Çanda meye netewî zîyaneke mezin kişand: karmendê rojnama «Rya teze» yê berê, rojnamevan û dîplomasê naskirî Hesenê Qeşeng 12-ê çileya sala 2026-an di 82 salya temenê xwe da li bajarê Novorosîyskê (Rûsya, parwalatê Krasnodarê) çû ber dilovanya Xwedê.
Li ser rol û kemala ocaxeke meye netewîye sereke – rojnama «Rya teze», ya di warê pêşvebirina çand, ziman û dîroka gelê me da, eger derew tê tunebe, mirov dikare têza doktorîyê binvîse. Bawer bikî tune mijareke civaka kurdîye usa, ku rojnama «Rya teze» li ser nesekinîye û nenivîsîye. Tiştekî veşartî nîne, ku ev rojnama jîyandirêj hetanî dawîya sedsala 20-î jî ma wek hedadxaneke kadroyên netewîye sereke. Gelek zanîyar û nivîsakarên meye navdar di dema xwe da li vê rojnamê kar kirine û herdem li ser rûpêlên wê gotar û nivîsên xwe weşandine. Hema ji wan karmendên rojnamêye jêhatî û şareza yek jî Hesenê Qeşeng bû.
Hesenê Qeşeng 15-ê sibata sala 1944-an li Ermenîstanê, li gundê Eynelûyê (niha Lênûxî, navçeya Êçmîazînê) ji dayîkê bûye. Sala 1953-an mala bavê wî ya Qeşengê Eyoyê Xwedo cîhguhastî gundê Dalarê (navçeya Artaşatê) dibe. Zarotaya Heso li vî gundî derbas bûye, di vî gundî da jî ew çûye dibistana seretayî.
Sala 1957-an malbeta Qeşengê Eyo diçe bajarê Artaşatê û li wir dihêwire. Heso xwendina xwe li dibistana bajêre hejmara 1-ê dûmayî dike. Sal 1963-an ew vê dibistana navîn bi mêdala zêr serhevda tîne û hema wê salê jî li beşa farizî ya fakûltêta Rojhilatzanîyê ya Ûnîvêrsîstêta Êrêvanêye dewletê tê hildanê.
Salên xwendekarîyê bona wî salalên here xweş bûn, li ber wî cîhaneke nû vebibû. Piştî dersan dema wîye aza qet tunebû: yan ewê li pirtûkxanê bûya, yan jî diçû radyoya kurdî û rojnama «Rya teze». Wê demê komela xwendekarên kurd ya Rewanê hebû. Komelê karekî mezin dabû pêşya xwe: hertim nivîskar, zanyar û rewşenbîrên meye cihê-cihê vexwendî civînên xwe dikir, yên ku li ser wêje, çand û dîroka gelê me gotebêj û qise pêk danîn. Hema wan salan jî hesîna Hesen ya hizkirina berbi netew û welatê kal-bavan bêtir kûr bû û di dilê wî da şax veda. Hema di wê demê da ew bi rojnama «Rya teze» ra hate girêdanê, car-caran gotar ji bo wê û radyoyê dinvîsî.
Havîna sala 1968-an Hesenê Qeşeng bi dîploma sor Ûnîvêrsîtêt kuta kir. Gere bê gotinê, wekî dîploma sor kêm xwendekaran dikaribûn wergirtana. Dîploma usa her tenê didane wan kesan, yên ku nava 5 salan da bêqusûr hîn bûne û tenê qîmetê zef baş stendine.
Destpêka sala 1969-an berpirsyarê rojnama «Rya teze» Mîroyê Esed gazî Hesen dike, ku di rojnamê da wek nûçevan kar bike. Karmendîya Hesen ya rojnamevanîyê bi fermî hema di wê salê da destpê bû û bêtirî 20 salan dom kir.
Hesen timê bîr danî: «Ez du hesînan ra amin mame û bawerim, ku heya rojên xweye dawî jî ew hesîn wê li bal min bimînin û neyêne guhastinê. Ya yekemîn ewe, ku dibê mirov xêrxwez û qenc be, xirabî û nemamîya xelqê neke. Axir ne pêşîyên me digotin, wekî ji şer û dewan tu xêr tune, her tenê qencî dimîne û tê şêkirandinê. Ya duemîn jî – ew hizkirina berbi netew û waletê meye. Mirovê xwedî hesînên awa, bi bawerîya min, mirovê herî dewlemend û bexteware». Belê, xudanê van xeta şade ye: ew van hesînan ra hetanî dawîya emrê xwe amin ma…
Nivîskarê meyî navdar Eskerê Boyîk, ku vê gavê li Almanyayê dijî, gele-gele nivîsarên xwe li ser rûpêlên «Rya teze» çap kirine. Ew, ku timê dibû mêvanê rojanamê û wek rewşenbîrên meye mayîn baş haj karê rêdaksyonê û karmendên wê hebû, li ser Hesen awa nivîsye: «Hesenê Qeşeng bi xeysetê xwe yê paqij û eşîrtîyê, bejin-bala xweye tîtalî û seke-sifetê xweyî kurmancî, pêra jî zanebûnên berfireh nava rewşenbîrya meye Ermenîstanê da hertim berbiçav diket. Welatparêzekî dilsoz û rojnemevanekî serketî bû. Gotar û nivîsên wî balkêş bûn. Ew bi hewaskarî dihatine xwendinê…».
Di destpêka sala 1981-ê xudanên van xetan hate rojnama «Rya teze» û derbasî li ser kar bû. Wê demê desteke karmendên rojnamêye zane û cêribandî bi serekvanîya berpirsyarê emekdar Mîroyê Esed kar dikir. Nenihêrî wê yekê, wekî min Hesenê Qeşeng berî hingê jî nas dikir, lê salên karê tevayî em bi nêzîkayî û baş hev ra bûne nas. Hesen bêtir gotarên li ser çanda netewî û mijarên civakî dinvîsî. Nivîsên wî bi naverok kûr bûn. Gava ewî pirsgirkek hildida û arzû dikir, ne ku tenê sebebên wê pirsgirêkê danî ber çavan, lê usan jî ew nirx dikir û rê-dirbên çareserkirna wê pirsgirêkê nîşan dida û derdixiste meydanê. Di rojnamê da ew gelek salan serokê beşa çand û nama bû. Ewî namên xwendevanên rojnamê guhdar dixwend, bi bingehî analîz dikir, gava pêwîst bûya, diçû xudanên wan neman didît yanê jî ew vexwendî rêdaksyona rojnamê dikir…
Tiştekî veşartinê nîne, ku berî hilweşbûna Yekîtîya Sovîyêtê li hemû komarên wê, di wê jimarê da li Ermenîstanê jî, rewşa aborî û sîyasî xirab bûbû, gelek hêzên netewperest serên xwe bilind kiribûn, civakên netewên kêmjimar ketibûn rewşeke nedîhar ji bo bawerîya berbi roja sibê… Ji ber van babetan Hesenê Qeşeng jî wek gelek rewşenbîrên me terka xebata xweye li «Rya teze» da, ji Yêrêvanê bi malbetî koçber bû, çû Rûsyayê û li bajarê Novorosîyskê hêwirî.
Hesenê Qeşeng wergêrvanekî zimanê farizî yê gelekî jêhatî bû. Li salên 1980-î ew du caran çû Afxanistanê û serhev weke 5 salan li wir karê wergêrîyê û dîplomasîyê kir. Di destpêkê da wek wergêr, lê dû ra wek sêkrêtarê duemîn yê baylozxana Rûsyayê li Afxanistanê xebitî. Xebata wî bilind hatîye qîmetkirinê: ew bi gelek xelatên dewleta Sovîyêtê û Afxanistanê va hatîye rewakirinê. Mîna vê rojê tê bîra me, li rêdaksyona rojnama «Rya teze» caranan, gava em di nava karê wergêrê da rastî hinek têrmînên çetin dihatin û me nikaribû wêrgêra wane kurdîye rast bidîta, em berbirî Hesenê Qeşeng yan jî gotarvan Rizganê Gango dibûn (ewî jî farizî baş dizanibû û gelek salan li Îranê kar kiribû), wekî koka wan têrmînan li xebernamên farizî bigerin û bibînin. Bi wî teherî karmendên rojnama me gelek têrmînên nû çê dikirin.
Rojnamevan Rizganê Cango, yê ku îro bi fermî wek midûrê rêdaksyona «Rya teze» hesab dibe û li Moskvayê dijî û kar dike, bîr tîne: «Gava Hesenê Qeşeng bi mecbûrî terka rojnema «Rya teze» da û ji Ermenîstane derket, ew 46 salî bû. Ger ew neçûya, wê hetanî îro, yanê weke 36 salan jî qulixî gelê xwe bikira. Ew wek xudanê zanebûnên kûr dikaribû bibûya dersdarê nifşên nû…».
Rojnamevan û wergêrvan Têmûrê Xelîl ji Stokholmê li ser Hesenê Qeşeng awa nivîsye: «Di nava me da meriv bi çend şêwa bi nav û deng dibin. Hinek bi wê yekê va, ku zargotina gelê xwe baş dizanin, hinek bi wê, ku xwe ji şîn û şayên miletîyê nadine paş, hinek kes bi xwendin û zanebûnên xwe va, hinek jî bi welatparêzîya xwe va. Kêm caran dibe, ku ev hemû nîşan bi hev ra li bal merivekî hebin. Yek ji wan kesan jî Hesenê Qeşeng bû…».
Dibêjin, mirovê efrandar berî her tiştî arxîtêktorê ruhê xwe ye, dû ra yê benda. Efrandar bi ruhê xwe va tu caran kal nabe, ji ber ku ramanên wî herdem nûjen û genc dibin. Hesenê Qeşeng jî wek mirov, rojnamevan û dîplomas nûjenvanê ramanên xwe yên niştimanperwarîyê û welatparêzîyê bû…
Ji navê heval-hogirên Hesenê Qeşeng em serxweşîyê didine bira-pismam, seranser binemala Qeşengê Eyoyê Xwedo.
Bila serê lawê wî Barzanî û nevîyên wî sax be!
Bila serê gelê me sax be!
Prîskê Mihoyî,
karmendê rojnama «Rya teze» yê berê,
rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya).

Ji navê Rêveberya malpera www.kurdist.ru
Rêveberya malpera www.kurdist.ru ji bo koça dawî ya Hesenê Qeşeng – rojnamevan û dîplomatekî kurdî navdar serxweṣîyê dide bira-pismam û malbeta rehmetî.
Hesenê Qeşeng di warê pêşxistina çapemeniya kurdî û xurtkirina têkiliyên civakî da karekî mezin kir.
Bi salan Hesenê Qeşeng bi awayekî çalak beşdarî pêşvebirina rojnamegeriya kurdî bû û li ser qada navnetewî berjewendiyên Yekîtiya Sovyetê diparast.
Taybetmendiyên wî yên profesyonel, rastî û dilsoziya wî bal heval-hogirên wî rêzgirtina kûr herdem dihate qîmetkirinêh. Xebata wî di dîroka rojnamegeriya kurdî û dîplomasiya Sovyetê de şopeke bêhempa hişt.
Bîranîna Hesenê Qeşeng di dilê kesên ku wî bi şexsî nas dikirin wê her û her bimîne.
Di vê dema dijwar de rêveberya malbera www.kurdist.ru sersaxiyê dide malbat, heval û hevkarên rehmetî.
Bi rêz û xemgînî,
Rêveberya malpera www.kurdist.ru