Hejarê Şamîl
Ev çend car in em dinivîsînin: Berevajiyê vê rast e. Bi tirkan re jiyandin (bixwînin: di bin tirkan de jiyandin) timî ji bo kurdan pirsgirêkan bi xwe re aniye. Girîng e ka çi tê fêmkirin ji vê bi hev re jiyandinê.Ew kesên ku bi hev re jiyandinê diparêzin, gelo herî kêm ji bo kurdan federalîzmê jî diparêzin an na?Ew kesên ku bi hev re jiyandinê diparêzin, gelo zimanê kurdî diparêzin ku li ba zimanê fermî yê dewletê bibe zimanê fermî?Ew kesên ku bi hev re jiyandinê diparêzin, gelo bi zimanê kurdî perwerdeyê diparêzin ku di dibistanê fermî yên dewletê de bê dayîn?Ew kesên ku bi hev re jiyandinê diparêzin, gelo diparêzin ku ji 100 têlevizyonên tirkan 30 têlevîzyon bibin yên kurdan, ku nifûsê kurdan di nav nifûsê giştî yê Tirkiyê de ji sedî sî yê?Ger ev nayên parastin, wê demê çi berjewendiyê kurdan ji vê jiyandinê nîn e. Ew kesên ku bi hev re jiyandinê diparêzin, ger ûnîterparêz bin, ji federasyona Başûr aciz bin, ev pêşniyara wan bi tayê pembû serjêkirin pê de tiştek nîn e. Can Dundarê ku bi hev re jiyandinê diparêze wiha nivîsiye: “Niha li ser mirovan, şûna hêviya piştî şer, xeyal şikestinek bi rengê ‘wisa jî nabe’ heye…Ên kul i herêmê dijîn, her ku diçe hêviyên xwe ji Enqereyê qut dikin, şûna vê çav û guhê xwe didin Başûr, didin dewleta nû avabûyî.”Helbet wisa nabe. Hûn ku weke rewşenbîrên herî demokrat ên Tirkiyê xwe dinasin, rabîn û binivîsînin “Gelê kurd ev bi sed salan e di bin zextê de ye, hatiye înkarkirin, di bin êşkencê de ye. Kurd xwedî mafê birêvebirina xwe ne.” hingê her kurdê ku rêzdarê xwe ye, dê ji we re bibêje dibe. Di nivîsa xwe de tu qet qala mafê kurdan nakî û di ser de jî radibî bi hev re jiyandinê diparêzî. Ev şermeke mezin e, li qisûrê meze neke!Ti gelê cîhanê ji yê din ne zêde ye û ne kêm e. Ev baweriya min e û naguhere. Qasî Mozambîkiyan, li hember tirkan jî rêzdar im. Lê belê qasî rêzdariya kurdan ji tirkan re, kengê ku tirk jî ji kurdan re rêz girtin, wê demê dikarin bi hev re bijîn. Rêzdarî jî di nasîna mafên kurdan ên herî xwezayî û destekdayîna sepandina wan de derbas dibe. Jê pê de lolo û lêlê ye. hejare_shamil@hotmail.com