Опубликовано: 26.08.2014 Автор: Admin Комментарии: 0

           Koka te rehmetiyê birê meyî Șamîl Ezgerov e, têkoșerê mezin, ku wê dema komara Azeyrbêcana Sovêtê da helandin û tunekirina Kurdan bûbû armanc wek mêrxwesekî efseneyî, serbilind sekinîbû teabiyên parastina nav û nasneme, xîret û namûsa gelê xwe da û ji tu tiștî neditirsiya, gav pashda nedavît…

 

Erê bira, Ermenistanê da malbeteke kurdewarî ya rewșenbîrî çê bûbû… Ez bawar nakim carke din û cîkî din ew hevgirtin, ew șîrhelalî, ew helalî , ew biratiya bê qelpî ku ji her tiștî bilindtir bû li nava Kurda da çêbe…

Nado Maxmûdov me teva ra ap bû, ew kurdekî Ermenistanî yî esil bû, bêy ken, henek û laqirdiyê wî civaka Erebê Șemo, Heciyê Cindî, Qanatê Kurdo, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Xalit Çetoyêv, Șekroyê Xudo, Semend Syabendov, Ûsivê Beko,Mîroyê Esed, Xelîl Mûradov, Șawo û Têmûrê Biro… sar bû…

Eliyê Ebdilrehman milethizekî tûj bû… RYA TEZE mala wî bû… Kê diçû mêvaniya rojnemê deryê wî Qaçaxê Mirad, Egîtê Xudo, Emerîkê Serdar, Tîtal Mûradov, Girîșayê Memê, Babayê Keleș, Têmûrê Xelîl, Pirîskê Mihoyî, Hesenê Qeșeng, Rizganê Recevî…tim li ber wan vekirî bûn…

Teva Knyazê Îbrahîm hiz dikirim, apê Hecî digot: „Ez Kinyaz dinhêrim Wezîrê Nadirîyî rehmetî dikeve bîra min “. Kinyaz hizkiriye me bû, îro jî dûr li Qazaxistanê darek ji darê Daristana me ye… Cêrga Ordîxan û Celîlê Celîl, Wezîrê Eșo û Meksîmê Xemo, Sihîdê Îbo û Simoyê Șemo, Karlênê Çaçanî, Șerefê Eșir, Sîma Semend, Nûrê û Firîda Cewarî, Tîtalê Efo, Ahmedê Gogê… bêy Kinyaz nabe…

Ahmedê Hepo û Bariyê Bala nayêne bîrkirin dema navê Mîkayêlê Reșîd, Șikoyê Hesen, Fêrîkê Ûsiv, Çerkezê Reș, Rizalî û Tosinê Reșid, Șemsî, Elîxanê Memê, Ezîzê Cewo, Ezîzê Gerdenzerî, Mirazê Cemal, Tîtalê Kerem …tê dayîn…

Kinyazê Hemîd welatparêz û hevalê minî hêzîkrî bû, tim digihîște hevala, îro jî li Ermenistanê usan e.

Bariyê Mehmûd stûneke Radiyoya Yêrêvanê para Kurdî bû. Li gel Keremê Seyad, Sîma Semend, Cemîla Casim, Egîtê Cimo, Mirazê Evdo, Îșxanê Eslan, Lûsîka Huseyn, Cemalê Usiv… ew nav biliund xweyî kirin.

 
Kilamê Mecîtê Silêman, zurna Xelîlê Evdile…

 

Em gișk yek bûn… Meremê me, xwestinê me, bîr û bawariyê me yek armanc bûn.

 

Bahozek ji bahozên xirab me jî rabû…

Em ji hev bela bûn…

Gazin jî çê bûn…

Lê bawarkin carke din û cîkî din ew hevgirtin, ew șîrhelalî, ew emekdayîn , ew biratiya bê qelpî ku ji her tiștî bilindtir bû, dijwer di nav civaka Kurda da çêbe…

 

 

24.08.2014

 

https://www.facebook.com/eskere.boyik/posts/655369264570473?fref=nf

0

Оставить комментарий