Опубликовано: 19.05.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

    Navê Mele Evidlahyê Xerzî(Timoqî) li serenser Kurdistanê belaye. Ew usa jî naskirîye bi navê Mele Evdirehman Tewfîq. Ew ne ku tenê mele bû, lê şorişvanê gelê me yê erhede bû. Mele Evidlahyê Xerzî temamîya jîyana xwe di nava tevgerên kurdan de, di nava rev û bezan, şer û dewan, kela û zîndanan de derbas kirîye, hetanî çend caran bûye firarê dewleta Tirkîyê jî, lê ewî  serê xwe tu caran li ber dijmin danexistîye. Nîgra evî meleyê Kurdistanê îro bi rastî jî bûye nîşana welatparêzîyê, xwehesîna netewî û berxwedanê. Îsal 115-salîya wî temam dibe. Em îro  nasîya xwendevan û bînerên xwe bidine jîyannîgarîya Mele Evidlahyê Xerzî, ji ber ku serpêhatîya wî rûpêlekî dîroka gelê meyî geş û nebîrkirîye. Ev gotar kurê wî,  zane û pisporekî çanda me ya gelêrî Mehmûd Abdullah Begik nivîsîye. Em sipasîya xwe didine vî camêrê mala ocaxzada, ku ev nvîsa ji bo me rê kirîye.

 

Rêveberîya malpera www.kurdist.ru.

      

     Mele Evdilahyê Xerzî ji herema Xerza, ji gundê Timoqê ye (Kurdistana Bakûr). Ew sala 1897-an li vî gundî  hatîye dinyayê. Gundê Timoqê dikeve navbeyna qezayên Sason û Hezo (Kozluk). Piştî sala 1985-an, gava ew bû firarê dewleta tirkan, bi navê Mele Evdirehman Tewfîq di nava gel de digeriya û gelek Kurd bi vî navî wî nas dikin. Ji ber ku di nava Kurdan de melayan re dibêjin Seyda, emê jî di nivîsa xwe de wî re usa bêjim.

    Timoq gundekî mezin bû û 50 sal berê li dora 400 malên gund hebûn. Di dema ku Seyda hê zarok bû, malbata wî ji bo xebatên aborî bar dike û diçe Sêwerekê, ku dikeve qeza Rihayê. Di dema şerê cîhanê yê yekem de û gava xelaya mezin destpê dibe, malbata wî  hê li Sêwerekê bû. Piştî şêr ji wira vedgerin û car din  tên li gundê Timoqê dihêwirin.

     Di salên 1920-an de Seyda Evdilahyê Xerzî dest bi xwendina medresê dike. Sala 1925-an, dema şerê azadarîyê, şorişa Şêx Sehîd destpê dibe, ew dev ji xwendina xwe berdide û tevî şorişê dibe. Seyda ji bo wan rojan û têkçûyîna Kurdan hercar bîr danî û digot: «Hema wê rojê pişta me Kurdan şikest!».

     Seyda Evdilahyê Xerzî xwendina xwe bi piranî li heremên Silîva û Diyarbekirê dest anîye. Dema têkoşîna Kurdan geş dibe, ew dîsa dev ji xwendinê berdide. Di sala 1927-an de, dema «Xoybûn» ava dibe, dibe endamê wê rêxistinê. Pêwendîyên wî yên xutr bi sekovanîya «Xoybûn» re çê dibin. Di sala 1927-an de Seyda diçe Binxetê yanê Kurdistana Sûryayê. Ew bi Seyda Cemîl, kurê wî Mele Ebdulqudus, Cegerxwîn û doktor Ahmed Nafîz re dibe nas û bi wan re pêwendîyan yên xûrt datîne. Piştî têkçûyîna Şerê Agiriyê, Seyda Evdilahyê Xerzî pevgirêdanên xwe tevî tevgelên serhildana Sasonê saz dike, tevî wana karê berxwedanê dike. Mala Eliyê Ûnis, Şet û Xerbexî hemû dost û hevalbendên wî bûn. Seyda Evdilahyê Xerzî û hemû gûndîyên wî yên ji Timoqê gelek alîkarîya wana dikin. Şerê Sasonê di sala 1926-an de destpê kirîye û di sala 1937-an de, bi şorişa Dêrsimê re têk diçe û dişkê. Di sala têkçûyîna şêr de ew û Mele Ebdulqudusê Cemîlê Seyda li fermandarê leşkerî yê herema Silîvan dixin, ji ber ku ewî hemberî xelkê Sasonê bênamûsî kiribû.

      Ji sala 1938-an û heya 1958-an li Bakûrê Kurdistanê dewleta Tirkiyê nahêle heya «belgên daran bihejin». Gava Mele Mistefa Barzanî ji Sovîyêtê vedgere, pêlek kurdewarîyê carek din li Kurdan dikeve. Heya wê demê em dikarim bêjim Seyda Evdilahyê Xerzî  û Mele Ebdulqudusê Cemîlê Seyda di meydana kurdîtîyê de tenê mabûn. Piştî rehmetî Bînbaşi Şewket Turan wê demê Zîya Şerefxanzade û Mele Evdilkerim Ceyhan derketin meydanê. Di sala 1959-an de 50 xortên Kurd hatin zîndankirin û gelek ji wan şagirtên Seyda Evdilahyê Xerzî bûn.

     Sala 1963-an Partîya Karkerên Tirkîyê hate damezrandin. Kurda dixwest gelek parlementeran di nava refên vê partîyê de bişînin meclîsa Ankarê. Seyda Evdilahyê Xerzî li gelek bajarên Kurdistanê piştevanîya vê partîyayê dikir û dengên zêde jî distend. Ewî li bajarên wek Sêrtê, Diyarbekirê, Bedlisê û Rihayê di nava gel de kar dikir.

      Sala 1965-an, gava Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkîyê hat damezrandin,  Seyda Evdilahyê Xerzî berpirsê partîyayê yê Herema Xerza bû. Di sala 1967-an de Kurda xwepêşandanên gelek mezin pêk danîn û doza heq û hûqûqên Kurda dikirin. Ev heya 12-ê Adara sala 1971-ê dewam kir. Di piranîya wan de Seyda Evdilahyê Xerzî li sefa pêşîn, bi wî riha xwe ya sipî, dida pêşiya xwepêşandêran. Ewî melayên ku tevî xwepêşandana nedibûn re, awa digot: «Hun weke keşîş û metranên ermenîya nabibin, dema ku doza miletê wan dikeve rojevê, ew hemû di pêşîya miletê xwe de dimeşin!».

      12-ê adara 1971-ê li Tirkîyê esker hate li ser hukûm. Seyda Evdilahyê Xerzî bû firarê dewletê. Ew roj xweş têne bîra min. Seyda 9 mehan firar gerîya. Hemû hevalên wî di zîndana Diyarbekir de bûn. Ew jî hat girtin û derket dadgeha leşkerî. Serbest hat berdan,  lê bi şertê ku celsa mehkemê here îfade bide. Di dawîya dadgehkirina wan de, piranîya hevalên wî hatin cezakirinê, lê Seyda Evdilahyê Xerzî û 23 kesên din aza berdan. Sala 1974-an efûyek ji bo gişkan derket û hemû Kurdên siyasî ji zîndanan derketin. Seyda gelek kêfxweş bû. Heval û hogirên wî ji zîndanê derketibûn. Serdana hemûyan dikir û xwe ji bo xebatên nû amade dikirin. Car din xwepêşandan dest pêkirin. Seyda car din di rêza pêşin de bû. Gelek rêxistinên qanûnî û neqanûnî bi destê Kurda avabûn. Lê Kurd, di nava xwe de perçe bûbûn. Bi taybetî li ser mesela Sovîyetê, Çînê û Arnawûtan. Ji Seyda re, ev fikrên han biyanî bûn û ne Kurdsitanî bûn. Seyda gelek pirtûkên bi ramanên sosyalîstî yê bi zimanê erebî xwendibûn, ji ber ku bi tirkî nizanibû. Ewî nedixwest, ku Kurd li ser doza sinifê bî hev re bikevne dew û dozê û gelek caran şîret li xortan dikir û daxwaza yekîtîya Kurdan ji wana dikir.

      Lê xwepêşandan, xebatên ji bo ziman û çandê û hem jî siyasî di nava Kurdan de berdewam bûn. Wan salan xwepêşandana yekemin li Farqînê destpê kir û Kurda dew û doza mafên xwe dikirin. Fikira serxwebûnê di nava Kurdan de bûbû armanca sereke. Kurd ji dewletê gelek êşîya bûn. Seyda Evdilahyê Xerzî, ku wek îro tê bîra min, di pêşenga wê hejê de bû. Bi şêx, mela, sofî û xelkê re kar dikir. Ez nizanim Seyda diçû kîjan xwepêşandan an mîtîngan. Ji ber ku ez bi qederê îmkanên xwe dikaribûm herim tevî wan bibim. Seyda, ku bi Partîya Kurdistanêye Dêmokrat re dixebitî, diçû ziyareta hemû partî û komeleyên Kurdan. Tecrube û ramanên xwe ji bo wan digot û daxwaza xebatên kurdewarîyê li wan dikir.

      Sala 1980-î car din leşker dest danî ser îdara Tirkîyê. Car din girtin û firarîya Seyda dest pêkir. Eva cara sisîya bû, ku leşker dihate li ser hukum: salên 1960-î, 1971-ê û 1980-î. Van hersê caran jî Seyda bû firarê dewletê. Lê bûyera here giring ya ku hat serê Seyda, di sala 1985-an de bû. Berpirsê herema Xerza yê Partiya Karkerên Kurdistanê Ali Ozansoy, ku merivê dewletê bû û ketibû nava refên partîyê, operasyonek mezin avîte li ser mala Seyda Evdilahyê Xerzî. Leşker avête li ser malê û sê kurên wî û çend pismamên wî girtin. Seyda wê şev ne li mala xwe bû. Firarîya Seyda car din dest bû. Seyda li gelek deverên Kurdistanê û Tirkîyê gerîya. Heya payîza sala 1985-an. Ew derbasî başûrê Kurdistanê bû. Demekê li baregeha Leqa 1-ê ya Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê (KDP-I) ma. Ji wir derbasî    Kurdistana Rojhilat bû. Polîtbyûroya KDP-I-ê li Racanê bû. Wî çaxî rehemetî Îdrîs Barzanî sax bû. KDP Seyda Evdilahyê Xerzî tayîn kir bo serkirdayetîya Yekîtîya Alimên Kurdistanê. Ev xebata wî ji 4 salan bêhtir dewam kir.

      Dewleta Îranê Seyda Evdilahyê Xerzî girt û avête zîndana Derya ya li bajarê Urmîye. Piştî 3 mehan Seyda derket û berê xwe da Binxetê (Başûrê Biçûk yê Kurdistanê). Ew berî sala 1989-an bû. Seyda li wir jî xebata xwe pêşda dibir. Di mesela kurdayetîyê de bi xelkê re dicivîya û aloziyên nava xelkê çareser dikir. Diçû bal berpirsyarên PKK-ê li deşta Bakaayê. Li Akademiya Mahsum Korkmaz dibû mêvan û şîreta li keç û xortan dikir. Gelek caran bi rêvebiriya wan re dicivîya. Apo gelek qedrê wî digirt. Tiştekî balkêşe, ku heya Seyda sax û li wir bû, ji armanca serxwebûnê zêdetir tu hedefên din di nav partîyê de tunebûn.

     Rojnamevanê Îngîlîz di hevpeyvînek de, ji Seyda Evdilahyê Xerzî dipirse: «Tu bawerî, ku di vî emrê xwe yî 90 salî de Kurdistaneke serbixwe bibînî?». Seyda pêra-pêra  bersiva wî dide: «Belê, ez bawerim, eger hun İngiliz bihêlin!». Seyda baş dizanibû, ku  perçekirina Kurdistanê di dema xwe de bi destê wana çê bûye.

     Seyda Evdilahyê Xerzî 2-ê Sibata 1992-an li bajarê Hasekîyê (Hesîça, Kurdistana başûrî biçûk), ji ber nexweşîna dil, ku di heman rojê de lê peyda dibe, di nexweşxaneyeke taybet de diçe rehma Xwedê. Cenyazê wî ji alîyê bi hezaran Kurdan ve tînine Dirbêsiyê, li gundê Berkevirê defin dikin. Goristan bi xwe taybete: du hevalên Seyda Evdilahyê Xerzî yên nêzîk jî piştî wefatbûna Seyda li rex wî tên definkirin: Osman Sebrî û Mele Evdilayê Çoltepeyî.

Mahmud Abdullah  BEĞİK

www.kurdist.ru

0

Оставить комментарий