Template Tools
You are here :  Главная
Todays is : Tuesday, 12 November 2019
Siyabend u Xece     e-mail
Administrator   
Saturday, 19 November 2011

    

Image
Siyabend u Xece
CIZÎRA BOTAN, 17/11 2011 — Welatê me Kurdistan cih û warê işq û evîniyê ye. Heger Kurdistan were guvaştin wê işq û evîn bûbe şirik û jê dakeve xwarê. Li her deverê welêt; li deştê, li zozanan, li gundan, li bajaran evînî û bandora wê ya li ser gel bi awayekî berbiçav diyar e.

     Lawik, lavij, pehîzok, starn, kilam, beste… evana hemû riyên vegotin û bilêvkirina vê evîniyê ne. Gelê kurd gelek girîngî daye işq û evînê. Di koçk û dîwanên beg û axayan de ciheke taybet yê stranbêjan hebû/heye.

      

     Me got di Kurdistanê de işq û evînî serwer e. Belê, serpêhatiya Binefşa Narîn û Cembeliyê Mîrê Hekariya, ya Delalê Derwêşê Evdî û Edûlê, ya Heso û Nazê, ya Hesam Axa û Le’lîxanê hin nimûyên evînê ne ko bi sedan salan e di koçk û dîwanên kurdistaniyan de tên vegotin. Jixwe şahesera Mem û Zînê ya ko Şêxê Xanî ji gelê kurd re diyarî kirî bi tenê besê wê çendê ye ko dinya alem zanibe ka kurdan ji qeder girîngî daye işq û evînê.

 

      Seydayê Xanî yek ji wan sedemên amadekirina vê şeheserê holê rave dike:

 

Hem ehle nezer neben ko ”Kurmanc

Işqê nekirin ji boxwe amanc”

 

      Yek ji wan serpêhatiyên evînê jî ya Siyabend û Xece yê. Wek tê zanîn Sîyabend û Xecê du evîndarên heq yên kurdistanî ne. Serpêhatiya wan li tevayiya welatê me, xasma li herêma Serhedê navdar e. Ev herdu evîndar herçiqas êş û azara evîndariyê kişandibin jî lê mixabin negiştine hev û bi awayekî dilsoj ji vê dinyayê oxira xwe xêr kirine, çûne.

 

      Evîn çî ye? Çend cûreyên wê hene? Di navbera ya heqîqî yamecazî de çi cihêtî heye. Eva hanê mijareke cuda ye.

 

      Min çîroka evîna Siyabend û Xecê weke helbest û herweha bi erûz amade kiriye, lê belê hetanî îro min derfeta çapê nedîtiye ko ez bibim wesîlê ko zarokên welatê me sûdê jê werbigrin.

 

      Ez beşa dawi ya dema ko Siyabend li binê çiyayê Sîpanê ye û Xecê jî raserê wî ye û li hev dikin qîr li vir datînim:

 

Mef’ûlu/Mefâ’ilû/Feûlun

 

Xecê li pey Siyabend dikeve û wî birîndar dibîne

 

Jara Xecê hinde ma li bendî,

Deng dernediket ji wî Sîbendî.

 

Wê kes nedidît Sîbend bipirse.

Rabû lê emma gelek bi tirs e,

 

Ket ser wê riya Sîbend di ser çû,

Ew qas dibezî ko rê ji ber çû.

 

Bêhed qerimî nema rehet lê,

Yekcar xirabû belê sehet lê.

 

Derman nedima li lingê nazik,

İzman lê kişa biqasî gazik,

 

Geh hêdî diçû we geh jî hişka,

Lingê wê dikir ji qermê bişka

 

Lew nêzîkê wir nebû tu gundek,

Mimkun hebû derketa dirindek.

 

Alîk yê wê qehr û yek jî tirs bû,

Derdê wê ne têhn û hem ne birs bû.

 

Esla ne hizir bira û mal bû,

Îlla wê fikir Sîbendê ‘al bû.

 

Hetta ko gehişt serê Sîpanê,

Daîm wê digot: “Sîbend, tu kanê?

 

Emma nebihîst çu pêjn û deng e,

Lewma li rûyî nema tu reng e.

 

Nagah wê didît qefayê nêrî,

Zanî ne îşaretek bi xêrî.

 

Gava ko berê xwe da newalê,

Hat ber guhê wê ko yek dinalê.

 

Dêhna xwe ko da wî dengê xemgîn,

Fîlhal wê dinasî ew bi lezgîn.

 

Zanî ko Sîbende yê dinale,

Hem jî ji cirûhê kûr dikale.

 

Nagah kete nav mital û fikra,

Emma nedizanî ka çi bikra.

 

Halek pirî zor dihate ser de,

İzman lê şikest, nema xeber de.

 

Paşê jî dihate ser kenarê,

Dakû li Sîbend bikit hewarê.

 

Xecê Gazî Kire Siyabend

 

Qîrek li Sîbendî kir Xeca jar,

Emma wê bi şeklekî birîndar:

 

“Sîbendê delal çima te ev kir?

Roja li me rohnîbû te şev kir.

 

Ma min ji te ra negot bi têrî,

Zinhar neçî nêçîra wî nêrî.

 

Destê me gihîştibû miradê,

Emma te berê xwe da inadê.

 

Min bo xwe dikir xiyalî her dem,

Min radikira ji qelbî her xem.

 

Em dê biçûna diyarkî dûr e,

Hicret bikira zozanê jor e.

 

Dê şa bibûna bi wesleta xwe,

Mes’ût bibûna bi dewleta xwe.

 

Dîlaneke xweş me dê bikirba

Da ew reqîbê hesûdî mirba.

 

Dawet rêkira bo her cihata,

Mutrib dê digel dihol bihata.

 

Govend bigera bi xort û qîzan,

Xort û keçikên me têr bilîzan.

 

Dê ez bigeram li şehr û sûkan,

Min dê kirîba libasê bûkan.

 

Anba qeziyek li gorî bejnê,

Ya qîz l’xwe dikin îdan û cejnê.

 

Paşê biçûma welatê Botan,

Ew cî û diyarê xort û dotan.

 

Şal-şapikekî Botanî banya,

Ser qamet û bejna te mi danya.

 

Da kû kesekî negota bo te,

Zava ji hêla cilan ve rût e,

 

Dê ez bibûma erûs, tu zava,

Bo vê min dikir dua û lava.

 

Emma te nekir bi gotina min,

Îcar tu binêre sotina min.

 

Ma dê çi bikim li vî çiyayî,

Teskînî dibit dilê vîyayî?

 

Sîyabend gazî kire Xecê

 

Sîbendî berê xwe da Xecê got:

“Bes tu bilorîn, li min te dil sot.

 

Sîpan şewitit bi av û kanî,

Nînin tê de qet çi mal û xanî.

 

Tevda bi dol û niwal û teht e,

Wijdan nîne jê re zor bêbext e.

 

Daîm vedidit bo xelkê davan,

Murwet nîne wê bo bûk û zavan,

 

Lewra me ji wê re îltica kir,

Bo rê bide ew, me jê rica kir,

 

Lê wî li vî halê jar nenêrî,

Wî şande li ser me pîse nêrî

 

Çerxa felekê çiqas bêbext e,

Her dem li me kirye zor û zext e.

 

Herçend bibirînê daxîdar im,

Lê hêj ji bo weslê hêvîdar im,

 

Çavê te yê Rebbî bo te dayê,

Wellah bi tu reng girîn lê nayê.

 

Layiq ew e her mirov lê nêr e,

Nêrrîn ji bo şexsî xêr û bêr e.

 

Xayet sipehî tu şeh ke zulfê,

Da ew qewî kit ji bo me ulfê.

 

Qedrê Xwedêkî herî tu gundî,

Hawar bike hin peya û cindî.

 

Bo min bîne bîst û pênc werîsa,

Paşê vegerî bo vêdê dîsa,

 

Hemyan bi hevûve tu girêdî

Daxînî bo min wê hêdî, hêdî.

 

Min derxînî tu ji vê nuwalê,

Lew ez herişîm di nav vê çalê.

 

Gazî bike tu hekîmkî baş e,

Da ew binêrit birînê laş e.

 

Hêvî heye min ji Rebbê banî

Nêzîktire ew ji rûh û can î.

 

Şîfê bo birînê min bişînit,

Belkî sihetê bişûnde bînit.

 

Dîsa evîna xwe em dewam kin,

Wê şerbeta lêvê hevdû tam kin.

 

Xecê gazî nêrî dike

 

Raser sekinî Xecê lê nêrî,

Her dem wê li wî nêrî dinêrî.

 

Carcar bi xedep we car bi xemgîn,

Carcar bieciz we car bi temkîn,

 

Carcar bi hêdî we car bi qêrîn,

Carcar bi tehil we car bi şêrîn,

 

Derdê dilî bo nêrî digota:

Lew agirê firqê dil disota

 

“K’ey nêrîyê ehlê zor û zilmê,

Dûrî bûyî tu ji silh û silmê.

 

Derdê te çibû eya tu zalim,

Jar û perîşan te kirye hal im.

 

Ma qey te rehim di dil de nîne,

Yan jî te nebû îman û dîn e.

 

Destê min û yar ji hev te qet kir,

Dîtna min û wî heta ebet kir.

 

Çawa neqeba di birh û çava,

Nagah veqetand te bûk û zava.

 

Sîbendê ko ew tilapê mêran,

Mêrxas û egîdê şibhê şêran.

 

Boçek te lêxist bi ecz û kerb e,

Ew boç ji bo wî çiqas bû derb e.

 

Bo wesletê çendî roj hê mayîn,

Emma te nehişt eya tu xayîn.

 

Destê te çilo çû kuştina wî,

Ser lê te pêça bi kifnê cawî.

 

Ma qey te nenêrî bejn û balê,

Ma qey nenêrî rewş û halê,

 

Dê nik Xwedê ez te kim şikayet,

Zilmê yek û yek bikim hikayet.

 

Sîyabend gazî Xecê dike

 

Sîbendê ji dil bûyî birîndar,

Cardî ji kezep digote dildar:

 

“Nînin ji bo derdê min tu çare,

Lewra kezebim bû pare pare.

 

Loqman jî welew bêtin bi ferman,

Dê ew nebe bo vî derdî derman.

 

Ger tu ji Xwidayê banî hez kî,

Rabî biçî mal we hem bil ez kî,

 

Hem wergirî her çeşît libasan,

Dê ker bikî wan ji xizm û nasan,

 

Çavê xwe yê reş bi kil tejî kî

Herwek bûme zavê tu jî bûk î.

 

Sê car tu here, were li ber min,

Hin awirê tûj bi rêje ser min.

 

Da ez têrûtêr li wê nezer kim,

Qelb û dilê xwe bi tev heder kim.

 

Hê ez nemirîm bibînme bejnê,

Bo min dê bibit şebîhê cejnê.

 

Hingê dê sehil be bo me mewt e,

Dê kêm bibe hingê êş û şewt e.

 

Ez bo te bêjim li min tu guh de,

Paşê jî bihêle min li cih de.

 

Destûrê didim te ey Şirînê,

Da qet tu nekî bo min girînê.

 

Roja ezelî Xwida ho hez kir,

Çi’bkim ecelê mi gelkî lez kir.

 

Piştî ko mirim biçî tu gundî,

Peyda bikî bo xwe lawkî cindî,

 

Tehsîn bikî tu ser û cilê xwe,

Pê ra şû bikî wekî dilê xwe,

 

Lew ez dibînim tu hêj cihêlî,

Xem nake tu min li vir bihêlî.

 

Ger ez bibînim ko bextewar î,

Mehrûm nebûyî ji dost û yarî,

 

Tirba xwe de ez dê gelkî geş bim,

Sondê dixwim ez dê kêyfî-xweş bim.

 

Xecê gazî dike Siyabend û paşê jî xwe dikuje

 

Piştî wê Xecê lê kir xitab e,

Bo pirsê Sîbendî da cewab e:

 

“Sîbendo tu bes kulan vebêje,

Lew çêroka eşqê pir dirêj e.

 

Ma qey evîna min û te ey can,

Mumkin heye qey bibit ho erzan.

 

Sondê dixwim ez bi navê Ellah,

Rahet ji bo min qe nîne wellah.

 

Dîsa qesemim bi Rebbê banî,

Yan jî bi wî simbêlê qîtan î,

 

Ger ez vê cemalê bikme wêran.

Piştî te nekim tu mal û mêran,

 

Jîna bê te ew bê zewq û tame.

Piştî te jiyan li min heram e.

 

Xort û ezebên vî gundî hemyan,

Hem yê feqîr û we ehlê semyan

 

Gorî te dikim bê şik bizane,

Işqa te ye lew ji qelb û can e.

 

Ma qey dibe rûyê şibhê werdan,

Biskên ko li ser de têne berdan,

 

Çavên ko şebîhê yên Zuleyxa,

Heyran xwe dikin melan û şeyxa,

 

Bejna ko mîsalê darê er’er,

Lêvên ko dirêje abê Kewser.

 

Xeynî ezîzê dilim Sîbend e,

Destûr heye yek bikit jê feyde?

 

Iznê qe didim ji bil te ey yar,

Ser vê bedena he rûne exyar.

 

Ez dê hemûya ji te’r hilînim,

Ta ko te li axretê bibînim.

 

Lew vê dinê em nebûn li hev şad,

Hêvî heye Reb ji me’r bikit dad.

 

Roja be’esê dema ko rabîn

Nav Cennetê em li hevdû şa bîn.”

 

Piştî vê Xecê ji ser çiyayî,

Hem jî bi dilek xweş û viyayî,

 

Biryareke zor ecêb û dehşet,

Dabû lê belê bi keyf û rahet,

 

Çavê xwe miçand û holê gote:

 “Sîbendo ve ez jî hatme bo te.”

 

Piştî xwe avêt ji wî zinarî,

Laşê wê jî ket li ser yê yar î.

 

Canê xwe ji boyî yar feda kir,

Lewra evîna wê pir seda kir.

 

Dawiya çîrokê

 

Yên ko bi evînê bûne jîndar,

Yên ko ji wî agrî dikne hawar

 

Daîm vê hîkayetê dibêjin .

Derd û kederên xwe pê dirêjin.

 

Ya Reb Tu bi qedrê navê xo kî,

Sîbend bikî zave Xec jî bûkî

 

Ger hin gunehên ewan hebin jî,

Têra xwe emel ewan nebin jî,

 

Xweşhal bikî wan li Cenneta xwe,

Tê têr bidî wan ji ne’meta xwe.

 

Lewra kerema Te bê hisab e,

Bêhtir rehîm î ji dê û bab e.

 

Fathe’k we sê “qul hû” em bixwînin,

Bo canê temîzê wan bişînin.

 

Dilkul jî bi xatrê wan şepalan

Daîm bitkin ji işqê nalan

 

Ango dilê wî tejî evîn kî

Nav işq û evînê har û dîn kî

 

-----------------------------------

Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL e-mail -. , Java-Script

 

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=6307

 

RSS
!

Copyright (C) 2007 Alain Georgette / Copyright (C) 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved.

( Saturday, 19 November 2011 )
 
< .   . >

Авторизация

/

Кто на сайте?

:
- 12

Последние комментарии

Другие Статьи

                                               

Всего пользователей

151017
56
158
606
: BruceKap