Опубликовано: 15.03.2014 Автор: Admin Комментарии: 0

Rojnama kurdîye jîyandirêj ya «Rya teze» hejmara xweye îsaline 1-ê bawer bikî bi temamî dîyarî 75-salîya xizmetakerekî çanda meyî netewî yê emekdar, rajnamevanê navdar, bêjerê beşa radyoya Yêrêvanê ya axaftinên kurdî Keremê Seyad kirye, yê ku du ra bi dehan salan bû serokê wê ocaxa meye netewî.

Rojnama me di vê hejamara xwe da di derbarên jîyannîgarî û rîya karmendîya vî rewşenbîrê meyî naskirî da agahdarînên berfireh û hewaskar weşandîye. Eger derew tê tunebe, em dikarin bêminet bêjin, wekî navê Keremê Seyad ne ku tenê hemû kurdên Sovîyêta berê, lê usan jî her binecîkî Kurdisatanê û her kurdekî welatên bîyanî ra nase. 

 

 

 

Wek profêsor Hecîyê Cindî gotîye, Keremê Seyad bi serî dengê xweyî xweş û şîrin herro li her maleke kurdan dibe mêvanê hizkirî. Û eva îdî deve-devî 55 salane dengê Kerem rojê carekê dikeve guhê her radîyoguhdarekî.

Helbestvanê meyî gelêrî Fêrîkê Ûsiv nîgar û emêkê Keremê Seyad di çarxeteke xwe da gelekî baş pêjirandîye û anîye li ber çavan:

 

Dengê te mîna ceweke zelal

Wê buxulxule gelek-gelek sal,

Derav û kanîyê serda zêde bin

Û cewê bibe çemekî mezin,

Û… bû!

 

Di vê hejmara «Rya teze» da karmendê rojnamê Mirazê Cemal, serokê Şêwra kurdên Ermenîstanêye netewî Kinyazê Hemîd, serokê radyoya Ermenîstanêye civakî Armên Amîryan, endamê «Kurdistan komîtê» Daûd Karasû, karmendê koma kurdzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê Hesenê Ûso, helbestvan û doxtir Zurbê Emir, nivîskar Eskerê Boyîk di gotar û pîrozbayên xwe da keda Keremê Seyad ya bêtirî nîv sedsalî di weraê pêşvebiraina çanda meye netewî da bilind qîmet kirine û nirixandine.

 

Keremê Seyad xudanê gelek xelatane. Ew rojanamevanê Ermenîstanêyî emekdare, lê ji bo wî xelata here mezin û giranbaha ew xelat-mêdala zêrîne, ku ji hêla seroketîya Herema Kurdistanê va hatîye rewakirinê.

 

Dimîne em jî ji navê hemû heval û hogiran dengê xwe bighînine wan bangên pîrozbayê, ku van rojan bi navnîşa hogirê meyî navsere têne stendinê. Em jî bi dil û can wî bibarek û pîroz dikin, wî ra temenê dirêj, jîyana aramî dixwezin û bi hevra dibêjin: «Dengî li dinê be, Kerem!».

 

Prîskê Mihoyî

 

 

 

0

Оставить комментарий