Опубликовано: 24.12.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

                                                     Min got kurdim – bextêm raza,

                                                     Qismet çû cem ne xêrxwaza.

                                                     Berê xwe da ku xwedada,

                                                     Got: razayî mayî xewda.

                                                     Min got: minra bide ruza,

                                                     Ez jî bijîm serbest aza.

                                                     Got: ku yekbin li bin alek,

                                                     Ezê wera bikim carek.

                                                    Min got: binhêr li meydana,

                                                    Em rabûne serhildana.

 

 Qimet nade me ra cîhan,

Dijî meye hertim dewran. 

Got: hun hela hê tayfene,

Dijî hevdu rawestyane.

Nivî cehşe, cerdevane,

Nivî çîya şoreşvane.

Min got: lê xwina şeîda

Qazî, Seîd bûn canfîda,

Doxan, Alkan rêça wanda,

Meşyan milyon can bûn feda.

Got: lê hertim nava gelda,

Gellek dibin hevra pelda.

Nava weda pirin dexes,

Têkûz kêmin zane xêrxwez.

Min got: dema xwîn dikişe,

Terê Firat guşe-guşe.

Diherike sor geveze,

Çend axa jî ew dibeze.

Got: min da we hiş û aqil,

Hêz, cesaret, derfet û dil.

Lê hevra we nekir qedir,

Hevdura hun nebûn sedr,

Min got: lê ev bindestî,

Me dêşîne ev berdestî.

Hewla me jî nade fayde,

Jîyan diçe tim yek qayde.

Got: pirin xaîn, xedar,

Nava weda herdem, hercar.

Hevra bûne kêr û xencer,

Hemû derfet tim dane der.

Min got: kû tu bidî biryar,

Emê bijîn şa bextîyar.

Bi te şadî dibe nesîb,

Direşînî dila tesîb. 

Got: na eva ne duruste,

Ev hest tê ji suruşte.

Kî bi hêze bi qudrete,

Ser dikeve û serbeste.

Min got: ev jî destê teda,

Kê dixwazî tînî textda.

Text-tac mera bûye hesret,

Kanî me ra lê keramet.

Got: na dîsa dikim şilo,

Çima serwext nabî wilo.

Li xwendin ê xwe bigire,

Tu zanebe pêşda here.

Xwe girtîye kevneşopyê,

Weha naçî tu pêşîyê.

Naha dema zanebûnê,

Rêya şaşîya tê birînê.

Min got: neyar pir qewate,

Hemberî min bûyê sexte.

Hezar sale ew bê bexte,

Derbên giran li min dixe.

Derfetên min dide late,

Jîna min tim bi şewate.

Hebûna min qe naxwaze,

Û reş dike ser kaxaze.

Got : dîsa tu tawanbarî,

Ber wan çima serî xarî.

Bi gotina wan her dilivî,

Tênagêhjî nivcî xavî.

Ku te dikir bawerî şems,

Dunya kevnda navê te remz.

Naha bûne beşî-beşî,

Ruza, bext ji we herişî.

Min got: lê ev şer, berxwedan,

Em têk diçin li meydanan.

Cîhanêda man bê sîwan,

Dem digivşe me bê pîvan.

Got: lê ne min ji tera got,

Yekbûn tune we ew firot.

Resen jî we kire înkar,

Ruzayê we xelqê bir xwar.

Hun xelqêra bûn şareza,

Lewma wera nema ruza.

We xelqêra gelek ked da,

Bo jîna wan bûn serhedda.

Hezar sale hun tên sotin,

Bi demane ev tê gotin.

Heta hevra hun nebin pişt,

Tune ruza, qismet, bêhişt.

Zuva daye we qismet der,

Nivî weye hê penaber.

Her yek dibê hertim ez-ez,

Dijî hevin hun bi qerez.

Ji we her yek serok, rêber.

Lê ber xelqê tim derbeder.

Wera pêwîst naha alek,

Rabin ser xwe yek carek.

Hevra bikin kû îtaet,

Ber we vebe rê, dirb qismet.

Ku dûr neçin ji resenê,

Xwe nefroşin malê dunê.

Îşê we yê bide behre.

Ku bimeşin hun bi hevre.

Ku hun rabin bi milyona,

Temam herin li meydana.

Her yek we ku bibe çeleng,

Hunê altkin hemû asteng.

Rabin wexte hildin hun cek,

Nejîn ser jêr çawa çêlek 

Bimeşin qad hevra yek deng,

Bijîn jînek birêz qeşeng.

Bextê razay bibe şîyar,

Ruza hertim cem îqtîdar. 

Bijîn aza bi îxtîyar,

Vê ra hevra bidin biryar.

Hevra bibin ku pişt û yek,

Wera bibim bingeh, komek.

Yek jî bibin ku hun zane,

Serkevin hun bi urfane.

Pişikdarê ez zaname,

Şarezara ra bê şik şame.

 

Jorda hatin ev nesîhet,

Hevra bikin ku îtaet,

Yê werabe ruza û bext,

Dema bijîn bi tac û text.

 

12.01.2012.
Bêwar Barî Teyfurî.

   

Êy mirovên vê dunê.

Êy mirovên vê dunê,
Dest berdin ji kîn, şera,
Dur herin hun ji kîn ê,
Wekhev bijîn bi hevra.

Hevra bibin pişt, teyax,
Hevdu nekin belengaz,
Mafa nekin teng, yasax,
Bijîn kubar serfîraz.

Hevra bibin xûşk bira,
Dest bidin destê hevda,
Rê nedin hov kujera,
Hilşînin xwîna evda.

Cavê we qe nebîne,
Mirin kuştin û xwînê,
Xirav nekin vê dunê,
Unda nekin evînê.

Dunya mala hemûyan,
Bese hev bikin cuda,
Zulmê hingavt ev cîhan,
Hev nekin înkar unda.

Ev çi top, tang û cekin,
Bese hevra şer nekin,
Ji zulm zorê vekişin,
Dijî hevdu nemeşin.

Nehêlin biqewmin şer.
Mirov nejîn derbeder,
Dunya me dikin par- par,
Nava hevda koledar.

*** **** **** ****

Ey mirovên dunyayê,
Hevra nekin şin,wayê,
Sinora bese rakin,
Hevra werên tim rayê.

Mirov hemû birane,
Zulm û zor çirane.
Bê aşîtî ev cîhan,
Tar û mare wêrane.

Rê nedin kujer, hovan,
Ku bukujin mirovan.
Bi wekhevî, biratî,
Hevra bidin silavan.

*** *** *** *** ***

Yên mirovahîyê der,
Kesan dikin ji çi der.
Dunya kirin beş, sînor,
Yên bê wîcdan û rêder.

Dunya mezin bê bin ser,
Kirin par-par yên xweser,
Wanra cîhan tim tenge,
Gela dikin penober.

Dunya rengn cindîye,
Kî nezane gundîye,
Qurne,dewran tên dicin,
Ew tim nûye zindîye.

Her kes tê wedelîye,
Ji derda ne xalîye,
Emrek têra me nake,
Em çi dikin nivcîye.

Êy mirov deme rave,
Dunya me xirav dive,
Dijî pîsyê bisene,
Dunya bi te yê şênve.

Kî naha paşda mave,
Qismetê wî tim xave,
Ku tu herî demêra 
Ser te hertim yê tav ve.

*** *** *** *** *** *** ***

Dijîn rezîl
Yên bê resen, kole, dîl,
Ken qe nayê rûyê wan,
Jine wana dike şîl.

 Kî ku yekser raneve,
Dijî zorê nesene,
Nagêhije tu armanca,
Lewra ew bê resene.

**** *** *** ** **

Neyar rabûye ser gel,
Jina wîya dike del,
Ber vîna gelê min,
Dunya jî maye metel.

Cîyê ku yekbûn heve,
Zulm-zor ser nakeve,
Armanca milet eve,
Dawîya neyar reve.

Êy mirov bese rabe,
Nehêle dunya xirab be
Dijî zorê raweste,
Cîhan bila her şabe.

 12.O5.2O12

 

Dunya weha kê ra pêwîste Xweda?


Ser sere mirovan tim agir dîyar,
Dunya weha kê ra pêwîste Xweda?
Bira jî birêra dibe qetilkar,
Dunya weha kê ra pêwîste Xweda?

Te cîhan xuliqand pêşkêş kir me ra,
Mirov tew birane eyan kir me ra,
Lê çima dikişe xwîn terê behra?
Dunya bi xwîn kê ra pêwîste Xweda?

Bi morek têrorîst qest qerez pir dem,
Bê gune tên kuştin mirov pêş alem,
Mirov dikin kole mirovan bê xem,
Dunya weha kê ra pêwîste Xweda?

Gellek hê hewcene ji bo pirtî nan,
Lê hinek bi hebûn dijîn şadîman,
Gelo dunya meda heye çend cîhan?
Dunya weha kê ra pêwîste Xweda?

Jîyana bê dadda mirov peritî,
Cîvak tên guhestin tim bi sosretî,
Di emelanda kêm nabin şaşîtî,
Dunya weha kê ra pêwîste Xweda?

Tim nezan û xizan hukm dikin dunê,
Însanê bê gune têne kuştinê,
Ji min ra jî ferman hate xwendinê,
Dunya qirêj kê ra pêwîste Xweda?

Çima bê dem, bê gune qut dibin jîn?
Çima bê wede tên kirin nalîn, şîn?
Çima dunya meda kêm nabin xaîn?
Dunya weha kê ra pêwîste Xweda?

Li emelanda zef pirin noqsan,
Şantaja, buxtana dibîzin însan,
Rastî nayê gotin lal dibin ziman,
Dunya bi tirs kê ra pêwîste Xweda?

Barî te ra dike lavaya hercar,
Bila dunya meda tunebin qetilkar,
Dergê xêrê veke tu ber mirovan,
Rehmê tera hertim Bêware guman,
Dunya weha kê ra pêwîste Xweda?

2002. Bêwar Barî Teyfûrî.

 

 

             Serokê min

 

           Hiş û raman dîroka min,

Rêya  heqî serokê min,

Zindîdare resena min,

Ronikdarî serokê min.

 

Bi navê te serfirazim,

Cîhanêda hej û hêzim,

Jîyanêda bi ref rêzim,

Payedarî serokê min.

 

Serhildana welatê  min,

Te şaşkir xaîn,dujmin,

Pêşeroja miletê min,

Tu jîndarî serokê min.

 

Te gelê kurd temam rakir,

Dijî  neyar  seferber kir,

Dergê aza ber me vekir,

Rizgardarî serokê min.

 

Tuyî mera bîr bawerî,  

Ol û îman pêyxemberî,

Pey te dicin bi ruhberî,

Tu evrayî serokê min.

 

Milyona ra tu qederî,

Rêber û parêzgerî,

Wekhevyêra tim  bankerî,

Şêwirdarî serokê min,

 

Dijî sexta hêz,leşkerî,

Vê  qadêda têkoşerî,
           Berbi  ronay
ê tu me divî,

Bi biryarî serokê min.

 

Mezlûmara  pişikdarî,

Pêş xaîna Zulfeqarî,

Rêya rastda berxwedarî,

Wefadarî serokê min.

 

Ji bo heqîyê te kir gazî,

Barbar tera nebû  razî,

Tu kurdara şans mirazî,

Dû te dicin bi şanazî,

Fedekarî serokê min.

 

Bi îsrarî tu xêrxwezî,

Ji  bo gelan aştîxwezî,

Wekhevîyê  tu dixwezî.

Dîrokêra rengewazî,

Altindarî serokê min.

 

Mera ani te bawerî,

Bi te şabû gelê Arî,

Emrê  mera tu buharî,

Secdê dike tera Barî,

Rêya heqî serokê min.

 

*****        ***         *****

 

Tu wîcdanî  wîcdan  serok,

Bo me resen esl û kok,

Te vajî kir temam dîrok,

Jîna nûra tu naverok,

Zîyaretî mera serok.

 

Neyar birî hemû derfet,

Ji me dizî jîne qismet,

Tuyî  me ra risq-bereket,

Hatin ser me bi îxanet,

Cesaretî mera serok.

 

Hemberî me dunya bû yek ,

Hevra rabûn bi lez , bi cek,

Tu cî nehat   mera  komek,

Meydanada em mane tek,

Tu qederî mera serok,

Dunya meyî dunya serok…

 

*****    ***     *****    ***

 

Dunya ketye dest çeqela,

Înkar dikin me eşkela,

Pêş bêmafyê em bûn gela,

Meydanada temam pola,

Bi hewla te birêz serok.

 

Daxwaza me hemû kurdan,

An mirin an niştîman,

Îro ya meye serhildan,

Têdikoşin bi dil û can,

Bi hewla te birêz serok.

 

Tu li kuvî  em ji wirin,

Bi hevra em bi qedirin,

Dîrokêra kurd qederin,

Em dimeşin qada şerin,

Bi hewla te birêz serok.

 

Em ji te qe navin cuda,

Ber tu kesî nabin duda.

Te ji mera hêz, qewat da,

Emê nevin tu wext unda,

Bi hewla te birêz serok.

 

Ya dujmin jê nagire,

Ramana wî  tim dagire,

Bê îmane û gawire,

Hemberî wî kurd agire,

Bi hewla te birêz serok.

 

Tu evrayî wek şems,tavî,

Bê te jîne hertim avî,

Dunya mera tu silavî,

Em terane heya dawî,

Lap eşkela birêz serok.        

   

Îmralîyêda tu cî navî,

Wedeliye ev tengavî,

Gelê kurd ra bê şik bavî,

Cavra dike me azayî,

Bi hewla te birêz serok.

 

 

Bêwar dibê nan û avî,

Ji kurdara wek hewayî,

Ji Îmralê tê azavî,

Bi hewla me birêz SEROK.

Jîna nuyî  evra  SEROK….

 

10/X/2012.       Bêwar Barî Teyfûrî.                                 

 

0

Оставить комментарий