Опубликовано: 09.05.2014 Автор: Admin Комментарии: 0

                                                                  «Tu kes nehatîye bîrkirinê, tu tişt nehatîye bîrkirinê!» 

 

 

9-ê gulanê sala 1945-an di cîhanê de dîhare wek Roja Serkeftina gelên Yekîtîya Sovîyêtê li hiberî Almanîya faşîst. Di wî şerî de bi sedan welat û dewlet kambax-xirab bûn, bi sedan hezaran bajar û gund kavil û wêran bûn, bi dehan mîlyonan gelên sîvîl mirin, perîşan û bê pergal bûn… Evî şerê bêwa daxek na, lo hezar dax dilê evdên belengaz xist!..

Li dewra Sovîyêta berê gazî-siloganeke awa hebû: «Tu kes nehatîye bîrkirinê, tu tişt nehatîye bîrkirinê!». Ev gazîya bi naverok kûr gelek caran bûye û heya niha jî dibe sernivîsa efrandinên bedewetîyê: serhatî û bîranînan, roman û rêzefîlman, belgok û pirtûkan… Û ev silogan li ser wan kesane, yên ku di wî şerî de şehîd ketine, yên ku birîndar vegeryane malên xwe û dîsa bi karê sazîdarîyê ve mijûl bûne, yên ku bi kul û derdên wan salên şêr ve heya niha dijîn û li ber xwe didin…

Ji bo malbeta min jî eva Roja Altindarîyê rojeke bi nav û nîşane. Ji mala me sê kes çûne li ber vî şerê dijî faşîstan û venegerîyan, wek dibêjin, serê xwe dane rihîna welatê Sovîyêtê. Hema ji malbeta min (ji gundê Baysizê, navçeya Talînê li Ermenîstanê) kalkê min Oskanê Qeymezê Miho, birê wî Fetoyê Qemezê Miho û kurmamê wan Ordoyê Çerkezê Miho di wî şerî de şehîd ketin. Ji malxalanên min, xalê min Mihê Hesen, xalên min Wezîrê Oskan û Mecîtê Oskan şer kirin û bîrîndar vegeryane gund, lê xalê min Lezgîyê Hesen venegerîya… Ji Gundê meyî biçûk 27 mêr çûne li ber şêr, ji wana 13 kes nehatin. Lê yên dinê di gundê me de çûne li ber rehma Xwedê. Ji tevgelên wî şerî vê gavê tu kes li rû hewatê nemaye, her tenê em mane, nevî-nevîçirkên wana… Dibê em bîranîna wana geş xweykin… Xazma ez, li ser vê dîroka tevgelên şerê cîhanêyî duemîn (yên ji gundê me) lêkolînê dikim ji bo nifşên nû…

Çavên min birjin, heya roja mirna xwe bavê min–Bînbaşê Oskanê Qeymezê Miho û birê wîyî rehmetî Miraz li ser şehîdbûna bav û apên xwe gelek salan di arşîvan de agahdarîyan digeryan, lê tu tişt nedîtin. Her tenê van dawîyan, piştî mirina wan, min hinek belge û namên van mêrxasên malbeta xwe dîtin…

Wek min li jorê nivîsî, min kalkê xwe nedîtîye, ew tevî du birên xwe di şerê cihanê yê duemîm de şehîd ket. Lê min kalkê bavê xwe–Qeymezê Miho dît, yê ku 120 salî jîyan kir û sala 1972-an li gundê me çû li ser dilovanîya xwe. Kalkê meyî mezin–Qeymezê Miho, nenihêrî ku di wî şer de sê lawên xwe unda kiribî, lê tu caran qels nebû û neşikest. Ewî nevîyên xwe xwedî kir û mezin kir. Ew kalemêrê dewranan wî çaxî, salên piştî şêr, nêzîkî 90 salî bû. Ewî zevî cot dikir, nan didrût, erebe bar dikir û ji kewşen kuleş dikşande gund. Û di rê de xwe re distra. Der-cinaran digotin, dibek Kalkê Qemez hişê xwe unda kirye, hersê kurên wî çûne li ber şêr û nehatine, lê qet xema wî nîne, xwera distrê… Ewî bersiva wana awa dida: «Belê, evî şerî sê dax li dilê min xist, sê lawên mine genc şehîd ketin. Bila ya dila di dilan de bimîne, lê vê gavê min re ya giring ewe, ku nevîyên xwe mezin bikim û wana bizewcînim. Pêwîste ku ew bizanibin, ku ez heme, bi hêz û li ser xwe me! Ezê hela şaya wana derbas bikim, nevîçirkên xwe jî şa bim û bighînime bext-mirazan, du re mirin–emrê Xwedê ye!».

Û ûsa jî bû. Kalikê meyî mezin–Qeymezê Miho bavê min û apê min zewicand û temî da wana, ku gelek zarên wan hebin. Ewî digot, dibek dîsa, Xwedê neke, şer-dew hebin, bila rikneta min dirêj û xweş be…

… Û ji dê û bavê xwe em 5 bira û 4 xûşk hatine dinê, ji apê min jî 6 zaro li rû-hewatê ketin…Niha bi dehan nevîçirkên Kalkê meyî mezin–Qeymezê Miho hene…

 

Di çarçoveya 60 salîya Roja Altindarîya gelên Sovîyêtê di şerê dijî almanên faşîst de rojnama rûsî ya bi navê «Prîgorodnîyê vêstî» («Deng û behsên dorhêla bajêr») ya bajarê Îjêvskê (Rûsya) di hejmareke xwe de li ser zîrekî û berxwedana kalkê Qeymez gotereke balkêş çap kir û ev wêneyên şehîdên mala me weşand.

 

Di wêneyan de şehîdên malbeta min (ji milê rastê): kalkê min Oskanê Qeymezê Miho, kurmamê wî Ordoyê Çerkezê Miho û birayê wî yê biçûk Fetoyê Qeymezê Miho.

 

 

PRÎSKÊ MIHOYÎ.

Îjêvsk (Rûsya), 08.05.2014.

0

Оставить комментарий