Опубликовано: 15.02.2014 Автор: Admin Комментарии: 0

     Li ser rol û kemala ocaxeke meye netewî – rojnama  «Rya teze», ya di warê pêşvebirina çand, ziman û dîroka gelê me da, eger derew tê tunebe, mirov dikare têza doktorîyê binvîse û amade bike. Bawer bikî tune mijareke civaka kurdîye usa, ku rojname li ser neseknîye û nenvîsîye. Tiştekî veşartî nîne, ku ev  rojnama here jîyandirêj hetanî dawîya sedsala 20-î jî ma wek hedadxaneke kadroyên netewîye naskirî. Gelek zanîyar û nivîsakarên meye navdar di dema xwe da yanê li vê rojnamê kar kirine, yanê jî bi wêra girêdayî bûne û herdem li ser rûpêlên wê gotar û nivîsên xwe weşandine.

Dîyar û eşkereye, ku hetanî hilweşbûna Sovîyêta berê rojnama «Rya teze»  heftê du caran bi hereketên komeke karmendên wêye pispor û pêciryayî ronayî didît. Ji wan karmendên jêhatî û şareza yek jî Hesenê Qeşeng bû, yê ku îro ji bilindaya 70 salên temenê xwe ne ku tenê rîya xweye derbasbûyî ya rojnamevanîyê dinirxîne, lê usan jî babetên gelek bûyarên civaka meye 50 salên dawî tîne li ber çavan.

 

Ew 15-ê sibata sala 1944-an li Ermenîstanê, li gundê Eynelûyê (niha Lênûxî, navçeya Êçmîazînê) ji dayîkê bûye. Sala 1953-an mala bavê wî ya Qeşengê Eyoyê Xwedo cîhguhastî gundê Dalarê (navçeya Artaşatê) dibe. Wek tê zanin, salên piştî şerê cîhanêyî duemîn jîyan pirr zehmet û çetin bû. Her kesî bi her awayî li ber xwe dida, ku neferên xwe xwedî bike û birçî nehêle. Gelek mal bêy destên karkir mabûn, mêr çûbûne li ber şêr û nehatibûn.

            – Di jîyana xwe da, – Hesen dibêje, – ez du hesînan ra amin mam û bawerim, ku heya rojên xweye dawî jî ew hesîn wê li bal min bimînin û neyêne guhastinê. Ya yekemîn ewe, ku dibê mirov xêrxwez û qenc be, xirabî û nemamîya xelqê neke. Axir ne pêşîyên me timê digotin, ji şer û dewan tu xêr tune, her tenê qencî dimîne, tê gilîkirinê û şêkirandinê. Ya duemîn jî – ew hizkirina berbi netew û waletê meye. Mirovê xwedî hesînên awa, bi bawerîya min,  mirovê herî dewlemend û bexteware. Gava bende di nava heyata xwe da van hesînan ra amin dimîne, bêfitîya, kar û barên wî jî baş dimeşin, îsafa wî jî rehete û ew herdem serbilinde.

            Raman û mitalên Hesen wî dibine zarotîya wî, ya ku li gundê Ermenîstanêyî  Dalarê (nehîya Artaşatê) derbas bûye. Hema di vî gundî da ew çûye dibistana seretayî û kuta kirîye. Wê demê malbeta wî heywan xwedî dikir. Ji ber ku debir kêm bû, wana ewlê baharê heywan dibirine  qirên deştê û li wir diçêrandin heya berif  li çîya dihelîya, dû ra diçûne zozana. Bona ji dibistanê neyê birînê, Heso 2-3 mehan li gund tenê dima.

            ­– Ez di mala Sarkîsê cînarê meyî ermenî da dimam, – Heso bîr tîne. – Sarkîs mirovekî gelekî heyf û qenc bû. Ewî digote bavê min: «Heyfa Heso, ji dibistanê dernexe, ew baş hîn dibe, bila xwendina wî nivîşkan nemîne. Bila ew bê li mala me bimîne, heyanî ku di  gulanê da dibistan tê girtinê». Ev kirina wî doste me tu caran ji bîra min naçe û hetanî ez xweşbim jî bîr nakim. Zarê wî û helala wî tunebûn, wana wek ewledê xwe li min dinhêrîn. Min xêrxwezîya benda hema di wê demê da texmîn kir. Û min xwera biryar kir, heta ji min tê xirabîyê nekim, ger destê min jî tê, tenê qencîyê bikim. Tiştek jî qet ji bîra min naçe, gava di dersxana 8-an da hîn dibûm, dersdarê  meyî dîrokê minra got, ku pêwîste  li ser dîroka gelê xwe ez nivîsekê amade bikim û li pêş dersdar û hevalên xwe wê nîvîsê bixwînim. Çendekî min nizanibû, ku  li ser çi mijarê binvîsim. Paşê min mijara «Kîne kurd?» hilda û nivîsî. Li civîna dibistanê teva kêlma min begem kir, hinek hevalên min cara pêşin dîroka gelê meyî kevna ra bûne nas. Ez gelek kubar û serblind bûm. Di dibisanê da qedrê min jî bêtir zêde bû. Û di wê demê da  hesîna hizkirina berbi netew û welatê me bal min dîhar bû, ya ku ji bo min bûye wek xwîn û qinêt. Ez bi van hesînan va mezin bûm û îro jîyan xwe dom dikim. Neferên me jî bi ruhê welatparêzîyê terbîyet-torê xwe hildane…».

            Talî-tengasî, zor û zehmetîyên jîyana rojane malbeta Heso mecbûr dikin, ku ji vî gundî derên. Sala 1957-an ew diçine bajarê Artaşatê û li wir dihêwirin. Heso di dibistanê da baş hîn dibû, lema jî ew ji dersan nehate birînê û xwendina xwe li dibistana bajarê hejmara 1-ê dûmayî kir. Ji ber ku mala bavê wî gelekî dûrî dibisatê bû û çûyîn-hatin li wan salan çetin bû, ew di mala Armênakê ermenî da dima, ku nêzîkî dibistanê bû. Armênak camêrekî qenc,  xêrxwez û saxê dilê xwe bû. Ewledên wî tune bûn, kurê wî çûbû li ber şêr û venegerîya bû. Rojên hêsabûnê û betlanê, gava Heso diçû malê, destevala li ser Armênak û pîreka wî da  venedigerîya. Dê û bavê wî  bona mala Armênakê dost ji hasileta girtî parek derdixistin û wîra dişandin…

            Sal 1963-an Heso bi rûspîtî dibistana navîn serhevda tîne û hema wê salê jî li beşa farizî ya fakûltêta Rojhilatzanîyê ya Ûnîvêrsîstêta Êrêvanêye dewletê tê hildanê.

            – Salên xwendekarîyê bona min salalên here xweş bûn, – Hesen dibêje. – Bi rastî li ber min cîhaneke nû vebû. Piştî dersan dema mine aza qet tunebû: yanê ezê li pirtûkxanê bûma, yanê ezê li civînên xwedekarên me bûma, yanê jî diçûme radyoya kurdî û rojnama «Rya teze». Wan salan têkoşîna kurdaye netewî-azadarîyê bi serokvanîya Mustefa Barzanî li başûrê Kurdistanê xurt û zor bûbû. Em bi bûyerên Kurdistanê va dijîyan. Wê demê komela xwendekarên kurd ya Rewanê  hebû. Komelê karekî netewhizîyêyî baş dikir: hertim nivîskar, zanyar û rewşenbîrên meye cihê-cihê  vexwendî dikir, yên ku li ser wêje, çand û dîroka gelê me gotebêj û qise pêk danîn. Hema wan salan jî hesîna min ya hizkirina berbi netew û welatê me bêtir kûr bû û di ruh û dilê minda şax veda. Hema di wê demê da ez bi rojanam meye hizkirîva hatme girêdanê, car-caran min gotar ji bo wê û radyoyê dinvîsî.

            Havîna sala 1968-an Hesenê Qeşeng bi dîploma sor Ûnîvêrsîtêt kuta kir. Gere bê gotinê, wekî dîploma sor kêm mirovan dikaribûn wergirtana. Dîploma usa her tenê didane wan xwendekaran, yên ku nava 5 salan de gelek baş hîn bûne û tenê qîmetê zef baş stendine. Wek Hesen bîr tîne, piştî kutakirina Ûnîvêrsîtêtê, ew temamîya payîzê xwera gerîya, da û stend û hêsa bû. Di destpêka sala 1969-an berpirsyarê rojnama «Rya teze» Mîroyê Esed ew vexwendî kir, ku di rojnamê da wek nûşevan kar bike. Karmendîya Hesen ya rojnamevanîyê bi fermî hema di wê salê da destpê bû û weke 20 salî dom kir.

            Karmend û berpirsyarekî rojnama «Rya teze» yê emekdarî berê, nivîskarê meyî naskirî Emerîkê Serdar li ser Hesen û welatparêzîya wî awa bîr tîne: «Hesenê Qeşeng kadroyekî meyî hêja ye. Ewî Zankoya Yêrêvanêye dewletê bi dîploma sor xilaz kir û nêzîkî bîst salî rêdaksya rojnama «Rya teze» da xebitî. Karmendekî zane û borcnas bû. Hewasa merîya xebata wîra dihat. Her tişt paqij û delal dikir, çawa dilê wî paqij û zelal bû. Ew merivekî dûreşer bû, qelpî-qûlpî nedikir, timê alîyê rastîyê bû û walatparêzekî esilî bû. Rind tê bîra min, gava sala 1969-an Sovêtê îdî berê xwe  ji heja kurdaye miletîyê-azadarîyê guhastibû û tu tiştek li ser wê nedinvîsî, me nikaribû li ser vê mijarê  rêdkasya ronemêda eşkere xeberda, ji ber ku li bal me cesûs hebûn û wana her gilî digîhandine KGB. Lema jî me 3 hevalan – min, Elîyê Evdilrehman û Hesenê Qeşeng, qirar kir, ku her yek me êvarê radyokê bibhê, sibetirê ne ku li rêdaksya rojnemê, lê baxçê pêşberî rêdaksyayê rastî hevdu bên û li ser şerê Kurdistanê hev agahdar bikin. Elî azerî dizanibû û gotî radyoya bi zimanê azerî bibhîsta, Heso farizî zanibû û gerekê radîyoya bi zimanê farizî guhdar bikra, lê min jî guh dida radyoya «Dengê Kurdistana Îraqê». Me eva yeka dom kir hetanî meha adarê sala 1970-î, gava seroketîya heja kurda û hukumeta Îraqê peyman girêdan û şer dane sekinandinê».

            – Ez bextewarim, wekî min salên dirêj di rojnama  «Rya teze» da kar kirîye, – Hesenê Qeşeng bi kubarî dibêje. – Wê demê ew ocaxeke çanda netewîye mezin bû. Gelek rojên xweş û şîrin min tevî endamên vê malbeta meye gelêrî derbas kirîye. Sed yazix, ku îro rojname ketîye rewşeke giran. Lê dîsa welatparêz alîkarîyê didine wê û bi saya herketê du karmendên wêye nihaye hêja – Tîtalê Kerem û Mirazê Cemal, «Rya teze» jîyana xwe berdewam dike. Ez gelekî şame, wekî îro parçekî Kurdistanê aza bûye: li başûrê Kurdistanê hîmê dewleta netewî tê danînê. Lê li Kurdistana rojava gelê me îdî pêyî li ser rîya azadîyê kirye. Li bakûr jî guhartinên mezin û bi guman dibin. Îro van deng û behsan rojname dîsa diweşîne…

            Nivîskarê meyî navdar Eskerê Boyîk, ku vê gavê li Almanyayê dijî, gele-gele nivîsarên xwe li ser rûpêlên  «Rya teze» çap kirîye. Ew, ku herdem dibû mêvanê rojanamê û wek rewşenbîrên meye mayîn baş haj karê rojnamê û karmendên wê hebû, di nama xwe da awa dinvîse: «Hesenê Qeşeng bi xeysetê xwe yê paqij û eşîrtîyê, bejin-bala xweye merdane, seke-sifetê xweyî kurmancî, pêra jî zanebûnên berfireh nava rewşenbîrya meye Ermenîstanêda hertim berbiçav diket. Welatparêzekî dilsoz û rojnemevanekî serketî bû. Gotar û nivîsên wî bi hewaskarî dihatine xwendinê. Ew ji me zûtir ji Ermenîstanê çû. Eva weke 25 salane, ku min Hesenê bira nedîtîye. Min gelekî bîra wî kiriye. Û niha Hesen 70 salî ye. Ez ji dûraya salan û dûrbûna hidûdên dewlet-welatan, ku îro ketine di navbera me, bi hisreta bîranînên demên buhurî rojbûyîna  birayê xweyî dilsoz pîroz dikim, wîra xweşbextîyê, sehet-qewatê û jîyana aramî dixwezim!».

             Di destpêka sala 1981-ê xudanên van xetan hate rojnama «Rya teze» û derbasî li ser kar bû. Wê demê desteke karmendên rojnamêye zane û cêribandî bi serekvanîya berpirsyarê emekdar Mîroyê Esed kar dikir. Nenihêrî wê yekê, ku me Hesenê Qeşeng berî hingê jî nas dikir, lê salên karê tevayî em bi nêzîkayî û baş hevra bûne nas. Hesen bêtir gotarên li ser çanda netewî û mijarên civakî dinvîsî. Nivîsên wî bi naverok kûr bûn. Gava ewî pirsgirkek hildida û arzû dikir, ne ku tenê sebebên wê pirsgirêkê dida rêzê, lê usan jî ew nirx dikir û rê-dirbên çareserkirna wê pirsgirêkê nîşan dida, derdixiste meydanê. Di rojnamê da ew gelek salan serokê beşa çand û naman bû. Ewî namên xwendevanên rojnamê  bi bingehî û hûrgilî analîz dikir, gava pêwîst bûya, diçû ew didîtin yanê jî ew vexwendî rêdaksyona rojnamê dikir…

 

Di wêneyê tevayî da (sekinîne, ji milê çepê): berpirsyarê rojnamê Emerîkê Serdar, serokê beşa wêje Egîtê Xudo, serokê beşa çand û neman Hesenê Qeşeng, gotarvan Rizganê Cango û Têmûrê Xelîl, serokê beşa pirsên partyayê Elîyê Evdilrehman, serokê beşa malhebûna gund û aborî Grîşayê Memê û katibê rojnamê yê cabdar Babayê Keleş. Rûniştine: mêvanên ji Kurdistana başûr.

  

         Tiştekî veşartî nîne, ku berî hilweşandina Yekîtîya Sovîyêtê li hemû komarên wê rewşa aborî û sîyasî xirab bû, gelek hêzên netewperest jî serên xwe blind kirin, civak li sero-binî hev kirin,  xênî berjewendîyên xweye netewî guh nedidane tu tiştî. Di wan dema da ne ku  rewşa netewên kêmjimar ya civakî û aborî qolayî dibû, lê usan jî ocaxên wane netewî roj bi roj xirab û wêran dibûn. Netewperestan li ser pirsa olî dutîretî kirine nava gelê  me û gelê sîvîl rakirine rûyê rewşenbîran. Ji ber van babetan  Hesenê Qeşeng jî wek gelek rewşenbîrên meye dinê terka xebata xweye li «Rya teze» da, ji Ermenîstanê bi malbetî koçber bû, çû Rûsyayê û li parwelatê Krasnodarê,  li bajarê Novorosîyskê hêwirî, li ku heta roja îrojîn dimîne.

            Wê gotara me nivîşkan bimîne, eger em wê yekê jî neynine li ser zar, ku Hesenê Qeşeng wergêrvanekî zimanê farizî yê gelekî jêhatî ye. Li salên 1980-î ew du caran çûye Afxanistanê û serhev weke 5 salan li wir karê wergêrîyê û dîplomasîyê  kirîye. Di destpêkê da wek wergêr, lê du ra wek sêkrêtarê duemîn yê baylozxana Rûsyayê li Afxanistanê xebitîye. Xebata wî bilind hatîye qîmetkirinê: ew bi gelek xelatên dewleta Sovîyêtê û Afxanistanê va hatîye rewakirinê. Mîna vê rojê tê bîra me, li rêdaksyona rojnama «Rya teze» caranan, gava em di nava karê wergêrê da rastî hinek têrmînên çetin dihatin û me nikaribû wêrgêra wane kurdîye rast bidîta, em berbirî Hesenê Qeşeng yanê jî gotarvan Rizganê Gango (ewî jî farizî baş dizanibû û gelek salan li Îranê kar kiribû) dibûn, wekî koka wan têrmînan  li xebernamên zimanê farizî bigerin û bibînin. Bi wî teherî karmendên rojnamê gelek têrmînên nû çê dikirin.

            Dema dengkiriana meye bi têlê tevî Rizganê Cango, yê ku îro bi fermî wek midûrê rêdaksyona «Rya teze»  hesab dibe û vê gavê li Moskvayê dijî, ewî awa li ser Hesenê hevkarê xweyî berê got: «Gava Hesene Qesheng bi mecburi terka rojnema «Rya teze»  da u ji Ermenîstane derket, ew 45 salî bû. Ger ew neçûya, wê hetanî îro jî, yanê weke 25 salên dinê jî qulixî  gelê xwe bikra. Ew wek xudanê zanebûnên kur dikaribû bibûya dersdarê nifşên nû. Lê, sed mixabin,  ne ku tenê Hesenê Qeşeng, lê usan jî qelfeke hogirên meye  dinê vê gavê li şaristanan bela bûne û nikarin xizmeta gelê xwe bikin. Tiştekî ecêbe, lê îzbatî ye, ku vê sedsala nû da qedrê zanan ketîye, lê qedrê nezanan, pera, hebûnê, dewlemendên nivxwendî bilind bûye. Eva yeka mirov keder tê. Jîyana me li xerîbîyê derbaz dibe. Dibejin, koçberî û mihacirî yazîya gelê meye. Eger pêşîyên me ji ber xeza şûrê dijmin revîne, îro gelek xwendî-zaneyên me ji ber fesadî, nemamî, durûtî, xayîntîya nezan û nepakan, usan jî ya komên dewletên piştî Sovîyêta berêye kevneşop  koçber bûne…».

            Dibêjin, mirovên efrandar berî her tiştî arxîtêktorên ruhê xwene, dû ra yê bendane. Ew bi ruhê xwe va tu caran kal nabin, ji ber ku ramanên wan herdem nûjen û genc dibin. Hesenê Qeşeng jî wek mirov û rojnamevan nûjenvanê ramanên xwe yên niştimanperwarîyê û welatparêzîyê ye. Eva  hesîna hela gelek-gelek salên dirêj wê wî biparêze û genc bihêle…

 

 

P.S. Gava gotara me îdî ji bo çapê amede bû, du rewşenbîrên meye dinê jî pîrozbahyên xwe ji bo rojbûyîna Hesenê Qeşeng rê kirin.

Nivîskar û lêkolînerê naskirî Tosinê Reşîd ji Avstralyayê dinvîse:

«Ez bi dil û can 70-salîya rojnamevanekî kurdên Yekîîya Sovêt yê serketî Hesenê Qeşeng pîroz û bimbarek dikim. Bi serî rojnama «Rya Teze» û beşa kurdî ya radyoya Yêrêvanê  rojnamegerîya kurdî li Ermenîstanê gavên baş avît. Di wî karî da emekê Hesen jî mezin bû. Ew jî, mîna gelekan ji me, ji gund hatibû û bi xwe rê ji bo xwe vekir. Çawa tê xuya, di biçûktîyê da mêla wî li ser zimanan hebû û wî beşa zimanê farsî ya zanîngeha Yêrêvanê temam kir. Dû ra ewî  xwe fêrî zimanê înglîsî jî kir. Ez Hesen ra tendurustîya baş û jîyaneke bi dilê wî dixwezim!».

 

Rojnamevan Têmûrê Xelîl ji Stokholmê dinvîse:

«Di nav me kurdan da meriv bi çend şêwa bi nav û deng dibin. Hinek bi wê yekê va, ku folklora gelê xwe baş dizanin, hinek bi wê, ku xwe ji şîn û şahîyên miletîyê nadine paş, hinek kes bi xwendin û zanebûnên xwe va, hinek jî bi welatparêzîya xwe va. Kêm caran dibe, ku ev hemû nîşan bi hev ra li bal merivekî hebin. Yek ji wan kesan jî heval û hogirê me Hesenê Qeşeng e, ku em gelek salan bi hev ra li redaksyona rojnameya «Rya teze» da xebitîne. Û îro ez bi dil û can 70-salîya bûyîna wî pîroz dikim, wî ra temenê dirêj û jîyaneke bextewar dixwezim!».

 

Prîskê Mihoyî,

cîgirê serokê beşa çapemenîyê ya Wezîreta

çand û weşanan ya  Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya),

rojnamevanê vê komarêyî emekdar

 

 

www.kurdist.ru

 

0

Оставить комментарий