Helbestvan, nivîskar û neteweperwerê kurd
Li ser afirandinêrîya helbestvanê klasîk ê kurd Meleyê Cizîrî lêkolîn pêk anîye. Li ser jîyan û afirandinêrîya helbestvanê mezin tezê xwe yê doktorayê nivîsandîye. W. Nadirî ku xebatên wêjeyî û zanistî bi hev re daye meşandin, di demeke kurt da weke nivîskarekî hêzdar di nav kurdên Ermenîstanê da teyisîye. Pirtûka helbest û çîrokan “Nûbar” ku yekem berhema wêjeyê ye di nav wêjeya kurdên Sovêtê da, di sala 1935an da li Êrîvanê hatîye çapkirin. “Reva jinê” ku weke yekem pîyesa wêjeya kurdên Sovêtê tê hesabkirinê, di heman salê da derketîye ronahîyê. Di sala 1944an da di nav desteya avakirina alfabeya kurdî ya kirîlî da cih girtîye û bûye yek ji wan nivîskarên alfabeyê.[1] Di sala 1947an da kitêba wîye “Zmannama Kurmancî” bi tîpên kurdîye kirîlî tê çapkirinê. Di sala 1961ê da di pirtûka wîye bi navê “Weten û hezkirin” tê weşandinê. Wezîrê Nadirî ku bi zimanên weke farisî, tirkî, îngilîzî, rûsî, ermenî, azerî û qismek jî erebî û firensî zanîbûye, gelek klasîkên bîyanî wergerandîye zimanê kurdî.Wezîrê Nadirî ku helbestvan, nivîskar û zanyar bûye, di heman demê da xebatên sîyasî û leşkerî jî bi rê va birîye. Di salên 1942 û 1946an da li Tiflîsê peywîra taybet a dewletê meşandîye. Girêdayî Fermandarîya Leşkerî ya Pişqafqasê di şûbeya îstîhbaratê da kar kiriye. Di qonaxa şerê duyem ê cîhanê da ji bo xebatê li Komara kurd a Mehabadê bimeşîne weke peywîrdarê taybet hatîye şandin ji bo Rojhilatê Kurdistanê. Li vê derê weke propagandaya Yekîtîya Sovêtê peywîrên girîng daye meşandin. Piştî ku Komara kurd a Mehabadê hildiweşe ew di 35 salîya xwe da tê kuştin. Perdeya nepenî ya li ser kuştina Wezîrê Nadirî hê jî ranebûye. Ên ku li ser jîyan û afirandinêrîya W. Nadirî lêkolînan pêk anîne, di derheqê kesekî bi rutba gênêral li Îranê, ku wê demê ev der ji bo polîtîkaya Sovêtê mîna sehayeke girîng bû, ku ev kes peywîra îstîhbarata derveyî dimeşîne û kesayetekî sîyasî e, di navbera kuştina wî ya nepenî û hilweşîna Mehabadê da pêwendîyekê ava dikin.
Ji pirtûka Hejarê Şamîl bi navê “Jîyan di rêya welatparêzîyêda”. Almatı, 2007