Опубликовано: 13.10.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

Gava fikir-wetayên usan wek helalî-paqijî û terbîyet-tore bêqîmet û betreng dibin, wê gavê tu baş û zelal tê dighînî û têyî li ser wê nêt-bawerîyê, ku mirovên van tiştan diteribînin û betal dikin, zû yanê dereng wê herne li ser dilovanîya xwe û derê serpêhatî-dîroka xwe wê bi xemgînî dadin. Îzbatîya vê yekê tûne. Ev wek aksîyoma ye! Dîroka temamîya mirovayê şadetîya vê yekê dide.

 

Fantazîya, hêbeta ji tamê û çapê der û «buxdan û şiltax» – ev hemû ta-ben her tenê di hinek şêwe-nimûnên wêjeyî de xweş têne li ber çavan û tamûlkirin-qebûlkirinê.

Lê ev yek, talebextra, tenê di têoryayê de usane. Di jîyana herroje, di praktîkayê de, mixabin, her tişt bi sero-binî hev dibe. Lê belê, her tişt usa melûl nikare dom bike. Zû yanê dereng dema heqîqetê û rastîyê tê.

 

Û vê yekê gerekê ji bîra nekin. Û ne hewceye jî em xwe xamîyê û nezanîyê daynin, lê carana jî wek ewaran û xweranedîtîyan guh bidne li ser lefekarî-zimanpanîyên kesên hiberî xwe. Ez vê yekê rast û bê laqirdî li ser wan «xêrxazan» dibêjim, yên ku eşkere dûtîretî kirine û dikin di navbera kurdên êzîdî û kurdên musulman de û serbarê ser de jî pîşa xweye reş gîhandine kurdên zaza.

 

Gilyê min li ser Ermenîstana dost û cînare…

 

Ne cayîze û bi qezîya ye, gava nîgara walet, netew û gelekî bi agahadrîyên şikber û li ber xwe derxistîye usan ve dipêjin-dinitrînin, em bêjin çawa derew, fêlbazî, nemamî, decalî û xwekubarîya şexsî ye. Ocaxa usa, bêfitîya, wê xirab û hilweşe. Mixabin, îdî ev yek diqewime.

Ev fikirên ku ez dixwezim di gotara xwe de ro bikim, ne mijara mine. Ez hiz dikim li ser wan tiştan binvîsim, ku nêzîkî dilê minin û bi naverok û wetaya xwe ve jî dewlemend û kûrin.

Gelek kes loma min dikin, ku ez bînfireh nînim û hinekî diltenikim. Lê ez ji bo diltenikîya xwe li ber xwe nakevim. Ez ji mirovên bê dil û can vedikişim û direvim, ji ber ku tu nizanî ew çi neneran dikarin bînine li serê te.

 

Em hemû mirovne cihê û ne weke hevin. Û her bûyerekê em li gorî xwe qebûl dikin. Yek dikare bi dil û can sûretê xweyî rastê bide li ber derbê, gava şermaqê sûretê çepê dixin. Lê gava haşa tûyî wî dikin, ew dikare bi şermokî û bê taqet bêje, ku xem tune, ew «gulava Xwedayê mine». Ez wan kesan dihebînin û wek mirovên nêzîk dihesibînim, yên ku dikarin pozê bêeqlaqan, diz û derewînan bişkênin û wana li cîhê wana de bidine rûniştandinê. Bila hinek vê nêhêrîna min nepêjirînin! Bila bêjin, ku ez gelekî hêrs dikevim û dibê serê xwe ji her gêjgerînekê bi rûspîtî derxin. Tu kes û tu caran nikare min bide bawerkirinê, wekî heqê yekî heye, ku çawa dilê wî bixweze yekî dinê nûxsan bike û bişêlîne.

 

Mirovekî gelekî hizkirî û qedirgir gote min, ku tebîya min siste, lema jî ez li ser nakevim. Dibek ew yek rast be.

 

Lê… Min di zarotîya xwe de gotinên perdekirî û min re tarî hiz nekirîye, min di biçûktîya xwe de herdem xwestîye dengkirina eşkere û rast bibhêm…

 

Di zarotîya min de li bîra min de maye, ku çawa mirovên meye dûr gilî dikirin, wekî em êzîdîne, ji teva çêtirin, bi taybetin, ji hêla Xwedê ve hatine bijartinê, paqijin û gilîyên vike-valaye mayîn. Xazma axaftina awa li ser sifra cejnê dihate kirinê, gava ji bo eşqa navê Sultan Êzîd kas hildidan û pêk danîn. Demeke dirêj min dixwest tê bigîhanda, ku jo bo çi em bijare û li ser her kesîranin. Û ûsa jî ez tê neghîştim. Lê îro ez dikarim bêjim, wekî em ne ku tenê ji teva çêtir nînin, lê carana ji teva kêmtirin jî.

 

Bi gilikî, ez vê yekê nizanim û baş tê naghînim. Şik tune, ku tu xêr ji bîr û bawerîyên berk û teng nayê.

 

Ez kurdim û dilê min tab nake, gava gilî tê li ser dema gelê minî derbasbûyî, ya niha û pêşeroja wî. U ez ne oldarim jî. Bewerîya min di hindava Xwedê de her tenê ji bo min belî ye, ew surra mine. Bawerî û ol bi naveroka xwe ve ji hevdu cihê dibin, ew weke hev nînin.

 

Ji bo min êzdîyatî gelekî giring û ferze, ew teveka ruhanîyê, çand û dîroka me ya erhede ye. Ew bangîna fikir û sewdayê me ye, têgihîştina xuluqandin û çêbûn-nijarkirina cîhanê ye, heyetîya debê ya Xwedêtala ye. Ew emekê gelê meyî kurde di nava çanda seranser mirovayê de.

Vê yekê gerekê em biparêzin û vekolin, nirix û şiro bikin, ji ber ku me gelek tişt unda kirine, bêhesab tişt ji me hildane û dizîne, lê gelek tişt jî me re ne belîne û veşartî mane, lewra jî em gelek tiştan nizanin û tê naghînin. Ya sereke ewe, ku gerekê em destûrê nedin, wekî vî warê heyetîya me yê ruhanîyê bikne karê tucaretê, dutîretîyê, gazî-lîstikên sîyasîye gemar, ji bo ku berjewendîyên xweye qilêr li ser bixin.

 

Van dawîya em bûne şadê bûyereke berbiçav û giring.

 

Bi daxaz û pişgirîya hinek êzîdîyên dewlemend û naskirî li Ermenîstanê zîyareta êzîdîyan vebû. Ev bûyereke usaye mezine, ku her tenê dixwezî sipasîya xwe bidî wan kesan û hûrmet-rûmeta wana bigrî.

 

Lê hinek tiştan jî em xemgîn kirin.

 

Berê yekemîn, li ser vê bûyerê bi berfireyî nehate weşandinê. Ez gelekî li bendê bûm, ku ew kesên li dema vekirina zîyaretê amade bûn (her çiqaz ez dizanim li wir rewşenbîrên efrandar jî hebûn), wê bi hûrgilî li ser vê yekê û dilşadîya kurdên êzîdî banîna li ser zar û nêhêrînên xwe me re bigotana.

 

Mixabin, tiştên ûsan nebûn, hêvîya me nehate sêrî.

 

Ya duemîn, gelo birêz Mîr Tehsîn Beg û kesên seredana wî mîyaser dikirin li ser «xurû êzîdîyatîya vê heyteholê» haj pê hebûn? Bi texmîna min, ew haj pê tunebûn. Lê tiştekî dinê derkete meydanê. Gilîyê min li ser şikîyat-banga sosret ya «navdarên êzîdîyan» ne.

 

Bi rastî, gûnê min van mirovan tê. Bêfitîya, van belengazan tu tişt nenivîsî bûn. Ez şikberim, wekî ewana qet peyvên usa jî nizanin. Xuyaye, ku hinekan di destpêkê de bi can û heryan methê van kesan dane, fikrên bêkêr kirine li serê wana, dû re ew bi kar anîne û pişta xwe dane wana û ji bîr kirine. Ez li ser wê nêtême, ku ev mirov îdî tu kesî re ne pêwîstin.

Niha êzîdîyên dinê derketine meydanê. Yên zane, dewlemend, şareza û jêhatî. Ew jî ew kesin, yên ku di dema xwe de ji bo jîyaneke bextewar ji Ermenîstanê derketine. Û wana ew jîyan dîtine! Ev yek me şa dike.

 

Lê tiştekî mayîn me şa nake.

 

Bi kanala têlêvîzyona ermenîyan ya yekê piştî bûyrerên li ser hatina Mîr Tehsîn Beg belgefîlmek hate nîşandayînê, ku li ser dostanîya gelên ermenî û êzîdî ya mezin û dewranan bû. Fîlm ya pesindarîyê bû. Di jîyan xwe de berbirîbûna usaye bi hurmet û sîyanet û şêkirdarîya usaye baş berbi me min cara pêşin dibhîst. Amadekarên fîlmê ew jî bîr nekiribûn, ku çend peyvan li ser kevnarîya me û bandûra me li ser dîroka herêmekê bêjin.

 

1:0–Yêrêvanê qazanc kir. Dizanin ji bo çi?

 

Ji ber ku gelê êzîdî tune. Gelê kurd heye. Evê yekê baş dizanin, xazma dostên meye ermenîye xwendî û yên nexwendî jî. Lê ev yek nakeve nava goveka berjewendî, taktîka û stratêgîya, xwestin û xîyalên wane netewî. Ew karê xweyî dûtîretîyê bi hostatî û berk dimeşînin. Xwezila ênêrgîya wana di honeke kardar û aşîtî de rasterê bikrana.

 

Tiştekî mayîn jî ne bi dilê min bû û ez hişîyar kirim. Rast bêjim, ez ne şikber bûm, wekî êzîdîyên ku zûva ji Ermenîstana mêvanhiz derketine, gelekî bîra wê kirine, li dûr û derez li ber xwe dikevin. Lê min nizanibû, ku ew usa «motacê vegerêne, ku amadene jîyana xwe, ênêrgîya û mal-halên xwe bidin ji bo nav-deng û gulvedana welatê xwe Ermenîstanê». Wana hema usa, lê bi kel û bîn deng dikirin û hîvî dikirin (tenê nizanim, ji kê hîvî dikirin), ku wana bawerbikî wek ermenî nîşan bidin. Lê yekî dinê xwe mukur hat û tiştekî ecêb got, wekî wê dest ji nevîyên xwe yên li Rûsyayê ji dayîkê bûne bikşîne, ger ku ew bi ermenî deng nekin…

 

Ya Xwedê, gelo usa dibe, ku mirov ji ewledên xwe bêtir ji gelekî mayîn û zimanekî xerîb hiz bike…

 

Lê çima hûn venagerin? Em vê yekê tê naghînin, lewra jî bawer nakin. Ev sosretî ye! Belkî gîpnoz be?

 

Keçeke gelekî bedew, ku navê wê Zerê bû, bi yekdengî yên dinê re tevayî besa ferzbûn û giringîya dostanîya ernenîyan û êzîdîyan dikir, digot, ku pêwîste êzîdî xwe li xwendinê bigrin. Ewê bi dil û can, teqil û bedew digot. Wê ji bo me gelekî xem nîbûya, eger ev keça nevîya welatparêz û zanîyarê kurdayî naskirî Şekroyê Xudo Mihoyî û nevîçirka Hecîyê Cindî yê meşûr nîbûya, yên ku bi sewda û ruhê xwe ve kurd bûn. Emekê van mirovên xwendîye erhede wê di bîra gelê kurd de heta-hetayê bimîne. Ez dixwezim ji jîyana Hecîyê Cindî tiştekî bikme li bîra we. Ewî û hevalê wî yê nêzîk Emînê Evdal nimûnên zargotina me berev kirin û pirtûka bêqûsûr ya bi navê «Folklora kurmanca» çap kirin. Ev yek gişkara belî ye. Lê kêm mirov haj pê hene, wekî wana ev pirtûk bi teherekî, bi zor-cefakî wek dîyarî ji bo Qazî Muhemed şandine Mehebadê. Û Qazîyê mezin li ber heval-hogirên xwe vê cilda giranbaha hildide, bilind dike û van gotinên delal dibêje:

 

«Vaye Qurana me kurda, em gerekê bizanibin, biparêzin û hiz bikin!».

 

Ji bo çi em, kurdên êzîdî ji serkanîya xwe dûr dikevin, destûrê didin, ku me bixapînin, di nava qûnîya vir û derewan de me bixeniqînin? Gelo ev derewa gewre ji bo berjewendîyên kê dom dike? Em çima bejna xwe li ber wana ditewînin, yên ku ne hêjayî wê yekêne? Ne hewceya ta bibin. Ew nuxsanbûn û bêrûmetî ye! Tu caran nikarî derbazî kenarekî dinê bibî û xwe li wir ragirî, eger te xayîntî kenarê xweyî ezîz re kirîye, ew berbat-bêhûrmet kirîye. Ji ber ku wê demê tê heta roja qîyametê bivî mirovê sorta (dereca) duda, sisîya, deha. Wê te bi kar bînin, te bişêlînin û nuxsan bikin, tu caran wê te hiz nekin û qedir-rûmeta te jî negrin, eger tu bi xwe xwe hiz nekî û qedrê xwe di destên xwe de negrî û xwedî nekî. Û pêşeroja zarok û nevîyên te jî wê pûç û betal be.

 

Di vê têlêfîlama eremenîyan de kêfa min her tenê tiştekî re hat. Min dêmên kurdaye bedew têr mêze kir…

 

 

www.kurdist.ru

 

0

Оставить комментарий