Опубликовано: 16.02.2008 Автор: Admin Комментарии: 0

     Hejarê Şamil 

     Kurdistaneke me heye lê polîtîkayeke me ya Kurdistanê nîne- Posted on Cuma, 29.Nisan 2005 Topic: Güncel Kurdistaneke me heye lê polîtîkayeke me ya Kurdistanê nîne

    

  Di bîra gelê Kurd de gotineke İ.Beşikçî hebû: Kurdistaneke Turkiyê, Suriyê, İran, İraqê heye, lê Kurdistaneke Kurdan nîne. Dibe ku ev gotin klasîk be ji bo wan kesên ku wek cilên xwe bigeherin bijareyên xwe yên siyasî diguherin. Lê ew rastiya ku di vê hevokê de tê ziman, tu modayek jî vê rastiyê nikare mandel û haşa bike. Her wisa (rewşa İraqê diyare) ev jî nayê mandel kirin, polîtîkayên Kurd yên sabîtqedem parçeyên di bin desthilatiya xwe de bêyî gorankariyekî difetisîne. Mixabin, li ba bizavên Kurd di derbarê giştî de û ji bo parçeyan polîtîkayeke wan hevbeş ya Kurd nîne û hîç nebû. Niha çima polîtîkayeke wiha nebû, emê li du vê basîtiyê nekevin ku ew rêxistinên Kurd nuneratiya çi dikirin û zemina wan ya sosyalî çi bû, temayulên wan yê ideolojîk çi bûn û ji çi hêz digirtin, ev ne mijara me ye. Emê bêyî ku cihêtiyê bikin, sedama vê yekê, di şêwaz girtina karaktêra civakî ya rêxistinên Kurd binêrin. Yanê, elîtên siyasî yên Kurd dibe ku siyaseteke wan ya hevbeş nîne lê karaktêreke hevbeş ya Kurdî heye. Ji bo Çi Kurd nikarin bibin yek û polîtîkayeke hevbeş nikarin biafirînin, rêxistinên Kurd çima nikarin bêne gel hev. Emê barsiva van pirsan di têkiliya rêxistinên Kurd yên hêzên derve de bibînin. Lewre hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe her tim hêzên Kurdî li beranberî hev û dû şixulandiye û nehiştiye ku siyaseteke Kurd ya hevbeş derkeve holê. Ev yek bûye hêmaneke mezin û roleke sereke. Lê mixabin yê ku nêzîkatiya hêzên derve jî diyar dike dînamîkên navxweyî ye. Ji ber vê çendê emê pirîm nedin vê nêrînê, ya ku dibêje "egera parçebûna Kurdan hêzên derve ye". Ev nêrîneke basît û ezber e. Yê ku her tiştan diyar dike pêdiviye. Pir asayî û normale ku hêzên derve yekitiya Kurdan nexweze û ji bo berjewendiyên xwe vê yekê bi vajî bikarbîne. Di vê derbarê de tewanbar kirina wan ji bilî hamasiyetê ne ti tişt e. Pêdiviyên wan ya li gor berjewendiyên wan pêwistî bi polîtîkayeke Kurdan ne dîtine. Pêdiviya wan bi siyaseteke Kurd ya hevbeş nebûye. Yekgirtina Kurdan ne mesela wan e, yê ku pêwistiya wan bi yekîtiyê re heye Kurdin û ev tenê pirsa Kurdan e. Nebûna polîtîkaya parçeyan ya hevbeş, her wisa ya gelemperî de berpirsiyar Kurd bi xwe ne. Bi taybet hêzên Kurd yên siyasî ne. Bi navê objektivizmê pêwiste em vê yekê eşkere bibêjin; di vê rewşê de para her rêxistineke Kurd di heman radeyê de ne. Kî çi qas kêmasî kiriye, pîvana vî tiştî derveyî siruşta vê nivîsê ye, lewre ev nivîs ser yekîtiyê hatiye nivîsandin. Emê nekevin nav vê basîtiyê. Her rêxistin divê li ser zemîna xwe ya civakî û çemka xwe ya ideolojik, politikayên xwe yên resen dirust bikin. Wekî din jî nabe. Lê, pêwiste rêxistinên Kurd ji bo Kurdistanê û ji bo parçeyan muşterekên yan yê hevbeş hebin. Ew siyaseta hevbeş ya ku em behs dikin muşterekên hevbeşin. Ji bo ev rewş derkeve holê hewldan çêbûn lê hemû jî serneketin. Çima? Em bersiva vê çima yê dikarin li zemîna civakî û karaktêrên rêxistinên siyasî ya ku li ser vê zeminê hêz girtiye bigerin. 1. Mixabin ew rêxistinên bi angaşta berjewendiya parçeyan an jî Kurdistanê derketine, berjewendiyên rêxistina xwe ser nirxên dunyevî re girtine. Ev, bûye sedemeke mezin ku berjewendiyên xwe ser berjewendiya xelkê welêt re jî bigre. Mantaliteyeke wiha, bi xwe re şuna desthilatiya gel, desthilatiya rêxistinê aniye. Ji ber ku rêxistin di nava xwe de têra xwe dikin, ji bo wan, nêrînên ideolojîk yên komên din ya civakî eleqeder nake. Şuna ku rêxistin ji bo gel be, gel ji bo rêxistinê hatiye bikaranîn. Tiştê ku wî eleqeder dike, yekîtiya wan kesên ku ideolojiya wî/ê dihebîne û li pey wî/ê demeşin girînge. Mantiqa rêxistinên Kurdistanê, ser yekîtiya bawermendiya şopandêrên xwe hatiye danîn. Em li nêrîna gel me destek dike binêrin; li Kurdistanê hemû beşên civakî tenê rêxistinekî heta dawî destek nake. Ji ber vê jî em dikarin vê yekê wiha şîrove bikin; yên me destek dikin gelên rast e, yên destek jî nakin ne ji gelê me ne. 2. Li ba rêxistinên Kurdistanî mantiqê ku ez ji her kesî baqiltirim û mafdarim li pêşiya çareseriya pirsa Kurd û yekîtiya Kurd kosp û kelemeke mizin e. Heke em bi encama hinek praktîkan ve rastiyê bipîvin, hemû rêxistinên Kurd li gor çapa xwe hinek encam afirandiye. Ji rastiyên teorîk bêtir encamên ku derxistine jî, ji bo gelê me ye û gelek hêja ne. Di sistema civakan de rastiya mutlaq nîne, ji ber vê çendê rastiya mutlaq ya rêxistinan jî nîne. Lê, rêxistinên heyî bi referansên xwe cuda û polîtîkayên xwe cuda ve dixweze encamê bigre. Ya qenc û ya neqenc nîne, nêrînên cuda û cewaz hene. Pêwiste ev rastî bê dîtin. 3. Rêxistinên Kurd her tim çav berdane hêza girseyên hev. Hewl dide seba yê din bin bixîne. Hêza ya din ji bo xwe xeterî dîbîne û xwe binkeftî dihesibîne. Ji ber vê jî têkoşaneke dijayetî daye. Gava sernexistiye jî neyariya xwe kêm nekiriye zêdetir kiriye. Belkê hinek ji vê re bibêje, ev pêwistiya siyasetê ye. Heke siyaset, ne ji bo desthilatiya rêxistinê ye, berjewendiya gelan dihizire, hingê ev neyariya ku li ramanên cuda kê kirin ne rast e. Ev tenê di siruşta rêxistinên Kurd de heye. Di vê xalê de gotina Babek Xuremidîn tê bîra me, "nelet were wan masiyê biçûk ku di nav zikê masiyê mezin de hev û du dixwin. 4. Van salên dawî di nav rêxistinên Kurd de şerê çekdarî rawestiyaye. Di nav endamên rêxistinan de meyila polîtikayeke hevbeş pêşvediçe. Lê belê, ev meyil ji ber ku hîn xav e naverokeke praktîkî qezenç nekiriye. Ev nivîs ji naveroka siyasî bêtir aliyê wê ya manewî derkete pêş. Bila bibe. Her tim tê arezu kirin ku manewiyat li ser karpêtên siyasî bi bandor bibe. Em jî bi vê daxweziyê ve dikevin nav kêmesiyekî. 

0

Оставить комментарий