Опубликовано: 20.12.2011 Автор: Admin Комментарии: 0

Keskesor

     Barîyê Bala 1937-ê salê li komara Ermenîstanê, nehîya Massîsê, gundê Demirçîyê da malbeteke Kurde pir sadeye da hatiye dinê.

     Bavê wî 1943-salê şerê Cihanê duda da çawa şervanekî egîd şehîd dikeve. Dayîka wî 1982-ê sale dinya xwe diguheze. Barîyê piçûk bin tore û telîmê birayê xweyî mezin – Hecî Mehmedemîn da mezin dibe. Ew mirovekî pir dîndar bûye.

Barîyê Bala 1958-ê salê dibistana navîn xilaz dike û bajarê Yêrêvanê da qebûlî zanîngeha dewletêye pêdagojîyayê ser navê Xaçatûr Abovyan dibe, para dîrok û fîlologîyayê bi zimanê Azerî.

     1963-ê salê zanîngeh xilaz dike. Dibe xweyê xwendina bilind û dereca dersdarêd dibistana navîn distîne. Çend sala ew dibistanêd navînda karê xweyî pêdagojîyê dimeşîne.

     1970-ê salê bajarê Yêrêvanê da zanîngeha dewletêye dersdar hazirkirinda çawa mudurê kabînêta dîrokzanîyê kar dike.

    1975-ê salê nehîya Massîsê da serokê dibistana navîn, paşwextîyê eynî nehyê da dîrêktorê Malhebûna gundîtîyê tê kivş kirinê. Ew salêd dirêj nehîya Masîsê da mufetîşê perwerdê dibistanê navîn şuxulîye.

     Şerê Qerebaxa çîyara girêdayî 1989-ê sale ew jî tevî hemu Kurdêd musulman ji Rêspûblîka Ermenîstanê dertê û tê Rêspûblîka Azirbêcanê. Bajarê Bakûyê da nehya ser nave Nerîman Nerîmanov da dîsa mufetîşê dibistanêd navîn dixebite. 1998-ê sale dertê kara edilî (tegawidê).

Ew wedê ku şagirtê dibistana navîn bû, helbestêd zaroka dinivîsî. Helbesta wîye ewilîn 1957-ê salê bi ser nivîsara “Dayîka min” rojnama “Rîya Teze” da hatiye weşandinê. Ew paşê helbestêd xwe ser hîmê mijarêd (têma) cure-cure dinivîse.

     Piranîya helbestên wî rojnameya «Rîya Teze», «Dengê Kurd» û «Jîyana Kurd» de hatine weşandinê. Radyoyên bi zimanê Kurdî, Ûrisî, Azerî û Ermenîkî de hatine xwendinê. Her wiha kovar û rojnameyên van zimanan de hatine weşandinê.

Barîyê Bala xwedanê du pirtûkêd neşir bûyîye. Pirtûka wîye yekê 1974-ê salê Rêspûblîka Ermenîstanêda bi navê “Dinya min”, ya duda 1994-ê salê Rêspûblîka Azirbêcanêda bi ser nivîsara “Kuda herim” hatine weşandinê.

     Mijarê helbestên Barîyê Bala cuda-cuda ne, lê helbestvan piranîyê helbestêd xwe da niqitka hîmlî datîne ser welathezî û hub û hezkirinê. Em vê îdêa wî helbesta “Kurdistan”êda gelekî ferih û zelal dibînin:

 

Geh sêfîl bûm, geh kasil bûm boy huba te,

Bûme kizik, her gav helyam ez seba te.

Por sipî bû, ser zimîne tim navê te,

Roj bihata, min bidîta azaya te.

 

     Vê helbesta xwe da boy welatê xweyî koleyî, bindest dişewite, mîna kizikê dihele, donê wî dipiqite. Lê azaya welatê xweyî tarîstanê da jîyî hela nabîne.

 

     Helbesta “Ax Felek” da jî ew dîsa boy welatê xwe dinale, dikele, şev û rojêd wî dibine ax û keser:

 

Ax felek, wax felek, bê îtbar, felek,

Em sîyar, tu peya, te nagrin, felek,

Em hene, em dijîn, dizêrin, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

     Ev ji Xwedê hîvî dike, wekî Feleka bê îtbar bide femkirinê bila carekê jî rûyê Kurdê belengaz bikene.

 

     Helbesta “Bedewa Kurd” da ew bedewa Kurd ji avê paqiştir û gulê bîntir divîne û bejna xwe pêş wê ditewîne:

 

Ez ji te ra av nabêjim,

Tu ji avê zelaltirî.

Ez ji te ra gul nabêjim,

Tu ji gulê zehf bîntirî.

 

     Helbesteke xwe da ew bi dilekî pir xeyîdî rica û îltîmasê xwe ber tew mirovêd dinêye edlayîhez dike, wekê bêjne neyara bila dest medine zimanê wî:

 

Dinê gişkî bidne minda,

Ezê bikim hewar, gazî.

Zimanê min mekin unda,

Ezê hemya bibim razî.

 

     Helbestvan parek helbestêd xwe ser janra (şaxa) rewakirinê nivîsîne. Çawa edebîyata hemû gelêd dinêye nivîsar da, usa jî edebîyata gelê Kurde nivîsare, him kevn da, him jî nûh da ev janra gelekî hatiye xebatê. Klassîkê edebîyata Kurda: Elîyê Herîrî, Melle Ahmedê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ahmedê Xanî û helbestvanêd nûh: Cegerxwîn, Hejar, Wezîrê Nadirî, Qaçaxê Mirad, Elîyê Evdilrehman, Seîdê Îbo û gelekêd mayîn vê rêçê da kar kirine. Barîyê Bala jî ser hîmê motîvê vê janrê qelema xwe ceribandîye û gihîştîye armanceke pir ber çav. Ez gumanim, xwendevanêd vê kara helbestvane pir zehmet wê baş qîmetkin. Helbesta ku rewayî dayîka xwe kirîye dibêje:

 

Qasidê Xwedê, qîmetekî gelek mezin te ra daye,

Tim gotîye: “Cinneta heq, binê pîyê dayka teye”.

 

     Ew vê helbestê da ji dayîkê mestir tenê Xwedê dibîne. Pêş tirba wê çok vedide û axa wê tewaf dike. Zîyareta here muqedes hesab dike.

     Eyane, wekî edebîyata hemu gelêd Rojhilata navîne, him nivîsar da, him jî zargotî da janra beyta cîkî herî ferzî û berbiçav digre. Helbestvan bi vê janrê da zanebûna xweye gelekî kûre û kardar para ne hevşandîye. Beytêd ku ber qelema wîye pir behir derketine, paraveyî ser çend para dibin: beytêd sîyasî-welathezî, torevî, lîrîkî û hub hezkirinê û yêd mayîn:

 

Delalê min, leke ma,

Ser dilê me leke ma.

Hemu welat bûn aza,

Welatê me kêra ma.

 

Bêje, kurêm, dubar bêje,

Mitaleke, paşê bêje.

Dinya milkê Silêmîne,

Parê hilde, paşê bêje.

 

 

     Helbestvan her wiha salêd dirêj ji nava gelê Kurd hezarî zêdetir meselên kal û bavan, metelok, têderxistinok, zûgotinok û pêkenok berav kirine. Ew heyanî niha li tu cîyê nehatine weşandinê. Ewî heya niha jî dest ji qelema xwe venekişandîye.

     1996-ê sale qezyake pir girane, şewat li helbestvanê mihacir dest dide. Ew malxuya mala xweye pir hezkirî Dîlbera Bala unda dike. Ew qewmandina ser ruhê helbestvan rêçeke şewate gelekî kûr dihêle. Ew çawa bêjî ji Rebbê jorîn dixeyîde, dest ji nivîsarê dikşîne, wedê xwe tenê nav xem û xeyala da derbaz dike. Lê hogirêd wîye pir hezkirî Şamîlê Esker, Knyazê Îbrêhîm, Huseynê Kurdoxlî û Ahmedê Hepo bi halekî pir giran ewî ji şînê derdixin. Ew bi dilekî kasilî, pir westîyayî, dîsa dest bi nivîsara xwe dike. Poêma «Dîlbera min» û çend helbestêd bi xem û keder rewayî Dîlbera xwe pir hezkirî dike:

 

Hey Dîlbera mine, canê,

Me sond xar bû, bi “Quran”ê,

Em tev herin Kurdistanê,

Min ne qete, gelek zûye.

 

     Helbestvan niha teqawidê deye. Di komara Qazaxistanê de dijî. Dîsa jî xizmeta gelê xwe dike.

 

 

 

KURDİSTAN

 

Geh sêfîl bûm, geh kasil bûm boy huba te,

Bûme kizik, her gav helyam ez seba te.

Por sipî bû, ser zimîne tim navê te,

Roj bihata, min bidîta azaya te.

 

Dil westîya, pir bedhalim, dûrim ji te,

Dermanên min gerek bînin tenê ji te.

Tu Zîyaretî, ez koçekim, koçekê te,

Heta kengê, ezê nebim mêvanê te?

 

Hogirên baş, bikewgirin, hûn jî tev min.

Ava şêlû, misken danî nav çavêd min,

Welat, xwezil, min maçkira her qulçên te,

Kuta bûna rojên mine xeme bêy te.

 

Çavêd min rê, hesretkêşim, feqet dûrî,

Boy tew Kurda emir, jîne, gul û nûrî,

Wedê bimrim, bila domam bilûvînin,

Çenge axa te, ser tirba min bireşînin.

 

 

ALA KURDİSTANÊ

 

Gelek qurne, pir dewranêd tele-şewat hatin û çûn,

Gav-rojêd wan bûne qetil, nav xwînê da tim gevez bûn.

Gelek şênî, gund û bajar, rûyê erdê bûne unda,

Hinekê nûh zû xuluqîn, nav derxistin, bûn peyda.

Gelek millet nav zulmê da helyan, zêryan, temam red bûn,

Xêlek nava şer-dewa da pir çerçirîn, nav û deng bûn.

Rebbe jorîn her gelî ra namûs, xîret par şandîye,

Hebûna gel, namûsa gel, berê-berê da ala wîye.

Gelê bê al belengaze, tim koleye, him bindeste,

Sêfîl-jare, kesek wî ra qet danayne kevrê raste.

Al – dîroke, al – şerefe, al – xîreta gelê xune,

Mêrxasa ew xweyî kirye, yekî daye yekî dine.

Bextewarim, ala min jî tevî ala dimilmile,

Welatê min îdî dertên şîn û girî, derd û kule.

Min dipirsin: – Ala Kurda çima bûye ro, sê renge,

Bersîv didim: – Dinya fire zû da bûbû Kurda tenge.

Ro – nîşana nav gela da, pir kevnare gelê meye,

Rengê sipî – edilayê, ew armanca me Kurdaye.

Rengê sipsor: – Xwîna gelê, boy azayê tim kişyaye,

Kesk – nîşana pêxembere, rengê ala Îslamêye.

Zerdeştîya ji me stendin, em jî kirin musulmane,

Me welatê xwe unda kir, man bê rusqet, bê zimane.

Ser pişta me agir dadan, erş û kursî tev me zîvyan,

Kal-bav kuştin, hebûn birin, dê-xûşkêd me şev-roj giryan.

Gund-bajarêd meye ava, kaf-kûn kirin, hedimandin,

Mewt-jehr kirin nav axa me, mêrxasêd me xeniqandin.

Dutîretî kirin nav me, em zêrandin, em ker kirin,

Kurda Kurd kuşt, wan birca da kêf û sefa derbaz kirin.

Hemû dinê ker bûn, lal bûn, ne bihîstin, ne axivîn,

Tev me giryan, payîz, bahar, sar zivistan, him jî havîn.

Dilekî êş, hemû Kurda dikim hîvî, dikim rica,

Kevn bavêjin, tew bibin yek, kom bin dora egît, qenca.

Şikir îdî firsend hatye, kêr-kirnêd xwe medin bade.

Tim hişyarbin, fitê medin, neyar îdî emir bide.

Dîrokê da dayna Xwedê boy her gelî tek careke,

Hefadêd Kurd, wede hatye, herçar parça bikin yeke.

Me azakin, em jî bibin xweyî cejn, xweyî welat,

Bila îdî me nas bike, him Rojava, him Rojhilat.

Ala meye kesk, sor, sipî, nav ala da bimilmile,

Şeveqa wê neyar korke, wî biteqe kezev, dile.

 

 

 

GELÊ KURD, ÇAVÊ TE RONİK BE

 

     Gelê Kurd, çavê te ronik be, xwînxwarekî teyî zorî, zexmî, pir hovî, şikir îdî sekitî. Xwedê heye, xem tu nîne, dora wanî dinê jî îdî nêzîk dibe. Bapîra wa gotîye: “Kî çi dike, bi xwe dike, xwelîyê ser xwe da elek dike”.

 

Gelek fîron, şah û qiral hatin û çûn,

Dû xwe hîştin dozêd giran, pir rêçêd xwîn.

Dêm-sifetêd wan melqûma agir barî,

Boy însanan anîn rojêd tele, tarî.

Pêşeroja xwe ne anîn wan ber çava,

Of negotin, kaf-kûn kirin dinya ava.

Ulm nehîştin, egît kuştin, zane girtin,

Boy mafêd xwe dîn û mezheb tew avîtin.

Rê-dirb birîn, qetil kirin, xwîn bû behr-çem,

Bûne cellad, dinê hilda keder û xem.

Erd wan teng hat, top avîtin erşê-ezman,

Sêwî pir bûn, tim zêde bû zulma giran.

Behr zevt kirin, xezne hildan, nebûne têr,

Hêykelê xwe bilind kirin ji zîv û zêr.

Aqûbeta wan xwînrêja tim bû rovet,

Kesî wan ra nekir qedir, ne kir qîymet.

Seddam jî hat, kirnêd wîya me tew dîtin,

Êl hejîya, ji text û tac ew avîtin.

Ji dinê çû, rût û tezî, kapek suda,

Bû elêwet, kes ne çû ser laşê wî da.

Nisla wîya xilaz kirin rûyê dinê,

Koşk-serêd wî dêriz kirin, top avîtnê.

Tew heya wî bû qismetê rût, sexîra,

Axkê sêwiya, Xwedê ne hîşt îdî wî ra.

Ew kesê ku tim gelê xwe bilind dike,

Gel wîya pir dihebîne, jê hez dike.

Merzelê wî boy tew nisla dibe zyaret,

Mezin û çûk pêş wî dikin secde, hurmet.

Dîrokê da ew dimîne nemir serkar,

Navê wîya bi herfê zêr tê nivîsar.

 

 

BÊ TE NAJÎM, ZİMANÊ DÊ

 

Kana emrî, ava zelal,

Qudûm-qamî, aqil, kemal.

Temî, lemî, rastî, helal,

Bê te najîm, zimanê dê.

 

Xîret, culet, nav-namûsî,

Şemal didî, venaêsî.

Reh davêjî, naçilmisî,

Bê te najîm, zimanê dê.

 

Melhem, loxman, kûr birînî,

Kulîlk, gezgezk, tûj, sirînî.

Telî, tirşî, him şirînî,

Bê te najîm, zimanê dê.

 

Dîrok, dewran, ax û milkî,

Dewî, dozî, nermî, hişkî.

Nav qurnada namehikî,

Bê te najîm, zimanê dê.

 

Mêrxas, egîd, zorî, zexmî,

Rindî, rewşî, qapûd, kexmî,

Dilovanî, gelek rehmî,

Bê te najîm, zimanê dê.

 

Şûrî, kêrî, boy xwînxwara,

Avkewserî boynet yara.

Per û baskî her gav min ra ,

Bê te najîm, zimanê dê.

 

Behra kûrî, namiçiqî,

Pir mezinî, ne piçûkî.

Tu nahelî, naperçiqî,

Bê te najîm, zimanê dê.

 

Sêva sorî, şîlan-şengî,

Metî, zivrî, him çelengî.

Hogir, heval, gula dengî,

Bê te najîm, zimanê dê.

 

Nişa xasî, miskî enper,

Cî da qespî, tu nabî ker.

Pêpez dibî, bê cî, heder,

Bê te najîm, zimanê dê.

 

Gazî, medet, ra, tivdîrî,

Ruhî, dilî, cewahirî.

Fisq-fesada timê dûrî,

Bê te najîm, zimanê dê.

 

Gula bînî, zozan deştî,

Xasbaxçê ter, seyran geştî.

Kale bava me ra hîştî,

Bê te najîm, zimanê dê.

 

Hebûn, rûmet, sebir, sewtî,

Rozgar, xemil, qewet bextî,

Boy neyara jehrî, mewtî,

Bê te najîm, zimanê dê.

 

Merg û çîman, deşt, zozanî,

Erş û kursî, asîmanî,

Xasbaxçê ter, gulistanî,

Lel û durrî, zimanê dê.

 

Kanya zelal, behra kûrî,

Şefa, melhem, gul û nûrî,

Dewlemendî, gelek kûrî,

Nexş, nîgarî, zimanê dê.

 

Sûra hesin, pola xasî,

Dîrokê da gişka nasî,

Hovî, hara tu natirsî,

Gurz, kemendî, zimanê dê.

 

Miqerimî, him qedîmî,

Xezna tijî, pir zengînî,

Nav zara da zef şirînî,

Tacê zêrî, zimanê dê.

 

Ferih, paqiş, qespî, tûjî,

Bê lekeyî, bê qirêjî,

Esnaf, pispor, rastî bêjî,

Şewq, şemalî, zimanê dê.

 

Keskî, sorî, him jî zerî,

Kînî, rikî, av kewserî,

Zikmakî da zexmî, zorî,

Zelûl nabî, zimanê dê.

 

Erf û edet, ruhê minî,

Dîlan, govend, şaya minî,

Dil û hinav, emrê minî,

Tu qut nabî, zimanê dê.

 

Em tev giryan, em tev nalyan,

Em tev şa bûn, em tev kenyan,

Em zelûl bûn, em tev zûryan,

Hiş, mêjûyî, zimanê dê.

 

Emir, rusqet, seyasetî,

Qedir, qîmet, him hurmetî,

Dîn û îman, bereketî,

Stûna zêrî, zimanê dê.

 

Maqûl, hakim, destûr zanî,

Aqil, mezin, dinê zanî,

Hozan, dengbêj, helbestvanî,

Bext, mirazî, zimanê dê.

 

Dayka hundur sînge xwe da,

Nava şîrê berê xwe da,

Tu gîhandî rojêd meda,

Zelûl nabî, zimanê dê.

 

Agrî, Zagros, sar Sîpanî,

Tema devê tew Kurdanî,

Avêsta kal, “Mem û Zîn”-î,

Serî-binî Kurdistanî.

Qend, nevatî, zimanê dê.

 

Barî bê te lale, jare,

Hîro, gîro, tengezare,

Timê bi te bexteware,

Bê te najî, zimanê dê.

 

 

 

ZİMANÊ MİN

 

Hemû qurna nav êgir da tu pijyayî,

Heciqîyî, herişîyî, him zêryayî,

Yasax bûyî, pêpez bûyî, ne helyayî,

Ne rizyayî, lal ne bûyî, zimanê min.

 

Beyanîya, merivkuja tu veçirîn,

Ser te bîngêr tim gerandin, tu hincirîn,

Qels ne bûyî, bend ne bûyî, te kir hurmîn,

Tu palyayî, tu meyayî, zimanê min.

 

Bi te kenyan, tu lomandin, ne tirsyayî,

Dilop, dilop bûyî gorav, tim kişyayî,

Neyar xast te bimiçqîne, tu kelyayî,

Ne maşyayî, ne weşyayî, zimanê min.

 

Te xemiland teht Bîsitûn, dinya zane,

Te xuluqand kal «Avêsta», ev eyane,

Ji xaçgera te xilazkir dîn-îmane,

Hûrxwaş bûyî, ricim bûyî, zimanê min.

 

Feqî lîland, Xanî qaland, Barzan qîrya,

Goran lûvand, Şêxmûs hêrs bû, Hejar kelya,

Xayîn mirin, te nas dike îro dinya,

Nûr-nederî, tu namirî, zimanê min.

 

Qam-qinyatî, şûr-mertalî, cî da helal,

Gula bînî, hilçinîye ava zelal,

Qema tûjî, te kul kirye dilê dijmin,

Tew zimana şirîntirî, zimanê min.

 

Tu Soranî, tu Goranî, him Kurmancî,

Zîyaretî, qubla minî, him jî tacî,

Geh şirînî, geh engalî, geh jî bacî,

Xezna kûrî, lel û durrî, zimanê min.

 

 

***

 

 

AGRÎ

 

Agrî, kanî zimanê min, him Xanîyê zefî kebîr?

Heta kîngê, para Kurd be, zindanêd sar, qeyd û zincîr?

Axir çima, talan dikin, tew medenên mine zengîn,

Hîvî dikim, cawê bide, tu şiheda tim ewilîn?

 

Agrî, ewil, dilê daykam çima kirin gelo çar ker?

Ew tim bû dîl, jêra anîn bi hezara xem û keder.

Sebeb çîye, piçûk bimrin, dayîk û pîr bikin lûvîn?

Bikêlime, bihurmije, tu şiheda tim ewilîn?

 

Agrî, zû da, bextê Kurda temam dinê bû beyane,

Kurd bextreşin, bê rusqetî timê bûye para wane.

Felek me ra nadûmîne, em girtine nifrên zemîn,

Xwîna Kurdan bû çem-kanî, axir çima nakî hurmîn?

 

Agrî, bêje, ev qilêrî kê derxist, kê kire lecê,

Sîpana sar, zulfê dirêj, wexta dikir werîs Xecê,

Ne tirk hebûn, ne Tirkîya, ne Osmanê sorî ewan,

Xwezil jê bûya ew zimana Kurda ra got «Tirkên çîyan».

 

Agrî, berê, hê qedîmî, bapîra da ma meselek,

Bê qurbana qet ne bûne, ne azayî, ne zeferek.

Qurna bîsta xilaz dibe, paşda naçe çerxa zemîn,

Zulma giran derbaz dibe, têne rojên eşqe-rengîn…

 

 

 

EZ KURDİM

 

Xatûn Qazê mêjandime,

Werdê zû-zû hejandime,

Fatê timê ez şûştime,

Sûtê tim ez veşûştime.

Sîsê şirîn maçkirime,

Kewê hêdî eç kirime,

Qaso mêrga gerandime,

Naso ez pir hejandime.

Şêxmûs Egît ez hîmkirim,

Hejar min ra şîret kirin.

Got: – Tu Kurdî, qet bîr meke,

Pêş dijmina xwe mel meke.

Tu Hejar be, tu Şêxmûs be,

Zef xîretî, pir namûs be.

Bigre qedrê heqîqetê,

Nebe dîlê mal dewletê.

Ulim hîn be, bibe zane,

Veke sêrê pir girane.

Firqî neke nav milleta,

Bihebîne erf-edeta.

Nebê ezim piling û şêr,

Vê dinê da tek ezim mêr.

Dewran rûyêm nekenîya,

Daykam helya, daykam zêrya.

Dijminа got: – Bê zimanî,

Ne merivê van erdanî.

Hişmetkar bûm vê ecêbê,

Teng bû min ra temam dinê.

Dinya pêş min bû tarîstan,

Li min hejyan lêv û ziman.

Min got: – Kurdim, eslê min xas,

Daykam dane egît mêrxas.

Kubarim bi Feqî, Xanî,

Guhderz, Rustem hîmêm danî.

Rewşa minin Qazî, Barzan,

Kan-xezneye tew Kurdistan.

Ruh û qelbê min welate,

Mirin, jînam min welate.

Rojên şirîn min tel meke,

Bese, bese, tena minxî,

Îdî nadim, kedam buxî…

 

 

 

ALA MEYE KESK, SOR Û ZER

 

Tim bilind bî, bimilmilî, her gav, her dem,

Bê qezya bî, ji te dûrbin keder û xem.

Şûrê tûj bî, qetkî dilê qetilkara,

Serkevtîyê têxî hemû qulca, wara.

 

Kurdistanê bixemlîne hebûna te,

Şewqê têxe gund-bajara tîrejên te.

Şerqa navîn daynî hîmê aşîtîyê,

Navê Kurda eyan bikî tew dinyayê.

 

Virha şûnda, pejmûr nebî, neçilmisî,

Bin pîya da pêpez nebî, nebinisî.

Serfinyaz bî, bimilmilî bê qal, bê ceng,

Pêş neyara zexm û zor bî, bibî liheng.

 

 

 

TU ŞEREFA MİNÎ, WELAT

 

Tu hurmet, syanet, kubra minî,

Ruhî, canî, xwîna minî,

Serkevtin û jîna minî,

Tawet, taqet, sebra minî.

Bê te jarim, welatê dê.

 

Bext û miraz, eşqa minî,

Mal û milkî, rengê minî,

Zar û ziman, dengê minî,

Agir, alav, cengê minî.

Bê te najîm, welatê dê.

 

Şeref, namûs, haya minî,

Nexş û nîgar, xemla minî,

Gav û sihet, roja minî,

Dîlan, dewet, şaya minî.

Ez fedayê teme, welat.

 

Seyran û geşt, kêfa minî,

Av û hewa, nanê minî,

Qedir, qîmet, tirba minî,

Bilindaya serê minî. “kef”,

Tu rûmeta minî, welat.

 

Erf û edet, mafê minî,

Kevn dîroka gelê minî.

Dîn û îman, qubla minî,

Şefq-şemala rûyê minî,

Tu dayîka minî, welat.

 

Bê te ezî fekîr, jarim,

Bê hêlînim, bê sitarim.

Dîn û harim, sergerdanim,

Bê piştovan, bê xudanim.

Tu şerefa minî, welat.

 

Bê milk, bê şûn, him bê warim,

Dûmeka da tim suxarim.

Bê si, bê reh, bê rîçalim,

Bê rûmetim, bê pergalim.

Tu hêlîna minî, welat.

 

Pêkenîyê tew gela me,

Belengazê serê riya me,

Dinya ronik ez kor mame,

Ne xweda nê heqê xume,

Bîn-nefesa minî, welat.

 

Sirgûn, girtî, belengazim,

Pê sirûkî, him kolazim,

Sêfî, êswîl, bê perbazim,

Hemû para ez xilazim,

Hesretkêşê te me, welat.

 

Wekî ruyê xwe te xar kim,

Ji vê dinê zû firar kim.

Bibim xurê mişk û mera,

Şûn megirim li tu dera.

Rojêm bibin ax û keser,

Av, hewa min bibin meft-jehr.

Teyrên sîmir çavêm derxin,

Neyarê har goştêm vexin.

Mereza min qet qenc nebe,

Loxmanêd min peyda nebe.

Ker bim, lal bim, bibim ewter,

Dilê min da çiqbin xençer.

Desta merûm, çoka topal,

Pî navêjim ez be gopal.

Berf-teyrok min biqermînin,

Erd û ezman ne temlînin.

Şîrê daykê min heram be,

Bayê same li min rabe,

Hesret bibim nanê tisî,

Xwedê ser min danexe sî,

Merûm bibim herdu çavan.

Bibim xurê teyr û tevan.

 

Bê welatî – mezlûmîye,

Bê rusqetî, xulamîye,

Bê nav, bê deng, naqisîye,

Heqaretî, sêfîlîye.

Boy kê heye, şûn û welat,

Wî ra heye jîne, heyat.

Xwezil welat min bidîta,

Êş-merezê xwe bavîta.

Bigeryama ser axa heq,

Wir biçûyama ez mala heq.

 

 

 

EZ ŞA NABİM

 

Hezar bahar bên, hezar carî vebin gul,

Hezar çem rabin, kanî bikin xule-xul.

Hezar best şînbin, bixemilin gelî, del,

Hezar neçar bên, destêm nagrin kar-emel.

Hezar rind werên, tev min bikin henek-naz,

Hezar saz lêdin, sazêm nayê tu awaz.

Heta sêfîl-jar, gazin bikin ji zemîn,

Heta xerîb hebin ez nakim qet qalîn.

Hezar maşoq-yar min ra bînin mizgîn-caw,

Hezar timtêşî bireqisin bedew-kaw.

Hezar dengbêj bên, biniçrînin pir dengî,

Hezar reng hebin, ez hilnadim tu rengî.

Heta daykam rind Kurdistan nebe aza,

Heta kur û keç şa nebin bext miraza.

Heta pêşmerge derneyên ji zaxên sar,

Heta dê û bav boy xwe nekin qazanc-kar.

Heta kal û pîr rehet nebin ser wara,

Heta Şivan zîz neqîre gund-bajara.

Heta piçûk-hûr ne civin li dibistîn,

Heta «Nûbaram» bilind nebe wek Yasîn.

Heta edlayî nebe para her yek Kurd,

Heta hebûnam nasnekin tew dîn û xurt.

Heta welêt da ez neçinim fekî-rez,

Heta boy welêt cawê nedim îdî ez.

Heta ala min nemilmile nav hewê,

Heta hudûdêm elam nebin li dinê.

Heta heykelê Feqî, Xanî daneynim,

Heta heyfa xwe ji sek Seddam nestînim.

Heta rast nebin tew planên faşe-xar,

Heta ji gêdûka berjêr nebin dê û zar.

Heta «Zor» dijmin neqifilin pêş Qazî,

Heta hemû Kurd nebin ji emir razî.

Heta dot û bûk derneyên ji zulm-qetlê,

Eger şa bibin, helal nabe min şîrê dê!

Ez şa nabim, ez şa nabim tu car, tu wext,

Heta ji neyar, ez nestînim tac û text.

 

 

 

GOTİN, ŞAÎR, EV Çİ HALE

 

Behra dîtim, cî leqîyan,

Erd û esman tev hejîyan,

Deşt-zozana hevra dengdan,

Dehrên gorav qerisîn, man.

Ji min kirin pirs-hewale,

Gotin, şaîr, ev çi hale.

 

Terewula kirin zêwîn,

Kew-bilbila nekir kakîn,

Zer-zinara kir hêwurze,

Orman avît xemla teze.

Ji min kirin pirs-hewale,

Gotin, şaîr, ev çi hale.

 

Şivîn bilûr da ser lêva,

Berxvan barand hêsrên çeva,

Bû kalîna berx û mîya,

Keskesorê da ser çîya.

Ji min kirin pirs-hewale,

Gotin, şaîr, ev çi hale.

 

Pîra, kala hêsr rêtin,

Dayka zelûl kilam gotin,

Dota qetand torê mircan,

Bûka avît kofî-kitan.

Ji min kirin pirs-hewale,

Gotin, şaîr, ev çi hale.

 

Teyrik, leqlek min sekinîn,

Qaz-qulinga nekir qîrîn,

Sosin, rihan cî binisîn,

Sorgul, mendik zû çilmisîn.

Ji min kirin pirs-hewale,

Gotin, şaîr, ev çi hale.

 

Ketim nava mitalê kûr,

Xema birim heyamên dûr,

Dinya fire min mêze kir,

Hal-hewalê xwe qise kir…

 

Lêvêm hejyan, devêm tel bû,

Dil tevzî da, serêm mêl bû,

Kelexûya dane ser min,

Sebir, tawet ne ma li min.

 

Welatê xwe min anî bîr,

Gundê vala, zarên hêsîr,

Qetla neheq, xûşkên ser reş,

Gêrîlayên mêrxas-keleş.

 

Zaxên tarî, zindanên sar,

Bore-bora neyarên har,

Dêrêzbûna zoma, wara,

Kaf-kûn kirina gund-bajara.

 

Jan êşê xwe min rêz kirin,

Ji bextê xwe gazin kirin:

– Gelo çima mezin Xuda,

Ev zulma pir boy Kurda da?

 

Bedesla em bê war kirin,

Dîroka me înkar kirin.

Kirin çar par tew axa me,

Talan dikin mal-milkêd me.

Heta kengê halê wa be,

Hejar Barî bi çi şa be?

 

 

 

 

ÇEMÊ FİRAT

 

Tu min sih ke, bisekine, bilûvîne, meke xuşîn,

Rica dikim were tev min basûd bike hespê zemîn.

Çargav bajo dinya fire, deşt-zozana derê geştê,

Kurdistana mine rewşe, libasê nûh li wê xweş tê…

 

Çemê Firat, bûka teze reş xemilî, gelo çima?

Bav şehîd ket, dayîk birin, lorik birçî hîvya kê ma?

Gund û bajar kirin wêran, ser zinara xwîna me ma,

Hemû Kurdan, Kurdistanê aza bike em bibine şa.

 

Çemê Firat, qurne-qurne tev te kişyan hêsrên Kurdan,

Wate çîye dayîka min xilaz nabe kul û derdan?

Îdî bese, bikêlime, li alemê bike hewar,

Belkî îcar qencê dinê hemû Kurdan bikin sitar.

 

 

CELLAD ERDOXAN

 

Ji ku hatî, hetanî ku,

Pêş dîrokê rû reşî tu.

Çê bûyî ji qetlê, xwînê,

Dixapînî temam dinê.

 

Şûn nagirî îdî vira,

Gurê gewrik nabe bira.

Te şîn kiriye nav welate,

Hebûna te jehre, mewte.

 

Ew dayîka ku tu anî,

Xwezil ewa ne xulqîya.

Sek bavê te ku hat dinê,

Hewzê dê da bixenqya.

 

Îdî bese, zulmê bikî,

Zar-zimana qutkî, jêkî.

Dewir gilyê xwe dibêje,

Darda dike ew xwînrêje.

 

Bê şerefî, ew eyane,

Bê murvetî, dinê zane.

Serokê me bê guneye,

Kurdistane hîviya wîye.

 

Rê berê me meêşîne,

Mewt-jehra xwe mereşîne.

Destê xwe jê bikişîne.

Hemû Kurde benda wî ne.

 

 

 

HESRETKÊŞE TE ME, WELAT

 

Dinalim, dizêrim, bê te, welat,

Bê piştim, bê çarim, dûrim, welat.

Sêfîlim, sêwîme, bê par, bê war,

Dêyî, ez ewledê te me, welat.

 

Xîret, şeref, zarê minî, welat,

Sî û sitar, edla minî, welat.

Wek te bilind tu erş tune,

Gulî, ez gulvanê te me, welat.

 

Hêlîna germ, qubla minî, welat,

Şeref, xemil, rewşa minî, welat,

Zemzemî, teverikî, boy tew Kurda,

Timê hesretkêşê te me, welat.

 

Rewîme, digerim, nawînim te,

Direvim, dibezim, naghîjim te,

Xalî nabin çavêm av û hêsra,

Dîlim, dilêşim, tengezarê te.

 

Xwezil min bask weda esmanê te,

Aza bimeşyama ser axa te.

Xwînxwar hemêza te zû derketa,

Ewil pîrozkira min cejna te.

 

 

 

XWEZİL ROKÊ BİANİYANA MİN RA MİZGÎN

 

Xwezil rokê bianiyana min ra mizgîn,

Bigotana: – Aza bûye Kurdistana teye rengîn.

Dê û dota êxistine cilê şînê,

Melle nadin îdî terqîn û yasînê.

 

Neyarê hur teyax nekir, revî paşda,

Zindanê sar, qersên tarî neman wir da.

Ax seqirî, çû hejarî, belengazî,

Esman vebû, xemilîne bestê tezî.

 

Direqisin pîrê sed sal, keçên heznî,

Dengê Şivîn hingavtîye çîya-banî.

Sêfîl-sexîr kom-kom diçin dibistana,

Kurd jî bûye xweyê dîrok û dîwana.

 

Kalê xîret, xortê cindî, bavê lawhez,

Gund-bajara tew çêdikin bi xar û bez.

Destê cotkar dîsa çûye ser maça cot,

Xwîn vereşîya kesê welat boy zik firot.

 

Min bikira eyda mezin bi dilê şa,

Mêvanê min bihatana hemû qulba.

Evdê xêrxaz bicivyana holika min,

Binbar, pîroz, bikirana eyd roja min.

 

A hê minê bizanbûya ez merîme,

Ezî bi reh, ezî bi war ne mirîme.

Kesê bê ax dara pûçe nagre bin erd,

Emrê şirîn boy wî dibe keser û derd.

 

 

 

AX, FELEK!..

 

Ax felek, wax felek, bê îtbar, felek,

Tu sîyar, em peya, te nagrin, felek,

Em hene, em dijîn, dizêrin, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

Neyar hat, hebûn bir, şa bûyî, felek,

Em kаliyan, naliyan, seqirîy, felek,

Zar maşyan,dê giryan, ne hatî, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

Kasil bûn, rêncîyan dûmeka, felek,

Afrîkê zengê reş aza bûn, felek,

Netirse xemêd me sivike, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

Tew millet, bûn xweyî mal-rusqet, felek,

Erd yê me, em mane bê welat, felek,

Em dimrin, tu dîsa kivş nabî, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

Mirî çûn, em zindî hûrxwaş bûn, felek,

Tirbên me bin tanga pêpez bûn, felek,

Kanên me neyara kişandin, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

Mergên me, deştên me, bedewin, felek,

Mal ya me, em têda firarin, felek,

Avên me dikişin, em tîne, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

Me Rustem da, Sulheddîn da, ingirîy, felek,

Me Feqî da, me Xanî da, xeriqîy, felek,

Em binisîn, em çilmisîn, nehatî, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

Helebce tew bû jehr, geş bûyî, felek,

Çûk helyan, em nаlyan, te xwaş hat, felek,

Mêr mirin, keç zeryan, tu ku bûyî, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

Qasim hat, Seddam hat, doş bûyî, felek,

Kemal hat, Cemal hat, geş bûyî, felek,

Teyara em kuştin, te fêz da, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

Pir dergûş, ser berfa qerisîn, felek,

Hêleçan vala man, te xwaş hat, felek,

Xortê qenc, dotê baş, qir-qut bûn, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

Şewlê dûr, gelyê kûr, betilîn, felek,

Çemê gur, ser me da miçiqîn, felek,

Bextê me tim reş bû, tu kuyî, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

Xwedê em dergê xwe avîtin, felek,

Ser erdê em rehet qet nebûn, felek,

Birîn me axivîn, te kew neda, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

Em Kurdin, qels nabin, bîr meke, felek,

Pêş dijmin, ber zûlmê narevin, felek,

Yan mirin, yan Welat, dew eve , felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

 

 

 

EZ KÎME?

 

Ne xwînrêjim, ne pir bêjim, ne jî dêran,

Ne durûme, ne xayînim, ne jî filan,

Ne rê birim, ne ked xurim berê-berda,

Xuluqîme, xalî nabim kul û derda.

 

Ez ne dizim, ne qaçaxim, ne derewbêj,

Ne revekim, ne dîn-harim, ne ker û gêj,

Ez kargerim, xûydan rêjim berê-berda,

Ez hîrome, ez gîrome nav emir da.

 

Ne feqîrim, ne bedeslim, ne bê tivdîr,

Ne acizim, ne kasilim, ne bê texbîr,

Welathezim, bok-beranim berê-berda,

Simêl palim, tirsam tune zincîr-qeyda.

 

Ne kevirim, ne gedûkim, ne şewla xar,

Ne kanîme, ne gelîme, ne çemê har,

Gula bînim, bê av mamê bere-berda,

Bê rusqetim, tengezarim Şerqa kalda.

 

Ez Mûsilim, şên Kerkûkim, Cizîra rewş,

Mehabadim, Erdehanim, Serdeşta xweş,

Gul Sînenim, geş Bidlîsim, Sîpanê rind,

Ez Batmanim, ez Çewlikim, hezara gund.

 

Dîyarbekir, Dêrsim, Hîzan, him jî Zexok,

Ez Dicleme, ez Firatim, him jî Dihok,

Deşta Wanê, gelyê Zîlan, cot Agrî me,

Kosedaxim, Eledaxim, zar cindî me.

 

Ûrfa rewşim, mêr Şirnaxim, him jî Merdîn,

Gur Erezim, Hekarîme, Mûrada dîn,

Rewandûzim, Ûrmîyame berê-berda,

Ser bilindim, zûda xasim eslê xwe da.

 

Ez Bîsitûn, «Kevrê sondê», Helebceme,

Erfîna rêz, «Çîyayê bêxêr», lawê çême,

Erzûrûmim, Qaqizmanim berê-berda,

Ez ne kenyam, ez şa nebûm vê dinê da.

 

Ez Guhderzim, Rustem Zalim, şêr Sulheddîn,

Ez Qazîme, ez Barzanim bikin yeqîn,

Şêx Sehîdim, Ocalanim berê-berda,

Xêynî welêt tawet nakim ez tu erda.

 

Ez Feqîme, ez Xanîme, him Cizîrî,

Cegerxwînim, sert Bateme, kal Herîrî,

Merd Goranim, mêr Hejarim berê-berda,

Bextê min reş, dişewitim nav zulmê da.

 

Sîyabendim, Xeca zêrim, dilêm wêran,

Sîtya alim, Zîna jarim, Memim, heyran,

Bengî Eyşim, pir namûsim berê-berda,

Dilоvanim, bê hucetim ruhê xweva.

 

Leyla Qasim, Zekîya şewat, rind Binevşim,

Eyşeşanim, Gulistаnim, awaz xwaşim,

Gêrîlame, Pêşmergeme berê-berda,

Bê sûç-gune tim dizerim hepsê sar da.

 

Ez ne Tirkim, ne Erebim, ne jî Fariz,

Ne Qazaxim, ne Ûzbêkim, ne jî Qirqiz,

Mêdya kalim, Şedaddîme berê-berda,

Bê zimanim, bê miskanim mala xwe da.

 

Rîya min heq, eslê min Kurd, musulmanim,

Kanê min pir, axa min dur, lê mêvanim,

Ez birçîme, ez tezîme berê-berda,

Kaliyam, naliyam, tim peritîm xerîbyê da.

 

 

 

CAWA XÊRÊ

 

Rewayî daçêkirina dewleta Kurdistana Fêdêral (Îraq) dikim.

 

Îro cawek dane min da, cawa xêrê,

Mizgînvana bandikirin li her derê.

Destê wan da ala sê reng dimilmilî,

Direqisîn, bîr kiribûn şîn û girî.

Ket bîra min weysêt, gotinên kalên zemîn,

«Dergûş megrî, dayîk nade wîra bistîn».

Pêş yekbûnê çok wedidin neyarêd har,

«Beraz zevyê dernakeve, lê nexî dar».

Şabûm, hilda kaxet, qelem, berçavka xwe,

Çend gilyava, rêt şabûna kal dilê xwe.

Rebbê jorîn îdî hatye li me rehmê,

Lawên Kurda qutkirine rehên zulmê.

Kurd – mêrxase, Kurd – hafade, Kurd – nagirî,

Ser bilinde, nolî Sîpan, wek Agrî.

Pir zaneye, nav-namûse, tim xîrete,

Lawê Zale, pêş neyara ne duqate.

Şikir, şikir, kaf-kûn dibin hepsên tarî,

Neyarê me çok vedidin, dikin zarî.

Rîya me heq, yekbûn rewşa gelê mine,

Kurd jî dibin îdî xweyê axa xwene.

 

 

 

DAYKA MİN KURDİSTAN

 

Dîroka te ez vedikim belg û belg,

Wek te kesî qet nedane şêr, leheng.

Îro dîsa ser te bûne qal û ceng,

Îdî bese, bibî kole, Kurdistan,

Dora teye, neyar qut ke, ez heyran.

 

Mêzopotam axa teye, kubar be,

Akkad, Kardûk gelê tene, kubar be,

Agir, alav, rewşa tene, kubar be,

Îdî bese, bibî çar par, Kurdistan,

Dora teye, neyar redke, ez heyran.

 

Kawe, Guhderz, Rustemê Zal te da ne,

«Kal Avêsta», «Cejna Newroz» te da ne,

«Mem û Zîn»ê, «Zembîlfroş» te da ne,

Îdî bese, bibî bêzar, Kurdistan,

Dora teye, neyar alt ke, ez heyran.

 

Feqî, Xanî, tacê zêrin, şa bibe,

Şer Sulheddîn lawê teye, şa bibe,

Xwedê Apo te ra daye, şa bibe,

Îdî bese, par-par bibî, Kurdistan,

Dora teye, neyar кer кe, ez heyran.

 

Nav gelan da, gelê mêrxas gelê te,

Nav zaran da zarê şirîn zarê te,

Vê dunê da zulma giran para te,

Îdî bese, pêpez bibî, Kurdistan,

Dora teye, neyar xinc ke, ez heyran.

 

Xêynî neyar, te naz dike tew alem,

Zîyaretî, tiverikî, nolî «Zem-Zem»,

Heta kengê nav gelada bihelin em,

Îdî bese, sêfîl bibî, Kurdistan,

Dora teye, neyar qetke, ez heyran.

 

Dem hatiye, zindan, hepsa bihedmîne,

Qeyd-zincîra hûrxaş bike, biqetîne,

Bi zor, xaşî azaya xwe tu bistîne,

Îdî bese, tîş-tîş bibî, Kurdistan,

Dora teye, neyar hûr ke, ez heyran.

 

 

 

KURDİM

 

Berê Zerdeşt, paşê bûme musulmane,

Ez bûm kole, min unda kir zar-zimane.

Dinya, alem, halêm zane, tişt nabêje,

Musulmanî nav êgir da min dipêje.

 

Musulmanî min alîya, bûme hîro,

Ezabê wê dikişînim, heta îro.

Ez kor kirim, avîtime qulça, dera,

Welatê min kirin çar par, hovî-hara.

 

Bê tifaqî kir nava me, li me şa bû,

Birakujî me ra anî, nav me cî bu.

Ez bûm Îslam, birêm Êzdî, rê me firq kir,

Pêş neyara tev şerkirin, ji me dûr kir.

 

Ser sicadê em bûne dîl, boy cinnetê,

Welatê me bû goristan, girî ketê.

Daka, xûşka reş girêdan, law zû mirin.

Bav-dê kuştin, hebûna me hemû birin.

 

Hecî hatin, ayet xandin, awaz-awaz,

Gel pêş wana timê mêl bû, kire pêşwaz.

Dînya Îslam, Mekk, Medîne wan pesinî,

Me veşartin qeyd-zincîrêd sar-hesinî.

 

Melle rabûn nolî kariyê pey baranê,

Şêxa gotin tiverikin em vê dunê.

Kêr-kirinê musulmanîyê boy me bûn ev,

Rojên şeveq, pêş me kirin wê tarî, şev.

 

 

AX BÊ WELATÎ, BÊ WELATÎ

 

Jana welêt, êşa welêt ez helandim, kirime rijî,

Xerîbyê da ez keribîm, hêsrа çavêm kirine tijî.

Dîsa îro ser min keniyan, min ra gotin, tu ku hatî,

Hineka jî tinaz kirin, em nizanin çi milletî?

Hişmetkar bûm ve ecêbê, ketim nava mitalê kûr,

Him kewgirîm, him ricîfîm, xema birin heyamê dûr.

Min got: – Kurdim, xuluqîme ser vê axê, bendê xwedê,

Nolî gişka min jî mêtye, şîrê sipî bistanê dê.

Welatê min Kurdistane, parek aran, parek zozan,

Dicle, Firat rewşa minin, bahar-bahar dikin tofan.

«Mem û Zîn»ê, «Xec û Sîyabend», «Zembîlfroş» fexra minin,

Kawe, Guhderz, Rustemê Zal tacê zêrin serê minin.

Dîrokê da rêçam heye, li cahanê ew eyane,

Dew û dozen min kirine, her çar qulbên dinê zane.

Bextêm reş hat, rozgar rûyêm nekenîya, ji min dûr çû,

Ra û rosqet ji min stendin, zirav kirim nolanî mû.

Tew şerqa kal min aza kir, îro mame ez bê hêlîn,

Ewladê min sêwî mane, birçî, tezî, dikin zêrîn.

Him bin, him ser, axam kane, berê-berî da zane dinê,

Neyar dilêm kiriye çar par, dişewitim nav vê zulmê.

Tew heya min hemû birin, ser pişta min agir dadan,

Dil-hinavê min peritîn, bûne cîyê kulan, derdan.

Qetilkara li welatê min kirine libasê sor,

Bav û birê min kirine, hepsê tarî bi destê zor.

Xasbaxçên min bûn goristan, kal û pîrê min dizêrin,

Bûkê xemle ser bi xêlî, ber perda da hîvya mêrin.

Dê û xûşkêm dilûvînin, ji çar qulpa nayê îmdad,

Heta îro kesek tune xwînrêja ra bêje cellad.

Murvên dinê, reca dikim, werîn halêm bikin mêze,

Xwînrêja ra îdî bêjin, kîye kevin, kîye teze.

Dem hatiye, emê heqê xwe bistînin bê şik, ese,

Kurdistana min cinnete, zûlmê derxin îdî bese.

 

 

 

MİROVÊD DİNÊ, WERİN REHMÊ, HEQÎQETÊ EŞKEREKİN

 

Hemû gotina rast bibêhin, halê Kurda baş mêzekin,

Bextê gelêm dest we daye, vê rêzîlyê qebûl mekin.

Welatê min, him ser, him bin lel û durre, berê-berî da,

Bok-beranê daykam dane, nexulqîne li tu erda.

 

Zerdeşt, Kawe, Rustemê Zal, ser vê axê dê da bûne,

«Ker û Kulik», «Mem û Zîn»ê, «Xec û Sîyabend» li vir jîne.

Herîr, Bate, Feqî, Xanî, Hejar, Goran lawê vir in,

Lawê dayka mine mêrxas, serê Dehok vir jêkirin.

 

Em Manna ne, em Şûmêr in, Şeddadî ne, Mîdya kal in

Gav, rojêd me qet neçûne hêsa, rihet, bê dew-qal in.

Em Arî ne, Kesranî ne, egît tu car nayên mirnê,

Çanda gelê mine zêrîn xemil daye çanda dinê.

 

Em Kardûx in, dîrokê da rêçêd gir-hûr me hîştîye,

Kevn «Avêsta», Cejna Newroz, «Tet Bîsûtûn» xezna me ne.

Mûyê hespa, ser darika me girêda, çê bû mûzîk,

Gelê dinê ji me hînbûn, veçêkirin boy xwe mûzîk.

 

Em, ne kedxur in, ne xwînrêj in, aşîtîye av, hewa me,

Em karger in, cihan zû da midheyr maye ser keda me.

Têrrorîsta bînin holê, heqîqetê eşkerakin,

Werin rehmê, qetil-zulmê, koletîyê me xilazkin.

 

 

 

XEWNÊ DA ÇÛBÛME KURDİSTANÊ

 

Soqaqa ra dibuhurîm nav mitalê kûre, dûr da,

Nizanî bûm çi yê bibe, çi yê bêye îro jor da.

Dilikijîm, dixuldirîm, geh beşer xaş, geh posîde,

Ewrê tarî tijî bûbûn, dihurmijîn zev bêhûde.

Kûr mitаla ez hişyar bûm, welatê xwe min mêze kir,

Axa Xaliq boy me daye, dilekî şa min hemêz kir.

Min xast hêdî pî bavêjim, nedît cîkî bê telp, bê xwîn,

Çar hewirdor quloz dibû, şîn û girî, qîrîn, qûjîn.

Rûyê erdê şewitî bû, qizirî bû, dixast îmdad,

Birîndara nale-nal bûn, vediêsîya li van heyat.

Dayîk û xûşk, zarê sêwî, zelûl-zelûl dikewgirîn,

Kalên, pîrên birçî, tezî, hejaryê da divemirîn.

Çûm goristîn, kit, zo bûbûn tirb, ser kêlkê şêr gêrîla,

Nav êgir da bûbûn rijî, gund, bajarê vike-vala.

Ji tirs-xofê, teyrik, tûjî melisî bûn ser hêlîna,

Tew terewil ketibûne kevta, zaxa, binê lana.

Çem û kanî gevez bûbûn, daristana dikir hewar,

Gul, gulistan çilmisî bûn, hêsrên şewat danîne xar.

Çîya, banî dilerizîn, behra Wanê dikir îskîn,

Agrî, Sîpan xeyîdî bûn, gazin dikir wan ji zemîn.

Dilêm tîr da, çokêm sist bûn, min kişandin ax û keser,

Ber çavên min yekcar reş bûn, gelek bende, him jî beşer.

Min got: -Xaliq, wedê hebû destê te da îlac, mimkûn,

Çima mirov te xuluqand, nîgara te dike kaf-kûn.

 

 

 

TEL ÇÎYE, ŞİRÎN ÇÎYE?

 

Meclîseke kimkimîye pir giran da,

Zilamekî kasil-kasil pirs da min da.

Got: -Mamo can, rica dikim, bibexşîne,

Cî nînbe jî, efû bike, nelomîne.

Du pirs zû da rûniştine dilê min da,

Ez sotime, ez kirime bê hiş, sewda.

Reh-rîçalên xwe danîne nav xwîna min,

Şev û roja birandine tew xewa min.

Eşq û şaya min birine, nehîştine,

Ax û keser, êşên giran dane mine.

Tev min diçin, tev min dijîn, min naqetin,

Pêş wan kerim, himî lalim, bê taqetim.

Ji wan pirsa zû da zanim, yek şirîne,

Ji me dûre, ew hetevî boy me nîne.

Ya din tele, xwedê kirye para meye,

Hîvî dikim, min ra bêje, bê tel çîye.

***

Bejin bala wî zilamê sêfîl-hejar, min mêzekir,

Ser birînên mine şewat, ewî îro dîsa vekir.

Dilêm jan da, çokêm sist bûn, hêsrêm xuber hatin xare,

Ez helandim, feqîrîya ewî xortê sêfîl, jare.

Min got: – Lawo, erş û kursî ku xuluqîn, hatin bînber,

Behra lêp dan, kanî kelyan, çem şûşilîn bûne kenber.

Li ser axê zera cî girt, kulur-kulur çêbûn zinar,

Çîya, banya pişt dane hev, hevra bûne hogir-cînar.

Sîngê deşta bûn daristan, mêrg û çîman, gul, gulistan,

Gelî, gepor, şewil-newal, cîyê xwe da bûn sindîyan.

Tew bînbera xwe firikand, kişyan, maşyan, him jî bezyan,

Hinek wana bûne tirsek, bin axê da velezîyan.

Qismek revyan, pak şûşilîn, hinek firyan bûne goştxur,

Hinek noq bûn binê avê, hasil kirin tim lel û durr.

Hineka jî bistan mêtin boy mervayê bûn qetilkar,

Parek nava tirs-xofê da tim qifilîn bûne hejar.

Wede gihîşt, hemû bînber pareve bûn ser du para,

Qismek bû xweyî hiş û ziman, qismek kete çola, dera.

Gişk jî hevdu tim dûrketin, hevra bûne xwînrêj, neyar,

Boy jîna xwe çava xastin, usa kirin xwe ra sitar.

Awê demê bende rabûn, bûne xwayê evê dinê,

Ew hemûye bêbawer bûn, nizanibûn çîye Xwedê.

Paşê wana boy nefê xwe, Xwedê û dîn anîn holê,

Hinek şa bûn, bûn xudan milk, parek ketin nava zulmê.

Murovayî pêşda meşya, qewet hilda nisla zorê,

Wî çaxî da tel û şirîn bûn mêvanê evê dinê.

Xaliq alem parevekir ruza, rusqet, bextewarî,

Em bîrê çûn, para me bû pir zelûlî, tengezarî.

Delalê min, dem hatiye, ez tu kesî fedî nakim,

Derheq tel da, him şirîn da ezê te ra şirovekim.

Tel gelekin: telek heye, wî qenc nake destê loxman,

Boy me Kurda wek wî tune birîna kûr, êşa giran.

Ew – bê welatî, koletîye, mirin başe ji wî halî,

Ba lêdixe nolî zila te hol dike valî, walî.

Ew bê tvaqî, dutîretî, bê şerefî, bê karîye,

Ezim-ezim tim gotine, bê xîretî, bê şermîye.

Lawê min, tu, bê welatî, tim bê parî, tengezarî,

Bê rusqetî, bê zimanî, bê hêlînî, bê şûn-warî.

Tim bê qedrî, bê qîmetî, sêwî, sexîr, jan giranî,

Nav zulmê da tim dizêrî, mil qeydê da, mal wêranî.

Kurêm, sihke, boy me Kurda rizgarîyê kesek nayne,

Heta tew Kurd nabin kulmek, hovî neyar nadin deyne.

Boy vê yekê em dizêrin, em dirêjin xwîna xune,

Bê tivaqî tim nahêle, em bistînin heqê xune.

Pêşiya gotîye: «Ewa kesê najî li ser axa xune,

Nolî dara bê rîçale, sîyê nade binê xune».

Delalê min, tu dipirsî, mamo, bêje şirîn çîye?

Êşkê teme, guhdarîke, te ra bejim şirîn çîye.

Lawo, şirîn: – Edilayî, bextewarî, serkevtîye,

Zar û ziman, emrê dirêj, nûra çava, mêrxasîye.

Dinya fire, cinneta rewş, per û baske, bedewîye,

Bext-miraze, şeref, namûs, hêlîna germ, hetevîye.

 

 

BEHRA WANÊ, DELALA MİN

 

Pêl venede, ewan pêla pir qurna da seda daye,

Nav çîyayên bilinde rewş, te ji xwe ra merh vedaye.

Sal ku hene, danzdeh mehin, xalî nabî mij-dûmanê,

Bûka xemlî, bedewiya te mitheyr kiriye temam dinê.

Xêlya tene sorgul, nergîz, merg û zevî, darêd merxê,

Ser sîngê te qaz û quling timê dikin geşt û çerxê.

Hogirên te Wan, Tatwane – dîrokê da rêç hîştine,

Ew birc-kelên li dora te kevn – pirtûkê terîqîne.

Mûrada hêrs, Agrîya kal, Sîpanê sar – birê tene,

Gelek-gelek hozanê Kurd pesin-methê te vedane.

Xasbaxçên te şev û roja xalî nabin naz-bedewa,

Şewq û sefê derbaz dikin, dikakînin nolî kewa.

Tu şiheda tel dewranî, qira gelêm te dîtîye,

Xwîna Kurda, tev çem-kanya hewzê te da mehikîye.

Hesreta te ez sotime, xewêd şeva min biryane,

Herd çavêd min time boy te, şêlû bûne, him giryane.

Xwezil carkê vî emrî da bibûyama mêvanê te,

Kulm û çenga têr vexara şor û şirîn ew ava te.

Hêsa bûma, bizanbûya gihîştime mirazê xwe,

Ça tiverik, tase ava te rûkira ser çavêd xwe.

Dengekî zîz biqîryama, elamkira temam dinê,

Zexm bigota, lawê Kurda neyarê har tînin rayê.

Delala min, gelek sal in, neyar em hev qetandine,

Hemêza xwe fire veke, îdî ez mêvanê te me.

 

 

 

WELAT

 

Him dinalim, him dizêrim, dûrî, Welat,

Dil hejarim, tengezarim, nûrî, Welat,

Tirs û xofim, sirûk pême, tune bawer,

Jan giranim, tu melhema minî, Welat…

 

Xerîb warim, hêlîn sarim, Kurdim, Welat,

Hesretkêşim, te nabînim, derim, Welat,

Zelûl xemim, xalî nabin çav ji hêsra,

Stûna dilî, bext-mirazê minî, Welat…

 

Per û baskî, xemil-rewşî, timê, Welat,

Qudûm-qamî, şewq û şamî, min ra, Welat,

Bêy te îdî ez bedhalim, nema tawet,

Zîyaretî, tiverikî, boy min, Welat…

 

 

SAL KAL DİBİN, EZ KAL NABİM

 

Ê çi firqî, sal ser sala tên û diçin, dibuhurin,

Geh leng dibin, geh direvin, diqulibin, nazivirin.

Nolî ava kanyêd zelal dimilmilin hêdî û lez,

Sal kal dibin, huba welêt qet nahêle kal bibim ez.

 

Dibin çivîk, bask vedidin, asîmanê çîkî sayî,

Tijî dibin, vala dibin, nolî ewrêd reşe mayî.

Ser dilê min pir dihêlin rêçêd gir-hûr, bi xar û bez,

Ew kal dibin, huba welêt qet nahêle kal bibim ez.

 

Geh dibin mer, min vedidin, dişûşilin çep, rast û xar,

Carna dibin şirîn, şerbet, geh jî dibin ew gurêd har.

Dibin melhem, min şa dikin, nişkêva jî mewt û merez,

Ew kal dibin, huba welêt qet nahêle kal bibim ez.

 

Carna dibin, lel, cewahir, eşq û şayî, xezna tijî,

Carna dibin ax û keser, ez dihelim, dibim rijî.

Dûmeka da bê sûç-gune dirizim ez, dizêrim ez,

Huba welêt pir şirîne, ew nahêle kal bibim ez.

 

 

ZİMANHEZ BE, LAWÊ MİN

 

Kanî maka dehran e,

Xemla gelya orman e,

Hebûna gel ziman e,

Ziman hez be, lawê min.

 

Ziman xemil, rewşa teye,

Bext û miraz, jîna teye,

Ziman tune, tu tunenî,

Sêfîl, sêwî, sergerdanî.

 

Ziman nişa gelê teye,

Ruh û şîrê dayka teye,

Ew tew dinê te dike nas,

Bi kemala wî tu dibî xas,

Ziman hez ke, lawê min.

 

Zozan nabin bê berf, baran,

Ordî nabin bê serokvan,

Hene rojêd sivik, giran,

Welat hez be, lawê min.

 

Baran nûra Xwedêye,

Tav zeyneta dineye,

Rastî şertê mêraye,

Rastî hez be, lawê min.

 

 

EZ Û TENBÛRÊ MİN

 

Tenbûrê min, xwezil merya boy kirnêd xwe caw bidana,

Bê murvetî, bê şerefî, ewqas hevra nekirana.

Kî kêderê xuluqî bû, wir bijîya, wira bima,

Destê zorê, navîtana nav kedera, nava xema.

Xwezil xwedê axa benda, cîkî hilda paqişkira,

Qalibekî weke hev da bimeyanda, valakira.

Reş, sipî, zer nekra holê, rengek bida tew hemûya,

Xwînrêj, xwînxar, nexulqanda, boy bendê xwe neanîya.

Usa bibya, ne ez, ne tu, ji axa xwe nediqetyan,

Nedibûn kole, bê sûç-gune nav zulmê da nedihelyan.

Ezê bimam ser axa xwe, tu nediçûyî ji daristan,

Nesîbê me nedibû ev roj, ne diketin em bin destan.

Bê însafa, heyf negotin, te ji welatê te qetandin,

Geh jêkirin, geh verotin, nav êgir da peritandin.

Tew têlên te lewzê cuda, diqalînin, dilîlînin,

Boy halê te, him digirîn, him dizêrin, dilûvînin.

Ew ezabê tu dikşînî, zû da bûye para mine,

Welatê min kirine çar par, çem û kanyêm bûne xwîne.

Hogirê min, ez jî ça tu, welatê xwe qetandime,

Gelek salin, pir qurne ne, bê hêlînî, serê rîyame.

Xwezil hemya hev hezkira, bijîyana nolî bira,

Ez axa me, tu xulamî, negotana tu car hevra.

Zor, neheqî hev nekrana, ne meşyana çep û xare,

Hinek meriv boy mervayê, nebûyana gurêd hare.

Her kesekî kar bikira, tenê boynêt nefsa xune,

Rihet bijiya, nezêrîya, bibûya xudan para xune.

Xwezil, xwezil, aşîtîyê per bavîta hemû dera,

Merivayî par nebûya, qenc û xirav ser du para.

Bê zar-ziman, bê rusqetim, dengêm naçe qet tu kesa,

Hemû millet bûn xudan par, para min bû qismetê sa.

Te dibirin, dimehkînin, jan-êşên te kes sih nake,

Tu digirîy, ev dikenin, kok-eslê te kes naz nake.

Bext, taliqê min te yekin, lema em bûn hevalêd hev,

Şev û roja boy axa xwe, zelûl digrîn em herdu tev.

Were em tev, Rebbê jorîn bikin dîlek, îltîmasê,

Me bê rehmê, pêşme hilde kaş-kerîşa, dergê asê.

Nehêle kes te ziyake, aza bike welatê min,

Vî emir da em jî şa bin, tev nas bikin kî bûna xun.

 

 

RAZA BÛM

 

Mamoste Hejar, rehma xwedê li we be. Ji bo berdewamîya rêya we hevildana me tim û daîme.

 

Ketibûme nava xewa hingorê da,

Nelînîke zelûl hate guhê min da.

Hişîyar bûm, min unda kir xewa xune,

Ber serê min rûnişti bû dayka mine.

Wê dilûvand, hêsrên şewat dianîn xare,

Kasil, kasil, min jê kire pirs, pirsyare.

– Çi qewimiye, dayka mine emekdarê?

Çima dîsa ewan hêsra tînî xarê?

Dîroka te pir qedîm e, kûr nenal e,

Rabe, hêsra paqiş bike, ev çi hale.

Pir egîta ji bistanê te mêtin şîr,

Daka Kurdî, kî bûna xwe meke ji bîr.

Mezopotam – nav du çema warê teye,

Mêdya kal – tacê zêre serê teye.

Cejna Newroz, textê Xosrov te xuluqand,

Serê Dihok pê çagûça te heçiqand.

Kevn «Avêsta», «Tet Bîsutun» te dan dinê,

Dinya Îslam te xilaz kir ji mirinê.

Musil, Kerkûk, Dihok, Zexok milkê tene,

Dicle, Firat herd tamarê dilê tene.

Batman,Bitlîs, Amed, Serdeşt, Silêmanî,

Wana rengîn, bi hezara çem û kanî.

Mûş, Erdehan, Sêrt, Beyazîd, Efrîna rewş,

Sîpanê sar, Agrîya kal, Zagrosê nexş.

Başûr, Bakûr heta Erez pêda-pêda,

Rebbê jorîn kan û xezne dane te da.

Lawê tene, Kawe, Guhderz, Rustemê Zal,

Nemrûdê mêr, Ûsivê rind, Yaqûbê kal.

Feqî, Xanî, eqîtê хas – şêr Sulheddîn,

Qazî, Berzan, serok Apo – şêrê zemîn.

Memê Alan – pir maqûlê Muxurzemîn,

Kaw Sîyabend, neçîrvanê çîyayê rengîn.

Zîna çav reş, Xeca bext reş, Eyşa zarî,

Evîn, Alkan, Bêrîtana gerden morî.

Feqî bêtirs mîr ricimkir bi qelemê,

Xanî lûvand boy mirazê «Mem û Zîn»ê.

Serok Apo navê Kurda kire dinê,

Bese bigrî, bese bigrî, dayka minê,

Dil û hinav te li min kir teltê xwînê.

– Çawa megrîm, lawê minî xunedaro,

Dil dihele, nolî mûmê têye xaro.

Deşt-zozanêm kaf-kûn dikin zome-ware,

Ser sîngê min tolan girtiye gurê hare.

Qetilkara yasax kirin zimanê min,

Şev û rojan talan dikin mal-milkên min.

Ez şa nabim, jan û êşêm mane dil da,

Ji hepsê sar tê nalîna lawên Kurda.

Hêsrêm çem in, reş hatiye boy min dewran,

Neyar axam difiroşin baha, erzan.

Dewlemendim, bedena min maye tezî,

Dergûş milêm sewiqîne, dikin gazî.

Kê dîtîye, meriv mala xwe da dîl be,

Çav bi hêsir, mil qeydê da, ziman lal be.

Birîndarim, loxman nayê ser min hêsa,

Dilê lawêm çima bibin qismetê sa?

Başûr, Bakûr, ser erd, bin erd, tew kanên min,

Ez kole me, bê rusqet in kur-keçên min.

Ji hemêza min dikişe zêrê reşe,

Erş-ezmanêm dihurmijin ewrên reşe.

Sîpan, Agrî rewşa minin, ser başên çîya,

Hêsrên xweva ez av didim mêrg-zevîya.

Birçî ezim, tezî ezim, gelo çima?

Rebbê jorîn ewa zulma daye min da!

Welatê min xalî nabe dozên giran,

Heta kengê mal-milkên min bibin wêran?

Delalê min, ez negirîm, kî bigrî wan zûrîya,

Li dayka te dil kirine çar kêrîya.

– Daka delal, îdî rabe, bixemile, biska şeke,

Kubar-kubar tu bimeşe, kofyê dayne, çavan kilke.

Pêş enîyê zêran rêz ke, serokê me bike mêze,

Emrê çûyî îdî bîrke, boy me hatiye rojên teze.

Ewladên te tew bûne yek, bextewarî, meke xema,

«Rastî çiqas zirav bibe, ew naqete» – gotîye peşya.

Dem hatiye, aza dibe koletîyê welatê te,

Ala meyê bimilmile, wê pîrozkin eyd-rojên te.

Serê teyê bilind bibe wek Agrî, Zagros, Sîpan,

Pir xêrxasê tev me şa bin, vê gul wede tew Kurdistan.

 

 

GELÎ KURDA, HEMÛ HEVRA BÊJİN WELAT

 

Îro dîsa, xwînxarêd me pir dir bûne,

Diranêd xwe tûj kirine, komkar bûne.

Kîn û buhza nava xwe da avîtine,

Dest dane hev, ser simteka sekinîne.

Şeref, namûs, bîr kirine nolî her car,

Quta gelê me kirine armanc, qirar.

Firsend îcar ji alê meye, wê bernedin,

Sist bûna me, boy gelê me êş û derdin.

Neyarêd me bê îtbarin, him bi zirar,

Bê murvetin, bê însafin, pir bi qirar.

Wekî ev dem, ji destê me bê berdanê,

Navê Kurdê rûyê dinê bê hildanê.

Wede hatye, hemû yekbin, pişt bidine hev,

Pêş neyarê xwe bisekinin, îdî hûn tev.

Gişk bi hevra, bi dengekî, bêjin «WELAT»,

Ahil, cahil, hemû gir-hûr, bêjin «WELAT».

Dayîk û xûşk, bav û bira, bêjin «WELAT»,

Dapîr, bapîr, dua bikin, bêjin «WELAT».

Zilam û dot, çekê hildin, bêjin «WELAT»,

Zarêd şîrmêj, megrîn, megrîn, bêjin «WELAT».

Hemû hevra, hemû hevra, bêjin «WELAT»,

Şev û roja, gav-siheta, bêjin «WELAT».

Bê welatî – bê rusqete û bê ware,

Ji dayîna Rebbê jorîn ew bê pare.

Ew bê şûne, bê hêlîne, bê piştovan,

Hemû fesla sergerdane sere rîyan.

Şikir, şikir, îdî dinê hemû zane,

Eva qurna bîst û yekê yê Kurdane.

Kulmê sere har neyar da hûn zexm lêxin,

Dest bidine hev, beraz zevya xwe zû derxin.

Dem hatiye, hîvya kesî hûn nemînin,

Azaya xwe destê zorê hûn bistînin.

 

 

SEKİNÎNE EM HÎVYA TE

 

Şikir, şikir, hezar şikir,

Eme şane, hebûna te.

Risq û ruza te me bol kir,

Em gişk dijîn, bi seya te.

 

Nan, av, hewa, her tem, zikir,

Ev erş-kursî me ra da te,

Hemu bînber, paqiş, bikir,

Kom bûne bin per-baskêd te.

 

Tew xêr û şer, qenc û mekir,

Dixuliqin bi emrê te.

Te hemuya ra hêlîn çêkir,

Qet çênekir hêlîna me.

 

Derdê gişka te derman kir,

Bê derman hîşt te derdê me,

Pêş tew gela derge vekir,

Gitî maye tim dergê me.

 

Heya xwe te pareve kir,

Para gişka gîhandê te,

Nehatya ra te xweyî kir,

Kêra daye te para me.

 

Emrekî tel te da me da,

Em tu dema pê şa nebûn.

Xeza kire para me da,

Şîn-girî em xalî nebûn.

 

Xwînxarêd me mehez dikî,

Em dizêrin, nabînî tu.

Me qut dikin, mêze dikî,

Fermana wan naşînî tu.

 

Te çima em xuliqandin,

Derdê dinê te tew da me.

Hemûya ra kêf-ken şandin,

Dîl, koletî kir para me.

 

Minafiqa tu har dikî,

Dev davêjine ew para me,

Zor-zexm dibin, qet deng nakî,

Înkar dikin hebûna me.

 

Destê xwînrêj îdî jêke,

Bila sihke hebûna te.

Pîya merûm, çava korke,

Wekî bibe tim hewcî te.

 

Ezab bidê, zû bin axke,

Paqiş bibe erş-kursîyê te,

Were rehmê, ser me sîke,

Sekinîne em hîvya te.

 

 

 

Rewayî Doktor Resûlê Mehmedê Siltin dikim.

 

Xwedê bende ku xuliqad

Cefê giran sipart loxman.

Got bibîne dû dermane

Mehêl qutbe bendê mine.

 

Însan gula rû dinêye

Wî bahatir tişt tuneye.

Jor xwedêye, ev xwedane

Jêr kefilê wî loxmane.

 

Her kes nikar bibe loxman

Gerek hinbe ulmê giran.

Tu gêhiştî wê derecê

Derketî ji hemû lecê.

 

 

EZÊ HEMÛYA BİBİM RAZÎ

 

Dinê gişkî bidine min da,

Ezê bikim hewar, gazî.

Zimanê min mekin unda,

Ezê hemûya bibim razî.

 

Nasname min înkar mekin,

Kan, xeznêd min talan mekin,

Dergê xêrê li min vekin,

Ezê hemûya bibim razî.

 

Zindan, hepsa kilît bikin,

Çek-sîlaha hûrxaş bikin,

Azaya min pîroz bikin,

Ezê hemûya bibim razî.

 

Sînorê kevn teze bikin,

Navê gelêm qebûl bikin,

Dost-bratîyê min ra bikin,

Ezê hemûya bibim razî.

 

Dilê minî kirine çar par,

Bizelqînin, bikin yek par.

Ezê hemûya bibim razî.

Ji vê dinê bikim firar.

 

 

http://eu.kurdistan-post.eu/photo/5028-bary-bala.html

 

0

Оставить комментарий