Опубликовано: 19.09.2011 Автор: Admin Комментарии: 0

Akadêmîya Zanyarî ya Komara Ermenîstanê Înstîtûta Arkêologîyê û Êtnografîyê

Emînê Evdal. Bawermendîyên kurdên êzdî

 

Weşanxaneya Akadêmîya Zanyarî ya Komara Ermenîstanê

Yêrêvan 2006

 

     Ev pirtûk sala 2006an girêdayî 100 salîya bûyîna Emînê Evdal ra bi zimanê ermenî çap bûye. Ew bi alîkarî û piştgirîya ewledên êtnograf-kurdzanê kurd yê bi nav û deng Rozayê û Efan ronayî dîtîye

 

Wergera ji zimanê ermenî: Têmûrê Xelîl

Çend gotin

 

Keda Emînê Evdal di karê pêşketina kûltûra kurdan, lêgerînên êtnografîya û zargotina gelê kurd, parzûnkirin-analîzkirina wan ya zanyarî da pir e. Ewî qinyat-matêrîyalên vê xebatê hela ji sala 1926an, li hemû cî û wargehên Komara Ermenîstanê yên kurd lê diman, herwiha li Laçînê (Azirbêcanê) û Gurcistanê destpê kirîye berev kirîye.

Di arşîva Înstîtûta Arkêologîyê û Êtnografîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Komara Ermenîstanê da destnivîsa xebata Emînê Evdal ya bi sernivîsa ”Bawermendîyên êzdîyan û bere-bere hilanîna paşmayînên wan di qewilên Sovêtîyê da” û derheqa wê xebatê da nivîseke rêzkirî ya bi sernavê ”Berevok derheqa warên jîyana kurdên êzdî, destpêka cîwarbûna wan û bawermendîyên wan da” têne xweykirin-parastinê.

Emînê Evdal dinivîse: ”Armanca me ew e, ku ser bingehê matêrîyalên êtnografîyê, piranî yên deştê, em bikevine kûraya jîyana kurdan ya eşîrtîyê (patrîarkal), dîrok, jîyan, bawermendî û pirsên bi ayîna dînê êzdîyan va girêdayî raxine ber çevên xwendevanan”.

Gerekê bê destnîşankirinê, ku bi xudanê pirtûkê ra li hev hatîye bawermendî û erf û edetên miletê xwe bi awayekî ulmî-zanyarî şiroveke. Herwiha kemala vê pirtûkê ya çavkanîzanîyê jî heye.

Ev berhem weke 50 sal berê hatîye nivîsar û lema jî li ser wê mora propoganda Sovêtîyê ya salên 30-40î heye.

Salên pey ra ji alîyê zanyarên kurd, ermenî û miletên mayîn da lêkolînên teze hatine kirinê û di derheqa gelê kurd, herwiha di derheqa kurdên êzdî da gelek berhemên hêja derketine.

Serdestîyeke zanyarê bi nav û deng Emînê Evdal di wê yekê da ne, ku ewî karibûye kûltûra gelê xwe ya ruhanîyê – erf û edet û bawermendîyên wê – bi awayê zanyarî raxe ber çevan.

Emînê Evdal di vê berhema xwe da kurdan û êzdîyan wek miletekî dibîne û îzbat dike, ku ew tenê bi dînê xwe va ji hev cuda dibin. Di vê berhemê da binavkirinên wek ”kurd”, ”êzdî”, ”êzdîyên kurd”, ”kurdên êzdî” têne bikaranînê.

Emînê Evdal bi gelê xwe, bi mîrata wê ya kûltûrîyê ra amin maye û me jî hewil daye bi wê aminayê berhema wî wek ku nivîsîye bigihînine xwendevanan.

 

Rêdaktor – doktorê dîrokê

S. G. Hobosyan

 

 

 


Emînê Evdal karmendekî kûltûra kurdan yê berbiçev bû. Ew nûnerekî wê nisleta ronakbîrên kurdan bû, yên ku di salên 20-30î da ew qewil û şertên li Ermenîstana Sovêtîyê ji bo gelên kêmjimar hatibûn sazkirinê, bi aqilanî bi kar anîn û keda mezin kirin di nava pêşdabirina kûltûra kurdan da. Kurdên ku ji zulm û xezeba Tirkîyê filitîbûn û berê xwe dabûne Ermenîstana Sovêtîyê û piranîya wan kurdên êzdî bûn, li vir ne tenê erf û edetên xwe parastin, lê herwiha kûltûra xwe pêşda birin. Taybetmendîyeke wan deman ew bû, ku ronakbîrên kurd yên kêmjimar mecbûr bûn karên nivîskarîyê, kurdzanîyê, rojnamevanîyê û mamostatîyê bikin.

Di wan salan da Emînê Evdal li her deran xuya dibû: li ocaxa amadekirina kadroyên miletîyê, ango zanîngeha mamostayan, di rêdaksyona rojnameya kurdî ya ”Rya teze” da, di karê amadekirina pirtûkên kurdî yên dersan, berevkirina zargotinê, xuliqandina têrmînên kurdî û rastnivîsandina zimanê kurdî da.

Lê karê wî yê bingehîn êtnografîya gelê wî bû, xwesma pirsên ku bi êtnografîya kurdên êzdî va girêdayî bûn. Gerekê bê destnîşankirinê, ku di navbera êtnografîya kurdên êzdî û kurdên ser dînên mayîn da taybetmendî û wekehevbûn hene. Lê ew yek jî ber çevan e, ku îslamê tesîra xwe li ser erf-edet û bawermendîyên kurdên êzdî hîştîye. Bi vê yekê va girêdayî bal êzdîyan erf û edetên kurdan yên berî îslamê paqij hatine parastinê û di hêla zanyarîyê da xwedî qîmetê bilind in.

Van salên dawî derheqa bawermendîyên kurdên êzdî da bi zimanên îngilîsî, almanî, erebî û zimanên din gelek berhemên hêja ronahî dîtine. Gelek giring e bidine kivşê, ku kurd bi xwe bi pirsên ayîna dînê kurdên ku musulmanî qebûl nekirine mijûl dibin. Gotina me him derheqa zanyarên kurdên êzdî, him jî kurdên musulman da ne. Û wî karî bi serketin dikin. Berhemên zaneyên pirsên bi ayîna dînê êzdîyan va girêdayî, wek Xelîl Cindî, Pîr Xidir û yên din ji zanyarên bi pirsên dîn va mijûl dibin, nas in.

Îro Kurdistana Başûr (Kurdistana Îraqê), ku li ser riya çêkirina dewleta xwe ye, guhdarîyeke mezin datîne li ser pirsên êzdîtîyê. Eva îdî 15 salan zêdetir e, ku li bajarê Dihokê Navenda zanyarî-ronahîdarî ya bi navê ”Bingeha Laliş” kar dike, ku bi pirsên ayîna dînê êzdîyan va mijûl dibe. Hukumeta Kurdistanê qewilên here baş saz kirine bona ew bingeh bi kardarî bixebite. Weke 30 fîlîalên vê rêxistinê li cî û wargehên ku kurdên êzdî lê dimînin, hene. Li vir kovara ”Laliş” ya zanyarî-kûltûrî çap dibe.

Hewaskarîya ber bi êzdîtîyê wisa mezin bûye, ku berhema kurdzanê mezin Emînê Evdal ya bi sernavê ”Bawermendîyên kurdên êzdî” wê di nav zanyar û xwendevanan da bi dilalavî bê qebûlkirinê.

Xebata rêdaktorîkirin û amadekirina vê berhemê ji bo çapê ya serwêrê beşa Înstîtûta Arkêologîyê û Êtnografîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê layîqî qîmetê herî bilind e.

 

 

 


Karmendê bi nav û deng yê kûltûra û ulmê kurdî

 

Zulma here mezin ji bo merivayê – şerê hemcihanê yê yekemîn, zirareke mezin gîhande gelê kurd jî, xwesma kurdên êzdî. Di wan salên hele-belê da gelek kurdên êzdî bi ermenîyan ra tevayî bi awayekî ji dest agirê şêr û wehîştîya tirkan mihacirî Ermenîstana Rohilatê bûn.

Xortekî 13 salî jî di nav wan da bû: ew Emînê Evdal bû. Ew sala 1919an bû.

Emînê Evdal di sala 1906an li gundê Emençayîrê, herêma Dîgorê, qezaya Qersê ji diya xwe bûye.

Emînê Evdal sala 1923an li paytextê Gurcistanê – Tbîlîsîyê, fakûltêta palan ya bi zimanê ermenî da tê qebûlkirinê. Li vira jî ew çavnasî edebîyetê dibe, ku di zarotîyê da xeyala wî bû û zargotina gelê wî di wî karî da gelek alî wî kir.

Piştî temamkirina fakûltêta palan, sala 1926an, E. Evdal diçe gundên kurdan yên navçeyên Aparanê û Talînê da dersdarî dike. Xortê gihîştî û serwext li vir ji nêzîk va bi jîyana gelê xwe ra dibe nas, zargotina gel wî zendegirtî dihêle, her tiştî dike bona şûndamayîn û nexwendîtî di nav gelê wî da bê hilanînê. Zar û mezinên kurdan di dibistanên kurdî yên gundên kurdan û dayîreyên hilanîna nexwendîtîyê da hînî xwendin û nivîsara kurdî dibin, ku heta testîqbûna qeydên Sovêtîyê ew yek ji wan ra wek xewnan dihat. Emînê Evdal hema ev pêşketin di pirtûka xwe ya serpêhatîyan ya bi sernavê “Casim û Tosin” da bi awayekî bedewnivîsarê nitirandîye.

Ji destpêka salên 30î karkirina Emînê Evdal diha berhemdar û adan dibe. Ew di fakûltêta ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê ya dîrokê da dibe xwendkar. Bi xwendinê ra tevayî ew karê sêkrêtarîya rojnameya “Rya teze” dike û heta sala 1964an bi nivîs û şêwrên xwe va alîkarîya rojnameya kurdî dike. Ew li wir dibe nivîskar û wergervan, zimanzan û pêdagog, êtnograf û zanyar.

Ji sala 1931ê heta dawîya sala 1950î ew di dayîreyên kurdan û ermenîyan da (Zanîngeha kurdî ya pêdagogîyê, beşa kurdî ya xwendinxaneya Ermenîstanê ya pêdagogîyê, kûrsên amadekirina mamostayên ziman û edebîyeta kurdî) bê navbirî karê dersdayînê dike û ji bo wî karî sala 1954an navê ”Mamostayê emekdar yê Komara Ermenîstanê” didine wî.

Hema ji wî wextî jî ew dest bi karê pêdagogîya zanyarîyê û zimanzanîyê dike. Ew di salên 1932-1936an da bi Hecîyê Cindî ra tevayî pirtûkên dersên ziman û edebîyeta kurdî amade dike. Pirtûka dersan ya bona koma 4an, ku ewî amade kiribû, bi hinek serdazêdekirinan va di salên 1947, 1948, 1951 û 1954an da ronahî dibîne.

Sala 1936an pirtûka wî ya bi sernavê ”Mêtodîka hînkirina herfnaskirinê”, lê sala 1937an ”Mêtodîka zimanê kurdî” ronahî dibînin û eva dawî bi hinek guhartinan va sala 1953an da jî çap dibe. Bi Hecîyê Cindî ra tevayî ew sala 1936an programa zimanê kurdî bona dibistanên navîn, lê sala 1958an bona dersxaneyên 2-4an amade dike. Hela di sala 1933an da ew û Hecîyê Cindî ”Ferhenga ermenî-kurdî”, lê sala 1936an ”Ferhenga têrmînologîyê” amade dike. Bi vî awayî dest bi hîmdanîna zimanzanîya kurdî dibe û ew kar Emînê Evdal dest pê dike. Sala 1952an pirtûka wî ya ”Zimanê kurdî” (gramatîka û rastnivîsandin) çap dibe. Di paşdemê da jî ewî ew kar berdewam kirîye û lêgerîneke nû çap kirîye: ”Rastnivîsandina zimanê kurdî û ferhenga rastnivîsînê”. Ewî herwiha rêdaktorî li çend pirtûkên kurdî yên dersan kirîye.

Di wan deman da Emînê Evdal bê westan karê nivîskarîyê û wergerê jî dike. Haya wî rind ji zargotina kurdan ya dewlemend hebû. Ewî gelek nimûnên zargotinê veçêkirine û gelek berhemên edebî nivîsîne. Di salên cuda-cuda da (di salên 1931, 1932, 1935, 1936, 1937, 1956) weke 60 berhemên wî yên edebî derketine, di nav wan da helbest, destan, serpêhatî û yên din û piranîya wan di berevokên cuda da cî girtine. Ji nav wan yên berbiçev ev in: ”Zembîlfiroş”, ”Beko”, ”Gulîzer”, ”Memê û Zînê”, ”Evdalê Zeynikê”, ”Mehmûd beg û Mûsa”, ”Şamê û Zozê”, ”Zelîxe û Fetula”, ku hemû jî bi kurdî çap bûne. Ev berhem jî bi ermenî çap bûne: ”Anûş garûn” (”Bahara xweş”), ”Sîrêrg” (”Sitirana evîndarîyê”), ”Garûn” (”Bahar”), ”Elegez”, ”Komîtas” û yên din. Gelek berhemên wî bi zimanên ermenî û rûsî hatine wergerandinê û ji alîyê xwendevanan da bi dilalavî hatine qebûlkirinê.

Emînê Evdal bi çend nivîskarên kurd yên bi nav û deng ra ji navê komela nivîskarên kurd ya rex Yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê tevî dehrojîyên edebîyet û hunermendîya Ermenîstanê li Moskvayê bûye (di salên 1939 û 1959an da) û li wir ewî destanînên kûltûra kurdan raberî miletên din kirîye. Berhemên wî yên bijare sala 1956an girêdayî wan dehrojîyan ra, bi zimanê rûsî di berevoka bi sernivîsa ”Şayîrên kurdên Sovêtîyê” da çap bûne. Emînê Evdal bi H. Cindî, C.Celîl û yên mayîn ra tevayî edebîyeta kurdî bi wergerên berhemên ji rûsî û ermenî va daye dewlemendkirinê. Ewî berhemên Hovhannês Tûmanyan ”Gîkor”, ”Se û pişîk”, ”Xwedî û xulam”, ”Maro” wergerandine kurdî, gelek berhemên wî di antolojîya ”Berhemên nivîskarên kurdên Sovêtîyê”, cildeya 4an da, herwiha di pirtûka dersan ya bona koma 4an da çap bûne.

Emînê Evdal di helbesta xwe ya ”Ji bo Komîtas” da bi qelema xwe ya adan va rewş û dêmê kompozîtorê mezin bi hostatî nitirandîye.

Di nîveka salên 1950î da destana Emînê Evdal ya bi sernavê ”Gulîzer” ronahî dît. li wir zanebûnên wî yên di hêla nivîskarîyê-efrandinê da geş xuya dibin. Li wir psîkologîya gelê kurd, deb û erf-edet, evîn û kul-derd, berxwedan û binketinên wê bi hostatî hatine nitirandin.

Têma efrandinên Emînê Evdal jîyana gelê wî, têkoşîna sinifîyê, evîndarî, tebîyet, rewşa jinê, erf-edet û bawermendîya milet, jîyana kurdan ya nû, jina kurd a azad, welatparêzî û întêrnasyonalîzm bû.

Keda Emînê Evdal pir e di karê bi ulmî-zanyarî şirovekirina kûltûra kurdan ya pirsedsalan, erf-edet û rabûn-rûniştina gel da.

Sala 1936an bi saya hereketê Emînê Evdal û Hecîyê Cindî yê bi salan berevoka pirbelge ya ”Folklora kurmanca” ronahî dibîne, ku tê da sertacên zargotin-folklora me cî digirin.

Pişt ra Emînê Evdal sala 1944an aspîrantûrayê temam dike, dîsêrtasîya xwe dinivîse, dibe doktor û heta kutasîya emirê xwe (sala 1958an) di Akadêmîya Ermenîstanê ya Zanyarî da dibe kurdzan. Ewî weke deh xebatên ulmî nivîsîne. Ji wana yên berbiçev ev in: ”Jina kurd di mala eşîrtîyê (patrîarkalîyê) da” (Yêrêvan, 1948), ”Heyfhildana xûnê di nav kurdan da û hilanîna paşmayînên wan di qewilên Sovêtîyê da” (Yêrêvan, 1952), ”Deba kurdên Pişkavkazê” (Yêrêvan, 1957), ”Pêwendîyên pismamtîyê-qewimtîyê di nav kurdan da” (Yêrêvan, 1965, kurmancî), ”Kûltûra kurdên Ermenîstana Sovêtîyê” (Yêrêvan, 1960, bi rûsî) û yên din. Ewî dû xwe ra gelek berhemên çapnekirî hîştine, ji wana ya here giring ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ye, ku niha di destê we da ne.

Emînê Evdal ne tenê zaneyê êtnografîya û zargotina gelê xwe ye, lê ewî herwiha nimûnên ku ji ruh û sewdeyê miletê wî derketîye, bi ulmî şirove kirîye, qîmetê wan yê zanyarîyê dayê û rê û dirbên helkiririn-şimşatkirina wan nimûneyên di qewilên Sovêtîyê da anîye ber çevan.

Bingehê helbestên Emînê Evdal ji kanîya zargotina gelê wî dixulxulin û lema jî berhemên wî bi welathizîyê û biratîya gelan va perwedekirî ne. Ji berhemên wî dêmê Emînê Evdal yê nivîskarîyê, ulmdarîyê, pêdagogîyê, bajarvanîyê tê ber çevan.

Cîyê Emînê Evdal di karê pêşdabirina edebîyeta kurdan, pêdagogî û ulmê kurdî da pir bilind e. Emînê Evdal, Hecîyê Cindî, Erebê Şemo, Qanatê Kurdo û ewledên kurdan yên bi nav û deng bi berhemên xwe va zimanê kurdî yê edebî hel kirin û şimşat kirin.

 

Profêsor Dêrênîk Vardûmyan

 

 

 

PÊŞGOTIN

 

Kurd, herwiha kurdên êzdî, ji gelên Asîya Pêş yên herî kevnare ne. Kurd niha li Îraqê, Tirkîyê, Îranê û Sûrîyê, beşeke biçûk jî li Ermenîstanê, Gurcistanê, Azirbêcanê, Asîya Navîn û Pakîstanê da dijîn.

Sala 1834an, wextê şerê di navbrea tirkan û ereban da, tirkan bona kurdên êzdî bikine bin hukumê xwe, bi destî zorê wana bikine musulman, dest bi xweserîtîyan û zordestîyan kirin. Çend êl û eşîretên kurdan, wek Rojkî û Sîpikî, ji dest zordarîyê warên xwe hîştin û ji Îraqê mihacirî herêma Eyntabê bûn.

Di salên 1877-78an da wextê şerê di navbera Rûsîyayê û Tirkîyê kurdên êzdî ji dest zordestîyên tirkan warê xwe hîştin û mihacirî Qersê, herêma Dîgorê û Vaspûrakanê bûn. Di dema şerê hemcihanê yê yekemîn da ew mihacirî Ermenîstana Rohilatê dibin û li navçeyên Talînê, Aparanê, Hoktêmbêryanê û Êçmîazînê bi cîh dibin, pareke wan jî berê xwe dide Gurcistanê, piranîya wan li bajarê Tbîlîsîyê, û heta îro jî li wir dijîn.

Kurd bi heywanxwedîkirinê û xwelîbêcerkirinê va mijûl dibin. Kurdên êzdî, ku bi sedsalan bi ermenîyan û ereban ra jîne, di hêla malhebûnîyê, kûltûrîyê û jîyana rojane da gelek tişt ji hev hîn bûne. Xwesma kûltûra wan gelan ya ruhanî tesîreke mezin li ser wan kirîye. Kurdên êzdî gelek caran diçine wargehên ziyaretî yên ermenîyan û ereban, li wir qurbanan didin û ebabetîyê dikin.

Kurdên êzdî û kurdên musulman bi kurdî dipeyîvin, eref û edetên wan yek in, pêşîyên wan Mîdîyayî ne, ku ermenî ji wan ra herwiha Mar jî dibêjin, navên wan eynî ne, kinc û bergên wan eynî ne, wergirtina wan wekehev e, lê dînê musulmanîyê di gelek waran da ew dûrî hev xistine.

Ji dîrokê eyan e, ku di sedsala 7an da li perçekî dinyayê dînê Mihemedîyê xuliqî û perveda, perçekî eşîret û miletan bi destî şûr bûne musulman. Piranîya kurdan bû musulman, perçekî biçûk jî – kurdên êzdî, ku li dor û berên zincîra çiyayê kurdan da dijîtin, ji êrîş û zordestîyên ereban dûr man, mihemedî qebûl nekirin û heta îro jî ser dînê xwe yê pûtperestîyê mane. Ji ber ku karê wan yê hîmlî heywanxwedîkirin û xwelîbêcerkirin bû, ew di dem û dewrana derebegîyê (fêodalîyê) da dijîtin, di hêla hebandinê da ew ji dînê xwe derneketin. Niha piranîya kurdên êzdî yên Sûrîyê û Îraqê xwelîbêcerkir û heywanxwedîkir in, bi jîyana eşîrtîyê- qebîlîyê û pismatîyê-qewimtîyê va dijîn.

Serokê kurdên êzdî yê dînî-ruhanî Mîrê wan e, ku li herêma Mûsilê, navçeya Şengalê dijî. Ew her sal qewalan dişîne cî û wargehên ku êzdî lê dimînin bona propogandakirina bîr û bawerîyên Şêxadî.

Di vê berhemê da emê hewil bidin bi nivîsên êtnografîyê, zargotinê bikevine nava kûraya jîyana kurdan ya derebegîyê û gorî wê jî emê ayîna dînê kurdên êzdî û bîr û bawerîyên wan yên dînî raxine ber çevan.

Armanca me ya sereke ew e, ku li ser hîmê îzbatîyên êtnografîyê bikevine nava kûraya jîyana kurdên di dema fêodalîyê û dîroka kurdên êzdî ya buhurî, cûrê jîyana wan, hebandin û bawermendîyên wan raberî we bikin.

 

 

 


Malûmatîyên dîrokî, êtnografî û zargotinî

derheqa bawermendîyên êzdîyan da

 

Êzdîtî bi sedsalan ji alîyê desthilatdarîya Asîya Biçûk ya dînî da hatîye zêrandin û bêdengkirinê.

Dînê êzdîtîyê di qalibê eşîrtîyê da karê xwe meşandîye û navê „dînê surî“, „dînê şeytan“ û yên din lê kirine, lê dîsa jî heta îro heyetîya xwe parastîye.

Ji demên buhurî, piranî li cî û warên çiyayî, ku rê û pêge li wan deran nediket, ew kurdên koçer û nîvkoçer ne tenê şahidê qewimandinên dîrokî bûne, lê herwiha tevî wan qewimandinan bûne, himberî zordest û zevtkaran şerê ji bo azadîyê û serxwebûnê kirine. Ew têkoşîn di sedsala 10-11an, dema kurdên Merwanî û sedsalên 10-12an da di dema kurdên Şedadîyan da bûye.

Derheqa dîroka pêşîyên vê binemala kurdan ya mezin da, ku pareveyî li ser gelek qebîl û beran dibe, lêkolîneke ciddî tune. Malûmatîyên heyî jî kêm û nivîşkan in, gelek nivîsên li ser kurdan serra-berra ne û bingehên wan yên zanyarî tunene.

Piranîya malûmatîyên derheqa kurdan yên bi zimanên cuda-cuda nivîsî piranî yên êtnografî ne.

Gelek rêwî û mîsîonêran hewil dane emir û deba kurdên êzdî, bawermendîyên wan lêbikolin, lê ew ji wan ra tam li hev nehatîye, ji ber ku kurdên êzdî guneh dihesibînin, ku surên dînê xwe elamî kesên ne ji dînê xwe bikin. Sebebê vê yekê ew bûye, ku miletên li der û dorên êzdîyan bi dijminayî berbirî dînê wan bûne, ew bi nav kirine wek „peyhatîyên şeytan“, „pûtperest“ û h.w.d. D. Pagîrêv rast dibêje, gava dinivîse: „Heta niha jî bi tu kesî ra li hev nehatîye haj ji surên dînê êzdîyan hebin“.1

Derheqa dînê êzdîtîyê da ji berhemên zanyarî pirtir mîf û lêgênd (çîrokên jiberxwe derxistî) hene.

Gorî lêgêndeke wisa, êzdî bi xuliqîn û bawermendîyên xwe va ji gelên cihanê yên mayîn têne cudakirinê. Gorî lêgêndekê 72 kur û keçên Adem û Hewa bi hev ra dizewicin û „nesîyan“ (şûmîyan) dikin. Ji wana gelek „milet“ dertên. Hemû ewledên wana, xên ji yekî, ji Adem û Hewayê bi dûr dikevin, dê û bavên xwe yên bextreş bêxwedî dihêlin. Dê û bavên bedbext dimînin hêvîya ewledê xwe yê nivîşkan Şaydî Bincêr. Hewa îdî pîr bûbû, li Adem xweş nedihat, Adem dixwest bi jineke din ra bizewicîya. Xudayê Melekê Taûs bi rêberîya Ezrayîl horî-perîyekê dişîne bal wî. Dema Hewa wêya dibîne, bal wî şik pêşda tê.

-Adem li ku ye?- Ezrayîl jê dipirse.

-Li mal e,- Hewa bersîvê dide,- min kirasê wî şûştîye, tazî ye, ji mal dernayê, hinekî hêsa bin, ezê wî bişînime bal we.

Mêvan ber malê rûdinên, lê Hewa dikeve hundur û ji Adem dipirse:

-Adem, rast bêje, tu ji min hiz dikî? Eger ez bême bawerkirinê, ku tu ji min hiz nakî, îdî jîyana min badilhewa ye, ezê xwe bikujim.

-Guneh e, Hewa, tiştên wisa nebêje.

-Na, na, tu îdî ji min hiz nakî, emirê min pûç e.

Hewa dest pê dike digirî û hêsiran dibarîne. Adem şaş û metel mabû, nizanibû çawa ber dilê wê da bê.

-Hewa,- Adem dibêje,- bawer bike, ku ez ji te hiz dikim û tu sebeb tune ku ez ji te hiz nekim.

-De, bi navê Xwedê sond bixwe!

-Ez sond dixum!

-Eger jineke din rastî te bê, li te xweş bê, tu min bernadî, ne?

-Qet tiştên wisa nabe… fikirên wisa ji serê xwe derxe.

-De bi navê Melekê Taûsê sond bixwe.

-Sond dixum.

-De, niha here der va, Ezrayîl gazî te dike.

Adem diçe der va û Ezrayîl bi horîyekê dibîne. Ew teze ser hisehisan dikeve ku qesta Hewayê çi ye, lê îdî dereng bû.

Ezrayîl jê ra dibêje, ku Xwedê ev horî jê ra şandîye, lê Adem dibêjê, ku ewî bi navê Xwedê sond xwerîye, ku bi jineke din ra nezewice. Şêwra xwe dikin û biryar digirin, ku wê horîyê bidine kurê Adem – Şaydî Bincêr.

Û ji wî Şaydî Bincêrî û horîya ji esmanan hatî êzdî dixuliqin2.

Gorî lêgêndeke dinê Melekê Taûs êzdî xuliqandîye. Bi daxaza Melekê Taûs xortekî bi navê Êzdî bi horî-pêrîyeke buhuştê (cinetê) ra zewicîye û ji wana êzdî xuliqîne.3

Lêgêndeke din jî ya derheqa xuliqandina êzdîyan da me ji zarê (devê) aşiq Ahmê Çolo nivîsîye: „Ser milê qiralekî kubar du mar şîn dibin. Bona xwe ji van maran biparêze, şêx şêwrê didine qiral, ku ew bi mejûyên merivan va bidine têrkirinê. Qiral guh dide şêxan, bi a wî dike û her roj serê xortekî hildiqetîne û mejûyê wî dide maran. Celat gunehê xwe bi wan xortan tînin, dewsa xortan rojê pezekî serjê dikin û mejûyê wî didine maran. Xortên ji wê xezebê xilazbûyî direvine çiyayên Êzdistanê, û li wir ji zuretên wan êzdî dixuliqin, paşê ew xurt dibin û radibin himberî qiral şer dikin“.4

Lêgêndek jî bal farizan heye, ku li wira ji çiyan ra Kurdistan dibêjin.

Di lêgênda pêşin da navê Êzdistanê tê bîranînê, lê lêgênda dinê da navê Kurdistanê tê bîranînê. Di herduyan da jî behsa xuliqandina kurdên êzdî tê qalkirinê. Li vir tiştê balkêş ew e, ku kurdên êzdî û gelê kurd di eynî demê da xuliqîne û herdu jî eynî milet in. Xênji wê, derheqa hêz û zoraya kurdan da tê gilîkirinê, ku ew çiyayî ne, xurt û mêrxas in.

Kurdên êzdî yên Îraqê ji demên buhurî, di zû da li herêma Şengalê, bakurê Mûsilê dijîn.

Ziyareta Şêxadî, mezelên xunedarên Êzdîyan li çiyayên Şengalê ne. Êzdî her sal diçine wira, qurbanan didin, cejinên êzdîyan pîroz dikin, dua û ebabetî li ser mezelên serekên dînê xwe dikin.

Êzdî bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî dipeyîvin, ku tesîra farizî û erebî li ser gelek e. Kêm zanyar li ser dîroka êzdîyan sekinîne. Gorî dîrokzan M. Çamçyan, Vaysêrê alman û yên din kurd, êzdî jî di nav da, di sedsala 10an da xuliqîne. Lê gelek kes himberî vê yekê dertên, wek serekqumandar û rêwî Ksênofon, ku di pirtûka xwe ya bi sernavê „Anabazîs“ da dibêje, ku kurd hela sedsala 5an ya berî dewrana me, ango berî bûyîna Îsa Pêxember, hebûne û navê wan „Kardûx“ bûye.

Profêsor Markwart û akadêmîk H. Manandyan ser wê bawerîyê ne, ku ew kesên di pirtûka „Anabazîs“ da hatine bîranînê, pêşîyên kurdan in, lê bi bawerîya dîrokzan-salnivîsê ereb Masûd pêşîyên kurdan ewledên merivê bi navê Kurd e. Di salnivîsarîya ermenîyan da kurd bi „Miletê Marî“ („Mîdîyayî“) hatine binavkirinê û li ser vê bingehê tê texmînkirinê, ku ew pêşîyên kurdan bûne.5

Pirs pêşda tê, gelo kurdên êzdî, ku binecîyên Îraqê û Îranê bûne, Zerdeştî qebûl kirine, an na? Çend zanyar, bê îzbatîyên zanyarî, ser bingehê lêgêndan hatine ser wê bawerîyê, ku kurdên êzdî dînê Zerdeştîyê qebûl kirine.

Nayê înkarkirinê, ku tesîra dînê Zerdeştîyê li ser kurdên êzdî heye, lê em nikarin tam bêjin, ku kurdên êzdî dînê Zerdeştîyê qebûl kirine.

Bawerîya Rojê (Tavê), ku bingeha dînê Zerdeştîyê ye, di nav gelek miletên Rojhilatê, herwiha di nav kurdên êzdî da jî belav bûye.

Wisa xuya ye, ku kurdên êzdî Xudayên farizan – Ahûra Mazda û Ehrîman qebûl nekirine, lê heyetîya ruhber-xudayên qencîyê û xirabîyê qebûl kirine. Di êtnografîya û zargotina kurdan da tu malûmatîyên derheqa hebandina Xudayan da rastî me nehatine, lê derheqa Melekê Taûs û Şêxadî da gelek malûmatî hene.

Ji ber ku kurdên êzdî van Xudayên farisan ne hebandine, lema jî em nikarin bêjin, ku ewana çûne ser dînê Zerdeştîyê. Ew fikira Y. Karsêv şaş e, ku kurdên êzdî pey dînê Zerdeştîyê çûne.6

Pirs pêşda tê: lê gelo kurdên êzdî çi hebandine?

Kurdên êzdî, xên ji qewimandinên tebîyetê û bûyerên li erş û ezmanan, herwiha Melekê Taûs hebandine, ku ji kûraya sedsalan tê. Di jîyana eşîrtîyê da Melekê Taûs wek melek hebandine, lê paşê wek Xudayê mezin hatîye hebandin.

Heta niha jî Xudayê kurdên êzdî Melekê Taûs e.7 Ziyareta Melekê Taûs niha jî di nav kurdên êzdî da wek cîyê buhurtî ye û emê derheqa vê yekê da paşê bi hûrgilî xeberdin.

Hinek kurdên êzdî pêşîyê xwe yê bi navê Êzdî jî Xudayê xwe dibînin. Xudayê Êzdî û Şêxadî li ber parastgeha Lalişê hatine çelkirinê. Ser dîwarên parastgehê nivîsên bi kurdî, bi tîpên erebî kolayî, wek „Melek Êzdî, bira duaya Xwedê li ser te be“, „Şêxadî, bira duaya Xwedê li ser te be“ heta niha jî hene.8

Beşeke ereban û aşûrî jî goristana Şêxadî ji xwe ra ziyaret dihesibînin.

Ev îzbatî dide kivşê, ku Êzdî, herwiha Şêxadî jî, merivên rastî bûne, ku paşdemê da ew wek Xweda hatine qebûlkirin. Gorî lêgêndeke kurdan Êzdî wek Xwedê tê hebandin. Qewileke êzdîyan da tê gotinê: „Êzdî Xwedê ye“.9

Di sitiraneke dînî da Êzdî wek alîkarê Xwedê ye, extîyarîyên wî hema bêje weke extîyarîyên Xwedê ye. Di sitiranê da tê gotin:

 

„Melekê Taûs Xwedê ye

Êzdî jê ra mal û hal e

Ew rûniştîye li erşa ye

Dike ev fermana ye“.10

 

Ango, kurdên êzdî pêşîyê xwe yê bi navê Êzdî wek Xwedê dibînin, hêza wî beramberî hêza Xwedê dikin.

Di bawermendîyên êzdîyatîyê da hebandina Şêxadî (Şêx Adî) cîkî berbiçev digire. Şêxadî merivekî dîrokî bûye, melek bûye, êzdî weke Xwedê jê hiz kirine, heta ew kirine Xwedê. Derheqa Şêxadî da malûmatîyên awa hene: ew ji malbeta Adîyan e, kurê Misafir e, di sedsala 12an da jîye, di 90 salîya xwe da li herêma Hekarîyê, devera Mûsilê çûye ser dilovanîya Xwedê.

Sêmyonov nivîsîye: „Di dema serkirdayetîya El-Muktadir Belyax da (sala 295 ya hicrê) nivîskarê kurd yê bi nav û deng Mensûr ul-Xelaç û şêxê sofî Ebdul Qadirê Geylanî jîne. Hema di wan deman da yekî bi navê Şêx Adî hate meydanê, ku xelkê ji der û dorên çiyayên Hekarîyê bû…“11

Gorî êzdîyan Şêxadî „ji erdan difire ezman“ û bi alîkarîya Melekê Taûs serokatî li cihanê dike. Bal êzdîyan Şêxadî Melekê ku bûye Xwedê ye. Ev yek bal musulmanan jî wisa ye, ku bi çevê Xwedê li Mihemed dinihêrin. Di dema derebegîya ereban da Mihemed dibe melek û hildifire ezmanan. Derheqa vê yekê da di zargotina kurdan da jî heye, ku Mihemed hilfirîyaye ezmanan, çûye qatê heftan yê ezmîn, ango qatê herî dawî û li wir li rex Xwedê, ser kursîyê rûniştîye. Xwedê jê aciz nabe, lê hela di ser da jî bi dilekî şa wî qebûl dike.

Şêxadîyê êzdîyan sofî bûye, ewî jîyana dinya ronik hiz ne kirîye. Ew ji wê jîyanê direve, li çiyayên Şengalê bi cî dibe, li wira dijî û li wir parêstghek ava dike û ew heta niha jî tê binavkirinê wek „Mala Şêxadî“ û ziyareta êzdîyan ya sereke ye, wek ku Mek û Medîn bona musulmanan.

Derheqa xwendina Şêxadî da malûmatî tunene. Tê gotin, ku ew şagirtê kesekî bi navê Xaran bûye, lê ne eyan e ka bal wî çi û çiqas wext xwendîye. Tiştê ku bi me va eyan e ew e, ku ewî derheqa qanûnên dînê êzdîyan da kitêbeke bi herfên erebî nivîsîye. Ev kitêb, ku kurdên êzdî jê ra „Mişîr“ dibêjin, di ziyareta Şêxadî da tê parastinê.

Şêxadî nivîskar û belakirê bawermendîyên kurdên êzdî bûye. Gorî malûmatîyên J. Frank, êzdîyên Îraqê dema eyd û erefatan serê xwe dikine ber xwe, bê deng, pante dayî ber bi kitêba ziyaretî diçin, yek bi yek wê radimûsin û bi van gotinan va paşda diçin: „Ya Mişîr, bira rehma Melekê Taûs li ser me be, bila Êzdî, Şêxadî ardimîyê bidine me”.12

Perçekî ji wê pirtûkê bergirtî (kopîkirî) sala 1946an bal binecîyê gundê Gelto, navçeya Telînê Pîr Ahmed hebû. Rast e, îzin tune tiberkên dînî nîşanî hinek kesên din bikin, lê pîr qedirê min girt û nîşan da. Ew nivîsar hema bêje nedihate xwendinê, herf ancax xuya dikirin, tenê xetek hate xwendinê, ew jî ev bû: „Melekê Taûs Xwedê ye“.

Êzdîyên gundê Gelto ber „Mişîr“ temene dibûn (pante didan), ebabetî dikirin û qurban didan. Wana tenê di rojên „Rojîyên êzdî“ û „Rojîyên Xidirnebî“ da „Mişîr“ ji qutîyê derdixistin. Di wan rojên eydan da berî ku „Mişîr“ ji qutîyê derxin, mîyek serjê dikirin, qurban didan, paşê diketine malê û ew kitêb radimûsan.

Şêxadî derheqa erf û edetên êzdîyan, rabûn-rûniştin, dua-dirozgên wan da gelek temî û şêwr bi dû xwe ra hîştine. Gorî merivên ruhanîyê ew hemû di kitêba „Mişîr“ da hene.

Aha hinek ji wana:

1.Êzdî gerekê pey gotinên Melekê Taûs herin, wî bihebînin û ji bo xatirê wî salê carekê qurbanan bidin, bona ew dua li mirîdên xwe bike, daxazên wan bi cî bîne û gunehên wan efû bike.

2.Her sal herine warên ziyaretî û li wir ebûbetîyan bikin, qurbanan bidin bona dilê melekên wir bikirin, melekên ku serekê wan Melekê Taûs e.

3.“Mişîr“ ji çevan dûr xweykin, li cîyekî veşêrin.

4.Wextê dewatan û herdem çev bernedine jinên xelqê.

5.Ji bo êzdîyan qedexe ye bi miletên mayîn ra bizewicin û mêr bikin, eger bizewicin, an jî mêr bikin, ruhê wan wê here dojehê.

6.Miletên mayîn hiz bikin, lê ber wana danexun, xwe ji wan kêmtir nebînin. „Êzdî,- Mîr Îsmayîl dibêje13,- gerekê qedirê miletên mayîn bizanibin, ji ber ku hemû jî dayîna Xwedê ne“14.

7.Taûs siyarkirin15 tenê piştî qurbandayînê dibe.

8.Di dinyayê da çi ku qencî ye, gerekê wêya bikin û derkevine dijî xirabîyê.

9.Maka heywanan nekujin, heta ku çêjikên wan (berên wan) jê cihê nebûne, kê ku wana bikuje, ewê ber Melekê Taûs cabê bidin.

10.Di nav êzdîyan da mirîd nikarin bi merivên ruhanîyê (şêx û pîran ra) ra bizewicin û mêr bikin.

11.Êzdî gerekê derew sond nexwe.

12.Destebirakîyê gerekê qewî xwedî bikin.

13.Destûra êzdîyan tune bi jineke kebîna biyanîyan jê kirîye ra bizewice.

14.Miletê êzdî nemirî ye, tu kes nikare ji dînê xwe derkeve.

15.Ruhê kesên Xwedênenas wê here dojehê.

16.Melekê Taûs nabexşîne derewçîyan, lema jî gerekê timê rastîyê bêjin.

17.Gerekê timê qedirê dê û bavan bigirin, ber wana temene bin, eger wisa nekin wê ber Melekê Taûs cabê bidin.

18.Jîyana li vê dinyayê tiştekî vala ye, gerekê herdem derheqa dinya walin da bifikirin û bona gunehên xwe efû bikin, gerekê timê qurbanan bidin.

19.Xirabî qencîyê tîne, qencî jî xirabî tîne, lema jî gerekê ne gelekî qenc û ne jî gelekî xirab bin, gerekê orte hilbijêrin.

Şêxadî gelek temî û şêwr jî nivîsîne, ku di kitêba “Mişîr” da hene. Lê ji ber ku “Mişîr” nayê xwendinê (ango, destûra xwendinê tune), lema jî piranîya şîret û şêwrên ku Şêxadî hîştine, hatine jibîrkirinê, lê tiştên giring ji zar (dev) derbazî nisletan bûne û heta niha jî kemala wan ya perwerdeyê pir e.

Bona van şêwr, şîret û qanûnên dîndarîyê-olî êzdîyan Şêxadî himberî Xwedê kirine.

Goristana Şêxadî niha jî ziyareta êzdîyan ya sereke ye.

Niha em binhêrin çika qewal Huseyn vê ziyaretê çawa şirovedike: “Ew ocax di gêlî da ne, bi daran va xemilîye, di herdu alîyan da zinarên bilind in, ku ji dûr va bi bedewîya xwe va merivan zendegirtî dihêlin. Bona merivên dîndar yên ji dûr hatî di nav wan zinaran da xan û warên jîyînê hatine çêkirinê. Dîwarên ocaxê bi kevirên zexm hatine çêkirinê. Pencên tavê ji pencereyên mînanî kulekan ra dikevine hundur”16

Her sal meha îlonê gelek dîndar berevî vira dibin. Li Lalişê ji dîndarên hatî ra cam dibêjin û ev heytehol heft rojan dikişîne. Êzdîyekî bi navê Nebî, ku sala 1909an çûye Lalişê, dibêje, ku dîndar bona gunehên xwe efû bikin, ebabetî li goristanên Şêxadî û Êzdî dikin û qurbanan didin. Ebabetîya mezelan bi şaynetîyeke resmî va tê derbazkirin, bi sitiran, qewil, reqas û lîstikan va. Di sitiranên dînî da pesinê Şêxadî û Êzdî tê dayînê û fikira wan sitiranan ya sereke ew e, ku ew wek Xwedê mezin in. Li jêr em yek ji qewilan tînin:

 

“Şêxadî xudanê keremê

Dehar bûye li alemê, le Ecemê

Dehar bûye Batilfare

Lê cem bûne mêrdare

Qest kir heta Hekare17

Qest kir heta Lalişe

Ket guhê mîre

Çiya Erefatê guşe-guşe”.18

 

Ji vî qewilî xuya dibe, ku Şêxadî bal êzdîyan beramberî Xwedê ye, wek ku em di wê sitiranê da dibînin, tebîyet jî hazir e guh bide wî, xêrhatina wî bike, Şêxadî bi dilalavî qebûl bike.

Li Lalişê piştî ebûbetîyan û qurbandayînan dengê sitiranê disekinî, paşê ji qewalan yekî perçekî qumaş digirte destê xwe, dikire nava ava Zimzimê, alîkî wî girê davîtê û di hewayê da dimilmiland û ew yek nîşana wê bû, ku heytehol xilaz bûye.

Dîndaran destên şêxan, pîran û qewalan radimûsan, ava Zimzimê û xwelîya ji der û dorên ziyaretê bi xwe ra dibirin û ji hev belav dibûn.

Gorî qiseya Nebî, piştî heytehola dînî, gava dîndar îdî ji ziyaretê bi dûr diketin, mîr û serekên ruhanîyê yên mayîn di ziyaretê da diman. Wê demê ji qulçekî ziyaretê feqîrên bi cilên sipî va derdiketin, ebabetîyên olî dikirin, lê jin û mêrên ruhanî distiran û direqisîn. Paşê feqîran û koçekan di ziyaretê da reqasên eskerîyê û dewatê direqisîn û di nav wan da erf û edetên dînî û ruhanî dihatine xuyakirinê. Feqîrekî gava reqasa ”Heyf” direqisî, xudêgiravî bona heyfa xwe ji dijmin hilde, bi şûrê xwe yê darîn va sê caran li erdê dixist û digot: ”Min heyfa xwe hilanî” û paşê berê xwe dida heykelê Melekê Taûs, serê şûrê xwe li kevirekî ziyaretê dixist, paşê datanî ser xalîçeya li erdê raxistî û bi gavên gelek bawer û qeşeng va, kerr û lal ji ziyaretê derdiket. Gerekê bê destnîşankirinê, ku di ziyareta Şêxadî da xên ji heykelê Melekê Taûs, tu heykelekî din, tu wêneyek tuneye.19

Feqîrekî dinê kevezanê sêr di dêst da pêşda dihat, kevezan hildikişande jor, paşê berjêr dikir, digot: ”Ya Melekê Taûs, ya Şêxadî û ya Êzdî” û kevezanê xwe li erdê dixist. Ev bûyer dide xuyakirin, ku bi hêz û zoraya kevezana bi sêr, bi komeka Melekê Taûs, Şêxadî û Êzdî erd diqelêşe, pareveyî ser du paran dibe, dijminên êzdîyan hildigire nav xwe, paşê ew erd dîsa tê girtinê. Piştî vê bûyerê feqîr kenê wî li ser dêv, dikeve erdê û çend deqeyan xwe mirî davêje.

Ev bûyerên bi sêr û reqasên dînî, ku heta niha jî li ziyareta Şêxadî têne derbazkirinê, bona wê yekê têne kirinê, ku Şêxadî û Êzdî wek Xwedê mezin bikin.

Qurbanên ku dîndaran didan, piranîya wan para mîr diket, yên din pîr û şêx, qewal û feqîr û koçek di nav hev da parevedikirin.

Gorî qiseya qewal Huseyn, heta salên 1950î li ziyareta Laliş heykelê Şêxadî jî hebûye, ku paşê, di salên 1850-1860an da winda bûye. Derheqa wê yekê da kalikê wî – qewal Bedir jê ra gotîye. Gorî wî xizmetkarên ziyaretê yên bi esilê xwe va aşûrî bi daxaza mîsîonêrên îngilîs ew heykel dizîne û firotine wan. Windabûna heykelê Şêxadî di nav êzdîyan da bûye mîna şîneke giran. Niha, bi fikira Huseyn, ew heykel di mûzêya Brîtanîyayê da ne.

Wek ku di nav musulmanan da herdem navê Mihemed tê dayînê, wisa jî di nav êzdîyan da navê Şêxadî tê dayînê. Êzdî gotinên wî dubare dikin, mezinaya wî, aqilê ku Xwedê dayê didine kivşê.

Di nav dînê êzdîyan da Melekê Taûs Xwedê ye, lê Şêxadî û Êzdî wekîlên wî ne.

 

 

 


Hebandina ruh

 

(Ruhparêzî)

 

Ruhê nemir û emirê li wê dinê

 

Bal êzdîyan ruh mîna mûyekî ye tiştekî nebînayî ye, ku dikare ji canê merivan derkeve û carek din bikeve canê wan. Gorî dîndaran, ew yek di xewnê da jî dibe, dema ruh ji canê merivan derdikeve, li cihanê digere û carek din vedigere cîyê xwe yê berê, ango canê merivan. Kurdên êzdî ser wê bawerîyê ne, ku di canê merivan da tenê ruhek heye.

Gorî bawerîyên kurdên êzdî alan ew dengê wan ruhan in, ku xwe di nav keviran da, zinaran da, darsitanan da û çiyan da veşartine. Gorî wana ruh emir dide merivan, heywanan, teyredeyan, hêşinayê û bi serê xwe ye, tu eleqê wî bi canê merivan va tuneye, ew him di wextê xewê, him jî piştî mirinê ji canê merivan dertê. Gorî êzdîyan wextê mirinê Ezrayîlê ruhistîn ruh ji can derdixe.

Gorî şêxên êzdîyan piştî ku ruhê merivan ji can dertê, dikare derbazî nava canê terewilan, nava hêşinayê be û Ezrayîl biryar dide ka ew ruh wê here buhuştê, an dojehê.

Ew yek, ku ruh bi destî Ezrayîl ji canê merivan dertê û hildiqoşe ezmanan, di qewilên êzdîyan da jî hene. Di wan da tê gotinê:

 

„Rojek ji rojan e

Mûsa20 kurê Amrîan e

Axir Ezrayîl lê bû mêvan e:

-Were ji min bixweze, te çi xizmet e

Min te kişandîye hêrat e.

Ezrayîl go:

-Ezê ruhê te bikişînim“21.

 

Ev bawerî bal êzdîyan wisa xurt bû, ku wexta nexweşê ber mirinê ruhê xwe dida, ber wî tu kesî deng nedikir, ku ruh bi destî Ezrayîl bi awayekî hêsa ji qelbê nexweş derkeve.

Tenê pey mirinê ra hazir bi dengê bilind û bi qareqar dikirin hewar û gazî, digirîyan, ji ber ku gorî êzdîyan Ezrayîl îdî ruhê wî ji canê wî derxistibû, biribû.

Gava piştî mirinê çevên merivê rehmetlêbûyî vekirî diman, êzdîyan bawer dikir, ku ruhê wî hela ji dinyayê têr nebûye.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku di dema çelkirinê jî ruh ser demekê dîsa dikeve canê rehmetî, paşê ji meytê wî dertê û hildifire ezmanan. Ruh dema ji devê mêriv dertê, dora meytê xwe digere22. Piştî çelkirinê ra, gava mirî serê xwe bilind dike, dixweze bi hewarîyan ra vegere mal, teze pê dihese, ku yê mirî ew bi xwe ye, û wî çaxî Ezrayîl careke din ruhê wî qewz dike û hildifirîne ezmanan an jî dibe dinya tarî.

Ruh tenê bi destî Ezrayîl dikare bê veger ji canê merivan derkeve. Ezrayîl ejdahakî wisan e, ku meriv jê ditirse, neynikê tilîyên wî dirêj û tûj, çevên wî beloqî, pişta wî zirav, bejina wî bilind e. Gorî merivên sere gava ew ser serê merivê ber mirinê disekine, evê te li wî dinihêre û destxweda ji zar û ziman dikeve, bi xwe va diçe, dixeriqe.

Gorî êzdîyan sawa Ezrayîl li ser wan merîyan pir e, yên ku gunehkarî kirine. Di qewileke êzdîyan da bi zarê kesê mirî tê gotinê:

 

„Yek ser min ra sekinîye

Çeva weke tas in

Neynika weke das in

Deste risas in

Xwezîya min wî ruhî

Bê sûcî, bê binûs e”23.

 

Gorî êzdîyan Ezrayîl melekê ruhistîn e. Alîkarên wî jî hene: Cibrahîl, Ezrafîl û Mikaîl, ku bi fermana Ezrayîl ruh dibine dinya tarî, an jî dibine ezmanan.

Melekê ruhistîn yê vî awayî bal yûnanan jî heye, ku Hadês alîkarekî melekê ruhistîn e24.

Derheqa Melekê ruhistîn da bawerîke wisa di nav bawermendîyên ermenîyan da jî heye25.

Bi vî awayî, gorî Xwedênasên êzdîyan meriv, heywan û hemû ruhber xwedî ruh in, ku ser demekê di canê wan da dijîn, lê piştî mirinê jê dûr dikevin, diçine dinya dinê, bona heta-hetê bijîn.

Di bawermendîyên kurdan û gelek miletên dinyayê da fikira ku ruh namire, wisa tê şirovekirinê, ku ew qedereke wisa ye, ku meriv nikare jê derbaz be, qebûl neke. Ewana wisa jî li ser wê bawerîyê bûn, ku piştî mirina merivan, ne her tişt winda dibe, ango ew tam namire. Ango, ruhê wî rehmanî ye, lê canê wî gorî kurdan tiştekî bê qîmet e. Eva fikreke derheqa fêmkirina cihanê da ne, ango derheqa „dinya ronik“ da ne, ku bi sedsalan, heta îro jî berdewam e.

Gorî êzdîyan piştî ku ruh ji qelbê xwe dertê, bona wî jîyaneke nû destpê dibe.

Gorî êzdîyan ruhê merivan, ku navê wî xwedêgiravî di lîsteya Xwedê da nivîsar e, bi rêberîya Ezrayîl û bi alîkarîya komekdarên wî hildifire ezmanan, an jî dikeve binê erdê.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku ruhê kesê rehmetlêbûyî tenê di bin erdê da dikare rehetîya xwe bibîne, lema jî meytê mirî çel dikin. Dema meyt teslîmî xwelîyê dikin, gerekê hemû qeyde û qanûnên dînî bêne parastinê, bona yê mirî di dinya dinê da ji haziran razî be.

Derheqa rehetîya can û ruh da di nava bawermendîyên ermenîyan da jî hene. Ermenî pir caran li ser kevirê mezel dinivîsandin: „Li vir rehetîya te ye“ û bi wê yekê va didan xuyakirin, ku li vir can an jî ruhê wî kesî rehet dibe.

Gorî êzdîyan, ruhên ku li buhuştê an jî li dojehê ne, diçine seredana hevdu, derheqa bextewarî an jî bextreşîya xwe da xeber didin. Ewana jî rojê û tarîyê dibînin, haya wan ji evînê û xirabîyê heye, zanin têrbûn û birçîbûn, serma û germ, qûmistan û warên şînkayî, behr û erd û tiştên din çi ne, ango ew her tişt zanin û texmîn dikin, çi ku merivên zêndî. Dojeh wek hebisan e. Wek ku di „dinya ronik“ da meriv ji girtîyên xwe ra xurek û vexwerin dibin, wisa jî di „dinya tarî“ da (li ezmanan, an jî di binê erdê) ruh alî wan kesan dikin, ku li dojehê dizêrin. Ewana para xwe distînin, eger qewim û pismamên wan li vê dinyayê nanê mirîyan derdixin, nan û xwerin di nav kesîb û feqîran da bela dikin.

Fikira dinya tarî û wargehê jîyana mirîyan gelekî baş di hikyata kurdan ya „Gulperî“ da hatîye nitirandinê. Mêrxasê hikyatê Mîrze Mehmûd guh nade şîretê yekî sêrbaz, bona Gulperîya hizkirî ji ecêbeke giran xilaz bike, gerekê li ser xoyeke sipî rûnişta, bi şaşîtî li ser ya reş rûdinê. Xoy wî dibe ber perê ezmanan, qatê heftan, ango dibe binê erdê, dinya tarî. Mîrze Mehmûd bi hêz û qewata batinî ya teyrê sîmir ji dinya tarî derdikeve dinya ronik.

Derheqa ruh û dinya piştî mirinê da em bal yûnanan (huruman), romîyan, ermenîyan, ereban, almanan û gelek miletên mayîn dibînin. „Ruhê merivê di şêr da şehîdbûyî, gorî yûnanan, romîyan û almanan, horî melek datînine ser hespê mirazan û dibine nava dinya ruhberan“26.

Xwesma musulman gelekî bawerîya xwe bi dinya pey mirinê ra tînin û gorî wan dinya li ser erdê „lîstik û henek e“27.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku ruhê kesê mirî dikare neçe ezmanan, lê di gorê da, di binê erdê da be, paşê ew ruh derdikeve, dikeve nava heywanan, bengzê wan wardigire, dibe Reşê şevê û li ser erdê dijî.

Gorî êzdîyên navsere gerekê şev rex mezelan ra derbaz nebin, ji ber ku ruh li wan deran rehet dibin, ewana dikarin hişyar bibin, hêrsa xwe rakin, zirarê bidine haziran an jî bi qelbê heywanan ji mezel derkevin û merivan bitirsînin û paşê vegerine warê xwe.

Bawerîyeke wisa bal eşîreteke Amêrîka Bakur jî heye28.

Derheqa wê yekê da, ku erd û mezel dibine warê ruhê merivan û ruh ji mezel dertê, dibe heywan û di nav me da digere bal kurd û ermenîyên Dêrsimê jî heye. „Merivê mirî piştî mirinê careke din tê dinyayê, vê carê wek heywan, ango di şikilê heywanan va, ew dikarin bi şikilê teyredeyan, minminîkan, mêşan û mûrîyan jî bin. Ango, ruh ji heywanekî derbazî heywanekî din dibe û heta hetayê dijî û ji wî mûyek jî kêm nabe, ji ber ku ewê ber dada mezin bisekine bona bersîvê bide seba karên qenc û xirab kirî“29.

Derheqa jîyana piştî mirinê da ew bawerîyên êzdîyên navçeyên Aparanê û Talînê (komara Ermenîstanê) gelekî balkêş in, ku bi edetê çelkirina por û neynûkan va girêdayîne. Jinên pîr porên xwe kur dikirin û neynûkên xwe jê dikirin, di nav axê da çel dikirin, an jî davîtine nava mezelan, an jî dikirine nava kaxezan û di kol û çalên dîwaran da vedişartin, bona piştî mirinê ruh di rojên oxirmên giran da rastî dijwarîyan neyên.

Ji van edetan zelal xuya dibe, ku gorî êzdîyan li wê dinyayê jî dad û dadgeh hene.

Li Dêrsimê „Gelek caran kurd bi rojan didine ser rê bona ji nexweşekî bizanibin ka cîyê wan li dinya piştî mirinê da li ku ye“30.

Bal hinek ermenîyên Ermenîstana rojava jî bawerîyên wisa hene, ku „ruh ji mezel dertê, dikeve qilxê bizinan an jî segan, di nav me da digere, dibêjin, ku ruh dibe av jî û kesek nikare jê derbaz be“31.

Aşûrîyên gundê Arznîyê navçeya Kotaykê komara Ermenîstanê jî ser vê bawerîyê bûn32.

Êzdî dema meyt teslîmî xwelîyê dikin, gerekê hemû gotinên merivên ruhanîyê pêk bînin. Piştî çelkirinê, dema ji mezelan vedigerin, nanê tevirkolan (kesên ku mezel kolane) belav dikin, boy ruhê kesê mirî gotinên xweşbextîyê dibêjin, ser kesê rehmetlêbûyî qewilan dixûnin. Jinên hezinî ser rûyên xwe xûn dikin û porên xwe dibirin, mêr li serê xwe dixin, piştî çelkirinê ser mezel sê rojan agir dadidin û h.w.d.

Bi bawerîya êzdîyan ev yek bona xweşbextîya kesên mirî tê kirinê.

Gorî êzdîyan eger qewim û pismamên kesê mirî van edetên dînî pêk neynin, ruhê kesê mirî wê ji heqê wan bê der, ewê ji alîyê wî da herdem bêne zêrandinê, lê ruh wê ji mezel derketa û li her deran bigerîya.

Ew fikira, ku ruh ji mezel dertê û li her deran digere, an jî ew ruh bengzê heywanan wardigire, ne tenê di nav kurdan da heye, lê di nav bawermendîyên gelek miletan da jî heye.

Heyfhildana xûnê, ango ku heyfa xûnê bi xûnê tê hildanê, ku bi sedsalan di nav kurdan da heye, dide xuyakirin, ku xûna kesê mirî, an jî ruhê wî bi qewateke batinî dikare zirarê bide kesê ku bi destî wî hatîye kuştin. Kesê ku kuştîye bona ji wê yekê xilaz bibe, gerekê haj ji qewat û hêza kesê kuştî hebe, gunehê xwe qebûl bike û bi wê yekê va dawî li zêrandina ruhê kesê kuştî bîne.

Ser bingehê van bawerîyan, ne tenê heyfhildana xûnê, lê herwiha gelek edetên dînî di nav gel da kûr rûniştîye, cîyê xwe mehkem girtîye û di nav merîyan da tiştê herî bi qîmet û sereke ruh bûye û tu kesî jî ev yek înkar nekirîye. Gorî van bawerîyan, ne tenê bal kurdan, lê bal gelek miletên cihanê yên mayîn, li wê dinyayê ruhê kesê kuştî wê tu cara rehet nesekine, heta heyfa wî bi xûnê neyê şûştinê, an jî kesê ku ew bêbextî kirîye, gunehê xwe nede situyê xwe û baxşandinê nexweze.

Êzdîyên navçeya Aparanê dema xûndayînê kesê ku yê mirî kuştîye, dibirin bal mezelê kesê kuştî, ew sê an heft caran dor mezel fitil dida û bawer dikirin, ku gunehên mirî derbazî kesê ku mirî kuştîye dibin. Bi wê yekê va dihate hesibandinê, ku heyf hate hildanê.

Derheqa van bawermendîyan da gelek nivîsên êtnografî û berhemên zargotinê hene.

Di hikyata „Mîrze Mehmûd“ da, ku tê da hêza mar ya batinî heye, em dibînin, ku hêza wî ya ruhê wî ye, ya ku gorî kurdan nemirî ye û li wê dinyayê cîyê wî li cîkî bilind e.

Derheqa jîyana piştî mirinê da di nav edetên çelkirina mirîyan da jî tê texmînkirinê. Piştî ku mirî çel dikin, sê rojan ser mezelê wî kuçik dadidan. Kama ku mirî ser şûştibûn, weldigerandin, derdaneke ji sifir datanîn ser û sê rojan pey hev agir dadidan. Carna av direşandine ser kam. Wê rojê bona feqîr û kesîban nan û xurek bela dikirin. Bi bawerîya êzdîyan ev erefat bona wê yekê dikirin, ku li wê dinyayê kesê mirî kêmasîya nan, avê û ronayê nebîne. Hilbet, ev bawerî bi bawerîya avê û agir va jî tê girêdanê, ku emê li jêrê behsa wan bikin.

Bi vî awayî pirsa pevgirêdana ruhê kesê mirî û merivên wî tê danînê, çimkî êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku li wê dinyayê ruh hewcedarê wan tiştan in, çi ku meriv li vê dinyayê, lema jî merivên saxmayî gerekê alîkarîya ruhê merivên mirî bikin, ango nan û xurek û pere bidine merivên belengaz û bi bawerîya êzdîyan ji wan dayînan beşek jî wê bigihîje kesê mirî. Pêwendîyên merivên sax û ruhê mirîyan bi pevgirêdanên xûnî-pismamtîyê va bi hevdu va girêdayîne.

Ji vê yekê dîyar dibe, ku ev bawerîya ku di nav êzdîyan da heye, wana mecbûr dike, ku bi her awayî mal û halê xwe zêde bikin, da ku bikaribin daxazên mirîyan jî bi cîh bînin, bona ew li wê dinyayê kêmasîya tu tiştî nebînin. Gava êzdîyê destteng û kesîb ji cînarê xwe nanê bona ruhê mirî dixwest, digot: ”Bira ev nan li wê dinê bibe xêra ruhê mirî, bira ber wextê keve”.

Gorî êzdîyan ruhê hemû qewim û pismamên mirî, ew di mezel da bin, di dojehê an jî di buhuştê da bin, ewana bi hev ra ne, wek ku qewim û pismamên sax li vê dinyayê bi hev ra nin.

Hema ji bo vê yekê jî mezelên êzdîyan li her deran bi serî xwe ne, ango li wir kesên ji miletên din nayêne çelkirin û ew mezel îro em dikarin li gundê Cercerîsê navçeya Aparanê, li gundê Gelto navçeya Talînê û gundên êzdîyan yên mayîn da bibînin. Bi vê yekê va ew ser wê bawerîyê bûn, ku di van mezelan da ruhê wan wê paqij bimîne, ji ber ku dûrî ruhê wan endamên eşîretên din e, yên ku gunehkarî kirine.

Ji ber ku bi bawerîya êzdîyan ruhê hemû merivên wan di goristanekê da nin, ewana salê carekê, di meha nîsanê da (temamîya eşîretê di rojekê da) di eynî sehetê da nanê mirîyan dibine ser mezel, di nav belengazan da bela dikin, bona çevê ruhê mirîyan li rê nemîne.

Di gundên kurdan yên navçeya Aparanê da gava meytê mirî dibirine goristanê, pêşberî çardarê heft nan datanîn û piştî çelkirinê, hema li goristanê di nav kesên belengazan da bela dikirin. Ev edetê êzdîyan dide xuyakirin, ku ruhê kesê mirî gerekê ji roja pêşin da xwedî nan be.

Derheqa emirê li wê dinê da bal îngolîyan jî hebûye û gorî wana: ”Ruhê kesê mirî li wê dinyayê wisa dijî, wek ku meriv li rûbarê dinyayê, ango ser dinya ronik, ew jî hewcê xwerinê, şabûnê, hizkirinê ye”33.

Fikira ruhê nemir û lazimaya guhdayîna li ser kesên mirî li bal gelên xevsûran û pşavan da jî heye. M. Kovalêvskî derheqa bawerîyên pşavan da dinivîse: ”Malbetên pşavan yên dîndar ocaxeke yekgirtî ne û tiştê herî giring bona wan ew e, ku qedirê mirîyên xwe bigirin. Ewana fikira jîyana xwe di nav pêwendîyên bi merivên xwe yên mirî ra dibînin”34.

Edetê ku xizmetî ruhê mirîyan bikin, ne tenê bal kurdan, lê herwiha bal gelek miletan bûye deynekî ziyaretî, bawermendîyeke dînî.

Êzdîyên Şengalê heta îro jî çek û rihalên kesên mirî pê ra çel dikin. Ev yek herwiha nîşana wê yekê ye, ku kesên mirî xwedî mal û milkên xwe ne û gerekê bi kêmanî pareke hebûna wan bi wan ra here gorê.

Ev bawerîyên ku piştî mirinê jîyan heye, merivên berî dewrana me gîhandibû wê derecê, ku wana hewil dida ku kesê mirî bê jina xwe nemîne.

Di gelek welatên dinyayê da piştî lêkolînên arkêologîyê dîyar bûye, ku gelek mêr û jin bi hev ra hatine çelkirinê.

Di edetên ayîna dînê êzdîyan da wextê çelkirinê kotel cîkî sereke digire35. Wextê çelkirinê hespê bi kinc û çekên mirî va xemilandî dibirine goristanê û eva yeka nîşana wê yekê bû, ku bi bawerîya êzdîyan li wê dinyayê jî hesp dikare lazimî xwedîyê wê bê, dikare bibe dost û hevalê wî, wek ku li dinya ronik. Sebeb ev bûye, ku êzdîyan wextê çelkirina mirî hespê wî dibirin goristanê. Kotel tenê di dema mirina mêran da tê gerandinê.

Derheqa van yekan da di zargotina kurdan da gelek îzbatî û nimûnên balkêş hene. Ji bo nimûne: ”Bira ruhê min bi te ra here mezel”, ”Bira meytê min bişewite, lê ruhê min bigihîje te”.

Mêrxasa hikyata ”Şemê” Şemê meriva xwe – Besê, ku dixweze ser mezelê mêrê xwe xwe bişewitîne, aza dike.

Bal êzdîyan edetên mayîn jî hene, ku gorî wan li wê dinê emir berdewam e. Ew di wan edetan da jî xuya dibe, ku jina bî an jî jinên pismamên kesên mirî porê xwe jê dikirin û bi mêrê xwe an jî pismamê xwe ra çel dikirin. Hela di ser da jî wek nîşana aminayê û hizkirinê ser çevên xwe pencerû dikirin, li serê xwe dixistin, şîna giran dikirin.

 

 


Hebandina pêşîyan

 

(Bawermendîyên hindava pêşîyan da)

 

Edetekî êzdîyan yê dînî ew bû jî, ku ew bawer dikirin, ku ruhê mirîyên teze diçe digihîje ruhê pêşîyên wan yên berî çendik çend dehsalan mirî.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku piştî mirinê ruhê wan bi awayekî nebînayî bi ruhê serekeşîr, pêşîyên wan, ango bi ruhê kal û bavên wan va eyan dibe û ruhê wan bi hev ra dikevine nava pêwendîyan.

Endamên eşîra êzdîyan ya bi navê Bendûrî ser wê bawerîyê bûn, ku ruhê pêşîyên wana di nav gulan da hatine veşartinê, lema jî pêlêkirina ser gulê an jî nifirlêkirin dihate hesibandinê wek tiştekî guneh.

Bawerîyên bi vî awayî li bal gelek gelên cihanê yên mayîn da jî hebûne, wek bal almanan36.

Bawerîyên ha di nav zargotina kurdan da jî hene. Di hikyata ”Şemê û Nemo” da mêrê Şemo – Nemo dimire. Ezrayîl ruhê wî dibe buhuştê, Şamê bi tenê dimîne, ji emir bêzar dibe û dixweze bimire. Lê elê ruhistîn ruhê wê nastîne. Şamê ser mezelê mêrê xwe agir dadide, xwe davêje nava êgir û xwe dişewitîne, bona ruhê wê here bigihîje ruhê mêrê wê û ruhê pêşîyên wê.

Bal êzdîyan qedirgirtina bîranîna kal û bavan û serekeşîran di dereceya yekê da ne, xwesma bal wan kesan, ku di saxîyê da bona qewim û eşîreta xwe karekî berbiçev kirine.

Gorî lêgêndeke kurdan, Êzdîyê pêşîyê êzdîyan ji bo gişkan hêza here sereke ye, yê ku dikare di nav rojekê da qira gelek eskeran bîne, gund û bajaran wêran bike, paşê li hespê xwe yê boz siyar be û bifire ezmanan. Êzdî, ku jê ra ”Sultan Êzîd” jî tê gotin, di mîtologîya êzdîyan da beramberî Xwedê tê kirinê, ango weke Xwedê mezin e. Gorî bawerîyên kurdan Êzdî pêşî li ser dinyayê serokatî kirîye, lê paşê, wek ku Zevs bal yûnanan, hilfirîyaye ezmanan û serokatî li cihanê kirîye.

Di nav gelek qewilên êzdîyan da Êzdîyê xunedar wek pêşîyê wan tê dîtin û beramberî Xwedê ye. Bawerîke wa em bal ermenîyan jî dibînin. Pêşîyê ermenîyan – Hayk, di mîtologîya ermenîyan da wek bavê Xwedêyan tê hesibandin, lê nebîyê Hayk – Tork Angêx Xwedêyê hêz û zorê bû. Bi bawerîya ermenîyan bal bavê xwedêyan û nebîyê wî zoraya hinkûfî Xwedê hebûye, ji ber wê jî ew wek Xwedê hatine hebandinê.

Di nav mîtologîya kurdan da Êzdîyê pêşîyê kurdan jî wek Xwedê tê hebandinê û gorî bawerîya êzdîyan ruhê wî û hemû êzdîyan li wê dinê bi hev ra nin. Bona ev yek her berdewam be, êzdî seba xatirê wî sê rojan rojî digirtin û ev yek heta îro jî wisa ye. Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku ewana mecbûr in bîranîna ruhê pêşîyên xwe herdem biparêzin û qedirê wan bilind bigirin. Ew bîranîn di wê yekê da jî xuya dibe, ku êzdî pêşîyên xwe ra dibêjin kal û bavên me, wek ku di nav ermenîyan da dibêjin naxnînêr, bal rûsan dibêjin predkî, bal yûnanan dibêjin manes.

Gorî şirovekirinên şêxên êzdîyan ruhê pêşîyan mîna ruhê saxan hewcê guhdarîyê, qedirgirtinê ye, wek ku di dema saxîyê da. Li ser bingehê vê yekê êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku gerekê daxazên ruhên mirîyan pêk bên, bona ew ser pismamên xwe hêrs nebin, ji wana nexeyîdin, dilê wan bi hev nemîne, bona yên saxmayî mirîyan ji her qeza û belayê biparêzin, wisa bikin, ku ew di meydana şêr da bi ser kevin, wextê heyfhildanê serketî bin û h.w.d.

 

Di pirsa bawermendîyên hindava pêşîyan da di nav êzdîyan da bawermendîya ocaxê37 cîkî sereke digire. Bawermendîya ocaxê bal kurdên êzdî xurt e. Ocax bêy pêşîyan û pêşî bê ocaxê nayê texmînkirin. Gava êzdî navê ocaxê didin, gerekê navê xwedîyê ocaxê, ango pêşîyê wê bidin. Gava êzdî bi dilxwezî berbirî êzdîyekî dinê dibe, dibêje: ”Bira ocaxa dê û bavên te şên be”.

Êzdî bi gora pêşîyên xwe, bi ocaxa bav û kalên xwe sond dixun. Wextê sondxwerinê gerekê navê kal û bavê xwe bidana û ew bi bîr banîyana. Sond bi vî awayî bû: ”Bi serê kal û bavan, bi ocaxa wan kim”.

Bawermendîyên hindava kal û bavan û ocaxê da di dînê êzdîyan da cîkî sereke digire.

Bal kurdan ocaxa pêşîyan, ku gelek endamên malbetê jê cihê bûne, gerekê timê bişuxulîya, ango dûyê ocaxê gerekê herdem bikişîya û warê ocaxê cîkî wek ziyaret dihate hesibandin.

Hemû neferên malbetê gerekê derc bikirana, ku ew ji nisletên wê ocaxê ne, ew wek neferên malekê ne, ew gerekê herwiha bizanibûna, ku ew ocax bi destê pêşîyên wan hatîye çêkirin. Agirê ocaxê gerekê timê geş bûya, eger agirê ocaxa êzdîyan ditemirî, ew dihate wê maneyê, ku malbet ber qezayê û belayê ye, dikare ziyan bigihîje neferên malbetê, dêwêr û hebûna wan.

Bal kurdan gelek nifir û dua hene, ku di nav da ev fikir bi awayekî zelal xuya dibe. Êzdî gava nifir li yekî dikin, dibêjin: ”Ocaxa te xirab be”, an jî ”Ocaxa kal û bavê te xirab be”, ”Mala te xirab be”. Dema dua dikin, dibêjin: „Xwedê ocaxa te şên bike“, „Bira destê Melekê Taûs timê li ser ocaxa te be“.

Di gotebêja rojane da jî qedirgirtina ocaxê xuya dibe. Ji bo nimûne, yek ji wan: ”Xulamê ocaxa kal û bavê te me”, ”Ocaxa kal û bavê te timê şên bimîne” û h.w.d.

Piştî ku maleke teze dihate çêkirin, ji tendûr an sobeya mala berê ji destê xwedîyê malê agir hildidan, dibirin mala teze û li wir bi wî agirî tendûra xwe vêdixistin. Gorî êzdîyan di mala teze da hema bi wî agirî va jî dest bi jîyana nû dibû.

Edetekî wa di bawermendîyên rûsan da jî heye. Di herêma Saratovê da gava derbazî mala teze dibûn, ber mala kevin disekinîn û gazî ruh dikirin, digotinê. ”Ruhê malê, were em herin, were bi me ra bijî”38.

Gorî êzdîyan, ocaxa pêşîyan ewqas ziyaretî bû, ku bi bawerîya wan bi hêza batinî dîwarên ocaxê dikaribûn fire bûna, teng bûna û h.w.d. Ev fikir di hikyata kurdî ya ”Kî bi qewat e” da bi awayekî zelal xuya dibe.

Bi fikira qedirgirtina mezinê malê, gava behs dihate ser bûka malê, digotin: ”Bûka me ji ocaxa kal û bavên çê ye”. Gava dê û bav dua li ewledên xwe dikirin, digotin: ”Dua kal û bavan li we be”.

Bi vî awayî, ocax bal êzdîyan bûbû wek tiştekî ziyaretî, ku tê da xwedîyê malbetê û ruh cîyê sereke digirtin. Di bawermendîya êzdîyan da di ocaxê da mezinê malê yê pêşin parastvanê malbetê dihate hesibandin û ew bi hêz û quweta xwe bi ocaxa xwe ra di nav pêwendîyan da bû.

Karê parastina ocaxa êzdîyan dikete ser milê malxwêyê malê, yê ku ji zureta wî kesî bû, ku bingeha ocaxê danîye. Bal kurdan ocax û bingehvanê ocaxê femdarîyên wisan in, ku ji hev nayêne cudakirin-qetandinê.

 

 

 


Hebandina ruh

 

(Bawermendîyên hindava ruh da)

 

Gorî êzdîyên Xwedênas di dinyayê da ruhên qenc û xirab hene, ku li her deran in, him li ezmanan in, him li ser erdê ne, him jî di bin erdê da ne.

Fikira qencîyê û xirabîyê di bingeha dînê Zerdeştîyê da jî heye. Bi bawerîya gelan ew herdu hêzên batinî bi hev ra di nav dijîhevbûnê da nin.

Bi bawerîya êzdîyan ew her tiştê ku karê tîne, ew tiştên qenc in, lê ew her tiştê ku zirarê tîne, ew tiştên xirab in.

Gorî hinek zanyaran, fikira heyetîya qencîyê û xirabîyê, ku heta îro jî heye, ne bi destî dînê Zerdeştîyê an jî dînê Xaçparêzîyê derbazî nava êzdîyan bûye, lê ew berî dewrana me xuliqîye.

Di nava mîtologîya kurdan da ruh bi qeretûyê merivan, heywanan, milyaketan dîyar dibe, carna jî ew ne xuya ye, lê tevî jîyana merivan dibe.

Bal hindên Amêrîkayê jî bawerîyên wî awayî hene. Gorî F. Êngêls: „Hind bi wehîştîyên xwe va miletekî dîndar e. Mîtologîya wana heta niha jî bi çevê rexnekirinê nehatîye lênihêrandinê. Ewana bawerîyên xwe yên dînî, di nav wan da ruh jî, bi qeretûyê merivan va şirovedikin, lê dereca hovîtîyê ya here jor, ku ew bi xwe li ser rûniştibûn, rê nedida wan, ku rastîyê fêm bikin“39.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku ruhên neqenc xirabîyê ji merivayê ra tînin, zirarê didine endamên malbetan, lê ruhên qenc merivan ji ruhên neqenc diparêzin. Ji ber wê jî gerekê xwe li ruhên qenc bigirin, xwerina para wan bidine merivên destteng û belengaz, eger wisa nekin, ruhên qenc wê hêrsa xwe rakin, wê îdî himberî ruhên neqenc şer nekin an jî wê xwe bidine alîkî.

Berê neferên mala kurdan, ji biçûkan bigire heta mezinan, jin û mêr, temamîya kar û barên xwe wisa teşkîl dikirin, ku dilê ruhên qenc li xwe nehêlin. Bona dilê ruhên qenc bikirin, hêrsa wan ranekin, êzdîyan gelek caran qurban didan, hinekan jî diçû bal şêx û melleyan bona ewana ji wan ra niviştê çê bikin, ku ruhên neqenc zirarê nedine wan.

Xên ji ruhê pêşîyê malbetê, ku dikaribû bi xwe jî bûbûya ruh û neferên mala xwe biparasta, bal êzdîyan herwiha horî û melekên malbetê hebûn, ku xwedî li ruhê her neferekî malbetê derdiketin, mal û hebûna wan diparastin. Ew horî û melek ev kes bûn: Milyaketê malê, Dewleta malê, Gavanê Zerzan, ku dewarên malê diparast, Memê Şivan, ku parastvanê pêz bû û h.w.d. û bona qedirgirtina wan di demeke salê da, piranî di Beranberdanê û zayîna pêz da êzdîyan pezekî ku ji berê da duruf kiribûn û herwiha dewar jî qurban didan û rojekê jî rojî digirtin.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku di sitêra malê da ruh heye, ango ruh di sitêr da dijî, ku ew ruh carna, piranî di dema qezayan da, bi şevan dengan derdixe, bi ruhên qenc yên mayîn ra dipeyîve, şerê ruhên neqenc dike û nahêle ku ew bikevine malê. Ew ruh di dema êrîşa dizan û qaçaxan neferên malê hişyar dike, lê heta wî çaxî ew dikeve qilxê gornepişîkan û himberî dijmin û neyaran disekine, bona ew ji wî bitirsin, nekevine malê, heta neferên malê hazirîya xwe ya berxwedanê nebînin.

Gorî êzdîyan, ruhên gerok jî hene. Ewana timê qencîya merivan dixwezin, himberî ruhên li malan, diha xurt û bi hêztir in, bi wan ra zoraya Xwedê heye, ew ne tenê alîkarîya êzdîyan dikin, lê herwiha alîkarîya hemû merivayê dikin. Navê ruhekî wisa Îbrahîm Xelîl e, ku gorî dîndaran sifira malê ji destdirêjayên ruhên neqenc diparêze. Lema jî êzdî piştî nanxwerinê dua li sifira nên dikin, dibêjin: „Bira dua Îbrahîm Xelîl li vê sifirê be“.

Bawermendîya di hindava ruhên qenc da bal gelek miletan heye. Ermenîyên Vaspûrakanê ser wê bawerîyê bûn, ku ruhên malan di nav bedena maran, horî melekan an jî bi qilxê merivan di qulên dîwaran, bin ban, zêrzemînan da dijîn û carna tên seredana neferên malê. Neferên malê qedirê wana gelekî digirtin û bawer bûn, ku xweşbextîya mala wan bi wan va girêdayî ye.

Bal miletê os jî ruhên malparastinê hene, ku bi qilxên kuran, keçan, berxên sîs (sipî), bizinan û heywanên mayîn va dijîn. Os ser wê bawerîyê bûn, ku tenê milyaket û zarên sava dikarin ruhên malan bibînin, ew jî tenê şeva sala teze40.

Di nav bawermendîyên êzdîyan da ruhbera bi navê Xatûna Ferxan eyan e, ku alîkarê ji dayîkbûyînê ye û bona çev li zarokên tezebûyî nekevin, dê û zar çil rojan bi tenê dihîştin, ango tu kes nikaribû berî 40 rojan zarê bibîne.

Êzdî bawer dikirin, ku xên ji ruhên qenc, di nav tebîyetê da ruhên neqenc jî hene, ku tenê zirarê didin, dijminên hemû merivan in, herwiha dijminên zarên tezebûyî ne jî.

Dayka êzdî ya zara tezebûyî 40 rojan ji mal dernediket bona ruhên neqenc zirarê nedine wê û zarê.

Ev edet heta niha jî hema bêje wek berê tê parastinê.

Aşûrîyan bona zarên xwe yên tezebûyî ji ruhên neqenc biparastana, bi şûran dora zarê cixîzên xaçkî dikişandin û paşê şûr û Încîl datanîn ber serê zara sava.

Gurcên Kaxêtê bona zarên xwe yên tezebûyî ji ruhên neqenc biparêzin, kêr an jî perçeyên hesinî datanîn ber serê zarê41, lê miletê xevsûr zara tezebûyî 40 rojan ji mal dernedixist û ew nîşanî tu kesî ne dikirin42.

Gorî êzdîyên Xwedênas eger Xatûna Ferxan ji bal zara tezebûyî here, neyar wê dil û cegerê zarê derxistana û birevîyana.

Berê êzdîyan 40 rojan serê zara tezebûyî ne dişûştin, ji ber ku ser wê bawerîyê bûn, ku di nava avê da ruhên neqenc hene, ku ew dikarin zirarê bidine zarê, lê piştî 40 rojan ew ruh hêza xwe hindava dê û zarê da winda dikirin. Tenê pey 40 rojan ra serê zarê dişûştin, 40 kevçî av li serê wê dikirin û heft caran gotina xwe dubare dikirin:

 

”Çil çû ji xwe ra

Zar ma ji me ra”.

 

Gorî vî edetî, ku di nav gelek miletan da heye, nexweşî û mirina zarê bi ruhên neqenc va girêdayî ye, lê saxlemî û kêfxweşîya zarê jî bi ruhê qenc va girêdayî ye.

Êzdî bona ruhên neqenc ji zarê dûr bixin, li defê dixistin, dikirine qareqar, dengên ne gorî merivan derdixistin. Eger zaro bi xwe va biçûya (bixeriqîya), hesp dibirine bal wê, hesp mecbûr dikirin ku bike hîre-hîr, bona ruhên neqenc ji wî dengî bitirsin û ji wan deran herin.

Dema zar an jî merivekî nexweş bixeriqîya, di nav hewê da gulle agir dikirin, dora cî û nivînên wan perçên hesin datanîn, gustîl dikirine destên wan, bona ew bi xwe va neçin. Eger jin bixeriqîya, şûr datanîn nava destê wê yê rastê, bizinek serjê dikirin û kezeba wê ji kulekê davîtine derva, ku ruhên neqenc bi wê yekê va bêne xapandin43.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku ew elk û ruhên neqenc yên din di nav zinaran, qûmistanan, keviran, şikeftan û di warên tarî da dijîtin, lê ruhên qenc li daristanan, baxçeyan û mêrgên gulvedayî da dijîtin.

Bal êzdîyan ev bawerîyên ruhanîyê gihîştibûne wê derecê, ku ew ser wê fikirê bûn, ku ruh dikarin li deştan, gelîyan, qulçên tarî da bikevine nava zikê merîyan û meriv ji vê yekê dikarin bibin kesên bêhûde, çevbirçî, zikreş. Gorî êzdîyan ruhê ku di nav zikê kesê birçî da dima, bi wî ra xwerina wî dixwer, para wî jê distend, lema jî meriv ji çapê zêde dixwer, lê têr nedibû. Êzdî derheqa kesê ku zêde dixwe ra dibêjin: ”Tu dibêjî qey cin pê ra dixun”.

Gorî bawermendîyan ruhên wisa jî hene, ku zarokan dixapînin, wana didizin, lê nakujin, çend rojan bi wan ra dilîzin, direqisin, şa dibin, paşê wana verêyî malê dikin. Zarên ku rê winda kiribûn, ji wan ra cinebrî dihate gotin.

Di nav edetên kurdan yên dewatan da jî bûyerên wisa hene, ku bona wê ne, ku ruhên neqenc zirarê nedine bûk û zavê. Gava cîyê bûk û zavê datînin, ango şeva pêşin, û zava nikare karê xwe bike, dibêjin ”Cina lêxistîye”, an jî ”Hatîye girêdan”.

Bona şeva pêşin bûk û zavê ji ruhên neqenc dûr xweykin, li ser derîyê ku bûk û zava gerekê şeva pêşin bi hev ra derbaz bikin, du pîrên perçeyên hesin di dêst da didane sekinandinê, yên ku gerekê ewqas wext li wir bimana, heta bûk û zava karê xwe xilaz bikirana.

Hema ji bo wê armancê bazinê ku çev lê nekeve dikirine destê bûkê, bona ruhên neqenc nikaribin xirabîyê bikin.

Bal êzdîyan zarneanîn (bêberî; jinên ku bi wan ra zaro nedibûn) jî bi xirabîyên ruhên neqenc va dihate şirovekirinê. Jinên kurdan bona bê ber nemînin, ser demekê bi zava ra cîguhastî mala bavê xwe dibûn, an jî mêrê ku ji mêranîyê ketibû, bona xwe ji ruhên neqenc xilaz bike, mala xwe xirab dikir û li cîkî din maleke teze çê dikir.

Bi bawerîya êzdîyan ruhekî din yê neqenc jî hebû, yê ku him bi roj, him jî êvaran hewil dida merivan bixeniqîne. Ji wî ruhî ra Kabûs digotin.

Ew ruh di nav bawerîyên ermenîyên Bûlanixê da jî heye44.

Eger meriv ji hal dikeve, nikare xwe bibe-bîne, êzdî wê yekê bi Kabûs va girê didin, yê ku bi şev ser sîngê merivan rûdinê û wî dixeniqîne. Bona ji Kabûs rizgar bibin, merivê ji hal ketî gerekê navê Melekê Taûs bida.

Bal êzdîyan ruhê neqenc yê bi navê Sbat45 jî heye, ku bi sermayê û surê ra girêdayî ye. Bi bawerîya êzdîyan Sibat bi çêjikên xwe va di meha sibatê da gund bi gund digere û li her deran sur û sermayê, nexweşîyê û mirinê bela dike.

Êzdî bona Sibatê ji gund derxin, berê xwe didane Melekê Taûs û digotin: ”Ya Melekê Taûs, tu me ji vê Sibatê xilaz bikî”. Gorî êzdîyan, gava Sibat ji gund dûr diket, bager û tofan, sur û serma nediman, dest bi baharê dibû, qalçîçek ji bin axê serê xwe bilind dikirin, him meriv, him jî pez û dewar şa dibûn.

Bal êzdîyan dêwên ejdaha jî ruhên neqenc bûn, ku bal gelek miletan jî wisa ye, yên ku ne gelekî bi aqil in, hela di ser da jî xişîm û nezan in, lê quwet û bi hêz in, dikarin kevirên terikî gulol bikin û kewkî dereke dûr bikin. Di nav hikyatên gelêrîyê da ewana qira ordîyê tînin, bi lingekî dikarin gund û bajaran wêran bikin, dinyayê bihejînin. Di hikyatan da wextê şerkirinê ew hey ji hev dûr dikevin, hey têne bal hev, heta şerê hev jî dikin. Dêw gelek kubar in û pesinê xwe didin û bi bawerîya êzdîyan ji ber wê jî zû têne xapandinê û zora wan dibin. Ewana jî mîna ruhên neqenc yên din di şikeftan, di qulên dîwaran, gelîyan û cîyên mayîn da dimînin. Gorî êzdîyan hespên wana kihêl in û beza wan xurt e.

Di nav bawermendîyên êzdîyan da gelek cûrên dêwan hene, ku dijminaya merivan dikin, dû keçên ciwan diçin û wana dişuhurînin. Ew keçik çi ku bixwezin, dêw ji wan ra tînin, wek xişir, kinc, xwerin û h.w.d. Ji ber ku dêw di qilxê merivan da nin û dikarin bi jinan ra bizewicin, lema jî mêr şerê wan dikin, carna jî ew şer digihîje mêrkuştinê jî. Gorî hikyatan mêrên genc dikevine warên dêwan, wana dikujin û keça hizkirî ji dest wan derdixin.

Gorî mîtologîya almanan ew dêw mîna heywanên cûre-cûre bûn, ew him bi merivan ra, him jî bi Xwedê ra şer dikirin46.

Ji ber ku dêw mînanî horî perîyan bi merivan ra dizewicin, lema jî xeysetê wan mîna yê merivan e, ewana di jîyana rojane da wek merivan emel dikin. Ev yek bi awayekî geş di zargotina kurdan ya pirjanr da xuya dibe.

Dêw hewil didin bibine xwedî û xudanên dinyayê. Gava meriv ber dilê wan da tên, ew dilrehm dibin û bi her awayî hewil didin alî destebirakên xwe bikin.

Di nava mîtologîya kurdan da hêza van dêwan weke hêza erş û ezman xurt e, wek hêza Xwedê ye.

Bawerîyên awa yên hindava dêwan da bal lîtvanî û latîşên berê da jî hebû. Ewana salê carekê bona dilê dêwan bikirin, gelek qurban didan47.

Di bawermendîyên êzdîyan da em dêwekî din dibînin; bi bejineke tîtalî dirêj, bejineke şitaf û zirav lê, ku jê ra Reşê şevê dibêjin. Evana tenê bi şevan ji warên xwe – ji bin keviran, zinaran, çiyan, şikeftan dertên. Bedena wan bi temamî reş e, bona wê yekê jî ji wan ra Reşên şevê dibêjin. Ewana wisa bilind in, ku serê wan xuya nabe. Kesê ku Reşê şevê didît, gerekê ber pante bida û jê hîvî bikira, ku zirarê nede wî.

Gorî dîndarên êzdîyan, evana piştî ku şev demeke dirêj digerin, diwestin û diçin warê xwe, xwe diqincilînine ser hev û radizên.

Bi fikira êzdîyan ruhên herî kirêt û pîs ruhên bi navê Zibên in, ku mîna sîklopên yûnanan in. Gorî êzdîyan jora enîya wan da çevekî mezin heye û wek ku şêx û pîr dibêjin, ewana di dojehê da wan merivan dikutin û dizêrînin, yên ku di dinya ronik da bi xwedî, serekeşîr, axa û begên xwe ra, ji mala hadîyan ra (kesên ruhanî) ne amin bûne, xayîntî ji wan ra kirine. Eger hêrsa wan rakin, ew dikarin li merivan xin, wana şerpeze bikin.

Gorî kurdên êzdî ruh dikare ji canê merivan derkeve, tewqên xwe jê bibire û bi serî xwe be. Piştî ku ruh bi destî Ezrayîl ji canê merivan derdikeve, dikare li her deran bigere, paşê bikeve nava hêşinayê û nava canê heywanan, dikare di malên merivên xwe da, di darsitanan da, di nav lodan da, çem û golan da bijî. Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku ew kesên ku di saxîyê da kîsî xelkê dewlemend bûne, çikûz û xêrnexwaz bûne, ew di qilxê heywanan va dîyar dibin û merivan ditirsînin. Ji van ruhberan ra Gornepişîk dibêjin. Gorî dîndaran Gornepişîk carna bi qeretûyê rûvîyê reş va xuya dibe, yê ku li ser riya rûdinê û merivan ditirsîne, banz dide ser pişta hespan, xwe bi situyê merivan va dialîne, paç dike, dikute, ji ser pişta hespê peya dibe, dîsa baz dide ser pişta hespê û h.w.d. Merivê ku dikeve wî halî, xwe winda dike, di cîyê xwe da dibe risas, vî alî û wî alî dinihêre, fêm dike ku ketîye telika Gornepişîkê. Gornepişîk carna wek qeretûyan jî dîyar dibin.

Ruhberên vî awayî di bawermendîyên dînî yên almanan û gelek miletên cihanê yên mayîn da jî hene. Gorî binecîyên Avstralîyê yên kevnare, ruhê merivên neqenc dikevine destê ruhberên neqenc. Gorî binecîyên girava Karîbê ruhên neqenc dikevine nava behrê, qeyîk an jî gemîyên merivan weldigerînin û zirarê didine wan48.

Gorî gotina binecîyê gundê Gelto navçeya Talînê, komara Ermenîstanê Eyîb, gava ruhê neqenc li ser keçekê bengî dibe û ew keç ji xortekî dinê hiz dike, ew ruhê neqenc ji kumreşîyê derbeke zexm li xort dixe, xort bi cinan dikeve, dibe yekî cinaketî.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku ruh, dêw û horî perî li her deran digerin, diçine ezmanan û li wir perwaz didin, ku ew nayêne xuyanê, lê carna tenê kûçik dikarin wana bibînin.

Ruhên neqenc dikarin bikevine nava merivan û bibine sebebê nexweşîyan.

Di dînên gelek miletên Rohilatê da ew bawerî heye, ku şaman piştî mirinê dibine ruhên neqenc û zirarê didine merivan.

Gorî êzdîyan, meriv nikare bawerîya xwe bi kesê xwedî ruhê xirab bîne. Gorî Xwedênasan, meriv gerekê bi ruhên qenc va himberî nepakan ber xwe bide û bona ruhên qenc hêja ye meriv qurbanan bide û dua bike. Êzdî bawer dikin, ku ruhên qenc hertim hazir in alîkarîya merivan bikin, wana ji bedbextîyê û tengasîyê xilaz bikin. Derheqa ruhên qenc da bi awayekî berfireh di zargotina kurdan da hatîye gotinê, di wê da gelek nimûnên berbiçev hene. Di zargotinê da qencî timê jî himberî xirabîyê bi ser dikeve, lê di hikyatan da ruhên qenc şîretan li merivan dikin, bona di jîyanê da şaşîyan nekin.

Mêrxasê hikyata „Cinet“ Mîrmih warekî wisa digere, li ku mirin tune û li ku ava avilheyatê heye, ku kê jê vexwe, namire. Ew cîkî wisa dibîne, li wir sê xûşk diman û ewana Mîrmih ji xwe ra dikine bira. Rojekê hersê xûşk hazirîya xwe didîtin derkevin bigerin, temîyê didine birayê xwe, ku hilnekişe ser darê sor yê di bexçê wan da. Mîrmih temîya xûşkan bendî tiştekî nahesibîne, hildikişe ser darê û xwe dêşîne, birîndar dibe.

Ev ruh, ku kurd ji wan ra horî-perî dibêjin, carna jî bi merivên rast ra xûşktîyê an jî biratîyê dikin.

Gorî kurdan ruhên qenc jî mîna ruhên neqenc di nav tebîyetê da gelek hene. Horî-perî ji qismê jin in, qenc û berbihêr in, alî merivan dikin. Piranîya vana rex çeman û kanîyan, di daristanan û çiyan, şikeftan û deştan da dijîn. Wisa xuya ye, ku ev bûyer bi darên ku têne hebandinê va têne girêdanê û emê derheqa vê yekê da li jêrê xeberdin. Ewana dema bixwezin dikarin bifirine ezmanan, hertim distirên û direqisin, horî-perî di qilxên merivan va dertêne pêş me, dikarin bi merivan ra mêr bikin.

Ruhên neqenc yên behran jî hene, ku behrê serûbinî hev dikin, pêlên wê yên ejdaha li hev dikevin û tirs û xof dikine dilê her kesî. Lê horî-perî merivan ji wan qeza û belayan xilaz dikin, di wî karî da ew herdem himberî neqencan bi ser dikevin.

Bi bawerîya kurdên êzdî horî-perî merivan ji bagerê jî xilaz dikin, rêwîyên ku riya xwe şaş kirine, rê li ber dixin, ku bigihîjine malên xwe. Horî-perîyên daristanan li koka daran û ser çiqilên wan dijîn, sur-serma û ba û baran tesîra xwe li wan nahêle. Horî-perî şayê, bextewarîyê, zorayê, milahîmbûnê ji merivan ra tînin. Mêrxasên gelek hikyatên kurdan wek wana qenc û berbihêr in.

Di nav bawermendîyên êzdîyan da ruhê bi navê Milyaketê qenc nîşana qencîyê û paqijayê ye.

Merivên berî dewrana me, ku haya wan ji perçên bedena wan tunebû, organên jinan û mêran yên ku emir didine nisiletan, wek tiberk hebandine. Lema jî him di dema hemlebûnê da, him jî di wextê zarobûnê da erefatên dînî dikirin. Bona ji wan ra zar bibin, wana pez qurban didan, berê xwe didane Melekê qencîyê bona jina bê ber zaran bîne.

Bal êzdîyan qedirgirtina Melekê qencîyê bê erf û edetên dînî, bêy qurbanan nedihate derbazkirinê, çimkî zarbûyîn bi wî va girêdayî bû.

Bal gelek miletên dinyayê Melekê qencîyê heye, yê ku merivan û pez û dewaran ji çevên neqenc diparêze.

Gelek jinên kurdan xişirên avzêrkirî û zîvkildayî li situyên xwe va dikirin, ku nîşana qedirgirtina Melekê qencîyê bû û navê wan xişiran tazbend bû. Heta salên 30î yên sedsala 19an pîrên kurdan tazbend-himayîlên wisa di situyê xwe va darda dikirin.

Edetê sunetê jî bi Melekê qencîyê va tê girêdanê. Wextê sunetkirina kur û xortên kurdan şêx an jî melle hewara xwe li Melekê qencîyê dadixistin, digotin: „Milyaketê qenc, bereketê bide“, „Milyaketê qenc, bira quweta vî kurî zêde be“.

Piştî sunetkirinê bona dilê ruhên nedîyar bikirin, pez û dewar qurban didan û goştê xav di nav belengaz û feqîran da bela dikirin.

Ev edetê ku bi sunetkirinê ra girêdayî pez û dewar serjê dikirin û qurban didan, di nav binecîyên Kîkûyê yên Afrîka Başûr jî heye. Li wir mîna kurdan xortan di emirê 10-12 salîyê da sunet dikin. Binecîyên Kîkûyê bona dilxweşkirina ruhên nedîyar wextê sunetê ji destê kalekî perçekî goştê wî bizinî didane her kurekî ku wê ew sunet bikirana, bona hêz û quweta wan zêde bûbûya û di karê xwe da serketî bûna. Paşê berê xwe didane wî ruhê qencîyê, ji ber ku serketin, mêrxasî, bext û bextewarî di destê wî da bû49.

Bawermendîyên hindava ruhên qenc û neqenc hinkûfî hemû miletên Pişkavkazê ne. Di mîtologîya ermenîyan da aralêz jî ruhên qenc bûn, yên ku di meydana şêr da mêrxasên şehîdketî sax dikirin50.

Bawermendîyeke wisa bal kurdan jî hebûye, ku ji aralêzan ra digotin Milyaketên ku pif dikin. Wana jî mîna aralêzan merivên mirî sax dikirin, tenê ferq di wê yekê da bû, ku gorî mîtologîya ermenîyan wana bi alastinê va sax dikirin, lê kurd bi pifdanê va.

Îzbatîyên van gotinên me ew in, ku di hikyatên kurdan da Milyaketên ku pif dikin jî rastî me tên.

Mêrxasê hikyata „Baso“, ku Baso bi xwe ye, şerê wan kesên ejdaha dikir, ku çev berdabûne dilketîya wî. Baso 12 kes ji wana dikuje, lê bi xwe jî şehîd dikeve. Bi duakirina keçika hizkirî – Bedîlê, ruh di devê Baso da deng dide û ew sax dibe.

Bawerîke wisa, ku ruh merivan sax dike, di mîtologîya gurcan da jî heye51.

Kurdên êzdî bona xwe ji mixenetîyên ruhên neqenc xilaz bikin, her firsend bi kar dianîn. Li cîyên ziyaretî û di ocaxên şêxan da qurban didan û eyd û erefatên dînî derbaz dikirin. Ocaxeke wisa, ku navê wê ocaxa Cin Teyar e, di gundê Mîrekê, navçeya Aragasê, komara Ermenîstanê da ne. Di mala Cin Teyar da şiva qudretê hebû. Merîyê di sêrî (di hiş da) da nexweş dihate wê malê (ango, dihate ber malê), yek ji şêxên malê bi wê şivê lê dixist, bona cin ji nav wî derxe û kesê nexweş „qenc“ bike. Şêx şiv hildida destê xwe, li nexweşê tazîkirî dixist, wî mecbûr dikir, ku navê wî cinî bide, ku ketîye canê wî û wî dizêrîne. Yê nexweş nizanibû navê wî cinî çi ye, wî çaxî şêx ewqas wext lê dixist, heta ew bi xwe va diçû (dixeriqî). Şêx tûka xwe li enîya nexweş dixist, kincên wî lê dikir, têlekî ji rîs dikir girê û bi kincên nexweş va girê dida. Ev emelê dawî yê qudretî, bi fikira me, bi pêz va girêdaye. Hirîya pêz heta niha jî bal kurdan tiştekî ziyaretî tê hesibandin.

Qewim û pismamên merivê nexweş, xên ji wê yekê ku pezek qurban didan, dewarek an jî mîyek wek hedîya didane mala Cin Teyar. Heta êzdîyê herî destteng jî mecbûr bû pez an dewareke xwe bida wê ocaxê.

Ocaxa Cin Teyar, ku xwedîyê wê Şêx Ereb bû, bona hemû êzdîyên Pişkavkazê bûbû cîyê ziyaretê yê sereke.

Bi bawerîya kurdan ruhên nenas bi qilxên mêvanên nenas jî dîyar dibûn, ji ber wê jî wana ji mêvanan ra mêvanê Xwedê digotin.

Bal gelek miletan, herwiha bal kurdan jî, di qedirgirtina mêvanan da fikira aborî jî hebû. Bona kurdan gava di zivistana sur û seqem da mêvanek dihat, wana alîkarîya hev dikir û hinek pirsên aborî jî dihatine safîkirinê. Ew jî tiştekî hêsa nîbû, ji ber ku gundên kurdan ji hev dûr bûn, rêyên orta gundan da bi berfê va dihatine girtin, çûyîn û hatin gelek zehmet dibû.

Bal miletê nênês, ku di tûndrayên Rûsîyayê da di şertên gelek sar û serma da dijîn, mêvanhizî di jîyana wan da cîkî berbiçev digire. „Sîstêma me wisa kirîye, ku bal hemû miletan mêvanhizî ser dereceya bilind e. Mêvanhizî bal merivên berî dewrana me jî hebûye, lê ew bona alîkarîya hevdu bikin bûye, ku tu kes ziyanê nekeve“52.

Gorî edetê kurdan malxwêya malê ji bo mêvanan xwerin û vexwerineke taybetî çê dikir. Bal kurdan qedirê mêvanan gelekî bilind e, carna ew fikir jî tê bikaranînê, ku ew ji alîyê Xwedê da hatine şandin û bi gotina wan ew mêvan hatine bona bizanibin ka bereketa malê çiqas e, ew çiqasî qedirê namûsê û dostanîyê digirin. Gorî êzdîyan Ezrayîl carna wek mêvan li wan diqeside û şev ruhê nexweş distîne û mina dibe (betavedibe, winda dibe).

Di nav berhemên zargotina kurdan ya dewlemend da îzbatî hene, ku mêvan ji alîyê malxwêyê malê û neferan va çawa tê qebûlkirinê, çi dixwe, vedixwe, çawa heta êvara dereng bi neferan ra qise dike, paşê dikeve nava cîyan radizê, lê şev dereng winda dibe, wek ku di hikyata „Silo“ da, ku mêrxasê wê ruh e û ew ruh diçe mêvanîya mala merivekî dewlemend, mala Bedirê Emo. 3000 pezên Bedir hebûne, lê ew alî merivên xwe yên destteng û merivên feqîr nake. Ev yek bi Melekê Taûs xweş nayê, lema jî ew ruh dike qilxê merivan û dişîne wê malê, bona wî bicêribîne, ka ew yekî çawan e.

 

 

 


Hebandina hêşinayê

 

Di bawermendîyên kurdên êzdî da hebandina hêşinayê (şînkayê) û heywanan cîkî berbiçev digire.

Di jîyana merivan ya aborî da xwesma dar xwedî kemaleke (rol) mezin bûne. Meriv ji daran fêkî û ardû (şewat) distînin, ji daran hacet, dezgeh, xanî, ziyaret, qesir û qonax, koçk û sera û tiştên din çê dikin. Ango, dar bona merivan mecala jîyanê bû û bêy wê jîyan nedihate texmînkirin.

Çend berên (ber ji qebîlan biçûktir in.- T.X.) kurdên êzdî bi navên hêşinayê û heywanan va hatine binavkirinê, wek Gabelekî, Mendikî, Pîvazî, Maravî an jî Baravî û yên din. Ev yek bal gelek miletên dinyayê heye. Di nav paşnavên rûsan da gelek navên wisa hene, wek Volkov, Solovyov, Orlov, Mêdvêdêv, Livov, Vasîlkov, Ryabînîn û yên din. Di nav ermenîyan da jî ev nav hene: Yêznak, Yêznîk, Inzak, Koryûn, Varaz, Aslan, Arsvîk, Şûşan, Saxîk, Rêhan, Vardîtêr, Manûşak û yên din.

Çend qebîlên hindên Amêrîkayê navên Gur, Hirç, Teyr, Karxezal, Qubeqaz û yên din li xwe dikirin53.

Ji ber ku ji heywanan kar (menfeet) heye, merivan hinek ji wan heywanan jî hebandine.

Di nav hemû miletan da ji hêşinayê ji hemûyan pirtir dar hatine hebandin. Di nav kurdan da ji hemûyan bêtir dara bîyê hatîye hebandin. Kurdan ew hesab kirine wek sîmvola hebûnê, bereketê, ekindarîyê, xilazbûna ji nexweşîyan, qeda û belayan. Ruhê, ku bi fikira kurdan di darê da bi cîh bûye, jê ra digotin Melekşah.

Ruhekî ha di mîtologîya gurcan da heye û gurcên xevsûr jê ra Gêorgî dibêjin. Berî nanxwerinê xevsûr berê xwe didane wî ruhî û dibêjin: „Ser vê sifira nan, bi van kas û mûman bira Xwedê te di qada bilind da xweyke, ey Gêorgî, horîyê dara gûzê“54.

A ji van nimûneyan xuya dibe, ku rola hêşinayê, ango gul û gîhan di jîyana merivayê da çiqasî mezin e.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku di wan dar û hêşinayan da ruhên qenc veşartîne, yên ku ruh û bîn didine dinya hêşinayê û terewilan, kontrolîyê li pêşketina wan dikin. Ew ruh bi destî wan daran ber didine merivan, daxazên wan pêk tînin, lema jî kurd ji wan daran ra dibêjin Dara mirazan.

Bal êzdîyan şayînetîyên bi daran va girêdayî hebûn, ku her sal di baharê da dihatine derbazkirinê. Kurdan di dema şayînetîyan da xwerin û heywanên ku ji bo qurbanê serjê kiribûn, hildidan û diçûne bal dara ku dihebandin, li wir qurban didan û gorî erf û edetan roja xwe derbaz dikirin. Ji van şayînetîyan ra digotin Bindarûk.

Yek ji wan daran li başûrê gundê Qaltaxçîyê da, li navçeya Spîtakê, komara Ermenîstanê, rex çîyê da ne. Ew çiya û dar li vir wek ziyaret têne hebandin. Kurdê ku diçû Bindarûkê, piştî ku qurban dida, paşê dua li darê dikir û digot: ”Melekşahê, tu bigihînî mirazê min”.

Keçên bengîbûyî berê xwe didane darê û jê rica dikirin:

 

”Darê, dara mirazan

Darê, dara nexweşan

Melekşahê bikir

Tu mirazê min bikî”.

 

Pişt ra ji kanîya ber darê av vedixwerin, hinek xwelî davîtine devê xwe û bona bigihîjine mirazê xwe, rica ji Melekşah dikirin. Wisa xuya ye, ku ev heytehol di dema berî dewrana me da jî hebûye, dema bi hebandina daran ra tevayî, hebandina avê û xwelîyê jî hebûye.

Ji berê berê da kurdan perçeyên qumaşan bi çiqilên darên ziyaretî va dikirin û bi fikira me ev edet jî cûrekî qurbandayînê bûye. Dema êzdî diçine Bindarûkê, ji kincên xwe perçeyek dibirin û bi çiqilên daran va dikin. Ev yek ji bo wê yekê dihate kirinê, ku dilê ruhên daran bikirin, xên ji ku dewar û teyrede wek qurban didan, kinc jî dîyarî Melekşah dikirin, bona ku jina zarokan nayne, zarok banîyana, merivê feqîr dewlemend bûya, merivê nexweş qenc bûya, kesên bengî bi mirazên xwe şa bûna û h.w.d.

Di nav gelê ermenîyan da jî ew fikira ku bi dara mirazan va girêdaye û wê bi berdayîna jinan va tê girêdanê, gelek belavbûyî bûye. Ew bi çend cûreyan va heta îro jî maye. Li gelek cîyan daristan, kanî, darên taybet hebûne, ku hatine hebandin. Xwesma darên mirazan yên dewatan eyan e, ku jê ra Dara zavê55 dibêjin.

Êzdîyên navçeya Elegezê di dema dewatan da çiqilê darê bi fêkîyan va dixemilandin, dareke taybet dixistine navê. Dema bûka teze ji şêmîkê lingên xwe davîte malê, hevalên zavê ew dar ser serê bûk û zavê da dadiweşandin û digotin: ”Zava û bûk bira mîna vê darê bi ber bin”, mala zavê tijî zar bin”. Wek em dibînin, dara mirazan ku di şayînetîya dewatê da ser serê bûk û zavê da dadiweşînin, sîmvola berdayînê, bextewarîyê, şênayê û malavayîyê ye.

Hebandina dara mirazan bal kurdên Farizistanê jî hebûye. Ewana jî gelek perçeyên cilan bi darê va darda dikin, merivên dîndar ber wê darê çok vedidin û sond dixun, dua dikin bona mirazên wan bê sêrî56.

Keç û xortên kurdan, herwiha kesên nûzewicî jî, dema diçûne Bindarûkê, bi xemxurî berbirî darên ziyaretî dibûn, ew av didan, tîmar dikirin, heta berên wê darê nedixwerin. Ev yek me tîne ser wê bawerîyê, ku di nav kurdan da jî ew dar wek tiberk hatîye hesibandin.

Hebandina daran di nav ermenîyan da jî bi fireyî belavbûyî ye, xwesma darên bi navên dodo û sos57.

Êzdî piştî ku li Bindarûkê qurban didan û gorî erf û edetan heytehol dikirin, paşê govend digirtin, sitiranên derheqa Bindarûkê da digotin. Li jêr em çarxeteke ji wê kilamê tînin. Li wir jina ku zarokan nayne, hîvî ji Melekşahê darê dike, ku zarok jê ra bibin:

 

”Melekşah tu dizanî

Kunde didim ber te, tu dizanî

Ewledekî bide min, tu idzanî

Melekşah tu dizanî”.

 

Ev edetê ku boy xatirê ruhên daran qurbanan didin û heyteholan derbaz dikin, bal miletê Gallan jî heye58.

Em vî edetî bal gelek miletên cihanê dibînin. Miletê Pişav, ku li Gurcistanê dijîn, şikênandina daran, xwesma li daristanan tiştekî guneh dihesibandin59.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku Melekşah di koka darên mirazan da diman. Ji ber wê jî qedexe bû wan daran bibirin, çiqilên wan bişkênin, belgên wan daweşînin û berên wan bixun. Bi dilrehmî û dilovanî li wan daran dinihêrîn.

Dewrêşê mêrxasê hikyata kurdan ya ”Dewrêş” ditirse ji nav daristanê ra here, ji ber ku bi fikira wî ruhên ku di nav daran da dijîn, dikarin li wî xin.

Fikreke wa derheqa dara mirazan da bal ermenîyên Varandayê heye û li wir dara bi navê Têkêon tê hebandinê60.

Bedirê mêrxasê hikyata ”Destegul” dixweze bi tîra xwe li wan kêvrûşkan xe, ku ranêzîkayî wê darê dikirin. Dar diinte û dest pê dike bi wî xortî ra dipeyîve.

Gorî êzdîyan, gava çiqilên wan daran dibirin, ew dengên taybetî derdixin, tu dibêjî qey bare-bar û ofe-ofa wan e û hemû ruhberên der û doran ew deng dibihên. Ew tê wê maneyê ku ew dar gazinê xwe dike.

Li Gurcistanê, gorî miletê Gûrî, ruhên nexweşîyên bi navê ”ûjmûr” di kokên daran, li delavan da dijîn û ew dikarin her deman ziyanê bidine merivan61.

Di bawermendîyên şvêysaran (Swîsra) û lîtvanîyan da jî hebandina van daran an jî daristanan heye. Şikênandina çiqilên wan daran, yên ku nêzîkî malan û gundan bûn, gunehkarî dihate hesibandin62.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku hemû şînkayên ku têne hebandinê timê jî mora xwe ya qenc li ser merivan dihêlin û bona ew dar timê hebin û herdem qencîyê bikin, bêne hewara merivan, ji bo wan qurban didan û hayteholên cûre-cûre derbaz dikirin. Êzdî wan darên bi kokên qalim va digotin xnebîran û ew wek ziyaret dihebandin.

Gorî bawermendîyên kurdan ruhê bi navê Mîrê mêşan serokatî li ruhên di nav wan daran û şînkayê da dikir, wek Xwedê wî dihebandin, wek ku bal slavonan Xwedêyê daristanan – Koralan dihebandin.

Binecîyên Kîkûyê ku li Afrîka Rohilatê dijîn, darên mirazan ji bo xatirê Xwedêyê daristanan – Mogaman dihebandin63.

Weke 5 kîlomêtran dûrî gundê kurdan – Tirkmaşênê ye, ku di herêma Qaqizmanê da ne, dareke sêvan ya dorpêçayî (sûrkirî, sengerkirî) hebû. Berên wê darê gelek gir û şîrin bûn, gundîyên hemû gundên der û dorê ew dar dihebandin, lê berên wê ne dixwerin, ji ber ku dihesibandin, ku ew Mîrê dara ye.

Wek em dibînin, bi femdarîya gel dar li vir ne tenê aletê bawermendîyê ye, lê ew herwiha nûnerê hemû daran e û hêza wê ya serkarîkirinê û hukumdarîyê heye.

Gorî fikira qewal Huseyn, êzdîyên gundê Beadrê li navçeya Şengalê, herêma Mûsilê di nav şovên baxçe û zevîyan da çiqilên daran dinikandin û bawer dikirin, ku ewê nehêlin ku zirar bigihîje ekin64.

Hebandina darên mirazan bi awayekî zelal di nav pirtûka ”Adem û Hewa” da hatîye nitirandin. Ew weke berhemeke mîtologî derbazî nava kurdan jî bûye û li her deran belav bûye. Em bê şikberî dikarin bêjin, ku ev yek ji cînaran – ermenîyan, farisan an jî aşûrîyan derbazî nava kurdan bûye.

Di nav êzdîyan da mîtologîya derheqa Adem û Hewayê da bi vî awayî tê şirovekirinê: di destpêkê da Adem û Hewa gelek dijwarî û tengasîyan dibînin, lê dil didine ber hev, hêvîya xwe datînin ser zorayî û dilrehmîya Melekê Taûs, lê Melekê Taûs jî hewil dide wana bike nava jîyana rasteqîn, li wan diqeside û alî wan dike, temîyê dide wan, ku ji dareke buhuştê berên wê nexun. Bi gotina gotîyan, yek ji ruhên neqenc xwe dike di qilxê mar da, tê bal Adem û Hewayê, wana dixapîne, berê dareke qedexekirî wan dide xwerinê û gava Melekê Taûs di derheqa wê yekê da pê dihese, hêrsa xwe radike û wana ji buhuştê radiqetîne.

Wek em dibînin, ferqa di navbera şaxa (varyanta) kurdî ya derheqa Adem û Hewayê ji ya huruman (yûnanan) da pir biçûk e. Di şaxa kurdî da hebandina darê heye. Gorî şaxa kurdî Adem û Hewa, ku bi destî marê şeytan hatine xapandinê, ji buhuştê têne derxistin û dikevine ser çiqilekî darê. Ew çiqil dişkê, dar diengire. Dar berê xwe dide Melekê Taûs, jê ra dibêje, ku çiqil şikestin, ka ez çi bikim?

”Ez gerekê wisa bikim, ku di cihanê miletek di heyra te da be,- Melekê Taûs dibêje,- gerekê qedirê te bilind bê girtin û gerekê tu bêyî hebandin”.

Ev dîroka mîtologî ya derheqa Adem û Hewayê da di Quranê da jî cîyê xwe girtîye û li wir tê gotinê: ”Hey tu, Ademo, tu û jina xwe li buhuştê bijîn, hûn herdu dikarin her tiştî bixun, çi ku dilê we dixweze, lê xwe nêzîkî wê darê nekin, eger na wê nifir li we bê kirinê”65.

Hebandina daran bal gelên Awropayê jî heye. Li Almanîya û Fransîyayê di sedsalên navîn da cejineke bi navê ”Gulana ekindar” an jî ”Dara ekindar” hebû. Wextê gîhadirûn û nandirûnê çiqilekî daran an jî tam darek bi similan dixemilandin, dianîn gund. Ew çiqilê xemilandî di orta gund da dinikandin, dora wî direqisîn û kilam digotin66.

Kurdan ji hêşinayên ku têne çandinê, rihan hebandine. Ew hêşinayîke wisan e, ku tam û bîna xwerinê xweş dike. Yên terr di mehên havînê da bi kar tînin, lê zivistanan rihana hişkkirî bi kar tînin.

Êzdî gelek caran rihan datanîn ber serê nexweşekî, ne ji bo bîna wê ya xweş, lê ji bo wê yekê, ku ruhên neqenc ji nexweş dûr bixin. Hema bona wê armancê rihan davîtine nava ava golî û bi wê avê serê nexweş dişûştin. Ew jî bona wê yekê bû, ku ruhên neqenc ji wî dûr bixin.

Genim jî dihate hebandinê. Êzdî hebên gênim, ku diketine erdê, berev dikirin û datanîn ser dîwêr, an jî dikirine berîka xwe bona ruhê hebê nên yê bi navê Pîrê nan gazinan neke.

 

 

 


Hebandina heywanên beyanî û yên malê

 

Di gelek berhemên kurdî yên (miletzanîyê) êtnografîyê û zargotinê (folklorê) da ji heywanan navên gê, sê, pêz, bizinê, pişîkê, hespê, gur, ji teyredeyan (teyr û tû, balinde) navên taûs, kewê, qubeqazê, dûmeqeskê, qulingê, ji heywanên bejî mar û beqê û yên din derbaz dibin. Di dema berî dewrana me da hinek eşîret navên heywanan li xwe kirine.

Ji nav heywanên malê di nav bawermendîyên êzdîyan da ga cîkî berbiçev digire, ew wek heywanê tiberk tê hebandin. Hebandina gê bi xwelîbêcerkirnê va tê şirovekirinê, ew bi hebandina royê va jî tê girêdanê. Di nava bawermendîyên êzdîyan da ga hêzek e, ku dijî ruhên neqenc şer dike.

Tiştekî balkêş e, ku di edetên êzdîyan yên kevin da jî hebandina gê cîkî sereke digire. Ser banê şêmîka mala kurdan wek nîşana ekindarîyê qoçên (siturûyên) gê darda dikirin, derheqa gê da timê gotinên qenc digotin.

Bal gelek miletan, herwiha bal ermenîyan jî, gayên kotanê yên ax şov dikirin dihebandin, ew wek mêrxasên şerkir û serketî didîtin67.

Di sitirana kurdî ya „Kotan“ da tê gotinê:

 

”Kotan rake, rake, rake

Mişk û maran pê ra war bike”.

 

Wextê şovkirinê sitiran digotin û bi dengekî bilind hewara xwe li Melekê Taûs dadixistin û ruhên neqenc ji wan deran dûr dixistin.

Di sitiraneke din da tê gotinê:

 

”Serê kotanê dar e

Binê kotanê dar e

Melekê Taûs, tu xweykî

Gîsinê kotanê û maçkal e“68.

 

Di vê sitiranê da di dema xebatê navê Melekê Taûs tê dayînê, ku ew alî kotanê, gîsinê û ga bike. Di sitiranê da kotan ne tenê aletê şovkirinê ye, lê ew herwiha aletek e, ku şerê ruhên neqenc dike, wana hûrxweş dike, tune dike. Gorî êzdîyan, di dema şovkirinê da ruhên neqenc diketine ber diranên kotanê, ji êşê dengên batinî derdixistin û paşê ruhê xwe didan û bêdeng dibûn. Ji ber ku ga ew kotan dajotin, kurdan di nav gê da hêzeke mezin didîtin û ew hêz ji wan ra dibû pal û pişt.

Di sitiranên kotanajoyan da ga him hêzeke wisan e, ku ruhên neqenc ji xwe dûr dixe, him jî sîmvola ekindarîyê ye.

Mêrxasê hikyata „Şerîf“ piştî ku rêwîtîyeke dirêj diqedîne, pismamekî ji qebîla xwe dibîne, qafê gê jê derdixe“, ku pismamê wî yê xwînî ye“.

Di sitiranekê da derheqa şerê di navbera gîsinê kotanê û ruhên neqenc da tê gotinê:

 

„Serê kotanê rê ye

Binê kotanê rê ye

Piştî Melekê Taûs

Kotan şer dike pêşîya

Cinan, belayê û qedayê“69.

 

Dema li cîyên ziyaretî gayek wek qurban serjê dikin, ji xûna wî niqitkek li enîya jinên ku zarokan naynin dixin, bona ew pê bimînin (ango, hemle bin). Dema xûna ga bi wî awayî bi kar tînin, kurd dua dikin, ku şênayî û bextewarî bikeve mala wan. Ev yek di dînê Zerdeştîyê da jî heye. Li wir Xwedayê Mîtra gelek cîyan li rex ga ye. Di bawermendîyên kurdan da dewsa Mîtra Melekê Taûs e.

Êzdîyên Îraqê û Ermenîstanê boxe û mozikên bi nîşanên taybet va wek hediya didane ocaxan û ziyaretgehan.

Hebandina gayan bal hurum (yûnanî) û hromîyên (rom) berê jî hebûye.

Ango, ga di bawermendîyên gelek miletan da, di nav wan da di nav êzdîyan da jî, hatîye hebandinê. Derheqa vê yekê da gelek berhemên êtnografî, zargotinî û kevinezanîyê hene. Qibtîyên kevin bawer dikirin, ku ruhên wana dikarin di nav canên gayan, pezan, deban û yên din da bin, lê hind û binecîyên bakurê Afrîkayê ser wê bawerîyê bûn, ku piştî mirinê ruhên wan cîguhastî nava fîlan dibin70.

Di demên buhurî da kurdan jîyaneke koçerîyê û nîvkoçerîyê derbaz kirine, pez û dewar xwedî kirine, lema jî tu şikberî tê da tune, ku wana gerekê ew heywan bihebandana, ewana gerekê di dînê wan da cî bigirtana.

Rêçên (îz) hebandina pêz û bizinan heta îro jî bal kurdên Ermenîstanê heye, wek nimûne di goristana gundê Camûşvana Biçûk li navçeya Aparanê, komara Ermenîstanê da. Li wir kevirên gorê yên bi dêmên beranan û hespan hene.

Kurdên navçeya Aparanê hirîya pêz tiştekî ziyaretî dihesibînin. Ewana gava li erdê baqek hirî dibînin, destxweda hildidin, dikine paşila xwe, dibine mala xwe, dikine nava derzekî dîwaran.

Kurdên êzdî payîza dereng bona lihevzêdekirina pêz, di dema Beranberdanê da beran berdidane nava pêz. Piştên wan beranan bi rengên sor, kesk va den (boyax) dikirin.

Roja pêşin ya Beranberdanê heyteholên cûre-cûre dihatine derbazkirinê, wek nimûne, bona dilê Memê Şivan bikirin, hirîya berên tevî hirîya pêz dikirin, zarok ser wê hirîyê dilîstin, qilopanî didan, distiran, direqisîn û hîvî ji Memê Şivan dikirin, ku wê salê diha zef berxan bide û tiştên din dixwestin. Ew sitiran û reqas yên taybetî bûn, ku tenê di rojên Beranberdanê da distiran û direqisîn.

Yek ji sitiranên di dima Beranberdanê da:

 

„Beranberdan, can Beranberdan

Bereket be, Beranberdan

Bira hazir be Memê Şivan

Pezên me xweyke ji qeda û belan”71.

 

Qîmetê vê helbestê di wê yekê da ne, ku li wir ruhê piştgira pêz – Memê Şivan tê bibîranînê. Bawerîyên bi vî awayî yên derheqa pêz da di berhemên gelêrî yên mayîn da jî hene.

Di nav kurdên êzdî da ji heywanên malê hebandina sê jî gelek balkêş e.

Gorî bawermendîyên kurdan se ji binemala heywanên çûr (kej) e û ew binemal di hindava merivan da ne amin e, lê se dilsax û amin e, ew malê û heywên ji wehşîyan û dizan diparêze, ew alîkarekî baş e bona nêçîrvanan, lema jî merivan se xwedî kirine, lê heywanên din yên ji wê binemalê ji xwe dûr xistine. Ne tenê bal kurdan, lê bal gelek miletên cihanê derheqa aminaya se û kûçikan da gelek lêgênd û çîrok hene. Bal êzdîyan derheqa aminaya kûçikan hindava merivan da bawerîyeke wa heye: “Serekê êzdîyan Siltan Êzîd dema li çiyayên Şengalê himberî eskerên ereban şer dikir, şev nîvê şevê, gava eskerên wî yên ji hal ketî razayî bûne, eskerên ereban bi dizî êrîş dikin. Kûçikê Siltan Êzîd yê amin Boxir ji dûr va eskerên ereb texmîn dike, xwe bi xwedîyê xwe ra digihîne û ji nişkêva ziman dikeve devê wî, derheqa êrîşa dijmin da wî agahdar dike. Êzdî seyê xwe dide fêmkirinê, ku neewte, ekerên xwe hişyar dike, ku xwe di nav keviran da veşêrin û hazirîya şêr bibînin. Wî çaxî Boxir diçe bal Ûsibê serekqumandarê ordîya ereban, wî perçe-perçe dike. Ordîya ereban xwe şaş dike, nizane wê bê serekê xwe çi bike. Êzdî bi fermana Siltan Êzîd dest pê dikin ereban didine ber tîran, nîvê esker tê qirê, lê yên dinê xwe li riya revê digirin”72.

Mêrxasê hikyata kurdî “Nêçîrvan”, ku nêçîrvan bûye, wextê bi kûçikê xwe yê amin ra diçe nêçîrê, rastî du şêran tê. Nêçîrvan ji tirsa radibe serê darê. Şêr êrîşî ser kûçikê dikin, wek dibêjin, perçê mezin guhê wî dihêlin. Nêçîrvan kûçikê xwe yê amin di wê rewşê da dibîne, peyayî jêrê dibe, xwe dikuje73.

Bawerîyên ha bal ermenîyan jî heye. Bal ermenîyên Ganzakê derheqa kûçikan da meseleyeke ha heye: ”Pêşî gur bi merivan ra dijîtin, lê kûçik di daristanan da dijîtin. Rojekê ji rojan kûçikên nexweş hatin bal guran, ji wana hîvî kirin, ku destûrê bidine wan çendekê bal merivan bijîn, heta bi ser xwe va tên, ango qenc dibin, lê gur jî gerekê biçûna li daristanan bijîtana. Gur gunehên xwe bi kûçikên nexweş anîn, cîyê xwe dane wan. Cûrê jîyana merivan gelek li kûçikan xweş hat û îdî nexwstin vegerine daristanan”74.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku gava kûçik diewtin, ew tê wê maneyê, ku ji ezmanan horî an jî ruhên qenc tên û ji ber ku kûçik dihatine hesibandinê wek ruhberên bikir (paqij), dikaribûn bidîtana ku ruhên qenc û neqenc çawa ji erşê ezmîn dadikevine ser erdê. Bi bawerîya êzdîyan seyên hemis (reş.-T.X.) ruhên neqenc dizêrandin, ku eger seyê hemis carekê biewta, tirs li ruhên neqenc digirt û ew direvîyan. Bi bawerîya êzdîyan se nêzîkbûna Ezrayîl texmîn dike, pêşî dike zûkînî, paşê dikeve halekî melûlîyê û bêdeng dibe.

Êzdî kuştina kûçikan tiştekî guneh dibînin. Bi gotina gotîyan, êzdîyekî kûçikê xwe kuştîye û kûçikê wî gelek caran hatîye xewna wî û her caran jî kirîye zûkînî, ku nîşana gazindarîyê ye. Kûçikê kuştî gelek caran bi qilxê merivan dîyar dibe, tê bal xwedîyê xwe û nifiran lê dike.

Di bawermendîyên êzdîyan da hebandina kûçikan bi bawerîyên ruhên kesê rehmetlêbûyî va tê girêdanê. Gorî êzdîyan, se wek parastvanê xwedîyê xwe yê amin, herwiha parastvanê eşîra xwedîyê xwe ye jî.

Bi vî awayî, ser bingehê van fikiran em têne ser wê bîr û bawerîyê, ku se di dewrana jîyana eşîrtîyê-derebegîyê da wek bal gelek miletan, bal kurdan jî wek heywanekî momin hatîye hesibandin.

Ji heywanên malê hesp jî hatîye hebandin û ew hebandin jî ji demên buhurî tê.

Di civaka berî dewrana me da hesp di jîyana merivan da roleke mezin lîstîye. Eşîretan bêy hespan nikaribûn aborîya xwe bi rê va bibirana. Rola hespan xwesma di jîyana kurdên koçer da pir bû. Wana kon û navmala xwe bi hespan cîguhastî zozanan dikirin. Hesp di karê heyfhildanê, şerê di navbera eşîretan da û di dema nêçîrê da ji bo kurdan heywanê herî bi amin û bi nirx bû.

Derheqa hebandina vî heywanî da di gelek berhemên zargotinî (folklorî) û miletzanî (êtnografî) da, di destan, hikyat, sitiranan da hene.

Em ne bi wê fikira X. Samvêlyan ra nin, ku “girêdaneke hespan ya taybetî bi jîyana çîna hukumdar ra heye. Wek ku ew kesana di jîyana xwe da kar nakin, her wisa jî hesp di hikyatan da karekî nakin”75.

Di zargotina kurdan ya pirjanr da hesp xwedî hêzeke gelekî xurt in, ji hemû heywanan bezatir in, ew dikarin ji binê behran derkevin, wek teyredeyan di ezman da perwaz bidin, mêrxasên hikyatan ji halê teng xilaz bikin. Hesp bi mêrxasên xwe ra bi zimanê merivan xeber didin, ew rê li ber siyarîyên xwe dikin, ku çawa ji halê giran derkevin. Em li gelek cîyan rastî hespan tên, wek di nav şerê di navbera eşîretan da, di dema lecbazîyê û li her deran mêrxasên hikyatan bi alîkarîya hespan mêrxasî û mêranîya xwe dîyar dikin û bi ser dikevin.

Hespê Memê Alan yê bi navê Bor bi gotin gotîyan hespekî sade bûye, lê di rê da hêzeke batinî werdigire û di rojên oxirmên giran da tê hewara xweyê xwe. Dema Memê Alan li Cizîra Botan76 li dilketîya xwe digere, berê xwe dide jineke sêrbaz, ku li beravê hirî dişûşt, ji wê pirsyara evîndara xwe dike. Ew jina sêrbaz jê ra dibêje, ku dilketîya Memê ew bi xwe ye. Hespê Memê bona xwedîyê xwe ji belayê xilaz bike, zimanê merivan werdigire û bi Memê ra dipeyîve:

 

“Memê tu lawikê dîn î

Ya tu dibêjî, ne ew Zîn e

Ew xûşka Bekirê Ewan e

Tu cara kar ji wê nîne“.

 

Di berhemên folklorîk da hesp carna wek heywanên behrî an jî ezmanî pêşda tên û xwedî hêzeke batinî ne. Ewana ji behran dertên, wek di destana kurdî ya ”Cibrî” da hespê şînboz, an jî kurkîk Celalîyê di destana ermenîyan ya bi navê ”Sasûnsî Davît” da û ew alîkarîya mêrxasên gelêrîyê dikin.

Gotina ”Şînboz” kurdî ye, ji gotinên şîn û sipî çê bûye. Gava kurd dibêjin şînboz, qesta wan hespên ku rengê şîn lê dikeve ye. Gelek milet di berhemên zargotinî da rengê behrê dane hespan. Di berhemên kurdî yên zargotinî da hespê reş jî derbaz dibe.

Merivên berî dewrana me ser wê bawerîyê bûne, ku hesp xwedîyê hêzeke ezmanî ye, ew wek heywanekî ziyaretî hatîye hesibandin.

Kurd herdem jî derheqa hespan da bi pesin û dilgermî xeber dane, ew wek sîmvola mirazan (hespê mirazan) binavkirine, ser wê bawerîyê bûne, ku hesp xilazkirîyê ruhan e.

Êzdî bi hespan va ewqas girêdayî bûne, ewqas ji wana hiz kirine, ku ser gorên merivên xwe heykelên hespan danîne. Ji vê yekê wisa xuya dibe, ku kesê rehmetlêbûyî siyarîkî hêle bûye, ku ruhê wî merivî li wê dinyayê bi ruhê hespê ra eyan bûye.

Di mîtologîya kurdî da hesp bi ruhan û Xwedêyan va tê girêdanê. Yek ji Xwedayên di dema pûtperestîyê da Xidir Nebî ye, ku hespekî wî yê şînboz hebûye. Gorî lêgêndan, hespên beza dikaribûn di erşê ezmîn da bifirîyana, di berhemên zargotinî da hespên bi perr û bask jî hene, yên ku mêrxasan ji dinya tarî derdixine dinya ronik.

 

 

 


Hebandina maran

 

Kurdan mar hesab kirine heywanekî rehm û qenc, di hikyatan da mar carna ji hev dipelişe, ji nav wê keçikên wek horî perîyan bedew derdikevin.

Gorî bawermendîyên êzdîyan ewana dibine ruhên qenc û him li der va, him jî di malê da alîkarîya merivan dikin.

Bi bawerîya êzdîyan herdem nîne, ku mar rehm in. Carna marên bê rehm jî rastî me tên, ku di nav wan da ruhên neqenc hene, ewana dikarin li merivan xin, zirarê bidine heywanan û teyredeyan.

Fariz û kurd ji wan ra mar dibêjin. Di gundê kurdan – Karvanserayê, li navçeya Artîkê (Ermenîstanê) di demekê eşîra kurdan ya Miroyan dima û wisa xuya ye, ku ew ji navê mar e.

Wextekê êzdîyên gundê Balûl li navçeya Talînê (Ermenîstanê) mar xwedî dikirin û miqatîlê dikirin. ji wan maran ra digotin ”dewleta malê”. Ew nedizêrandin, nifir li wan ne dikirin û kuştina wan tiştekî guneh dihesibandin.

Di berhemên gelêrî da carna ji ziya (marê herî mezin) ra jî mar dibêjin.

Di hikyata kurdî ”Şamil” da marê ziya xwe li hemû vexwendîyên dewatê va dialîne û şert datîne ber wan, ku eger ewana keça padişa jê ra neynin, ewê wana bixeniqîne. Ew tenê wî çaxî bela xwe ji wana vedike, gava keça padişa jê ra tînin.

Gorî kurdan di dema birûskvedanê mar hildifirine ezmanan û li wir dibine ziya.

Hebandina maran bal gelek miletan heye. Bal ermenîyan jî mar carna dibe ziya. Gorî M.Abêxyan ”di bawermenîdyên ermenîyan da marên firtoneyê cîkî berbiçev digirin û ji wan ra ”ziya” dibêjin. Bi rastî jî, carna mar wisa mezin in, ku ji wan ra ziya tê gotinê”77.

Êzdîyan zîya weke mar qebûl dikirin, bawer bûn, ku qîlên wan hene, ew bêbext in û dikarin zirarê bidine merivan û heywanan. Gorî bawermendîyan, ew dikarin hilfirine ezmanan û bibine sebebê firtoneyan, ew dikarinbi dêla xwe va bajar û gundan wêran bikin, merivan û heywanan bikujin.

Di hikyatên kurdî da mêrxasên gelêrî himberî zîyan şerekî giran dikin, da ku horîyên wan, sêvên wan yên cinetê, kasên avê, xişirên giranbuha û tiştên din li xwe vegerînin.

Di hikyatan da behsa bobelîskan jî tê kirinê, ku bi bawerîya êzdîyan hildifirine ezmanan.

Gorî mîtologîyayê zîya ji ser erdê fitilan dide xwe, hildifire ezmanan û carna wek ruhê neqenc bi qilxê birûskê an jî bagerê xuya dibe. Bi bawerîya êzdîyan ewana bi zîpik û teyrokê ra dadikevine ser erdê.

Wisa xuya ye ku bi bawerîya êzdîyan pêwendîyên zîya bi ruhê neqenc yê birûskê va heye, ku jê ra ebabirûsk tê gotin. Ji ber wê jî êzdî zîya û ebûbirûsk wek birayên hev dibînin.

Di mîtologîya kurdan da zîya dijmina merivan yê qaneqanê ye. Daxaza wan ew e, ku meriv li rûbarê dinyayê nemînin, lema jî ew bajar û gundan wêran dikin, merivan dikine nava halekî giran.

Kurdan dema didît, ku zîyayê fizildûmanê xuya dibe, destxweda perçeyên ji hesin davîtine ber şêmîkên xwe, bona ruhên neqenc û zîya ji wan dûr bikevin. Êzdî bona zîya ji mala xwe derxistana, hewara xwe li ruhên qenc û Melekê Taûs dadixistin û digotin: ”Ya Melekê Taûs, tu me ji zîya xweykî”.

Bi bawerîya êzdîyan ruhên qenc gerekê bi fermana Melekê Taûs wan zîyayan bigirtana, bibirana ezmanan, li wir bixeniqandana û merivan ji ruhên neqenc xilaz bikirana, ku bi qilxê maran li wan diqesidin.

Gorî mîtologîya kurdan, zîya gava hildifirî ezmanan, bi ruhên qenc ra dikete nava qal û cengê, lê nikaribû zora wan bibira, ji ber ku nifir li ruhên neqenc hatibû kirinê. Eger zîya gelek bêbextîyan û xayîntîyan dike, Melekê Taûs ji qirika wî digire û wî dixeniqîne78.

Kurdên êzdî bawer dikirin, ku mar tenê di dema bagerê û fizildûmanê ji erdê hildifire erşê ezmîn. Zîya tenê di dema bagerîkê da xuya dibe.

Di zargotina kurdan da em rastî wê yekê tên, ku li rex çavkanîyan û ber kenarên çeman ”Marên kevirî” hene, yên ku xwedêgiravî ji nifirên merivan bûne kevir û risas û ew yek bi destî ruhên qenc hatîye kirinê. Rêça lingên ruhên qenc warên paqij têne hesibandin, lê avên ku wan waran ra dikişin, avilheyat in.

Ji heywanên beyanî (bejî) ji gişkan zeftir heywanên wehşî zirar dane merivan, wek şêr, piling, hirç, gur û h.w.d., ku di çevê merivan da têrnexur, êrîşkar in û tirs û xofa xwe li her deran belav dikin. Bi bawerîya kurdan di nav wan da ruhên neqenc hene. Bona xwe ji wehşîtîyên wan biparêzin, merivan dest avêtine her firsendan, bona dijminatîya wana himberî xwe bidine kêmkirinê. Merivan bona xwe ji êrîşên wehşîyan biparêzin, dua û nifir kirine, qurban dane û ebabetîyên dînî kirine.

Di nav edetên kurdan û zargotinê da nîşanên hebandina wan heywanan hene. Kurd derheqa şêran da dibêjin: ”Şêr şêrê Xwedê ye”, ”Şêr dergevanê Xwedê ye”.

Di nav kurdan da eşîra bi navê Şêranî heye û navên Şêro hene.

Êzdîyên navçeya Aparanê li ser wê bawerîyê bûn, ku eger meriv di xewnê da şêr bibîne, xêr e. Aşûrîyên ku li Ermenîstanê dijîn jî ser wê bawerîyê ne.

Di nav kurdan da hirç jî weke şêr hatiye hebandin. Gorî edetekî kurdan hirç serekê hemû heywanan e û pêşengî li wan dike.

Gorî êzdîyan hirç berê meriv bûye, paşê warguhêzî hirç bûye. Êzdîyên Îdirê ser wê bawerîyê bûn, ku hirç baxvan bûye. Gorî êzdîyên Qersê hirç sinetkarekî yûnanî bûye û jê ra ”hoste” gotine, paşê ew bi merivan ra bûye dost, bona wana dîwar lêkirine, alet û hacet çêkirine û h.w.d.

Di nav bawermendîyên kurdan da rûvî cîkî berbiçav digire. Rûvî ne tenê di nav folklora kurdan da, lê ya gelek miletan da wek terewilekî xapxapok, anîzaz xuya dibe, ku meriv nikare pişta xwe bi wî girêde. Di mîtologîya êzdîyan da gava meriv rastî rûvîyên zer û reş tê, ecêbekê bê serê wî. Ev yek dikare bi wê yekê va bê şirovekirinê, ku bal kurdan ew reng sîmvola xirabîyê tê hesibandin.

Di folklora kurdan, xwesma hikyatan da gelek dîdemên bi heywanan va girêdayî hene û gelek caran em di wan da rastî rûvîyan tên, ku nîşana zirardayînê, çavqulîyê, zikreşîyê ye.

Di bawermendîyên kurdan da, herwiha êzdîyan da jî gur wek tiberk hatine hebandinê.

Di nav êzdîyan da bi guran va girêdayî çend mîtologî hebûne: ser bêşîka (landik) zarokên sava çencikên guran darda dikirin bona ku çav li wan nekeve, bona ruhên neqenc nêzîkî wan nebin. Wextê zarok giran nexweş diketin, xwîna guran li enîya wî dixistin. Di merekan da postê guran xwedî dikirin bona xurek û zexîreya xwe ji cinan biparêzin.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku di guran da hêzeke nebînayî heye, lema jî gava zarok lûrî dikirin, digotin: ”Lawo, Xwedê qewata gur bide te”.

Wek ku bal gelek miletan, bal kurdan jî beq hatîye hebandinê. Rast e, reng û rûyê beqê ne ciwan e, wek dibêjin di husnê dinyayê da ne tiştek e, lê bi bawerîya êzdîyan ew wek maran xwedî hêzeke nebînayî ye. Di hikyatên kurdan da beq diqure (diteqe), ji hundurê wê xort û keçên ciwan derdikevin. Gorî êzdîyan qurequra beqan xêr e.

Rex gundê Gelto li navçeya Talînê kevirekî ziyaretê heye, ku jê ra ”Kevirê beqê dibêjin û milet diçe ber wê ziyaretê û qurbanan dide.

Keç û jinên kurdan wek nîşana hebandinê xemil û xişirên bi şikilên beqê bi xwe va dikin. Ser gelek kemberên jinên êzdîyan wêneyê beqê hatîye nitirandin. Tiştên ha bal ermenîyan û gelek miletên cihanê yên mayîn jî hene.

Gorî V. Bdoyan[1] di nav ermenîyan da beq wek totêm hatiye hebandin.

Bal êzdîyên Qersê edetekî ku dûrî aqilan bû hebû: bona qenckirina çend cûre nexweşîyan dermanê ji hêşinayê çêkirî da xûnê beqan zêde dikirin.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku beq gelek qenc û rehm in û dema yekî di xewnê da beq didît, ew nîşana bextewarîyê bû. Bi bawerîya wana, gava mêrxasên cimaetê diketine rojeke teng, beq diteqîyan, ji nav wana ruhên qenc derdiketin û alî wan dikirin, ew ji qezîyayê û belayê xilaz dikirin.

Di folklora kurdî da em gelek caran rastî wan bûyeran tên, ku çawa ruhên rehmetlêbûyan şev nîvê şevê bi qilxê heywanên cuda-cuda ji goristanê derdikevin.

Êzdî wisa bawer dikirin, ku meriv ji terewil û hêşinayên cûre-cûre dixuliqin, paşê ruh ji nav wana derdikevin û dikevine mala zarokan a jinan, paşê wek meriv têne cihanê.

Kurd ser wê bawerîyê ne, ku emirê merivan bi mirinê xilaz nabe, ruhê wî berdewam dijî an jî ruhê wî dikeve nava heywanan û hêşinayê û herdem dijî.

 

 


Hebandina teyredeyan

 

Di folklora kurdî da, wek nimûne di destanên ”Leyl û Mecrûm” , ”Memê û Zînê” û yên mayîn da teyrede (teyr û tû) bi hêza xwe ya nebînayî va cîkî berbiçav digirin. Di destana ”Memê û Zînê ” da kevotk bi zarê merivan bi mêrxasan ra dipeyîvin. Di destana ”Leyl û Mecrûm” da kevotk derheqa mêrxasê destanê – Mecrûm da malûmatîyan digihînine Leylê. Sê kevotkên xûşk mêrxasên destana ”Memê û Zînê” digihînine mirazên wan.

Di lêgêndên kurdî da em rastî pevgirêdana teyredeyan bi ezmîn, bi ”ruhberên momin”, bi bendeyên li erşê ezmîn, bi hal û wextê tebîyetê ra hene. Gorî lêgênda ”Reşo” piştî ku taûs ji ezmîn dakete ser erdê deh roj derbaz bûn, hêşinaya li ser erdê destpê kirîye gul vedaye û şîn bûye û tu dibêjî qey temamîya tebîyetê bi hatina taûs va şa dibe.

Di lêgênda ”Dewrêş” da dema ku kevotk ji ezmîn tên xwarê, steyrk û hîv dikenin, şa dibin û li ser erdê çiyayê Nemrût peyda dibe.

Di lêgênda ”Şîxisn”[2] da avakarên cihanê bi qilixê teyredeyan xuya dibin. Gorî wê lêgêndê berî ku dinya bixuliqe, behrekî mezin hebûye û di orta behrê da belgekî gulê hebûye. Şîxisin li ser wî belgî rûdinişt. Di behrê da dareke mezin jî hebû û ser wê darê Xwedê û melek Cibrahîl rûdiniştin û ew jî di qilxê teyredeyan da bûn. Xwedê pirsekê dide Cibrahîl:

-Ez kî me û tu kî yî?

-Ew çi pirseke beredayî didî min? Tu ji xwe ra yî, ez jî ji xwe ra me.

Xwedê hêrsa xwe radike, dev davêje Cibrahîl, ew gez dike. Cibrahîl firqas dike û heft salan ser behrê ra difire. Û dema careke din ranêzîkayî li darê dike û ser rûdinê, Xwedê carek din jê dipirse:

-Ez kî me û tu kî yî?

-Tu ji bo çi dipirsî? Tu ji xwe ra heyî, ez jî ji xwe ra heme.

Xwedê dîsa hêrs dikeve, Cibrahîl digeze û ji ser darê difire, diçe.

Cibrahîl dibîne, ku Şîxisin li ser belgê gulê ye û dipirse ka ew di ku da firî.

Cibrahîl jê ra şirovedike, dibêje:

-Di behrê da darek heye, li ser darê teyredeyeke mezin a sipî danîye (rûniştîye), ew timê ji min pirs dike: ”ez kî me û tu kî yî? ”. Ez jî bersîvê didim, dibêjim ku tu ji bo xwe heyî, ez jî ji bo xwe heme. Hêrsa wî radibe, ew dev davêje min, min gez dike.

Şîxisin jê ra dibêje:

-Ew Xwedayê me ye, gava bersîva wî didî, bêjê ku tu xuliqdar î, ez jî bi saya serê te xuliqîme.

Cibrahîl difire, diçe bal wê darê, ku teyredeya sipî li ser danîbû.

Xwedê cara sisîyan dipirse:

-Tu kî yî û ez kî me?

Cibrahîl bi temîya Şîxisin bersîvê didê:

-Tu xuliqdar î, ez jî bi destî te xuliqîme.

Gorî lêgêndê Xwedê ji vê bersîvê razî dimîne û dike gazî:

-Xwedîyê me tenê Şîxisin e, yê ku emirî li ser gulan dike û tu dikarî ji wî gelek tiştan hîn bibî.

Piştî wê yekê Xwedê, Cibrahîl û Şîxisin diçin bi hev ra dinyayê bixuliqînin[3].

Em di gelek berhemên folklorîk yên kurdan da rastî wê yekê tên, ku kurd çawa teyrede hebandine.

Di bawermendîyên kurdan da kevotk (kew) û taûs cîkî berbiçav digirin. Ev herdu teyrede dikarin dewsa hevdu bigirin, fûnksyonên wan eynî ne, ji ber ku gorî êzdîyan ruhê qenc him di taûs da heye, him jî di kevotkê da û ew ruh rola parastvan-piştgir diqedîne.

Li dewrana berî Sovyetê hebandina sereke ya hemû êzdîyên Pişkavkazê Melekê Taûs bû. Ew yek heta niha jî bal êzdîyên herêma Mûsilê û Şengalê wisan e.

Gotina Melekê Taûs gotineke erebî ye, ew ji gotinên melek û taûs çê bûye. Bi texmîna êzdîyan melekê ku wana ji her qeza û belayan diparêze, di qefesa teyrê Taûs da ne, lema jî kurdên êzdî ew dihebandin.

Di nav folklora kurdî da, wek nimûne, di berhemên ”Şeva reş” û ”Memlî” da gelek ciyan behsa teyredeyan tê kirinê û hukumdara wan hemû teyredeyan Taûs e. Berhemên gelêrî yên din jî hene, ku tê da behsa Melekê Taûs dikin. Ew di bawermendîyên kurdan da ne tenê teyrede – kevotk an jî taûs e – ew herwiha Xwedê ye, ku ketîye qilixê wan.

Gorî lêgêndê gava Adem çavên xwe vekirin, zendegirtî ma. Ewî ezmanê çîk û sayî, Roya rengawazî, siteyrkên bi şewq, hîva ronî, ewir û baran, birûsk û firtone, keskesora rengîn, çiyayên bedew, deştên gulvedayî, avên zelal ku dixulxulin, teyredeyên hezar rengî, behr û çemên avilheyatî û gelek xweşîyên dinyayê dît. Melekê Taûs ev her tişt bi dilekî baristan da Adem û zureta wî, ku jîyaneke xweş derbaz bikin.

Adem bi daxaza Melekê Taûs hema ji roja pêşin da dest bi karê xwelîbêcerkirinê dike, ji ber ku nan ji xwelîyê derdiket. Melekê Taûs bona Adem hînî xwelîbêcerkirinê bike, bi qilixê merivan diçe bal wî, ji pêşa xwe çenge genim derdixe, berê xwe dide wî û dibêje:

-Tu van hebên zêrîn dibînî? Evana tovê merivayê ne, jîyanê didine merivan. Tuyê bi van cotên ga xwelîyê bikolî, kert-kertî bikî, van hebên zêrîn bireşînî navê. Tuyê piştî çend mehan deh qatî van heban bistînî û ewê têra te temamîya salê bike. Kesekî nenas ji wî genimî çend çeng reşande ser axê, bang kir, ga livîyan, bû çirînîya cot û erd şov kir[4].

Adem bi sebir li wan dinihêre. Paşê Melekê Taûs ranêzîkayî li Adem dike û dibêje: ”Ez van herdu ga, cot dîyarî te dikim, ezê te hînî bikaranîna cot bikim û tuyê bizanibî ku hebên sitendî çawa bi kar bînî”[5].

Lema jî di mîtologîya kurdan da Melekê Taûs wek Xwedayê xwelîbêcerkirinê tê hesibandinê.

Heykelê Melek Taûs bi şikilê taûs an jî kevotkê ye. Wek wî heykelî çend heykelên din yên ji sifir hatine çêkirinê[6]. Ev heykel li herêma Şengalê, li Lalişê ne.

Bi emirê mîrê êzdîyan qewalên ku ew heykel diparastin, carna hildidan û li warên êzdîyan da digerîyan bona di nav êzdîyan da qanûnên dînî bela bikin û mehkem bikin. Bi wê armancê sala 1914an ji herêma Mûsilê qewal Hecî, Eylaz û Huseyn şandibûne Ermenîstanê. Ewana di gundê Sengerê li navçeya Aparanê û gundê Karvanserayê li navçeya Artîkê diman. Ewana li gundên êzdîyan da digerîyan û milet ji bo xatirê Melekê Taûs pir hediya û dîyarî dida wan.

Qewal sala 1929an vegerîyane welatê xwe, çiyayên Şengalê û îdî hew hatin. Ewana Taûs bi xwe ra ne birin, ew ma bal şêxekî Sengerê û ewî bi xemxurîyeke mezin ew diparast bêy heytehola siyarkirinê derbaz bike, ji ber ku heytehola siyarkirinê tenê ew qewal zanibûn. Destûra nûnerên dînî yên mayîn tunebû wê heyteholê bikin.

Heytehola siyarkirina Taûs bi vî awayî dikirin: roja heyteholê, ango şayînetîyê, yek ji qewalan di hundurê odeya bi merivan va kimkimî da li rex Taûs disekinî. Ji her maleke gund merivek, pir caran malxwêyê malê, gerekê bihata wê odeyê. Xên ji êzdîyan nûnerê tu miletekî din nikaribû tevî wê şayînetîyê bibe.

Dîndar gerekê ji ber şêmîka dêrî ser çokan xwe nêzîkî Taûs bikira, pêşî ew ramûsa, paşê biçûya destê qewal û gerekê bigota ka çi hediya anîye, wek nimûne: ”Min bona navê Taûs pezek da”. Malxwêyekî din an jî neferê maleke din dihat û eger pez an dewarê wî tunebû, pere dida û ha berdewam dibû heta mala gund a dawî.

Piştî hedîyadayînê heytehola dînî ya bi sitirangotinê va derbaz dibû. Yek ji qewalan li bilûrê dixist, yekî din li defê dixist, yên dinê jî sitiran digotin. Êzdîyên nexwendî ji dengê bilûrê, diholê û sitirana heyrî mabûn û her yek bi awayê xwe ew heytehol qebûl dikir.

Piştî sitiranên dînî û diyarîdayînan dest pê dikirin Taûs radimûsan. Hemû gundî, mezin û biçûk, jin û mêr dor bi dor Taûs radimûsan, diçûne destê qewal, lê qewal di ber xwe da digot: ”Taûs bi te ra be”.

Bi vî awayî heytehola siyarkirina Taûs xilaz dibû.

Qewal wan dewarên ku wek hedîya sitendibûn, difirotin, ji pereyan beşek ji mîrê êzdîyan ra dişandin, beşek jî ji xwe ra hildidan. Êzdîyên navçeyên Talînê û Aparanê di dema berî Sovyetê da gava hebên nên direşandin, bona ekinekî baş bistînin, navê Melekê Taûs didan, kesê nan diçinî, digot: ”Ya Melekê Taûs, tu nan bidî me”, ”Ya Melekê Taûs, tu zevîya me şîn bikî”.

Jinên ku zarok nedianîn, herdem hewara xwe li Melekê Taûs dadixistin. Di qewlên kurdî da tê gotinê: ”Melekê Taûs Xwedê ye”.

Dema heytehola derbazkirina cejina Melekê Taûs niha jî êzdîyên Şengalê di destpêka baharê qurban didin, dîyarîyan didin, eyda xwe derbaz dikin.

Wek em dibînin, bal êzdîyan Melekê Taûs Xwedayê ekindarîyê û xweşbextîyê ye, Xwedayê mirinê û jîyînê ye.

Cejina Melekê Taûs di derbaharê da destpê dibe.

Di dema xebata malhebûna gundîtîyê, deranînê Xweda peyda dibin, yên ku bi hêza xwe, bi kirinên xwe va dişibine melekên din – padîşahan, desthilatdaran û h.w.d.

Merivên ruhanî derheqa wan hukumdaran da evsaneyên cuda-cuda ber xwe derdixin û ser wê bawerîyê ne, ku ew xwedî hêzeke mezin in û ew hêz ji ezmanan hatîye. Gotineke pêşîyan heye, dibêje: ”Xwedê şûnda padîşah e”.

Di nav êzdîyan da jî weke Xwedê ji hêzên ezmanî hiz kirine. Gorî wana eger li ser erdê yek heye ku serokatî li me dike, ew padîşah e û wisa jî li ezmanan yek heye, ku serokatî li cihanê, li erşê ezmîn, merivan û heywanan dike, ew jî Xwedê ye.

Bawermendîyên wa bal xaçparêzan, musulmanan û dînên mayîn jî hene.

Di sitiraneke kurdî ya dînî da ev fikir bi awakî zelal xuya dibe:

 

”Şîxadî Pêxember e

Şîxisin resûl elah e

Şêxobekir ewliya ye

Me şedetîya tarîşa xwe

Melekê Taûs ra daye”[7].

 

Wek em dibînin, bendeyê tikî tenê, ku êzdî û mala hadîyan (şêx û pîr) bawermendîya xwe bi wî tînin, ew Melekê Taûs e, yê ku bendeyê herî sereke ye, bê şirîk û bê heval e, ango Xwedê ye.

Derheqa Xwedê da di nav êzdîyan da bawerîyeke din jî heye, ku li erşê ezmîn Xwedêyekî Mezin ê ezmanî heye, lê Melekê Taûs alîkarê wî ye.

Derheqa Xwedêyê bê şirîk û bê heval da hema bêje di hemû pirtûkên dînî da hene, wek nimûne di quranê da ew fikir wa hatiye nivîsar: ”Ew (Xwedê. – E.E.) e, ku cihan ji we ra kirîye cî û nivîn û dinya şên kirîye, ji ezmanan av anîye û pê ber çê bûne bona ji we ra bibe xurek: ji ber wê jî kesî neşibînine Xwedê”[8].

Di quranê da fikireke ha jî heye: ”Ew desthilatdarê hêsîrên xwe ye”.

Ev fikir em di bawermendîyên kurdan da jî dibînin, gava berê xwe didine Melekê Taûs. Di evsaneya ”Erdewid” da bona hêz û zoraya wî bê ber çavan, ha tê gotinê: ”Temamîya dinyayê bi serokatîya Melekê Taûs tê rêvebirinê, ew desthilatdarê hêsîrên xwe ye. Hemû hêsîr gerekê destê wan li ser dilê wan ber wî pante bidin (temene bin).

Ne dûr e, ku êzdîyan çav dane Xwedayê farisên kevnare Ahûra Mazda. Wisa tê texmînkirinê, ku navê Melek Êzdî ji navê Ahûra Mazda xuliqîye.

Him bal ermenîyan, him bal kurdan Ahûra Mazda yekî mezin, xuliqdarê erd û ezman, xwelîyê û dewlemendtîyê ye.

Berî ku ermenî xaçparêzî qebûl bikin, Xwedayê wan Aramazd bûye.

Bawerîya êzdîyan ya here sereke Melekê Taûs e. Di dînê êzdîyan da êlêmêntên dînên kevnare, paşê jî yên pûtperestîyê, zerdeştîyê, xaçparêzîyê û mehmedîyê hene.

Di nav beşeke êzdîyan da ew fikir heye, ku eger Ahûra Mazda Xwedayê herî mezin bûye, lê Melekê Taûs alîkarê wî bûye, dêmek dînê êzdîyan dînê îranî ye, an ji wî dînî xuliqîye. Ev yek, bi fikira me, şaş e.

Lêgerînên me em anîne ser wê fikirê, ku ne tenê tesîra dînên zerdeştîyê û mehmedîyê li ser kurdan heye, lê herwiha tesîra xaçparêzîyê jî heye. Hukumê dêra xirîstîyanîyê li ser kurdan ewqas pir bûye, ku ewana gelek caran diçûne dêran, li wir qurban didan, ebabetî dikirin.

Andranîk derheqa bawermendîyên kurdên Dêrsimê da nivîsîye: ”Ewana bi dîyarî û hedîyayên wisa mezin va diçûne dêra Sûrb Karapêt ya Hanlortuyê û ew dêr ewqas ber dilê wan ezîz bû, çiqas ku ber dilê her ermenîyekî ezîz bû”[9]. Ewana wisa bawerîya xwe bi wî dînî dianîn, ku çi jin, çi mêr ji dûr va diketine ser çokan, erd radimûsan heta digihîştine mizgeftê, lê hema digihîştin, vê carê îdî dîwarên wê radimûsan û paşê diketine hundur.

H. Şahpazyan jî derheqa hukumê dêra xaçparêzîyê li ser kurdan nivîsîye: ”Kurd niha musulman in, lê ew zanin, ku ji demên buhurî da çûne dêrên ermenîyan û niha jî diçin”[10].

Di gundê kurdan Cercerîsê , navçeya Aparanê, dêra xaçparêzîyê heye, ku niha di halekî xirab da ne, ew bûye kelefe. Binecîyên wira dibêjin, ku ermenî û êzdî diçine wê dêrê û herdu milet jî ew dêr dihebînin. Li wir ermenîyan mûm vêdixistin, lê êzdîyan çirayên don vêdixistin.

Xaçparêz û musulman êzdîyan wek peyhatîyên şeytîn hesibandine. Musulman Taûs hesibandine ne ku sîmvola qencîyê, lê ya xirabîyê.

Wek ku di dînê zerdeştîyê ya dualî da, wisa jî di bawermendîyên êzdîyan da ruhên qenc û xirab hene. Ew yek ne ji dînê zerdeştîyê tê, lê ji bîr û bawerîyên kevnare yên derebegîyê tên.

Bêy ku guh bidine ser vê rastîyê, derheqa êzdîyan da fikireke şaş saz bûye, ku ew peyhatîyên şeytîn in û Taûsê wan jî ruhê xirabîyê ye.

Zanyarê rûs A. Sêmyonov, ku haya wî ji êtnografî û zargotina kurdan tune, erf û edetên kurdan ra ne nas e, bêy ku bingeheke wî hebe, dinivîse: ”di sînorên Yekîtîya Sovyet da, li Tirkîyê, Farizistanê û Mêsopotamîya Bakur eşîreke kurdan ya bi navê êzdî dijîn, ku ruhê neqenc dihebînin, ez dibêjim ku ew di wî alî da di dinyayê da yek nimûne ne”[11].

Lê zargotina kurdan vê bawerîya zanyarê rûs red dike, ji ber ku di wê zargotinê da li tu cîyan ruhên xirab nayêne pesinandin, hela eksî wê, di hindava wê da kîn, eynat û nefret heye.

Melekê Taûs di bawermendîyên êzdîyan da şeytan nîne, wek hinek difikirin, lê ruhekî qenc e, ku derheqa vê yekê da me li jor behs kiribû.

Bi bawerîya êzdîyan şeytan li temamîya dinyayê digerin bona zirarê bidine merivan û heywanan. Bal êzdîyan dêw jî dibişine şeytanan. Eger şeytan, dêw û reşên şevan dinya xirq nakin, ew bi saya serê Melekê Taûs e, ji ber ku ew serokatî li hemû cihanê dike, ew haj ji rastîyê û qelpîyê, hizkirinê û nefretê, ronayê û tarîyê, jidayîkbûnê û mirinê heye.

”Melekê Taûs zureta xwe xwey dike û diparêze. Ew hindava merivan da qenc e, bi her awayî dertê miqabilî xirabîyê û qelpîyê. Destûra hîç kesî tune tevî karê Melekê Taûs bibe, di erşê ezmîn da yekî ser wî ra tune. Kê ku derdikeve dijî wî, ecêbên giran têne serê wan, piştî mirinê ruhê wan diçe dojehê. Ew yekî nemir e û her tişt di dest wî da ne”[12].

Gorî bawerîyên êzdîyan wî çaxî wê mezinayî û hêza Melekê Taûs nuxsan bibe, eger bende tiştpênebûyî bin, bê fikir û bê hizkirin bijîn.

Mezinaya Melekê Taûs di wê yekê da ne, ku ew di dilê her êzdîyekî da ne, lê heykelê wî li Lalişa Nûranî da ne û li wir tê parastin û hebandin.

 

 


Bawerîyên bi teyredeyan va girêdayî

 

Teyredeyên wek quling, legleg, dîk, mirîşk û baz ber dilê êzdîyan pir ezîz in.

Êzdî herdem di mehên adarê û nîsanê da li benda hatina qulingan û leglegan in, ji ber ku ew bi bawerîya êzdîyan behsên xêrê tînin.

Gava legleg situkura xwe dirêj dikir û dimeşîya, êzdî pir şa dibûn, ji ber ku digotin ew nîşana wê yekê ye, ku wê salê erd wê bereket be; eger nukulê xwe berjêr dikir, ew dihate wê maneyê, ku ecêbên giran wê bibin.

Eger jina megîran (hemle) cara pêşin quling bidîta, ew dihate wê maneyê, ku ewê kur bîne.

Gorî êzdîyan quling û legleg sîmvolên ruhên qenc in, ji ber ku ew di rojên baharê da li me dîhar dibin û bahar bi xwe ra xweşbextîyê û ber tîne.

Bawermendîyên awa em bal ermenîyên Bûlanixê dibînin. Ew jî ser wê bawerîyê bûn, ku leglega pêşin, ku tê welatê wan ruhê qenc e. Gorî wana: ”Gava legleg di meha adarê da têne welatê xwe, li wir çemek heye, dikevine avê, xwe dişon, paşê tên”[13].

Bawerîyên ermenîyan û êzdîyan hindava qulingê da eynî ne, ewana ser wê fikirê ne, ku kuştina leglegan, qulingan û dûvmeqeskan guneh e. Hersal hêlînên wan heta hatina wan dihatine parastinê û paqijkirinê. Ew meriv bextewar dihatine hesibandinê, ku ser mala wana hêlînên leglegan hebûn û ew berî gişkan dengê wan dibihîstin.

Di bawermendîyên kurdan da dîk jî cîkî layîq digire, yê ku her ro di wextê xwe da bang dike, ew di malhebûnê da seheteke zindî bû, xwesma di dema çandinîya baharê û payîze da, di demên ekinberevkirinê da. Her sibe, hema bêje di eynî wextê da bangdayîn bal êzdîyan fikireke wisa saz kiribû, ku di wê yekê da biryara yê jorîn heye, ew ser wê fikirê bûn, ku di nav bedena dîk da ruhek heye, ku wî mecbûr dike bang bide. Lê gava mirîşk bikira qirte-qirt, wê ecêbek bihata serê neferên malê. Bi vî awayî, êzdî ekindarî, xweşbextî û bextreşîya malê, jîyan û mirin, hatina baharê û bûyarên din bi teyredeyên malê û kûvî va girê didan.

Kurdên ku bi jîyana koçerîyê va dijîn, ser wê bawerîyê ne, ku ew teyrede piştevan û alîkarên milet in[14].

 

 

 


Hebandina êgir

 

Bal kurdên êzdî yên herêma Qersê, Aparanê û Talînê hebandina êgir cîkî sereke digire. Dûyê agirê ocaxa wan gerekê hertim bikişîya.

Ji demên buhurî da dema digotin ocax, fikira wan ne tenê kuçikê êgir bû, lê herwiha mal û malbet bû jî. Gelek cara sonda wan agir û ocax bû.

Dema sîstêma derebegîyê hilwişîya û malbet dewsa wê girt, ew herdu fikir bûne sînonîmên hev. Niha bal ereban, ermenîyan, kurdan û gelek miletên din ocax him mal e, him eşîret e, him jî malbet e.

Derheqa êgir da gotineke pêşîyan heye: ”Eger agirê ocaxê bitemire, bizanibe ocax jî wê bitemire”. Ji vê gotina pêşîyan zelal xuya dibe, ku bingehê malê agir bûye.

Karê ku ew agir tim geş be, dikete ser milê kevanîya malê, an jî bûkê. Wana her roj sergînek dikirine tendûrê, kozîya êgir jê derdixistin, datanîne erdê, çend sergînên din datanîn ser û dişuxulandin. Piştî ku tendûr vêdisîya, perçeyê sergînê di bin kozîyê da geş dima. Ji wê ra ”antêx” an jî ”kûre” dihate gotin. Bi wî agirê antêxê her sibe tendûr vêdixistin[15].

Gorî edetê êzdîyan tûkirina ser agir, qirêjkirina wî, çêrkirin tiştekî guneh dihate hesabkirinê. Gorî êzdîyan, gerekê êgir qirêj nekin, ji ber ku pîrê ruhê êgir heye. Tûkirina ser êgir jî dihate wê maneyê, ku meriv tûyî li ser ruhê êgir dike û bi wê yekê va hêrsa wî ruhî radike.

Edetên vî awayî yên hindava êgir da bal gelek miletan heye, wek ermenîyan, gebran, azirîyan, osan, asûrîyan, xêvsûran û yên din. Bal ermenîyan jî îzin tune tûyî li ser êgir bikin, ew qirêj bikin, ser ra banz din[16].

Êzdî bawer dikirin, ku heywanên beyanî ne bê hemdî xwe ji êgir direvin, lê ji ruhê Pîrê êgir direvin.

Bal êzdîyan nimûneyeke din jî heye derheqa hebandina wan ya êgir da: êzdî ser mezelê merivê teze mirî sê şevan agir vêdixin bona ku heywanên kûvî nêzîkî mezel nebin, bona ruhên neqenc ji mezel ruhê mirî nedizin, nebin û ser wê bawerîyê bûn, ku Ezrahîl wê zûtirekê bê û ruhê mirî bişîne buhuştê an jî dojehê. Fikireke din jî di agirdadanê da heye: bona ruhê mirî li vê dinê jî, li wê dinê jî bi êgir ra eleqedar bibe.

Kurd mezelê wî merivî wek ziyaret dihebandin, yê ku di jîyana xwe da tu caran tûyî li êgir nekirîye, ew qirêj ne kirîye û çêrî êgir ne kirîye.

Mezelekî wisa li gundekî kurdan – Manazgirê hebû.

”Rex Manazgirê, ku gundekî kurdan e, kevirê ser gorê heye, ku ermenî jê ra ”mezelê Aznaûr” dibêjin. Çend mezelên wisa wek ocax têne hebandin”[17].

Gorî êzdîyan ruhê êgir ewqasî bi hêz e, ku tu ruhekî neqenc nikare xwe nêzîkî wî bike û zirarê bidê. Ji ber wê ye, ku ruhên neqenc nikarin ranêzîkayî êgir bikin.

Bi bawerîya êzdîyan agir û komir ruhên neqenc ji xwe bi dûr dixin. Gurcên herêma Kaxêtê jî bi eynî awayî difikirîn û ewana ser wê bawerîyê bûn, ku agir û komir ruhistînên ruhên neqenc in. Ew wisa bawer bûn, ku eger meriv şev ji mal derê, here avê bîne, wê demê wê ruhên neqenc bikevine mala wî. Bona ew yek neyê ser malê, ber şêmîka wî merivî komir direşandin, ku ew ser ra derbaz bibe, paşê here avê bîne[18].

Êzdî di cejina 8ê adarê da herdem kuçik vêdixistin, berevî dorê dibûn û berê xwe didane ruhê êgir, digotin: ”Ya ruhê agir, tu me ji ya neqenc xwey bikî”.

Gundê Emençayîrê li herêma Qersê edetek hebû: bona ji bextreşîyan û belayan xilaz bibin, dora tendûran hinek edetên dînî dikirin. Wek: eger zaro dereng dest pê dikir xeberde, an jî dereng rê here, ji destê zarê digirtin, dora tendûra sincirî digerandin, sê cara fitil didan û digotin: ”Pîrê agir, îzinê bide zaro xeberde”. An jî: ”Ya Pîrê agir, tu qewatê bidî kurê min, bila ew rê here”. Xwedîyê zarokê xênji wê yekê, ku ji destê zarokê digirt, dor tendûrê digerand, di ber xwe da dikire pinte-pint, gine-gin bona ku zaro jî mîna wî xeberda û rê biçûya.

Gorî êzdîyan agir serkanîya dewlemendbûnê ye jî. Bona wî meremî merivên destteng ji malên dewlemendan agir dibirin, pê ocax û tendûrên xwe vêdixistin û ser wê bawerîyê bûn, ku ewê jî dewlemend bibin.

Kurdên êzdî ji bin beroşa şîr agir nedidan cînaran, çimkî şîrê dewarên wan wê kêm bûya.

Êzdî bawerîya xwe pir bi agirê ziyareta Laliş dianîn. Ewana ser wê bawerîyê bûn, ku dûyê ji ocaxa wira berê xwe dide cîkî batinî.

Gorî dîndarên êzdîyan agir dayîna Xwedê ye, lema jî dûyê wê ocaxê daxaza merivan dibe digihîne Melekê Taûs.

Gorî qiseya qewal Huseyn, roja cejina ”Eyda êzdîyan” li Lalişê, serê sibê kevanîyên malan agirê dûyê ocaxa mala xwe ditemirandin, diçûne ziyaretê, ji wira agir hildidan, dibirin malên xwe bona bi agirê ocaxa Lalişê jîyaneke nû bidana ocaxên xwe.

Gava tendûr vêdixistin, dora wê direqisîn û sitiran digotin, wek:

 

Berçev-berçev diçûme

Pêşîya te şa bûme

Ez dewlemend bûme.

 

Dora kuçikê teze vêxistî dîsa direqisîn, distiran û şa dibûn.

Reqasa li dor agir an jî kuçikan bal gelek miletan heye. Ev edetê dînî ji bo wê yekê tê kirinê, ku ber dilê ruhê êgir da bên, razîbûna xwe bidin wî. Li Bêlgîyayê di demên buhurî da rojeke bi navê ”Roja agirê mezin” hebû û di dema wê cejinê da zarok 1-2 heftêyan mal bi mal digerîyan û xurek berev dikirin[19].

Bal êzdîyên Şengalê edetekî dinê jî hebû. Em binihêrin çika derheqa wî edetî da qewal Huseyn çi dibêje: -piştî binaxkirina kesê mirî, ser mezelê wî agir dadidan, dora agir dua dikirin û vedigerîyane malên xwe. Piştî çend sehetan bêy ku kincên xwe bêxin, diketine nava ava çêm an jî kanîyê, ku ava avilheyatî dihate hesibandin. Ev edet me tîne ser wê bawerîyê, ku hebandina avê jî hebû. Edetekî ha li Hindistanê jî heye. Li vir merivên kesê mirî berî şewitandina can û cesetê mirî berevî dora kuçikê êgir dibûn û bi kincan va diketine ava rex êgir[20].

Kesên pûtperest derbaharê kuçik dadidan û bi heytehol qedirê Xwedayê êgir digirtin bona ekinê salê pir be. Bal êzdîyan dewsa Xwedayê êgir Pîrê êgir heye. Ev edet derbazî nava xaçparêzan jî bûye. Ev eyda dînî herdem di roja bîranîna Îsa da tê derbazkirinê. Dêra xaçparêzîyê ne tenê ev eyd, lê gelek eydên din yên girêdayî êgir va ji gelek miletên din wergirtîye.

Hebandina êgir di cejina Têrndêz da jî xuya dibe, ku ji ermenîyan derbazî nava kurdan bûye û tê maneya qebûlkirina Xweda (Tyarindarac).

Bal ermenîyên Bûlanixê edetekî wa hebû: ”Pîrejin wê rojê çiraya bi agirê pîroz ya Têrndêzê vêxistî digerandin, bi agirê wê bimbûlên mirîşkan dişewitandin, bona ew bikaribin kurk rûnên”[21].

Êzdî eyda Têrndêzê 17ê sibatê derbaz dikirin, bi kurdî digotin Eyda 17ê sibatê. Ewana ji kuçikê Têrndêzê xwelî hildidan û ji kulekên goman direşandin bona ruhê neqenc betavebûna û heywan ber bidana. Ji wê kozîya xwelîyê çengek dihîştin, di dema çandinîyê da tevî toxim dikirin, direşandine nava axê, bona ew sal saleke bereket be.

Jinên megîran, ku zar ne dianîn, berî ku bi mêrê xwe ra bikevine nava cîyan û serê xwe bi hev ra bikine yek, ji kozîya kuçik hinek dadiqurtandin û digotin: ”Pîrê agir, de ma li te”, ango dixwezin bêjin, ku ruhê agir, îdî hêvîya me tu yî.

Ji wê kozîyê weke kevçîyekî biçûk dikirine nava avê û didane nexweş, bona ew qenc bibe.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku agir nexweşîyan jî qenc dike, ji ber ku ”Pîrê êgir rehm e”. Jina kurd, ku bi nexweşîya jinan dikeve, bêy derpê xwe li ser agir mêl dikir û berê xwe dida ruhê êgir, jê ra digot: ”Pîrê agir, tu min ji vê nexweşîyê xilaz bikî”.

Ocax bal êzdîyan wisa hatibû qebûlkirinê, ku gava dua dikirin, digotin: ”Bira ocaxa te komekê bide me”. Di duayeke din da tê gotinê: ”Bira ocaxa te şên be”. Vira gerekê bidine ber çavan, ku ne tenê behsa agir an jî kuçikê dikin, lê qesta wan mal û malbet e.

Dema nifirkirinê digotin: ”Ocaxa te bitemire”, ango mala te xirab bibe, mala te pîre-pîreyî bibe û h.w.d.

Bi vî awayî, agirê ku bingehê ocaxê û malê ye, dibû tiştekî wek ziyaretê û ew agir parastvanê mal û malbetê bû.

 

 

 

 


Hebandina avê

 

Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku di nava avê da, di çavkanîyan, çeman, behran û kanîyan da ruhên qenc û neqenc dijîn, yên ku dikarin ji avê derkevin, li dinyayê bigerin û paşê vegerine warên xwe. Heta niha jî êzdî gava şev ser çeman, kanîyan ra derbaz dibin, navê Melekê Taûs didin, bona ew wana biparêze.

Ji berê da jinên êzdîyan di cejina Newrozê da ji kanîyên ziyaretî av dibirine malên xwe.

Kanîyeke wisa li berpala çiyayê Elegezê (Aragasê) heye, ku dikeve başûrê gundê Korbilaxê navçeya Aparanê komara Ermenîstanê. Navê wê kanîyê ”Kanîya bawîyan” e. Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku di wê kanîyê da ruhên qenc hene, lema jî ava wê wek ava avilheyatî dihate hesibandin.

Guneh bû, ku tûyî nav ava ziyaretî bikin, wê avê qirêj bikin.

Wisa xuya ye, ku hêza qenckirinê bi van avan ra hebûye, lema jî gel ew wek ziyaret parastîye û qîmet dayê. Nimûneyeke wê yekê ava kanîya Koroxlî ye, ku hemû cûre nexweş diketine wê avê û qenc dibûn û xên ji wê ji wê avê dibirine malên xwe, ji wê avê direşandine ser cî û nivînên xwe bona ruhên neqenc nêzîkî wan nebin. Av direşandine goman û tewleyan jî bona pez û dewar nexweş nekevin. Gihanên çêlekan jî bi wê avê dişûştin bona şîr zêde bibe, av dikirine şikevan û embaran jî, bona bereket be.

Ew jinên ku şîrê bistanên wan kêm bû, ji wê avê li hingilên xwe dixistin. Ew av li çavên wan kesan dixistin, ku rind nedidîtin an jî di çavan da mehrûm bûn.

Gorî dîndaran di nav wê avê da hêzek hebû, ku tesîra xwe li ser jîyana merivan û heywîn dihêle û ew hêz dikare merivan qenc bike û nexweş bêxe.

Kurd, ermenî û tirkên Dêrsimê jî bawerî bi avên medenî û kanîyan dianîn. Ava medenî ya Sovegsê ya herêma Dêrsimê, ji alîyê hemû miletan da dihate hebandinê[22].

Êzdîyên herêma Dîgorê li qezaya Qersê gorî edetên xwe piştî çalkirina mirîyan sê roj derbaz dibû, mirî jin bûya, an mêr bûya, roja sisîyan diçûne ser mezel, xweyê mirî ji kanîya gund ya ziyaretî av vedixwer û nanê mirîyan bela dikir.

Bal êzdîyên Dîgorê bi hebandina avê va girêdayî edetekî din jî hebûye, ku gelekî hewaskar e. Malxwêyê malê an jî mêrekî malê piştî mirina kevanîya xwe gava carek din dizewicî, av direşande ser mezelê jina xwe ya berê. Gorî êzdîyan ew bona wê yekê dihate kirinê, ku kesên ji mirina jinikê tirsîyane, tirsa wan birevîne. Bi bawerîya me li vir ya here sereke ne ku firandin-revandina tirsê bû, lê ew yek bû jî, ku li wê dinyayê jî ruhê merivan gerekê bê av, nan û xurek nemîne.

Kurdên gundê Tillik navçeya Talînê 10-20ê adarê ji Ava Reş[23] derdanek av hildiçinîn û direşandine ser axa şovkirî bona ekin bi bereket be.

Yek ji kanîyên ziyaretî, ku binecîyên gundên dorê jê av hildiçinîn, di Vaspûrakanê da bû. Navê wê kanîyê ”Arkayûtyan axbyûr” (”Kanîya avilheyatî”) bû û ermenî, aşûrî û kurdên wira ew dihebandin. Li ser kanîyê kevirê ziyaretî danîbûn, ew cî bûbû mîna ziyaretê[24].

Êzdî ku demeke dirêj bi ermenîyan ra mane, çem û kanîyên Ermenîstanê, avên avilheyatî hebandine û bona wê avê qurban dane.

Miletzan (êtnograf) X. Samvêlyan derheqa hebandina çemên Ferat û Dicleyê da ha nivîsîye: ”Di nav wan bawermendîyan da hebandina çemên Ferat û Dicleyê cîyê pêşin digirin. Bona ermenî, tirk, kurd û aşûrîyên dor û berên wan çeman ava wan wek tiberk e”[25].

Çemê Feratê xwesma ber dilê ermenîyan ezîz bû, ji ber ku gorî mîtologîyayê ew dihate hesibandinê wek hêwirgeha padîşaha ermenîyan – Astxîk xanimê[26].

Di folklora kurdî da bi awayekî geş pesinê çemê Mûradê û kanîyeke wî – Arasanîyê tê dayînê. Di sitirana ”Mûrad tem e, teme” da tê gotinê:

 

”Çemê Mûradê tem e, tem e

Cinê wî rabûye, dua bikin

Pez serjêkin, Xwedê rehm e”.

 

Di bawermendîyên gel da heywanên wek masî, mar, zîya wek sîmvolên bereketa avê xuya dibin. Ev yek di nav bawerîyên ermenîyan da jî cîkî berbiçav girtine.

Di wan heykelên bi navên ”Dêw” da, ku zêde dişibîyane masîyan, fikira avê û avdanê hebû, ji ber ku ew heykel sîmvola Xwedayekî avê bû[27].

Min heykelekî wisa li gundê kurdan – Qundexsazê, li navçeya Aparanê dît. Ew gelekî mînanî zîyayên çiyayên Gêxamayê ne.

Li Ermenîstanê çem û kanî bona xwelîbêcerkirina xwedî kemaleke pir mezin e. Lema jî di bawermendîyên ermenîyan da av pir tê hebandinê.

Gorî dîndarên êzdîyan di çeman û behran da hesp, mange, masî, teyrede û heywanên mayîn yên buhurtî dijîn, ku carna difirine ezmanan, merivan ji qezîyayê û belayê xilaz dikin û h.w.d.

Di folklora gel da ew heywan gelek caran mêrxasan dibine dinya heq bona ji wira ava avilheyatî bînin. Fikira ava avilheyatê mînanî têlekî sor ne tenê di bawermendîyên kurdan da, lê herwiha yên gelek miletan da derbaz dibin.

Mêrxasê hikyata kurdî ”Îskender” diçe serê dinyayê bona ava avilheyatî peyda bike, lê bi wî ra li hev nayê, ji ber ku rastî ruhên neqenc tê û bi eskerên xwe va niqoyî nava avê dibe, dixeniqe.

Hebandina avê xwesma di romana ”Sê nêçîrvan” da geş xuya dibe.

Gorî edetan li berpala çiyayê Nemrûtê, rex gundê Şîrînkoyê kanîyek hebûye bi navê ”Kanîya sipî”. Li wî gundî sê nêçîrvanên mêrxas hebûne. Rex kanîyê hergav kerîyên pêz diçêrîyan. Hersê nêçîrvan gelek caran diçûne rex wê kanîyê, ji kerîyê pêz beşek didane ber xwe dibirin gundê xwe, serjê dikirin û goştê wan di nav gundîyan da wekehev bela dikirin. Rojekê jî dema diçine ber kanîyê, yek ji nêçîrvanan dişimite, dikeve nava avê û ji hêrsan çêrî kanîyê û ruhberên di nav da dike. Di dema çêrkirinê pez destxweda betavedibin, lê ew bi xwe nexweş dikeve û destevala vedigere mal.

Êzdî gelek caran heyteholên dînî yên bi avê va girêdayî derbaz dikirin. Cejin û rojên şayê yên dînî di deba êzdîyan da cîkî berbiçav digire. Ji bo nimûne, bona di rojên hişkî da baran bê, êzdîyan ”bûka baranê” çê dikirin. Zarok ew bin dengê def û zurnê di nav gund da digerandin, ber her malekê disekinîn, ava di derdanê da ser bûkê da dikirin û yek ji zarokan digot:

 

”Baran, baran bibare

Xêr û bereketê bîne bi xwe ra

Ya Mamereş[28], baranê bîne bi xwe ra”.

 

Bi avê va girêdayî heyteholên dînî yên din jî hene.

Di dema korlixîyê da, bona baran bibare, jin karê cot dikirin. Bona erd bereket be, ewana baharan, di dema çandinîyê da diçûne deştê û av ser xwe da dikirin.


Hebandina çiyan, keviran û şikevtan

 

Di bawermendîyên kurdan da hebandina çiyan, keviran û şikevtan cîkî berbiçav digire, ku rehên wê yekê diçin digihîjine demên berî dewrana me.

Berê piranîya kurdên Ermenîstanê jîyana koçerîyê û nîvkoçerîyê derbaz dikirin. Ewana piranîya salê bi pez û dewarên xwe va li zozanan bûn, çiya miskenê wan bû. Bêy hêşinaya wan çiya, hewa paqij koçer emirê xwe texmîn ne dikirin. Çiya bi kanîyên xwe yên zelal emir didane merivan û heywanan. Çiyayên Elegezê, Bozutluyê, Erdewidê, Arayê ji wan çiya bûn.

Serketinên kurdan di hêla aborî da gelekî bi çiyan va girêdayî bûn. Gorî kurdan ew warên wisa bûn, ku ruh didane merivan bona ew tama keda xwe ya helal bihesin.

Yek ji çiyayên navçeya Aparanê çiyayê Ardewid e, ku êzdî wî dihebînin. Gorî şirovekirina binecîyê gundê Elegezê Ademê Silto, Ardewid navekî ermenkî nîne, çiyayekî wisa li herêma Entabê da jî hebûye. Gava êzdî hatine li navçeya Aparanê bi cîh bûne, hêşinaya wan deran şibandine hêşinaya çiyayê nêzîkî Entabê, lema jî ev nav lê kirine.

Bi gotina gotîyan êzdî dema hazirîya xwe didîtin ji Entabê derkevin, bi emirê Melekê Taûs ruhên çiyayên wan deran bi xwe ra anîne bona ew ruh ji wan ra bibin pişt û berpal[29].

Êzdî salê carekê hildikişîyane serê wî çiyayî û bona xwe ji nexweşîyan xilaz bikin, qurban didan, li serê çiyê di erdê da korên biçûk dikolan û wek qurban pereyên hesinî davîtine wira û ser wê bawerîyê bûn, ku ew pere wê bigihîjine ber ruhê Ardewid. Dizîya wan pereyan tiştekî guneh dihate hesibandin.

Êzdî çiyayê Bozutluyê li navçeya Talînê jî hebandine. Derbaharê êzdî bona ekindarîyê û hasileta pir hildikişîyane serê wî çiyayî, qurban didan, heyteholên cûrbecûr derbaz dikirin.

Hebandina çiyan him bal êzdîyan, him jî bal gelek miletên din bi heyteholan derbaz dibin, ku pevgirêdana wan bi hişyarbûna baharê va girêdayî ye, wek Newroza kurdan û farizan, ku bûyer û dîdemên wê cejinê bi baharê va girêdayîne. Wan rojan kurd diçûne çiyê bona ekinê baş bistînin, heyteholên dînî derbaz dikirin. Ji xwelîya çiyê çengek dikirine nava avê û direşandine ser serê zara nexweş, şêxê rex zarê sekinî jî dua li ruhê çiyê dikir, ku wî ji nexweşîyê biparêze.

Gateya sala teze, ku jê ra ”Kiloça serê salê” digotin, ker dikirin, di nav hatîyan da parevedikirin[30].

Êzdîyên Ermenîstanê çiyayê Ara jî hebandine, ku di navçeya Aştarakê da ne. Ziyareta Sûrb Hovhannês li tepeya wî çiyayî da ne û ew ziyaret ji alîyê ermenîyan, paşê jî êzdîyan va hatîye hebandinê. Kesên dihatine vî çiyayî, ku di nav wan da dîndarên êzdî jî hebûn, her bahar bi xwe ra pez û dewarên bona qurbanê dianîn. Goristana Varvarayê jî li wir e, di şikevtekê da ne, ku ji dîwarên wê herdem av diniqitî.

Piştî ku li serê çiyê qurban didan, kesên nexweş ava ku ji dîwarên şikevtê dişirikî vedixwerin, li çavên nexweş dixistin, rex mezel mûm vêdixistin, ew bi dîwarên şikevtê va dizeliqandin. Dîndar axa çiya radimûsan, diketine şikevta Varvarêyê, pere davîtine ser goristanê û di wan deman da papazek ber mezel disekinî û dua dikir[31].

Maneyeke derbazkirina wê cejinê li berpala çiyayê Arayê ew e, ku tebîyet ji zivistana bêzar hişyar dibe û meriv û heywan jî wek wan hişyar dibin, dikevine nava gêjgerînga kar û xebatê.

Gr. Xapansyan gava derheqa wan ermenîyan da dipeyîve, ku Ara Gêxêsîk dihebînin, dinivîse: ”Ermenî ji demên buhurî di çiyayê Ara da bahar, hişyarbûn, jîyaneke nû, xweşbextî dîtine”[32].

Hebandina çiyan xwesma di folklora kurdî da bi awayekî geş xuya dibe. Di hikyata ”Nedîne” da du dilên bengî di rûyê erf û edetên eşîretîyê da nikarin bi mirazê xwe şa bibin. Xortê bengî – Nebo hewara xwe li ruhên çiyayê Xaltaxçîyê[33] dadixwe. Gava ew berbi çiyê diçe, çiya diqelêşe, ji hundurê wî keçeke kaw û nazik dertê û di ber dilê Nebo da tê, ku Nedîne wê eseyî para wî keve. Xort gava vedigere mal, dewsa holika xirabbûyî, qesireke bedew dibîne û Nedîne tê da li benda wî ye.

Derheqa hebandina çiyan da di hikyatên ermenîyan da jî derbaz dibin. Di hikyata ”Zara ku hevîr dixwe” da mêrxas ”…dibîne ku çiyayê wan qelişî, dergehek vebû, kerîyê pêz xweber kişîya kete navê”[34].

Hebandina çiyan ji demên pûtperestîyê tê û tu eleqê wê bi xaçparêzîyê, mehmedîyê û dînên mayîn va tune.

Him warên êzdîyên Ermenîstanê, him jî yên navçeya Mûsilê çiyayî ne.

Hebandina keviran, zinaran, şikevtan, ku ji dem û dewranên kevnare tên, heta niha jî bal kurdên êzdî hatine parastinê.

Êzdî bawer dikirin, ku ruhên xwe li çiya veşartine, dikarin derbazî nava keviran, zinaran, şikevtan bibin û ji wir carek din vegerine warê xwe yê berê.

Rex gundê Cercerîsê navçeya Aparanê kevirekî mezin hebû, ku êzdî jê ra ”Kevirê Ardawid” digotin û ser wê bawerîyê bûn, ku ew wargehê ruhê çiyê ye. Bi bawerîya êzdîyan ruhê çiyayê Ardawid gava hêrs diket, ji çiyê derdiket û dikete nava wî kevirî.

Di navbera gundên Gelto û hêwirgeha Elegezê, ku li navçeya Talînê, komara Ermenîstanê da ne, di gêlî da çingil (koma keviran) heye, ku rêwî wextê rex ra derbaz dibûn, her yekî kevirek davîte wir û digotin: ”Derd û belayên me bide bêrîyê (bela bike)”. Li rex wî çingilî şikevtek hebû, li wir, gorî şirovekirina binecîyê gundê Gelto Ayîb, xudêgiravî ruhên merivên neqenc dimînin, ku bi şev dibin gornepişîk, li ser riya disekinin û merivan ditirsînin.

Nêzîkî gundê Camûşvanê, navçeya Aparanê, ziyaretek heye, ku dîndar bona ji nexweşîyan xilaz bibin, keviran davêjine hundurê ziyaretê.

Rêçên hebandina keviran em di nav erf û edetên dawetê da jî dibînin. Berê, gava bûk dibirine mala zava, guhê birayê bûkê tim li ser wê bû, ku di dema jimalderxistinê, siyarkirinê û ber derê zavê peyakirinê merivên xêrnexwaz nêzîkî wê nebin û xirabîyan nekin.

Karên xirabîyê hindava bûkê an jî zavê bi çend awayî dihate kirinê. Pîrên ku dijminaya mala bûkê an jî zavê dikirin, bona hêza zavê ya şeva pêşin bişkênin, ku zava nikaribe here cîyê xwe, niviştên ”girêdanê” dikirin. Ji bo nimûne, gava bûk li hespê siyar dibû, wana bi surî kevirekî biçûk dikirine orta zengûyan, ku ew kevir di rê da bikeve û gazî Xwedê dikirin, ku zava jî bi kevir ra bikeve erdê û ji mêranîyê bikeve[35].

Gorî edetan êzdî bona qenckirina çavê nexweş, ser kincên paqij morîyên şîn an jî kevirên ji ziyaretan anî didirûtin, tûşa çav da darda dikirin bona çav qenc bibe.

Berê hema bêje hemû êzdî zarên xwe yên nexweş nav kevirên qulqulkî ra derbaz dikirin, an jî pişta wan dispartine keviran û bi wê yekê va ser wê bawerîyê bûn, ku zara nexweş teslîmî ruhên qenc dikin, ku ew wê biparêze.

Berpala çiyayê Araratê, nêzîkî gundê Gelto kevirekî tîk û req heye, ku jê ra ”Kevirê beqîn” digotin. Ermenî û kurdên musulman ew kevir hebandine. Derheqa wî kevirî da lêgêndek heye, ku merivekî pûtperest dema rex wî kevirî ra derbaz bûye, rastî çend dîndaran hatîye, silav daye wan û pirsek li wan kirîye:

-Hûn di ku da diçin?

-Bal kevirê beqîn, ziyaretê.

-Ez çûme wê ziyaretê, zanim ku zoraya wê tuneye.

Piştî wê gotinê ew di cî da dibe kevir û risas, paşê ruhistîn wî davêjine gêlî.

Di hikyata ”Ziyaret” da du ruhên qenc xwe di nav kêvir da vedişêrin û dema lazim bibe merivan ji belayê xilaz dikin.

Di hikyata ”Dewrêş” da kevir diqelêşe, dibe du keran û horî-melekek ji navê dertê. Ew du çeng zêr dide Dewrêşê mêrxasê hikyatê û betavedibe (winda dibe). Dewrêş bi rê dikeve, tarî di ser da digire. Bona xwe ji êrîşên heywanên hov biparêze ew dikeve nava şikevtekê û xwe di qulçekî da diqincilîne, ji ber ku ji ruhên neqenc ditirse. Wê demê ji ruhên di şikevtê da dudu warguhêzî keçên kezî dibin, nêzîkî Dewrêş dibin û bi wî ra dibine nas. Li Dewrêş wisa tê, ku ew jinên rastî ne û bi dil û can dixweze bi wan ra bibe nas. Ew ruhên warguhêzî merivan bûne demeke dirêj Dewrêş mijûl dikin û Dewrêş diweste, bi xew ra diçe, radizê. Serê sibê Dewrêş bi pencên tavê yên pêşin ra hişyar dibe û li dora xwe dinihêre, ku tu kes tune û fêm dike, ku ew ruhên qenc bûn, hatin û çûn. Ew di şikevtê da mezelek dibîne, ji tirsan saw dikeve canê wî û dertê, direve, riya xwe berdewam dike.

Hebandina çiyan, keviran, zinaran, şikevtan li hemû janrên zargotinê da xuya dibin, di nav nifiran, gotinên pêşîyan, dua û têderxistinokan da. Wek nimûne em çend nifiran bînin: ”Bira kevir biqelêşe, tu bikevêyî”, ”Kevirê te biqulibe”, ”Kevirê Melekê Taûs li pey te be” û h.w.d.

Di wextê duakirinê digotin: ”Kevirê rehmê bê hewara te”.

Derheqa kevir da têderxistinokeke kurdî heye: ”Ew çi ye diqelêşe, cin jê dertê?”.

Hebandina keviran bal miletên Pişkavkazê jî heye, bal ermenîyan, gurcan, azirîyan û aşûrîyan.

Li Kaxêtê kevirên bi navê kal-kva (kevir-pîrik) hebûn û miletê pşav dora wî kevirî heyteholên dînî derbaz dikirin. Li herêma Têlavê bona zarokan ji kuxikê qenc bikin, ji kenarê çemê Alazanê kevirên biçûk yên di rengê tarî da hildidan, qul dikirin, têl tê ra dikirin û ji situyê xwe va darda dikirin[36].

Gorî êtnograf Y. Lalayan nêzîkî gundê Axnaxê, navçeya Varandayê, komara Ermenîstanê kevirekî terikî hebû, ku ji zinarekî qelişîbû û jê der bûbû, paşê gilol bûbû, gihîştibû gund, lê zirar nedabû tu kesî. Navê wî danîbûn ”Kevirê pok”, ango kevirê qeilişî-qetîyayî. Bona binecîyên gund ew war bûbû ziyaret, jinên ku zaro nedianîn, sê cara têl dora wî kevirî dipêçan, paşê ew têl dibirin gore çê dikirin, dikirine pê, bona zaran bînin[37].

Di nav erf û edetên êzdîyên Şengalê da heyteholên dînî yên bi hebandina keviran va girêdayî pircûre ne. Dema dewatê zava kevirên biçûk li serê bûkê dixist, bona di paşdemê da jîyana wan ya tevayî aşt û bextewar derbaz bibe[38].

Him êzdî, him jî ermenî, fariz, ereb û ûris ser wê bawerîyê bûn, ku pareke kevirên li ser erdê ji ezmanan ketine, ji ber wê jî ew kevirên ziyaretî ne.

Hebandina keviran di dinya musulmanîyê da jî heye. Gorî erf û edetên ereban kevirê Mekkayê yê reş jî ji ezmanan ketîye û bûye cîyê ziyaretê. Lema jî salê bi sedan hezaran kes diçine ber wê ziyaretê. Dîndar ber wî kevirî qurbanan didin, heft caran dora wî kevirî dizivirin û niçên wî dalêsin[39].

Xwesma êzdîyên gundên Hesencano, Emençayîrê, Şîrînkoyê, Şatrozlîyê, Eyla Sinco û gundên mayîn (herêma Dîgorê, qezaya Qersê) pir bawerî bi keviran dianîn. Wana nexweşên xwe dibirin serê çiyayê Kolik, li wir bi keviran sengereke dorpêçayî û sûrkirî hatibû çêkirinê. Êzdî nexweşên xwe heft caran dora kevirê wî çiyayî difitilandin û digotin: ”Nexweşê me xilaz bike”. Pişt ra qurban didan.

Bawermendîyên hindava keviran, çiyan, şikevtan, zinaran ji demên buhurî yên kevinare tên û bi bawerîya êzdîyan ew warên ruhên pêşîyên wan bûne.

 


1 D.D.Parîrêv. Malûmatîyên Yekîtîya Gêografîyê ya Rûsîya Împêratorîyê ya beşa Kavkazê, cild 14, Tîflîs, sal 1901, rûpel 135.

2 Lazo (H.Xazaryan). Înstîtûta Edebîyetê ya Akadêmîya Ermenîstana Sovêtîyê ya Zanyarî, arşîva beşa zargotinê.

3 S.A.Yêxîyazarov, Qiseya êtno-hiqûqî ya kurt derheqa êzdîyên Herêma Êrîvanê da. Malûmatîyên Yekîtîya Gêografîyê ya Rûsîya Împêratorîyê ya beşa Kavkazê, cild 13, Tîflîs, sal 1891, rûpel 171.

4 Zargotinbêj Ahmê Çolo ji gundê Elegezê, navçeya Aparanê, komara Ermenîstanê gotîye, xudanê vê pirtûkê sala 1940î ji zarê (devê) wî girtîye.

5 H.Manandyan. Lêkolînên derheqa dîroka gelê ermenî da. Yêrêvan 1940, rûpel 140.

6 Y.S.Karsêv, Malûmatî derheqa êzdîyên Tirkîyê da, Tîflîs, 1889, rûpel 8.

7 Ziyareta Melekê Taûs niha li kumbeyta êzdîyan ya li gundê Bedrê, herêma Mûsilê da ne.

8 A.A.Sêmyonov. Hebandina Şeytan bal kurdên êzdî yên Asîya Pêş, Taşkênt, 1927, rûpel 77.

9 Binhêre destnivîsên Lazo (Hakob Xazaryan), Înstîtûta edebîyetê ya Akadêmîya Ermenîstanê, arşîva folklorê.

10 Yê şirove kir binecîyê gundê Elegezê, navçeya Aparanê Ademê Siltoyê 70 salî ye.

11 A..Sêmyonov. Hebandina Şeytan bal kurdên êzdî yên Asîya Pêş, Taşkênt, 1927, rûpel 79.

12 J.Frank. Scheich Adi, der geosse Heilige der Jezides, Leipsig, 1911, rûpel 104.

13 Mîr Îsmayîl mîrê êzdîyan e.

14 S.Kanayans. Êzdî, kovara ”Taraz”, hejmar 4, Tîflîs, sal 1913, rûpel 69.

15 Taûs siyarkirin cejineke êzdîyan e. Heykelê teyredeya Taûs ya ji sifirê, ku mîna taûs an jî kewê ye, li ser dar va dikin.

16 Qewal Huseynê ji gundê Karvanserayê, navçeya Artîkê, komara Ermenîstanê sala 1928an ji xudanê vê berhemê ra gotîye.

17 Hekar gundekî kurdan e li Îraqê.

18 Xudanê pirtûkê sala 1950î li Tbîlîsîyê ji zarê Şemîyê Heso nivîsîye.

19 Y.S.Karsêv. Nivîsên derheqa êzdîyên kurdan da, Tîflîs, 1889, rûpel 259.

20 Mûsa milyaketekî êzdîyan e.

21 Gotîye Qeremanê Ozman, ji gundê Mîrekê, navçeya Aparanê, xudanê vê kitêbê sala 1948an ji zarê wî nivîsîye.

22 Ji zarê binecîyê Elegezê Ahmê Çolo hatîye girtin.

23 Gotîye Qeremanê Ozman.

24 M.Bartîkyan. Ruhperest Hêllada an jî Hêllên dîk, Atênk, 1936, rûpel 187.

25 Yê.Lalayan. Varanda, kovara êtnografîyê, Tîflîs, 1897, rûpel 179.

26 J.fon Negelein, Das Pferd im Seelenglauben und Tofenkult, ”Zeltsehe des Verleins fur Volkskunde”, cild 2, 1901, rûpel 406.

27 Quran, Varna, 1909, rûpel 107.

28 Îstorîya rêlîgîî, Moskva, 1909, rûpel 6.

29 Andranîk. Têrsîm, Tîflîs, 1901, rûpel 168.

30 Andranîk. Têrsîm, Tîflîs, 1901, rûpel 169.

31 Byûrakn, 1899, rûpel 16.

32 Arşîva Mûzêya Ermenîstanê ya dewletê.

33 M.Canaşvîlî. Bawerîyên kartvêlan. Berevoka bona şirovekirina cî û warên eşîretên Kavkazê da, çapa 17, Tîflîs, 1893, rûpel 156.

34 M.Kovalêvskî. Erf û edetên li Kavkazê, Moskva, 1890, rûpel 74.

35 Kotel dezgehek e, ku dema meytê mirî dibirine goristanê, kinc û çekên kesê mirî datanîn ser zînê hespa wî. Çekên wî bi wî ra çel dikirin.

36 Mannhardt. Der Baumkults der germanen und ihre Nachbarstamme, Leipzig, 1875, p., 7.

37 Ocax bi tirkî tê maneya kuçik, cîyê ku agir lê tê vêxistin. Paşê ew fikira mal, malbet, binemal wargirtîye.

38 A.N.Mînx. Erf û edetên gelêrîyê, bawerî û ebabetîyên gundîyên devera Saratovê, Moskva, 1886, rûpel 86.

39 F.Êngêls. Mal, arzîtîya şexsî û xuliqandina dewletê; Yêrêvan, 1948, rûpel 121.

40 M.Kovalêvskîy, berevoka kurt, rûpel 85.

41 G.F.Çûrsîn, Erf û edetên gelê kaxêtî; Nivîsên beşa Kavkazê ya Hevaltîya erdnîgarîyê ya Împêratorîya Rûsîyayê, cild 25, Tîflîs, 1907, rûpel 49.

42 D.Raddê. Xevsûrîstan û xevsûr. Nivîsên beşa Kavkazê ya Hevaltîya erdnîgarîyê ya Împêratorîya Rûsîyayê, Tîflîs, 1880, rûpel 74.

43 Êzdî ji van ruhên ku zirarê didine zaran, elk dibêjin. Bi ermenî jî dibêjin alk. Bi bawerîya wan bejina elkê bilind e, pişta wî zirav e, serê wî biçûk e, tilîyên destan û pêçîyên lingan dirêj in, can û bedena wî bi pirç e.

44 Bênsê, Herêma Bûlanix an jî Hark, Tîflîs, 1900, rûpel 10.

45 Kurd ji meha 2an ra sibat dibêjin.

46 Germanische Myphologie von Elard Hugo Meyer, Berlin, 1891, rûpel 9.

47 V.Vûndt. Mîf û dîn, S-Pêtêrsbûrg, 1905, rûpel 406.

48 V.Î.Ravdonîkos, Dîroka civaka berî dewrana me, cild 2, Lênîngrad, 1947, rûpel 113.

49 K.P.Frederic. La circonrision au Kikuyu,- Brotish East African Review,- 1911, rûpel 620.

50 Yêznîk Koxbasî. Yêrs axandos, Yêrêvan, 1914, rûpel 69-70.

51 Gr.Xapansyan. Bawermendîya Ara Gexesik, Yêrêvan, 1946, rûpel 34.

52 K.V.Ostravîtyanov, nivîsên derheqa aborîya berî kapîtalîzmê da., Yêrêvan, 1946, rûpel 24.

53 F.Êngêls. Mal, arzîtîya şexsî û xuliqandina cihanê, Yêrêvan, 1948, rûpel 113.

54 V.V.Bardavêlîdzê, Lêkolînên bawermendîyên sosîologîyê yên xevsûran, cild 2, Tbîlîsî, 1932, rûpel 70.

55 A.Mnasakanyan. Derheqa kevirên ziyaretî û şerên maran yê bi navê ”Vîşap”. Nvîsarnameya Akadêmîya Zanyarî ya Komara Ermenîstanê, 1952, rûpel 76.

56 A.A.Arakêlyan. Kurd li Farizistanê, Tîflîs, 1904, rûpel 21.

57 X.Alîşan. Hîn havatk kam hetanosakan kronk hayos (bi ermenî), Vênêtîk, 1910, rûpel 77-78.

58 C.Frêzêr. Zolotaya vetv, cild 1, Moskva, 1931, rûpel 142.

59 M.Kovalêvskî, berevoka kurt, rûpel 105.

60 Y.Lalayan. Varanda, AZ, Tîflîs, 1897, rûpel 200.

61 T.Mamaladzê. Narodnîê obiçaî i povêrîya gûrîysêv,- Sbornîk matêrîalov dlya opîsanîya mêstnostêy î plêmen Kavkaza,- çapa 17, Tîflîs, 1893, rûpel 101.

62 C.Frêzêr, berevoka kurt, rûpel 133.

63 R.F.Budeau, La circoncision au Kikuyu, Vienne, 1911, rûpel 520.

64 Xudanê vê pirtûkê ev fikir sala 1927an li gundê Karvanserayê, navçeya Artîkê, komara Ermenîstanê nivîsîye.

65 Quran, Varna, 1909, rûpel 137.

66 C.Frêzêr, berevoka biçûk, cild 1, rûpel 142.

67 A.Mnasakanyan. Di berhema jorgotî da tê bîranînê.

68 Got binecîyê gundê Karvanserayê, navçeya Elegezê Nesîbê Çeto. Xudanê vê berhemê sala 1952an ev gotin ji zarê wî nivîsîye.

69 Got binecîyê gundê Elegezê Ahmê Çolo. Xudanê vê berhemê sala 1940î ji zarê wî ji ber girtîye.

70 W.Wunelt, Miph und Religion, Leipzig, 1905, rûpel 111.

71 Qesta gotina qeda-bela ruhên neqenc in. Gorî êzdîyan piştovanê pêz Memê Şivan dikare wana ji belayê xilaz bike.

72 Got binecîyê gundê Elegezê, navçeya Aparanê Ahmê Çolo.

73 Got binecîyê gundê Emençayîrê ji herêma Qersê Ûsibê Çolo, ku niha li bajarê Tbîlîsîyê dimîne. Sal 1947.

74 Y.Lalayan, AZ, Tîflîs, 1900, rûpel 343.

75 X.Samvêlyan. Hîn Hayastanî kûltûran (bi ermenî), cild 1, Yêrêvan 1931, rûpel 194.

76 Warê kurdan li Tirkîyê.

77 M.Abeghian. Der Armenishe Volksglaube, Leipzig, 1899, rûpel 78.

78 Ji zarê binecîyê gundê Elegezê Etemê Silto hatîye girtin.

[1] V.H.Bdoyan. Rêçên hebandina xwelîbêcerkirinê di nav ermenîyan da. Yêrêvan, sal 1950, rûpel 7.

[2] Şîxisin ji malbeta Şîxadî ye, ku êzdî wî wek Xwedê dihebînin.

[3] O.L.Vîlçêvskî. Gotarên derheqa dîroka êzdîyan da,- kovara Atêîst, hejmar 51, – Moskva, 1930, rûpel 85.

[4] Binihêre arşîva Înstîtûta edebîyetê ya Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê, Lazo, ”Melekê taûs”, rûpel 9.

[5] Di eynî cîyî da, rûpel 10.

[6] Di eynî cîyî da, rûpel 23.

[7] Binecîyê gundê Karvanserayê, navçeya Artîkê Xudoyê Qaso gotîye, xudanê vê pirtûkê sala 1952an ji devê wî nivîsîye.

[8] Quran,. Varna, 1909, rûpel 5.

[9] Di eynî cîyî da, rûpel 72

[10] Di eynî cîyî da, rûpel 115.

[11] M.Kovalêvskî. Berevok, cild 1, beş 2, rûpel 83.

[12] Andranîk. Têrsim, rûpel 165.

[13] H.Şahpazyan, Kurdo-hay patmûtyûn, K. Polîs, 1911, rûpel 45.

[14] Bênsê. Bûlanix an jî Herêma Hark, Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê, Kitêba Z, rûpel 43.

[15] M.Abêxyan. Ev berhem li jor hatiye bibîranîn, rûpel 47.

[16] A.A.Sêmyonov. Hebandina şeytîn bal kurdên êzdî yên Asîya Pêş, Taşkênt, 1927, rûpel 1.

[17] M.Abêxyan, rûpel 71.

[18] G.F.Çûrsîn. Erf û edetên gurcên Kaxêtê,- Nivîsên hevalbendîya erdnîgarîyê ya Împêratorîya Rûsîyayê beşa Kavkazê. Tîflîs, 1905, rûpel 36.

[19] C.Frêzêr. Berevoka gotaran, cild 4, rûpel 141.

[20] G.Buhlers. Reich und Sitte,- Grundriss der indo-arischen philology, cild 2, Leipzig, 1910, rûpel 155.

[21] G.F.Çûrsîn, Berevok, cild 25, sal 1905, rûpel 59.

[22] Andranîk. Têrsim, di eynî cîyî da, rûpel 127.

[23] Ava Reş çem e, ku nave wî yê esilî Çemê Axûryan e.

[24] Yê.Lalayan. Vaspûrakan, Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê, kitêba 25an, sal 1914, rûpel 31-32.

[25] X.Samvêlyan. Berhema bîranî, cild 1, rûpel 286.

[26] V.H.Bdoyan. Berhema jorê kivşkirî, rûpel 59.

[27] M. Abêxyan. Heykelên bi nave ”Dêw”, ku sîmvola Xwedayê Astxîk/Dêrkêto ye. Yêrêvan, 1941, rûpel 10.

[28] Mamereş ruhê baranê ye.

[29] Binecîyê gundê Elegezê, navçeya Aparanê Lezo gotîye, xudanê vê berhemê sala 1952an ji devê wî nivîsîye.

[30] Êzdî 21ê adarê, roja Newrozê kiloç dipetin, morîk dixistine navê, paşê ser neferên malê parevedikirin. Ew morî para kê biketa, dîwana salê di sere wî da bû, ango, wê sale ew kes wê bextewar bûya.

[31] Emînê Evdal sala 1946an di wê heyteholê da hazir bûye.

[32] Gr. Xapansyan. Hebandina Ara Gêxêsîk, Yêrêvan, 1945, rûpel 167.

[33] Ziyaret li navçeya Spîtakê.

[34] T. Navasardyan. Hikyatên ermenîyan yên gelêrî. Tîflîs, sal 1903, rûpel 3.

[35] Emînê Evdal. Jina kurd di dema derebegîyê da, gorî nivîsên êtnografîyê û zargotinê. Yêrêvan 1948, rûpel 262.

[36] G.F.Çûrsîn. Erf-edet û bawermendîyên gelên kaxêtî. Nivîsên Beşa Kavkazê ya hevaltîya erdnîgarîyê ya Împêratorîya Rûsîyayê, kitêb 25, Tîflîs, sal 1905, rûpel 64.

[37] Y.Lalayan. Varanda, Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê, Tîflîs, 1897, rûpel 188.

[38] Y.S.Karsêv. Berevoka gotaran, rûpel 260.

[39] A.Krîmskî. Dinya Mehmedîyê û paşeroja wê. Vaxarşapat, sal 1906, rûpel 18.

 

 

WWW.KURDIST.RU

 

 

 

 

 

 

0

Оставить комментарий