Статьи
MUZIKZANA KURD – Dr. NURA CEWARI
Her netewe merîfeta xwe ya hunermendyê di nava hine teherên çandeîda dîhar kirîye û dîhar dike kîjan wanara bûne nasneme û îro dîrok û heyîtya wan dixemlînin. Nasnameya çanda kurdî Folkilore. Tevî karên bi desta çêkirî yên ne mezin, Folkilora kurdî çawa neynîka emrê buhurî – dîrok, xeyset û felsefeya gel bi dewlemendbûna xweva di çanda gelên Rojhilata Navînda cîkî mezin û hêja digre. Û pareke folkilorê jî – Mûzîka gelerî ku heval û hêvîye ji bo her kurdekî bi nexş, nîgarên rengînva mêjva bala pêşekzanên gelên dorber kişandîye, hatîye qîmetkirinê, naskirinê.
Ji salên 1958-a heta niha berevkirin, notenivîsar û lêkolînên nimûnên mûzîka kurdîva usa jî dayka min, Nûra Cewarî, mijûl dive û karên balkêş di meydana kurdzanîêda hiştine. Li ser daxaza min Nûra Cewarî, ku 10-ê çiriya paşin dive 70 salî, li ser jîan û karên xwe nivîsîn û ew nivîsar tevî hine wêne em pêşkeşî xwendevanan dikim.
Aza Ozmanîan
Malbeta me li ku ez mezin bûme
Ez li paytexta Ermenistane,Yêrêvanê, li malbeta emekdarên çanda kurdî prof. Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvoda hatime dine û mezin bûme. Malbeta me yek ji malbetên kurdên Ermenistanê bû li ku mêvanhizî, xwendin edetîbûn. Li gel me usa ji qedrê hev girtin, ali hev kirin, folkilor bi pirteherên xweva û radîo yên kurdî ku emre me dixemilandin zêdetir edetîbûn.
Dê û bavê min gele zelûlî, rev, koçberî, xelayê, êtîmbûn, sextbûna dewrana Stalîn, girtin, bêkarî dîtibûn û her mecal bi kar danîn ku em — her pênc xûşk bêxem, normal mezinbin. Gelekî guh didan xandina me, em davîtine xîretê –xîreta netewyê. Her problêmên me yên dibistanan zanibûn, her hevalên me, mamostên me nas dikirin. Xên ji xandina sere yên dibistana em usa ji peşekên mayîn hîndibûn. Halên aborîye dijwarda dayka min terzîtî hîn dibû, xûşka mine mezîn Frice, ku delalya malebû, resmkêşi hîndibû, Frîdêra violin, akardêon û peyra fotokamêra kirîn, mêla Zînê li ser edebyetê hebû, çîrokên biçûk, şyêr dinvîsîn û bavê min jêra gele pirtûkên edebyetê distendin, mira piano kirîn û ez sala 1949-a dibistana mûzîkayê para pîanoyêda hatime qebûlkirinê, Nazê hînî tewnçêkirinê dibû.
Ûsa jî her havîn navbirya xandinêda bavê min em dişandin gundên mirovên xwe yên berpala çyayê Elegezê ku em ji jîan û çanda kurdî neyêne birînê. Hingê min cara yekemîn nêzîkva dengê zurnê û dengbêjên baş bihîstin, govenda esilkî dît û hêdî-hêdî dest bi notenivîsarên stranên govendê kir ku salara zêdebûn û paşwextyê bûne pirtûk – berevokên stranên govendê.
Mêvanên mala me herdem hebûn, kurd, ermenî bi pirs û problêmên xweye çûk û mezinva. Bave min weke qewata xwe alî wan dikir. Hebûn ku dixastin Zanîngeh û Înstîtûtada bixandana û hinek ji wana paşwextyê bûne pêşekzanên eyan. Ûsa jî yên hewcê doxtiryê, yên ketibûne di nava qezya dihatin.
Pêra jî mêvanên me yên navdar hebûn ku hewcê sohbet û fikrên qenc bûn, weke hevalên bavê min yên kurd u ermenî Emînê Evdal, Cerdoyê Genco, Nado Maxmûdov, Aram Xanalanyan. Ûsa jî cînar, xwendewanên kurd ji mala me kem nedibûn. Dê û bavê min ku herdem karên xweda mijûl û carna westîayî dibûn, me didît çawa tevî mêvana beşerxwêş dibûn, şadibûn. Tevî aqa hatin – çûînêra mala meda dengê bilind nedihat bihîstinê, dihate zanînê ku hinek ji me xûşka xandina xweva mijûlin.
Salên xwendinê, rojên navnîşan
Xwendin û nivîsar, dinênaskirin min li dibistana ser nave Hakob Hakobyane ermenîda despê kirîye. Sala 1956-a, pey temamkirina sala dibistanêye heyşta û dibistana mûzîka yê heftsalyê, ez li Koleca ser navê Romanos Mêlîkyane mûzîkayê dîsa para pîanoyêda, dersxana mamosta emekdar Margarît Çaxmaxsazyanda hetime qebûlkirinê.
Sala 1960-î pirtûka mine pêşin “Kilamê cimeta kurdaye govendê” çap bû ji alyê neşîreta dewletê “Haypêthrat”, kîjan şabûneke pir mezinbû ji bo malbeta me.
Kutasya her salên xwendkaryê Koleca sazbendyê konsêrta nîşandayîna qewatên xwendkarên baş hazir dikir. Sala xwendina xweye dawyêda ez jî tevî konsêrtê bûm li sera Fîlharmonya Yêrêvanê bi qedandina 2 berhemên kompozîtorê ermenya Êdvard Bagdasaryan ji bo pîanoyê. Ew bûyar ji bo min kubarî û navnîşan bû bi kîjanê min hunera xwe yê pîanîstî bi rûspîtî nîşanda.
Bihara 1960-ê salê kompozîtorê ermenya yê dinêeyan Aram Xaçatiryan li Yêrevanê bu ji bo premyêra (qedandina yekemîn) balêta xweye “Spartak” û konserta berhemen xwe yên simfonîk li ku ewî gere dîrîjorî bikira. Min îdî “Spartak” bihîstibû û zendegirtî mabûm bi mûzîka wî û di roja cerbandina konsertê min pirtûka xweye nû çapbûyî cawa dîarî hazirkir û navbirya cêrbandinêda bir da wî. Ewî sazbendya kurdî nas dikir u di baleta xweye “Gayanê”-da bi kar anîbû. Xaçatiryan bi pirtûka miva gelekî kefxweşbû û rojtira dine, hema pey konsêrta sîmfonîkra, gava heval û hogirên wî û xwendkar nêzîkî wî dibûn konsert û rojbûîna wî pîrozkin ewî wêneyekî xwe bi destnivîsara xweva dîarî da min. Ji bo xandkara Kolêcêra ji wê bûyarê mezintir çi dikaribû bibya? Xaçatiryan qedrê mûzîka kurdî û qedrê min girt.
Pey Kolêcêra, sala 1960-î ez li Konsêrvatorîa Yêrêvanê ya li ser navê Komîtas para pîanoyêda hatime qebûlkirinê. Piştî sê salên xwendinêra min fakûltêta xwe guhast, derbazî para têorîya mûzîkayê bûm, kîjan ji bo xwendinê hê çetinbû, lê pêra jî hewaskarbû. Li wê fakûltêtê mira mecalên baş çêbûn ji bo zanîna pirsên têorî û bi teybetî têorîa folkilora muzîkayê. Mamostên mine têorîa yên qedirbilind prof. Robert Atayan ku usa jî bû mamostê mine pêşekzanyê, prof. Gayanê Çêbotaryan û Georgî Bûdagyan bi xêrxazî guh didane xandina min.
Li Konservatorîayê sala 1964-a ez tevî konfêransa cvaka xandkara ya zanyaryê bûm bi gotara xweye “Komîtas û mûzîka kurdî”. Pey konfêransêra edebyetzana eyan Mayîs Avdalbêkyan û mamostê min Atayan hatibûne li ser fikrekî ku ez dikarim pirsên zanîaryêva mijûlbim. Hizkirina mine ber bi folkilorê û ew gilyên wane xêrê mira bûne bawarî û min îdî rya xwe zanibû, rya pêşdaçûînê nas dikir. Hema wê sale pirtuka mine berevoka stranên govendê ya duda çap bû u sala 1966-a min Konsêrvatorîa bi têzên li ser mûzîka kurdî “Stranên kurdî yên gelerî” bi qîmetê bilindva temamkir.
Di salên xwendkaryê li Konsêrvatorîaêda ez du cara (1964 û 1965), yek ji bo xwendina gotara zanîaryê li konfêransa xwendkarada û yê din ji bo 2 berevokên “Klamê Cimeta Kurdaye Govendê” yên çapkirî ku li pêşengeha berhemên xwendkarên Ermenistanê hatibûne nîşandaînê, bi Hurmetneme û Diploma dereca pêşin ya Komîtêya xwendina bilinde Ermenistanê hatime rewakirinê.
Sala 1967-a ez li Înstîtûta Hunermendyê ya Akadêmîa Ermenistanê ya Zanîaryêda çawa aspirant (xwendkara PhD) hatime qebûlkirinê. Li wê Înstîtûtê sala 1971-ê, 30 salya xweda, min têzê xwe ya “Hunera Stranên Kurdî Yên Gelerî” xwey kir u dereca Kandîdata Hunermendyê – bi pîvana nûjenva dereca Doktoryê stend. Hingê salên mine xandkaryê temambûn.
Karên mine professional, yên rojnemevanyê, mamostatyê û cvakyê
Ji sala 1971-ê hetanî 1993-a min li Înstîtûta Hunermendyê ya Akadêmîa Ermenistanê ya Zanîaryêda çawa lêkolînêr kar kirîye. Karkirina min li wir tevî pêşekzanên baş, di nav heval û hogirên qenc mira tiştekî zîaretî bû. Xêrxazya hevalê min alî kar û pêşdaçûîna min dikirin. Min karên folklorîstî yên pirteherî dikir:
Bi rya êkspêdîsya – çûina gunda û bajara û li malda – ji stranbêjên mêvan û radio yên kurdî gele nimûnên mûzîka kurdî berev kirine. Goveka êkspêdîsya yên min navçên komerên Ermenistanê, Qazaxistanê û paytexta Gurcistanê bajarê Tbîlîsî bû.
Salên ku min karê xwe ya berevkirinê despê kir (1965-1966) kasêt û qeytanên têypê dest ne diketin. Têypa min bi kasêtên glovere mezinbûn. Min hingê biryar danî ji bo lêkolîna hê zef guh bidim awazan – awazên stranan û yên sazbendyê û ji bo qeytan tere bikin min nimûnên folkilorî pey 3-4 weklandinên xanyên pêşinra, gele cara, nîvîda dibirî — têyp dida seknandinê. Ha, awaz bi 3-4 weklandinên xweva têra lêkolînên mûzîkayê dikirin û mixabin têkstên stranan carna nîvîda diman. Û eger nimûn bi temamî dihatine nivîsarê, lezketina min ji bo zêdekirina jmarên nimûna gele cara têkstên strana ji guhdarya min dûr dixistin û min têkst ji stranbêjan kêm dinvîsî bi gumanekî ku paşwextyê ji qeytana têypê têkst wê bene nivîsarê. Herwiha, kembûna kasêtên têypê û bi lezketina minra min hine cara têkst bera berdidan. Paşwextyê ji bo berevkirina nimûnên nû û nivîsarên têksta Tosinê Reşît gele arîkarî dida min. Ew dengnivîsarên min li Înstîtûta Hunermendyêda û kopî li arşîva mala meda têne xweykirinê.
Dengnivîsarên nimûnên folkilorî bi nota
Dengnivîsarên nimûnên folkilorî bi nota – anîna wan li ser kaxaz – ew jî karekî mayînbû. Nimûnên berevkirî dihatine jbartin bi hostatya înformatorava, bi janra, teherên mûzîka kurdî yên başqe-başqeva – bi stîla, dengrêza, bi lado – întonasya û peyra dihatine notenivîsarê. Ewana paşwextyê dibûne hîm ji bo lêkolîna, dibûne pirtûk — berevokên mûzîka kurdî. Serda usa jî carna aparatên zanîaryê- pêşgotin, nivîsarnasî, têkstên tercmekirî zêdedibûn.
Gele pêşekzan sîstêma xwe yên notenivîsarê çêdikirin – nîşanên dengaye zêde bi kar danîn. Min sîstêma notenivîsara ewropî bi kar anîye, kîjan ji bo nîşandayîna mûzîka kurdî têrê dikir û qebûlkirîbû.
Ji pirtûk — berevokên mine mûzîka kurdî bes berevokek ku tevî berhemên nivîskarên kurdên Ermenistanê bû u di almanaxa “Bihara Teze” ya 2-da sala 1983-a li Yêrêvanê çap bû.
Di notenivîsarên minda gele nimûnên bihagiran henin weke destanên kurdî, stranên dirokî, stranên erf-edetara gitêdayî – stranên dewata, şînê. Notenivîsarada, herwiha, nimûnên herî balkêş stranên tirêqên Êzdyanin ku koka xweva dighîjine sedsalyên kevnar u yên navîn û melûmetyên baş li ser pirsên dîrok û têorîa mûzîka kevnar, mûzîka ola êzdya û stranên şayîrên kurd yên sedsalyên navîn didin.
Karên lêkolînê
Karên lêkolînê mira gele hewaskarin. Berevkirin û sîstêmkirina melûmetyên hêja li ser mûzîka kurdî, sîstêmkirina nimûnên mûzîka kurdî bi janra, bi stîlên awaza û di wan parên cudada himberîhevkirina nimûnan bi teherên têorya mûzîkayê usa jî himberîhevkirina wan tevî nimûnên anegor yên çanda gelên dorberra, dîtina teybetî û reîşkên mûzîka kurdî bi rya lêkolînên tîpolojî – evan ew kar bûn ku bûne hîm ji bo têz û gotarên mine zanîaryê. Di dawya karên mine lêkolînada ez bi sirê gihîştime eyankirina cavên hine pirsên zanîaryê yên sere, weke:
— Hatîye şirovekirinê deba mûzîka kurdî, bi giranî mûzîka kurdên Ermenistanê
— Hatine şirovekirinê pêwendyên mûzîka kurda û ermenya
— Hatine eyankirinê sîstêmên janrên stran û awazên kurdên Ermenistanê bi serecem û stîlên xweva
— Hatine şirovekirinê û îzbatkirinê bingeha têorîya mûzîka kurdî yê gelerîyê: sîstêma lado-întonasya, ya rîtma, sîstêma çapamanya têkstan tevî strûktûra awazan
— Hatine dîtinê û bi têorî şirovekirinê nimûnên mûzîka kevnar di stranên gundîtyêda – stranên karkirinê, stranên zaroka û yên daîkada
— Bi rya naskirina mûzîka trêqên êzdya yên sedsalyên navîn hatine dîtinê despêka stranên destanan û stranên bajaryê
— Bi rya naskirina stranên trêqên ezdya usa jî hatine eyankirinê taqên dîroka mûzîka kurdî yên herî balkêşe kevnar – stranên kurdî yên mîtolojî, stranên êzdya yên olyê, stranên şaîrên kurdaye sedsalyên navîn ku nimûnên giranbihane li dîroka çanda kurdîda.
Di wan salên karkirinêda çend pirtûkên min (lêkolînên zanîaryê, berevokên nimûnên mûzîka kurdî) û gotarên mine zanîaryê bi zmanê ermenî, russî, kurdî li Yêrêvanê, Lênîngradê (niha Sankt Pêtêrbûrg), Stokholmê çap bûn. Usa jî tevî konfêrans û sêmînarên zanîaryê li bajarên Ermenistanê, Russîayê dibûm.
Karên min yên zanîaryê di meydana mûzîka kurdên Ermenistanêda gavên êtnomûzîkolojîa kûrdî yên pêşinin, weke karên bingehînin. Ew pirsên lêkolînan bê guman tevî dengnivîsarên nimûnên nû û bi karanîna têxnolojîya nûjen hê wê bêne firekirinê, û kûrkirinê.
Karên rojnemevanyê
Karên mine rojnemevanyê ji 1958-ê salê despê bûye gava gotara mine pêşine biçûk li ser kompozîtorê dinêeyan Cûzêpê Verdîda li rojnema Rya Teze-da çap bû. Peyra, hetani derketina me ji Ermenistanê gotarên min li ser pirsên çanda kurdî û ermenya hey li Rya Teze û rojnemên ermenyada, hey bi radîo ya kurdîva dihatine belavkirinê.
Min hê xandina xwe temam nekiribû gava ji sala 1965-a hetanî 1967-a li Radîo ya Yêrêvanê para kurdîda çawa berpirsyara para mûzîkayê kar despêkir.
Ez usa jî veçêkirinên mûzîka kurdîva mijûlbime. Çend berhemên min ku min ji bo pîanoyê li Konsêrvatorîayê nivîsîbûn, ketine di fonda Radîoyê û carna dihatine belavkirinê.
Karên mamostatyê
Salên başqe — başqeda min usa jî karên mamostatyê kirîye. Tevî karê Radîoyê ez usa ji mamosta têorîa mûzîkayê bûme li dibistana ser nave Tîgran Çûxacyane mûzîkaêda. Peyra, sala 1990-î hetanî 92-a min usa ji ceriband bivime dersbêja Mûzîka kurdî li Zanîngeha şexsî ya li ser navê Davît Anhaxtda û ji sala 1996-a hetanî 1998-a bûme mamosta zmanê kurdî li dibistana Vîktorya ya zmananda li Melbûrnê, Australîa.
Karên cvaki
Tevî van kara min usa ji karên cvaki dikir. Ji sala 1964-a hetanî 1968-a rêdaksîona rojnema “Rya Teze”-da bûme endem-karkera beşa jina. Ez û Sêva (Svêta) Bayloz diçûne gunda rastî dê û bava dihatin ku guh nedidan xwendina zarokên xwe, mijûlî bi wanara derbazdikirin, û carna gotaran ji bo rojnemê dinvisin.
Ji sala 1984 –a hetanî 1991-ê bûme endema şêwra Radîoya Yêrêvanê ya kûrdî ya hunermendyê.
Ji sala 1987-a hetanî 1990-î bi hevkarya Tosinê Reşîd me koma xandkarên kurda ya Stran û Reqasê li rex Înstîtûta Perwerdeyî ya dewletê saz kir. Koma me çend xelat girtin. Em li Yêrêvanê, paytexta Gurcistanê Tbîlîsîyê çend cara bi şaynetî konsêrtava pêşda hatine.
Ez usa jî bûme endema hine rêxistinên çandeyî yên Ermrnistanê û Sovêta berê.
Ji karên başqe-başqe min karê xweye professîonale mûzîkzanyê – teorîya mûzîka kurdî hizkirîye û heta niha jî li ser huner û hostatya gelê me ecêv dimînim. Bêguman femdarya min ku em bi mûzîka xweva tu gelî kemtir nînin û gotî em bikaribin milkê gelê xwe bipatêzin, xwedî derên gele alî min kirîye, mira bûye armanc.
Derketina me ji Ermenistanê
Ji despeka salên 1990-î, pey konflîkta orta Ermenistanê û Azirbêcanê ji bo erdê Qerebaxê û hilweşandina dewleta Sovêtyêra, rewşa Ermenistanê ya sîasî û êkonomî pir xiravbû. Hinge her kes dixast ji Ermenistanê derkeve û gele malbet xwe dane li ser rya xerîbyê.
Wexta ez bi malbeta xweva nû hatibûm Aûstralîayê (s.1993) me xwe li Kurdistanê texmîn dikir, em di nava cvaka kurdên hemû perçên Kurdistanêbûn. Hinekî firqya dîalêkta hebû, carna me hevdu fem nedikir lê kurdbûna me em nezîkî hev dikirin.
Û weke her kurdekî peneber, em jî ketine di nava cvak û çandekî nû – piştî kurdî, ermenî û rûsî, em ketine di nava çanda Aûstralî. Hevguhastina zmana û çanda hêsa nine, başqe jî ji bo mervên pirsên çandeîva mijûl, lê pêra jî mira dewlemendbûna dinênaskirinê, zanebûna edet û çande, mûzîka yên gelên mayîn çebûn.
Li Aûstralîayê keça min Aza kasetên dengnivîsarên folkilorî yên kompakt bi piranî li ser CD-ya kopîkirn. Kopîkirina kasêtên kevne gilover hê jî mane. Aza xandina xwe li Aûstralîaye temamkir, tezên Masterî li ser sîaseta kurdaye îroyîn nivisî u niha çawa lekolînêr wezîretekî Aûstralîaêda kar dike.
Keça mine mezin Zozan mûzîkzane, xandina xwe li Yêrêvanê temam kirîye. Pirtûkên Mehmet Bayrak yên “Mûzîk, Dans û Şarqîyên Kurdî” (2002, Ankara) bi hevkarya min û Zozanê çap bûn.
Niha bi zanebûna zmanê înglîsîva emir mera hêsatir bûye, salên derbazbûyî yên dijwar têne bîrkirinê û anegor mecala ez karê xwe berdewan dikim. Li Aûstralîayê çend gotarên mine li ser pirsên mûzîka kurdên Ermenistanê, dîroka mûzîka kurdî hatine hazirkirinê û li kovar û rojneme yên kurdîda çapbûn. Hey cara dicêrbînim gotinên kurdî himberî têrmînên têorîa mûzîkayê bivînim û gotarên xweda bi kar bînim.
Niha ez li ser berevoka xwe ya “Awazên kurdî” (awazên zurne, meya û fîqe) kar dikim. Ji bo amadekirina çapkirinê nota yên awaza hewceyî berevkirina li ser kompûtêrêne, ku ji mira hinekî zehmete.
Herwiha, rojên meda ez bi şabûn pê dihesim ku pêşekzanên kurd yên mûzîka kurdî pêşda tên, êkspêdîsîa çêdivin û pirtûkên stranan bi dengnivîsarên nota çap divin. Pêra jî difikirim ku ji bo kurdên xwey mûzîka rengîn çend pêşekzanên mûzîkayê hindikin.
Mecalên têxnolojî yên nûjenda, gava bîra merya ya folkilorî hêdî-hêdî xrav dive, usa jî hazirkirina kadrên mûzîka kurdî yên nû û karên nû di meydana mûzîka gelerîda pir mûhîmin.
Nûra Cewari
2011
www.kurdist.ru
Статьи
Отзыв Камиза Шеддади на книгу «КУРДЫ начало исторического пути»
Уважаемый Лятиф Маммад Бруки!
Примите мои самые искренние слова восхищения и глубокой благодарности за Ваш фундаментальный труд «КУРДЫ начало исторического пути». Знакомство с этой монографией, вобравшей в себя всю Вашу сознательную жизнь, посвященную научному поиску, стало для меня событием огромной важности. Эта работа представляет собой не просто академическое исследование — это настоящий интеллектуальный и гражданский подвиг.
Будучи знаком с Вашими исследованиями с начала 2000-х годов по публикациям в журнале «Дружба», главным редактором которого Вы были, а также на портале kurdist.ru, я с самого начала как читатель мог оценить системность и глубину Вашего подхода. Эти две платформы стали в буквальном смысле школой истории для русскоязычной курдской общины постсоветского пространства, а со временем — наиболее цитируемыми источниками для всех, кого интересовала непредвзятая история курдов, Ближнего и Среднего Востока. В ходе собственных изысканий я постоянно обращался к Вашим трудам, а Вы не раз любезно делились со мной ценными источниками, за что приношу свою особую признательность.
Однако именно в этой книге, объединившей все Ваши предыдущие работы — как опубликованные, так и долгие годы хранившиеся в рукописях, — Вы создали поистине энциклопедический труд. Это всеобъемлющее исследование, где каждая глава, каждый вывод становятся частью целостной картины многовековой истории курдского народа.
Особое значение имеет то, как Вы последовательно и доказательно восстанавливаете историческую преемственность курдского этноса. Опираясь на авторитет таких учёных, как М. С. Лазарев, Н. Я. Марр, В. Ф. Минорский, а также привлекая целый корпус средневековых источников — от трудов арабоязычных курдских, арабских и персидских авторов до свидетельств сирийских, армянских, албанских и грузинских хронистов, — Вы создаёте неопровержимую цепь доказательств, простирающуюся от древних цивилизаций (кутии, луллубеи, хурриты) до современности. Такой многоуровневый подход, синтезирующий данные различных историографических традиций, придает Вашим выводам исключительную убедительность. Ваш анализ «Страны Карда» как исторического сердца Курдистана и прослеживание территориальной преемственности от Мидии до современного расселения курдов представляет особую научную ценность.
Ваша работа — это не просто изложение фактов, а смелый вызов сложившейся историографической традиции, десятилетиями игнорировавшей или сознательно искажавшей курдскую историю. Вы убедительно показываете, как политические интересы государств, разделивших Курдистан, привели к системному уничтожению исторической памяти целого народа. Ваше исследование становится актом восстановления исторической справедливости.
Глубоко тронул проведенный Вами анализ положения курдов как «пасынков истории». Вы не просто используете этот емкий образ, но и наполняете его горьким содержанием — от запрета родного языка до физического уничтожения. При этом Вы избегаете эмоциональных оценок, позволяя фактам говорить самим за себя, что делает Вашу работу особенно убедительной.
Особо хочу отметить значимость Вашего методологического подхода. Вы не только вскрываете проблемы историографии, но и предлагаете конкретные пути их решения. Ваш тезис о том, что объективное изучение курдской истории может стать основой для межнационального согласия на Южном Кавказ и на Ближнем Востоке, представляет не только научный, но и практический интерес.
Эта монография, без преувеличения, открывает новую страницу в курдоведении. Вы не только подводите итог многолетним исследованиям, но и задаете новый вектор для будущих изысканий. Ваш труд — это мощный ответ тем, кто пытается отрицать автохтонность и историческую значимость курдского народа.
Уверен, что эта книга станет настольной для всех, кто серьезно интересуется историей Ближнего Востока и Кавказа. Она бросает вызов не только историкам-курдоведам, но и всей современной исторической науке, призывая к пересмотру устоявшихся, но неверных концепций.
С глубоким уважением и благодарностью,
Камиз Шеддади
член Международной федерации журналистов (IFJ) и Союза журналистов РФ,
переводчик, лингвист, историк, публицист.
Статьи
«Курдский Проект» Иосифа Сталина
В конце 1945 года СССР был в одном шаге от войны с Турцией...
Несмотря на то, что Турция формально не принадлежала к числу сателлитов фашистской Германии, СССР на протяжении всей Великой Отечественной войны рассматривал южного соседа как потенциального противника.
Показательно, что германо-турецкий договор о дружбе и сотрудничестве был подписан 18 июня 1941 года — за 4 дня до нападения на СССР. Некоторые историки, в том числе турецкие, утверждают, что обе стороны устно тогда же договорились о вступлении Турции в войну против СССР при максимальном приближении войск Германии и ее союзников к Закавказью и Каспию.
Как отмечается в мемуарах бывшего начальника советского генштаба С.М. Штеменко, осенью 1941-го и в середине 1942 года никто не мог поручиться, что Турция не выступит на стороне Германии: на границе с советским Закавказьем сосредоточились 26-28 турецких дивизий, оснащенных в основном германским оружием. На случай, если турецкое вторжение пойдет через Иран на Баку, на ирано-турецкой границе стоял советский кавалерийский корпус, усиленный стрелковой дивизией и танковой бригадой. Пропуск Турцией через Дарданеллы-Босфор германских и итальянских военно-морских сил в июне 1941 года в Черное море, а в 1944-м — в обратном направлении, также до предела обострили взаимоотношения СССР и Турции.
В апреле 1945-го СССР денонсировал советско-турецкий договор 1931 года о ненападении и нейтралитете и перестал юридически признавать существовавшую на тот момент советско-турецкую границу. Затем Сталин официально заявил на Потсдамской конференции, что Турция должна вернуть Армении и Грузии их территории, захваченные в период военно-политической слабости Советской России. Речь шла, как минимум, о восстановлении российско-турецкой границы на август 1914 года. Кроме того, СССР потребовал международного контроля за маршрутом Босфор — Мраморное море — Дарданеллы и поддержал претензии Греции на центрально- и южноэгейские острова (бывшая итальянская колония Додеканес), на которые претендовала и Турция, потерявшая их из-за поражения в итало-турецкой войне 1911-1912 гг. В конце 1946 года Москва и Анкара приближались к военному конфликту. СССР стянул до 30 дивизий к турецкой границе, советские военно-морские базы в 1945-1946 гг. появились в Румынии и Болгарии.
Одновременно СССР задержал вывод своих войск из Северного Ирана, а советской прессе с апреля 1946-го, когда отмечалась 31-я годовщина турецкого геноцида армян, началась кампания в поддержку «справедливых требований армянского народа», подразумевавшая предстоящее признание Советским Союзом геноцида армян в Турции.
Затем, после перехода весной 1947 года ирано-азербайджанской границы отрядами курдских повстанцев и беженцев во главе с Мустафой Барзани, у СССР появился новый рычаг давления на Турцию. Сталин поручил разработку новой политики в курдском вопросе руководителям Азербайджана, где в 1922-1931 гг. был курдский автономный округ (сейчас это Лачинский район, находящийся с мая 1992 года под контролем армянских формирований Нагорного Карабаха), и Узбекистана — Джафару Багирову и Усману Юсупову. В августе 1947-го Сталин назначил Юсупова ответственным за подготовку курдских военных отрядов в Узбекистане для последующих их действий в Турции и Иране. Силы Мустафы Барзани были в 1948 году передислоцированы в Узбекистан, где находилось большинство депортированных в конце 1930-х из Закавказья в Среднюю Азию курдов. В свою очередь, Джафару Багирову было поручено разработать предложения по воссозданию курдского национально-автономного округа. В тот же период были установлены постоянные контакты с курдскими партизанами в Турции и даже с зарубежной антибольшевистской партией армянских националистов «Дашнакцютюн», имевшей свои подпольные структуры на Северо-Востоке Турции.
В конце 1947 года Джафар Багиров предложил создать курдский автономный округ не на прежнем месте, а на севере Нахичеванской АССР Азербайджана — в Норашенском районе, граничащем с Арменией и Турцией. По его мнению, такое расположение округа помогло бы установить более тесные связи с курдами Турции и Ирана. Затем автономию планировалось расширить за счет курдских районов Игдыр и Нор-Баязит в турецкой части Западной Армении, которую намечалось вернуть Армянской ССР. Переселение курдов в Азербайджан началось в 1946 году и продолжилось в 1947-1948 гг. Отметим, что в современном Азербайджане, по оценкам российского агентства Regnum , проживает как минимум 150 тысяч курдов. Курдская община представлена и в азербайджанском истеблишменте, занимая важные государственные посты. Этническими курдами являются, в частности: гендиректор государственной нефтяной компании Азербайджана Ровнаг Абдуллаев, мэр Баку Гаджибала Абуталыбов, начальник личной охраны президента страны Ильхама Алиева Бейляр Эйюбов, председатель государственной телерадиокомпании Ариф Алышанов, руководитель крупнейшей в Азербайджане многопрофильной корпорации «Азерсун» Абдулбары Гезал.
Однако в том же 1947 году в ситуацию вмешались США, которые разместили на турецкой территории свои военные и разведывательные базы. Значительная часть таких объектов находилась в непосредственной близости от советской границы. Еще раньше Гарри Трумэн отказался выполнять обещания, данные Сталину Рузвельтом, о размещении советских баз на ливийской и турецкой территории. В этот же период конфликт СССР с титовской Югославией ослабил позиции Сталина на южном направлении, что также не могло не отразиться на «курдском проекте». Вывод советских войск из Ирана в январе 1948 года еще более усугубил ситуацию.
Между тем, осенью 1951-го ВМФ США и Великобритании получили право использовать, случае угрозы безопасности Турции и обороноспособности НАТО, турецкие порты на Черном море. Однако Анкара продолжала требовать от США дополнительных гарантий безопасности, которые и были даны ей весной 1952 года, когда Турция вступила в НАТО. После смерти Сталина «курдский проект» был надолго законсервирована Советским Союзом. Уже в мае 1953 года Москва объявила о признании советско-турецкой границы, а впоследствии Никита Хрущев лично извинился перед послом Турции в СССР за «сталинские несправедливости».
Источник: yasen-krasen.ru
-
Новости6 лет назадТемур Джавоян продолжает приятно удивлять своих поклонников (Видео)
-
Страницы истории12 лет назадО личности Дария I Великого и Оронта в курдской истории
-
История13 лет назадДуховные истоки курдской истории: АРДИНИ-МУСАСИР-РАВАНДУЗ
-
История14 лет назадКурдское государственное образования на территории Урарту: Страна Шура Митра
-
История15 лет назадДинастия Сасаниды и курды
-
Интервью6 лет назадНациональная музыка для нашего народа — одна из приоритетных ценностей…
-
Культура6 лет назадТемур Джавоян со своим новым клипом «CÎnar canê («Дорогой сосед»)»
-
Археология16 лет назадКурдистан — колыбель цивилизации. Хамукар.

Вы должны войти в систему, чтобы оставить комментарий Вход