.
15. Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reş, dîrok; Dengê Êzdiyan, oldênbûrg, 2006
17. Xezev; roman; beşa dudan, weşena Deng, Îstenbol, 2008
18. Ez kilameke melûlim, helbest, weşena Deng, 2009
19. Nûra Elegezê, bi tîpê erebî, Duhok 2011
20. Bahoz, roman, weşena AVÊSTA , Istenbol, 2011
Bilî vana kurteromanên „Bahoz“ û „Deftera kurdekî penabir salên 1999-2002 a jimarên rojnemên HÊVÎ, Roja Teze û Dema Nû da çap bûne, şanoya „Selîm Beg“ kovara „Nûbar“ da (sala 1995 a), lêkolîneke berfireh li ser helbestvanîya Cegerxwîn kovara DENG da sala 2003 a hatîye çapkirinê. Bi berpirsî û rêdaktorîya wî pirtûka Ezîzê Zîyo Alîyêv „ Kurdên Qazaxistanê sala 1995a li Almatayê hatîye weşendin. Pirtûk li ser dîrok û bûyarên kurdên Qazaxistanêye ku salên 1937 a û 1944 a ji komarên Kavkazîyayê sirgûnî wur kiribûn.
Eskerê Boyîk xudanê pir gotarên zanyarîyê-pûblîsîstîye, rêsênzîyayên ser nivîskar û zanîyara û bi tebyetî berhem û lêkolînên wane, her usa jî pêşgotinên pirtûkên kurdîyê. Bi pêşgotinên wî hatine weşendinê: romana Hecîyê Cindî „Hewarî“ (Weşena Roja Nu, 1999), bervoka novêl-serhatîyên Wezîrê Eşo „Parîyê Berdamayî“ (Hewlêr, 2008), pirtûka Ahmed Camîlîbêl „Evdalê Zeynikê“ (Weşena Deng), berevoka „Zargotina Kurmanca“ ya Hecîyê Cindî û Emînê Evdal (Weşena Avêsta, 2008), cilda sêyemîn ya berhemên rehmetîyê Fêrîkê Ûsiv (Yêrêvan, 2009).
Hazir kirye û rêdaktorî çend berevokên efrandinên nivîskarên kurdên Ermenistanê- BAHAR ê kirîye.
Rêdaktorê romana Egîtê Xudo “ Dê û Dêmarî” (Yêrêvan 1986), pirtûka Ahmedê Gogê “Dengê kal-bavê me” (Yêrêvan-1997) bûye, serokê rêdkolêgîya weşena berevoka “Şêx Fexirê Adîyan fîlosof û xasê ola Êzdiyatîyê“ (Weşena Dengê Êzdiyan,2009).
Lê, awa, her bi tenê sernavê çend gotarên Eskerê Boyîk yên zanîyarîyê ye giranbiha, ku li ser rûpelên malper, rojneme û kovarên kurdî hatine weşandinê: “Nêrîneke kurt li ser edebyeta kurdên Sovyêtê”( kovara Deng” 2000), „Fêrîkê Ûsiv, jîyan û kar“.- Rîya Teze (2009), „Şekroyê Xudo, jîyan û kar“.- Rîya Teze (2010), „Êzdîtî bawarîya heqîyê, rehmê û Xwedênasîyê ye“.- Peyama Kurd, jimarên 8-10 (2003), „Serhatîya Cangîr Axa“.- kovara Laliş Duhok (2004), „Êzdîyatî gerekê bibe warê zanyarîyê“, „Ez çûme Hecê“.-Salnama Ehmedê Xanî, (Weşena Belge yayînlarî, 2010) “ Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 a“.- „Berevoka Şêx Fexirê Adîyan fîlosof û xasê ola Êzdiyatîye“ (Weşena Dengê Êzdiyan,2009), “ Berxudana êlên Xalta”.- Berevoka „Mêrxasên Êzdiyan“ bi zimanê Almanî. Salên 1990-1999 an Esker li ser rûpelên rojnema Rîya Teze jî cêrga „Gundên kurdan li Ermenistanê” derheqa payê gundayî pirê da oçêrkên balkêş dan weşendinê û gelek lêkolîn û gotarên din.
http://lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=1023
Her bijî, Esker!
Новости
КУРДЯНКА — НОВЫЙ МИНИСТР ОБОРОНЫ НИДЕРЛАНДОВ: ДИЛАН ЙЕШИЛГЕЗ
Дилан Йешилгёз-Зегериус (нид. Dilan Yeşilgöz-Zegerius, при рождении Дилан Йешилгёз (тур. Dilan Yeşilgöz, курд. Dîlan Yeşilgöz); род. 18 июня 1977[1], Анкара[2]) — нидерландский политический и государственный деятель курдского происхождения. Лидер Народной партии за свободу и демократию с 14 августа 2023 года. Первый вице-премьер-министр и министр обороны Нидерландов с 23 февраля 2026 года. Член Второй палаты Генеральных штатов Нидерландов с 6 декабря 2023 года и в 2017—2021 годах. В прошлом — Министр юстиции и безопасности Нидерландов (2022—2024), статс-секретарь Министерства экономики и климатической политики Нидерландов (2021—2022).
Биография
Родилась 18 июня 1977 года в Анкаре, столице Турции[3][4]. Её отец Юджел Йешилгёз[нид.] (род. 1951), курд[5] по происхождению[6], был профсоюзным деятелем левой Конфедерации революционных профсоюзов Турции. После государственного переворота в Турции 12 сентября 1980 года он бежал с семьёй из страны. Через Ирак и Иран он добрался до Нидерландов в 1984 году, когда Дилан было 7 лет. В Нидерландах он стал криминологом.
В 1991 году поступила в колледж Валлей в Амерсфорте. В 1997—2003 годах изучала культуру, организацию и менеджмент в Амстердамском свободном университете[3].
В 2004—2006 годах — сотрудник Научного бюро исследований и статистики общины Амерсфорт. В 2006—2014 годах — консультант муниципального совета Амстердама по безопасности и страхованию, участвовала в различных политических проектах[3]. Сперва была членом Социалистической партии в Амерсфорте, писала для молодёжки Партии труда и волонтёрила для Зелёных левых.
В 2004—2010 годах — специалист Amnesty International. В 2008—2011 годах член правления общественной некоммерческой организации SAVAN (Stichting Audiovisuele Antropologie Nederland)[3].
С 2010 года — член Народной партии за свободу и демократию (VVD)[3].
По результатам муниципальных выборов 2014 года избрана депутатом городского совета Амстердама от Народной партии за свободу и демократию[3].
По результатам парламентских выборов в 2017 году избрана членом Второй палаты Генеральных штатов Нидерландов от Народной партии за свободу и демократию. Переизбрана на выборах 2021 года[4][3].
25 мая 2021 года назначена статс-секретарём в Министерстве экономики и климатической политики Нидерландов в третьем кабинете Рютте[3].
10 января 2022 года назначена министром юстиции и безопасности Нидерландов в коалиционном четвёртом кабинете Рютте[англ.], сформированном по результатам парламентских выборов 2021 года[7][3].
12 июля, через два дня после отставки Марка Рютте, Йешилгёз-Зегериус выдвинула свою кандидатуру на пост следующего лидера VVD[8]. На следующий день правление партии официально выдвинуло ее на эту должность[9]. 14 августа она официально стала лидером партии VVD[10].
По результатам парламентских выборов 2023 года избрана членом Палаты представителей. Переизбрана на выборах 2025 года.
23 февраля 2026 года назначена первым вице-премьер-министром и министром обороны в коалиционном правительстве меньшинства[англ.] под руководством премьер-министра Роба Йеттена.
Примечания
- Dilan Yeşilgöz-Zegerius (нид.) — Volkspartij voor Vrijheid en Democratie.
- de Wetering S. v. Dilan Yeşilgöz-Zegerius wil Rutte opvolgen: dit wil je over haar weten (нид.) — Margriet, 2023.
- Dilan Yeṣilgöz-Zegerius (нид.). Rijksoverheid.nl. Дата обращения: 13 января 2022. Архивировано 14 января 2022 года.
- Dilan Yeşilgöz-Zegerius (нид.). Tweede Kamer der Staten-Generaal. Дата обращения: 14 января 2022. Архивировано 14 января 2022 года.
- Slomp, Door Priscilla. Mediagenieke VVD’er Yesilgöz maakte bliksemsnel carrière (нид.). NU (12 июля 2023). Дата обращения: 25 ноября 2023. Архивировано 24 ноября 2023 года.
- De wispelturige politieke zoektocht van Dilan Yesilgöz-Zegerius (нид.). FD.nl. Дата обращения: 25 ноября 2023. Архивировано 6 января 2022 года.
- Новое правительство Нидерландов приступит к работе 10 января. ТАСС (30 декабря 2021). Дата обращения: 13 января 2022. Архивировано 13 января 2022 года.
- nieuwsredactie, Door onze. Yesilgöz wil Rutte opvolgen als VVD-leider en stelt zich kandidaat (нид.). NU (12 июля 2023). Дата обращения: 20 августа 2023. Архивировано 20 августа 2023 года.
- VVD-bestuur wil Yesilgöz als opvolger Rutte (нид.). nos.nl (13 июля 2023). Дата обращения: 20 августа 2023. Архивировано 13 августа 2023 года.
- Dutch Justice Minister Becomes New Leader of Rutte’s VVD Party (амер. англ.). Yahoo News (14 августа 2023). Дата обращения: 20 августа 2023. Архивировано 20 августа 2023 года.
Новости
ROJNAMEVAN Û DÎPLOMAS HESENÊ QEŞENG ÇÛ BER DILOVANYA XWEDÊ
Çanda meye netewî zîyaneke mezin kişand: karmendê rojnama «Rya teze» yê berê, rojnamevan û dîplomasê naskirî Hesenê Qeşeng 12-ê çileya sala 2026-an di 82 salya temenê xwe da li bajarê Novorosîyskê (Rûsya, parwalatê Krasnodarê) çû ber dilovanya Xwedê.
Li ser rol û kemala ocaxeke meye netewîye sereke – rojnama «Rya teze», ya di warê pêşvebirina çand, ziman û dîroka gelê me da, eger derew tê tunebe, mirov dikare têza doktorîyê binvîse. Bawer bikî tune mijareke civaka kurdîye usa, ku rojnama «Rya teze» li ser nesekinîye û nenivîsîye. Tiştekî veşartî nîne, ku ev rojnama jîyandirêj hetanî dawîya sedsala 20-î jî ma wek hedadxaneke kadroyên netewîye sereke. Gelek zanîyar û nivîsakarên meye navdar di dema xwe da li vê rojnamê kar kirine û herdem li ser rûpêlên wê gotar û nivîsên xwe weşandine. Hema ji wan karmendên rojnamêye jêhatî û şareza yek jî Hesenê Qeşeng bû.
Hesenê Qeşeng 15-ê sibata sala 1944-an li Ermenîstanê, li gundê Eynelûyê (niha Lênûxî, navçeya Êçmîazînê) ji dayîkê bûye. Sala 1953-an mala bavê wî ya Qeşengê Eyoyê Xwedo cîhguhastî gundê Dalarê (navçeya Artaşatê) dibe. Zarotaya Heso li vî gundî derbas bûye, di vî gundî da jî ew çûye dibistana seretayî.
Sala 1957-an malbeta Qeşengê Eyo diçe bajarê Artaşatê û li wir dihêwire. Heso xwendina xwe li dibistana bajêre hejmara 1-ê dûmayî dike. Sal 1963-an ew vê dibistana navîn bi mêdala zêr serhevda tîne û hema wê salê jî li beşa farizî ya fakûltêta Rojhilatzanîyê ya Ûnîvêrsîstêta Êrêvanêye dewletê tê hildanê.
Salên xwendekarîyê bona wî salalên here xweş bûn, li ber wî cîhaneke nû vebibû. Piştî dersan dema wîye aza qet tunebû: yan ewê li pirtûkxanê bûya, yan jî diçû radyoya kurdî û rojnama «Rya teze». Wê demê komela xwendekarên kurd ya Rewanê hebû. Komelê karekî mezin dabû pêşya xwe: hertim nivîskar, zanyar û rewşenbîrên meye cihê-cihê vexwendî civînên xwe dikir, yên ku li ser wêje, çand û dîroka gelê me gotebêj û qise pêk danîn. Hema wan salan jî hesîna Hesen ya hizkirina berbi netew û welatê kal-bavan bêtir kûr bû û di dilê wî da şax veda. Hema di wê demê da ew bi rojnama «Rya teze» ra hate girêdanê, car-caran gotar ji bo wê û radyoyê dinvîsî.
Havîna sala 1968-an Hesenê Qeşeng bi dîploma sor Ûnîvêrsîtêt kuta kir. Gere bê gotinê, wekî dîploma sor kêm xwendekaran dikaribûn wergirtana. Dîploma usa her tenê didane wan kesan, yên ku nava 5 salan da bêqusûr hîn bûne û tenê qîmetê zef baş stendine.
Destpêka sala 1969-an berpirsyarê rojnama «Rya teze» Mîroyê Esed gazî Hesen dike, ku di rojnamê da wek nûçevan kar bike. Karmendîya Hesen ya rojnamevanîyê bi fermî hema di wê salê da destpê bû û bêtirî 20 salan dom kir.
Hesen timê bîr danî: «Ez du hesînan ra amin mame û bawerim, ku heya rojên xweye dawî jî ew hesîn wê li bal min bimînin û neyêne guhastinê. Ya yekemîn ewe, ku dibê mirov xêrxwez û qenc be, xirabî û nemamîya xelqê neke. Axir ne pêşîyên me digotin, wekî ji şer û dewan tu xêr tune, her tenê qencî dimîne û tê şêkirandinê. Ya duemîn jî – ew hizkirina berbi netew û waletê meye. Mirovê xwedî hesînên awa, bi bawerîya min, mirovê herî dewlemend û bexteware». Belê, xudanê van xeta şade ye: ew van hesînan ra hetanî dawîya emrê xwe amin ma…
Nivîskarê meyî navdar Eskerê Boyîk, ku vê gavê li Almanyayê dijî, gele-gele nivîsarên xwe li ser rûpêlên «Rya teze» çap kirine. Ew, ku timê dibû mêvanê rojanamê û wek rewşenbîrên meye mayîn baş haj karê rêdaksyonê û karmendên wê hebû, li ser Hesen awa nivîsye: «Hesenê Qeşeng bi xeysetê xwe yê paqij û eşîrtîyê, bejin-bala xweye tîtalî û seke-sifetê xweyî kurmancî, pêra jî zanebûnên berfireh nava rewşenbîrya meye Ermenîstanê da hertim berbiçav diket. Welatparêzekî dilsoz û rojnemevanekî serketî bû. Gotar û nivîsên wî balkêş bûn. Ew bi hewaskarî dihatine xwendinê…».
Di destpêka sala 1981-ê xudanên van xetan hate rojnama «Rya teze» û derbasî li ser kar bû. Wê demê desteke karmendên rojnamêye zane û cêribandî bi serekvanîya berpirsyarê emekdar Mîroyê Esed kar dikir. Nenihêrî wê yekê, wekî min Hesenê Qeşeng berî hingê jî nas dikir, lê salên karê tevayî em bi nêzîkayî û baş hev ra bûne nas. Hesen bêtir gotarên li ser çanda netewî û mijarên civakî dinvîsî. Nivîsên wî bi naverok kûr bûn. Gava ewî pirsgirkek hildida û arzû dikir, ne ku tenê sebebên wê pirsgirêkê danî ber çavan, lê usan jî ew nirx dikir û rê-dirbên çareserkirna wê pirsgirêkê nîşan dida û derdixiste meydanê. Di rojnamê da ew gelek salan serokê beşa çand û nama bû. Ewî namên xwendevanên rojnamê guhdar dixwend, bi bingehî analîz dikir, gava pêwîst bûya, diçû xudanên wan neman didît yanê jî ew vexwendî rêdaksyona rojnamê dikir…
Tiştekî veşartinê nîne, ku berî hilweşbûna Yekîtîya Sovîyêtê li hemû komarên wê, di wê jimarê da li Ermenîstanê jî, rewşa aborî û sîyasî xirab bûbû, gelek hêzên netewperest serên xwe bilind kiribûn, civakên netewên kêmjimar ketibûn rewşeke nedîhar ji bo bawerîya berbi roja sibê… Ji ber van babetan Hesenê Qeşeng jî wek gelek rewşenbîrên me terka xebata xweye li «Rya teze» da, ji Yêrêvanê bi malbetî koçber bû, çû Rûsyayê û li bajarê Novorosîyskê hêwirî.
Hesenê Qeşeng wergêrvanekî zimanê farizî yê gelekî jêhatî bû. Li salên 1980-î ew du caran çû Afxanistanê û serhev weke 5 salan li wir karê wergêrîyê û dîplomasîyê kir. Di destpêkê da wek wergêr, lê dû ra wek sêkrêtarê duemîn yê baylozxana Rûsyayê li Afxanistanê xebitî. Xebata wî bilind hatîye qîmetkirinê: ew bi gelek xelatên dewleta Sovîyêtê û Afxanistanê va hatîye rewakirinê. Mîna vê rojê tê bîra me, li rêdaksyona rojnama «Rya teze» caranan, gava em di nava karê wergêrê da rastî hinek têrmînên çetin dihatin û me nikaribû wêrgêra wane kurdîye rast bidîta, em berbirî Hesenê Qeşeng yan jî gotarvan Rizganê Gango dibûn (ewî jî farizî baş dizanibû û gelek salan li Îranê kar kiribû), wekî koka wan têrmînan li xebernamên farizî bigerin û bibînin. Bi wî teherî karmendên rojnama me gelek têrmînên nû çê dikirin.
Rojnamevan Rizganê Cango, yê ku îro bi fermî wek midûrê rêdaksyona «Rya teze» hesab dibe û li Moskvayê dijî û kar dike, bîr tîne: «Gava Hesenê Qeşeng bi mecbûrî terka rojnema «Rya teze» da û ji Ermenîstane derket, ew 46 salî bû. Ger ew neçûya, wê hetanî îro, yanê weke 36 salan jî qulixî gelê xwe bikira. Ew wek xudanê zanebûnên kûr dikaribû bibûya dersdarê nifşên nû…».
Rojnamevan û wergêrvan Têmûrê Xelîl ji Stokholmê li ser Hesenê Qeşeng awa nivîsye: «Di nava me da meriv bi çend şêwa bi nav û deng dibin. Hinek bi wê yekê va, ku zargotina gelê xwe baş dizanin, hinek bi wê, ku xwe ji şîn û şayên miletîyê nadine paş, hinek kes bi xwendin û zanebûnên xwe va, hinek jî bi welatparêzîya xwe va. Kêm caran dibe, ku ev hemû nîşan bi hev ra li bal merivekî hebin. Yek ji wan kesan jî Hesenê Qeşeng bû…».
Dibêjin, mirovê efrandar berî her tiştî arxîtêktorê ruhê xwe ye, dû ra yê benda. Efrandar bi ruhê xwe va tu caran kal nabe, ji ber ku ramanên wî herdem nûjen û genc dibin. Hesenê Qeşeng jî wek mirov, rojnamevan û dîplomas nûjenvanê ramanên xwe yên niştimanperwarîyê û welatparêzîyê bû…
Ji navê heval-hogirên Hesenê Qeşeng em serxweşîyê didine bira-pismam, seranser binemala Qeşengê Eyoyê Xwedo.
Bila serê lawê wî Barzanî û nevîyên wî sax be!
Bila serê gelê me sax be!
Prîskê Mihoyî,
karmendê rojnama «Rya teze» yê berê,
rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya).

Ji navê Rêveberya malpera www.kurdist.ru
Rêveberya malpera www.kurdist.ru ji bo koça dawî ya Hesenê Qeşeng — rojnamevan û dîplomatekî kurdî navdar serxweṣîyê dide bira-pismam û malbeta rehmetî.
Hesenê Qeşeng di warê pêşxistina çapemeniya kurdî û xurtkirina têkiliyên civakî da karekî mezin kir.
Bi salan Hesenê Qeşeng bi awayekî çalak beşdarî pêşvebirina rojnamegeriya kurdî bû û li ser qada navnetewî berjewendiyên Yekîtiya Sovyetê diparast.
Taybetmendiyên wî yên profesyonel, rastî û dilsoziya wî bal heval-hogirên wî rêzgirtina kûr herdem dihate qîmetkirinêh. Xebata wî di dîroka rojnamegeriya kurdî û dîplomasiya Sovyetê de şopeke bêhempa hişt.
Bîranîna Hesenê Qeşeng di dilê kesên ku wî bi şexsî nas dikirin wê her û her bimîne.
Di vê dema dijwar de rêveberya malbera www.kurdist.ru sersaxiyê dide malbat, heval û hevkarên rehmetî.
Bi rêz û xemgînî,
Rêveberya malpera www.kurdist.ru
-
Новости6 лет назадТемур Джавоян продолжает приятно удивлять своих поклонников (Видео)
-
Страницы истории12 лет назадО личности Дария I Великого и Оронта в курдской истории
-
История13 лет назадДуховные истоки курдской истории: АРДИНИ-МУСАСИР-РАВАНДУЗ
-
История14 лет назадКурдское государственное образования на территории Урарту: Страна Шура Митра
-
История15 лет назадДинастия Сасаниды и курды
-
Интервью6 лет назадНациональная музыка для нашего народа — одна из приоритетных ценностей…
-
Культура6 лет назадТемур Джавоян со своим новым клипом «CÎnar canê («Дорогой сосед»)»
-
Археология16 лет назадКурдистан — колыбель цивилизации. Хамукар.

Вы должны войти в систему, чтобы оставить комментарий Вход