Опубликовано: 03.06.2014 Автор: Admin Комментарии: 1

Van dawîyan, piştî hevnedîtin û xerîbîya 25 salan, min bi têlêfonê doktora dîrokzanîyê,   civaknasa (êtnografa) meye naskirî ya jine yekemîn  Lamara Paşayêvayê ra deng kir û li ser rewş û karê wê pirs kir. Ew niha di temenê xweyî 75 salî  da li bajarê Tbîlîsê dimîne.

   Rewş û seheta We çawane?, – me ji wê pirsî.

   Sehet nemaye,– ewê gazinê xwe kir. – Ez demeke dirêj ketime nivînê. Ez niha hinekî pakim, li ser xwe da hatime, li ser darên pîya diçim û têm. Ez qurbana Boryayê xweme, eva saleke li rex min rûniştîye û miqatî dayka xwe dibe…

Borya (Borîs) lawê Lamrayêyî tayê-tenê ye. Ew zapite,  ji ber qulxa xweye saldirêje leşkerî niha dewlet malinîşê dide wî û ew îdî qulix nake. Ew bi malbetî li Moskvayê dijî. Gava dîya wî kete nexweşxanê, ew ji paytextê Rûsyayê hate Tbîlîsê mala bavê xwe û niha qulixî dîya xwe dike. Du kurên Borîse gihîştî hene, wana îdî xwendina xweye bilind dest anîne, ew vê gavê kar dikin û  tevî dîya xwe li Moskvayê dijîn.

– Xwedê bext bida min, – Lamara xanim dibêje, – min nevîyên xwe jî bizewcandana, şaya Alîko û Têmûrê xwe derbas bikira, wêda, wek dibêjin, mirin emrê Xwedê ye…

Dû ra denkirina me hate li ser zarotî, terbîyet-torê malê, dê û bavê wê, xwendin û karê wêyî zanîstîyê. 

Lamara Paşayêva 17-ê çile sala 1940-î li bajarê Tbîlîsê  di mala kurdên êzîdî ya Farêyê Bêmal û Gezoya Edo da ji  dayîkê bûye. Malbeta wê ji qebîla êzîdîyan ya reşane. Bavê wê tevî şerê cîhanêyî duemîn yê dijî Almanîya faşîst bûye. Zarotîya Lamarayê di salên piştî wî şerîye giran da derbas bûye. Malbeta wê jî mîna gelek malbetên dinê pirr talî û tengasî  dîtîye û kişandîye. Lê desttengî, tunebûn û belengazîya wan salan  nebûne astengî  ji bo Lamara biçûke zîrek here dibistanê û bixwîne. Ewê  sala 1957-an dibistana Tbîlîsêye navîn ya jimara 44-an xilas kir. Paşê ewê 5 salan li fakûltêta Rojhilatzanîyê ya Ûnîvêrsîtêta Tbîlîsêye dewletê xwend û sala 1964-an beşê zimanê tirkî û dîroka Rojhilata Navîn bi serfirazî li ser hevda anî.

  Piştî Ûnîvêrsîtêtê min xwendina xwe li aspîrantûrayê (beşa amadekirina zanyaran ji bo stendina navê doktorê zanîstîyê) berdewam kir,– Lamara Farê bîr tîne. – Sê salan min li ser têza doktorîyê kar kir. Mijara têza min ev bû: «Malbet û deba hurumên navçeya Salkê». Wek tê zanin, Komara Gurcistanê, xazma bajarê Tbîlîsê pirnetewe. Di wê navçeya Gurcistanê da tevî netewên cihê-cihê hurum jî dimînin. Caranan ji min dipirsin, gelo çima min ev mijar ji bo xebata xweye zanîstîyê hilbijart? Wê hênê usa bû, seroketîya fakûltêta me ya Ûnîvêrsîtêtê  usa biryar kir. Lê ez rast bêjim, mêla min berbi erf û edet, rê û rizmên netewan gelekî hebû. Bona min balkêş bû, ku bizanibim, gelo deba gelên cînar, rabûn-rûnştina wana notla ya gelê mene yanê na. Wê demê cînarên me û hevalên mine netewên dinê jî gelek hebûn, di nava wan da hurum jî kêm nîbûn. Heynese, min têza xweye zanîstîyê sala 1970-î amade kir û parast, navê doktora dîrokzanîyê stend. Wê şûnda ez pirsên civaknasîya gelê kurdva  mijûl bûm. Û ew kar bû armanca jîyana min, ku hê jî berdewam dibe.

Paşê Lamara xanimê besa dîya xwe û pîrka xwe kir, yên ku perwerda zarokan û hildan-danîna malê ra tevayî, her êvar bi sehetan rûdiniştin û gilîyên berê yên dema qîztî û bûktîya xwe dikirin. Xazma pîrka wê Şemsîya (dîya bavê wê)  zarxweş bû û ewê gelek gilî dizanibû, ji çûyîn-hatina ber-mêvanan, timtêla mala kurmancî, rabûn-rûniştina gelêrî girtî, heta erf û edetên netewî yên dema hal û zewaca kur û qîzan, xwezgînî û derbaskirina şayan, şîn û definkirina mirîyan. Û ev mijaran jî tê bêjî dû ra bûne bingeha xebatên Lamarayêye giranbaha yên bi naveroka civaknasîya kurdî.

Sala 1972-an Lamara Paşayêva bû karmenda zanîstîyê ya Înstîtûta Tblîsêye dîrokê û civaknasîyê. Ew salên dirêj li vira pirsgirêkên hûrûma û kurda va mijûl dibû, yên ku di deverên Gurcistanêye Axalsîxê, Têtrî Skaroyê, Acaryayê û Abxazîyayê diman.

Lamara Paşayêva eva îdî nêzîkî 30 salane di nava lêkolînên xweye zanîstîyê da her tenê pirsên kurdzanîyê va mijûl dibe,  xazma pirsên civaknasîyê derdixe meydana zanyarîyê, dîhar û arzû dike. Di niveka salên 80-î da gelek gotarên wêye zanîstîyê li ser kurdên Gûrcistanê çap bûn.

Sala 1987-an berhema wêye bi navê «Êlêmêntên pozîtîv û nêgatîv di nava erf û edetên êzîdîyên Gurcistanê yên dema şayî-dewatan da» ronayî dît. Salekê dû re gotara wêye balkêş ya bi navê «Qedexeyên olî-kasteyî yên dema zewacêye berê li bal êzîdîyên Gurcistanê» çab bû. Ev herdu xebat gelekî girnbahane ji bo civaknasan, xazma wan zanîyaran, yên ku li ser rabûn-rûniştin û çanda êzîdîyaye rûhanîyê kar dikin.

Di destpêka salên 90-î da Lamara Paşayêvayê wek dersdara Înstîtûta Tbîlîsêye maf û aborîya bazirganî xebateke pirr mezin kir tevî Wezîreta Gurcistanêye huqûqîyê  ji bo nav û paşnavên kurdan, aşûrîyan û huruman bighêzin û bînin li ser şêweyên wane netewî.

   Salên piştî hilweşandina Sovîyêta berê, – Lamara civaknas dîsa bîr tîne, – li Kavkazyayê dilsarî kete di navbera gelan, li ser pirsên netewî şer û dew destpê bûn, rewşa aborî û aramî jî yekcar xirab bû. Bi hezaran xelqê sîvîl terka cîh û warên xwe dan û koçberî deverên Rûsyayê û welatên Avropayê bûn, di wê jimarê da gelê me jî perîşan û bê pergal bû. Gelek bê xebat û bê kar mabûn. Rewşa her kesî xirab bûbû. Bawer biki hetanî dawîya salên 90-î  xebata zanîstî jî rawestîya bû û notla berê pêşva ne diçû.

Sala 2000-ê gotara Lamara Paşayêvayê ya zanîstêye nû li bin sernivîsa «Kurdên Gurcistanê. Li ser pirsa xwehesîna wane olî-êtnîkî» ronahî dît. Piştî hilweşbûna Sovîyêtê eva pirsgirêka îdî derketibû meydana civakî-netewî. Lema jî zanîyar-civaknasa meye naskirî bala xwe da li ser vê mijarê.

Di vê gotarê da Lamara Paşayêva dinvîse: «Ol û bawermendîyan herdem di nava civakê da rola giring lîstine û bandûra xweye mezin li ser pêşvebirina prosêsên êtnîkîyê hiştine. Di nava civaka kurda da jî eva yeka usane. Cihêbûna ol û hebandinan di nava kurdan da rê li ber bîr û bawerîyên sîyasîye cihê-cihê vekirîye. Lê faktora sereke, ku astengîyê li pêş kurdan saz dike û nahêle ew bibine yek, ew tunebûna dewleta wane xwexwetîyê ye».

Sala 2003-an Lamara Paşayêvayê  gotareke dinê ya berfireh çap kir: «Edetên binaxkirina mirîyan li bal êzîdîyan». Di vê gotara  xwe da ew ne ku tenê li ser edetên êzîdîyaye dema şînê û yên hewarî-gazîkirinê, lê usan jî li ser hildan û binaxkirina mirîyan disekine, bi zanyarî xusûsî û naveroka wan edetan şirove dike û dinirxîne.

Piştî salekê gotara wêye li ser dîroka hatina kurdan li Gurcistanê çab bû. Lê sala 2005-an gotara wêye hewaskar ya bi navê «Erf û edetên kurdan, ku dayîkbûn û terbîyet-torekirina zarokan ra girêdayîne» ronayî dît.

Me navên hinek gotar û berhemên Lamara Paşayêvayê anîna li ser zar, yên ku îdî çap bûne û ronahî dîtine. Bi navê wan xebatan va jî baş xûya dibe, ku  zanîyar-civaknasa navdar ji bo karê xwe çi mijarên balkêş hilbijartîye û li ser sekinîye. Belê, çanda gelê me ya madî û rûhanî  pircûre û dewlemende. Gelek xebatên wêye dinê jî vê gavê ji bo çapê amadene. Ew di vî temenê xwe da jî dîsa kar dike, lê dibê em– rewşenbîrên Sovîyêta berê di hindava xwe da pişgirîya civaknasa meye emekdar bikin, alîkarîya moralî û madî bidne wê, ji bo ku ew berhemên xweye dawî jî bighîne li ber çapê û xwendevanan.

Îro bawer bikî hemû berhem û gotarên Lamara Paşayêvayê bi rûsî derketine. Mixabin, heya niha bi zimanê kurdî kêm xebatên wê hatine wergerandinê û çapkirinê. Di vî warî da dibê em–wergêrvan jî bêpar nemînin,  van xebatên giranbaha wergerînine kurdî.

Navê Lamara Paşayêvayê di nava goveka civaknasên Sovîyêta berê da zûva nase. Ew gelek caran tevî konfêransên navnetewî bûye û bi kêlmên xweye zanîstîyê va hurmet û sîyanet di nava civaknas û rojhilatzanan da qazanc kirîye.

Zanyara navdar xudana gelek xelatane. Sala 2003-an Serokomarê Gurcistanê Êdûard Şêvardnadzê yek jî li ser xelatên wêda zêde kir, gava ewî ew bi «Ordêna sîyanetê» va rewa kir.

Lamara Paşayêva ne ku tenê zanîyareke navadare, lê usan jî karmendeke civaka meye aktîv û  naskirîye. Sala 1989-an di nava koma rewşenbîrên kurde Gurcistanê da ew jina tek-tenê bû, ku alîkarîya hûmanîtar bire Kurdistana başûr.

Di dawîya axaftina me da gilîyê me hate li ser rewşenbîrên meye dewra Sovîyêta berê, yên ku Lamara Paşayêvayê nas kirine û tevî wê hevaltî kirine.

                      Gelo We bîra kê kirîye?

 Min bîra hemû rewşenbîrên me kirîye, – ewê bi kelogirî got. – Kê çûye li ser dilovanîya xwe, bila rehma Xwedê li wana be! Lê yên rû hewatê mane jî, bila bi sehet û qewat bin û jîyana wana bi aramî derbas be! Ez herdem motacê deng û seda wanim, ez motacê silava wane şîrinim…

 

 

Prîskê Mihoyî,

rojnamevanê Komara Ûdmûrtyayê yê emekdar (Rûsya),

endamê Fêdêrasyona rojnamevanên navnetewî.

0

1 комментарий

Оставить комментарий