Опубликовано: 02.01.2010 Автор: Admin Комментарии: 0
 Hesenê Alê
 
  EM JI KU HATIN?

ELBET BI KELIMEKÊ JI KURDISTAN Ê

 

Xwendevanên hêja, Di sala 1997-98 an da min gelek meraq kir ku ez li ser Kurdên Anadoliyê nivisek binivsînim. Min gelek ji xwand û gelek rûsipî guhdar kirin. Ji devê wan agahî girtin. Ji bona ku wext nebu, min min nikarî ku ez li ser zede lêkolîna pêk bînim. Evqas di destê min re hat min ewqas nivîsand. Ez ji bona kemasiya ji we lêborîna xwe dixwazim. 

 

Binêre û bibêje lawo. Em ji ku hatin……….

 

 

Ne bi xêra bavê xelkê hatin vir. Bi kuştin, bi talan, bi sûrgûnê ji ber zilmê, ji ber zordariyê, ji ber talanê. Hinek ji me bi ga, hinek ji me bi li ser milê hespa….. Em bi rê da birçî û tazî man ji guran re bûm yêm. Em hatin li welatê Roma reş ewirîn.

 

Şaîr Mehmud Nejat ji Silêmaniyê namek ji kovara Jîn re şandiyê tê da wiha nivisiyê

 

«Ax welat, ax welatê ku bi xwînê hatî avdanê.

 Ey dayika xemgîn a ku ewledê xwe wenda kirî.

 Ax, ew xem û xeyala û xwesteka min a ku tim bêm cem we.

 Lakin zivistanê derî li me girt, tu mecalî min î ku ez bêm ba we tune.

 Eger ku me hevdu nedît, bila laşê min li çiyê bimîne.

 Ma her sibê û her êvarê bîhna bayê welêt li laş min xîne.(Hejmar 8, rûpel 11)

 

Li vir hesert û daxwazên xwe tîne ziman.

 

Xwendevanên hêj; Wekî tê zanin li der û dorên Anadoliyê di jorî 500-600 hezarî Kurd hatine sûrgûnkirin û li herêmê dijîn. Piraniya wan li derdorên Ankara, Konya, Kirşehir û Haymanê, Yozgatê ewirînê û welat û axa xelkê ji wan re bûye welat. Lê belê  ew çiqas li ser wê axê bijîn jî wan ti caran welatê jêrin/Kurdistan bîrnekirin. Wan ziman kultur û edetên xwe ji bîrnekirin. Bi Kurmancî dengkirine û Kurmancî xewn dîtin, bi Kurmancî şîn kirine û bi Kurmancî jîyan. Hetanî van rojan zimanê Tirkî ji wan rehertim xerîb e. Bi vî zimanî tat em nikarin dengkin. Zimanê xwe di ser her tiştekî re girtine.

 

Di salên 1960 an da radiyoyê Erîvan hebûn wan bi can û û dil diçû ew radyo guhdra dikirin. Gava ku seat dibû 6 ê êvarê herkes li ber dengê Meyremxan û Kawis Axa rûdinişt ew guhdar dikirin. Lê di demeka kin da dewleta Tirk lê çû ferqiyê ku ew radyo ji aliyê Kurdên Anadoliyê ve tê guhdar kirin. Frankasên wî dengî kêm kirin. Dengê Meryemxan û Kawis axa birîn. Kurd bi seatan di radio diqerişin ku wî dengî bibhîzin. Lê xebera wan tune bû ku dewletê frankasên wî birîne.

 

Digotin va meratî me yî radio yî deng Îranê/Îraqê beşê Kurdî nakşîne çimo lo!? hers dihatin

 

Gava ku me digot pazar û pazartesî dapîra me li me diqahrî, digotin ew çine, di dema me re ew rojên wiha tune bûn. Şemî yekşemî û duşemî hebûn.

 

Dewletê her yek ji me avêtibû deştekê. Em Kurd ji hev bêxeber bûn.

 

Me jî hetanî van salên dawiyê nedizanî Kurd li aliya Behra Reş Samsun, Bafra û Sakarya, Tokat, Kayserî, Eskîşehrê û Burdurê hene.

 

Kurdistanî ya jî ne dizanin ku Kurd li aliya Konya, Ankarê hene. Em ji hev bêxeber bûn. Gava ku me ji wan re digot em ji aliya Konyê ne. Em li wir dijîn. Wan ji me bawer nedikirin.

 

Na lo! Digotin li wan derana Kurd çi digerin? Maşellah we Kurdî xwe ji bîrnekiriye haaa!

 

Me digot em ji eşîreta Reşiyane. Bi navekî din bi me re dibêjin Ga westiya. Gawên me westîne.

 

Lo Ewdo! Digot, xwarzî dibêje em ji aliya Konyê hatine.

 

Li ser çawan hatine bavê min.

 

Mirov dikare sûrgûniya Kurdên ku niha li Anadoliyê dijîn bi sê birra bike.

 

1-Sûrgûniya dema Osmaniya.

 

2-Sûrgûniya dema Komara Tirkiyê re.

 

Ez dixwazin ewil behsa goçeriya dema Osmaniya bikim ku di wê demê de, Osmaniya Kurd çawa goçberî der û deştan kirine.

 

Tirka gelek caran êrîşên mezin birine ser Kurda. Di navbera Kurd û Tirkan de şerên giran dijwar pêk hatine. Gelek mirov ji hev hatine kuştin.

 

Şopa Kurda li navça Anadoliyê gelek kevn e. Ew teqabûla sedsala 15 û 16 an dike.

 

Îro çawa dewleta Tirk gund û bajarên me dişewtîne. Osmaniya jî di wê demê da dest bi şewat û talan kirine. Lê gelê Kurd li hember dijminê xwe bi mêranî şer kiriye. Ti cara stûyê xwe li ber wan xar nekiriye. Wekî Kurdekî serbilind jîya yê.

 

Kurd mecbur man ê devê xwe danê çol û baniya û li weltên xekê bûne mûacir û bindest.

 

Bi milyonan Kurd ji ser axa wan hatine ajotin. Di vê rûreşî û bext reşiyê da dewleta Osmanî ne bi tenê bûye. Hertim şîrîkên wan  hebûne. Ev jî serok eşîrên me bûn. Dewletê ew bi şilt û madalyê zêr û zivînî xelat û nîşan kirine. Ew kişandine aliyê xwe.

 

Kê mal daye ê, kê perê û kê desthildarî ya eşîretî dayê. Lê gava ku dewleta Osmanî axa û begên me kaşandin cem xwe vêcarê jî di nava wan da fîtne û fesadî derxsitiye ku wan ji hev biqetîne û wan bişînin cîyên dine dûrê nezan. Wan bêhêz bikin.

 

Li wî demê deşta Anadoliyê gelek fereh û bêxwedî û vala bû.

 

Dixwastin ku herêma xwe vala bi wan tijî bikin. Sûrgûniya Kurda gelek salan ajot. Sal hatin 1870-1880 an.

 

Eşîret û qebilên Reşiya bi gerê û gerê westiya bûn. Ji bac dayine westiya bûn. Wan jî êdî dixwastin li ciyekî biewirin. Ji xwe re warekî bigirin û bibin xwedî mal û milk.

 

Hinek rûspîyên me wiha dibêjin«Serokên Eşîra ji hev heznedikir û hevdu biçûk didîtin, ji hev lome û gazin dikirin.

 

Li odeyekê an li civatekê li ser tuneye şer dertêxistinji hev bi dehan însan dikuştin.

 

Elbet di vir da rola Îslamiyê jî pir bû. Eşîretên Anadoliyê bi piranî ji mezheba henefî(sûnî bûn. Nedixwastin ku digel mezhebê din bijîn. Îro em dibînin Şêxbizînî li aliyekî ne. Ew mezheba şahfî ne. Dimilî li aliyekî ne Şahfî û Henefî ne. Têkiliyên xwe pir bi hev re pir  tunen.

 

Di nava civata Kurdên Anadoliyê de Kurdên Êzidî û Elewî jî gelek hebûne. Lê wan ji tirsan re dengê xwe dernetêxistine. Giran û giran ew jî derbasî aliyê Sûniya dibûn.

 

Hetanî salên 1950-60 an de hê şopa Êzîdiya li ser Kurdên Anadoliyê hebû.

 

Sîng singo dilistin, agirên mezin vêtêxistin û di dor wî agirî re govend dikşandin û kilam distiran. Digotin avê li êgir neke ocaxî te kur bibe. Berî xwe berve rojê dikirin dua dixwandin. Berî xwe berve hîvê dikirin duê dixwandin. Gava ku jina porê şê dikirin,  porê wan î ku diweşî veşer dikirin, digotin gunehê vî porî veşerin. Gava ku me xaniyên xwe dixelandin ji nav bi çalan porê jina derdiket.

 

Kalê min digot« Ew çiyê lo hûn wek Êzîdiya serhîşikin»

 

Min carekî ji wî pirsî got kalo çima Êzîdî ewqas ser hişik bûne?

 

«Kurê min me dîn/ola Mihemed qabul kir. Lê  wan qabul nekirin li ser dîn/ola xwe man. Mînakên wiha gelek in.

 

Mehmet Emîn Zekî ji bona sûrgûn û goçeriya Kurda wiha dibêje;« Sûrgûnî û goçeberiya Kurda li ser Kurda bi bihayekî pir pir giran bûye mal.  Bi xwe re êş, zulm, zordarî û nexweşî aniye. Li wê demê 3000 gundên Kurda bi erdê re krine yek û hatine şewitandin.(Îro jî aynî metod bi kar tê. Ji sala 1984 an da hetanî roja ma îro 5000 gundê Kurda hatin şewitandin an valakirin. Bi milyonan Kurd li metrepolên Tirkyê per û pêrîşan bûn. Bi deh hezaran zarokên Kurda keç û kur li kolanên Stanbol, Îzmir û Ankerê diziyê dikin û eroîn û esrarê difroşin bi  hezaran keçikeên kurdê têr û tezê laşê xwe difroşin)

 

Gava ku dem hat 1900 an(1919) aboriya Osmaniya gelek xirab bû. Dewletê êdî nedikarî ku eskerên xwe têr bike û erzaqê wan peyda bike. Di dest wan da rêyek mabû. Ji dest eşîra bigirin û bidin eskera. Li herêma Amedê ji bona ku alîkariya Osmaniya lojistik nekin bi hezaran Kurd berve Musulê çûn û Qismek jî ber ve Edenê û Helebê çûn. Min ji dostên xwe bîhstî bû. Gava ku Kurd gehştin Musul û Helebê wan bi rê da gelek tengasî dîtin û bi hezaran bi rê da mirin. Gava ku ji wan re qala rêwitiya xwe dikirine, dil û kezebê wan ji êşa ku wan dîtî dipertlîne.

 

Di koçeriya Kurdan da rola Îdris Bedlîsî jî giran bû. Ew bi xwe ji Kurdên sûnnî bû. Bi alîkariya Osmaniya eşiretên Elewî diajotine Rojava ya Tirkiyê.

 

Di wê demê da serokê Osmaniya Yavuz Sultan Selim Îdrîsî Bidlîsî wek mîrê mîran li herêmê hilbijartiyê û roleka mezin da ye wî. Îdrîsî Bidlîsî bi xwe ji mezheba Sûnnî bû. Eşîreta Murdarîya Elewî bûn. Di nava eşîretan da hertim şer û pêvçûn hebû.

 

Sultanê Osmanî gava ku Îdrîsî Bitlîsî tayina Kurdistanê kir mohra Kurdistanê û kurkê serokatiyê jî li wî kir.

 

Yavuz Sultan Selim xwe ji şerê Çaldiranê re amede dikiribû. Wî dixwast aliyê Kurda bigire saxlamiye.(Tabî em li gor ku rûspî dibêjin dibên)

 

Ez di sala 2004-05 an da gelek caran çûm bajar û Gundên Samsûrê, Mereş/Gimgim û Rihayê. Ez li wir bi Kurdên Elewî re axivim û çûm bûm mêvanê malên wan. Axavtin û rabûn û rûnştikandin wan wek yê me bûn. Gava ku tu çûyî wir tu xwe li gundê xwe û li zozanên xwe hiss diki. Tu hîngê dizanî tu ji vir hatî yan jî çûyî. Çiqas eşîret li Navça Anadoliyê hene, ew eşîretan li wê derê jî hene. Eşîreta herî mezin jî eşîreta Reşûya yê. Ez çûm gundekî ew gunda hemû Elewî bûn. Ji eşîreta Omera bûn. Min got ez jî Omerî me. Mirovekî rûspî got hûn birazî û xwerziyê me ne. Min li şarên serê wan nêrî. Wek şarên aliyê me hatibûn girêdane.

 

Ez çûm gundekî bi navê Gulweran e. Mirovekî bi min re got; kalê min ji Heymanê hatine vir/Samsûrê.

 

Ez çûm gundê Osman Sabrî Narincê. Ew gunda hemû ji eşîreta Raşûya bûn. Dîrok zan û ziman zan birêz Osman Sebrî di kowara Hawarê da li ser Gawestiya nivîsek nivîsandiye. Behsa Reşûya dike.

 

Gawestiya: Îro mirov li gelek dewerên Kurdistanê rastî eşîretên bi vî navî tê. Lê bi piranî jî li Samsûrê hene.

 

Ew eşîretan wekî eşîretên Gawestiya tên nav kirin hene.

 

Ew dibêjin di dema Osmaniya re em hatine sûrgûn kirin. Her malekê cotek gayî xwe hebûye. Me bi ga û golika dabûn dûv hev  em hatin deşta Anadoliyê. Di nava me da her tim cudayetî derdiketiye. Hinek ji me paş ve diman digotin ga ên me westine. Ew bi ciyekî din da diçûne. Bi wan re Gawestî digotin.

 

Ga Wenda hene. Ew jî dibêji Ga ên me wenda bûne. Îro mirov li Aliyê Qonyê û Ankarê rastî wan tê. Gundekî nêzîka Ankerê bi navê Gawenda gundek heye.

 

Ga Guran. Ga ên wan ji aliyê xêrnexwaz û neyarên wan ve hatine dizîn û serjêkirin çermê wan guran e. Ji bona wê bi  wan re jî dibêjin ga Guran.

 

Ga Nesekininan. Ew li rê mijûl nedibûne û rêyan xwe digirtine.

 

Ga Belek. Îro ew eşîreta li gundê Şerefliyê dijî.

 

Qadrî Cemil Paşa jî ji bona Gawestiya wiha dibêje di kovara Hawarê da.

 

«Berî sed salî pirê Kurmanca koçber bûn.

 

Havînê xwe li çiyayên Kurdistanê ên heftreng dema xwe di nav gul û gulîlkan da derbasdikirin. Pêz û dewarên xwe diçerandin. Zivistanê jî berê xwe didan ciyên dine germ. Ji fêrat heta Diclê li vê deştê hana fireh cî cî koçer dihatin.

 

Di vê çûyin hatina koçemalî da gayên zexm û xurt û hûr mûrên malên wan hidigirtin. Yekcaran çend malan ji ber qelsbûna gayên xwe nedikaribûn tevî hêla xwe bimeşin. Ji wan vediqetin; di cîkî têr av û giya da çend rojên xwe dibihartin. Paşê diçûn digehştin heval û hogirên xwe.

 

Qebîla Seyitxan jî yek ji wan e bû.

 

Mînak hinek jî çiya dadikevin li deşta Dêrîkê dimînin /manê.

 

Yên ku li dora Dêrîkê manê qebîla Rûta ye. Bi Xerecanan ve pismamê hev in.

 

Osman Sebrî jî di hêjmara Hawarê 52 an da nivîseka dûr û dirêj li ser Gawestiya nivîsandiye.

 

«Ez bi xwe jî eşîreta Gawestiya me. Dikarim di vî warî bipeyvim.

 

Mirdêsî, berê di Kurdistana bakûr da navê emareteke mezin bû ko îro mîrê wê li bajarê Egîlê rûnişt. Îro ew nav li ser eşîran bi tenê maye ku ew eşîrê koçerên mirdês bûne. Piştî ko emareta Mirdêsî di hev da ketin, bûn sê kêriyan/perça, êdî xortaya xwe wenda kiribûn. Roj bi roj hêza wan qesl dibû.

 

Dema malbata Mîrê Mirdês pir mezin dibû, pismîrên ko çav didan mezinatiyê jî zêde dibûn. Dilbihewesên mezinatiyê di nava Egil û binguhên mîr da nikaribûn herçiya/tiştên di dilên xwe da bînincîh. Ji bona ku daxwazên di dilê xwe da bînin cîh yek bi yek ji Egîlê derdiketin berê xwe didan gund û bajarên keviyê emeratê.

 

Di vê dûrketinê xuya bû ko dilê koçerên mirdês û vegera welatê Egîlê tunebû. Hinek berva Raqayê diçûn û hinek berva aliyê din diçûn.

 

Ji wan pismîran«Evdil-Hey begê tevî hezar malî berê xwe da welatê Qonyê deşta Heymanê. Ew hezar mal îro li wî erdî bicih bûne, ko bi wan re MirdêsêEvdil-Hey dibêjin. Ên ko ma yî jî vedigerin zozanên xwe dibin  du biran.

 

Hinek derbasî Qerejdaxê û li vir derbasî Diyarbekir ê bûne. Bi wan re mirdêsê Têrikan dibêjin/digotin.

 

Bira mayî tevî Mihemed efendî di piştî Qerejdaxê da li qiracê Qergêçiyan mabûn, bi wan ra jî Mirdêsanê Gawestiyan dihat gotin. Li wê dera pir neçûye vê carê jî derbasî Gaxtê kuntera çiyayên Bêlî(Çiyayê Nemrût) bûne.

 

Min di der bara Mirdêsan da gelek çîrok jî rûspîyan bihstin.«Piştî ko koçerên Mirdêsan berê xwe dane zozan, gayên wan li wir westiyan e di quna vî qeracî da bi cîh bûne. Ên we yên ganewestî ko Têrikan in xwe dane pişta Diyarbekirê. Ji xwe birê we yê ko çûnê Heymanê Mirdêsê Evdil-Hey bûne. Tu bi xwe ji me baştir jî dizani)

 

Gelo sebeba çûyina mirdêsanê gawestî ko va erda berdane û çûne çiyê tu dizanî?

 

Belê çawa nizanim.

 

Piştî ko mirdêsê Gawestîyayî bi Têrikan ve ji hev qetin, hon ê Gawestî di quna vî qiracî da bi cîhbûn, û we ev xirbê ko bi Mirdêsan bi nav bûye. Lê vê yeka han demekî dirêj dom nekir. Sê-çar sal bi ser da neçûn ko di navbera Qeregeçîyan Mirdêsên gawestî da şerkî pirî dijwar derket. Ji her du aliyan bi dehan mêrxas û egîd hatibûn kuştin. Van herdu eşîran nema dikarî bûn di erdekî da rûniştana. Hikumat û hin eşîrên dorê ketibûn navberê. Dawî qerar dabûn ko herçî eşîra ko mêran wê gelek hatine kuştin dê bimîne û ya/yê din wê li wî erdî barke. Li ser vê qerarê, qereçîyan bi şev cendekên kuştiyên we mirdêsan di gorên wan da bi derxistibûn û seyên kuştî êxistibûn şûna wan, û candekên Mirdesan di nav ên xwe da raveyî hikumatê kiri bûn. Gava ku hikumatê goristanên herdu eşîran vekirin, di a Qereçîyan da 20-30 kuştî, û di ya Mirdêsan da deh seyên/kuçik kuştî dîtibûn. Hinga hikumatê pê da bû pişta Mirdêsan û di qirêc da bi derxistibûn û wan jî berê xwe da bû çîyayê Bêlî/Nemrut, cîhê ko îro jê ra Mirdêsan tê gotin. Bi vê çîrokê Evdilqadir me xwe gihandî bû ber pegên xirbê Mirdêsan».

 

Eşîrên ko bi navê Mirdês têne xwendin di sê cihan da rûdinin.

 

Cihê yekê, Mirdêsê Evdil-Hey di deşta Heymanê da, ko tevayiya wan deh gund in.

 

Cihê didoyan Mirdêsê  Gawestiyan di nîvroyê Meletiyê qeza Gextê da ku tevayî wan nêzîkî sed gundiye.

 

Cihê sisêyan, Mirdêsê Têrikan in, ko tevayîya wan digehê dora dused gundî.

 

Li Serhedê/Qere Kilîsê bi navên Osman komî, Bazarcixê sê gundê Mirdêsan hene. Berî sed salî li welatê heymanê ji Mirdêsê Evdil-Hey veqetînê. Îro ji emareta Mirdês a mezin bi tenê ev sê eşîr û sê gund wî navî diparêz in.

 

Wekî min li jor gotibû. Li Kaxtê Gundê Gulwerane mirovekî bi min re got dê û bavê min ji deşta Heymanê hatine vir.

 

Bavê min ji carcara bi xwanga min Ele re digot.

 

Delalê li xwe kiriye fîstanekî

 

sorî melesî

 

Direqisê wek delal Mirdêsî.

 

Alê Ehmed.

 

Di sedsal 16 an de di nav bera Osmaniyan da hertim şer hebû, fesadî hebû, pêvçûn û xernexwazî hebû.

 

Pir kes û eşîret ji ber îdarê û pestên Osmaniya aciz dibûn û ji hev vediqetine û diçûne ciyên ku destê dewleta Osmaniya tênegihêje. Lê dewleta Elî Osman dest xwe jî pîstê wan bernedida. Ji ber ku ew ji dewletê re derfetbûn/îmkan bûn. Gava ku esker bi wan lazim dibû dihatin cem wan. Gava ku nan û xwarin bi wan lazim dibû dihatin cem eşîrên Kurda. Yanî hemû kêmayên xwe ji wan peyde dikirin. Li wê demê herkes ji bona ku neçe eskerê ji ber dewletê direvî û perê didn dewletê.

 

Ji ber vê hertim di rewşeka mobilîtê dabûn. Ji ciyekî diçûn ciyekî din. Carna li Heranê bûn, carna li aliyê Behra Reş bûn, carna li herêma haymanê, Yozgat û Çorûmê bûn. Carna li Raka ye bûn.

 

Carna dewletê êrîş dibir ser wan, Carcara Tirkman, Carcara Îraniya û  ereba êrîş dibirin ser eşîretên Kurda. Mal û milkê wan ji dest wan digirtin.

 

Di sala 1604 an da vê carê jî serhildana  Celaliya dest pêkir. Rewşa Kurda hê jî xirab bû. Careka din herêma Kurdistanê serubin bû.

 

Tê gotin ku di wê demê de ji gelek Kurd goçber bûne û cî warên xwe valakirine berê xwe dane çol û çolîstana.

 

Yanî barkirin û goçberiya Kurdê Anadoliyê ne carekê û ducaran bûye. Gelek caran wan barkirine û ewirîne. Dewleta Osmanî hertim xwastine ku wan ji ser axa wan bidûr bikin û  kultura wan bi wan bidin bîrkirin. Asimilê bikin.

 

Bi rastî jî Kurdên Anadoliya Navin îro  ew nizanin ji kîjan alî û herêmê hatine. Hemû rê li ber wan hatine girtin. Li wê demê wek îro neqlita jî tune bû ku vegerin welatê xwe. Gava ku hinek bixwazin vegerin, ew dizanin li rê Cendermê û esker heye. Yê wan bigirin bişînin eskerê yan jî wan bikujin.

 

Dewlwtê ew bi zanistî ji hev diqetandine.

 

Mînak/Örnek îro li herêma Qonyê mala Badiliya hene. Lê ew gelek kêm in. Bi qasî deh panzde malan mane. Lê Li Kurdistanê malbata Badilîya gelek in. Rihayê hê zêde ne. Gava ku mirov kitêben dîrokê dixwine li gelek dewerên Tirkiyê mirov rastî qebîla Badilîya tê, Ev jî tê vê manê ku dewletê qabîla Badiliya belav kirine.

 

Di vê mijarê da Ahmet Refik wiha dibêje:Ew eşîrê ku hatî Rojava ya Tirkiyê, ji Heleb, Dîlok/Enteb, Rûhê/Urfa û ji Rakayê hatine li van derna bi cîh bûne.

 

Lê belê, îktîdarên wê demê rehetî nedane wan ku ew li ciyekî stabil bimînin, ew wek goçer ji ciyekî ajotine ciyekî din. Ji Rakayê koçbera Anadoliyê kirine û pişt re dîsa ew goçberî ciyên din dûr kirine.

 

Dîsa mînakekê dide û wiha dibêje;« Ew eşîrtên Kurdê ku hatî li derdorên Sêwaz, Qeyserî, Qonya û Ankerê bi cîh bûyî pişt re vegerandine Raka Hama, Humus ê. Wan bi rê da gelek dijwarî û tengasî dîtine

 

Parlementerê bi eslê xwe Kurd Kinyas Kartal di bîranînê xwe de wiha dibêje;« Ez hîngê li dinyayê tune bûm. Bav û kalên me ji me re qal dikirin. Digot dewleta Roma Reş em ajotin deşta Haymanê. Em demekê li wêderê man vêcarê jî em diajotin ciyekî din. Pişt re em ajotin  Ezerbeycanê. Em jî Ezerbeycanê dîsa vegerin Kurdistan/Wanê.

 

Elbet bandora Ereb Faris û Ezeriya jî li ser goçerên Kurda gelek hebû. Ereba ji Tirkan heznedikir. Hêzên Celaliya gelek êrîş dibirin ser Ereba, li wan zulm û tedayî kirin û mal û milkê wan ji dest wan girtine. Ereba jî êrîşa ser Kurda kiriye. Armanca wan jî ji deşta Hemê û Humusê Kurda bi derxînin ev axa ji Ereba re bimîne. Ji bona wê çi di destê wan da hebû ew ji dest wan digirtin û ew ber ve  Anadoliyê şandine.

 

Gerokê bi nav û deng MOTKÎ wiha dibêje di bîraninê xwe de.

 

Kurd her tim cîranê Ereb û Farisan bûn. Ji bo ku wan ji ser axa xwe biajon salê sê çar cara êrîş dibirin ser Kurda. Konên wan dişewtandin û li ber deriyê wan çi hebû ew dibirin ji xwe re. Ji Kurdan re ciyekî bi tenê ma bû. Ew jî çiya bûn. Stara xwe dikirin çiya

 

Gava ku em ê biçûk bûn dê û bavên me ji  re di  distiran

 

Hawar!!!

Hey lo lo hawar

Hûn li kedrê man

Ereban malê me talan kirin

Keçik bûkê me şuna warê me nehîştin. 

Hawara xwe dikirin Kurda.

Li gelek dewerên din stranên bi vî rengî hene

Balî Bostan kek qurban

Carekê mêzekê ka kî li derva û kî tê

Bavo goçek barkiriye ber ve me tê 

Hene Ereb in  hen jî tat in/tirkin

Keça min carekê mêzek ka ê bi çend qefla ne.

Ê bi sê qeflane

Qeflê pêşî xortê teze ne.

Dest ji wan berde keça min. 

Çavî wan î li keçik û bûkê me.

Qeflê diduya mirovên 30-35 saline.

Dest ji wan ji berde.

Çavî wanî li mal û milkî me ye

Qeflê sisiya kal û pîr in.

Îştê ji wan bitirsê

Daxwaza wan talan kirina war û cîyê me yê

Riyê wanê bi bostekî li ber wan in

Rabûn û rûniştikandine wan ê li ser dêl û orospaye.

Yanî li vir yên herî xeter mirovn pîrbûne.

Ev nivîsên jor Moltkî rast dike.

 

Gava ku kurd ji ber êrîşê Erba û Farisan direvin berve Kurdistan û Anadoliyê dihatin. Ew gelek westiya bûn di jûniyê wan da teqat nemabû li milê wan kirasek nembû. Di rewşeka pir pêrîşan da bûn. Kalê min digot« bavê min digotiyê me bi mehan û şeş mehan çêrê, giya tiştên din dixwarine. Nan tune bû, qatix tune bû»

 Lê gava ku Kurd ber ve Anadoliya rê girtin. vê carê jî eşqiya yên Tirk li benda wan bûn. Ji bona ku ew xwe bi eşqiya nemînin. Wan di bi şevê re bardikirin xwe diavêtin ciyên xewlê ku eşqiya lê tune yî. 

Nivîskar Kurd Yaşar Kemal di romaneka xwe de wiha dibêje;« Bîr neke ku me çi zor û zilm û tedayî dîtiye. Li bînê Edenê me sê hezar laşê di dûv xwe cîhştin. Li paş her tûpekî/gîya canek ji me ma.

Bavpira min Ela Bostanê jî wiha digot;« Li wî zemanî hîng em zarok bûn, bi zorê tê bîra min.

 Mala bavê min ji ciyekî diçû ciyekî din. Her qebilê û mer malbeteka mezin cî û warekî xwe hebû. Em berve aliyê Behra Reş Samsun û Bafrê ye diçûn. Li gor ku kalê te dibêje ew bi Çawûşê Esko ve li Bafra yê hatine Xwedê dane.»

Şerîfa malê Milkê«Em her sal hetanî ava Canê/Ceyhanê diçûn. Me li wê derê li kêleka çemê Canê konê xwe vedigirtin. Bi mehan û bi şeş mehan em li wan derna diman, me pez û haywanên xwe diçerandin. Lê meratê kêrmêşa xêr bi me nedikir. Gelek zarokên me mirin. Em her sibê radibûn ku li ber konekî  şîn heye.

 

-Xaltiya Şerifê ma hûn bi tenê ji bona heywanên xwe diçûn wan ciyê wan derna?

 

Na kurê min na. Dê û bavên me digotin eskerên Roma Reş û axayên di bin bandora Osmaniya da xerê bi me nakine. Tên mal û milkê me ji ber me bi darê zorê dibirin. Li wî zemanî gelek şer hebû. Esker û dewlet pêrîşan bibû. Axa ji bona ku eferima ji dewletê bistînin li me gelek zor û zordarî dikirin. Kêyfî li me didan. Me nediwerî ku em li dijî wan derkevin, bibêjin er an na.

 

Êdî ez mezin bibûm. Ez nebûm bûk lê!. Destê min li bin guhê min bû. Ha îro ha sibê ez dê bizewcimê bibimê bûk. Li gor ku ew dibêje sal 1915-16-17 bûn.  Ez nizanim em li kîjan mintiqê bû. Lê ez bawerim em nêzîka Gola Xanê/Xwê bûn. Me bi şevekê goça xwe li hêjtiran barkir, me dev da em berva şûna waran hatin. Gava ku em hatin li dawiya Qosarê. Gola Xanê ji me ve dihat xuyakirin. Hindik bê jî tirs li ser me çûbû. Me zanî ku em ê nêzîka gundê xwe bûne. Em wê şevê li binê Qosarê/Şereflîkoçhisar man du sê roja li wan derna egle bûn. Lê me amediya xwe ku em barkirine dikir. Sîwarê hatin li ber konê me rawestin. Gotin ferman hatiyê divê hûn ji ciyê xwe neliv in. Kî ji ciyê xwe bilivê, ew ê zerarê bibîne û em wan bişînin eskeriyê.

 

Wan çi digot me digot er e. Ji ber ku me bi Tirkî nedizanî. Me wê rojê şev li xwe bi zorê tarî kiri.

 

Gava ku sîwara em bi tenê cîhştin, me dîsa konê xwe li hêjtira barkir em hatin Gundê xwe Omera/şûna wara.

 

Gava ku em hatin gund an şûna wara ti kes li şûna wara tune bû. Me zanî ku ew jî wekî me rastî eskerên Tirka hatine. Lê roj bi roj goç dihatin.

 

Ev barkirina ma dawî bû.  Bi destê biharê me bardikir em diçûn Zozana Bazarözê, Bircê, Birêdirêj, Warê bira, Kortka. Li dawiya payizê em dihatin gund/qişlê.

 

Gava ku em li gund bi cî û war bûn. Ev ji bona dewletê jî gelek baş bû. Mirovên nêzîka dewletê ji me re wek axê hatin bijartin. Wan gelek alîkariya gel dikirin. Elbet ne hemû ya. Meselê Samî Beg axakî bi heyfê bû. Hemû gundiyên xwe bi xwedî dikirin û di destê wan re digirt, nan û danê wan dida ê. Qelingê  gundiya wî dida ê. Ji bona wê gundî ji wî hez dikir û ji wî rêz digirt û hurmetekî mezin jî wî re dikirin.

 

Meselê axê Omera û axê Nasirliya ne wek Samî begê bûn. Elî beg li aliyê dewletê bû.

 

Me li civata guhdar dikir digotin; Em ji Helebê, ji Hemê û ji Humusê. Hinekan jî digot; em Ezerbeycanê. Ereban xêr bi me nedikirin dihatin keç û bûkên me dirivandin, mal û heywanên me ji dest me digirtin. Em ji ber ereban reviyan hatin van derna.

 

Gava ku em ji nav Ereba xelas bûn. Vê carê jî zor û zûlma Osmaniya destpêkir». Ev gotinek heye dibêjin; ”Ji baranê reviya  rasta zipika/dolu yê hat”

 

Birêz Mehmet Emîn Zekî ji bona vê wiha dibêje;« Di sala 1914 an da gava ku şerê cîhaneyî yekem destpêkir, milletê Kurd zerareka pir giran dît. Dewleta Osmaniya 700  hezar malên Kurd sûrgûna Rojava û ciyên din kirin. Ji nava van 700 hezaran xortên ku destê wan sîleh digirtî girtin û şandin şer.

 

Yên ku şandî sûrgûniyê jî bi rê da gelek zehmetî dîtin. Ji serma da û ji nêzda mirin. Ew Kurdên ku şandî sûrgûniyê ji dewleta Osmaniyan re bûn çavkaniya aborî. Eskera bi salan nan û ava wan bi wan re parve dikirin. Gel ji  zulm û zordariya dewletê aciz bibû. Her eşîret û her qebilekê berê xwe didan ciyê din ku esker lê tuneyî.»

 

Mîr Celedet bedirxan jî di vê mijarê da wiha dibêje« Wan rojên ku mutarekê destpêkiribû min rêwitî kiribû, ez dihatim Stanbolê. Ew neheqiya li Kurda dihatî kirin min her tim dilê xwe de gerand bi wê neheqiya ez gelek diêşiyam. Min dixwast ez li ser wan muacîran lêkolîna bikim û bi wan re xeber bidim. Ez çûm daîra muacîra. Min li kutugê muacîra nêrî ku nêzîka 650 hezar malbatên Kurd bi darê zorê ji welatê wan hatine derxistin û sûrgûna aliyê Rojava kirine.

 

Ez bi vê sûrgûniyê gelek gelek xemgîn bûm.

 

Di sala 1918 an de vegerim hatim Kurdistanê.  Bi dilekî kul û bi êş vegeriyam”

 

Dibêjin; Dewletê em bi zorê ji ser axa me em ajotin van derna. Niha em dîsa vedigerin welatê xwe. Ji eşîreta me, em485 kes bûn, lê niha 225 kes man e.

 

Çima hûn ewqas telefbûne?

 

Gotin gava ku em ji Kurdistanê hatin sûrgûn kirin dem zivistan bû. Gelek ji me bi rê da ji serma cemidîn û mirin»

 

Bi navê Remziyê Hekarî, namek di kovara Jîn da hatiye nivisin wiha dibêje;«Ji malbata me re Silavên xwe taybetî  dişînim. Îhsan, Hurşit, Mihemed li serpîya mane. Îhsanê dê di meha biharê de vegere bê welêt. Resul û Qadir çûn ser dilovaniya xwe/mirin. Birayê min mezin Osman li cem serok eşîrê Oramaran Çeto Begê ye.

 

Ji eşîreta Sadî Begê bi tenê du kes mane yên din hemû mirin. Niha zivistanê em nikarin bên welêt. Em ê hetanî devê biharê xwe li van derna eglê bikin. Înşallah em jî bên. Biminin di xweşiyê da

 

Dîsa di kovara Jîn da15.12.1335 an de nivîseka wiha heye.

 

«Bi sebeba şer dewlet ji derdora Erzoromê, Wan Betlîs bi hezaran kurd hatine sûrgûnkirin. Li şûna wan gundiyên me, yanî axa bav û kalan milletên din anîne bicîh kirine.  Wek ereb, Dadaş, Boşnak û her wiha yên din

 

Şaîr Mehmud Nejat ji Silêmaniyê namek ji kovara Jîn re şandiyê tê da wiha nivisiyê

 

«Ax welat, ax welatê ku bi xwînê hatî avdanê.

 Ey dayika xemgîn a ku ewledê xwe wenda kirî.

 Ax, ew xem û xeyala û xwesteka min a ku tim bêm cem we.

 Lakin zivistanê derî li me girt, tu mecalî min î ku ez bêm ba we tune.

 Eger ku me hevdu nedît, bila laşê min li çiyê bimîne.

 Ma her sibê û her êvarê bîhna bayê welêt li laş min xîne.(Hejmar 8, rûpel 11)

 

Rojnama Kurdistanê li ser goçkirin û sûrgûna Kurdên Anadoliyê wiha nivîsandiye;«Eşîrên ku li derdora Qonyê û Ankerê bi cîh bûne, ew nêzîkî 150 salî di ber vê bajar bi bajar zozan bi zozan gerinê û hatinê li deşta Qonyê û Ankerê bicîh war bûne. Ew eşîretan ji herêmên curbe cur hatine.»16, rûp 62. Rast dibêje. Ew ji gelek dewerên Kurdistanê hatine.

 

Dîroknas Georg Perrot jî wiha dibêje; Di salên 1767 an Kurd li herêma Konyê û Ankerê habûne û gelek dîroknas li cem wan bûne mêvan û bi wan re mûlaqat pêk anîne. Wî bi xwe jî di sala 1850 an da bi Kurdên Heymanê re mûlaqat pêk aniye.

 

Di dawiya sedsala 18 an da  li deşta Haymanê carcaran mirov rastî Kurda dihatiye. Reşvan, Canbeg/Cîhanbeylî û Şêxbizînî wek federesyon bûne. Ji ber êrîşên Osmaniya mecbûr mane berva Rojava hatine.

 

Dîsa wekî ku me ji rû spîyên me bîhstî. Ew ji derdorên Urfê, Meraş û Samsûrê hatine. Lê wan ciyên ku jê hatî bîrkirine.

 

Hîngê mirov ji wan dipirsê dibêje; Navê Urfê li wî zemanî çi bû. Ma hûn dizanin?

 

Na em nizanin. Lê we Newroz bîstî bû? Na.

 

Em Kurdên ku li derdorên Ankerê, Qonyê bicîh bûne ji 12 a eşîreta hatine avakirin. Li gor hinek rûspîya bavê wan eşîretan yek bûne, diyê wan cuda bûne. Yanî dibêje serokê Reşû ya bi danzde jinan re zewiciyê. Ji her jinekê kurekî wî bûye. Ew her yek bûyê serokê eşiretekê. Îro çiqas kurd li derdora Qonyê, Ankerê û Kirşehrê hene hemû hevdû nasdikin û ji hev keçik birine û lawik zewicandine. Ew hemû xism û eqrebayê hevin.

 

1-Sevkî,

2-Bilkî,

3-Mîfkî,

4-Xelkî.

5- Omerî,

6-Celkî,

7-Cudkî, 

8- Terkî,  

9- Nasirlî,

10- Mamitî,

11- Şêxikî, 

12- Sawedî. 

 

Nasirlî-Nasir: Serefli, Karagedik- Burunsuz-Kuşça/Hecîlara. Eşîreteka gelek mezine û gelek malmezînên xwe hene. Wek mala Qorto û Mala Bekara/Demir a. Tê gotin ku ew ji derdorên Rewandûzê hatine. Serok Eşîretê xwe  Qerto bûye. Kurê Qerto Omer Beg jî wek Samî Begê gelek caran ber endametiya xwe wek mebûs nîşan kiriye. Carekê wek mebûs kete meclîsê. Mirovekî hêja bû.Xel-Xelkî: Gölyazî-Karacadax-Yapalı. Xelîka bûne du beş. Xelkên Doldirmê û Xelkên Karacadaxê. Ji Rewandûz û ji Kalifaniyê hatine. Qismek li herêma Kulu yê û qismek jî li aliya Înevî/Cîhanbeyliyê bi cîh bûne.

 

Serok eşîretê wan Usifê Milê ye. Mirovekî bi qedir û qimet bû. Li herêmê û di nava Kurdan da baş tê naskirin. Niha nêviyên/torînên wî li Qonyê dijîn.

 

Omerî- Omer:Torna-Mihîna-Çoplî-Altilar û Tawliören.

 

Omerî jî wek eşîretên din ji derdorên Samsur û Antep û Rihayê hatine. Li Samsurê Omerî  eşîreteka gelek mezine. Bi navê Omerî tên xwandin. M. Emîn Zekî dibêje bi qasî 800 malî ne. Ji eşîreta Milî ya veqetîne. Ji aliya Musul, Mêrdin û Samsûrê hatine.

 

Serokê xwe Omer beg bûye. Lê pişt re dewletê Elî Beg wek serok eşîret taîn kiriye. Li gor hinek dîroknasên Rojava Kurdên Navça Anadoliyê di salên  1845 an da Îskan bûne.  Bi zivistanê li gunda bi hatina biharê re li zozanan bi cîh dibine.

 

Zicirlî kuyu- Gundî Omê 1800(Lundberg &Svenberg)

 

Dipdedê1830(Lundberg &Svenberg)

 

Kuşça-Hecîlara 1837 (Hûtroth)

 

Caniman 1843 (Lundberg &Svenberg)

 

Burunsuz û Şereflî- 1843(Hutroth)

 

Tavşancali- Omera- 1845(Lundberg &Svenberg)

 

Karagedik1846/47 (Hûtroth)

 

Bulduk- Gundî Buldux 1853755 (Hûtroth)

 

Xelkê Doldurma- 1858(Hûtroth)

 

Tavliören-1870(Lundberg &Svenberg)

 

Kirkpinar 1885(Lundberg &Svenberg)

 

Tuzyaka- Cudukê Heramiyê 1890(Lundberg &Svenberg)

 

Kadioğlu- 1891(Ruben)

 

Çopler-Çolî- 1900 (Lundberg &Svenberg)

 

Acikuyu bîrtahlik 1920 (Lundberg &Svenberg)

 

Hisar- Hesar- 1923 (Lundberg &Svenberg)

 

Yanî Kurdên Navça Anadoliyê di salên 1700 an da herem keşif kirine. Zivistanî li gunda yan jî bi navê din şûna wara dimane. Vê goçberî û barkirina wan hetanî salên 1850 an ajotiyê û di salên 1900 an da êdî bûne gund û serokê eşîrê wan hebûne.

 

Li aliyê din Mar Syskê jî dibêje Kurdên îro li navça Anadoliyê bi cî war bûne. Di dema Yavuz Sultan Selim re hatine sûrgûn kirin.

 

Sevkan: Gundê Buldux-Gundê Omê- Gûzel Yayla- Celep/sevkê Keçeliya.

 

Ev eşîreta jî wek Xelka bûye du birra. Sevkên Keçeliyê û Gundê Omê. Li derdorên qezeya Kulu yê dijin. Kulu girêdayê Qonyê.

 

Serokê wê eşîretê birêz Samî Beg bû. Ew jî wek Usifê Milê di nava eşireta xwe û di nava Kurdan da gelek bi qedir giran bû. Wî gelek caran berendametiya xwe ji bona mebusiyê nîşan dabû. Lê ti cara qezenç nekir. Kurda dengê xwe nedidan wî. Ev jî rûreşiya Kurda bû. Ji ber ku Samî Begê hemû zewicandin û nan û danê wan dida.

 

Celkan- Kutugûşaği-Yeşil Yurt- Kirkpinar- Hesar- Arşincî.

 

Ji derdorên Samsur, Mereş/Gimgimê û Antep/Dîlokê hatine. Li derdorên Ankara û Balê bicîh bûne.

 

Saweda -Beşkawak-Çiman Herêma Qonyê

 

Molkan- Kirkişle

 

Hecîban: Li derdorên Ankarê, Kirşehir û Balê bicîh bûne. Li gor mezinan ev eşîrtea ji Kerkûk û Musulê hatine. Serokê vê eşîretê Hecîbanli Hecî Musê Begê bûye. Wî bi xwe di nava di nava cemiyeta Sulh û Selamet Osmaniya da cîh girtiye.

 

Bilkan Şereflikoçhisar-Aktaş û gundên Balê.

 

Bilkan eşîretek/qebile ji qabilên Reşiya mezinin. Li gor dîrokvan û rûspiya ji derdorên Araratê hatine. Li Araratê gelek gund û eşîretên bi navê Bilka li Kurdistanê îro  hene. Parêzer Faîk Candan Bilkî bû. Ew di salên 1993-4 an da ji aliyê dewletê ve hatibû kuştin. Ji ber ku ew berpirsiyarê HEP e yî Ankerê bû.

 

Mifkan li herêma Ankerê û Kirşehirê dijîn.

 

Berekatî- Çiçek Dağı: Dîrok zan M. Emîn Zekî wiha dibêje; Eşrîreteka pir mezin bûye. Derketina wan jî welêt bi deh hezar bûne. Ji aliyê Amed, Hisn-i Mansur, ji Sencex Paşa û ji Meletiyê hatine Li derdorên çemê Kizil Irmak û Kirşehîrê bicîh bûne.

 

Cudkan- Cudkanê. Cudke heremiyê û Cudken Yapali.

 

Li gor gotina navê xwe ji çiyayê Cudî wergirtine. Ev jî birek ji eşîreta Reşuyê. Bi du biran bûne. Cudikên Heramiye û Cudikên Yapaliyê.

 

Milî: Tê gotin ku ev eşîreta ji derdorên Ruhê/Urfê û Mêrdînê hatine. Îro li herêma Kirşehir û Ankerê bicîh bûne.

 

Badilî:  Mirov di dîroka Kurda da gelek rastî wan tê. Li ser wan gelek kilam hatine strandine. Kilamên qehremaniyê. Ew ji aliya dewletê ve hatine perçê kirin. Îro bi qasî deh û panzde mala li Sevka dijîn. Li gor gotina ji aliyê Çewlik/Bîngol, Bedlîs û Amed Erganiyê hatine.

 

Qerkan: Ev eşîreta jî wek badiliya hendik mane. îro em bi piranî wan di nava eşîreta Omera da dibînin. Ew qebila bi mêrxwaz û piştgirtina hev tên nasandin.

 

Mamitan: Ew jî wek Qerkan qebileka mezinin. Ji aliyê Eleşgirtê Navça anadoliyê. Li gor dîrokzana serok eşîretê xwe Mamitanli Mehmet Beg bûye. Ew serokê Ordiya Osmaniya yî Rojhilat bûye. Di salên 1916 an qismekî xwe ji Serhat- Arartê hatine. Lê Îro li gundê Omerê qebileka bi navê Mamitan tên xwandin heye.

 

Atmanikan: Bi qasî 5000 mal ji Kurdistanê barkirine. Ji aliya Bedlîs û Derbend û Rûhayê hatine. Li serdaneka mina Rihayê ez rastî gelek Atmanîkan hatim. Wan komeleka xwe bi navê eşîreta Atmanîkan vekirine. Ew dixwazine bi vê komelê têkilyên xwe bi Atmanîkên din re daynin. Îro li qeza Balê nêzîka Anqerê gundek bi navê Gundê Atmana heye.

 

Têrkan: Li heremê bi qasî 400 malî ne li rojavaya Ankerê îkametgah dikin. Dîrokzan Osman Sabrî ji bona wan wiha dibêje; Bi qasî 1000 malî di sala 1800 an da sûrgûna aliyê haymanê bûne. Têrkan beşek ji beşên Mirdesî ya ne. Hinek dibêjin ew eşîreta Tirk bûyê. Ew bûne Kurd. Lê ne rast e.

 

Li Polatlı, Heymanê, Sivrîhisar û Çorumê hene. 

 

Erkecîgan/Helkecikan: Ev eşîreta Dimilî ye. Li herêma Aksaray û Konyê dijin. Eşîreteka pir oldar/dîndar e. Ew ji mezheba Şahfî ne. Ji Navça Anadoliyê gelek kes diçe  wir wek dewrêşan li wêderê dikevin zikir.

 

Aksaray di dema Osmaniyan re herêmeka wek sancax dihat naskirin.

 

Ev kurdên herêma Aksarê jî wek Reşûya demeka dirêje ku li Aksarê jîyan e.

 

Li gor ku rûspî dibêjin; dibêjin em ji aliya Agirî, Dersim û Xarpitê hatine. Hinek rûspî jî dibêjin ew ji nijada/soya  Abdulkadir Geylanî hatine. Bi piranî devoka dimilî/zazakî diaxivin. Kurdên Akserê bi navê eşîreta Erkecîgan tên naskirin.

 

KURDÊN POLATLIYÊ

 

Polatli qezeka nêzîka Ankerê. Navbera Polatliyê Ankerê 80-90 km yê. Bi ser haymanê ve ye. Ji niştecîhên polatliyê ji 3 yan 1 kurd e. Hêjmara wan digihêje 50 û 60 hezarî.

 

Eşîretên Millî, Mikaîla, Zirkî, Têrkî Şêxbizinî û Rûta hene.

 

Ew jî wek eşîretên din bi xwe re Gawestî û Gamiran jî dibêjin.

 

Hatina Kurda polatliyê teqribên di salên 1700 an da belkî jî hîng zû bû.

 

Ew dibêjin em ji deşta Îranê ji eşîreta CAF in. Îro mirov li Mêrdîn û Dêrîkê rastî eşîreta Rûta tê.

 

Li Qerejdaxê Têrkî hene. Li Erzoromê û Muşê Zirkî hene.

 

Badilî li Riha/Urfa ye hene.

 

KURDÊN BALÊ: Bala qezeyeka girêdaye Ankerê. 65 gundên xwe hene ji wan 19 gundê xwe Kurd in.

 

Bilkî, Atmanî, Kîkan û Hecîban hene. Li gor rûspiyên balê ew 200-250 salî di ber vê hatine li vê derê bi cih û war bûne.

 

Dr Mikaîlî li ser Kurdên Balê lêkolinek kiriye û wiha dibêje« Li Balê gelek mirovên navdar jî hebûne. Wek nûnerê Kurd Tealî Cemiyetî Hecî Osman Zadê Hecî Beg di navê vê cemiyetê da cîye xwe li Stanbolê girtiye».

 

Ji bona Hesenî Reş jî wiha dibêje;«Di şerê di navbera Yunan û Tirkan da Atatûrk Qerergaha xwe anî Ankerê. Kurdên Navça Anadoliyê di navbera şer da man e. Kurda hîngê cîyê xwe li cem Mistefa Kemal Atatûrk girtine.

 

Hesenê Reş bi 500 sûwarî xwe tevlî êniya Mistefa Kemal bûye. Serhildana Çapanoğlu çewsandine.

 

Gava ku di vî şerî da Yunan bi serneketin û Tirka şer qezenç kiriye. Mistefa Kemal ev serok eşîrên ku alîkariya wî kirî daweta Ankerê kirine û bi wan danûstandina pêk aniyê.

 

Ji hesenê Reş pirsiyç Hesnê Beg eger îro dîsa şer destpê bike, tu çiqas esker bidî me?

 

Ez bi 500 sûwarî tevlî şer bûm. Lê ez dikarim bi 5000 sûwarî din bidim.

 

Mirovên dine ku tevlî dawetê bûyî bi Hesenê Reş re dibêjin. Te baş nekir. Niha serê te çû ber kêr e. Ji ber ku Mistefa Kemal naxweze ku ti kes li hember wî bi hêz û quwet bibe.

 

Gava ku Hesen bi hevalên xwe ve vedigerê gundê xwe esker tên wî dibin û davêjin hepisê Demekê di hepisê da dimîne û pişt re wî berdidin.

 

Dîsa tên wî digirin dest û lingê wî girêdidin wî bi gund bi gund digerînin. Eger hûn li dijî min derkevin. Ez ê we jî di vê rewşê kim.

 

Çîrokeka wiha min li Gundê me Omera  bîhstî bû.

 

Di salên 1950-55 an da. Elî Beg bi Abbasê Katê re dibêje hespa ji tewlê derxîne û erebê ji kerma/tezek tijîkê bibe Cîhanbeyliyê ji qereqol re.

 

Ew erebê tijî kermê dike û ew kerma ji qereqol re dibê.

 

Gav diçe hûndirê qereqol bi eskeran dibêje min ji we re kermê anin.

 

Abbasê digirin li wî têxînin, lê wî xiş dikin.

 

Ew bi vê lêdanê mat dimine.

 

 Ew paşê pê tê gund.

 

Tê oda Elî Begê civat jî rûniştiy bûye. Ji wan rûreşiya ku qereqol li wî kirî qal dike.

 

Çima lo!! Te ji wî bênamûsî re kermê birin.

 

Elî Beg dibêje; Ew dewletê dikare her tiştî bike. Hişê xwe bi serê xwe din ti kes li dijî dewletê dernekeve. 

 

Oxçîyan: Li Mihîna, Karcadax û Yazgat û Omera hene.

 

Reyhanli: Ev jî eşîreteka mezine tê gotin ku ew di sala 1870 an da li deşta Amîk/Edenê bi cîh bûne.

 

Taburoxlu:Ev eşîerta gelek gelek mezine. Li derdorên Ankerê û Kirşehrê dijîn. Serok eşîrtê Tabûroxlû bûye.  Li Kirşehrê nêzîka 25 gundên  xwe hene.

 

Li gor ku rû spî dibêjin. Tabur mirovekî rast û Kurd hezbûye. Ew ti cara wek axa û Begên din ji dewletê re nebûye xulam. Ji bona vê dewletê pir ji wî heznedikiriye. Her tim bi dewletê re wek dijmin bûye. Ji ber van buyarna dewletê ew bi dardakiriye.

 

Şêxbizînî: Li gor gotinan Şêx bizînî ji derdorên kerkûk û hewlerê hatine. Bi qasî 450 mal jî Erzorumê hatine li deşta Haymanê bicîh bûne. Devoka xwe wek devoka Soran û dimilya ye.

 

B: Kocadağ di derheqê Şêxbizinan da wiha dibêje; «Li aliyê Çewlîk/Bîngol û Şerefedînan mirov rastî wan tê. Ji wan kêm ziravayê Kirmancî deng dikin».

 

Ez jî bi xwe li Samsûrê bûm mêvanê gelek kesên Şêxbizînî.

 

Canbeg: Eşîreta Canbega ti têkilyê xwe bi Reşîyan re  gelek kêm in. Ew jî wek Reşûya ji ber şer, ji ber eskerî yê û ji ber ku haywanên xwe têr bikin li gelek deweran gerîne û hatine li Cîhanbeyliyê bi cîh bûne. Navê Cîhanbeyê ji vê eşîretê tê wergirtin. Berê navê Cîhanbeyê Înevî an Hespî Keşan bû. Mirovên vê eşîretê gelek camêr û dest bi ço ne. Tirs li ba wan tune.

 

Lê di nava wan eşîretan da gelek qebilê mezin hene hejmara wan gelek bilind in. Her qebilek bi malbata xwe xwe dipesînin. Herkes dixwaze malbata xwe mezin bikin.

 

Serok eşîret bi begitiyê hatin nîşankirin. Ew girêdayê Boy Begê bûn. Boybeg jî girêdayê dewletê bûn.

 

Ew boybegên ku em dibêjin jî mala Midûr ve girêdayê xwe hene. Mala Midur li Yozxatê bûye. Dewlet ji wî pere pul dixwastin û wî jî xeber dida Begên herêmê bi destê wan ji dewletê re pere û mal dihatin berhevkirin. Li ber deriyê kê çi hebû û çi tune bû ew dibirin. Tu nikarî li dijî wan derkevî. Lê gava ku wan ji dewletê re ew alîkarî dikir, dewletê jî ew bi madalyonên tenekê xelat dikirin û kurk dida wan.

 

Li Omeran Elî Beg hebû. Li Bilka Hecî Musê Beg hebû. Xelka Usivê Mele Hebû. Încovê Nasir hebû. Torna Kosê Beg hebû. li Gundê Buldix Mehmê Hecî Bekteş hebû. Li Mihîna Elî Begê Îsotê hebû.

 

Li Qeregedîkê Mistefa Beg hebû ew mirovê dewletê yî herî mezin bû. Dewlet mohr û Kurkê axatiyê dabû wî.

 

Lê wî jî gelek alîkariya dewletê dikir. Li gor Karegedikliya Ew ji dora Samsûrê Besniyê hatinê deşta Ankarê û Hayman ê. Serokê eşireta Nasirliya ewil Osman Beg kalê Mistefê Begê bû. Mistefa Beg di sala 1883 an da ji dayik bûye. Di sala 1941 an da jî diçe ser rehma Xwedê. Mistefa Begê di şerê Sakarya da gelek alîkariya dewletê lojistik kiriye. 25 hejtir û 400-500 mîh/pez hiba dewletê kiriye. Gava ku Yunan herêma Haymanê dagirkirine. Mistefa Begê qonxa dewletê kişandiye mala xwe.

 

Li gor gotinên kal û pîra;«Rojekê civat li mala Mistefa Begê rûniştiyê ketina nav behs û meselê giran. Mistefa Begê ji civîta lêborina xwe xwastiye ku lingê xwe dirêş bike.

 

Gotiyê civatê li qusura min nemînin ez dê jûnîyê xwe dirêş bikime.

 

Ji civatê kalek gotiyê; Direşkê Mistefa Beg direşkê. Wexta ku te 12 bavê Reşû cîhştin te çû Tirkek ji me re anî vê male, me hîngê zanî mal li Reşû şewiti.

 

Mistefa Beg bi vê gotina wî gundî gelek xemgîn dibe. Dibe te ez bikuştama ji wê rintir bû lo!». Mistefa begê kurekî xwe ji Tirka zewicandibû. Ew zewaca ne bi dilê eşîr bû. Ji bona wê wî mêrxwazî wiha gotiye.Ev mala ku jê keçik anî jî malekê bi kok û binyat bûye.

 

GOÇERÊN DEMA KOMARA TIRKIYÊ

 

Wekî em hemû pê dizanin piştî demizrandina komara Tirkiyê hat avakirin, Kurd hatin înkar kirin. Ew Kurdên ku duh alîkariya wan kirî bi wan re bûyî dost, nan û ava xwe bi wan re parve kirî hatin ji bîrkirin..

 

Di sala 1925 an de dest bi Şerê Şêx Saîd kirin. Bi  hincêta wî şerî bi deh hezaran kurd ber ve Navça Anadoliyê goçber kirin. Ev malbat û aîlê ji aliyê komara Tirkiyê ve hatî sûrgûn kirin vê carê jî li Rojava hatin sûrgûn kirin. Xwastin malbatên wan ji hev biqetînin. Hinek avêtin Kayserî, hinek avêtin herêma Behra Reş û hiinek avêtin Edîrnê. Malbata mala Şêx Saîd jî avêtin Sakarya.

 

Gava ku va sûrgûnî û goçberiya bi dawî bû. Vê carê jî di şerê Araratê de dest bi sûrgûnî û goçeberiyê kirin.

 

Piştî şerê serhildana Arartê vê carê jî şerê Dersimê destpêkir. Li vî şerî jî bi sed hezaran kes ji welatê wan kirin şandin goçeberiyê.

 

Daxwaza wan ku herêma Kurdistanê vala bikin û Kurda asimilê bikin. Li herêmê ew wek mûacîr hatin bi nav kirin.

 

Ev goçeber û sûrgûnên di dema komara Tirkiyê re hatî Anadoliyê gelek tengasî dîtin. Piştî efûya sala 1950-55 an ji van eşîretan dîsa vegerin ser axa xwe.

 

Îzolî/Îzoğlu: Ew ne wek eşîret hatine Navça Anadoliyê. Ew di van demen nêzîk da di salên 1930-40 an da hatine Qonyê li gundê Omera bicîh bûne. Ew ji aliya Meletyê hatine. Ew hersal diçin cem merivên xwe û serdana wan dikin.

 

http://www.hilkecik.de/Hesene%20Ale.htm
0

Оставить комментарий