Rêveberîya malpera www.kurdist.ru.
Mele Evdilahyê Xerzî ji herema Xerza, ji gundê Timoqê ye (Kurdistana Bakûr). Ew sala 1897-an li vî gundî hatîye dinyayê. Gundê Timoqê dikeve navbeyna qezayên Sason û Hezo (Kozluk). Piştî sala 1985-an, gava ew bû firarê dewleta tirkan, bi navê Mele Evdirehman Tewfîq di nava gel de digeriya û gelek Kurd bi vî navî wî nas dikin. Ji ber ku di nava Kurdan de melayan re dibêjin Seyda, emê jî di nivîsa xwe de wî re usa bêjim.
Timoq gundekî mezin bû û 50 sal berê li dora 400 malên gund hebûn. Di dema ku Seyda hê zarok bû, malbata wî ji bo xebatên aborî bar dike û diçe Sêwerekê, ku dikeve qeza Rihayê. Di dema şerê cîhanê yê yekem de û gava xelaya mezin destpê dibe, malbata wî hê li Sêwerekê bû. Piştî şêr ji wira vedgerin û car din tên li gundê Timoqê dihêwirin.
Di salên 1920-an de Seyda Evdilahyê Xerzî dest bi xwendina medresê dike. Sala 1925-an, dema şerê azadarîyê, şorişa Şêx Sehîd destpê dibe, ew dev ji xwendina xwe berdide û tevî şorişê dibe. Seyda ji bo wan rojan û têkçûyîna Kurdan hercar bîr danî û digot: «Hema wê rojê pişta me Kurdan şikest!».
Ji sala 1938-an û heya 1958-an li Bakûrê Kurdistanê dewleta Tirkiyê nahêle heya «belgên daran bihejin». Gava Mele Mistefa Barzanî ji Sovîyêtê vedgere, pêlek kurdewarîyê carek din li Kurdan dikeve. Heya wê demê em dikarim bêjim Seyda Evdilahyê Xerzî û Mele Ebdulqudusê Cemîlê Seyda di meydana kurdîtîyê de tenê mabûn. Piştî rehmetî Bînbaşi Şewket Turan wê demê Zîya Şerefxanzade û Mele Evdilkerim Ceyhan derketin meydanê. Di sala 1959-an de 50 xortên Kurd hatin zîndankirin û gelek ji wan şagirtên Seyda Evdilahyê Xerzî bûn.
Sala 1963-an Partîya Karkerên Tirkîyê hate damezrandin. Kurda dixwest gelek parlementeran di nava refên vê partîyê de bişînin meclîsa Ankarê. Seyda Evdilahyê Xerzî li gelek bajarên Kurdistanê piştevanîya vê partîyayê dikir û dengên zêde jî distend. Ewî li bajarên wek Sêrtê, Diyarbekirê, Bedlisê û Rihayê di nava gel de kar dikir.
Sala 1965-an, gava Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkîyê hat damezrandin, Seyda Evdilahyê Xerzî berpirsê partîyayê yê Herema Xerza bû. Di sala 1967-an de Kurda xwepêşandanên gelek mezin pêk danîn û doza heq û hûqûqên Kurda dikirin. Ev heya 12-ê Adara sala 1971-ê dewam kir. Di piranîya wan de Seyda Evdilahyê Xerzî li sefa pêşîn, bi wî riha xwe ya sipî, dida pêşiya xwepêşandêran. Ewî melayên ku tevî xwepêşandana nedibûn re, awa digot: «Hun weke keşîş û metranên ermenîya nabibin, dema ku doza miletê wan dikeve rojevê, ew hemû di pêşîya miletê xwe de dimeşin!».
Lê xwepêşandan, xebatên ji bo ziman û çandê û hem jî siyasî di nava Kurdan de berdewam bûn. Wan salan xwepêşandana yekemin li Farqînê destpê kir û Kurda dew û doza mafên xwe dikirin. Fikira serxwebûnê di nava Kurdan de bûbû armanca sereke. Kurd ji dewletê gelek êşîya bûn. Seyda Evdilahyê Xerzî, ku wek îro tê bîra min, di pêşenga wê hejê de bû. Bi şêx, mela, sofî û xelkê re kar dikir. Ez nizanim Seyda diçû kîjan xwepêşandan an mîtîngan. Ji ber ku ez bi qederê îmkanên xwe dikaribûm herim tevî wan bibim. Seyda, ku bi Partîya Kurdistanêye Dêmokrat re dixebitî, diçû ziyareta hemû partî û komeleyên Kurdan. Tecrube û ramanên xwe ji bo wan digot û daxwaza xebatên kurdewarîyê li wan dikir.
Sala 1980-î car din leşker dest danî ser îdara Tirkîyê. Car din girtin û firarîya Seyda dest pêkir. Eva cara sisîya bû, ku leşker dihate li ser hukum: salên 1960-î, 1971-ê û 1980-î. Van hersê caran jî Seyda bû firarê dewletê. Lê bûyera here giring ya ku hat serê Seyda, di sala 1985-an de bû. Berpirsê herema Xerza yê Partiya Karkerên Kurdistanê Ali Ozansoy, ku merivê dewletê bû û ketibû nava refên partîyê, operasyonek mezin avîte li ser mala Seyda Evdilahyê Xerzî. Leşker avête li ser malê û sê kurên wî û çend pismamên wî girtin. Seyda wê şev ne li mala xwe bû. Firarîya Seyda car din dest bû. Seyda li gelek deverên Kurdistanê û Tirkîyê gerîya. Heya payîza sala 1985-an. Ew derbasî başûrê Kurdistanê bû. Demekê li baregeha Leqa 1-ê ya Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê (KDP-I) ma. Ji wir derbasî Kurdistana Rojhilat bû. Polîtbyûroya KDP-I-ê li Racanê bû. Wî çaxî rehemetî Îdrîs Barzanî sax bû. KDP Seyda Evdilahyê Xerzî tayîn kir bo serkirdayetîya Yekîtîya Alimên Kurdistanê. Ev xebata wî ji 4 salan bêhtir dewam kir.
Rojnamevanê Îngîlîz di hevpeyvînek de, ji Seyda Evdilahyê Xerzî dipirse: «Tu bawerî, ku di vî emrê xwe yî 90 salî de Kurdistaneke serbixwe bibînî?». Seyda pêra-pêra bersiva wî dide: «Belê, ez bawerim, eger hun İngiliz bihêlin!». Seyda baş dizanibû, ku perçekirina Kurdistanê di dema xwe de bi destê wana çê bûye.
Seyda Evdilahyê Xerzî 2-ê Sibata 1992-an li bajarê Hasekîyê (Hesîça, Kurdistana başûrî biçûk), ji ber nexweşîna dil, ku di heman rojê de lê peyda dibe, di nexweşxaneyeke taybet de diçe rehma Xwedê. Cenyazê wî ji alîyê bi hezaran Kurdan ve tînine Dirbêsiyê, li gundê Berkevirê defin dikin. Goristan bi xwe taybete: du hevalên Seyda Evdilahyê Xerzî yên nêzîk jî piştî wefatbûna Seyda li rex wî tên definkirin: Osman Sebrî û Mele Evdilayê Çoltepeyî.
Mahmud Abdullah BEĞİK
www.kurdist.ru
