Свяжитесь с нами

Культура

JIYANA BI LEGERINEN ZANISTIYE VE XEMILI

Опубликованный

вкл .

(Ji bo 80-salîya zanyarê navdar Ordîxanê Celîl)

 

            Helbestvanê ermenîyayî naskirî Paryûr Sêvak li ser bendan awa nivîsîye: mirov heye–cîhan pişt kirîye û dibe, mirov jî heye–li cîhanê sîyar û bar bûye…

             Bi heqî em dikarin bêjin, wekî kurdzanê bi nav û deng, doktorê wêjezanîyê, profêsor Ordîxanê Celîl ji wan zanyaranên kurda ye, yê ku «cîhaneke gewre ya kurdnasîyê» nêzîkî 50 salan pişt kiribû û di nava meydana lêgerîn-efrandarîyê re derbaz kir û gîhande qonax-herêmeke bi nav û nîşan.

             Bêguman, Ordîxanê Celîl ev karê zanîstîyê yê bi rûmet û sîyanet di pêşerojê  de hela dikaribû berbi hêlanên hê bilinde ve bibra, lê, mixabin, felekê nehîşt, ku ew xem û xîyala xwe tam bîne sêrî: pênc sal berê, 20-ê çirîya pêşin sala 2007-an dilkê rewşenbîr û zanyarê emekdar ji ber nexweşîya giran tab nekir û sekinî, ew di 75 salên temenê xwe de li bajarê Sankt-Pêtêrbûrgê çû li ser dilovanîya xwe…

            Pesin tê tune, ger ku em bêjin, wekî di warê pêşvebirina kurdzanîyê ya li Sovîyêta berê, xazma di dereca tomarkirin û parstin,  arûzûkirin û nirxandina nimûnên zargotina kurda de keda evî ewledê gelê meyî hêja û xweyşûret jî bê hed û hesabe, karmendarîya kîjanî hela wê ji hêla pisporên dîrok û çanda netewî ve bi zanîstî  bê vekolanê û bi merd-merdane bê qîmetkirinê.

            Ordîxanê Casimê Celîl 24-ê tebaxê sala 1932-an li Yêrvanê li mala xizmetkarekî çanda kurdayî berbiçav û nivîskarê eyan Casimê Celîl ji dayîkê bûye. Bavê wî Casimê Celîl û dayka wî Xanima Rizgo di dema şerê cîhanêyî yekemîn û rev û beza kurdên êzîdî de êtîm dimînin û tevî karwanên mihaciran ji devera Qersê bi zor û cefa dighîjine Ermenîstanê. Ew dikevine sêwîxanê û li wir bê dê û bav, bê bira û pismam mezin dibin. Ewana gelek talî-tengasîyê dibînin, heya ku dibine  xwey mal û hal, heya ku ewledên wan fira dikevin û dibine mirovne kêrhatî. Dibek hema ev yek jî di vê malê de dibe bingeha qedirgirtinê ya hindava perwerda bi ruhê welatparêzîyê, têgihîştinê û aramîyê, pişgirîyê û alîhevkirinê, ji ber ku di dawîyê de her çar ewledên Casimê Celîl xwe tam pêşkêşî pirsên lêkolîna çanda netewî dikin!

            Paşî xilaskirina dibistana navîn, sala 1951-ê Ordîxan li fakûltêta (zankoya) ziman û wêje ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê tê hildanê. Ew 5 salan li ber destên gelek dersbêjên xweyşûret dixwîne, xazma ew perwerda xwe di warê ziman û wêje de li ber destên zanyarên meşûr–akadêmîk H. Açaryan û H. Xapansyan, profêsor M. Mkryan û S. Xazaryan hildide. Sala 1956-an ew Zanîngehê bi qîmetên  baş ve xilas dike.

            Wek tê dizanin, piştî mirina Stalîn, li nîveka salên 1950-î li Yêrêvanê dergên  ocaxên çanda meye netewî dîsa vedibin: rojnama «Rya teze» dîsa ronayî dîbîne, radyoya kurdî dîsa destbi weşanên xwe dike. Ordîxan xwendinê re tevayî bi hizkirin  tevî xebata van îdarên çanda me jî dibe.  Ew di destpêka sala 1955-an hetanî payîza sala 1958-an li para kurdî ya radyoya Rewanê kar dike–pêşîyê wek bêjer, lê dû re wek karmendê weje.

            Sala 1956-an  ji hêla înstîtûta  dîrokê ya Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê ve ji bo li aspîrantûrayê xwendina di warê  kurdzanîyê de dest bînin,  lec-konkûrsa bi taybet pêk tê. Ordîxanê Celîl jî tevî wê lecê dibe û bi rûspîtî li ser dikeve. Ew dibe aspîrantê kurdî yekemîn di dereca «Zargotin û wêjeya kurdî» de. Piştî du salan înstîtûta dîrokê rênamê dide wî, ji bo ku ew li beşa Lênîngradê ya înstîtûta Rohilatzanîyê xwendina xwe bidomîne. Zûtirekê ew xwendina xwe ya li  aspîrantûrayê bi serekvanîya zanyarê li cîhanê naskirî, akadêmîk Hovsêp Orbêlî li ser hevda tîne û sala 1961-ê li Lênîngradê têza xwe ya doktorîyê diqedîne û diparêze, ya ku li ser destana kurdîye dîrokî «Xanê çengzêrîn» bû. Hewceye em bînine li ser zar, wekî berî hingê ew îdî li sêktora (beşa) Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê ketibû li ser xebatê û wek karmendê zanîstîyê ewî li wir neh salan kar kir.

            Sala 1968-an bi biryara Akadêmîya zanîstêyê ya Yekîtîya Sovîyêtê Ordîxanê Celîl li beşa Lênîngradê ya înstîtûta Rohilatzanîyê li ser kar tê hildane. Hema di wê demê de jî destbi xebatkarîya Ordîxanê Celîle zanîstêyê ya kur û berfire dibe.

            Gerekê bê gotinê, wekî nîveka sedsala 20-î bingeha kurdzanîyêye qewîn wek şaxekî rohilatzanîyê li Yekîtîya Sovîyêtê îdî hatibû danînê, ew jî bi saya xebatên van zanyarên li cîhanê belî: V. Dîtêl, V. Bartold,  V. Jûkovskî, P. Lêrx, A. Jaba, V. Mînorskî, V. Nîkîtîn, P. Avêryanov, V. Vêlyaminov-Zêrnov û yên mayîn. Lê hîmê dibistana kurdzanîyê ya Lênîngradê-Pêtêrbûrgê, bêguman zanyar-rohilatzanê meşûr Hovsêp Orbêlî danî. Ew wê demê îdî xûdanê gelek berhemên zanîstîyêye giranbaha bû, di wê jimarê de ûsan jî yên li ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurda.

            Em bîr bînin, wekî di destpêka bahara sala 1959-an Hovsêp Orbêlî li para Lênîngradê ya înstîtûta Rohilatzanîyê desteke rohilatnasan ji kabînêta îranî cihê dike û koma kurdzanîyê dadimezirîne, saz dike, bi xwe jî ew serokvanîyê wê komê dike. Zanyarên xweyşuret û  wê demê îdî naskirî–Qanatê Kurdo, Î. Sûkêrman, M. Rûdênko, J. Mûsaêlyan, Y. Vasîlêva û aspîrantên êgin û genc–Î. Smîrnova, Ordîxanê Celîl, Zera Elî (Yûsûpova), Kerîm Eyûbî û hinekên dinê di nava xebata wê komê de têne wergirtinê.  

            Hovsêp Orbêlî lêkolîn û arûzûkirina hemû pirsgrêkên dîrok, çand û zimanê kurdî dispêre vê koma zanyaran. Bi vî teherî destbi xebata kurdzanîyê ya li ser dereca nû li bajarê Lênîngradê dibe.

            Wek me da kivşê, hema di dawîya salên 1960-î de destbi karmendîya Ordîxanê Celîle zanîstêyê ya kur û berfire dibe, gava ew tê Lênîngradê û li nava refên kurdzanan de xebata lêkolînerîyêva mijûl dibe. Wê demê serokê sêktora kurdzanîyê ya para înstîtûta Rohilatzanîyê zanyarê emekdar Qanatê Kurdo bû.

            Ordîxanê Celîl di dereca tomarkirin, lênihêrandin û nirxandina zargotina kurdî de efatîya zanîstîyê kir. Hela di salên xwendekarîyê de hewas û mêla wî berî efrandarîya kurdîye gelêrî dîhar bû. Ew hema wê demê û salên dirêj yên dû re çendik-çend caran seredanên lêkolînerîyê mîyaser kirîye û çûye wargên kurd lê diman: yên navçeyên Ermenîstanê, Gurcistanê, Qazaxstanê, Qîrqîzstanê, Tûrkmênstanê û deverên mayîn ji bo nimûnên zargotina gelêrî berev bike û ji zarê zarbêjan ji ber binvîse. Ew bi wê armancê hetanî çûye Kurdistanê jî. Di encema wê xebata dijwar û hewaskar de li salên cihê-cihê weke 60 berhem û gotarên Ordîxanê Celîle  zanîstîyê ronayî dîtine. Hêjaye navên çend pirtûkên wîye usan bidin, ku bi kurdî û rûsî çap bûne: «Kilamên gelê kurdaye lîrîkîyê» (sala 1964-an), «Poêzîya Cegerxwîne bajarvanîyê» (sala 1966-an), «Destana kurdîye dîrokî ya «Xanê çengzêrîn» (sala 1967-an), «Mesele û metelokên kurda» (hemxudan, birayê wî–Celîlê Celîl, sala 1972-an), «Çîrokên cimaeta kurda» (sala 1974-an), «Stranên zargotina kurdaye tarîqîyê» (sala 1975-an), «Zargotina kurda» (hemxudan–Celîlê Celîl, bi du cilda, sala 1978-an), «Çîrokên kurdaye gelêrî, lêgênd û gotinên pêşîyan» (sala 1989-an) û yên mayîn.

            Di nava efrandarîya Ordîxanê Celîl ya zanîstîyê de stranên kurdaye dîrokî cîhkî bi taybet û berbiçav digrin. Ew stran bêtir dengbêjên kurdên êzîdî û ermenî gotine. Eva mijara bû lêgerîn-têza wîye doktorîyêye nû ya li ser qedera duemîn, ku ewî sala  1996-an bi serfirazî dîhar kir û bi rûsipîtî li Sakt-Pêtêrbûrgê parast. Hewceye bê gotinê, wekî bi saya şûret û hereketê zanîyar  stranên kurdaye dîrokî cara yekemîn bi  rûsî hatine wergerandinê, şêwe û binyatên wan stranan wek bûyerên dîrokî hatine nirxandinê. Ev xebata zanîstîyê wek berhemeke cihê bi navê «Stranên kurdaye dîrokî» sala 2003-an bi rûsî û kurdî hate çapkirinê, ya ku çavkanîke dîrokî, folklorî, netewnasî  û zarbêjîya kurdîye ruhanî-çandî ya erhede ye.

            Bê şik, mirov dikare bêje, wekî Ordîxanê Celîl di nava karmendîya xwe ya zanîstîyê de, çawa  ewî herdem danî li ser zar,  ji minabûn û undabûnê efrandarîya kurdaye gelerî parast û wek kelhora dewlemend ji bo nisletan hîşt.

Salên jîyana xweye dawîyê ew û birayê wî–profêsor Celîlê Celîl li ser berhema «Kurd û Kurdistan di arşîvên Rûsyayê de» kar dikirin. Sed mixabin, ku ewî ev xebata bi qîmet û fûndamêntal (bingehîn) pêra negîhand çapbûyî bibîne, ya ku îro ji bo çapê îdî amede ye.

Ordîxanê Celîl ne ku tenê zanyarê navdar bû, lê usa jî nivîskarekî xweyê dilê qenc û nazk bû, karmendekî civakêyî berbiçav û aktîv, rewşenbîr û welatparêzekî naskirî  û mirovekî xweyqedir bû. Ew bengîkî kurd û Kurdistanê bû. Ji ber pênûsa wî çend berevokên helbestan û dersan, gelek gotarên hewaskar li ser pirsên deb, zargotin, rabûn-rûniştina gelê me derketine. Pirtûka wî ya bi navê «Şiyêr û poyêm» hela sala 1959-an li Yêrêvanê ronayî dîtîye. Ew endamê Şêwrên nivîskar û rojnamevanên bajarê Sankt-Pêtêrbûrgê bû, endam-gotarvanê Akadêmîya kurdîye li Îraqê yê eyînsî û endamê înstîtûta kurdî ya Parîsê bû. Gelek caran ew tevî civînên navnetewî yên li ser pirsên dîrok û çanda kurda bûye. Berhemên wî xênî kurdî û rûsî, usan jî  bi gelek zimanên gelên cîhanê hatine wergerandinê û çap bûne: bi ermenî,  înglîzî, almanî, firansî, şwêdî, erebî, tirkî û yên mayîn. Ewî li salên dawîyê li zankoya Rohilatzanîyê ya Ûnîvêrsîtêta Sankt-Pêtêrbûrgêye dewletê wek profêsor ders dida.

Ev gotara wê nivîşkan û ne tam be, eger em bi çend hevokan emekê ewledên malbeta Casimê Celîle dinê jî nedine kivşê, ku wana ji bo pêşvabirina çanda kurdaye netewî rêtine. Navê birayê Ordîxanê Celîl yê biçûk–doktorê dîrokzanîyê, profêsor Celîlê Celîl di nava goveka rohilatzanan de zûva nase. Ew xûdanê bi dehan berhemên pirrqîmet yên li ser dîrok û zargotina kurda ye. Vê gavê ew li Avstryayê dijî û kar dike, profêsorê Ûnîvêrsîtêta Vênayêye dewletê ye, hîmdarê pirtûkxana dewlemend ya li vî bajarî ya li ser navê Casimê Celîle. Xûşka van zanyaran ya mezin–Cemîla Celîl di warê bervkirin, tomarkirin û parastina nimûnên zarbêjîya kurdaye gelêrî de xizmeteke mezin kirîye, ewê gelk pirtûkên stran, beyt-serhatîyên kurdî çap kirine. Dota Casimê Celîle biçûk–Zînê jî di nava karê xizmeta çanda gelêrî de ye. Bi saya hereketê wê gelek berhemên xûşk û birayên wê bi rûsî û zimanên mayîn hatine wergerandê û ji bo çapê hatine amadekirinê.

Dibêjin, ku «Çîyayê bilind ji dûr ve tê kivşê». Û gelek zanyar, heval-hogirên Ordîxanê Celîl, maşoqên zargotina kurdî, zaneyên çanda netewî û xwendevan, ku  xebat û berhemên wî mêze dikin û dixwînin, careke mayîn mezinaya wî wek mirov û welatparêz, wek zanîyar û bajarvan dibînin û texmîn dikin, emekê wî blind qîmet dikin û dişêkirînin.

Îro, gava mirov bi guhdar bala xwe dide rîya Ordîxanê Celîl ya zanîstîyê û efrandarîyê, dîsa tê li ser wê fikir-bawerîyê, wekî jîyana wî bi lêgerînên zanîstî ve dewlemend û xemilî bû, lêgerîn, yên ku îro bûne rûpêlên geşe usan, ku di nava dewranan de wê tu caran neyêne bîrkirinê…

 

 

 

 

Bîblîografya pirtûkên Ordîxanê Celîl

 

1 Şiêr û poêm. Yêrêvan, 1959. Bi zimanê k'urdî (kirîlî). 

2 T'êlî H'emze. (Şiêr û poêm). Yêrêvan, 1963. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî). 

3 Dilokêd cime'ta k'urda. Yêrêvan, 1964. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî). 

4 Poêzîya Cegerxwîne Bajarvanîyê. (Lêk'olîn). Yêrêvan, 1966. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî). 

5 Êposa cime'ta k'urdaye mêrxasîyê "Xanê ç'engzêr'în. Dimdim". (Lêk'olîn û têkst). Moskva, 1967. Bi zimanê r'ûsî û k'urdî (latînî).                      

6 Mesele û met'elokê cime'ta k'urda. K'itêba I, Yêrêvan, 1969. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî). 

7 Zimanê k'urdî. P'irtûka dersxana IV. Yêrêvan, 1969. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).

7 Mesele û met'elokê cime'ta k'urda. K'itêba II, Yêrêvan, 1971. Bi     zimanê k'urdî (kîrîlî). 

8 Stranê zargotina k'urdaye t'arîqîyê. Yêrêvan, 1975. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî). 

9 Zimanê k'urdî. K'itêba dersxana IV. Yêrêvan, 1975. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî). 

10 Stranê zargotina k'urdaye t'arîqîyê. Bexda, 1977. Bizimanê k'urdî (soranî). 

11 Zimanê k'urdî. K'itêba dersxana IV. Yêrêvan, 1980. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).

12 Zimanê k'urdî. K'itêba dersxana IV. Yêrêvan. 1985. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).

13 Mesele û met'elokên gelê k'urd. Tevî Celîlê Celîl. Moskva, 1972. Bi zimanê k'urdî (latînî)  û r'ûsî. 

14 Gulçin. (Nimûneyên bijare ji zargotina k'urda). Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1972. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).

15 Ç'îr'okên gelê k'urd. Yêrêvan, Tevî Celîlê Celîl. 1974. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî). 

16 Sîyarê xeybê. Ç'îr'okên k'urdî. Tevî Celîlê Celîl. Vîlnyûs, 1976. Bi zimanê lîtvanî. 

17 Mesele û met'elokên gelê k'urd. Tevî Celîlê Celîl. Zürich, 1976. Bi zimanê k'urdî (latînî).

18 Zargotina k'urda. P'irtûkên I, II. Tevî Celîlê Celîl. Moskva, 1978. Bi zimanê k'urdî (latînî).

19 Zargotina k'urda. P'irtûka 1. Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1979. Bi zimanê k'urdî (latînî).

20 Zargotina k'urda. P'irtûka 2. Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1982. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî). 

21 Qisaet hiza al-folklor al-kurdî. Beyrût 1982. Bi zimanê erebî. 

22 Gulanç'kzêr'în. (Nimûneyên bijare ji zargotina k'urda). Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1983. Bi zimanê k'urdî )kîrîlî).

23 Gulçin. (Nimûneyên bijare ji zargotina k'urda). Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1972. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).

24 Ç'îr'ok, lêgênd û evsûnên k'urdî. Moskva, Tevî Celîlê Celîl û Zîna Celîl. 1989. Bi zimanê r'ûsî. 

25 Mesele û met'elokên gelê k'urd. Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1991. Bi zimanê k'urdî (kîrîlî).

26 Zargotina k'urda. P'irtûka 1. Tevî Celîlê Celîl. Bexda. 1991 Bi zimanê k'urdî (soranî). 

27 Ç'îr'okên k'urdî. Frankfûrt, Tevî Celîlê Celîl. 1993. Bi zimanê almanî. 

28 Destanên k'urdî. Tevî Celîlê Celîl. Stambul, 1994. Bi zimanê k'urdî (latînî). 

29 Ç'îr'ok, lêgênd û evsûnên k'urdî. Tevî Celîlê Celîl û zîna celîl. Heleb,1996. Bi zimanê erebî. 

30 Kurt kahramanlim Destani DIMDIM. Stambûl, 2001 Bizimanê turkî 

31 /O.Dj Djalilov/ Îstorîêskîyê pêsnî Kurdov Sankt. Pêtêrbûrg. 2003. Bi zimanê rûsî, kurdî.

32 Cegerxwîn’in Yaşami ve şiir analaysî. Stambûl, 2004. Bi zimanê turkî.

33 Zargotina k'urda. P'irtûka 1. Tevî Celîlê Celîl. Wien, 2005. Bi zimanê k'urdî (latînî). 

34 Zargotina k'urda.  Tevî Celîlê Celîl. Hewlêr, 2008. Bi zimanê k'urdî (soranî).

 

 

Prîskê Mihoyî,

cîgirê serokê para çapemenîyê ya Wezîreta çand û weşanan

ya Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya),

endamê Fêdêrasîyona rojnamevanên navnetewî.

 

www.kurdist.ru

Культура

ПАШАЕ АФО: «НЕ СМОТРИ НА МЕНЯ ТАК!..»

Опубликованный

вкл .

Автор:

(Его памяти)

Не смотри на меня так, не смотри на меня так,
Без дыма, без дыма — сердце моё горит!..

Три года назад, почти в эти же сентябрьские дни, тысячи поклонников народного певца Пашае Афо услышали эти строки его песни — но на этот раз не так, как обычно. В тот день они звучали с особой грустью и состраданием.

К тому времени он уже несколько месяцев тяжело болел. Сердце этого певца, автора песен и обладателя тонкого, мягкого голоса горело — без дыма, без конца…

В начале сентября 2023 года мне позвонил мой друг Хачое Коте и сообщил, что Пашае Афо очень тяжело болен: у него онкологическое заболевание. Он отгородился от всех — от друзей, родственников, от окружающего мира. Отключил телефон и ни на чьи звонки не отвечал.

У меня были два его номера телефона. Я звонил ему, набирал снова и снова, но, увы, ответа не было. И тогда я погрузился в тяжёлые раздумья: «Эх, коварная судьба!..»

Да, этот мир не является чьей-либо собственностью, и жизнь человеческая не вечна. Но болезнь приходит внезапно, не выбирая людей, не зная ни границ, ни времени года…

И вот 22 сентября пришла печальная весть: по милости Божией Пашае Афо скончался.

С грустным и тоскливым сердцем, с глубокими и тревожными мыслями я мысленно вернулся в середину 1970-х годов, когда песни Пашае звучали в эфире нашего ереванского радио.

Царство ему Небесное! Халиле Чачан Мурадов в своё время пригласил Пашае Афо и записал несколько его песен, которые до сих пор хранятся в золотом фонде радио: «Wisa nenêr tû li min», «Ax, nazikê, nazdarê», «Ez werdeka gola şînim», «Giryê saz».

В последние годы Пашае Афо сочинял песни на стихи Аскяре Боика, Хачое Каро и автора этих строк и публиковал их в социальных сетях.

Он был очень добрым человеком и хорошим другом. Мы часто созванивались. Паша говорил, что по музыкальному стилю, особенно по характеру аранжировок, его творчество близко к пению Араме Тикрана. И в этом действительно была своя истина: Арам играл на сазе, а Паша пел.

Однажды он позвонил мне, и мы долго разговаривали о народном фольклоре, музыке и песнях. В конце нашей беседы он спел мне одну историческую песню.

Паша также сочинял песни на собственные стихи. Он знал множество хороводных песен. В минуты радости он пел, пел и танцевал на свадьбах, радуя людей своим мягким и проникновенным голосом.

Пашае Афо родился 11 сентября 1956 года в селе Кибихтапа Талинского района Армении. После окончания школы два года служил в Красной Армии. После военной службы получил высшее образование в Ярославском педагогическом университете в России. В течение многих лет преподавал русский язык в соседнем селе Сорик. Долгое время был главой своей родной деревни.

После распада Советского Союза Паша вместе с семьёй уехал в Россию и поселился в Ярославле. В этом городе проживает большая езидская община.

Именно в Ярославле, 22 сентября 2023 года, после непродолжительной болезни Пашае Афо ушёл из жизни.

В течение трёх дней перед его домом было многолюдно: поклонники, друзья, земляки и знакомые приходили проститься с любимым певцом.

Пашае Афо был похоронен на Ездском кладбище Ярославской области.

Сегодня ему исполнилось бы 70 лет.

И сегодня, в день рождения Пашае Афо, в наших ушах вновь звучат строки его песни. Но теперь они звучат иначе — с глубоким волнением, светлой грустью и чувством благодарности за его жизнь, его творчество и память, которую он оставил после себя.

Не смотри на меня так, не смотри на меня так,
Без дыма, без дыма — сердце моё горит!..

Приск Мгои
Россия, Ижевск, 11 сентября 2026 года

Продолжить Чтение

Культура

PAŞAYÊ EFO: WISA NENÊR TU LI MIN!..(Bona roja bûyîna wî)

Опубликованный

вкл .

Автор:

Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min,
Bê dû, bê dû dişewite dilkê min!..

Sê sal berê hema vê mehê ev xetên strana Paşayê Efo guhê bi hezeran maşoqên stranbêjîya gelêrî da kirine zingîn, lê ne mîna hercar. Wê carê bi xemgînî û dilkovanî…
Ew çend meh bûn, ku agir dilkê vî dengbêjê xudanê dengê zîz û nazik ketibû, bê du, bê dû dişewitî…
Destpêka îlonê sala 2023-a hevalê min – Xaçoyê Qero min ra têlê xist û got, wekî Paşa gelekî bethale û têla xwe jî vêsandye, berê xwe ji her kesî – ji heval-hogiran, ji bira-pismaman, dost û xêrxwezan, lo ji cîhanê guhastye.
Du hejmarên têlên wî li bal min hebûn: min jî têlê xist, lê, mixabin… bersiv tune bû. Û wê demê ez ketme nava tefekûryê û mitalan: «Hey, Felek, mala te bişewite!..». Hemîn, dinya milkê bavê kesekî nîne, lê nexweşî mixenete: xet û sînoran, cihal û ahalan, çax û mecalan, dem û dewranê napirse.
Û 22-ê îlonê caba nebxêrîyê min ra hat, wekî Paşayê Efo çûye ber dilovanîya Xwedê…
Bi dilê xemgîn û kovan, bi mitalên kûr û betreng, bi hesîna kela genctîyê ez çûme nîveka salên 1970-î, gava kilamên Paşa bi radyoya meye Rewanê didan. Rema Xwedê Xelîlê Çaçan Mûradov be. Ewî wê hênê gazî Paşa kir û çend stranên wî qeyd kir û heya niha jî ew di dengxana radyoya me da têne parastinê: «Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min», «Ax nazikê nazdarê», «Ez werdeka gola şînim», «Giryê saz».
Van çend salên dawî Paşayê Efo helbestên Eskerê Boyîk, Xaçoyê Qero û xudanê van xetan jî kiribû kilam û di tora civakî da weşandibû. Hevalekî gelek berbihêr û qenc bû. Herdem me hevra têlê dixist. Digot, wekî awaz û akla wî mîna ya Aramê Tîkrane. Rastî jî usane: Aram saz dixe û ew jî distrê.
Carekê minra dîsa têlê xist û got, gelo mal-bendên kilaman, gava diwekilin, wê ra çi dibêjin. Min gotê: bendveger, bendwekil, dubend… Şa bû, pê têlê straneke mêranîyê min ra got…
Paşa helbest jî dinvîsî û dikire kilam. Ewî gelek kilamên govendan jî dizanibû. Wextê şayan dikete govendê, hewas-hewas dilîst û bi dengê xweyî nerm û zîz distra û govend digerand…
Paşayê Efo 11-ê îlonê sala 1956-a li gundê Qibixtepe (Navçeya Talînê, li Ermenîstanê) ji dayîkê bûye. Piştî dibistana navîn ew du salan di cêrgên Ordya Sor da qulix dike. Paşî eskerîyê ew xwendina bilind li Zankoya bajarê Yaroslavlê (Rûsya) ya amedekirina dersdaran dest tîne û li gundê cînar – Sorîkê salên dirêj dersên zimanê rûsî dida. Dû ra demeke dirêj bû serokê gundê kal-bavên xwe. Piştî hilweşbûna Sovîyêtê ew bi malbetî çû Rûsyayê û li bajarê Yaroslavlê hêwirî.
Olkeke meye mezin li vê qeza Yaroslavê heye. Û hema li vî bajarî 22-ê îlona sala 2023-a piştî nexweşîya demkin ew çû ber dilovanya Xwedê. Sê rojan hewarî-gazî li ber derê koçika Paşayê Efo kêm nedibûn… Maytê wî di nava mexberê êzîdîyên vê qezayê da sipartine ax-berên sar.
… Û îro jî, roja bûyîna Paşayê Efo, dîsa ev xetên strana wî li guhê me da hema dikine zingîn. Lê vê carê bi histerata kûr, bi şêkirdarîya berbî bîranîna wîye heta-hetayê…

Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min,
Bê dû, bê dû dişewite dilkê min!..

Prîskê Mihoyî,
Rûsya, Îjêvsk, 11.09.2026.

Продолжить Чтение

Популярные публикации