Опубликовано: 20.02.2014 Автор: Admin Комментарии: 0

     Dema me di derbarên filmên li ser kurdan da agahdarî kom dikir, li tora civakî ya Internet`ê (li fondên sînêma Rûsyayê) du afîşên balkêş yên  bi zimanê rûsî li ber çavên me ketin, ku afîşên fîlmên li ser gelê mene. Em bawerin, ku çapemenîya kurdî hela ev afîşên dîrokî neweşandîye. Dêmek, afîşek ya fîlma «Zerê» ye, ku sala 1926-a çap bûye, lê afîşa dinê ya fîlma «Kurdên êzîdî» ye. Afîşa dawî sala 1932-an hatîye çapkirinê.

      Wek tê zanin, fîlama yekemîn ya li ser gelê me  li Ermenîstanê sala 1926-an hatîye derxistinê. Navê wê «Zerê» ye, ya ku li ser bingeha serpêhatîya Lazo (Hakob Xazaryan) ya bi wî navî hatîye kişandinê. Ew li ser jîyana êzîdîyên berpala çîyayê Elgezê û erf-edetên  wanî berî dewra Sovîyêtê ye. Di vê fîlma bedewetîyê da ji ber kevneşopîya civakî  mêrxasa sereke – Zerê bi destê Têmûr beg rûreş dibe, lê paşê dilketîyê wê – Seydo nav û namûsa wê diparêze, ewê ji  qeda sosretîyê xilaz dike. Eva fîlma reş û sipî  di destpêkê da  bê deng bû, lê du ra kirine ya bi denge bi zimanê ermenî. Gerekê bê gotinê, wekî fîlma «Zerê» di goveka mêrîcana sînêma navnetewî da 18-ê sibatê sala 2011-an li Stembolê hate nîşandayînê. Derhênerê fîlmê Hamo Bêknazaryane. Di dilqan da gelek lîstikvanên ermenîye navdar dilîzin: Marîya Tadêvosyan (Zerê), Hraçya Nêrsêsyan (Seydoyê şivan), Avêt Avêtîsyan (Emo), Olga Gûlazyan (xanim Letîf), Mîxaîl Garagaş (Têmûr beg) û yên mayîn.

             Afîşa fîlma «Zerê»  sala 1926-a jî hêla «Sovkîno»-ê va (sînêma Sovîyêtê)  çap bûye. Xudanê wê du birayên wênekêşin, yên ku bi navê  Vladîmîr û Gêorgî Stênbêrg têne naskirinê. Ev wênekêş li salên 1920-30-î li Yekîtîya Sovîyêt gelekî navdar bûn. Ew bi rastî jî hostên plakat-afîşên sînêmayê bûn. Di nava 10 salan da wana bêtirî 300 plakat û afîş çap kirine. Herdû birayên wênekêş  afîş û plakatên xwe bi vî cûreyî îmze dikirin: «2-STÊNBÊRG-2» (bi şêweyê dûêta sîrkê).

            Wek me anî li ser zar, avîşa duemîn ya fîlama «Kurdên êzîdî» ye. Dîhare, wekî  eva fîlma bedewetîyê ya dudane, ku li ser gelê meye. Ew sala 1932-an hatîye kişandinê. Film cara yekemîn 3-ê çile sala 1933-an li Yêrêvanê hatîye nîşandayînê, lê tameşevanên Moskvayê cara pêşin 29-ê îlonê sala 1934-an ew mêze kirine.

            Eva filma li ser şerê sinifê ye. Navaroka wê sade û li gorî dema Sovîyêtê ye: li gundekî kurdan dîwana Sovîyêtê tê damezirandinê. Di gund da tenê du mirovên xwendî hene: şêx û milkedar Xano, yên ku herdem kesîba dizêrînin û dixapînin. Beşa bajêre xwendinê dersdareke jin dişîne vî gundî, ku dersê bide zarên gundîyan. Şêx û milkedar Xano  xwendinê li dibistanê diteribînin û betal dikin, gefa dersdarê dixwin û wê didine tirsandinê. Lê gava serokê şêwra gund Biro dixweze ji bo fabrîka bajêr ji gundîyan hirîyê top dike,  milkedar ji bo perxemê wî karê serokê gundxin, bi fêlbazîyê berî wî hirîya hemû gundyan dikirin. Dîwan pê dihese, dada wan dike û wana davêje hebsê. Du ra li gund kolxoz (malhebûna tevayî) tê sazkirinê. Kesîbên gunde berê dibine endamên kolxozê û xwedîyên mafên xwe. Derhênerê vê fîlmê A. Martîrosyane. Di dilqên serekeda dilîzin: Avêt Avêtîsyan (sedrê şêwra gund Biro), Grîgorî Avêtyan (Ûsivê kalemêr), Tîgran Ayvazyan (şêx), Hraçya Nêrsêsyan (Cemalê şivan),  Nîkîta Cananyan (milkedar Xano), Lûsînê Zavaryan (Zîna dersdar) û yên dinê.

 

            Ev afîşa hewaskar ya vê fîlmê  dîsa ji alîyê «Sovkîno»-ê da hatîye weşandinê. Tîraja wê 5000 hebe. Xûdanê wê wênekêşê rûs Svêtlove, yê ku bi taybetî bi serî wêneyê xweyî bi navê «Pîyonêran ajanê înglîz girtin» naskirîye.

            Fîlama sisîyan, ku dîsa li Ermenîstanê li ser gelê me derketîye, tê navkirinê: «Kurdên Ermenîstana Sovîyêt». Ew belgefîlme û sala 1947-an hatîye kişandinê. Fîlm li ser jîyana kurdane. Balkêşe, ku ev filma ji ermenî wergerandine kurdî, ji ber ku wan salan gelek binecîyên gundan bi ermenî nizanbûne. Hecîyê Cindî û Y. Koçaryan sênara belgefîlmê nivîsîne. Ev fîlm jî reş û sipîye, derhênerê wê Y. Koçaryane.          

            Fîlma çaran ya bi mijara kurdî dîsa belgefîlme. Navê wê «Kurdên Ermenîstanê» ye. Ew sala 1959-an hatîye kişandinê. Erebê Şemo sênara wê nivîsîye. Belgefîlm dîsa li ser kurdan û jîyana wan ya di dema nû de ne. Derhênerê fêlmê C. Jamharyane.           

            Fîlma pêncan jî belgefîlme û awa tê navkirinê: «Dostê minî qedîmî». Ew sala 1988-an bi temba Hukumeta Ermenîstanê bi zimanê rûsî derketîye. Belgefîlm bi rengîne û li ser dostanîya gelê me û ermenîya ye. Di vê fîlmê da  jîyan û destanînên binecîyên kurd ya dema Sovîyêta berê li Ermenîstanê tîne li ber çavan. Sênara vê fîlmê L. Grîgoryan û K. Zakaryan nivîsîne, derhêner wê L. Grîgoryane.            

 

Prîskê Mihoyî

www.kurdist.ru

0

Оставить комментарий