Опубликовано: 20.02.2008 Автор: Sipki Комментарии: 0


Pirtûkên Nû

Hêjarê Şamil

 

 Ma hûn dizanin potansiyela 3000 kadroyên netewî, yên ku bi jiyana kurdî rabûne û rûniştine û xwendina xwe jî bi kurdî dîtine tê çi wateyê?!…

Welatê kurdan weke çar parçe, gund bi gund, malbat bi malbat, meriv bi meriv, dar bi dar û kevir bi kevir hatiye parçekirin.

      Welatek ji kû derê dest pê dike? Ma ji wê bêriya bêpênase ya gundekî ku, bêkes maye di paş xeyalan de dest pê nake? Yan jî ji dareke biyê, ji dengê çemê quntara çiyayekî, ji bêhna kulîlkên gilyazan ku, nixumiye nav giyana me, di şiliya sibeheke biharî de dest pê nake?

      Welatek; ji şîrê dayika me, ji nameyê evînê ku me ji bo keçika cînar nivîsandiye, di ser netepitiya xwe de ji wê şimaqa ku me xwariye ji kekê xwe, ji apê xwe û ji kêfxweşiya bextewar a çavên wî kalî ku, sergovendiyê dikişîne di dawetên taxa me de dest pê dike. Welatek; ji wan kitekitan dest pê dike, ku nixumîne nav dil û mejiyê me û em kirine em.

      Di van salên dawî de kurd, ku hinek bi ser ve hatine, berê xwe dane dîroka xwe û bi ezmûneyên derketine holê, dixwazin rêya xwe kifş bikin. Çi ecêb e ku, li ser sekinandina dîrok gund û devera xwe weke karê mezin nahesibînin. Bi heweseke giştî, eleqedarbûna dîroka gelekî, miletekî, netewekî yan jî welatekî, zêdetir li xweşa wan tê. Ev bêgaviyeke mezin e, li hember înkarkirina welatê me û bi rengê serhildaneke ramanî û giyanî pêş dikeve. Lê divê em wê hînbûyîna jirêzê ji bîr nekin ku, di encamê hesta vê bêgaviyê de derketiye holê.

      Pirtûkên di derbarê welatê îngilîzan û netewa îngilîzan de hatine nivîsîn, bi sedan zêdetir in ji pirtûkên ku hatine nivîsîn, di derbarê netewa kurd û welatê kurdan de. Ma hûn dizanin ku, pirtûkên bi navê ‘kurdan’ hatine nivîsîn zêdetir in, ji pirtûkên ku hatine nivîsîn bi navê “îngilîzan”?!… Lê çi mixabîn e ku, pirtûkên bi bergeha îgilîzan û bi navê “Bristol” hatine nivîsîn weke ku mirov nikaribe bide ber hev, zêdetir in ji pirtûkên ku bi bergeha kurdan û bi navê “Bidlîs” hatine nivîsîn. Yek jî ma qet pirtûkên kurdan hene bi navê “Bedlîs”?!.. Di derbarê “Yekmal”a kurdan de meqaleyek tenê jî peydakirin, muşkuleyeke mezin e.

      Welatek gund bi gund, tax bi tax tê avakirin. Welatek, ku dîroka her gundê wê neyê nivîsandin, dîroka wê jî nayê nivîsandin. Ez bi xwe bi vê bawer im.

       Gava ku ez di derbarê pirtûka “Maxmûr Dişewite” ya nivîskarê hêja Nizamettîn Akkurt de hûr û kûr hiziriyam, ne vala bûn ku, tiştên min li jorê nivîsandin hatine aqlê min, ku em zêde bi xwe re nabînin bilêv bikin. Nivîskar, Kurdistanê ji gundekî bi çemka her gundekî kurdan ji Kurdistanê dest pê dike û girîngiya “gerdûniya netewî” careka din bi me dide hesandin bi vê pirtûka xwe.

        Bajarokê Maxmûra penaber ku, Nizamettîn Akkurt ji pirtûka xwe re kiriye mijar, xaleke biçûk a Kurdistana me ye, lê ne jirêzê ye. Bajarokekî “modern” e, ku gelek eşîr lê civiyane û bi bingehê xwe gundî ne. Weke ku bajarokê herî nûjen ê Kurdistanê ye, cîgehê mezin ê penaberiya hundir e jî. Yek jî di nasnameya Maxmûrê de siyasetgerî, berxwedan, xemgînî, qehremantî…heye.

        Weke encamekî şerê dawî di parçeyê Bakurê Kurdistanê de, ku di nav sînorê Dewleta Tirk de dimîne, 4000 gundên kurdan hatibûn valakirin. Di sala 1994’an de bi hezaran gundiyên Botan yên welatparêz ku ji ber zilma Dewleta Tirk di tengasiyeke mezin de bûn, bi alîkariya PKK neçar mabûn ku, birevin Başûrê Kurdistanê. Penaberên ku derbasî Başûr bûbûn, pêşî li herêma Heftanîn, li mintiqayên Bêhêrê û Şeranîş bicih bûbûn. Li wir jî hêzên arteşa tirk dev ji kurdan bernade û wan tengezar dike. Penaber pêşî tên Geliyê Qiyametê, piştî demekê bicih dibin. Paşê derbasî Nînova, Sêmêlê û ji wir jî diçine Nehdarê û di dawiyê de jî li Maxmûrê cîwar dibin. Maxmûr, li paş xwe tenê ne rêyên tengezariyê, qasî ku netewek hîn bibe û xwe topîserhev bike, dîrokeke navdar û xemgîn dihêle. Dê paşeroj çawa bê avakirin, ma ji dîrokê pê de kî baş bersiva vê dizane?

       Nizamettîn Akkurt çavên xwe baş vekirine, dengê dilê xwe guhdarî kiriye û ev pirtûk nivîsandiye. Em ji vê pirtûkê hîn dibin ku;

        Li bajarokê Maxmûra penaber ji dibistana seretayî hetanî amadeyî ji 3 hezaran zêdetir xwendekar bi zimanê kurdî perwerde dibin. Di gelemperiya Bakurê Kurdistanê de jimara kesên ku xwedî xwendin û nivîsandina kurdî ne, belkî jî ne ewqas in. Xwendekarên Maxmûrê di serî de potansiyela kadroyên netewî yên Bakurê Kurdistanê ne. Ev tiştekî erjeng e. Di salên 30’yî de nêzîkê 20 ciwanên kurd ji bo perwerde dîtinê ji Êrîvanê diçine Rûsyayê. Paşê jî ew ciwan bingehê Kurdolojiya Sovyetê ya bi xweseriya kurdî datînin. Ma hûn dizanin potansiyela 3000 kadroyên netewî, yên ku bi jiyana kurdî rabûne û rûniştine û xwendina xwe jî bi kurdî dîtine tê çi wateyê?!…

Heçî Maxmûr e, paşverûtiyên civakî “kirasî” û modernîzma “Di bixêriyê de dikevê” bi dijwarî pev diçin û taybetmendiyên paşverû û welatparêzî hev û din dixeniqînin. Civatek e ku, têkiliyên feodalî netêperandine, bi çespandineke şoreşgerî û çemkeke muhendîsiya civakî tê xwestin ku, di nava pergala têkiliyên sosyalîst de bê meşandin. Ger em nekevin gotûbêja kêm û zêdeyan, em ê karibin bi hêsanî bibêjin, komheviyeke girîng heye ji bo avakirina paşerojê. Lê tevî ku ev heye jî, gengaz e ku civateke reel sosyalîst ava bike. Ji ber ku vî aliyê ku her amade ye ji şemitandinê re li ba xwe tim peyda dike. Di Başûrê Kurdistanê de li ser gelê Maxmûrê polîtîkaya avakirina “parçeyekî azad” hatiye meşandin. Ji ber vê çendê zêde polîtîze bûye. Ji ber ezmûneyên bêjimar, ku li ser hatine meşandin, ketiye rewşeka biparçe. Maxmûr, êdî hatiye halê prototîpeke biçûk ê wargeha reel sosyalîst. Em ji pirtûkê vê jî hîn dibin.

        Pirtûk ji çavdêriyên takekesî, ji analîzên objektîf pêk hatiyê. Di vî aliyê de jî hewîsîner e. Di van salên dawî de çiyayên qeşayî ketine navbera gerîlayên ku ji bo gelê xwe bûne canfîda û gelê ku gerîla kiribû taca serê xwe. Nivîskar çavdêriya xwe wiha kurtase dike:

       “Pir balkêş bû, di havîna 2004’an de ez çûme wargehê min dît ku, ne penaber silavê didin kadroyan, ne jî kadro silavê didin penaberan. Di navbera kadro û gel de çiyayên qeşayî hebûn. Dîsa rewşa rêveberî bi heman rengî bû. Kadroyên ku silavê ji penaberan werdigirtin an jî pêşwaziya silava xwe didîtin kêm bûn, ew jî ji heman eşîretê bûn.

       Kadro gava ku di rê de dimeşiyan, li penaberan nedinêrtin, penaber jî bi heman rengî berê xwe dizivirandin. Helbet ev mesela silavnedayînê çendî ku wisa êrî û masûm xuya bike jî, di bin re destnîşana gelek rastiyên dîtir dikir.

        Nivîskar di bajarokekî xwedî nifûsa 10 hezarî de rewşên tên jiyandin, analîz dike û qasî têra perspektîfa avakirina dengeya saxlem a navbera gel û hêzên wî yên pêşeng bike nirxandinan berpêş dike. Di vî aliyê de jî pozîsyoneke hewîsîner xêz dike.

         Di vê pirtûkê de hemû kitekitên civakî yên li Maxmûra biçûk têne jiyandin, bi hezkirina mezin a welat û bi bingeheke rasteqînî hatine nivîsîn. Di vê pirtûkê de gelek tiştên hêja hene ku divê bêne zanîn û jê ders bêne derxistin. Lê di vê pirtûkê de tenê tişta ku tune ye; xapandin û herifandina rastînê ye.

         Nizamettîn, ji xwe re kiriye mesele ku, ji rastiyê re bibêje rast û ji çewtiyê re bibêje çewt. Ji ber vê çendê, ji bo dîroka rojaneyî ya kurdan, pirtûkeke hêja li ser lêkolîna civakgerî daye qezenckirin.

         Dê dîroka kurdan ya rastîn wisa bê nivîsin; bajarok bi bajarok, gund bi gund, mezra bi mezra. Kengê ku di derbarê her gundê me yê “Yekmalê” de pirtûkeka me ronahî dît, dê emê hingê karibin bibin rast xwediyên Diyarbekira xwe.

 

0

Оставить комментарий