Template Tools
You are here :  
Todays is : Monday, 21 October 2019
Qadir Moti     e-mail
Administrator   
Wednesday, 26 September 2012

Çavkanîya zelal

 

 Image    “Kî ku pey mirinêra nayê bîrkirinê, ew her tim zindîye”. Ev nêta ulumdarê Çînê Lao Dzî seranser li helbestvan Qadir Motî tê.

     Qadir Motî sala 1938-a li Nexçivanê-Rêspûblîka Xwemûxtar, nehîya Şerûrê gundê Derekendê tê dunyayê. Vira mekteba navîn kuta dike. Sala 1960-î bi malbetêva koçbetî Ermenîstanê dibin.

      Emê jêrê bona heqîya Xwedê bi kurt ser efrandarîya helbestvanê hêja rawestin û bila xwendevan bi xwe hafîyê derxe.

      Helbestên, ku ser sewt-awaz-miqamên gel têne efrandinê, ew rê dibînin û dilê her mirovekîra derbaz dibin. Eva destanîn, serfirazîke bilinde. 

       Lê ew nabe qismetê her efrandarekî. Ji ber ku, gotî ew kes ji roja ku, bi şidîyayî-şidîyayî rê diçe, jîyanêda hey bi dil û hesten xweva gelra gavde. Şayî-şîna wê, qencî-xirabîya wê, derd-kul, jan-êşa wê ya xwe bihesîne û wan gişkan nava xwîna dilê xwera derbazke, wê demê çavkanîya efrandar bi paqiş û zelal dibe.   Ev yek helbestvan Qadir Motîra li hev hatîbû. Rastî jî gava seranser dikevî nava efrandarîya helbestvan dixûnî, tê derdixî, wekî ewî karibûye têkeve nava rewşa gel. Zulm-sîtem, neheqîyên dijî gelra kewgirîye, serketin-rizgarîya wêra şa bûye. 

     Qadir Motî salên 70-î, ya sedsalîya derbazbûyîda tê nava wêje-edebîyatê. Lê qewlên heyîye dijwar nahêlin ew pirtûkan bide weşandinê. Ew tu dema qelama xwe danayne, dinivîse, diefrîne.
     Malbeta Qadir Motî bi zorê ji Ermenîstanê sala 1988 koçberî Azerbaycanê dibe, bajarê Bakûyêda cî-war dibe. 

     Sala 1990-î hej hilweşandina Yekîtîya Sovêtê ketinê, li Azerbaycanê bona gel-netewîyên hindikjimar êpêce mecalên qenc têne sazkirinê. Di alîyê ronahî dîtîna pirtûka da rê-dirbeke fire bona nivîskar, helestvanan ve dibe.

     Bi fermî destûr dan, wekî bi zimanê netewîyên hîndik jimar, yên ku, Azerbaycanêda dijîn, pirtûk, rojname bêne weşandin. Weşenîka Dewletê ya bi navê “Azerneşr”-ê di alîyê weşandina pirtûkên bi zimanê lezgîkî, talişî, kurdî, tatan û yên mayînda dest bi çalekîyên xwe kir.
     Sala 1993-a bi rêdaktorîya Şamîlê Selîm Esgerov pirtûka helbestvan Qadir Motî ya bi navê “Bi gazinim, dunya” ronahî dibîne. Dema baxçê herî bi gul-sosin û bi pergar bê xweyî dimîne, diçilmise, hilwedişe. Xweyî li wî derketînê, ew avdanê, nihêrînê gulvedide; pey pirtûka yekemînra di nava efrandarîya Qadir Motîda guhastinên pirr-pirr mezin derketine holê. Helbestên helbestvan mîna deste kulîlkên bi bîn, bi bîn bûn. Goveka mijarên helbestvan fire bû. Wanda nitrandina erf-edet, wetenhizî, şerkarîya rîya gel ya bi sîyanet-serfinîyaz, hub-hizkirin û bawerîya roja sibêye geş bask veda!

 

     Qadir Motî çarenûsa xwe bi şewat digihîne xwendevana, dibêje:

 
Rozgar xerab, bext razaye,

Mital xar kir vê dewranê.

Rev-bez, ax-zar bû para min,

Dilêm sar kir vê dewranê.

 

     Ew xwe ji gel dûr nagire, helbestvan qewmandinên gerdûnê, rewşa gelê xwe, kirina neyaran rind derz dike, rind dibîne û birîna dilê xwe dide kivşê: 

 

Dilê meda ma hesret, 

Wek xulamê bê rûmet, 

Ji sed parî parek dan, 

Ew jî bi rik, bi kudret.

 

     Helbestvan û nivîskar wê demê dibin hizkirîyê xwendevana, dema ew bi zimanekî zelal dinivîse û qewmandina dewrêra dide girêdanê. 

     Ev herdu bilindayî helbestvan Qadir Motîra li hev tên. Bedewnivîsara helbestên helbestvan bona wê yekê zelale, wekî wî hê biçûktîyêda ji çavkanîya zargotina gel av wexwarîye. 
Pirtûka bi dorê Qadir Motî nav dike-“Bê parim, dunya”. Ew pirtûk sala 1999-a ji alîyê weşenîka Dewleta Azerbaycanêda tê weşandinê. 

     Qadir Motî jîyanêda daha pirr şa dibe gava sala 2005-a nivîskar Ahmedê Hepo bi dewetname diçe Kurdistana Başûr û ew romana xwe “Birîn”-êra tevayî, berevoka helbestên helbestvanê hêja, ya bi navê “Bi gazinim, dunya” bi guhêrbarîyên (varîyant) nûhva, li bajarê Hewlêrê, bi hîvîkirin dide weşandinê. 

     Pêwîste destanîn, bilindayîke helbestvan Qadir Motî bînine holê. Ewî him jî bi azerbaycanî helbest dinivîsî. Ew hebestên wî ji alîyê xwendavanên Azerbaycanîada bilind dihatîne hêjandinê. 
     Bi dilêşî bêjin, wekî pirtûka wîye dawîyê ya bi nave “Menal, dilo” dîsa bi pêşgotin û rêdaktorîya nivîskar Ahmedê Hepo sala 2007-a ronahî dibîne. 

     Dawîyêda ewê yekê bînine serzara, wekî her ku, wede derbazbe helbestên dengbêj, helbestvan Qabir Motî wê hêjaya xweye heq di nava wêjeya gelê kurd da bigire. 
Helbestvanê di alîyê welatda miraz çavada mayî, 7 tebaxê sala 2009-a li bajarê Bakûyê dunya xwe guhast.

     Em bawerin navê helbestvan Qadir Motî wê timê di nava wêjeya gelê kurdada bê kişandinê. Ewê bibe yekî timê bîranî! 

 

Ahmedê Hepo, Endamê Yekîtîya Nîvîskarên Azerbaycanê

 

(Rojname “Dengê Kurd”. Komara Azererbaycan).

 

http://eu.kurdistan-post.eu/diaspora/7274-qadir-mot-ahmed-hepo.html

RSS
!

Copyright (C) 2007 Alain Georgette / Copyright (C) 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved.

( Wednesday, 26 September 2012 )
 
< .   . >

Авторизация

/

Кто на сайте?

:
- 10

Последние комментарии

Другие Статьи

                                               

Всего пользователей

149992
2
33
453
: tinauzdechkina