Berevoka helbestvan Hesenê Hecîsilêmanê “Axîna dil” li Qirgizistanê, li weşanxane “Niştiman”ê ku ji aliyê Bariyê Refo û Hejarê Şamil de hatiye vekirin, ronahî dît.
“Axîna dil” berevoka helbestvan Hesenê Hecîsilêmane çaremîne. Vê berevokê da helbestên wiye lîrîkî û welatparêzî cî-war bûne, kîjan ku bi zimanê Kurdiyî paqij va hatine sêwirandinê. Heta niha pirtûkên wî bi navên “Dilê min”, “Hesreta welat”, “Riya emr” hatiye weşandin.
Hesenê Hecîsilêman, ku navê wî ye rastî Hesenê Mihê Hecî Silêman e, di sala 26’ê mijdara 1951’ê de, li gundê Taytanê nehîya Araratê, li Komara Ermenistanê ji dîya xwe bûyê.
Bavê wî Eylazê Mihê Hecî Silêman, di nava êla xwe de dengbêjî kiriye. Dema Hesenê Hecîsilêman çar salî bûye, bavê wî diçe ser dilovanîya xwe. Dayika wî Fatima Mihemed bi çetinahî pênc zarokan xweyî kirine û dane xwendinê. Fatima Mihemed jineke gelekî aqil û xebatkar bûye. Him jî di nava gundê ku ew lê diman de çîrokbêja eyan bûye. Dema Hesen biçûk bûye, dayika wî jê re metelok, meselok, çîrok û kilam vegotine. Dîya wî Fatima Mihemed di dilê Hesen de hezkirina ber bi wêjeyê çandîye. Hê dema ku wî di dibistanê de dixwend helbest û serhatîyan nivîsîye. Piştî ku dibistana navîn diqedîne, di sala 1971’ê de tê qebûlkirin ji bo Înstîtûta Êrîvanê ya pedagogî, ser navê Xaçatur Abovyan. Hesenê Hecîsilêman, vê Înstîtûtê di sala 1975’an de diqedîne. Dema ku Hesen di Înstîtûtê de dixwîne, helbest û serhatîyên wî di rojnameya “Rîya Teze” û “Sovyet Ermenistani” de bi zimanê kurdî û azerî têne weşandin.
Di sala 1975’an de Hesenê Hecîsilêman li gundê Şîrazlûyê nehîya Araratê dibe mamosteyê (dersdarê) zimanê kurdî. Di wê dibistanê de koma folklorê ya xwe afirandinê û şanoyê çêdike. Ew heta sala 1989’an di dibistanê de weke mamoste dixebite. Di sala 1989’an de dema ku li ser Qerebaxa Çîya şerê nav ermenî û azerîyan dertê, ew mecbûr û neçar dimîne ku ji cî û warê xwe bibe. Di sala 1989’an de zivistanê tê Qazakistanê û di bajarê Almatê de cîwar dibe. Li vî bajarî ew dîsa dibe mamosteyê zimanê kurdî. Ji sala 1992’an hetanî sala 1998’an dibe rojnamevanê rojnama “Kurdistan” û kovara “Nûbar”ê. Ji sala 1998’an hetanî roja îroyîn weke redaktorê rojnama “Kurdistan”, niha navê vê rojnameyê “Jîyana Kurd” e, dixebite. Helbest û nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyên Rûsya, Tirkîyê, Qazakistan, Almanya, Ermenistan û Azerbeycan’ê de hatine weşandinê.
Hesenê Hecîsilêman cara yekem di sala 1995’an de berhevoka xwe ya helbestan bi navê pirtûka “Dilê Min” dide çapkirinê.
Di sala 1996’an de pirtûka xwe ya duyem bi navê “Hesreta Welat” dide weşandinê.
Hesenê Hecîsilêman ji sala 1994’an hetanî roja îroyîn endamê Nivîskar û Rojnamevanên Yekîtîya Qazakistanê ye.
Hesenê Hecîsilêman niha jî bi heweseke mezin, bi dil û can dinivîse û diafirîne. Di Navenda Çanda Kurdên Qazakistanê de xebateke mezin bi rê ve dibe. Ew endamê Rêveberîya Navenda Kurdên Qazakistanê ya “Berbang” e. Di navendê de weke edîtorê rojnameya “Jîyana Kurd” kar dike û di heman demê de jî mamostetîya zimanê kurdî dike.
Di bihara sala 2004’an de ez û Hesenê Hecîsilêman bi hev re xebitîn. Xebata me nêzîkê 4 mehan berdewam kir. Em bi hev re di kovara “Nûbar”ê de dixebitîyan û her wiha ji bo karê du pirtûkên hînbûna “Zimanê kurdî”, ku me wê demê ji bo dersdayîna zarokên kurd amade dikir, gelek alîkarîyeke mezin dabû min. Di xebata du pirtûkên hînbûna zimanê kurdî de zehmetîya herî mezin, nasîna devokê kurdên me yên li Asya Navîn dijîn û nasîna zargotina wan bû. Di vî milî de Hesenê Hecîsilêman alîkarîyeke mezin da wê xebatê.
Her wiha gelek gotûbêjên me pêk hatin wê demê, bi taybet li ser helbestên wî. Bi rastî jî derfeteke mezin li pêş min bû: Min him xebata wî bi berfirehî dît û him jî li ser helbestên wî gelek gotûbêj pêk anîn.
Weke mînak di wan gotûbêjan de min kir û nekir Hesenê Hecîsilêman xwe nêzîk nekir ku di helbesta xwe ya bi navê Kurdistan de peyva “Kurdistanam” bi rengê “Kurdistana min” biguherîne.
Nizamettin Akkurt
Nivîskar, rojnemevan
***
HELBESTVANÊ GELÊ XWE
Hesenê Hecîsilêman di nava dîroka wêjeya kurdê Yekîtiya Komarên Serbixwe da tê hesabê çawa helbestvanekî naskirî. Ew zûva xwendevana ra nase û di nava wêjeya kurda da ciyê xweyî layîq girtiye. Hetanî naha sê berevokêd efrandinê wî “Dilê min”, “Hesreta welat” û “Riya emir” hatine weşandin.
Hesenê Hecîsilêman ji wan rewşenbirê kurdaye, kîjan ku hê salên weşandina kovar û rojnamê kurdiye ewlîn da li bajarê Alma-Atayê karê xweyî layîqî kiriye di nava teşkilkirin û neşirkirina wan da.
Miqale, serhatî, kurtenivîs, helbest, pêkenokê wî di rojnama “Riya Teze (Erîvan), “Welat” (Kurdistana Bakûr / Tirkiye), “Dengê kurd” (Baku), “Axîna welat”, “Kurdistana azad” (Moskva), “Kurdiskiyê vestî” (Krasnodar), “Kurdistan”, “Jiyana kurd”, “Gorîzont”, “Karavan”, “Kovçek”, “Naçnem s ponedelnîka” (Alma-Ata) û kovara “Nûbar”, “Prostor”, “Dostik” (Alma-Ata), “Drûjba”, “Golos jenşîni” (Moskva) hatine çap kirinê.
Goveka efrandinê Hesenê Hecîsilêman fire û rengawazin. Mijarêd efrandinê wî cuda-cudane: lîrîka, welatparêzî, hub û hezkirin, tore û telîm, bedewatiya nexş û nîgarê xwezayê, dostî û biratiya gelane.
“Axîna dil” berevoka Hesenê Hecîsilêmanê çaremîne. Di vê berevokê da hîmlî helbestên wiye lîrîkî û welatparêzî cî-war bûne, kîjan ku bi kel û bîn, bi alav û şewata gur va hatine sêwrandinê. Fikir û mitalê wî gelekî kûrin û baş têne fehm kirinê. Efrandinê wî şikil û serecama xwe va gelekî balkêş û orjînalin, şedetiya wê yekê didin, wekî goveka efrandinêd helbestvanê hêja pircûre û dewlemendin. Fikir û sûjêt nava efrandinê wî da tu wext nayêne wekilandinê, fikrên poêtîkiyêye nûh va helbesta disêwrîne.
Hesenê Hecîsilêman welatê xwe û gelê xwe pir hez dike. Helbestvan ji bona bindestî û koletiya welêt û gel, neheqî û zordestiya kedxwara pir berxwe dikeve, dike hewar-qazî, îmdadê ji dinyalikê dixwaze. Helbestvan helbesta xweye “Ez vî derdî kê ra bêjim?!” da kul û derdê xwe aha bela dike:
Xirav kirin gund û bajar,
Wan em hîştin hêsir-hejar,
Mêtin xwîna meye nejar,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!
Ev derdekî bê dermane,
Bê hekîmî, bê loxmane,
Ewî derdî dinya zane,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!
Kurdistan welatê çiyane, siruşta wê gelekî bedew û rengîne, ça bêjî hewa wê meriya ra dermane. Baharê çiya-banî, mêrg û çîman, deşt û zozanê wê bi gul û sosinê hezar rengî va dixemilin. Xule-xula çem û kaniyê wêne di nava kevir û kuçika da diherikin jor va têne xare.
Di nava efrandinê Hesenê Hecîsilêman da mijara hub û hezkirinê cîkî berbiçav digire. Ew hubê di nava jiyana benda da asta here bilind da hesab dike. Helbestvan hub û hezkirinê di helbesta xweye “Pakîzer” da aha disewrîne:
Tu ji min ra lel û durî, Pakîzer,
Boy huba te, dîn û harim ez yekser.
Bejnbilinda, sûretsora, demqemer,
Bese, li min nehelîne dil-ceger.
Derdê hubê pir girane, zêriye,
Ew derdekî bê dermane horiye.
Bê hekîmî, bê loxmane, kezîzer,
Li min helya ruh û cane, Pakîzer!
Hesenê Hecîsilêman xênçî nivîsê xweye xwe-xwetiyê usa jî bi dehan helbestên klasîksên Rojhilatê û qazaxa welqerandiye zimanê kurdî, serecem û teqilê wanî orjînalî bi hostatî xweyî kiriye.
Helbestvan naha li bajarê Alma-Atê da jiyan dike, bi hewesekê baş va dinivîse û diafrine.
Knyazê Îbrahîm
Akadêmîkê Akadêmiya xwendina bilinde navnetewî, doktorê ulmê fîlologiyayê, profêsor.