Опубликовано: 09.07.2011 Автор: Admin Комментарии: 0

             Disa jî derheqa pêwendyên çanda gelên cînarda

 Nûra Cewari

  Menya hazirkirina vê nivîsarê gele gotûbêjên ku dor karanîna mûzîka kurdî li Ermenistanê çêbûne û başqe jî  hevpeyvîna pêşekzana mûzîka ermenya ya geleryê Alina Pahlêvanyane tevî rojnemevaneke ermenya ku li malpera rojnema “Golis Armenîî” /”Dengê Ermenistanê/ -da ya 21-e  kanûnê sala 2010 çap bûye bi sernivîsa “Folkilora navça Nîg” /Nîg naveki dîrokîye/. Di wê  hevpeyvînêda  tê gotinê derheqa pirtûka “Stran û awazên ermenyada” kû Pahlêvanyan hazir kirîye û sala 2009-da li Yêrêvanê çap kirîye li ser hîmen nimûnên êkspêdîsya Abarane ya 1969-ê sale.  Pahlêvanyan divêje ku meremê êkspêdîsîayê  berevkirina nimûnên folkilora gundên bi bnelyên kurd yên navça Abaranê bûye. 

Berku ez ji tevî wê êkspêdîsîayê bûme /femîla min heveki şaş hatîye nivîsarê/  min heja dît disa ji fikrên xwe derheqa folkilorê, pêwendyên folkilora gelên cînar û wê êkspêdîsîayêda binvîsim  /derheqa pirsên pêwandya çandeyîda usa ji binher gotara me “Pêwendyên kurda û ermenya yên sazbendyê” n.3, kovara “Roja nû”, hejmar 104, 1999.

 

Folkilor fênomênekî zêndîye, hey tê veçêkirinê, hey şax vedide, hey sînor nas nake û asîmîle dive, hey te bîrkirinê u dîsa ji bi rengeki nû emrê xwe didomîne, hey bi rengen başqe –başqe dibe hebûna 2-3 gelên cînar…  Evan hemû hej, guhastin û teherên folkilorê ji bo zanîaryê hewaskarin û hêjayî guhdaryêne.

 

Berevokeke mine “Stranêd kurdaye cimetyêda” /Yêrêvan, 1983/ sê nimûnên bi rengên mûzîka ermenya henin û ewana hatine navkirinê çawa nimûnên folkilora ermenya-kurda.

 

Usa jî pêşekzanê folkilora ermenya yê hêja Sargis Haykûnî  gele nimûnên Destanên kurdî di nava binelyên gundên ermenya yên dora Wanê berevkirine û çap kirine bi navê  “Armyano – kurdskîy êpos” /”Êposa ermenya-kurda”/. Ew nimûn di “Berevoka Êmînyê ya êtnografyê”, cilda 5-ada chap bûne, Moskva 1904. Di wêda şaxên destanên  wek “Mem û Zin”, “Kerr û Kulik”, “Dewrêşê Evdî” û yêd mayîn henin ku bi pirani 2 zmana hatine gotinê. Gele cara pexşan bi ermenîye, parên şyêrki bi kurdîne.

 

Herwiha nimûnên gelên cînar tevî folkilora me divin, nimûnên folkilora kurdî ji tevî folkilora gelê cînar divin. Eva heyîtya normale. Gele merî, pêşekzan ew hej texmîn dikin û qebûl dikin, lêkolîna çêdikin, bi zanîari şirovedikin.

 

Pêra ji telebextra stranbêj, “pêşekzanên” sera-bera henin ku dûr navînin, didine zora hukmê xwe, destê xwe dirêjî çanda netewyên çûk, yên bindest dikin.

Yên usa di nava azerya, ermenya rasti min hatine. Jimara wan her çiqa ji kêmin , lê dîsa jî merî ji wana eyciz dive.

 

Sala 1974-a biharê li bajarekî Ermenistanê Dîlîcanêda  sêmînara pêşekzanên mûzîka geleryê yên komerên Sovêtyê çêbû. Pey doklada mira ku derheqa stranên tirêqên êzdyadabû Cemîla Celîl xwest çend awazên kurdî bide naskirinê û bi dengeki bilind “Koçerya “ kurdî pêva kir. Xorkeki azerî ku ji Bekûye hatibu ji cîye xwe qiloz bû û got ku “Koçerî” yê azeryane. Peyra pêşekzanekî ermenî rabu got ew ya ermenyane. Min dît ku pirs dûr dice, min go “hê başe em govendê bigrin, kî me baş reqisî bira ew awaz yê gelê wîbe”.  Ez bûm li sergovendyê, peyra hevalên mine ermenî Alina Pahlêvanyan û Zavên Tagakçyan bûn. Azerî ranebûn. Wexta awaza “Koçerî” temambû gişka destê xwe li hev xist û go weki ew awaz ya kurdane.  Me da heneka û ji sêmînarê derketin.

 

Peyra pêşekzanekî din yê mûzîka azerya, navê wî bîra min çûye /ez divêm Gûsêynov bû/ nêzîkî min bû û got ku dixaze bê Ermenistanê ji kurda awazên azerya berevke. Yekî weke 50sali hebu, disêrtasya xwe li ser awazên azerya yên reqasê di salên 60-îda xwey kiribû. Ez divêm sernivîsa avtorêfêrata wî “Tansêvalnîyê naîgrîşî azêrbaydjanskogo naroda” /”Awazên azerîya yên reqasê”/ bû.  Dît ku ez nerihetbûm got ku em miletekîne…

 

Sala 1984-a li Yêrêvanê berevoka stran û awazên ermenya “Telîn” çap bû ku Alîna Pahlêvanyan hazir kiribû. Di vê berevokêda stranên kurdî û bi stîla kurdî henin ku nayêne rast navkirinê. Derheqa wê berevokêda sala 1984-a min dokladekî xweda li  konfêransa  Yekîtya kompozîtorên Ermenistanê li ser pirsên Dirok u teorîya mûzîka monodîkda got.  Pahlêvanyan  cava min da, got ku kurd binelyen Ermenistane nînin, ewana ji der hatine…

 

Di meydana çanda kurdîye reqasada jî hine nerihetî li Ermenistanê  çêbûn. Pêşekzana reqasên ermenya Emma Pêtrosyan di nava xeverdaneki xweda got ku ji bo berevkirina reqasên ermenya çûye gundê kurda û geleki ji înformatorekî xwe  binelyê gundê Gelto li navça Telînê – Ordîyê Kotê razî maye, yê ku bi sebra mezin reqasên kurdî nîşan kirîye û hin kirîye. Emma Pêtrosyan tevî hevala xwe Jênya Xaçatiryan koma êtnografî hazirkiribûn bi  nexş û nîgarên kurdîva.

 

Sala 1988 1-ê aprêlê li rojnama “Grakan têrt” /”Rojnema edebyetê”/-da gotara nivîskar Şavîx Grîgoryan bi sernivîsa “Hraparakaynûtyan pahancov” /”Bi daxaza eşkerekirinê” / çap bû.  Li wir xudanê gotarê dinvîse ku  li Ermenistanê serokên komên êtnografî wek Hayrîk û Maro Mûradyana tevî karê xweye mezin usa jî stranên kurdî û yên bi stîla kurdî, reqas û cilên kurdî tevî yên ermenya dikin û weke nimûnên kurdî û yên tevîhev evan  reqasa û strana bîr tine; “Mahmûkî”, “Paylanco”,  ‘Yar xûştî”,”Lorkê”, “Derdo”, “Nînimnînê” û yêd mayîn.

 

Û peyra jî hevpeyvîna Pahlêvanyan bi şaşyava. Êkspêdîsya 1969-ê sale pêşkêşî 100-salya jidaîkbûna klasîkê mûzîka ermenya û dostê mûzîka kurdî Komîtas bû. Serokê êkspêdîsîayê  Dr.Matevos Mûradyan û Alina Pahlêvanyan li gundên navça Abaranê yên ermenyada kar dikirin, ez li gundên kurdada. Rojên şemî û yekşemê jî Tosinê Reşit dihate Abarane u em tavayî diçûne gundên kurda. Herwiha stranên ermenya li gundên ermenyada hatine berevkirinê.

 

Ha, carna pirsên çûk û mezin, rastî û şaşî tevîhev divin û pêşya wan girtin û zelalkirin jî carna ne hesaye. Şaşya ku hevpeyvîna Pahlêvanyanda çebibû, bi texmîna min şaşikî têxnîkîye. Evan pirsana ku çend bûyarên buhurî  anîne bîra min dîsa jî ez anîme li ser wê fikrê ku  mera pêşekzanên başe professional lazimin. Kurd divêjin “Bi kulma naçine drêşa”. Cava her pirsên tevîhev û nerast bi zanyarî û lêkolînan gere be daînê, nivîsarê.  Û wexte jî û hela derange jî ku em derheqa kadrên çandeîda bifikirin, hazirkin. Folkilora me pir dewlemende û hêjayî parastinêye, hêjayî pêşekzanên başe.

 

      

www.kurdist.ru

 

0

Оставить комментарий