Опубликовано: 11.08.2011 Автор: Admin Комментарии: 0

   Ji Bo Bîranîna Herfrêzê Rojnama «Rya teze» Egîtê Abasî 

 

     Çanda meye netewî dîsa zyaneke mezin kişand. 

  29-ê tîrmehê (îyûlê) sala 2011-a li bajarê Vladîmîrê (Rûsya) xizmetkarekî çanda meyî naskirî, herfrêzê rojnama «Rya teze» û kitêbên kurdîyî piremek 

                                                    Egîtê Abasî   

 

çû li ser dilovanîya xwe. Rojnamevanekî gelêrîyî xweyşuret, mirovekî xerîbdost, xêrxwez û dûreşer li vê dinîya ronî konê xwe ji nava kona barkir û çû dinîya heq.

 

    31-ê tîrmehê li bajarê Vladîmîrê, li nav mexberê netewî meytê Egîtê Abasî teslîmî ax-berê sar kirin.

 

                 Bira rehma Xwedê lê be!

 

  

     12-ê tebaxa (avgûsta) îsalin wê 80-salîya Egîtê Abasî temam bibûya. Felekê çax-mecal nedayê, ku ew wê sersalya xwe nava koma bira-pismamda bide kivşê. Du hevtê berî hingê nexweş dikeve,  xwe digazine, germa wî radibe, qîçelokî dibe. Doxtir serederîyê nexweşîya wî nakin. Paşê eyan dibe, ku bêmene rûvîya wîye qalinda gilê heye. Diqelêşin, du-sê roja şunda bi zor-cefa li ser hişê xweda tê, rojek jî derbaz nabe û diçe rehma Xwedê. Dil-gurçkê wî li ber nexweşîya giran teyax nekirin…

 

 Egîtê Abasî sala 1931-ê li Ermenîstanê li gundê Kelekûta (nehîya Talînê) li maleke eşîrî, mala Feremezê Abasda ji dayika xwe bûye. Malbeta wan ji êla Hesinya, ji qebîla Bûvkan e.

     Xwendina xweye sifte Egît li gundê xweda stendîye. Lê dibistana navîn li gundê cînar–Sasnaşêna jêrîn xilaz kirîye. Piştî xwendina navîn çar sala li eskerîya Sovetê qulix kirîye. Sala 1955-1959-a li Xwendinxana Yêrêvanê ya dersdaramadekirinê, para kurdî da xwendîye û xilaz kirye, bûye kutakirîkî wê xwendingehêyî yekemîn. Dûra hetanî sala 2000-ê, weke 40 salî weşanxana Ermenîstanê ya dewletê da çawa herfrêzê rojnama «Rya teze» û pirtûkên kurdî xebitîye. Pêra jî bi cûrê dûreke înstîtûta Yêrêvanê ya zoobeytarîyê xilaz kirye. Gelek gotar û serhatîyên wî rojnama «Rya teze» da çap bûne, bi radyoya xeberdanên kurdî hatine dayînê. Sala 1993-a berevoka serhatîyên wî li Yêrêvanê hatîye weşendin.

     Serhatîya Egîtê Abasî bi kurtayî eve. Lê jîyannîgarîya wî daha bi serecem, tam û geşe. Xebata wî raste ne dîhar û ber çavan bû, lê gelek dijwar û cabdar bû. Bêyî Egît tu hejmareke rojnama «Rya teze» nikaribû derketa, hemû nivîsarên rojnamê ber destê wîra derbas dibûn, li ser makîna Lînotîpê dahatine rêzkirinê. Ew xendevanê hemû hejmarên rojnamê yê herî pêşin bû. Gelo mirov hejmarên rojnama «Rya teze», yê ku Egîtê Abasî di nava 40 salan da rêz kirîye,  bike kitêb wê bibne çend cilada? 300-î ne kêmtir.  Lê çiqas kitêb-berevokên helbestvan û nivîskarên me ewî rêz kirîye, ew jî Xwedê bizanibe!

Tiştekî veşartî nîne, ku xebata rêdaksîya rojnama «Rya teze» ya wan sal û heta îro jî ya bi kolêktîve. Rojname bi hereketê  15-16 karmendên wê dahate amadekirin û çapkirin. Lê bêyî herfrêz rojnamê nikaribû ronayî bidîta. Heta herfa kutasîyê jî bi destê Egît dahate rêzkirinê û rastkirinê. Hemû xebatkarekên rojnamê, ji korêtor girtî hetanî berpirsyar, dikaribûn li ber hev bahatana gûhastinê, lê tû yekî nikaribû xebata herfrêz bikira. Egît salê carekê pak ne diçû betlanê-hêsabûnê jî, dîsa dahete li ser kar. Kutasîya salên 70-î destpêka slên 80-î carana tenê Paşayê Erfût ew diguhast. Egît wîva şa û firnax dibû, digot, wekî  îdî Paşa bûye kadirkî tam, wê wîra bibe hevkar, ewê hinekî serhêsa be. Lê zûtirekê Paşayê Erfût bona xwendina bilind dest bîne ji xebata çapxanê bi mecbûrî derket, çû bajarê Taşkêndê û zanîngeha zapitîyêda hate hildanê. Dîsa Egşt ber dezgê herfrêzîyê    tik-tenê ma…

Ew merivekî xebathiz û cabdar bû, pêra jî camêr bû, berbihêr, milahîm, hevalhiz û şîrhelal bû. Lê milethizîya wî jî bê hed û hesab bû. Ewê netewhizîyê ew kirbû maşoqê çanda gel, pêşewitîkî wêyî  erhede.  Lema jî geleka qedrê wî digirtin. Nivîskar û şayîrên meye meşûr Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Qaçaxê Mirad, Fêrîkê Usiv, Mîkayêlê Reşîd, Elîyê Evdilrehman û gelekên dinê qîmetê mezin didane xebata Egîtê Abasî, emekê wî dişêkirandin. Weke 30 salî ewî li ber destê berpisyarê rojnama «Rya teze» Mîroyê Esed kar kir. Hevalê Mîro xebata xweda gelek cabdar û berk bû. Lê rojekê ewî gazin ji xebata Egît nekir, carekê dengê xwe di hindava wîda bilind nekir. Egîtê Abasî jî di hindava hevala, nas û nenasa da xerîbdost û xêrxwez bû. Lewzê wî nerm û şîrin bû, gelekî zarxweş bû. Çawa gel dibêje, gul-nûr jê dibarî…

     Emekê Egîtê Abasî bi resmî jî hatîye qimetkirin. Ew du cara bi xelata Komara Ermenîstanê ya blind – hurmetnama Sedirtîya Şêwra Ermenîstanê ya tewrebindva hatîye rawakirin.

Wek hate gotin, Egîtê Abasî ne ku tenê herfrêzê rojnama «Rya teze» bû, lê pêra jî gotervan-miqaedarekî wêyî zîrek û çalak bû. Nava salên xebata xeda ewî bi seda gotar, bi deha serpêhatî û kurteçîrok li ser rûpelên rojnamê çap kirbûn. Hemû nîvîsarê wî zelal û sade bûn, derheqa mirovên xebathiz, bûyerên rojêda bûn. Gelek cara ew tevî karê amedekirina radyokompozîsonên bi kurdî jî dibû, dilqada dilîst. Şûreta wîye artîstîyê jî hebû. Xortanîya xweda gelekî dixest bibûya lîstikvanê şanoyê. Lê li zanîngeha şanovanîyê ji ber konkûrsa mezin nehate hildanê.

Destpêka sala 1993-a bû. Rojekê piştî derxistina hejmara rojnamê ya bi sirê Egît ji neşirxanê, ku avayê li rex avayê hemû rêdaksîyonên rojnamên Ermenîstanêye dewletê bû, hilkişîya qatê 12-a û kete oda berpirsyarê rojnamê yê wê demê Emerîkê Serdar.  Dilê xwe vekir û hinekî gazin kir. Got, wekî gelek serhatîyên wî rojnamêda derketine, ew dixweze bike berevok, lê şerm û fedî dike. Wî çaxî Emerîk ber dilê wîda hat. Gotê, wekî nêta wî ne tenê başe, lê qenc û heqe jî.

     Û Emerîkê Serdar wek nivîskarê cêribandî ne ku tenê bû berpirsyarê barevoka Egîtê Abasî, lê usa jî pêşgotina wê bi dilgermî nivîsî. Dawya wê salê berevoka Egîtê Abasî ya bi navê «Rya dil» derket. Di berevokêda deha zêdetir seratyên wî çap bûne. Ew derheqa gûndîyên xwe, rabûn-rûnştandina wan û pevgirêdanên wanda dinvîse, hizkirina berbi dê û teybetê tine li ser zar. Xazma serhatîyên wî yên bi navê «Gazya xûnê», «Hêsirê dê», «Holê», «Maka hezarî» bi hewaskarî têne xwendinê.

Nivîskarê emekdar Eskerê Boyîk rêsênzîyake hêja derheqa pirtûka Egîtê Abasî da di rojnema «Rya Teze» da weşend û qimetekî bilind dayê.

     Sala 2000-ê Egîtê Abasî malêva bar kir, çû Rûsyayê. Gelek mirovên wî hata hingê îdî li wir diman, kurê wî Abas jî derketibû û hatibû bajarê Vladîmîrê. Carana, gava me yekî wîra têlê dixist, gelek kêfxweş dibû, derheqa rojnamê û radyoyê, xebatkarên wan ocaxên netewîda dipirsî, tê bêjî  bîra her kesî kiribû…

     Besa wefatbûna Egîtê Abasî em, heval-hogirên wî gelekî xemgîn kir. Lê sed heyf gelek rewşenbîrên me li ser şîna wî ne hazir bûn. Sed yazix em li welata bela bûne, nikarin li ser şîn-şaya jî rastî hev bên. Bextê miletê me jî usa lêdaye…

     Emekê Egîtê Abasî tu wexta deya naçe, wê herdem bê şêkirandin û qîmetkirinê. Lê bîranîna wî wê dilê wan kesada heta-hetayê geş bimîne, yên ku ew nas kirine, tevî wî xebitîne û hevaltî kirine.

 

Xebatkarên rojnama «Rya teze» yên berê û naha:

 

Emerîkê Serdar, Hesenê Qeşeng, Babayê Keleş,

Rzganê Cango, Prîskê Mihoyî, Têmûrê Xelîl,

Porsora Sebrî, Letîfê Emer, Tîtalê Kerem, Mrazê Cemal.

 

 

Rêveberya malpera www.kurdist.ru serxweşîyê dide malbeta rehmetî.

 

                                

                     Bira rehma Xwedê Egîtê Abasî be!

0

Оставить комментарий