Опубликовано: 19.09.2011 Автор: Admin Комментарии: 0

Hebandina Royê

 

Ro him bona merivan, him jî bona heywanan û hêşinayê hêza here xurt û pêwîst e.

Êzdî ji tavê ra dibêjin Ro an jî bi erebî Şems.

Bawerîya Royê di nav êzdîyan da ewqas bingeh girtîye, ku ji wan ra digotin Miletê Şems, ango merivên ku pey Royê diçin an jî lawên Royê.

Gorî êzdîyan, bêy Melekê Taûs Ro tune û bêy Royê Melekê Taûs tune, ji ber ku Ro çavekî Melekê Taûs e, ku li dinyayê dinihêre û emir dide wê. Lema jî êzdî dibêjin: ”Çavê Melekê Taûs li te be”.

Hebandina Royê bal ermenîyan jî belavbûyî bûye: ”Ermenîyên Roperest jî hebûn… hinekan bi ermenkî digotin Roparêz, hinekan jî Lawên Royê… û Ro di kîjan alî da biçûya, berê xwe didane wî berî û dua dikirin…”[79].

Di gundê Pampa Kurdan da, li navçeya Aparanê, qebîleke êzdîyan heye, ku beşeke wan li gundên din diman. Ew qebîla Şemsikan bûn, ango qebîla Roperestan, an jî Roxuliqîyan. Pêşîyên wana ji der û dorên çemê Feratê mihacirî Entabê bûbûn, lê di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878an da ji dest zordestîya tirkan mihacirî Ermenîstana Rohilatê bûne.

Tiştekî bawerkirinê ye, ango nêzîkî aqilan e, ku evana pêşîyên êzdîyan e û derheqa vê yekê da X.Alîşan nivîsîye: ”Heta niha li der û dorên Mêsopotamîyayê dînek heye, ku tê da êlêmêntên pûtperestîyê, xaçparêzîyê û îslamê hene, lê ew ji kîjan miletî ne, ne bêlî ye”[80].

Di mîtologîya farizên kevin da Xwedayê Royê Mîtra bû. Di nav êzdîyan da jî rêçên hebandina Xwedayê Royê hene. Êzdî nûnerê dînî yê herî mezin ra mîr dibêjin. Êzdîyên Şengalê heta niha jî ji serekê dînê xwe ra mîr dibêjin. Bi wî navî eşîret û malbet hene. Binecîyên gundê Mîreka Biçûk li navçeya Aparanê hemû ji berekekê bûn û wana ji bereka xwe ra digotin ”Mala Mîra”, lê navê gund Mîrek bû. Di nav êzdîyan da navên Mîro û Mîran gelek belavbûyî ne.

Hebandina Royê bal gelek miletên cihanê heye. Hindên Amêrîkayê Ro dihebandin û bona Royê qurban didan. Gorî bawerîyên wan zarên mala qiralan gerekê dîna xwe nedana Royê, ji ber ku wê navê qiralîyê li ser wan rabûya[81].

Ev bawerî bi awayên cuda-cuda di nav êzdîyan da jî hebû, bal êzdîyan jî, ji bo nimûne, dema Ro diçû ava, zarê dernedixistine der va, lê eger ew der va bûya, gerekê li Roya tarî di ser da hatî nenihêrîya, ji ber ku ser wê bawerîyê bûn, ku ew zar wê di paşdemê da di şer da şehîd bibe.

Bi bawerîya êzdîyan desthilata Royê li ser Siteyrkan û Hîvê hebû û dema diçû ava, xwe di piş çiya xwe vedişart bona rê bide Hîvê.

Êzdî gava silav didine hev, dibêjin ”Roja te bi xêr”, gava sond dixwin, dibêjin: ”Ez bi vê Royê kim”, ”Ez bi vî Şemsî kim” û h.w.d.

Bona bigihîjine armanca xwe, êzdî wa dua dikirin:

 

”Heq Şemsê minî keremê

Tu li me bêyî rehmê

Min xilazkî ji qedê demê

Me bigihînî mirazê me”.

 

Berî duakirinê êzdî heyteholeke wa dikirin: berî ku Ro nedîr bide, ser çavên xwe can dikirin (dişûştin), ji malê derdiketin, berê xwe didane rohilatê, bi destê xwe yê rastê rîyê xwe tîmar dikirin û digotin: ”Ya Şems, tu komekê bidî me”. Kesên ku zarên wan tunebûn, hîvî ji Şems dikirin, digotin: ”Ya Şems, tu ewledekî bidî me”. Merivê belengaz û destteng ji Şems dixwest ku rewşa wî ya aborî xweş bibe, kesên nexweş cansaxî û qencbûn dixwestin.

Gava nifir li hev dikirin, digotin: ”Şems belayekê ji te ra bîne”.

Gava Ro tarî dibû, êzdîyan digotin, ku wê şer bibe.

Êzdî gava mezel dikolan, ji rohilatê dest pê dikirin, paşê ber bi roava diçûn, ango berê kesê mirî gerekê li Royê bûya. Ew yek li Şengalê (navçeya Mûsilê) jî wisa bû[82].

Yek ji kesên ruhanî bal êzdîyan dihate binavkirinê ”Şêxê Şemsan”. Ango, şêxên bawerîya wan bi Şems hebû. Ewana her sal gund-gund digerîyan û qurbana Şems berev dikirin. Çend kesên ruhanî yên ji malbeta Şêxan, ku Şemsanî ne, niha jî li gundê Camûşvana Biçûk, li navçeya Aparanê dijîn, carna kalên dîndar ew vedixwînin û qurbanên Şems didine wan.

Hebandina Royê hema bêje bal hemû miletan hebûye. Di Yûnanistana kevin da serê sibê, nîvro, firavînê, heta li civînan, berî civînan berî gişkî dua li Xwedayê Royê – Atênas û Xwedayê Ronahîyê û Bedewîyê Apolon dikirin[83].

Ro bingehê bawermendîya dînê pûtperestîyê ye. Di lêgêndên Farizistanê da, di gotinên pêşîyan da, metelokan da û janrên folklorê yên mayîn da Ro wek ruhber, wek Xweda, Xwedayê heyetîyê – Mîtra tê ber çavan, ku haya wî ji her tiştî heye, zane ku di cihanê da, di nav jîyana merivan da çi diqewime. Di gotineke pêşîyan ya îranîyan da tê gotinê: ”Ro zane, ku kesê cêribandî nikarî bicêribînî”. Fikireke wa di nav folklora kurdan da jî heye.

Bal êzdîyan Ro di bawermendîyên dînî da wek tiberk tê hebandin.

Şêxê êzdîyan bona merivan ji nexweşîyan xilaz bike, bi dareke batinî va li serê kesê nexweş dixist û digot: ”Ya Şemsê min, tu vî nexweşî xilaz bikî”. Şêx bona merivên belengaz, destteng û kesên ku dixwezin bigihîjine mirazê xwe dua dikirin û qurban didan.

Gorî lêgênda êzdîyan ya bi navê ”Roj û Hîv” Ro keçikeke kezî û rindik bûye, lê Hîv xortekî tûre bûye. Ew xort rojekê ji nav baxçe ra derbaz dibe û dibîne, ku keçikek li ser çiqilê darê rûniştîye û digirî. Xort nêzîkî wê dibe, jê dipirse:

-Tu çima digirî?

-Min bêrîya te kirîye, tu çima her ro nayêyî bal min,- keçik dibêje û ji hêrsan destê xwe yê rastê dixe nava herîyê, derdixe û sîlekê li sûretê xort dixe. Lema jî li ser rûyê Hîvê xet û xal hene, ew wek Royê ronayî nîne, şewqê nade.

Fikirên ha yên derheqa Royê da bal gelê gûrîyan jî heye û gorî wan Ro piştovanê merivê mirî ye.

Di qewileke êzdîyan da derheqa heyetîya Şems da ha tê gotinê:

 

Şemseddînê li ezmanan

Ew tunîne xan û mane

Ew digere hemû cîyane

Ew dîyar e li hemû cîyan e

Komekdara dilqê merivan e.

 

Wek em dibînin, di qewilan da Ro bûye Xweda, hêza wî hema bêje weke hêza Melekê Taûs e.

Ango, bal êzdîyan Şems di nav hemû Xwedayan da piştî Melekê Taûs yê herî bi hêz, bedew e, ew ji cihanê ra bextewarî, dildarî, ronahîyê tîne, ew sîmvola hebûnê, bextîyarîyê û şabûnê ye.

Di nav bawermendîyên êzdîyan yên dînî da Ro ser her tiştî ra ne. Heytehol û qurbandayînên bi Royê ra girêdayî ber ocaxa Şêxên Şemsan dihate kirinê.

Di bawermendîyên êzdîyan da Ro û Hîv carna bi dilqê merivan va xuya dibin. Gorî êzdîyên navçeya Talînê, komara Ermenîstanê, ew xûşk û bira ne. Gorî kurdên Laçînê, Ro husulcemalek e, ku bi pencên xwe va merivan dike nava heyecanekê. Hîv mêr e, mêrê Royê ye, lema jî rûyê wî wisa bi mirûz e û li ser xet û xal hene[84]. Bal ermenîyên Cavaxkê derheqa Royê û Hîvê da lêgêndeke wa heye: ”Ro keç e, Hîv xort e, gava rastî hev tên, Hîv xwe winda dike û tarî di se da tê”[85].

Di bawermendîyên êzdîyan da ne tenê meriv, lê herwiha ruhên merivên mirî jî hewcê duayên wî bûn. Di dema rasthatin û silavdayînê da gotinên ku zêde dihatine bikaranînê, ev bûn: ”Rehma Şems li ruhê dê û bavê te be”. Ewana wisa bawer dikirin, ku piştî mirinê jî bawerîya bi Şems gerekê di ruhê kesê mirî da bijîta.

Bawerîyeke wisa bal gûrîyan hebû. Roya ku diçe ava, demekê şewqê dide ser çiya û banîyan. Ji wê Royê ra gûrîyan digot ”Roya rehmetlêbûyîyan”[86].

Bi bawerîya êzdîyan Şems di nav erş û ezmanan da bi faytona hespan va digerîya. Bawerîyeke wisa bal gelek miletên Rohilatê heye.

Li Farizistanê hespên wan faytonan ra digotin ”Hespên Royê”.

Di bawermendîyên ermenîyan da Ro xwedîyê faytona bi çar hespan bû[87].

Wek em dibînin, di nav bawermendîyên ermenî û farizên kevinare da, bal kurdan û gelek miletên mayîn Ro bûye Xwedê û ev yek di mîtologîya kurdan da cî girtîye.

 

 


Bawermendîya Hîvê

 

Gelek milet, di nav wan da miletê kurd pir bawerîya xwe bi Hîvê anîne.

Bal yûnanîyên kevinare Hîv hatîye hebandinê bi navê Artêmîs, bal ermenîyan – Anahît, bal ereban – Alîdda. Bal êzdîyan tê binavkirinê wek Melek Ferxedîn.

Di lêgêndên kurdan da Hîv û Ro xûşk û birayên hev in, him jî jin û mêrên hev in. Xûşk himberî birê, lê jin himberî mêrê xwe kinêz[88] bû.

Em ji van bawerîyên di hindava Royê û Hîvê da têne ser wê fikirê, ku di nav kurdan da di wextê xwe da serdestîya jinê hebûye.

Rêçên desthilatdarîya jinê bi awayekî geş di lêgênda ”Madî û Qaso” da xuya dibe. Di wê da mêrxasên berhemê xûşk û bira ne. Ewana hewara xwe li Melekê Taûs dadixin bona alî wan bike ji dest zordestîya serekeşîr xilaz bibin. Melekê Taûs perr û baskan dide wan, ew difirine ezmanan û rojekê jî rastî daristanekê tên, li wir dihêwirin, salekê li wir dijîn û ji wan ra kurekî bedew dibe[89].

Kurdên navçeya Talînê ser wê bawerîyê ne, ku Ro û Hîv xûşk û birayên hev bûne, lê paşê zewicîne û ji wana steyrk û erşê ezmîn çê bûne.

Kurd bi dilekî fire û çavekî ron li Ro, Hîvê û Siteyrkan dinihêrin, ew ser wê bawerîyê ne, ku Melek Ferxedîn ji Hîvê xuliqîye, lema jî ji Hîvê ra dibêjin ”Maka Melek Ferxedîn”.

Di bawerîyên êzdîyan da Melek Ferxedîn ji Xwedayê Şîxadî xuliqîye, neferekî wê malê dihate binavkirinê wek Xwedayê rehmê. Êzdî ji bo Hîvê heyteholên dînî dikin, qurbanan didin. Gava ew li Hîva çardehşevî (Hîveron) dibînin, destê xwe yê rastê li sûretê xwe dixin û dibêjin: ”Ya maka Melek Ferxedîn, tu li me bêyî rehmê”.

Jina kurd bona zara xwe ya nexweş qenc bike, êvarê zarê dibir ber ronahîya Hîvê, berê xwe dida wê, digot: ”Ya Hîveronê, tu dayka zarê yî, ez dêmarî me, vê zarê xilazke ji vî agirî”. Paşê dê bûyareke dînî dikir: ew tilîya xwe ya beranî û tilîya kodalêsê bi hev ra dikir weke hîvê, datanî ser pişta zarê û wisa dibire mal.

Dema Hîveronê êzdî ji mal dertên, destên xwe li ser sûretê xwe ra dibin û tînin, lê bal kurdên musulman melle radibû ser minareyê û bi dengekî bilind dikire gazî, ku Hîveron derketîye. Dîndar bi guhdar gotinên wî dibihîstin û bi dilekî baristan û bi hêvî li Hîvê dinihêrîn.

Gorî êzdîyan, Hîv dixuliqe û dimire. Ew mehê carekê dixuliqe, lema jî êzdî ji bo bûyîna wê derdikevine ser banan, derheqa hatina Hîvê da elamî binecîyan dikin û şabûna xwe dîyar dikin.

Êzdîyên qezaya Qersê di wan deman da li rûyê merivên dewlemend dinihêrîn, bona ew jî dewlemend bin, jinên ku zaro ji wan ra ne dibûn, hîvî ji Melek Ferxedîn dikirin bona zarekê bide wan.

Gorî gotina qewal Huseyn, êzdîyên Şengalê bi kilam û reqasan hatina Hîveronê pîroz dikirin. Ji wê reqasê ra dibêjin ”Lîstika hîvê”. Reqasên wisa bal miletên papûasan, korsîkîyan, albanan û yên mayîn heye. Gorî Bênsê, ”Ji çiqilê Hîvê yê pêşin ra ”Nor” digotin. Gava cara pêşin Nor dibînin, berê xwe didine warê duakirinê û xwe xaç dikin (hinekan hema ber Hîvê ser xwe xaç dikirin). Wana bawer dikir, ku piştî lênihêrîna Nor, dema tiştekî teze didîtin, ew tim di ber çavên wan dima, lema jî wana piştî lênihêrandina Nor demeke dirêj li pereyan dinihêrîn”[90].

Roja ku Hîveron dîyar dibe, êzdî êvarê pez û dewar ji gom û tewleyan derdixin û hîvî ji Melek Ferxedîn dikin, ku pez û dewarên wan sitewr nebin.

Hîv herwiha mecala qenckirina nexweşîyan bû. Bona zaro nexweş nekeve, an jî bona qenckirina zara nexweş, ji kalan yekî perekî ji sifir hildida û dayka ku zar hilgirtibû, nêzîkî wî kalî dibû. Kalê ku berê xwe li hîvê kiribû, bi meqesê ew pere dibirî, dikire wek hîvê, paşê ew bi mix qul dikir û ji piştê va bi kincên zarê va didirût. Ew pere gerekê tim bi kincên zarê va dirûtî bûya, heta ew digihîşt. Ew dihate hesibandinê wek hêzeke ku dikaribû dewsa hîvê bigirta.

Melek Ferxedînê êzdîyan, wek ku bal gelek miletan, dihate hesibandinê wek Xwedayê Hîvê. Êzdî dema behsa Hîvê dikin, berî her tiştî navê Melek Ferxedîn didin.

Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku Melek Ferxedîn piştî Melekê Taûs di cihanê da yê herî bi hêz û xurt e. Ew ne dîyarî çavan e û pir zor e. Eger Melek Ferxedîn hêrs bikeve, dikare siteyr û erşê ezmîn serûbinî hev bike, zirarê bide merivan, heywanan û şînkayê. Lê ew ji neqencîyê zêdetir yekî qenc û dilrehm e. Hîv di nav erş û ezmanan da dijî, lê ewledê wê Melek Ferxedîn di erşê ezmîn da digere, dengê hemû merivan û heywanan dibihê, hinek ji wana hîvî û lava ji wî dikin, ew jî daxazên wan digihîne diya xwe, dayka wî jî daxazên wan înkar nake û bi tevayî alî kesên di tengasîyê da dikin. Lê ew kes, ku qedirê hîvê nagirin, ji alîyê Melek Ferxedîn da têne cezakirinê.

Gorî êzdîyan Melek Ferxedîn dihate hewara merivên di rojên teng da, xwesma desttengan, ew li ku bûna û kê bûna, rewşa wan xweş dikir.

Derheqa hebandina Hîvê da wek têlekî sor di lêgêndên kurdan da derbaz dibe. Bawerîyên kurdan hindava hêzên xurt yên di ezmanan da gorî cûrê jîyana xwe, ango xwelîbêcerkirinê û heywanxwedîkirinê ra hev hûnandî ne.

Kurd tarîbûna Royê û Hîvê bi wê yekê va şirove dikirin, ku qezîya û belayek wê biqewime. Gorî wan, an wê şer bûbûya, an wê heywan bihatana qirê, an jî ekinê salê wê kêm bûya.

Kurd ser wê bawerîyê bûn, ku ruhên neqenc diçûne ser Hîvê û Royê, bi siya xwe alîyekî wan digirtin, lema jî tarî di ser wan da dihat. Êzdîyan bona wan ruhên neqenc ji ser Hîvê dûr bixin, di erdê da perçeyên hesin çal dikirin, hesinê xaçkirî ji şêmîka xwe dûr dixistin, hûrikên hesin bi darekê va girê didan û di erdê da diniçikandin.

Bona xeta û bela di wan rojan da ji xwe dûr bixin, êzdîyan qurban didan û dua dikirin.

Êzdî bona wê yekê qedirê Hîvê digirtin û bona wê qurban didan, ku ber dilê wan hêzên nebînayî da bên, ku li Hîvê hene û di nav wan da Melek Ferxedîn jî hebû.

Derheqa bawermendîyên kurdan yên bi Hîvê va girêdayî heta îro kêm tişt hatîye nivîsarê, lema jî ji bo me zehmet e derheqa hemû cûrên bawermendîyên di demên cuda-cuda da bi awayekî zelal û parzûnkirî bînine ber çavan.

 

 


Hebandina Siteyrkan

 

Kurdan taybetmendî û xusûsîyetên Siteyrkan fêm nedikirin, ji ber wê jî bi awayê xwe şirovedikirin. Wana ew Siteyrk hildibijartin, ku bi bedewî, rêzbûn û xwelivandina xwe va berbiçav diketin û ew dihebandin.

Ji ber ku kurd piranî bi heywanxwedîkirinê û xwelîbêcerkirinê va mijûl dibin, lema jî dema rêvebirin û pêşvabirina malhebûna xwe, bala xwe didin wan bûyeran, ku li erşê ezmîn diqewimin.

Yek ji wan Siteyrkên bi şewq tê binavkirinê wek ”Siteyrka sibê”, ku geş diçûrise û ji nîveka meha tebaxê destpêkirî, serê sibê li ezmanan dîyar dibe û tê hesibandinê wek nîşana bereketê. Hema ev siteyrk derdiket, xwelîbêcerkir dest bi karê xwe dikirin, hinekan xwe li riya rêwîtîyê digirtin.

Êzdî gava nêzîkî bax û bostanên xwe dibû, bona ekinekî bol bistîne, navê Melekê Taûs û Siteyrka sibê dida. Eger ewiran dor li wê siteyrkê digirt, wisa texmîn dikirin, ku wê salê ekin wê kêm be.

Şêx û koçekên kurdan di nav mirîdan da wek nûnerên hêzên batinî pêşda dihatin, digotin, ku siteyrka her merivekî heye û gava meriv dimire, ew siteyrk ji ezmanan dikeve.

Ev bawerî di nav gelek miletên cihanê da belavbûyî ye. Derheqa wê yekê da Yê. Lalayan dinivîse: ”Bi bawerîya milet, her merivek xwedî siteyrkekê ye, dema wextê mirina wî nêzîk bibe, ew siteyrk wê bikeve û meriv wê piştî 40 rojan bimire”[91].

Hebandina steyrkan bi awayekî fire di zargotina kurdan da derbaz dibe. Xwesma destana ”Leyl û Mecrûm” balkêş e. Di vêrsyoneke wê da du dilên bengî di rûyê evîna bextreş da hildikişine ezmanan, dibine siteyrk û salê carekê rastî hevdu tên.

Şemêya mêrxasa hikyata ”Şemê”, bona xwe ji dinya musulmanîyê ya tarî û kelemçekirî xilaz bike, dua li Xwedê dike, ku bimire û bi fermana Xwedê dibe siteyrk û hildifire ezmanan.

Nivîskar û helbestvan di berhemên xwe yên edebî da folklora kurdî bi kar anîne. Mêrxasên destana ”Anûş” ya şayîrê ermenîyan yê mezin Hovhannês Tûmanyan Anûş û Saro di rûyê evîna bedbext da dibine siteyrk, hildifirine ezmanan û salê carekê hev dibînin[92].

Ji ber ku bi bawerîya êzdîyan her merivek di ezmanan da xwedî siteyrkekê ye, lema jî di dema dewatê bûk û zava di bin siteyrkan da digerandin û govend digirtin û di wan deman da dayîkên bûk û zavê di ber xwe da dikirine ginegin û digotin: ”Bira siteyrkên we di ezmanan da timê geş bibin”.

Der va, di dema govendê merivên vexwendî qilîçka bûkê digirtin (wê demê zava dikete mala bûkê), di bin dengê def û zurnê çend deqe dilîstin, paşê bi deng kilamên gelêrî digotin û di wan kilaman da fikirên hewaskar hebûn, wek vexwendîyan dua li siteyrkên ezmanan dikirin bona bûk û zavê ji qeza û belayê dûr bixin.

Di sitirana ”Siteyr” da tê gotinê:

 

”Siteyrno, siteyrno, siteyrê geş

Me binhêrin, me vê şayê

Rehma we li ser bûk û zavê”[93].

 

Di dema reqasê pîrejin destên xwe ber bi ezmanan dikirin û hîvî ji Melekê Taûs dikirin, ku siteyrka bûk û zavê herdem geş bimîne.

Bi bawerîya êzdîyan hemû siteyrk bi wan reqasan va şa dibûn, di nav wan siteyrkan da yên bûk û zavê jî, û hema bi duayên wan siteyrkan va bûk û zava bextewar dibûn.

Êzdî xênji siteyrkan, bawerîya xwe bi wan hemû tiştan dianîn, ku di galaktîkayê da hebûn û nav li hemû siteyrkên mezin kiribûn. Yek ji wana siteyrka Riya Kadiz e. Di folklora kurdî da behsa wê siteyrkê tê kirinê, ku Xwedêgiravî merivekî dewlemend ji mereka (kadîna) merivekî kesîb qesel dizîye. Merivê kesîb diçe ber derê mala wî disekine û dibêje:

-Filankes, te çima qesela min dizîye; ne axir ez merivekî kesîb im, çêlekeke min tenê heye û ewê bêy qesel û gîha gever bibe.

Merivê dewlemend bêy ku şerm bike, serê xwe dike ber xwe, bêy bersîvdayîn û uzir xwestin diçe mala xwe. Merivê kesîb ji Melekê Taûs hîvî dike, ku merivê dewlemend ceza bike. Bi daxaza Melekê Taûs ew diz ruhê xwe dide, bona meriv bizanibin kirinên ne li rê merivan digihînine çi rewşê.

Di nav gelek miletan da Galaktîka Rê di qanûnên dînî da hatine hebandinê. Ew galaktîka Xwedayê ye, an jî ji wê ra Riya Ruh dibêjin û merivê mirî bi wê rê diçe dinya din û ser wê rê kuçikên agir dişuxulin[94].

Di bawermendîyên kurdan da siteyrkeke din ku tê hebandinê, ”Siteyrka avê” ye. Û eger ew siteyrk li ezmanan xuya bibe, ew tê wê maneyê, ku lêhî û lêmişt wê rabe. Bona pêşî li wê bigirin, qurbanan didin.

Di bawermendîyên êzdîyan da siteyrka ”Koma Sêwîyan” jî cîkî berbiçav digire. Ew siteyrk piştovana sêfîl û jaran e. Ew êvara dereng dertê, dema pez dibine kozîyê. Derheqa vê siteyrkê da bal kurdan lêgêndek heye. Gorî wê neferên maleke belengaz timê jîyana cînarê xwe yê dewlemend dibînin û ji jîyana xwe aciz dibin. Ewana hîvî ji Melekê Taûs dikin, ku wana ji wî halî xilaz bike. Melekê Taûs lava û dîlekên wan dibihê û bi fermana Melekê Taûs neferên wê malê dibine siteyrk, hildifirine ezmanan û rex hev, di cêrgekê da rêz dibin[95].

Di bawermebdîyên êzdîyan da navê cêrgeya siteyrkan ya bi navê ”Karwanqir” jî derbaz dibe, ku bi şevan dîyar dibe. Ji wana siteyrkek gelek geş e û hema navê wê siteyrkê danîne ser cêrgeya siteyrkan û ew siteyrka xirabkarîyê ye. Gorî bawerîya êzdîyan ev siteyrka han mak bûye, yên din çêjikên wê bûne. Vana zirareke mezin dane merivên li ser erdê dimînin û van merivan hîvî ji Xwedê kirine ku ew wê ceza bike. Xwedê guh dide ser daxaza merivan, mak û çêjikan hildifirîne ezmanan û wana dike siteyrk. Ew çêjik xwe didine dora makê û bi wî awayî cêrgeya siteyrkan ya bi navê Karwanqir dixuliqe[96].

Gorî bawerîyeke din 17 merî bona peydakirina hebê nên didine ser rê, diçine welatekî xerîb. Piştî rêwîtîyeke dûr û dirêj li deştekê dihêwirin bona hêsa bibin. Piştî şev nîvî dibe, di ezmanan da kome siteyrk xuya dibin û ji wana ya here geş ya ortê bûye. Rêwî dibêjin qey ew Siteyrka Sibê ye û ewê zûtirekê şewq vede, wê sibe ron be û bi vê bawerîyê hemû radibin û riya xwe berdewam dikin. Du sehetan rê diçin, sibe ron nabe, hêja fêm dikin, ku ew siteyrka geş xapxapok e û ew ziyandara merivan û heywanan e. Hema wî çaxî dibe ba û bager, karwan dikeve ber bahoz û bagerîkê û winda dibe.

Em dibînin, ku di van bawerîyan da siteyrk ne ku ruhberên li ezmanan in, lê ew ruhberên li ser erdê bûne, paşê hilfirîyane ezmanan.

Di mîtologîya kurdan da cêrgeya siteyrkan ya bi navê ”Beranî” cîkî berbiçav digire. Ew sîmvola zêdebûna serê heywanet, bereketê ye û herwiha hukumê wê siteyrkê li ser Memê Şivan heye, ku piştgirê pêz e. Bi bawerîya êzdîyan berê ruhê Memê Şivan li ser erdê bûye, paşê hilfirîyaye ezmanan û ew pêz ji guran, dizan û xeta û belayan diparêze.

Êzdî ji boy navê vê cêrgeya siteyrkan û Memê Şivan bona pezê wan ji hev zêde bibin û bela neyê serê wan, qurbanan didin û heyteholên dînî didine derbazkirinê. Payîza dereng bona ku pez sitewr nebe, beran êvaran, dema cêrgeya siteyrkan ya bi navê Beranî derdikeve, berdidane nav kerîyê pêz. Gorî dîndarên êzdîyan, ji ber ku ruhê Memê Şivan rengên cuda-cuda hiz dike, berî ku beran berdine nava kêrî, hirîya ser pişta pêz bi rengên cuda-cuda va den (reng) dikirin.

Êvaran, dema beranberdanê, gava di ezmanan da cêrgeya siteyrkên Berên xuya dibûn, êzdî berbirî ruhan dibûn, digotin: ”Ya Beranê, ya Memê Şivan, hûn pezên me zêdekin”.

Bona zêdekirina jimara pêz heytholeke dînî jî dikirin: Roja beranberdanê kalek dikete nava kerîyê pêz, ji pişta pêz hirî dirûçikand, dikire baq, datanî ser pişta jina xwe û jina wî jî di cîyê xwe da hildiqoşîya û h.w.d.

Wek ku berhemên êtnografî û folklorê nîşan didin, beran di nav kurdan da ji demên buhurî wek tiberk hatîye hebandin. Heykelên li ser mezelên kurdan vê yekê îzbat dikin. Heykelên berên ne tenê li ser mezelan hene, lê herwiha li ser xalîçe û berrên kurdan da jî hatine nitirandinê û ew nexşeke xalîçeyên kurdan ya sereke ye.

Em dibînin, ku di paşdemê da ruhên Xwedayên pûtperestîyê ketine nav bedenên ruhberên ku li ezmanan û nava tebîyetê da ne, ketine nava bedenên Royê, Hîvê, Siteyrkan û têne hebandinê.

Di nav bawermendîyên kurdan da siteyrka bi navê ”Pêwr û Mêzîn” jî tê hebandinê. Şirovekirina vê termê bi malhebûnê va girêdayî ye, ango bi xebatê û deranînê va, ji ber ku ew bi mêzînê û terezûyê ra girêdayî ye. Cêrgeya siteyrkan ya bi navê Pêwr û Mêzîn êvaran li ezmanan xuya dibe û dide xuyakirin, ku dema kişandin û pîvandina ekinê gîhandî hatîye.

Di nav kurdan da bawerîya cêrgeya siteyrkan ya bi navê Hirç heye, ji ber ku siteyrkên di nav wê cêrgeyê da dibişine hirçan. Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku ev siteyrk bi çavekî qenc li merivan dinihêre û hazir e herdem bê hewara merivan.

Di bawermendîyên kurdan da cêrgeyên siteyrkan yên bi navê Ga, Gamêşqiran û yên mayîn hene û derheqa vana da berhemên êtnografî û folklorî ne pir in.

Di nav êzdîyan da merivên wisa hene, ku bi siteyrkzanebûnê va mijûl dibin, ango şirove dikin ka kîjan siteyrk nîşana kîjan Xwedayî ye, rola wê çi ye, kengê dertê û h.w.d. Ji wan ra siteyrkzan digotin.

Koçekên siteyrkzan ”zanebûnên” xwe surî xwedî dikirin, îlan nedikirin û ew yek wisa şirovedikirin, ku Xwedêgiravî ew nêzîkî siteyrkan in, pêwendîyên wan bi ruhberên wira ra hene, yên ku derheqa qewmandineke tebîyetê da wana agahdar dikin. Bona gotinên xwe îzbat bikin, ku Xwedêgiravî ew wan ruhberan, horî û melekê li ezmanan dibînin, bi wan ra dipeyîvin, koçek heyteholên dînî derbaz dikirin. Eger merivê nexweş berê xwe dida wana bona qenc bibe, koçek ji mal derdiket bona Xwedêgiravî siteyrka wî nexweşî bibîne û dîyar bike, çomaqa xwe ya batinî dihejand, bona Xwedêgiravî siteyrkan ji hev bela bike, da ku siteyrka nexweş jê ra xuya bibe. Piştî van heyteholan koçek berê xwe dida qewim û lêzimên merivê nexweş û ji wan ra digot, ku siteyrka wî geş e, an jî temirî ye.

Koçek elamî merivan dikirin, ku eger ewana siteyrkan nehebînin, bawerîya xwe bi wan neynin û seba xatirê wana qurbanan nedin, ruhên wan dikarin hêrs bikevin û ew yek dikare bibe sebebê xelayê, birçîbûnê, nexweşîyan û bedbextîyên mayîm[97].

Bi bawerîya gel meriv dikaribû ji cîwarbûna siteyrkan tê derxista ka wê çi bê serê merivan û heywanan, di cihanê da çi qewmandin dikarin bibin.

Gorî şirovekirina koçekan siteyrka Pêwr û Mêzîn himberî siteyrkên din diha xurt û bi hêz e, tesîra wê li ser merivan, tebîyetê, ekindarîyê diha pir e, ne ku ya Siteyrka Hirç.

Êzdî bawer dikirin, ku eger zar di wê demê da ji diya bibe, gava ”Siteyrka Geş” ji alîyê rohilatê va xuya bibe, ewê bibe mêrxas û wê di jîyana xwe da bextewar be, lê eger di jîyana wî da çavê wî ji siteyrkan cara pêşin li siteyrka ”Riya Kadiz” bikeve, ewê bibe diz û qaçaxekî bi nav û deng. Eger di roja bûyîna zarê da ewran dor li siteyrka ”Siteyrka Geş” bigirta, ewê bextreş bûya.

Êzdî bawer dikin, ku bi cîwarbûn û heja siteyrkan va meriv dikaribû tê derxista ka wê di paşdemê da di jîyana zara sava da çi bûyerên berbiçav bûna, ewê bigihîje çi armancê, axirî û aqûbeta wî wê çawa be.

 

 


Hebandina Ewran, Birûskê, Keskesorê

 

Di bawermendîyên kurdan da qewmandinên tebîyetê – Birûsk, Firtona, Keskesor, Baran,Teyrok, Erdhej, Tendûrek, Firtone, Lêhî û Lêmişt cîyekî mezin digirin. Kurd hebûna van bûyerên tebîyetê bi ruhên qenc û xirab va şirove dikin.

Merivên berî dewrana me texmîn dikirin, ku qezîya û belayên wî awayî çi dikarin bînine serê merivayê, di pêşda hazirîya xwe didîtin. Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku her qewmandineke tebîyetê bi ruhên qenc û xirab va girêdayî ye û nav li wan dikirin. Ji wan qewmandinan navê ya here eyan Mamereş e.

Wek ku di jîyana gelek miletan da, herwiha di jîyana kurdan da jî sêrbazî roleke giring lîstîye. Kurdan bi qewmandinên tebîyetê yên jorgotî ra girêdayî heyteholên sêrbazî kirine. Wek nimûne, bona baran bibare, ”Bûka baranê” çê dikirin. Ji zaran yekî ew bûk digirte destê xwe, tevî komeke zaran mal-mal digerîyan û distiran:

 

”Hatîye vira bûka baranê

Bidin hêka, canê-canê

Bidin penêr, canê-canê

Bidin rûn, canê-canê

Bidin êmîş, canê-canê

Mamereşê, bide baranê”.

 

Di malan da bi derdanan av direşandine ser bûkê û rûn, hêk û penêr û tiştên din didane hatîyan. Dawîyê zaran ew bûk davîtine çemekî.

Bona baran bibare, sêrbazîyên din jî dikirin: zarek bi kincan va dikete çêm, ji binê çêm kevirekî biçûk derdixist, dibire goristanê, davîte ser mezelê kesê kuştî û digot:

 

”Baran were

Baran were

Mamereş, baranê bide”.

 

Di nav êzdîyan da ”Tasa Mamereş” jî hebû, ku di nav da bi herfên erebî navê Mamereş û çend taybetmendîyên wî hatîye nivîsar.

Êzdîyên Ermenîstanê bona baran bê hewara xwe li wê tasê dadixistin. Di dema hişkîyê da şêxekî ew tas digirte destê xwe, ser banê malê disekinî û tas di destê xwe da hîvî ji Mamereş dikir, digot:

 

”Mamereşo, Mamereşo

Mamereşo, tu xeyb î

Em gune ne Mamereşo

Baranê bide, Mamereşo”[98].

 

Li Laçînê, wextê hişkîyê bona baran bibare jinên kurd cêr didane ser milên xwe, diçûne ber kanîya nêzîkî gund û bi kefa destên xwe av direşandine ser hev û bi wê yekê va ji ruhê baranê – Suleyman hîvî dikirin, ku baran bibare. Ew jin herwiha di çêm da xwe li avê dixistin û ji ruhê baranê – Suleyman hîvî dikirin, ku ji ezmanan baran bibarîne[99]. Suleymanê kurdên Azirbêcanê xên ji wê yekê, ku ruhê baranê bû, herwiha ruhê xebatê bû jî.

Ev heyteholên sêrbazî yên bona baranbarandinê bi xebatên xwelîbêcerkirinê û ekindarîyê va hev dihûnandin.

Dema gurregurra ewran jinên êzdîyan kevirek hildidan, ser serê xwe va kewkî dikirin û digotin:

 

”Bira hasileta me pir be

Pîrê ewran, hasiletê bide

Mamereş, hasiletê zêde bike”[100].

 

Teyrok û lêhî qezîyayên tebîyetê yên here bi xeter bûn. Wana çandinî dêris dikir û ziyaneke mezin digîhande merivan.

Êzdî bawer dikirin, ku teyrok tenê wî çaxî dihat, gava meriv Mamereş ji bîr dikin, qurbanan nadin bona ber dilê wî da bên, lema jî ew hêrs dikeve û bona çandinîyan xirab bike û zirarê bide merivan, ji ezmanan bi elek û bêjingan teyrokê dibarîne. Teyrok tirs û saweke mezin dikire dilê êzdîyan.

Bona sekinandina teyrokê ewana firsendên ha bi kar dianîn: ji şêmîka malê hûrikên hesin û hesinên xaçkirî kewkî der va dikirin û wisa bawer bûn, ku ruhên neqenc ji hesinan ditirsin. Dua li Mamereş dikirin, ber dilê wî da dihatin bona ew gunehê xwe li merivan bîne û teyrokê bide birînê.

Di bawermendîyên eşîreke gurcan – sivanan da jî teyrok nîşana neqencîyê ye, dêw serokatî lê dike û cîyê wî dêwî li ezmanan e. Di ruhê teyrokê da carna daxazek peyda dibe, ku peyayî li ser erdê be û li wir seyranê bike[101].

Di bawermendîyên kurdan da ruhber Ebabirûsk jî derbaz dibe. Eva peyva ji du gotinan e: Eba, ku tê maneya ”ruh” û gotina”birûsk”, ango Ruhê Birûskê. Gorî êzdîyan ev ruh xirabkar û ziyandar e.

Di mîtologîya kurdan da Birûsk bi fermana ruhê Ebabirûsk emel dike û ew ruh kirên here kirêt û ziyankar ji bo merivan û heywanan dike, ji ber ku di rûyê wê da meriv dimirin, heywan qir dibin, agir û alav li her deran dikeve.

Gorî mîtologîya kurdan Mamereş, Ebabirûsk û ruhên din yên neqenc ji alîyê Xwedayê xirabîyê Ehro da têne serkarîkirinê û rêvabirinê.

Ehroyê di mîtologîya kurdan da Ehrîmanê farizan e, ku ew jî Xwedayê xirabîyê û neqencîyê bû. Ehro xwedayekî celat, kirêt, wehş, zordar e û di bawermendîyên kurdan da ew wek ziyayê duserî an jî dêwê bêhûde kivş dibe û zirarê dide ruhberan û bendeyan.

Gorî bawerîyên farizan birûsk tenê bi fermana Ehrîman birq vedida, lê gurre-gurra ewran (bal êzdîyan Ebabirûsk e) dengê birûskê ye.

Gorî gotina binecîyê gundê Pampa Kurdan li navçeya Aparanê, komara Ermenîstanê Evdo êzdî dîharbûna birûskê wa şirove dikin: Gava Ehro kal dibe, nikare rê here û bilive, nikare dengan derxe, ango zar û zimanê wî dikeve hev, dewsa wî Ebabirûsk hêrs dikeve û dengan derdixe, di dema hêrsê dike gurre-gurr û ji devê wî tîrên agirî yên sincirî derdikevin û ji wan jî birûsk çê dibe.

Gorî êzdîyan birûsk li wî merivî dixist, yê ku gelek guneh kiribûn, Melekê Taûs û ruhên qenc bi bîr ne dianî.

Eger birûsk li merivan xista, wisa bawer dikirin, ku ew cezayê gunehên wî ye. Mala ku ji birûskê agir pê ketibû, nikaribûn vêsandana (bitemirandana), ji ber ku ew cezayê Xwedê bû. Goştê pez û dewarên, ku birûskê lê dabû, nedihate xwerinê[102].

Derheqa Birûskê da bawerîyên wa em bal kurdên Azirbêcanê jî dibînin. Gorî wana di ezmanan da siyarîyek bi şivdarê agirpêketî va difire û dema siyarî bi wî şivdarî li hespê xwe dixe, birq dixuliqe û ji tîrên wan birqan birûsk çê dibe.

Bi bawerîya êzdîyan ewir, ku ji alîyê Mamereş da tê serekvanîkirinê, hulma devê Ebabirûsk e. Dema ewir reş dibin, ew tê wê maneyê, ku Mamereş û Ebabirûsk hêrs ketine û dikarin zirarê bidine merivan. Gorî êzdîyan, dema şîrê pez û dewaran kêm dibe, sebebê wê yekê birûsk e. Lema jî bona şîr kêm nebe, dema birqvedana ewiran, pez û dewar dajotine goman û tewleyan. Ev edet îro hema bêje hatîye jibîrkirin.

Hebandina Xwedayê farizên kevinare Ehrîman derbazî nava kurdan jî bûye, ji ber ku ew herdu milet jî ji kokekê ne, ango îranî ne. Kurdên êzdî Xwedayê Ehrîman ya farizan himberî Ebabirûskê xwe dikin û ser wê bawerîyê ne, ku ew eynî xweda ne.

Hebandina Keskesorê bal hemû miletên cihanê heye.

Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku Keskesor kembera cihanê ye, ew xwedî hêzeke nebînayî ye, gelekî qenc e û ew bi dilovanîya xwe xêr û bereketê ji merivan ra tîne, lema jî meriv dikarin wê bibînin, lê eger bona qedir û hurmeta wê qurbanan nedin, ew dikare zirarê bide. Lema jî gava Keskesor dertê, nan, rûn, penêr û hasileta din belayî nava jar û sêfîlan dikin. Ruhê Keskesorê di bawermendîyên kurdan da ruhekî qenc e.

Gorî êzdîyan rengê sor yê Keskesorê nîşana bereketê ye, rengê zer nîşana ekinê nên e, rengê sût (şîn) nîşana hewa sayî ye. Êzdî wisa bawer dikin, ku bi rengên Keskesorê va dikarin tê derxin ka ekinê salê wê çawa be, şer wê bibe an na û h.w.d.

Gurc heft rengên Keskesorê wa şirove dikin: rengê sor xwîn e, rengê mor şerab e, rengê zer ekinê nên e, rengê şîn şînkayî ye, rengê sût hewa sayî ye, rengê ewiran aşîtî ye, lê rengê zer şer e[103].

Gava Keskesor betavedibû (ji ber çavan winda dibû), êzdîyan destê xwe yê rastê didane ber rûyê xwe û digotin: ”Bira xêr be”.

Êzdî herwiha bawer dikirin, ku kê berî hemîyan Keskesor bidîta, çi ku jê bixwesta, wê bistenda.

Di bawermendîyên êzdîyan da bûyareke tebîyetê – Ba jî cîyekî berbiçav girtîye.

Kurdan wek ku qewmandinên tebîyetê yên din, Ba jî bi ruhên qenc û xirab va girê dane. Bal êzdîyan navê ruhê Ba ”Bareş” e. Êzdî bawer dikin, ku dema Bareş hêrs dikeve, ba û bahoz radibin, ku dibine sebebê wêrankirinan û kavilkirinan, lê dema Bareş aşt e, Ba serî hilnade, eger ba rabe jî, ji bo merivan tenê xêr û qencîyê tîne.

Derheqa hêz û zoraya bê da di nav bawermendîyên gelek miletan da edetên cuda-cuda hene.

Di lêgêndekê da navê Xwedayê Bagerîkê û marê ku dijî wê şer dike, derbaz dibe[104].

Tofan û fizildûmana ziyankar tenê wî çaxî serî hildide, dema Bareş bi Mamereş, Ebabirûsk û ruhên din ra dikeve nava qal û cengê. Şerê wan wî çaxî betal dibe, dema meriv ji boy xatirê wan qurbanan didin.

Êzdî bawer dikin, ku Ba hulma devê Bareş e. Dema ew hêrs dikeve û dike hilkehilk, ba radibe. Eger Ba bi bîr neynin an jî nifir lê bikin, ew diha zef dike hilkehilk û ji wê ba û tofan radibe û zirareke mezin digihîje merivan, heywanan û hêşinayê.

Bona ji ba û tofanê bê zirar derkevin, êzdîyan heyteholên dînî dikirin. Serê çiyê hirîya pêz çal dikirin an jî zarokek ji mal derdixistin bona lava û dîlekan li Bareş bike.

Qurbandayîn

 

Di deb û bawermendîyên kurdan da qurbandayînên bona xatirê Xwedayan û ruhan cîyekî mezin digirin.

Heywanê bona qurbanê bi heyteholên dînî va dihate raberkirinê. Şêxê êzdîyan serê berxa bona qurbanê bi rengên cuda-cuda va reng dikirin û hîvî ji Melekê Taûs dikirin, ku ew bibe ”qurbana” eynsî.

Piranîya êzdîyan qurban di ocaxên şêxan, pîran û koçekan da didin.

Çend erf û edetên cihûyan, ku derheqa qurbandayînan da ne, bi riya Kitêba Dînî belav bûye û ketîye nava mîtologîya gelek miletan. Dîroka qurbandayînên Abraham û kurê wî bi gelekan va eyan e. Ew hema bêje bi eynî fikirê derbazî nava êzdîyan jî bûye û êzdîyan navê ”Kurê Abram” lê kirine û wek lêgênd li her deran tê gilîkirinê. Tiştekî femdarî ye, ku êzdîyan ew lêgênd gorî dînê xwe hinek guhartine, kirine ya xwe û gorî dîn û zanebûnên xwe şirove dikin.

Melekê Taûs piştî ku qencîyên mezin ji Abram ra kirîye, dixweze wî bicêribîne, ka ew çiqasî helal e, ber wî pêşnîyar dike Îsoyê (Îsahak) kurê xwe bibe serê çiyayê Cûdî û bike qurban.

Abram bêy ku bifikire, kurê xwe hildide û berê xwe dide çiyê. Ew hildikişe serê çiyê û gorî lêgêndê li wir heta îro jî agirê heta-hetayê dişuxule. Abram nişkêva dengekî sêr dibihê: ”Kêrê hilde û kurê xwe serjê bike”. Gava ew kêr nêzîkî serê kurê xwe dike, Melekê Taûs dîhar dibe, destê Abram digire û jê ra dibêje, ku ew di aminayî û helalîya wî da bawer e.

Abram kurê xwe hildide, razîbûna xwe dide Xwedê û dibêje:

 

”Xwedê, tu kerîm î

Melekê Taûs, tu rehîm î

Tu Xwedayê erş û hîm î

Ez razî me ji kerema te”.

 

Lêgênda cihûyan ”Abraham” û ya kurdan ”Abram” bi naveroka xwe va hema bêje eynî ne, firqî tenê ew e, ku di şaxê kurdî da xulamên Abram tunene, lê şaxê cihûyan da Abraham xulamên xwe jî bi xwe ra dibe.

Di Tewretê da, di lêgênda Abraham da behsa jinê nayê kirinê, lê di şaxê kurdî da navê jina Abraham derbaz dibe û ew jin dihate hesibandinê wek keça êlê (eşîretê).

Di şaxa kurdî da em rastî çiyayê Cûdî û agirê heta-hetayê yê li serê çiyê tên, ya ku di şaxê bi ibrî (zimanê cihûyan) da tune.

Lêgênda kurdan ya ”Abram” di mîtologîya kurdan da varyanta ya cihûyan e bi hinek guhartinan va. Lê ya here sereke, ku di herdu lêgêndan da heye, ew edetê qurbandayînê ye, bona şêkirdarîya xwe di hindava Xwedayan û ruhan da dîyar bikin. Di ocaxên êzdîyan da, li çiyan, ber avan, daran, şikevtan û kevirên ziyaretî pez, dewar û teyredeyên nêr yên di rengê sipî û sîs da qurban têne dayînê, piranîya wan beran û dîk in.

Edetên ha bal ermenîyan, ûrisan, cihûyan, huruman (yûnanan), gurcan û gelek miletên mayîn jî hene. Bal cihûyan û huruman qurbana pêşin gerekê nêr bûya.

Gorî Grîgor Tatêvasî: ”Gerekê merivê ku heywanê bona qurbanê serjê dike nêr bûya (mêr bûya) ”[105].

Bal êzdîyan jî kesê ku qurban serjê dikir gerekê mêr bûya.

Ew yek, ku heywanê qurbana pêşin gerekê nêr be, bi awayekî geş di folklora kurdî da xuya dibe. Di destana ”Memê û Zînê” da sê bira bona di karê xwe da serketî bin, qurbanan didin, ew qurban di nav jar, destteng, hewcedar û sêfîlan da bela dikin[106].

Mêrxasê hikyata ”Dewrêş” bona kurê xwe ji destê wehşên ejdaha xilaz bike, ber Erdawid berxê nêr serjê dike û dike qurban.

Eger qurban alî serketina karekî ne dikir, wê demê êzdî sê kevir davîtine warê ku ziyaret lê heye. Gorî femdarîya gel, fikira vî edetî ew e, ku zoraya ruhên neqenc bidine sistkirinê. Wisa xuya ye, ku pevgirêdana vî edetî bi hebandina keviran va heye.

Ji destpêka sedsala 20î di warên Ermenîstanê yên êzdî lê dijîn, ev ocax û ziyaret hebûn:

1.Ocaxa Şêx Hesen; di gundê Emençayîrê, navçeya Dîgorê, qezaya Qersê.

2.Ocaxa Cin Teyar; li gundê Mîrekê, navçeya Aparanê.

3.Ocaxa Şêx Emo û Koçek Xudo, li gundê Karvanserayê, navçeya Artîkê.

4.Ocaxa Koçek Emo li gundê Camûşvana Biçûk, navçeya Aparanê.

5.Çiyayê Bozutlîyê; li navçeya Talînê.

Êzdî gava qurban didan, çend niqitk ji xûna qurbanê vedixwerin an jî bi tilîya kodalêsê va ji wê xwînê li enîya xwe dixistin. Di ocaxa ”Cin Teyar” da beran û dîkên sipî dikirin qurban, ji wê xwînê çend niqitk li enîya nexweş dixistin û ew teslîmî ruhê Cin Teyar dikirin. Ji goştê di ocaxê da serjêkirî nexweş didane xwerinê wek tulusm.

Ev edetê ku ji xwîna heywanê qurbandayî vedixwin û li enîya xwe dixin, bal gelek miletên xaçparêz û ne xaçparêz jî heye.

Xevsûran bi xwîna qurbanê bi xaçkî li enîya nexweş dixistin[107], lê osan niqitkên pêşin yên xwîna heywanê qurbandayî davîtine nava êgir[108].

Xwerina çîtîyekî ji goştê kelandî an jî xav û ji xwîna qurbanê çend niqitk vexwerin an jî li enîya xwe xistin bal gelek miletan, herwiha bal kurdan jî, xwedî kemala pêwendîdanînê ye. Hîm û kokên vî edetî gerekê di dewrana derebegîyê da bigerin, dema di hemû dînan da ruhberê ku dihate hebandin, heywan bû. Pêwendîdayîn dihate wê maneyê, ku bi xwerina goştê qurbanê û vexwerina xwîna wê dîndaran bi Horî û Melekan va bi goşt û xwîn va dihatine girêdanê, dibûne kesên hev yên xwînî, bona di paşdemê da dua wan Melek û Horîyan li ser wan be.

Cûrekî qurbandayîna êzdîyan jî hebû: ew zirardayîna bedena xwe bû, wek di wextê çalkirina mirîyan da ser çavên xwe dirûçikandin, xwîn dikirin, porên xwe dibirîn û kurr dikirin, rojî digirtin, bi meh û salan heznî diman.

Heta niha jî rojî girtin di nav êzdîyan da maye, lê yên dinê, ku me li jorê behsa wan kir, hema bêje nemane.

Tevaya civaka êzdîyan tevî qurbandayînê dibû. Piştî qurbanê milet berev dibû, bi hev ra nanê qurbanê dixwerin, ku ew bigihîje ruhê mirîyan. Ev yeka derbazî nava xaçparêzan û mehmedîyan da jî bûye.

Gorî qewal Hecî, xwerina nanê qurbanê bal xaçparêzan mîna wê nanxwerinê ye, ku li ber ziyareta Lalişê tê xwerinê. Eger ew nanxwerin bi amadebûna milet nîbûya, gorî êzdîyan ew wek qurban nedihate qebûlkirinê. Ev qurbandayîn tenê di ocaxên ziyaretî da dihatine dayînê – di çiyan da, di bin darê buhurtî da û ber ziyaretan. Li goristanan jî, ser mezelan qurban didan.

Qurbandayînên li ser mezelan bal yûnanîyên kevin jî hebûye. Ew yek di berhema ”Îlîakan” ya Homêros da derbaz dibe. Li wir Akîlês bona ruhê Patroklês nanê xêrê dide.

Gelek milet, di nav wan da kurd jî, piranî derbaharê qurban didan.

Qurbandayîn, duakirin, heyteholên dînî ji bo wê yekê baharê dikirin, ji ber ku di wê demsalê da tebîyet hişyar dibe, nan zîl dide, digihîje, kulîlk dibişkivin, hêşinayî çîl dide, bona nan pir bûya, tebîyetê heqê merivê xebatkar bida.

 

 

 


Ruhanîya êzdîyan, koçek, qewal

 

Ruhanîya êzdîyan pareveyî li ser van kastayan dibe: Şêx[109], Pîr[110] û Qewal[111].

Gotina qewal di kurdî da tê maneya pêxember. Herwiha koçek û feqîr jî hene, ku ne endamên ruhanîyê ne, ewana têderdixin ka wê çi biqewime û herwiha heyteholên dînî dikin.

Gorî êzdîyan merivên ruhanî herwiha perwerdekar, şêwirmend û pêşîkêş in jî. Her eşîretek xwedî şêx û merivên xwe yên ruhanîyê ye û karê wan ne tenê ew e, ku eyd û erefatên dînî bikin, lê herwiha gerekê navê eşîretê bilind bikin, riya rast nîşanî mirîdên xwe bikin.

Wek edet ruhenîyên ji kastayên ji hev cuda nikarin bibine xizm û xinamîyên hev, ango zewaca di navbera wan da qedexe ye.

Hemû ruhanîyên êzdîyan zuretî ne, ango nayêne hilbijartinê, û piranîya wan kîsî dîndaran dijîn.

Gorî edetê êzdîyan heytehol û eydên ayîna dîn bi destî ruhanîyê mêr tê kirinê, jinên wan jî ruhanî ne, lê ew nikarin karên dînî bikin, ji ber ku bi qanûna dîn jin ne paqij e.

Himberî şêxan hukumê nûnerên dînî yên din, wek pîr û qewal, kêmtir e. Li demên buhurî serekeşîr an jî Şêxê sereke gorî edetê dikaribûn mirîdekî eşîretê an jî berê bona şaşîtîyekê an jî kêmasîyeke mezin ji eşîretê bi dûr bixin, lê di destê pîr û qewalan da destûreke wisa tunebû.

Şêx, Pîr û Qewal ji kastayên ruhanîyê yên ji hev cuda ne, lema jî maf û extîyarîyên wan jî ji hev cuda ne.

Şêx erefatên dînî dikin, wek mirîdên mirî dişon[112], çal dikin û qewilên dînî dibêjin.

Di wextê qurbandayînê da şêx gerekê hazir bûya, karên dînî bikira, wek ji xwîna heywanê ku bona qurbanê hatîye serjêkirinê, çend niqitk li enîya zara nexweş dixist, goştê qurbanê di nav kesîb û belengazan da bela dikir û h.w.d.

Karê şêxan yê sereke ew bû, ku hebandina Melekê Taûs, Şîxadî û Êzdî pêxember di nav êzdîyan da bidine parastinê û kûrkirinê. Qewilên derheqa mezinaya wan da tenê şêx li ser şînan digotin.

Tenê destûra şêxan hebû di dema nîşanîya tezezewicîyan da nehekê bibire û bi wê va girêdayî dua û dirozgeyên dînî bike. Di wan heyteholan da ewî ji mala zavê gelek hediya distendin.

Piştî çalkirina mirîyan şêx gerekê berî destpêka dayîna nanê xêrê qewilek bigota. Ev yek di mehên baharê, di dema xêrdayînan jî li ser mezelan dihate kirinê.

Hemû cûre dua, dirozge û qewilxwendin ji alîyê şêxan da dihatine kirinê.

Dema yekî/e nenas dibû endamê eşîrê an jî berê, şêx gerekê ew yek bi heyteholeke dînî bikira. Ew nêzîkî wî nenasî dibû û digot:

 

”Bi helalî, bi dilê safî

Kurê vê berê bî

Tê bibî, tê bibî”.

 

Niha ji rûyê wê yekê da, ku pêwendîyên xwînî di nav qebîl û beran da sist bûye, ev vedet hema bêje ji holê rabûye.

Şêx xên ji ku di hêla dînî da serkêşî li mirîdan dikin, herwiha ew di jîyana dervayî dînî da jî serek in, beşek ji wan serekên eşîrê ne.

Niha jî mîrê êzdîyan yê herî mezin Şêx e, ku li herêma Şengalê dimîne û ji wira bi destî qewalan serokatî li êzdîyan dike.

Hinek şêx zordestî li mirîdên xwe dikirin, heta carna mirîd dewsa ga horîka şêx dajotin, erdê wî bêcer dikirin, şov dikirin, diçûne ber pez û dewarên wan, baharan bi wan ra diçûne zozanan, karê mala wan dikirin, lê jinên mirîdên êzdîyan belaş miqatî li pez û dewarên şêx yên şîrî dikirin û karên malê yên hûr û gir dikirin.

Berî şorişa Oktobir êzdî nexwendî bûn, di rûyê edetên kevin yên ziyankar da êzdî nediçûne mekteban. Merivên ruhanî hewil didan di nav êzdîyan da ew fikira Şîxadî bidine rikinkirinê, ku ”xwendin ji êzdîyan ra dest nade” û lema jî kêm kes diçû mekteban.

Nûnerê dînê êzdîyan yê duduyan – Pîr gerekê ev karên bi dîn va girêdayî bikira: porên zarê yeksalî bibirîya, dua li Melekê Taûs bikira, bona zaro saxlem be û emirê wî dirêj be, mêrxas be û lawê eşîra xwe yê hêja be.

Destûra Pîr hebû bona nexweş ji mirinê xilaz bike, heyteholên dînî bikira, wek ku koçek dikirin, yên ku porên nexweş dibirîn û di nav xwelîya ber şêmîkê çal dikirin.

Wextê mî berx dianî Pîr di mala mirîdê xwe da dua dikir bona berxên zayî sax bimînin, bona mî du berxan bînin. Ji wan duayan çarxetek:

 

”Memê Şivan, tu hadir î

Memê Şivan tu qedir î

Me zêde ke pez û hirî

Nede me şîn û girî”[113].

 

Di şahîyan û dawetan da gava şêx amade nebûya, Pîr dewsa wan digirtin.

Pîr heywanê ji bo qurbanê hildibijartin, wek nîşan, guhê wan jê dikirin, hirîya wan reng dikirin, paşê dikirin qurban.

Pîr perwerdekar bûn, gotina wan bona êzdîyan gerekê bibûya wek ”şûrê birran”, ango gotina wan duta nedibû.

Tenê fûnksyoneke qewalan hebû: ku di nav êzdîyan da hebandina Melekê Taûs bidine kûrkirinê. Ewana li gundê Beedrê, herêma Lalişê, devera Şengalê dimînin û karê xwe bi serokatîya Mîrê Êzdîyan bi rêva dibin. Ewana her sal ji ziyareta Şîxadî heykelê Melekê Taûs hildidan, gund bi gund digerîyan û xêr û xêrat berev dikirin. Ew dihatine nava êzdîyên Ermenîstanê jî. Mirîd li ku jî bûna – li zozanan, gundan, an havîngehan – qewalan bi dil û can qebûl dikirin, heyteholên dînî dikirin, qedriê wan digirtin û ji wan ra hurmet dikirin.

Ew mala ku gerekê qewal lê bihêwirîyana, him mêr, him jî jin ji berê da bi hêvîyeke mezin hazirîya xwe didîtin bona heykelê Taûs bi layîqî qebûl bikin, dora wî heykelî direqisîyan, heta ew dibirine odeyê. Dema ew heykel îdî wê bikirana odeyê, ber şêmîkê pezek li erdê dixistin, qurban didan. Piştî qurbandayînê qewalan li defê û şibabê dixistin, lê kesên hazir direqisîyan. Di nav reqasçîyan da gerekê him mêr hebûna, him jî jin û bi reqasê va Taûs verêyî odeyê dikirin[114].

Wisa xuya ye, ku ev reqasên dînî girêdayî Taûs ra di nav êzdîyan da ji demên pûtperestîyê maye. Di wan deman jî gerekê jin û mêr wekehev tevî heyteholên dînî bibûna.

Qewal piştî ku ji warekî hediya berev dikirin, berê xwe didane warekî din û li wir jî hediya û pêşkêş berev dikirin. Di nav êzdîyan da bûbû edet, ku hediya bidine nûnerên ruhanîyê, tiştekî guneh dihate hesibandin, eger wisa nekirana, kê ku hediya nedida, heta ew êzdîyekî destteng jî bûya, qewal nifir li wan dikirin û didane rûyê wî.

Qewal tevî karê nûnerên ruhanîyê yên mayîn nedibûn, destûreke wan ya wisa tunebû, ew tenê ”dergevanê Melekê Taûs” bûn, ango, qulixî (xizmetî) Melekê Taûs dikirin.

Qedexe bû, ku Şêx, Pîr an jî Qewal bi mirîdan ra bizewicin. Heta ewana bi xwe jî nikaribûn di nav hev da bizewicîyana. Ango, şêx bi şêxan ra, pîr bi pîran ra, qewal jî bi qewalan ra dizewicîn. Heta şêx, pîr û qewalên ji malên cuda jî nikaribûn bi hev ra bizewicîyana.

Bi bawerîya me ew qedexe ji wê yekê dihat, ku nûnerên ruhanîyê ne dixwestin ku hukumê wan yê ku ji zuretê derbazî zuretê dibe, ji dest wan derkeve.

Êzdî wek edet destê kesê ruhanîyê yê rastê maç dikin û dibêjin: ”Ez xulamê ocaxa te me”. Di şînan û şayan da, heta di wan deman da jî, eger mirîd di rê da rastî nûnerê ruhanîyê bihata, dîsa diçûne destê wî yê rastê. Ev edetê kurdan ber çavên zanyarê alman Lêman Haupt ra jî derbaz nebûye, ku di dema rêwîtîya xwe ya li Ermenîstanê dîtibû: ”Qadir axa hazirîyake bi gotina we dîtibû û li benda mêvanan bû. Çaya Şêx hazir bû û jê ra fêkî jî anîn. Mêvanê pêşin ber çavên hemîyan destê Şêx yê rastê radimûse, paşê kurdên din jî çav didine wî…”[115].

Di nav kurdan da koçek jî nûnerên ruhanîyê ne. Koçek tê maneya koçkirinê, barkirinê û ew fikir tam gorî cûrê jîyana wan e. Koçek qedera merivan dîyar dikin û xewnan şirove dikin, warên wan yên jîyînê heye jî, lê ew ji gundekî diçûne gundekî din, diketine mehikê[116] û bi sêrbazî qedera merivan û qewimandinên tebîyetê dîyar dikirin û şirove dikirin.

Jimara koçekan zêde nîne û ew kar ji zuretê derbazî zuretê nabe. Di nav êzdîyan da him merivên ruhanî, him jî mirîd dikaribûn bûbûna koçek bi şertê eger ruhekî di qilixê ruhberekî da bihata xewna wî û jê ra bigota:

-Tu îdî koçek î.

Kesê ku ew xewin dîtibe, hişyar dibe, berê xwe dide gel û dibêje, ku ew koçek e û destbi karê koçekîyê dike.

Piranîya koçekan dersên xwe ji jîyanê digirin, dema di warekî da merivên ruhanî tunebin, ew dikarin di çend pirsên dînî da dewsa wan bigirin.

Eger koçek şêx bûya, ji wî ra ”Şêxê koçek” dihate gotin û xên ji karê koçekîyê, hinek karên şêx û pîran jî dikaribû bikira.

Feqîr jî ji malbeta nûnerên ruhanîyê ne. Feqîrtî jî mînanî qewaltîyê ne ji zuretê derbaz dibû. Ewana jî heyteholên sêrbazîyê dikin û bi wê yekê va dixwezin bidine kivşê ku hêzeke wan ya batinî heye, ew heta dikarin çiya jî welgerînin, avê berbend bikin, pêşîya wê bibirin, kanîyan bimiçiqînin, erdhejan bixuliqînin û h.w.d.

Meriv dikare feqîran ji kincên wan nas bike, ji ber ku kincên wan ji hirîya (rîsê) sipî hatine dirûnê. Ev yek ji demên buhurî tê, dema eşîretan bawerîya xwe bi berên dianîn û hirîya berên wek tiberk dihate qebûlkirin. Kurdan bi hirîyê sond dixwerin, gelek cara sonda wan ha bû: ”Ez bi vê biska hirîyê kim”.

Karê feqîran parastina ziyareta Şîxadî ye. Bona nexweş ji nexweşîyê xilaz bikin, kevir datanîn li ser zikê xwe û dişkênandin. Ew dihate wê maneyê, ku xudêgiravî ew wî ruhê neqenc hûrxweş dike, ku ketîye canê nexweş. Feqîran ji devê xwe kevirên hûr derdixistin, direşandin, ew kevir dipişirandin û dikirine wek ar û h.w.d. Feqîr ji koçekan bi wê yekê va dihatine cudakirinê, ku xewn şirove nedikirin, wana wextê heyteholên dînî navê Melekê Taûs didan, wextê berevkirina pereyan keşkûla xwe dirêjî haziran dikirin.

Gorî gotinên feqîran, pêşîyên wana di dema Şîxadî da jîne û di bin baskê wî da bûne, ji ber ku ewana xulamên ocaxê bûne.

Gelek edetên feqîran yên ecêb hebûn, wek nimûne, tenê birayê wan an jî destebirakê wan dikaribû porê wan kurr bikira. Piştî mirina wana, destûra tu kesî tunebû nêzîkî meytê wî bibin, xên ji merivên ruhanî, tenê merivên ruhanî dikaribûn kincên wî bêxistana û kefen bikirana.

Kincên mirî bi meyt ra tevayî dibirine ser mezel, lê piştî çalkirinê, eynî ew kesê ruhanî, ku feqîr çal kiribû û ser mezel qewil gotibû, her tişt di mala rehmetlêbûyî jî, li ser kincên wî, digot û paşê ew kinc hildida ji xwe ra.

Gotina koçek ya êzdîyan û gotina feqîr ya ereban bi koka xwe va ji sûfî tên, lê gorî sûfîzmê ewana gerekê bigihîjine hev, bi Xwedê ra pêwendîyan deynin, ji bo xatirê Xwedê qurbanan bidin, bi derblêdanan êşê bigihînine canê xwe, rojîyan bigirin, pey erzê xelkê neçin, bona dîn serê xwe bidin û h.w.d., bona li wê dinyayê herine buhuştê.

Koçek û feqîr kesên ruhanî nîbûn, lê dîsa jî di nav milet da qedirê wan wek qedirê horî û melekan bû.

 

 


Xidirnebî an jî Xidireylaz

 

Qedir û hurmeta Xidirnebî an jî Xidireylaz di nav gel da wek qedir û hurmeta Melekê Taûs e, ji ber ku ew jî di qilxê teyrede da, carna jî di qilxê merivan da li me dîyar dibe û hesab dibe Xwedayê ekindarîyê û bereketê.

Xidirnebî merivekî dîrokî bûye, esker bûye, bi esilê xwe va yûnanî bûye. Wek ku miletê şahidê şerê Alêksandr Makêdon, wisa jî miletê kurd, ku şahidê şerê Xidirnebî bûye, li ser wî gelek evsane derxistîye.

Gorî qisebendeke êzdîyan Xidirnebî ji Gurcistanê keçek revandîye, lema jî ew ber çavên gurcan reş e.

Gorî destana êzdîyan ”Xidireylaz” ewî êzdîyan ji gelek xeta û belayan xilaz kirîye, ew bextewar kirîye û kirîye bin perr û baskên Melekê Taûs.

Di nav êzdîyan da Xidirnebî ruhekî qenc e, ew carna di qilxê teyrê sipî da, li ser hespê xwe siyarbûyî şerê ruhên xirab dike, merivan ji qezîya û bedbextîyan xilaz dike.

Xidirnebî di folklora kurdî da wek Xwedayê ekindarîyê û bereketê tê ber çavan. Xidirnebî gelekî mînanî Sûrb Sargîsê ermenîyan e.

Bal ermenîyan, gorî Gr. Xapansyan, Sûrb Sargîs Xwedayê mirinê û xuliqînê ye, ango ew karê Ara Gêxêsîkê berdewam dike[117].

Dîndarên êzdîyan heta niha jî Xidirnebî dihebînin, boy xatirê wî her sal ji 23 meha sibatê destpêkirî qurbanan didin, sê rojan rojîyan digirin, eyd û erefatên dînî derbaz dikin.

Di folklora kurdî da derheqa hatina Xidirnebî da kilam derxistine û di wan da xuya dibe, ku ew ji ezmanan peyayî ser erdê bûye û bi xwe ra kulîlkên buhuştê anîye:

 

”Xidirnebî, were, di nav cinetê ra were

Bi pîvong, ser hêşinayê ra were

Were, were, îdî bihar e

Tu bereketê bîne bi xwe ra”[118].

 

Di rojîyan da teşteke tijî ar datanîn ser nivînên sitêrrê û bawer dikirin, ku îza (rêç) simên hespê Xidirnebî wê ser arê sipî bimîne. Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku hema rêça simên hespê wî xuya bû, ew mal wê destxwe da dewlemend û bextewar be, mal wê bi zaroyan va tije be.

Di rojîyan da êzdîyan ne dixwer, ne vedixwer, di wan rojan da razana bi jinê ra guneh dihate hesibandin.

Roja çara piştî eydana Xidirnebî kurdan bi ar dîwarên malê, sitûn û kêranên ban nexş dikirin. Qîzan, kuran û pîran xewnên xwe şirove dikirin, ka kê çawa xeyalan dike, ku wê Xidirnebî bibîne – di dema ew di ezmanan da difire, an jî îdî peyayî li ser erdê bûye, bi hêrs e, yan beşerxweş e, dema ew ji ezmanan peya bû, siteyrk şa bûn, an melûl bûn, hîv vedibeşirî an na?

Ev edet di nav ermenîyan da jî belavbûyî bû. Di Cavaxkê da: ”Milet ji van rojîyan ra dibêje rojîyên Sûrb Sargîs û roja şemîyê diçine dêrê û eyda wî bimbarek dikin. Di nav van pênc rojan da merivên wisa dikarî bibînî, ku di rojê da hinek kişmiş xwerine, an jî rojî girtine”[119].

Bi bawerîya êzdîyan ruh û Melek derengê şevê ji ezmanan dadikevine erdê.

Wê rojê ji şebeqê heta êvara dereng êzdî diçine malên hev, bêy ku silav û kilav li hev bikin, pey hev dikine gazî: ”Eyda te bimbarek pîroz be”.

Mêvanên hatî dor bi dor diçine rûyên neferên malê, paşê rûdinên nanê eydê dixun, li hinek cîyan li def û zurneyê dixistin, direqisîn, distiran û heta şev nîvê şevê şa dibûn. Keç û xort bona bigihîjine mirazên xwe, hey li ezmanan dinihêrîn, bona Xidirnebî bibînin ka ew çawa hildifire ezmanan, lê kalemêr berê xwe didane ezmanan bona bizanibin ka wê salê ekinê çawa be.

Ew eyd herdem derbaharê dihate derbazkirinê, dema dinya hişyar dibe.

 

                       

 


NIMÛNEYÊN FOLKLORA KURDÎ

 

Abram

 

Di wextekê da merivekî bi aqil hebûye, navê wî Abram bûye. Meriv wî wek Melek nas dikirin. Ew aqil û marîfat Melekê Taûs dabû wî.

Rojekê Melekê Taûs Abram dicêribîne. Ew emirî li se wî û xanima wî – Xetîceyê dike, ku ewana kurê xwe yê pênc salî – Îso bibine çiyayê Cûdî, ber agirê ziyaretî û wî qurbana Xwedê bikin.

Melekê Taûs bi dengekî nerm gazî wan dike û dibêje:

Abram, Xetîce, ez emir dikim, ku hûn lawê xwe bibine çiyayê Cûdî û ji boy navê min wî bikine qurban.

Dê û bavê wî lawî gava ev behs dibihên, bi xwe va diçin. Abram ji xanima xwe zûtir ser hişê xwe da tê, lê Xetîce demeke dirêj li erdê dirêjkirî dimîne. Xetîce hela ser hişê xwe da nehatibû, Abram kurê xwe – Îso hildide, dide pişta xwe û diçe serê çiyayê Cûdî, kurê xwe datîne ber êgir. Xetîce jî ser hişê xwe da tê, dibîne ku Abram û Îso ne li dora wê ne. Wê demê ew ser rûyê xwe pencerû dike, li serê xwe dixe, niqitkên xwînê ji rûyê wê dişirikin.

Em bêne ser Abram û Îso. Melekê Taûs nişkêva di qilxê teyrede da li wan dîyar dibe û dibêje:

-Abram, kêrê bigire destê xwe bona serê Îso jê bikî, wî bikî qurban.

Abram deng nake, kêrê hildide, dide ser situyê kurê belengaz, ku serê wî jê bike, lê Melekê Taûs carek din dike gazî û dibêje:

-Abram, ez ji te razî me, min tu cêribandî, tu di hindava min da helal î, ezê nehêlim tu kurê xwe serjê kî. Wî hilde û sax-silamet bibe mal, dayka wî niha danavî bû.

Abram şa dibe, zarê careke din dide pişta xwe, vedigere mal. Gava Xetîce kurê xwe sax û silamet dibîne, ji şabûna carek din dixeriqe, demek şûnda di ser hişê xwe da tê û bi zara xwe va heyr û hijmekar dimîne[120].

 

 


Nadîne

 

Wextekê di gundekî da du bengî diman, Nebo û Nadîne. Ewana gelekî ji hevdu hiz dikirin. Nebo dixwest bi Nadîneyê ra bizewicîya, lê ew bi xwe ji maleke destteng bû û dê û bavên keçikê jî dewlemend bûn. Nebo nikaribû qelenê keçikê bida û Nadîne bikira kevanî û bermalîya xwe.

Çareya Nebo tê birînê, ew diçe bal çiyayê Qeltaxçîyê, dua dike, gazî ruhên qenc dike, dibêje:

-Hey ruhên qenc, werine hewara min, bona ez û Nadîne bigihîjine mirazên hev.

Hema wê lezê çiyayê Qeltaxçîyê diqelêşe, ruhekî qenc jê derdikeve û dibêje:

-Nebo, here, tuyê bigihîjî mirazê xwe,- û destxweda betavedibe (winda dibe).

Nebo vedigere mal, dinihêre, ku mala wî ya berê tam guherîye, bûye qesir û Nadîne li wir rûniştîye, bê sebir li benda wî ye. Nebo gava dikeve qesirê, dibîne Nadîne xwe xemilandîye û ew ji xwe şerm dike. Nadîne radibe ser pîyan û Nebo hemêz dike. Ewana hev radimûsin û digihîjine mirazên hev[121].

 

 


Êzdî

 

Êzdî bavê hemû êzdîyan bûye. Êzdî ji Êzdî çê bûne. Ewî gelekî ji heqîyê hiz dikir. Ew piştgirê kesîban bûye, bi hemû zordar û zordestan ra ketîye nava qal û cengê. Êzdî derketîye himberî Îsa û Muhemmed. Ew ne ketîye bin tesîra wan. Ewana jî ji dûr va çêrî Êzdî kirine, lê nikaribûne zora wî bibin.

Paşê Êzdî hilfirîyaye ezmanan û dest pê kirîye serokatî li dinyayê kirîye, lema jî guneh e çêrî Êzdî bikin, bi navê wî sondên derew bixwin[122].

 

 

 


Mîrze Mehmûd

 

Carekê kurekî 14 salî ji mal derdikeve û diçe bajarekî, bona li wir kar bike. Di rê da ew rastî xişirekî giranbuha tê, hinekî jê dûr marekî sipî dibîne, ku marekî reşî pîs xwe lê alandîye. Marê sipî nikare xwe ji marê reş xilaz bike.

Ev kurikê biçûk demeke dirêj li van dinihêre û dibêje:

-Ez gerekê vî marê sipî ji dest marê reş derxim.

Ew nêzîkî maran dibe, şûrê xwe ji kalên derdixe, xwe dirêjî marê reş dike û ew pirtî-pirtî dike, lê devê şûr bi sivikayî li pişta marê sipî dikeve û ew birîndar dike. Piştî ku marê reş perçe-perçeyî dike, marê sipî nêzîkî xort dibe û dixweze bi wî ra bibe nas.

Ew xort difikire, ku axirîya wî wê xirab be, ji ber ku ewî marek kuştîye, lema jî biryar dike vegere mal.

Ew xort tê ber mala xwe disekine, ji nişkêva li paş xwe dinihêre, ku ew marê sipî li dû wî hatîye, ku ewî bi xwe wî aza kiribû. Xort ditirse û dibêje:

-Ew jî qencîya min, erê? Niha jî tu dixwezî min bikujî, lema te daye dû min, hatî vira?

Mar lê dixe, diçe.

Xort derheqa vê yekê da ji neferên mala xwe ra bi hûrgilî dibêje.

Niha em bêne ser marê sipî. Derdikeve ku marê sipî keça şahmarê bûye, marê reş xwestîye wê birevîne, keçikê ne xwestîye, lema jî lê qelibîye, an go xwe lê alandîye. Lê marê sipî – keça Şah winda bûbû, bavê wê lê digerîya.

Ew marên ku keçikê digerîyan, dibînin û texmîn dikin, ku ji pişta wê xwîn dikişe. Çavronayî didine Şah û keçikê dibine bal wî.

-Keça min, te dinya di serê me da reş kir, tu di ku da çûbûyî, kê rastî te hatibû, kê tu biribûyî,- Şah jê dipise.

Keçik ji bavê xwe ra şirove dike, ku çawa xortekî ew ji destê marê reş xilaz kirîye.

Şahê maran piştî ku van gotinan dibihê, difikire ka çawa bike, ku ji bin qencîya wî xortî derkeve.

Piştî sed rojan Şah gazî du marên serwext dike û emirî ser wan dike herine filan gundî, filan malê û elamî Mîrze Mehmûd bikin, ku Şahmar gazî wî dike. Keça Şah emirî ser wan maran dike, ku pêşî Mîrze Mehmûd bînine bal wê, paşê bibine bal bavê wê.

Ev marên efat diçine mala wî xortî û ji Mîrze Mehmûd ra dibêjin, ku Şah gazî wî dike, ew gerekê bi wan ra here.

-Hûn ji min çi dixwezin? Eger hûn hatine min bikujin, yekser bêjin, çima vedişêrin?

Ji marên mêrxas yek dibêje, ku nêta wan ya kuştinê tune, tenê hatine wî bibin, lê eger ew neyê, emir heye, ku wî bikujin. Xort dibîne, ku nikare ji dest wan xilaz bibe, radibe, dide dû wan, diçe. Hersê digihîjine ber zinarekî, mar dest pê dikin serê xwe li zinêr dixin, zinar di ortê da dibe du kerîyan û maleke mînanî koçik û serayan ber wan vedibe. Xort hêrs dikeve. Yek ji maran dibêje:

-Tu ber dêrî bisekine, yek ji me wê here hundur, bona destûrê bistîne.

Yek ji maran dikeve hundur û keçikê agahdar dike, ku Mîrze Mehmûd hatîye. Keçik gava ev behs bihîst, gelekî şa bû û çû pêşîya Mîrze Mehmûd, ew hemêz kir û gotê:

-Birayê min, xilazkirê min, niha bavê min gazî te kirîye, wê ji te pirs bike ka tu ber qencîya xwe va çi dixwezî, ewê bide te. Tu malê dinê (dewlemendîyê) nexweze, bêjê ji xerzên xwe hinekî têke devê min, tiştekî din naxwezim. Bizanibe, ku Şah qencîyên wisa ji tu kesî ra nake, lê wê bona te bike, ji ber ku te qencîyeke mezin kirîye.

Mîrze Mehmûd bi maran ra tevayî diçe bal Şah. Gava Şah çav li Mîrze Mehmûd dikeve, di pêşîya wî da diçe, ew hemêz dike û kêleka xwe dide rûniştandin. Mar diçin û xort bal Şahmar bi tenê dimîne. Rojtira dinê Şah ji xort dipirse:

-Merivê Xwedê, te keça min û namûsa min xilaz kirîye, çi ku dilê te dixweze, emir bike.

-Ez xulam, ez tiştekî naxwezim, xên ji xerzên te, hinekî têke devê min.

Şahmar gava van gotinan dibihê, hêrs dikeve û dibêje:

-Xwezî min bizanibûya, ku kê derheqa kemala xerzan da ji te ra gotîye. Lê min îdî sond xwerîye, gerekê xweyê sozê xwe bim.

Şah ji xerzên xwe hinekî dike devê Mîrze Mehmûd, çend hediyayan didê û verê dike.

Mîrze Mehmûd dest pê dike bi zimanê hemû heywanan dipeyîve. Ew gişk ji Mîrze Mehmûd hiz dikirin[123].

 

 


Silo

 

Di wextekê da merivekî dewlemend, lê gelek tima (çikûz) hebûye. Navê wî Bedir bûye. Sê hezar pez û 15 şivanên Bedir hebûn. Bedir herdem li ser wan hêrs dikeve û li wan dixe. Di dinyayê da merivekî mînanî wî bêxwedê tunebû, ewî alî tu kesî nedikir. Bedir sal donzdeh meh ew didane xebatê. Her şivanek di salê da ji Bedir tenê 8 berx distendin. Eger gur pezên Bedir bixwerana, an jî winda bûna, Bedir ew 8 berx kêm dikir. Gelek caran şivanên belengaz destevala ser mala xwe da vedigerîyan.

Ev yek li Melekê Taûs xweş ne dihat. Ewî ruhekî di qilxê merivan da şande mala Bedir, bona wî bicêribîne. Xortekî genc êvarê bû mêvanê mala Bedir. Bedir silav dayê û gotê:

-Selam, tu ser serê min û çavên min ra hatî!

-Tu mêvana xwey dikî? -mêvan pirsî.

-Mêvan mêvanê Xwedê ye, keremke, were odê.

Mêvan çû odê, ser kulêv rûnişt, jê ra balgî anîn bona pala xwe bidê. Bedir emirî ser xanima xwe kir:

-Zû bike, nan bîne, mêvanê me niha birçî ye.

Perîşanê (xanima Bedir) nan anî, wana nanê xwe xwer. Perîşanê textê nên paqij kir, paşê Bedir ji xort pirsî:

-Xortê delal, tu ser çavên min, ser serê min ra hatî. Gelo tu di ku da diçî?

-Ezê herim bal Şemsikan[124], lê dixwezim berî çûyînê pirsekê li te bikim apê Bedir. Di gundê we da gelek merivên kesîb hene, gelo dewlemend alîkarîya wan dikin?

-Xwedê dewlemendan wek dewlemend anîye dinyayê, kesîban jî wek kesîb. Dewlemend ji bo çi gerekê alîkarîya kesîban bikin, her yek qismetê xwe dixwe.

Xort îdî deng ne kir. Cîyê wî danîn û hemû razan. Nîvê şevê ruhê di qilxê merivan da radibe, diçe derva.

Sibê şebeqê neferên malê hişyar dibin, dibînin ku mêvan betavebûye. Hêja ser hisehisan dikevin, ku mêvan ruh bûye.

Bedir bona pezên xwe derxe derva, diçe gomê, dibîne ku nîvê pêz ji nexweşîya ketewê qir bûye. Bedir her tişt fêm dike[125].

 

 


Hikyat derheqa erd û ezman da

 

Rojekê dewrêşên erd û ezmanan bi hev ra ketine minaqeşeyê

-Ez ji te xurttir im,- dewrêşê ezmanan got.

-Yê xurt ez im,- dewrêşê erdê got.

Ewana li hev tên, ku hêz û zorayên xwe bicêribînin.

-Eger ez nebim, baranê nebare,- dewrêşê ezmanan got,- wê ba tunebe, şev û roj wê bibin yek, eger wisa be, erd wê nikaribe miqatî li heywanan û hêşinayê bike.

-Dewrêşê ezmanan,- dewrêşê erdê bersîva wî da,- tu rast dibêjî, niha guh bide, ezê derheqa hêza xwe da bêjim. Eger erd tunebe, îdî baran wê ji çi ra be, hêz û zoraya bayê û tavê çi ra ne? Ew tiştê ku ez li ser erdê dikim, tu nikarî bikî. Meriv ser erdê digerin, kirîn û firotan jî ser pişta merivan e, xêr û şerê merivan ser min e. Ziyaret, horî-perî û melek bi min dijîn. Gava meriv qurbanan didin, ew seba xatirê Xwedayê min e. Ew tiştê ez li ser erdê dibînim, eger tu bibînî, tuyê ber xwe nedî.

Dewrêşê ezmanan gava ev gotinên dewrêşê erdê bihîst, deng ne kir, pê ra qayîl bû.

Meriv gava dua li Xwedê dikin, pêşî şikirîya xwe li erdê tînin, paşê li ezmîn tînin, pêşî berê xwe didine erdê, paşê ezmîn[126].

 

 


Ziyaret

 

Di wextekê da du xûşk hebûne. Wana çi ji Xwedê xwestîye, Xwedê daye. Rojekê xûşka mezin ji ya biçûk ra dibêje:

-Kê ku miraz, aqil û dewlet dixweze, bira bê bal min, eger dilê wî paqij be, ezê tu tiştî texsîr nekim. Werin her yek ji me hilkişe serê çiyakî, em binihêrin ka ji me kê zû karê xwe dimeşîne.

Xûşka biçûk dibêje:

-Xûşkê, ne axir em ruhên nebîna ne, meriv wê ji ku bizanibin, ku em li çiya ne û hêza me çiqas e.

-Emê derheqa vê yekê da ji koçekekê ra bêjin, ew jî bira ji merivan ra bêje û ewana wê bên bal me.

Ewana wisa jî dikin, derheqa daxaza xwe da ji koçekekê ra dibêjin, koçek jî derheqa wan ruhan da ji merivan ra dibêje. Gava meriv dikevine rojên teng, hildikişine çiyan, ji ber ku di nav gel da çiya wek ziyaret in.

Xûşka mezin berê xwe dide xûşka biçûk, dibêjê:

-Xûşkê, îcar te dît, gotina min derket; tê wê maneyê ku ez bi ser ketim.

-Welle, tu rast î, xûşka din bersîvê dide[127].

 

 

 


Kê dinya xuliqandine?

 

Dinya Melekê Taûs, Şêxîsin û sultan Êzîd xuliqandine. Ewana mînanî teyredeyan ji ezmanan hatin û dinya xuliqandin. Wana ji xwelîyê, avê, êgir û hewayê meriv çê kirin û navê wî danîn Adem. Paşê fikirîn, ku merivek tenê di dinyayê da nikare tiştekî bike. Lema jî gerekê hevaleke wî hebe, bona ew bibine hevalên hev yê jîyanê û ji wana meriv çê bin, li dinyayê bela bin, em jî bi wan va şa bin. Ewana Hewayê jî dixuliqînin, di baxçê sûrkirî da ew teslîmî Adem dikin. Paşê Melekê Taûs ji xwelîyê heywan û dewar çê kirine, kerîyê pêz daye Adem. Adem û Hewa bi goştê wana ebûra xwe dikin. Melekê Taûs zureta Adem hînî xwelîbêcerkirinê, nikandina darên fêkîyan, daçikandina pincarê dike. Paşê dibe teyrede û difire. Lema jî êzdî Melekê Taûs dihebînin[128].

 

 

 


Simo

 

Di wextekê da padîşahek hebûye, keçeke wî hebûye. Keçik şevan winda dibû, kesî nizanibû ka ew di ku da diçe. Di wî bajarî da pîrejinek dima, kurekî wê hebû, navê wî Simo bû.

Simo ji diya xwe ra dibêje:

-Dayê can, ez gerekê bibime zavayê padîşah.

Dê pê ra qayîl nabe û dibêje:

-Lawo, çi karê te bi keça padîşah ketîye?

Simo diçe bal padîşah û dibêje:

-Padîşahê min, ez dixwezim bizanibim, ka keça te bi şevan di ku da diçe?

Padîşah dibêje:

-Gelek xortan soz dabûn keça min bibînin, lê piştî ku nikaribûn, min serê wan da jêkirinê; aqilê min nabire, ku tu bikaribî cîyê keça min bizanibî.

-Ezê keça te bibînim, bi şertê ku ez pê ra bizawicim.

Padîşah pê ra razî dibe. Xort cote solên hesinî pê dike, dikeve odeya keçikê, bona pê ra biaxive. Keçik kursîyekê tîne, bona ew rûnê. Xort rûdinê û qestbende dixeriqe û ji kursîyê dikeve. Keçik radibe, cî û nivînan jê ra datîne, kincên xort jê dêxe û dike nava nivînan bona ew razê. Keçik difikire, ku heta xort hişyar be, ewê bi lez here cîyê xwe û vegere. Ew ji kulekê derdikeve û diçe. Demekê şûn da xort radibe û dide dû wê. Keçik diçe dikeve binê behrê. Simo ser kevirekî kumekî sêr dibîne. Ew kum hildide û diçe. Ew ji kum ra dibêje:

-Ez heyrana te me, bilezîne, min bigihîne keça padîşah.

Kumê sêr Simo dibe binê behrê. Li wir odeyekê dibîne. Dikeve hundur, dibîne ku keçik rex xortekî ciwan rûniştîye û bi hev ra ketine nava henek û laqirdîyan. Simo xwe vedişêre. Xortê rex keçikê rûniştî gustîlkekê pêşkêşî keçikê dike û ew datîne ser sifreyê. Keç û xort dîsa dikevine nava kêf û henekan, derheqa gustîlkê da ji bîr dikin. Simo bi surî gustîlê ji ser sifreyê hildide, dike tilîya xwe. Xortê bedew diçe derva, xortekî din dikeve odeyê, ew jî gustîlkekê wek hediya datîne ser sifreyê. Simo ew jî hildide, dike tilîya xwe. Xwerina wan ser sobeyê dikelîya, Simo kumê sêr di sêrî da nêzîkî beroşa xwerinê dibe û temamîya xwerinê dixwe, lê keç û xort wî nabînin.

Keçik dibêje:

-Xêr be, ev çi qewimî, gustîlkên me dizîn, xwerina me jî tune.

Cara duduyan ser sobeyê xwerinê çê dikin û dixwin. Keçik radibe, xatirê xwe ji xort dixweze, li ser sifreya sêr rûdinê û dibêje:

-Delalê min, sibê van çaxan min bigihîne welatê min.

Sifre keçikê dibe mala bavê wê. Kumê Simo jî wî dibe. Ew berî keçikê dikeve odeyê û di nav cîyê xwe da pal dide, wisa dide xuyakirin, ku giva razaye. Sibê şebeqê xort diçe bal padîşah û dibêje:

-Padîşahê min, ji kerema xwe gazî keça xwe bike.

Xort ji padîşah destûra xeberdanê dixweze û her tişt jê ra dibêje. Ew çi ku dibêje, keçik nana nake. Simo berê xwe dide padîşah, dibêje:

-Padîşahê min, de ka keça xwe bide min, ez dixwezim pê ra bizewicim.

Erê, ez xweyê sozê xwe me, lê bi şertê ku tu çil ga bibî wî çiyayê ziyaretî biçêrînî, kok bikî, ku roja dawetê serjê bikim.

Di wî çiyayî da ruhek dijî, tu kes nikaribû biçûya wira, lema jî padîşah dixwest Simo bişanda wira, ku ji wira venegerîya, ji ber ku ne dixwest keça xwe bida wî.

Simo 40 ga dide pêşîya xwe û dajo çiyayê ziyaretî. Dibîne ku li serê çiyê merivek sekinîye û neynûkên tilîyên wî gelek dirêj in, serê wî mezin e; meriv jê sawê dikişîne.

-Xorto,- ruhê çiyê dibêje,- binihêre, ew şikeft ya min e, li wir pêlekanek heye, ji kerema xwe bîne, da ku ez peya bime erdê.

-Tu dixwezî peya bibî ku min bixwî, erê?- Simo dipirse.

-Na, ezê peya bibim û alîkarîya te bikim.

Xort diçe pêlekanê tîne û datîne bin lingên ruhê di qilxê merivan da. Ruh ji zinêr dadikeve jêr û ji xort ra dibêje:

-Vegere mal, piştî 40 rojan were gayên xwe bibe.

Xort vedigere mal, 40 rojan şûnda careke din hildikişe çiyê, hew dibîne, ku gayên wî wisa kok bûne, ku bûne wek boxeyan. Ew razîbûna xwe dide wî ruhî, gayên xwe dide ber xwe, dajo tê bajêr. Dibîne, ku padîşah keça xwe daye kurê padîşahekî din û daweta wan e. Ew diçe bal padîşah, dibêje:

-Padîşahê min, tu xweyê sozê xwe yî, yan na?

Ruh Simo hîn kiribû, ku eger ew bêje ”sût-sût”, daxaza wî wê pêk bê. Hema di wê deqê da xort dibêje ”sût-sût”, û bûk û zava di ciyê xwe da dibine risas.

Padîşah ji tirsê dilerize û dibêje:

-Seba xatirê gayê mezin me neke kevir û risas.

Xort careke din gotina xwe dubare dike, dibêje: ”sût-sût”. Vê carê îdî padîşah poşman dibe û keça xwe dide xort[129].

 

 

 


Kê bi hêz e?

 

Carekê Mehmed pêxember bi alîgirên xwe va diçe ziyareta Kêbêyê, pesinê ziyaretê dide û pê ra jî tizbîya xwe dikişîne. Sê alîkarên Mehmed pêxember hebûne. Yek ji wana dipirse:

-Mehmed pêxember, ji kerema xwe ji me ra bêje, ocaxa me xurt e, yan ya êzdîyan?

-Hilbet ya me,- Mehmed pêxember dibêje.

-Lê em çawa bizanibin ku ya me xurt e?

-Tu dibînî, ocaxa êzdîyan bê kanî ye, lê di ziyaretên me da av heye, kê ku ji ava kanîya ocaxa me vexwe, ewê dirêj bijî, wê genc bimîne, lê ya êzdîyan ava wan tune. Heger hûn bixwezin, em dikarin herine wira.

Ewana li hespên xwe siyar dibin, diçine Barê, digihîjine ocaxa Şîxadî, gundê Beedrê. Mehmed pêxember li ziyareta êzdîyan – Kêbêyê tizbîya xwe ji bîra dike. Xizmetkarên ocaxê aşûrî bûne, haya wan ji hatina Mehmed pêxember hebûye. De, aşûrî jî merivne bi aqil û marîfat in. Ewana di heyata ocaxê da xalîçeyan radixin. Gava Mehmed û xulam-xizmetkarên wî dikevine heyatê, zendegirtî dimînin û hevsûdîyê dikin, ku çima heyata ziyareta wan jî wisa xemilandî nîne. Ewana qesira Şîxadî dibînin, lê dinihêrin ku heft pêxemberên qesira Şîxadî – Şemsedîn, Ferxedîn, Nasredîn, Şîxisin, Şêxûbekir, Sicadî û Ebûbekir ji cîyê rûniştî ji bo qedirê hatîyan radibine şipîya.

-Qesira te teng e, em li ku rûnên?- Mehmed pêxember dipirse.

-Pişta xwe bidine dîwêr,- Şîxisin dibêje,- dîwar wê paşda herin, hûnê bi cîh bibin.

Ewana pişta xwe didine dîwêr, dîwar paşda diçin, ewana rûdinên. Bona wana xwerinê tînin, ew dixun. Mehmed tî dibe, avê dixweze. Şêxûbekir kevezanê xwe hildide, li erdê dixe û navê Şîxadî dide. Ji binê erdê av dixulxule, ew ava kanîya ziyaretê bû. Mehmed pêxember û alîkarên wî lêva xwe digezin, avê vedixun, dû ra av dimiçiqe.

Vê carê Şîxisin tî dibe, dixweze avê vexwe, lê Mehmed dixweze tizbîyên xwe bikişîne, lê dibîne ku tizbîya wî ne berdest e. Şîxisin kevezanê hildide, careke din li erdê dixe, ji binê erdê av dertê û bi avê ra tizbîya wî jî dertê. Mehmed ev her tişt dibîne, tizbîya xwe nas dike, şaş û metel dimîne û sawek lê digire.

Mehmed pêxember ji alîkarên xwe ra dibêje:

-Rabin em herin.

Ewana radibin, xatirê xwe ji heft endamên mala Hadîyan (Adîyan) dixwezin û diçin.

-Li rastîyê keve,- Mehmed pêxember dibêje,- ocaxa êzdîyan ji ocaxa me xurttir e[130].

 

 

 

 


Ehro

 

Ehro serekê çar ruhan bû. Ewî bi destî ruhên xwe ji nav milet keçên kezî peyda dikirin, 9-10 rojan serê xwe bi wan ra dikir yek (ew dişuhurandin, bi wan ra radiza), paşê ew dikuştin û davîtine behrê. Rojekê jî ew emirî li ser ruhê bi navê Cin Tosin dike, ku here keça şahê Îranê bîne, bona ew pê ra bikeve nava henek û laqirdîyan. Cin Tosin diçe bal Perî xatûnê. Bavê wê ne li mal bûye. Ew cin dibe merî, dikeve odeya Perî xatûnê û dibêje:

-Selam xatûn!

-Selam xortê tûre, tu ser serê min û ser çavên min ra hatî.

Xort rex Perî xatûnê rûnişt. Ewana demeke dirêj bi hev ra qise kirin. Perî xatûn ser xort bengî dibe. Xort ji xatûnê ra dibêje, ku navê wî Elo ye. Perî xatûn ji nişkêva Elo hemêz dike. Derheqa vê yekê da Ehro pê dihese.

Elo dibêje:

-Ezê te bibim.

Perî bersîvê dide:

-Ezê bi te ra mêr bikim.

Bi hev ra pev dikevin, ku nîvro li bereka çiyê hevdu bibînin û ji hev diqetin.

Haya Ehro ji nêta Tosin hebû û li benda hatina wî bû. Tosin kete odeya Ehro, destekî xwe danî ser destê dinê û got:

-Xwedayê min, min gotina te bi cîh anî.

Ehro got:

-Nêzîk were.

Tosin xwe nêzîkî Ehro kir, ewî Tosin kuta kir[131], lê Ehro zanibû, ku keçik wê here ber bereka çiyê û wê li wir benda Tosin be.

Perî xatûn şebeqê diçe bereka çiyê, hinekî disekine û dengek lê tesele dibe, sawek lê digire û dibêje:

-Melekê Taûs, were hewara min,- û ber xwe xortekî dibîne, diha zef ditirse.- Ew xort Cin Ehro bû. Ew ji keçikê ra dibêje:

-Ez ruh im, hatime ku te bibim ji xwe ra.

Perî xatûn îdî nikaribû bipeyîvîya, ji tirsan zimanê wê dikeve hev. Melekê Taûs tê hewara wê, ew ber wî cinî disekine û dibêje:

-Ne bes e, ku tu keç û jinan dikujî?

-Tu Xweda yî,- Ehro got,- ez jî Xwedayekî mînanî te me. Tu çi dixwezî?

-Ez zirarê nadime merivan, ez alîkarîya wan dikim, nan didime wana, lê tu ziyankar î,- Melekê Taûs dibêje.

Melekê Taûs û Ehro şerê hev dikin, li hevdu dixin.

Ji nişkêva zimanê Perîyê vedibe, ew bi Melekê Taûs ra dipeyîve û dibêje:

-Bi ruh ra nekeve nava qal û cengê, bihêle bira ew here, lê min ji dest wî xilaz bike.

Melekê Taûs destên Ehro digire, dialîne û dişkêne, wî ji bereka çiyê gilol dike, davêje, lê tişt bi wî nayê, ji ber ku ew cin bû. Ew radibe û direve, diçe.

Melekê Taûs keçikê xilaz dike û bi xwe ra dibe[132].

 

 


Ocaxa Şîxadî bi hêz e

 

Eskerên tirkan êrîşî ser Şengalê dikin. Fêrîk paşa dixweze êzdîyan bike musulman, lema jî dixweze êrîşî li ser ocaxa Şîxadî bike û ew hilweşîne, yên ku dij derkevin, wana bikuje.

Di ocaxa Şîxadî da koçekekî bi navê Birîm hebûye, ew heftê carekê dikete mehikê bona bizanibûya ka li wê dinê çi heye, çi diqewime an jî wê çi bê serê êzdîyan.

Rojekê koçek Birîm carek din dikeve mehikê, di xewnê da dibîne, ku dema tirk êrîşî li ser Berrê bikin, wê çi bê serê wî warî. Ew xewna xwe ji Mîrê êzdîyan ra şirove dike. Mîr biryarê dide bi riya koçek Birîm behsekê bişîne gundê Beedrê, bona ew bêne hewara wan.

Koçek Birîm razî dibe ewê behsê bigihîne Beedrê, bona ew bêne komeka wan. Koçek êvarê warguhêzî teyrekî dibe û digihîje Beedrê, carek din dibe merî û diçe odeya Bişar axa. Wê demê di odeyê da tije meriv bûn, wana qise dikir û distiran. Gava koçek Birîm der da diçe, gişk wî nas dikin û radibine şipîya. Piştî silav û kilavê nan dixun, paşê sifre berev dikin.

-Koçek Birîm,- Bişar axa dibêje,- cîyê te ser serê me û ser çavên me heye, ka bêje tu çawan î, di ziyaretê da çi heye, çi tune?

Koçek di dengekî melûl bersîva wî dide:

-Malavao, min di xewnê da dîtîye, ku Fêrîk axa wê êrîşî li ser ziyareta Şîxadî bike û ew hilweşîne. Mîr ez şandime bona tu merivên çekdar bişînî, seba em bikaribin ber xwe bidin û ocaxê biparêzin.

-Tu çi dibêjî koçek?

-Axayê min, ez rast dibêjim.

-De tu here, ezê piştî 3-4 rojan bi merivên xwe va bêm û emê himberî Fêrîk paşa şer bikin, lê eger ez derengî kevim, netirsin, şer bikin heta ez bi we ra digihîjim, ji ber ku niha çekên me hindik in, ez nikarim xortan bê çek bînim, ezê çend rojên din şûnda çek peyda bikim.

-Baş e, ezê wisa ji Mîr ra bêjim,- koçek dibêje.

Bişar axa ji bona koçek hewle hazir dike, sê derdan hewle jê ra datîne.

Koçek radibe, oxirê jê ra dixweze, hemû merivên rûniştî radibine şipîya. Koçek betavedibe û dibe teyr, difire.

Wê şevê ew digihîje dîwana Mîr û hewle datîne ber wî. Mîr destê xwe dide hewlê, texmîn dike, ku germ e û ji koçek ra dibêje:

-Eferim ji te ra.

-Mîrê min,- koçek dibêje,- Bişar axa wê piştî 3-4 rojan esker bişîne, ewê bi xwe jî bi wan ra bê.

Piştî du rojan Fêrîk axa davêje ser ocaxê, ew topbaran dike, lê ocax ewqas xurt bû, ku ber xwe da û derbên dijmin li wan vedigerîyan. Ji eskerên tirkan gelek hatine qirê, melekên ocaxê berî wan dan, ew xwe li riya revê girtin. Alîkarîya Bişar axa jî hat, lê lazimaya wê nemabû. Êzdî bi ser ketin[133].

 

 

 


Bedir û Destegul

 

Hebû, tunebû darek hebû, navê darê Destegul bû. Ew dar li berpala çiyayê Meymacx bû. Ji darê hinekî wê da gundek hebû û tê da xortekî porkurîşk dima, navê wî Bedir bû.

Rojekê Bedir diçe nêçîrê û rastî kêvrûşkekê tê. Ew tîr û kevanê xwe saz dike, tîrê xwe davêje, li lingê kêvrûşk dikeve, kêvrûşk direve, lê nêçîrvan dide pey. Nêçîrvan 15-16 salî bû, ew ewqas jîr bû, ku ber çavan winda bû.

Kêvrûşk direve, dikeve kolika dara Destegul. Bedir diçe digihîje darê, îdî kêvrûşkê nabîne, dixweze bi tîrê li darê xe, bona kêvrûşk ji kolika darê derkeve. Û ji nişkêva ji darê dengek dertê: ”Kêvrûşk guneh e, guh bide min, kê ku vê kêvrûşkê bikuje, ewê bi xwe bimire”.

Bedir zendegirtî dimîne, sawek pê digire, bi wî va wisa xuya bû, ku Horî dipeyîve.

-Ezê guh bidime te,- xort dibêje û heft caran dua li darê dike. Ew tîr û kevanê xwe hildide û dixweze vegere mal, hew dibîne keçeke bedew ber wî disekine.

-Baş, xorto,- ew jê ra dibêje,- min çi ku got, te pêk anî, tu xortekî baş î, niha bêje ka tu hewcê çi yî, tu çi dixwezî, ezê alî te bikim.

-Ez şerm dikim bêjim,- xort bersîvê dike.

-Na, şerm neke.

-Eger ez bêjim, tuyê hêrs nekevî?

-Na!

-Ez ji te hiz dikim!

-Eger wisan e, ez wisa fêm dikim, ku tu dixwezi bi min ra bizewicî.

-Belê.

-Ez razî me.

Xort û keçik hev hemêz dikin.

-Navê te çi ye?- keçik dipirse.

-Bedir.

-Delalê min Bedir, navê min jî Destegul e, ez horîya vê darê me. Te guh da min û li darê nexist. Eger te lêxista, tîra te wê li min biketa, lema ez dixwezim te bistînim, lê ez nizanim dê û bavê te hene an na.

-Hene.

-Tu ji wan ra nebêje ku ez Horî-Perî me. Hema te surên min dîyar kir, ez îdî bal te namînim. Xûşkeke min heye, ew di kolika vê darê da dijî, em gerekê hertim teselîya wê bikin. Ji hemû gundîyên xwe ra bêje, ku karê wan li vê darê tune, bira zirarê nedine wê.

Xort gelek şa dibe û dibêje:

-Ser çavên min, Destegul, ez ji te hiz dikim, tu çi bêjî, ezê wek ya te bikim.

Ewana dizewicin û digihîjine mirazê xwe, hûn jî bigihîjine mirazê xwe[134].

 

 


Dar

 

Mîrmih lawê Bakulî bû. Gava bavê wî mir, Mîrmih sond xwer ku here welatekî wisa, li ku mirin tunebe. Mîrmih li hespê xwe siyar bû û dest pê kir li dinyayê bigere. Zef çû, an hindik çû, rastî maleke bedew hat, ku di nav bax û baxçan da xemilî bû. Di wê malê da sê xûşkên kaw û kubar dijîtin. Mîrmih bi wan ra bû nas û bû birayê wan. Hersê xûşk di hindava birayê xwe da gelek guhdar bûn. Ewana sibê heta êvara dereng di baxçê bi ava avilheyatê va nixamtî da roja xwe derbaz dikirin û hewcedarîya wan bi tu tiştî tunebû.

Carekê hersê xûşkên Mîrmih hazirîya xwe didîtin herin seyranê. Ewana ber Mîrmih pêşnîyar dikin hilnekişine ser dara avilheyatê, ku zirarê nedinê. Piştî çûyîna xûşkan Mîrmih hildikişe ser darê û dora xwe dinihêre, welatê wî dikeve bîrê. Gava xûşk ji seyranê vegerîyan, Mîrmih berbirî wan bû û got:

-Xûşkên mine delal, ezê herime mala xwe, ez îdî bal we namînim, welat şîrin e.

Xûşkan got:

-Were bi a me bike, neçe, tuyê poşman bî.

Yek ji xûşkan ji darê çend sêv çinî û da Mîrmih û jê ra got eger di rê da rastî rêwîyan tê, wan sêvan nede wan.

-Bira bi gotina we be,- Mîrmih got.

Ewî nizanibû çiqas wext derbaz bûbû, ew wisa zanibû, ku ser hev du-sê sal derbaz bûne. Ewî sêv hildan, li hespê xwe siyar bû û ber bi welatê xwe çû. Çû gihîşte gundê xwe, dît ku di mala wî da merivên din dijîn, navê xwedîyê malê jî Mîrmih e û navê xwe jê ra negot.

-Ji neferên mala we tu kes winda nebûye?- xort jê pirsî.

-Ez nizanim,- kalê got,- lê neferekî mala me ji min ra gotîye, ku yekî bi navê Mîrmih winda bûye.

Mîrmih hêja fêm kir, ku ji çûyîna wî çendik-çend sal derbaz bûne û ji mala wî tu kes sax nemaye. Ew rabû li hespê xwe siyar bû, da ser rê, ku here bal xûşkên xwe. Di rê da jineke kesîb rastî wî hat û ji keça xwe ya nexweş ra sêvek xwest û got, ku eger keça wê sêvê bibîne, wê çavên xwe veke.

Mîrmih sêvek da wê jina belengaz, lê paşê poşman bû, ji ber ku ew kaltir bû. Ne di bîra wî da bû, ku ew sêva dara rex ava avilheyatê bû û xwe şaş kiribû, lema sêv da jinikê. Mîrnih riya xwe dûmayî kir, pir çû, hindik çû, rastî keçeke feqîr hat, ku hema bêje tazî bû. Keçikê ji Mîrmih hîvî kir, gotê: ”Xwedê hebînî, ji sêvên bal xwe yekê bide min, dilê min dikizire”. Xort ji berîka xwe sêvek derxist, da keçikê. Keçik ji wan deran betavebû, winda bû.

Mîrmih çû gihîşte baxçê û kete hundur. Xûşk pê hesiyan ku ew vegerîyaye, çûne balê, hema nêzîkî wî bûn, ew can da, mir[135].

 

 

 


Şemê û Nemo

 

Şemê jina Nemo bû. Nemo nexweş ket û mir. Ezrahîl ruhê wî bire buhuştê. Sê derîyên buhuştê hebûn, ber her derîyekî dêwek sekinîbû. Yê pêşin sipî bû, yê dudan sor bû, yê sisîyan reş bû. Ew dêwana xên ji qasidên Xwedê, destûra tu ruhî nedidan bikevine buhuştê. Dojeh jî wisa bû, ji ber ku buhuşt û dojeh di eynî heyatê da nin.

Jina Nemo got: ”Ruhê min gerekê bigihîje ruhê mêrê min”. Ew çû ser mezelê mêrê xwe sekinî, agir dada, xwe avîte nava êgir û şewitî. Ew yek ne bi daxaza Ezraîl bûbû, lema jî Ezraîl li ruhê wê xwedî derneket. Ruhê Şemê zanibû ku ruhê Nemo çûye buhuştê. Ruhê Şemê çû ber derê buhuştê, dêwê sipî dît, gotê:

-Destûrê bide ez herim bal ruhê mêrê xwe.

-Na, madem ku Ezraîl ne bi te ra ne, ez nahêlim,- dêwê sipî got.

-Ez rica dikim, bihêle.

-De ka bihêle ez te ramûsim, paşê ezê te bihêlim tu herî hundur,- dêw got.

Ruhê Şemê devê xwe da ber devê dêwê sipî û tû kirê. Dêw mir, ji ber ku ruhê Şemê di nav xwelîyê da bû û ji cendekê wê bîna xwelîyê dihat.

Şemê çû bal dêwên sor û reş, bi wî awayî ew jî kuştin, çû gihîşte ruhê mêrê xwe û heta îro jî ew bextewar dijîn[136].

 

 

 


Bozelî

 

Wextekê padîşahek hebû, sê kurên wî hebûn. Qaçax herdem êrîşî li ser kerîyên pezên wî dikirin û ew dişêlandin. Padîşah kurê mezin dişîne ber pêz, ew diçe. Şev nîvê şevê xew ra diçe, cerdeke talankaran êrîşî ser kêrî dike û nîvê pêz dibe. Ew tê bal bavê xwe, dibêje:

-Bavo, cerdê nîvê pêz bir.

Vê carê padîşah kurê xwe yê orte dişîne ber pêz, cerd pezên wî jî dibe. Saltira dinê padîşah kurê xwe yê biçûk – Mîrze Mehmûd dişîne ber pêz. Cerd êrîşî ser pezên wî dike, Mîrze Mehmûd şerê wî dike, ewana xwe li riya revê digrin, diçin dikevine gêlî.

Şebeqê li wir tu kes tunebûye, ew dibê qey dizan beşeke pezên bavê wî dizîne, gerekê paşda vegerînin. Mîrze Mehmûd pir diçe, an hindik diçe, rastî malekê tê. Ber dêrî pîrekê agir dadabû û li dor û berên xwe dinihêrî. Mîrze Mehmûd ji hespê xwe dadikeve, û silavê dide pîrejinê. Jinika pîr xort dibe hundur, lê ew bi xwe hey diçe derva, hey tê hundur. Mîrze Mehmûd dipirse:

-Dayê, tu çima wisa zû bi zû diçî derva û têyî hundur?

-Lao, di bajarê me da axayekî zalim dijî, navê wî Bozelî ye, ew herdem kurê min dişîne talanê xelkê. Niha ez li benda lawê xwe me, ew îdî roja sisîyan e bi cerdê ra çûye.

Demek derbaz dibe, kurê pîrê tê, ber dêrî disekine, dibêje:

-Dayê, vê carê merîkî xurt rastî min hat. Wextê me dixwest pez bidizîya, ewî da dû me, ez ancax ji dest wî filitîm. Navê xortê ku dabû dû me, Mîrze Mehmûd bû, lê jê ra Bozelî jî digotin.

-Bozelî ez bi xwe me,- Mîrze Mehmûd got,- ez hatime bona heyfa xwe ji wan kesan hildim, ku pezên min dizîne. Niha tu navê wî merivî bêje, ku pezên min bal wî ne.

Pîrê xwe wisa datanî, ku xudêgiravî cîyê axa nizane.

-Here bal xûşka min ya orte, ewê cîyê axa ji te ra bêje.

Bozelî diçe bal xûşka orte.

-Kurê min, xûşka ortê dibêje,- axa bi cerdê ra çûye dizîya pêz.

Demekê şûnda kurê wê jî tê û derheqa kirên Mîrze Mehmûd da gilî dike.

-Mîrze Mehmûd ez bi xwe me. Cîyê axa bêjin, ezê herim heyfa xwe jê hildim.

-Xûşka biçûk cîyê wî zane,- pîrê dibêje.

Mîrze Mehmûd diçe welatekî dûrî derez. Ew xûşka biçûk jî dibîne, ku ber derê xwe sekinîye. Ew diçe bal pîrê disekine, dibêje:

-Dayê, were hewara min.

Jinik dibêje:

-Tu kurê min î, ez dayka te me.

Pîrê ji bo xort nan datîne, xort nanê xwe dixwe. Dawî kurê xort jî tê malê, ew jî behsa Mîrze Mehmûd dike û jê ra dibêje:

Mîrze Mehmûd, tu bibaxşîne, dayka min derheqa te da gilî kirîye, ez zanim, ku pezên te hatine dizîn, me ew yek bi fermana axa kirîye.

-Cîyê wî ji min ra bêjin, ezê heyfa xwe jê hildim,- Mîrze Mehmûd dibêje.

Pîrê cîyê mala axa nîşanî Mîrze Mehmûd dide û dibêje:

-Ewê bikeve qilxê qîzan, tu ji wî bawer nekî.

Bozelî diçe mala axa, silavê didê û dibêje:

-Ez hatime şerê te bikim, ji ber ku te pezên min dizîne.

-Başe,- axa bersîvê dide.

Axa wî dibe odeyeke din, gazî xulam û xizmetkarên xwe dike, bi surî dispêre wan pezekê serjê bikin, beroşekê daynine ser êgir, pêz biqejirînin, daynine ser birinc û daynine ber Mîrze Mehmûd. Eger ewî hemû goşt xwer, ewê bi serkeve, eger nikaribû, wê bide der (zora wî biçe).

Xulam û xizmetkar fermana wî bi cîh tînin. Ewana sinîyeke birinc, bi goştê pêz yê qelandî dibin datînin ber Bozelî û diçin. Tarî ketibû erdê. Gotinên xûşka mezin dikevine bîra Mîrze Mehmûd. Ew diçe derva, li siteyrkan dinihêre. Çend deqeyan şûndatir xûşka mezin ber wî disekine, enîya wî radimûse û dest pê dike pê ra goşt dixwe.

Demekê şûnda xulam diçine bal Mîrze Mehmûd. Gava dikevine hundur, pîrê nabînin, ji ber ku ew bi çavan nayê dîtinê, jineke sêr bûye. Xulam dibînin, ku xwerin ser xilazbûnê ye. Bozelî ji wan ra dibêje:

-Eger hûn nikarin mêvanan xwedî bikin, ji bo çi hûn xwe mêvanhiz dihesibînin?

Şebeqê axa û Mîrze Mehmûd şer dikin. Mîrze Mehmûd bi ser dikeve. Ew şûrê xwe ji kalên derdixe bona serê axa jêke, lê axa sîngê xwe vedike, herdu çiçikên wî xuya dibin. Mîrze Mehmûd bi xwe va diçe (dixeriqe). Axa radibe enîya wî miz dide. Mîrze Mehmûd dibêje:

-Şerm ji min ra, ku min ewqas wext bi jinekê ra şer kirîye.

Xanim dibêje:

-Heta îro tu kesî zora min nebiribû, lê îro te bir. Niha ne bi dilekî, lê bi hezar dilê ji te hiz dikim, were îro here nêçîrê, bona riya te vebe. Were li hespa min siyar be.

Mîrze Mehmûd diçe nêçîrê. Ew kêvrûşkekê digire, vedigere mal. Di rê da xanim dikeve bîra wî, ji nişkê va dest û pîyên wî sist dibin, kêvrûşk ji destan dertê, direve. Mîrze Mehmûd tê mal. Xanim jê dipirse:

-Mîrze Mehmûd, te çima kêvrûşk neanî?

-Di rê da tu ketî bîra min, lema jî min nikaribû kêvrûşk bigirta. Eger wêneyekî te hebe, bide min, ez di dema nêçîrê bi xwe ra bibim, bona di rê da derxim, hizreta xwe ji te hildim û paşê bi nêçîra kêvrûşkê va mijûl bim.

Xanim wêneyekî xwe dide Mîrze Mehmûd, ew diçe nêçîrê, di rê da rûdinê û li wêneyê wê dinihêre. Ba radibe, lê dixe wêne dibe, davêje nava behrê. Wêne diçe li darekê hasê dibe, paşê ba lêdixe davêje ber kenêr.

Gavanek diçe ber behrê, wî wêneyî dibîne dibe mal, dide diya xwe. Dê dibêje:

-Ev wêne wê lazimî odeya padîşah bê, baş e ez bibim, nîşanî padîşah bikim, binihêrim çika ew çi dibêje.

Wêne dibe nîşanî padîşah dike, padîşah ecêb dimîne, gazî ersewilên xwe dike, emir dike hemûyan agahdar bikin, ku kê xwedîyê wî wêneyî bibîne, ewê weke giranîya wî zêr bidê. Ersewil 3-4 rojan pey hev dikine gazî.

Pîrê dibêje:

-Ezê wî merivî bînim,- û diçe bal padîşah.

Padîşah çend zêran dide wê û dibêje:

-Eger tu xwedîyê wî wêneyî bînî, ezê weke giranîya te zêr bidim te.

Pîrê şa dibe, li mihîna xwe siyar dibe, diçe welatê xwedîyê wî wêneyî, ber derê mala Mîrze Mehmûd peya dibe. Ew silavê dide xanima ku ji mal dertê. Xanim dibêje:

-Cîyê te ser çavên min heye.

Pîrê dibêje:

-Ez bê war im.

Xanim dibêje:

-Ez nikarim te bihewînim.

Mîrze Mehmûd ji nêçîrê vedigere. Pîrê hîvî jê dike, ku wê bihewînin. Mîrze Mehmûd bi xanimê ra dipeyîve û pê ra qayîl dibe. Rojekê pîrê xanimê dixapîne, wê dibe ber kenarê behrê, bona serê wê bişo. Dema serşûştinê wisa dike, ku kefa sabûnê dikeve çavên wê, ew îdî hew tiştekî dibîne. Pîrê xanimê datîne ser mihîna sêr û hildifirîne ezmanan. Berî wê ew şûrê Mîrze Mehmûd davêje behrê, ji ber ku hêza Mîrze Mehmûd di şûr da bû. Pîrê xanimê dibe malê, serê wê dişo û dibêje:

-Tu çima wisa melûl î?

-Lê ez çi bikim, te ez xapandim, anî van deran. Ev çi welat e?

-Ev welatê padîşahê teyredeyan e, min ru anî vira, ku bi wî ra mêr bikî.

Pîrê padîşah agahdar dike, ku xwedîya wêneyê anîye, gerekê deste kincên baş lê kin. Padîşah kincên xas dide pîrê, wan kincan li xanimê dikin û ew dibine bal padîşah.

Xanim bersîva pirsên padîşah nade, dikeve odeyeke, kêrê û jehr hildide destê xwe û dibêje:

-Kes nêzîkî min nebe.

Niha em bêne ser Mîrze Mehmûd û ”diya” wî, ango derheqa xûşka mezin da. Pîra mezin siteyrkzan bû, ew dertê derva, dibîne ku siteyrka îrze Mehmûd ditemire. Ew difikire: ”Ez çiqas bê ceger im; dayka Mîrze Mehmûd im, lê ew nakeve bîra min”.

Ew berbangê diçe bal xûşka xwe ya ortê û bi sêrbazîyan pê dihese, ku Mîrze Mehmûd ketîye nava halekî xirab. Dikevine odeya Mîrze Mehmûd, dibînin ku kes li wir tune, ji ber ku Mîrze Mehmûd kiribûne nava dolabeke mînanî tabûtê. Dibînin, ku şûrê wî ne di kalên da ne. Xûşka biçûk dikeve behrê, şûrê xwe derdixe û dike nava kalên.

Mîrze Mehmûd hişyar dibe.

-Ez ketibûme di xewa hingorê, xwezî we ez hişyar nekirama.

Xûşk dibêjin:

-Malnexirab, xanim li ku ye, ne axir şûrê te avîtibûne behrê, me derxist.

Mîrze Mehmûd li hespê xwe siyar dibe, diçe welatekî û rastî gavanekî tê.

-Ev çi bajar e?- ew dipirse.

-Ev bajarê bêxwedayan e, tenê ez û diya min em xwedênas in,- gavan dibêje.

Mîrze Mehmûd xatirê xwe ji gavan dixweze, diçe bajêr û dibe mêvanê pîrekê. Ew pîr behsa wî bajarî dike.

-Ev welatê bêxwedayan e, min ji padîşah ra jinek anîye, ew jinik nahêle kes here bal wî, gefa dixwe, ku kê nêzîkî wê bibe, ewê xwe bikuje.

Mîrze Mehmûd ji pîrê ra dibêje:

-Tu here bal wê jinikê, ew jina min e, çi ku ji te ra bêje, were ji min ra bêje. Vê gustîla min jî bibe, nîşanî wê bide.

Pîrê diçe bal xanimê, gustîlê didê û dibêje:

-Ew gustîla Mîrze Mehmûd e. Ka ji min ra bêje, ez çi jê ra bêjim?

Xanim gustîlê hildide, nas dike û dibêje:

-Here ji Mîrze Mehmûd ra bêje, bira hespa xwe bîne, ber dêrî ra derbaz be û bike gazî, ku hespa xwe difiroşe. Padîşah wê hespê bikire.

Pîrê diçe her tiştî ji Mîrze Mehmûd ra şirove dike. Mîrze Mehmûd li hespê xwe siyar dibe, diçe ber qesira padîşah ra derbaz dibe û dike gazî, ku hespê xwe difiroşe. Padîşah ji jor da hespê Mîrze Mehmûd dibîne, bi dilekî na, bi hezar dilî dihebîne. Gazî Mîrze Mehmûd dike, hespê dikire û dibe axurê, lê xulam nikaribûn nêzîkî wê bibin.

Mîrze Mehmûd kaxez û qelem hilda, dest pê kir di nav bajêr da gerîya û ji gişkan ra got, ku ew dikare nexweşan û dînan qenc bike û dikare benikan veke.

Xulaman behs ji padîşah ra şandin, ku hespê te yê ku te nû kirî, dîn e, yek hatîye dînan qenc dike, bibe bal wî, bira qenc bike. Xulam bi sipartina padîşah diçin gazî Mîrze Mehmûd dikin, ku bê bal padîşah.

Mîrze Mehmûd tê. Padîşah dibêje:

-Mîrze Mehmûd, tu gerekê çend rojan miqatîyê li hespê min bikî, ew nahêle, ku xulamên min nêzîkî wî bin.

Mîrze Mehmûd qayîl dibe. Di rê da rastî pîrekê tê û jê ra dibêje:

-Sibê ezê hespê derxime derva, ji xanimê ra bêje, ku hazir be, ezê wê bavêjime terkuya xwe û bibim.

Pîrê diçe, her tişt ji xanimê ra dibêje. Şebeqê xanim li ber dêrî li benda wî disekine. Mîrze Mehmûd jî li hespê siyar, hazir sekinîye. Ew xanimê davêje terkuya xwe û dajo, digihîje welatê xûşkên xwe, razîbûna xwe dide wana û diçe mala xwe.

Bavê Mîrze Mehmûd şa dibe û daweta wan dike[137].

 

 

 


Şamil

 

Padîşahek hebûye. Ew kurê xwe dizewicîne. Roja dawetê gelek merivan dibe, ku bûkê siyar bikin, bînin û dawetê bikin. Xinamî bûkê siyar dikin, lê wê rojê nagihîjin mal, şeva xwe li derva derbaz dikin. Şebeqê dibînin ku marekî ziya li dor wan girtîye, ew di xeleqê da mane. Yek ji merivên bi aqil ser serê ziya disekine û dibêje:

-Ez heyran, tu çi ji me dixwezî?

Ziya vedigere, dibêje:

-Kurekî padîşah heye, navê wî Şamil e. Min di xewnê da dîtîye, ku tenê ew dikare min bigihîne mirazê min. Eger hûn Şamil bînine bal min, ezê we berdim, eger we ne anî, ezê bi we va vedim û we hemûyan bikujim.

Ew merivê bi aqil ev behs digihîne padîşah (padîşah jî di wê xeleqê da bû). Padîşah demeke dirêj difikire û dibêje:

-Baş e, yekî bihêlin bira ji xeleqê derkeve, here Şamil bîne.

Ziya bi ya padîşah dike, xeleqê hinekî vedike, yek ji mêran jê derdikeve, diçe bal Şamil û derheqa wî hal û hewalî da ji wî ra dibêje.

Şamil diçe bal ziya. Ziya xeleqê vedike û bi Şamil ra tek dibin, ango ew herdu bi tenê dimînin. Şamil xatirê xwe ji bavê xwe dixweze, bi ziya ra hinekî dûr diçin, lê vexwendî diçine dawetê. Ziya û Şamil radibine serê zinarekî.

Padîşah bi dawetvanîyan ra dikeve bajêr, lê derheqa kurê xwe da gelek difikire, ji ber ku ew lawê wî yê herî hizkirî bû.

Ziya ji Şamil ra dibêje:

-Şamil, ev zinar warê min e. Min di xewnê da dîtîye, ku tenê tu dikarî min bigihînî mirazê min. Qîza padîşahê horî-perîyan dilketîya min e, tu gerekê herî wê ji min ra bînî.

Şamil navê Melekê Taûs dide û bi rê dikeve, ser çiyan, deştan û gelîyan ra derbaz dibe. Pir diçe, hindik diçe, Xwedê zane, rojekê teyrok dibare. Şamil dibîne, ku çivîkeke ji teyrokê halketî diricife û xwe virda û wêda davêje. Şamil nêzîkî çivîkê dibe, wê hildide, dike paşila xwe û ber zinarekî disekine, heta teyrok xilaz dibe. Ew çivîkê berdide ku bifire here, aza perwaz bide. Çivîk li ser zinarekî terikî disekine û bi zarê merîyan bi Şamil ra dipeyîve:

-Ez kurê padîşahê teyredeya me, han ji te ra perek ji baskê min, kengê bikevî halekî teng, dane ser êgir, ezê bême hewara te.

Şamil riya xwe berdewam dike, diçe ber çemekî disekine û rastî mûristangan tê. Mûrî dixwestin derbazî wî berî çêm bin, lê nikaribûn, diketine avê û dixeniqîn. Şamil şûrê xwe ji kalên derdixe, datîne ser çêm, bona mûrî ser ra derbaz bibin. Mûrî pey hev ra derbaz dibin, yê dawî mabû, lê pîyê wê li devê şûr dikeve, Şamil wê yekê dibîne, kizîn li dilê wî tê, dibêje:

-Sed heyf,- ew dibêje,- hemû mûrî sip-silamet derbazî wî berî çêm bûn, lê nizanim çawa bû, pîyê eva dawî li şûrê min ket û pîyê wî jê kir.

Ev mûrîyê dawî bi zarê merivan bi wî ra dikale (dipeyîve):

-Şamil, te mûrîyên min aza kir, vî pîyê min yê jêkirî hilde bal xwe, gava bikevî rojeke teng, pîyê min dane ser êgir, ezê bême hewara te.

Şamil pîyê wê dike paşila xwe û diçe. Ew di orta du bilûrên gîhê da merivekî marê ziya di dêst da dibîne. Şamil diçe bal wî û dibêje:

-Selam, xortê delal.

-Tu ser serê min û ser çavên min ra hatî,- xort bersîva wî dide.- Navê te bi xêr?

-Navê min Şamil e.

-Tu wa di ku da diçî?

-Ez diçim keça padîşahê horî-perîyan ji xwe ra bînim.

-Navê min Gurguhêz e, tu birayê min yê mezin î, ez birayê te yê biçûk im, tu di ku da herî, ezê bi te ra bêm.

Dibine destebirakên hev û diçin. Pir diçin, an hindik, Xwedê zane. Diçin, rastî merivekî bi navê Ahmed tên. Ew jî dibêje:

-Ez gerekê bi we ra bêm.

Şamil razî dibe, ewana riya xwe berdewam dikin. Hinekî jî diçin, rastî Ahmedê bilûrvan tên. Ew jî dibe destebirakê wan. Evana diçin û rastî Ahmedê têrnexwer tên, ew jî digihîje wana, dibin pênc heval. Li ser rê goristan hebûne, ji mezelan deng têne bihîstinê, ku: ”Hûn tên û derbaz dibin, lê qet silavekê jî nadine me”.

Şamil dibêje:

-Bibaxşînin, me nizanibû, ku li van deran mezel hene.

Ewana diçine bal mezelan û rastî merivekî bi navê Ahmed tên, ku ji mezelekê derketibû. Ew jî bi wan ra dibe heval û dibin şeş û bi rê dikevin. Pir diçin, hindik diçin, Xwedê zane, rastî Ahmedê defçî tên. Ev jî digihîje wana, dibin heft heval. Paşê rastî Ahmedê wênekêş tên, ew jî bi wan ra dibe heval. Diçine bajarekî û dibine mêvanê pîrekê.

Ji pîrê dipirsin:

-Ev çi bajar e?

-Eva bajarê padîşahê perîyan e.

Her heyşt birayên destebirak difikirin, ku çawa bikin keça padîşaha perîyan bibînin. Biryar dikin wêneyê Şamil bikişînin, bibin bal keça padîşah, bona ew bibîne û eger Şamil begem bike, paşê gavên dinê bifikirin. Wêneyê Şamil dikişînin, wêne hildidin û bi def û zurnê dibine bal keçikê. Keça padîşah wana dibîne û gazî bal xwe dike. Ew wêneyê Şamil dibîne û ser bengî dibe. Ew carîyên xwe ji odeyê derdixe û dispêre ku Şamil bînin bal wê. Difikirin, ku çawa bikin, ku dema anînê kes Şamil nebîne.

Gulperî dibêje:

-Kincên jinan lê kin, eger pirs bikin, bêjin ku diçe bal xanimê, xanim wê karekî bidê.

Hevalên Şamil diçin û derheqa vê yekê da jê ra dibêjin. Şamil diçe bal Gulperîyê, ewana dikevine nava sohbetê û ser hev bengî dibin, lê Şamil surên xwe ji keçikê ra nabêje, vedigere bal hevalan. Ew ji hevalan ra dibêje:

-Niha hûn herin li ser Kevirê xazgînîyan rûnên.

Du heval radibin, diçin ser kêvir rûdinên. Xulam û xizmetkarên padîşah wî dibînin û dibêjin:

-Hûn çi dixwezin?

-Em jinê dixwezin. Jinxwestin edetê dinyayê ye,- Ahmed bersîvê dide.

Xulam diçin derheqa wê yekê da ji padîşah ra dibêjin. Padîşah dibêje:

-Bihêlin bira bêne bal min, ka ez binihêrim ew kê ne.

Herdu Ahmed jî diçine bal padîşah. Padîşah xêrhatinê li wan dike, ew rûdinên. Padîşah dibêje:

-Xêr e, hûn ji bo çi hatine?

-Ez xulam, jinxwestin edetê dinyayê ye, em jî hatine bona qîza te ji bo birayê xwe bixwezin,- ji herdu Ahmedan yek dibêje.

-Hûn ji bo kîjan birayê xwe dixwezin?- padîşah dipirse,- wî merivî bînin bal min, da ku ez wî bibînim.

Bira diçin Şamil tînin. Padîşah ku Şamil dibîne, jê hiz dike û dibêje:

-Şamil, ezê qîza xwe bi wî şertî bidime te, ku tu di şevekê da çewaleke tijî ceh û genim ji hev bibijêrî û ji hev cuda bikî.

Şamil qayîl dibe. Ew diçe derva, ji paşila xwe pîyê mûrîyê derdixe û datîne ser êgir. Hemû mûrî berev dibin, bi daxaza Şamil di nav şevekê da ceh û genim ji hev cuda dikin û diçin.

Padîşah berbangê diçe dibîne, ku ceh û genim ji hev hatine cudakirin. Ew gazî Şamil dike û dibêje:

-Niha şertekî minî dinê heye. Li ser devê misîna kalikê min ya zêrkildayî navê wî hatîye kolan. Ew misîn avîtine behrê, tu gerekê herî misînê bînî. Xêr ku te misîn anî, ezê qîza xwe bidime te.

Şamil razî dibe. Şev hemû razabûn. Şamil diçe ber kenarê behrê, perekî baskê teyredeyê derdixe, agir dadide û datîne ser. Dibîne, ku bêhesab refên teyran hatin dora wî berev bûn. Serekê refê dibêje:

-Emir bike, ka daxaza te çi ye?

-Padîşah ji min misîna zêrîn dixweze, ku ser devê wê navê kalikê wî hatîye nivîsar, ew di binê behrê da ne,- Şamil dibêje.

Serekê refê emirî ser refeke teyredeyan dike, ku misînê bîne. Ref dikeve binê behrê, ji binê behrê misînê derdixe û dide Şamil. Şamil gelekî şa dibe. Ref xatirê xwe jê dixwezin û diçin.

Şamil misînê dibe dide padîşah. Padîşah zendegirtî dimîne û dibêje:

-Êvarê kerem bikin, werin nan bixun.

Şamil derheqa van yekan da ji Gulperîyê ra dibêje. Gulperî dibêje:

-Xwerina, ku wê dayne ber we, jehrdadayî ye.

Şamil vedigere, diçe bal birayan û ji wan ra dibêje:

-Padîşah gazî me dike bona me jehrdadayî bike. Wextê xwerinê li min binihêrin, ez çawa dikim, hûn jî wisa bikin.

Diçin, dikevine mala padîşah, dora sifreyê rûdinên. Alîyekî sifreyê merivên padîşah rûniştibûn, li alîyê dinê jî bira rûniştibûn. Şamil dibêje:

-Gorî edetê mala me, berî nanxwerinê em gerekê li bilûrê xin, paşê bixun.

Ahmed bi dengekî bilind li bilûrê dixe, deng wisa bilind bû, ku guhên haziran kerr dibûn. Xênji birayan, yên din hemû serên xwe bi arxalixê digirin. Şamil radibe xwerina ku danîne ber wan, datîne ber merivên padîşah, lê xwerina wana datîne ber birayan. Piştî wê Ahmed îdî hew li bilûrê dixe.

Merivên padîşah serên xwe ji bin arxalixan derdixin û destpê dikin, dixun. Hemû qir dibin. Padîşah tê dibîne, ku merivên wî hemû qir bûne, lê tişt bi birayan ne hatîye, şaş û metel dimîne. Padîşah çarneçar qîza xwe dide wan. Bira Gulperîyê ji bajêr derdixin, xatirê xwe ji Şamil dixwezin û diçine welatê xwe.

Di rê da Şamil eşkere ji Gulperîyê ra dibêje, ku wê dibin bona marê ziya. Gulperî dibêje:

-Ez jî zanim, lê gava em bigihîjine warê marê ziya, tu li ber zinêr bi dengekî bilind bike gazî, bêje, ku min dibin bona wî.

Dema digihîjine warê ziya, Şamil ber zinêr disekine û gazî wî dike, ziya ji şabûnan xwe ji zinêr davêje û pirtî-pirtî dibe.

Şamil Gulperîyê dibe welatê xwe, di rê da rastî merivekî belengaz tê, zêrekê didê û dibêjê:

-Here çavronkayî bide bavê min, ku kurê wî hatîye û min ji xwe ra qîzek anîye.

Padişah bi wezîr-wekîlên xwe va, binecîyên bajêr tên pêşîya Şamil û jina wî. Wana bi def û zurnê dibine malê, heft rojan, heft şevan dawetê dikin.

Ewana çûn gihîştine mirazê xwe, hûn jî bigihîjine mirazê xwe[138].


Gulperî

 

Padîşahek hebûye, sê kurên wî hebûne û baxçekî wî yê sûrkirî û sengerkirî hebûye. Her payîz, gava dar ber didan, dêwek dihat berên daran dixwer û diçû. Ew wisa hîn bûbû berên daran dixwer, ku padîşah di hizreta berên wan daran da dima. Rojekê padîşah emirî ser kurê xwe dike, dibêjê:

-Lao, îsal darên me rind girtine, here ber baxan, binihêre, ku kes zirarê nedê, dizîyê neke.

Kurê padîşah yê mezin diçe miqatîyê li bêx bike. Şev radizê, sibê şebeqê hişyar dibe, dibîne, ku ser daran ber nemane, te digot qey daran tew ber negirtibûn. Diçe bal bavê xwe, dibêje hal û hewal ev e.

Saltira dinê padîşah kurê xwe yê orte dişîne bona ew miqatî li bax û baxçê malê bike. Ew yek tê serê wî jî. Ew sal jî di ser wan ra dibuhure. Sala dinê kurê padîşahî biçûk – Mîrze Mehmûd ji bavê xwe ra dibêje, ku ew dixweze here ber bax û baxçê malê.

Mîrze Mehmûd şûrê xwe girê dide, tîr û kevanê xwe hildide û ber baxçe disekine. Nêzîkî şebeqê xew zor lê dike. Ew tilîya xwe dibire, ku xewa wî neyê, lê şewat ketibû tilîya wî, çareya wî hatibû birînê. Demeke xurt şûnda texmîn dike, ku yek ji ezmanan mîna ewirên nîsanê hate xwarê, li baxçe peya bû. Mîrze Mehmûd dibîne, ku eva dêwê firok e. Ewî tîr û kevanê xwe hilda, tîrê xwe berda û rast li enîya dêw xist. Dêw birîndar bû û bû reqînîya wî kete erdê. Mîrze Mehmûd çû bal bavê xwe û gotê:

-Min dijminê me birîndar kir, ew dêwekî reş bû.

-Herin dêw bikujin,- bav emir dike.

Bira bi hev ra çûn, ku dêw bikujin, ewana di rê da korek (çalek) dîtin. Dêw ketibû wê korê. Birayê mezin got:

-Min peyayî korê bikin, ezê wî bikujim.

Wî peyayî korê kirin, lê ji tirsan kire qîrîn, dest avîtinê, derxistin. Vê carê kurê orte peya kirin, heta nîvê korê çû, ew jî tirsîya, carek din hilbirandin. Mîrze Mehmûd peyayî korê kirin, ewî şûrê xwe kişand û kete korê. Di korê da av tunebû, derîyek vebû, di hundur da keçeke husulcemal rûniştibû, xalîçe çê dikir, dîkê zêrîn û mirîşkek jî kêlekê bûn, ser sinîyê dilîstin. Xort pirsî:

-Dêwê Qehr li ku ye?

-Ji min wê da xûşka min ya orte dijî, here bal wê, ewê ji te ra bêje.

Xort çû bal wê, dîsa ew pirs dayê, ewê jî wek xûşka xwe bersîv da û gotê:

Mîrze Mehmûd çû, silav da qîzikê û cîyê dêw pirsî. Ewî derheqa dijminatîya xwe ya di hindava dêw da ji qîzikê ra got û di ser da zêde kir, ku ew dixweze dêw bikuje.

-Dêwê Qehr birîndar bûye, razaye,- qîzikê got,- tu gava carekê lêxî, îdî derba xwe dubare neke, yan na ewê rabe û te bikuje.

Mîrze Mehmûd çû bal dêw, dît ew razaye, şûrê xwe derxist û got:

-Şemso, tu bêyî hewara min,- û li pişta dêw xist.

Dêw bû du keran û got:

-Carekê jî lêxe!

-Edetê mala me wisan e, ku em derbekê lê didin, derba dudan guneh e,- Mîrze Mehmûd bersîvê dide.

Dêw mir.

-Gulî,- Mîrze Mehmûd gote qîzikê,- were em herine welatê me, tuyê bibî bermalîya min, emê herdu xûşkên te jî bibin ji birayên xwe ra.

Gulperî qayîl bû. Wana hebûna dêw, herdu xûşkên mezin bi xwe ra hildan û ketine korê (çalê). Mîrze Mehmûd bangî birayan kir, ku wana ji korê derxin. Bira şirît daxistin, pêşî herdu xûşk derxistin. Xûşka biçûk ber Mîrze Mehmûd pêşnîyar kir, ku pêşî ew ji korê derê, lê ew qayîl nebû.

-Baş e,- Gulperîyê got,- lê ezê tiştekî ji te ra bêjim. Hespê dêw li gomê girêdaye, piştî ku we ez derxistim, zû here bal hespê, ji dêla wê du mûyan bikişîne û bike berîka xwe. Li kîderê ketî roja teng, dane ser êgir, hespê destxweda bê hewara te. Tiştekî din jî: her rojên înîyan du beran têne ser kanîyê, ewana beranên sêr in, yek ji wana gewr e, yek sîs e (sipî ye). Ewanayê biçêrin, paşê wê bêne ser kanîyê avê vexun, paşê wê şerê hev bikin. Ewê xwê din, beranê sîs ji xûdanê wê gewr be, lê yê gewr jî wê sîs be. Li beranê gewr siyar nebe, ewê te bibe binê heft tevekên erdê.

Gulperî ji korê derdikeve. Birayên Mîrze Mehmûd wê ji korê dernaxin, bi mixenetî li wir dihêlin. Mîrze Mehmûd gotinên Gulperîyê pêk tîne, ji dêla hespê du mûyên dirêj kaş dike û datîne berîka xwe. Paşê dibîne, ku rastîyê jî du beran ji cîkî derketin, êm (gîha) xwerin, av vexwerin û dest pê kirin şer kirin. Xort bi şaşîtî xwe davêje ser beranê gewr, bi fikira ku ew beranê sîs e, wê wî derxe dinya ronik. Beranê gewr Mîrze Mehmûd dibe binê heft tevekê erdê, dinyayeke tarî.

Mîrze Mehmûd bi rê dikeve û tê bajarekî nenas, ku li wir îşiq hebûye. Di wî bajarî da ew dibe mêvanê pîrekê. Pîrê nan dide wî, nanê xwe dixwe û avê dixweze.

-Ava me tune,- pîrê dibêje,- kanîyeke me heye, lê dêwek li wê kanîyê hasê bûye, nahêle ava me bikişe. Her roj milet keçekê dibe davêje ber dêw, bona ew wê bixwe û avê berde, bikişe. Vê heftêyê dora keça padîşah e, ewê wê bixwe.

Roja înîyê pîrê û Mîrze Mehmûd diçine ber kanîyê bona avê bînin. Padîşah bi beroşeke mezin xwerin daye çêkirinê, şandîye ser kanîyê, bona dêw wê xwerinê bixwe. Keça padîşah jî bi sitûnê va girêdane, bona wê jî bixwe. Mîrze Mehmûd şûrê xwe ji kalên derdixe, dêw pirtî-pirtî dike, keçikê rizgar dike û diçine mala bavê wê. Keçik destê xwe di xwîna dêw da war dike, li pişta xort dixe û diçe mala bavê xwe. Padîşah ser keça xwe hêrs dikeve, ku tu revîyî hatî, îcar em gişkê ji tîna bibehicin û bimirin.

-Bavo,- keçik bi şabûn dibêje,- dêw kuştin.

Temamîya bajêr şa dibe, av îdî dixulxule û dişirike. Padîşah fermanê derdixe, ku hemû xortên bajêr bêne bal wî. Mîrze Mehmûd jî bi xortan ra tevayî tê bal padîşah. Keçik nêzîkî wî dibe û ew nas dike. Wî dibine bal padîşah.

-Xortê delal, padîşah dibêje,- te ji min ra qencî kirîye, te keça min ji mirinê xilaz kirîye, te av daye me, de ka bêje, tu çi dixwezî, di dinyayê da devê te li çi bigere, ezê bidime te, şerm nekî, eger keça min jî bixwezî, ezê bidim.

-Keça te xûşka min e,- Mîrze Mehmûd dibêje,- daxaza min ew e, tu min derxî dinya ronik.

-Ser hidûdê me teyrê Sînem heye, tenê ew dikare te li dinya ronik xe. Eva heft sal e dêwek çêlikên wê dixwe. Ewê daxaza te pêk bîne. Bi awayekî din em nikarin alî te bikin,- padîşah dibêje.

Mîrze Mehmûd xortekî genc bi xwe ra hildide û diçe bal hêlîna teyrê Sînem. Dibînin, ku dêwek hat xwe li wê darê aland, ku hêlîna teyr li ser bû. Mîrze Mehmûd ji cîyê ku xwe telandibû, derdikeve, tê digihîje dêw û wî pirtî-pirtî dike. Teyr tê dibîne, ku cêlikên wî sax û silamet in. Her sal wan çaxan dêw îdî hemû çêlikên teyr xweribûn. Teyrê Sînem gelekî şa dibe, silavê didê û dipirse, ka ew kî ye.

-Ez filankes im,- Mîrze Mehmûd bersîvê dide,- ez dixwezim derkevime dinya ronik, lema jî min çêlikên te rizgar kirin. Em wisa bizanibin, ku tu pêşîyên min î, ango tu bavê bavan î, min qencî ji te ra kirîye, min derxe dinya ronik.

Teyr difikire û dibêje:

-Baş e, here heft dûvên beranan, heft tulumên avê bîne, wî çaxî ezê te derxime dinya ronik.

Mîrze Mehmûd diçe bal padîşah, gotinên teyrê Sînem jê ra dibêje. Padîşah daxazên wî bi cîh tîne. Xort dûv û tuluman dibe, dide teyrê Sînem. Merivên padîşah vedigerin diçin bal teyrê Sînem û digihîjine Mîrze Mehmûd. Ew dûv û tulum datîne ser pişta teyr û bi xwe jî li ser rûdinê. Teyr xwerina deh rojan ji çêlikên xwe ra dihêle. Teyr di nava heft rojan da çêlik derdixe dinya ronik. Ewana ji hev diqetin.

Xort diçe digihîje wetenê xwe, rastî şivanekî tê, silavê dide, silavê werdigire û demeke dirêj pê ra qise dike. Mîrze Mehmûd çekên (kincên) xwe dide wî, çekên wî li xwe dike. Pezekê serjê dikin, Mîrze Mehmûd dil-hinav û pizûr hildide, di çêm da dişo, datîne ser serê xwe, dibe keçelok û diçe gundekî. Ew gundekî mezin bû. Di vî gundî da ew dibe şagirtê zêrker, hînî sinetkarîyê dibe. Rojekê di wî gundê mezin da dawetekê dikin, keçelok cîkî dûr agir dadide, du mûyên bijîyên hespê dêw derdixe, datîne ser êgir, hew dibîne hesp bi çek û sîlihan, ber wî disekine. Keçelok çekên wî hildide, diçe cîyê dawetê, cirîdê direqise. Di reqasê da kes nedigihîşte wî, heta êvara dereng bi dawetvanîyan ra dilîze û hespê berdide. Hesp diçe, ew jî diçe bal zêrker û zîvkaran.

Mîrze Mehmûd mûyên hespê kihêl datîne ser êgir. Hesp tê, Mîrze Mehmûd lê siyar dibe. Keçik wî dibîne, nas dike û diçe bal bavê xwe, jê ra dibêje:

-Tu gerekê ji min ra dîk û mirîşka zêrîn bînî, bona ew li ser sinîya zêrîn bireqisin, seba ez şa bim.

Padîşah gazî zêrker dike û tembe didê:

-Zêrker, tu gerekê dîk û mirîşka zêrîn çêkî, ku ew ser sinîyê bireqisin, eger te daxaza min bi cî neanî, ezê serê te lêxim.

Zêrkerê feqîr diçe mal, derheqa daxaza padîşah da ji jina xwe ra gilî dike. Jina wî şaş dimîne, lê Keçelok jê ra dibêje:

-Tu ji min ra nîv pûd gûz bîne, ezê çêkim.

Zêrker diçe sûkê, tiştên tembekirî dikire, dibe dide Keçelok. Keçelok wana qestbende tîne. Şev, gava gişk radizên, Keçelok ji cî radibe, mûyên hespê birûskê li hev dixe, hespê sêr ber wî hazir disekine. Mîrze Mehmûd daxaza xwe jê ra dibêje. Hesp di nava deqekê da dîk û mirîşka zêrîn bi sinîya zêrîn va ber wî datîne.

-Ez ji te gelekî memnûn im,- zêrker dibêje,- ji vir şûnda tuyê kurê minî helal bî.

Zêrker dîk û mirîşkê dibe datîne ser maseya padîşah. Padîşah behs dişîne, Gulperîyê tînin, dîk û mirîşka zêrîn bi sinîya zêrîn va dibîne û dibêje:

-Kê ku ev anîbin, ezê wî jî bistînim.

Gazî zêrker dikin. Padîşah jê dipirse:

-Zêrker, ka were rast bêje; te evana çê kirine, yan hinekên din?

-Ez xulam, Keçelok çê kirîye.

Padîşah gazî Keçelok dike û eynî pirs didê. Xort li xwe mukur tê, ku ewî çê kirîye. Gulperî xort nas dike, ewana hev hemêz dikin. Padîşah şaş û metel li wan dinihêre û dipirse:

-Gulperî, ez padîşah im, ew çawan e, tu bi kurê min ra mêr nakî, bi vî keçelî ra mêr dikî?

-Gazî kurên xwe bike, sê kurên te hebûn, ka kurê te yê biçûk,- Gulperî dibêje.

-Dêwan kurê min yê biçûk kuştine,- padîşah dibêje.

Li vir Gulperî derheqa Mîrze Mehmûd da her tiştî dibêje. Tê dertê, ku ew xortê li wir sekinîye, Mîrze Mehmûd bi xwe ye. Keçelok hûr-pizûrê pêz ji ser serê xwe hildide û wêda davêje. Bav û kur wî nas dikin. Bav kurê xwe hemêz dike û dibêje:

-Ez gerekê herdu kurên xwe yên mezin ji mal derxim.

Mîrze Mehmûd hîvî dike wê yekê neke, rast e, wana xirabîya xwe kirîye, lê ew naxweze wek wan bike.

-Bavo, wana xirabî kirîye, ez naxwezim bikim, ewê jî bimirin, ez jî, lê bira milet hal û hewalê min û bira nizanibe.

Padîşah Mîrze Mehmûd û Gulperîyê radimûse. Herdu bira ji şerman soromoro dibin û ji mal derdikevin.

Padîşah heft roj, heft şevan dawetê dike, Mîrze Mehmûd û Gulperîyê dizewicîne.

Ewana gihîştine mirazê xwe, hûn jî bigihîjine mirazê xwe[139].

 

 


Aşvan

 

Li bajarekî merivek hebû, aşeke wî hebû, aşvanekî belengaz ber bû û maeşê wî aşvanî arê ku bi dîwaran va digirt bû.

Payîzan av diqerimî û aş kar ne dikir. Payîzekê jî aş sekinî, aşvan kilît û mifteyên êş birin dane xwedî.

Rojeke baharê aşvan û jina xwe hişyar bûn û texmîn kirin, ku di nav wan da tiştekî sar dilive. Ewana rabûn, çira vêxistin û dîtin, ku ew mareke bedew, di rengê sipî da ye û ji tirsan xwe dane alîyekî. Mar çû ber dêrî, li ser poça xwe sekinî û dest pê kir kêlimî (axivî).

-Dayê, bavo, hûn çima ji min direvin, merî jî ji kurê xwe bireve, ne axir ez kurê we me?!

-Tu mar î, lê em merî ne, em çawa dikarin te di nav xwe da xwedî bikin?- aşvan got.

-Bavo, dayê, min daynine orta xwe, eger hûn daneynin, ezê riya we bigirim, we bikujim.

Aşvan û jina wî dîtin ku çare tune, pal dan, mar hildan û kirine orta xwe. Ewana ji tirsan nikaribûn razana, lê deng ne dikirin. Wî awayî ew hînî mar bûn, îdî jê ne ditirsîyan, heta jê hiz dikirin jî. Rojekê mar got:

-Bavo, tu qet nabêjî ez te bizawicînim?

-Lao, tu mar î, zewac çî ji te ra ne?

-Tu gerekê keça serekbajêr ji min ra bixwezî,- mar dibêje.

-Lao, em sê mehên payîzê bi arê dora dîwarên êş digre va dijîn, ez aşvanê wî me, ew ku ev behs bibihîze, wê min bikuje.

Mar got:

-Tu diçî, here, xêr ku naçî, ezê te bikujim.

Aşvanê feqîr potê xwe avîte navmila xwe, çû ber mala xwedî û rûnişt ser Kevirê xazgînîyan. Yek ji xulaman derket, pirsî:

-Aşvan, te îdî tu cî nedît, tu hatî ser Kevirê xazgînîyan rûniştî?

Qîzxwestin edetê dinyayê ye,- aşvan got.

Xulam çû bal axa, gotê, ku aşvan hatîye, li ser Kevirê xazgînîyan rûniştîye, qîza te bona kurê xwe dixweze.

-Here gazîkê bira bê,- axa got.

Aşvan çû bal axa, ber pante da, ji tirsan zimanê wî ketibû hev. Axa got:

-Aşvan, tu qîza min ji kurê xwe ra dixwezî?

-Qîzxwestin edetê dinyayê ye,- aşvan got.

-90 pezên min hene,- axa got,- vê baharê tu gerekê wana li zozanan rind xwedî bikî, payîzê sax û silamet gişkan vegerînî. Ezê ji te 900 berxan bixwezim, eger te vê daxaza min pêk anî, ezê qîza xwe bidim, paşê ezê ji te qelen bixwezim, eger nedî, ezê serê te lêxim (jêkim).

Ewî bi aşvan ra peyman girêda, mohr kir, kire nava qutîyê, 90 pez anî û da aşvan. Xulam pez birin ber derê aşvan û vegerîyan. Aşvan çû mal, mar gotê:

-Bavo, te çi kir?

-Lao, ne tu bî, ne jî bavê te be, axa tiştekî wisa ji min ra gotîye, ku emirê me heta payîzê maye.

-Bavo, tu çima hêrsa xwe ser min radikî?

-Lao, axa dixweze ku ez 90 pezên wî xwey kim, payîzê 900 berxan bidimê, şîrê mîyan û rûn û penîrê wan jî bidime wî. Eger nekim, wê serê me gişkan jêke.

-Bavo, tu çima ditirsî, şebeqê rabe, pez bajo çiyayê mezin, ezê dû te bêm.

Aşvan pez da pêşîya xwe, ajot, mar jî dû kêrî diçû. Ewana çûn gihîştine serê çiyê, mar demekê fikirî û got:

-Bavo, tu mezin bûyî, îdî nikarî, vegere mal.

Aşvanê belengaz vegerîya mal. Mar çend caran poça xwe li erdê xist, pez berevî ser hev kir, ajot, bire serê çiyê. Pez û mar çûn, bê ser û berate winda bûn.

Aşvan vegerîya mal, bi fikira ku pez û mar winda bûne, ew û jina xwe dest pê kirin girîyan. Êvara dereng hazir dibûn razên, hew dîtin mar kete hundur.

-Lao, te kerîyê pêz çi kir?

-Bavo, tu ji bo çi dipirsî? Werin min germ bikin, ez dicemidim.

Aşvan û jina wî ketine nava cî, mar çû bal wan. Wana wisa heta payîzê mar xwedî kirin. Payîzê serekê bajêr gazî aşvan kir, bona ew pezên wî bi berxan va lê vegerîne û ser qelen li hev bikin. Aşvan çû û bi dilekî şikestî vegerîya mal. Qudûmên çokên wî şikestibûn, ricaf ketibû canê wî. Mar pirsî:

-Bavo, çi qewimîye?

-Lao, axa pezên xwe dixweze, niha ezê pezan ji ku bînim, ewê vê şevê serê me gişkan bide jêkirinê, ew merivekî bêxwedê ye.

-Werin em bikevine nava cî, min heta sibê zû germ bikin, Xwedê rehm e.

Wana mar danî navbera xwe û razan. Berbangê, hela kew neketibû sibê, mar aşvan hişyar kir. Ewana rabûn, kincên xwe li xwe kirin. Aşvan derket, dît ber dêrî 90 pez û 900 berx hene, hasileta şîr jî bêhesab pir e. Aşvan çû ji axa ra got, ku her tişt hazir e. Axa pezên xwe bir.

Mar got:

-Bavo, îdî tu kêmasî tune, rabe here bûka xwe bîne.

Aşvan çû bal axa.

-Ez xulam, ka bûka min bide.

-Ez qurban, ew pez têra herêkirina (dema qîzxwestinê, dibêjin ”erê”) qîza min nake, were rûnê, emê qelenê qîza xwe bibirin.

Aşvan rûnişt, odeya axa bi merivan va kimkimî bû, hatibûn bizanibin ka axa wê ji bo qîza xwe çiqasî qelen bixweze.

Axa got:

 

-Qelenê keça min ser deveyên sor in

Barê wan gerekê hemû zêr be

Rêvebirê wan gerekê qûlekî xurt be

Gem û hevsarên wan gerekê reş bin

Barê wan gerekê bi lodan be

Rêvebirê wan yekî porreş be

Gem û hevsarên wan gerekê sipî bin

Rêvebir jî gerekê esmer be.

 

Eger te anî, bûk ya te ye, eger te neanî, ezê serê te jêkim.

Aşvan bi hêvîbir vegerîya mal. Mar pirsî:

-Bavo, tu çima wisa mirûzkirî yî, çi li te dest daye?

-Lao, tiştekî zehmet e,- û gotinên axa hemû jê ra got.

-Bavo, rastî jî tiştekî zehmet e, lê hûn min germ bikin, ezê çareyekê bikim, Xwedê rehm e.

Sibê şebeqê mar aşvan hişyar kir û gotê:

-Bavo, rabe here derva, binihêre çika çi heye, çi tuneye.

Aşvan rabû, kincên xwe li xwe kir, çû derva û dît gelek deve sekinîne, diçêrin. Ew bi lez hate malê, serê wî li rexdêrî ket, kire qîrîn. Mar pirsî, ka çi qewimî.

-Lao, heywanên situxwar hatine, ber derê me sekinîne, ewanayê hemû binecîyên bajêr bixun.

-Qelenê bûka te çiqas e, rabe bibe bide axa, bûka xwe bîne.

Aşvan bi jîrî bi ser xwe da hat, çimkî axa çi ku xwestibû, hazir bû. Ew rabû, kete pêşîya deveyan û ajote ber derê axa. Bang li axa kir, bona qelenê qîzê bidê. Axa bi merivên xwe va derket. Aşvan got:

-Min qelenê keça te tam anîye, hazirîya xwe ya dawetê bibîne, emê dawetê bikin.

-Aşvan,- axa got,- ez ji te dixwezim, ku tu xanîyên wisa çêkî, ku ji malên min baştir bin. Di orta malên min û mala te da gerekê bax û gulistan bin û gerekê serê daran bigihîjine hev. Di baxçe da gerekê hewzeke ji mermer hebe, ji şêmîka mala te heta şêmîka mala min gerekê xalîçe bêne raxistinê. Di baxçe da gerekê bilbil bistirên, bona tu sibê bêyî û di nav wî baxçeyî da keça min bibî. Eger te sibê hazir kir, tuyê bêyî keça min bibî, eger te hazir ne kir, ezê serê te û kurê te jêkim.

Aşvan serê xwe kire ber xwe, melûl vegerîya mal, gotinên axa ji kurê xwe ra got. Mar ji dê û bavê xwe ra got:

-Werin min germ bikin.

Berbangê mar aşvan hişyar kir. Ew rabû, dît ku dor û berên wan hemî guhêrîye, mal jî, navmal jî, her tişt. Aşvan û jina wî nizanibûn ji kîjan derî ra derkevin. Derketin, dîtin ku ber dêrî baxçeyek heye, dengê def û zurneyê tê, fayton ber derî sekinîne, her tişt hazir e bona bûkê siyar bikin. Mar ji diya xwe ra got:

-Tu û bavê min li hespan siyar bin, herin bûkê bînin. Bîne vê odeyê, derî ser da bigire, îdî derheqa me da nefikire, tevî bavê min kêf bikin, bixun û vexun.

Aşvan û jina wî li faytonê siyar bûn û çûne mala axa. Axa ji destê bûka teze girt, ji mal derxist û li faytonê siyar kir. Aşvan bi def û zurnê bûk anî ber ocaxa xwe peya kir, derê odeyê vekir bûk bire hundur û derî ser da dada. Bûk dît, ku ji odeyê marek derket. Ew gelek tirsîya. Hinekî şûnda mar bû xortekî delal û keçikê hemêz kir[140].

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


N A V E R O K

 

Çend gotin

Gotina akadêmîk Şekroyê Xudo

Karmendê bi nav û deng yê kûltûra û ulmê kurdî

Pêşgotin

Malûmatîyên dîrokî, êtnografî û folklorî derheqa bawermendîyên êzdîyan da

Ruhperestî

Hebandina pêşîyan

Hebandina ruhan

Hebandina hêşinayê

Hebandina heywanên malê û yên bejî (kûvî, beyanî)

Hebandina maran

Hebandina teyredeyan (teyr û tûyan)

Bawermendîyên bi teyredeyan va girêdayî

Hebandina êgir

Hebandina avê

Hebandina çiyan, keviran û şikeftan

Hebandina royê

Hebandina hîvê

Hebandina siteyrkan

Hebandina ewran, birûskê, keskesorê

Qurbandayîn

Ruhanî, kasta (mala hadiyan) û koçekên êdîyan

Xidirnebî an jî Xidireylaz

 

N i m û n e y ê n  f o l k l o r a  k u r d î

 

Abram

Nadîne

Êzdî

Mîrze Mehmûd

Silo

Hikyat derheqa erş û ezman da

Ziyaret

Kê dinya xuliqandîye?

Simo

Kê xurt e?

Ehro

Ocaxa Şîxadî bi hêz e

Bedir û Destegul

Dar

Şemê û Nemo

Bozelî

Şamil

Gulperî

Aşvan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


[79] X.Alîşan. Bawermendîyên ermenîyên kevnare an jî dine ermenîyan yê pûtperestîyê. Vênêtîk, 1910, rûpel 85.

[80] X.Alîşan, di eynî berhemê da, sal 1910, rûpel 104.

[81] D.Frêzêr. Berevoka nivîsan, çapa 4an, rûpel 126.

[82] Y.S.Karsêv. Berevoka nivîsan, rûpel 27.

[83] Îstorîya rêlîgîî (Dîroka dîn, bi rûsî). Moskva, 1909, rûpel 53.

[84] G.F.Çûrsîn. Azêrbaydjanskie kurdi (Kurdên Azirbêcanê, bi rûsî) – Malûmatnameya Înstîtûta Kavkazê ya Dîrokî-arkêologîyê,- Tîflîs, 1925, cild 3, rûpel 15.

[85] Y.Lalayan. Cavaxk. Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê. Kitêb D, Tîflîs, sal 1897.

[86] T.Mamaladzê. Erf-edet û bawerîyên gûrîyan. Berevoka nivîsan bona dîdemkirina war û cîyan û eşîretên Kavkazê. Çapa 17an, beş 2, Tîflîs, sal 1893, rûpel 115.

[87] H.Mnasakanyan. Rêçên bawermendîyên Roperestîyê di Ermenîêstanê da, gorî heykelên ji tûnc (bronz) çêkirî. Mûzêya Dîrokê ya Dewleta Ermenîstanê, cild 1, Yêrêvan, sal 1948, rûpel 85.

[88] Kinêz bi farizî tê maneya qîz, keça eşîrê, malê.

[89] Xudanê vê berhemê ev gotin ji zarê binecîya gundê Camûşvana Biçûk Horî wergirtîye û nivîsîye.

[90] Bênsê. Di eynî berhemê da, rûpel 32.

[91] Yê.Lalayan. Cavaxk, Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê, sal 1897, rûpel 196.

[92] Hovh. Tûmanyan. Berevoka berheman, Yêrêvan, sal 1940, cild 2, rûpel 71 (bi ermenî).

[93] Got binecîya gundê Camûşvana Biçûk li navçeya Aparanê Horî. Xudanê vê berhemê sala 1952an ji zarê wê bergirt.

[94] Îstorîya Rêlîgîî (Dîroka Dîn). Moskva, sal 1909, rûpel 19.

[95] Binecîyê gundê Karvanserayê, navçeya Artîkê Serdar gotîye, xudanê vê berhemê sala 1949an ji zarê wî girtîye.

[96] Xudanê vê berhemê ev gotina sala 1949an ji zarê binecîyê gundê Elegezê, navçeya Aparanê Ademê Silto girtîye û nivîsîye.

[97] Pez di mala koçek da dikirin qurban, goşt ji mala wî ra dima û hinek goşt jî nexweş bi xwe dixwar.

[98] Xudanê vê berhemê ev gotina sala 1950î ji zarê (devê) binecîyê gundê Elegezê, navçeya Aparanê Ademê Silto girtîye û nivîsîye.

[99] Xudanê vê berhemê ev gotina sala 1952an ji Huseyn Suleymanê ji navçeya Laçînê bihîstîye û nivîsîye.

[100] Xudanê vê berhemê ev gotina sala 1952an ji zarê binecîyê gundê Camûşvana Biçûk, navçeya Aparanê Serhing girtîye û nivîsîye.

[101] M.Canaşvîlî. Berevoka berheman, rûpel 147.

[102] G.F.Çûrsîn. Kurdên Azirbêcanê,- Malûmatîyên Înstîtûta Kavkazê ya Dîrokî-Arkêologîyê, cild 3. Tîflîs, sal 1925, rûpel 16.

[103] M.Canaşvîlî. Berevoka bîr anî, rûpel 150.

[104] L.Delaporte. Les Hittis. Paris, sal 1936, rûpel 251.

[105] H.Magsûdyan. Erf û edetên ermenîyan yên di dema derebegîyê da û qurbanên bona Xwedayan. Êçmîadzîn, sala 1945an, adar-nîsan, rûpel 2.

[106] R.Lescot. Textes kurdes. Meme Alan, Beyrouth, sal 1942, rûpel 6.

[107] A.Ya.Kamarauli. Xevsûrîya. Tîflîs, sal 1929, rûpel 80.

[108] M.Kovalêvskî. Berevoka nivîsan, rûpel 79.

[109] Şêx gotineke erebî ye, terbîyetdar û serekê dînî ye.

[110] Pîr gotineke farizî ye, fikira gotina şêx tê da heye.

[111] Qewal – nûnerê ruhanîyê ye, ku ji bav û kalan derbazî zureta wan dibe.

[112] Jinên mirî ji alîyê jinên şêxan da dihatine şûştinê.

[113] Ev dua ji devê binecîyê gundê Qundexsazê, navçeya Aparanê Ahmê Çolo hatîye girtin, xudanê vê berhemê sala 1940î ew nivîsîye.

[114] Malxwêyê malê xurca, ku heykelê Taûs bi du kerîyan va di tê da bû, davîte ser mile xwe yê rastê, bi rêberîya qewalan dikete hundur, ji dîwêr va an jî ji sitûna kon va darda dikir.

[115] Lehmann Haupt. Armenien einst und jezit. Berlin, sal 1910, rûpel 232.

[116] Mehik heyteholek e, ku xudêgiravî merivan nêzîkî melek û horîyan dike.

[117] Gr.Xapansyan. Bawermendîya Ara Gêxêsîk. Yêrêvan, sal 1945, rûpel 83.

[118] Yê gotîye binecîyê gundê Elegezê, navçeya Aparanê Ahmê Çolo ye. Xudanê vê pirtûkê sala 1939an ji zarê wî girtîye.

[119] Yê.Lalayan. Cavaxk. Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê, sal 1987, rûpel 274.

[120] Gotîye binecîyê gundê Karvanserayê Qanatê Hedir, xudanê vê berhemê sala 1935an ji zarê wî nivîsîye.

[121] Gotîye binecîya gundê Karvanserayê Aslîka Haco, xudanê vê berhemê sala 1948an ji zarê wê nivîsîye.

[122] Gotîye binecîyê gundê Elegezê Cindîyê Silo, xudanê vê berhemê sala 1950î ji zarê wî nivîsîye.

[123] Xudanê vê berhemê sala 1950î ev çîrok ji zarê binecîyê gundê Elegezê Astanê Elo nivîsîye.

[124] Şemsika eşîreke kurdan e û qebîl û berên wê eşîrê heta niha jî di gundê Pampa Kurdan da dijîn.

[125] Xudanê vê berhemê sala 1940î ev qise ji zarê binecîyê gundê Elegezê Ahmê Çolo jiber nivîsîye.

[126] Ev qise xudanê vê berhemê sala 1926an li gundê Mîrekê, navçeya Aparanê, komara Ermenîstanê nivîsîye.

[127] Ev qise xudanê vê berhemê sala 1950î li gundê Mîrekê, navçeya Aparanê, ji zarê Ademê Silto nivîsîye.

[128] Ev qise xudanê vê berhemê sala 1940î li gundê Elegezê, navçeya Aparanê, ji zarê Ahmê Çolo nivîsîye.

[129] Binecîyê gundê Elegezê Bemlîyê Elo gotîye û xwedîyê vê berhemê sala 1950î ev qise ji devê wî girtîye.

[130] Xudanê vê berhemê ev qise sala 1950î ji zarê binecîyê gundê Karvanserayê Miço nivîsîye.

[131] Li vir gotinên kuta kir tê maneya kuşt.

[132] Binecîyê gundê Karvanserayê Elîyê Evdal gotîye, xudanê vê pirtûkê sala 1950î ji zarê wî nivîsîye.

[133] Binecîyê gundê Karvanserayê Miço gotîye, xudanê vê pirtûkê sala 1949an ji zarê wî nivîsîye.

[134] Binecîyê gundê Karvanserayê Axoyê Haco gotîye, xudanê vê pirtûkê sala 1949an ji zarê wî nivîsîye.

[135] Binecîyê gundê Elegezê Tîkoyê Miko gotîye, xudanê vê pirtûkê sala 1950î ji zarê wî nivîsîye.

[136] Binecîyê gundê Elegezê Ahmê Çolo gotîye, xudanê vê pirtûkê sala 1940î ji zarê wî nivîsîye.

[137] Binecîyê gundê Elegezê Kamilê Elo gotîye, xudanê vê pirtûkê sala 1950î ji zarê wî nivîsîye.

[138] Binecîyê gundê Elegezê Kamilê Elo gotîye, xudanê vê pirtûkê sala 1950î ji zarê wî nivîsîye.

[139] Yê gotîye binecîyê gundê Elegezê Kamilê Elo ye, xudanê vê pirtûkê sala 1950î ji zarê wî nivîsîye.

[140] Ev qise ji devê binecîyê gundê Elegezê Ahmê Çolo hatîye girtin. Xudanê vê berhemê sala 1939an ew nivîsîye.

 

 

WWW.KURDIST.RU

 

0

Оставить комментарий