Опубликовано: 01.11.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

(Ji bo rojbûyîna hunermendê navdar Brader)

 

 

                            Ev hûnermendê bê malî gewre 

                           Bi dilê xemgîn, keser, tengezar,

                           Tembûr hildaye bê pergal û hal

                           Li şaristanan bang dike, hewar!..

 

 

Çend gilî li ser jîyannîgarîya wî

 

Di nava hûnermendîya kurdî ya dehesalîyên dawî de navê dengbêjê xudanşuret, hostê stranbêjîya gelêrî û nûjen hozan Brader bêgûman navekî naskirî û hizkirî, bi rûmet û sîyanete. Ew jî wek gelek hunermendên kurde navdar di nav stranên xwe de xîret û namûs, mêrxasî û fêrizî, xêrxazî û dilovanî, xerîbdostî û netwperwarî, şîrhelalî û aminayî, serbilindî û comerdîya gelê me tîne li ser ziman, herwaha neheqî û decalî, zordestî û nemamî, qelpî û nemerdîya neyaran jî herdem davêje li serê benda kilamên xwe. Lê ya here sereke hisret-evîna bê hed û hesabe ya berbi welatê kal-bavan, ku ewî bi merd-merdane danîye wek  bingeha efrandarîya xwe!

Belê, Brader bi heqî hesab dibe wek hostakî stranbêjîya kurdaye gelêrî. Belê, ew sîmbola kurdewarîyê, namûs û xîretê, serbilindîyê û berxwedanê ye. Kîjanê bêjim, kîjanê nebêjim! Lê «çi jî bêjim, her tişt li bejna sîyarê min tê!». Wek pêşîyên xwe ewî jî serê xwe li ber dijmin tu caran danexistîye, nebûye noker û bindest. Berxwedan bi rehên pêşîyên wî û bi şîrê dayîka wî re ketîye nava ruh û sewdayê wî.

            Hunermend Brader 1-ê mijdarê sala 1958-an li gundê Mûsika li devera Mêrdînê (Kurdistana bakûr) hatîye cîhanê. Bavê wi Silê Reşê (kurê Hemê Ahmoyê Miho) dengbêjekî vê herêmê yê naskirî bû. Zarotîya Brader li civatên oda mala bavê wî, di nava stran, beyt û serpêhatîyên kurdî de derbas dibe. Û hema ev yek jî bûye sedemek, ku ewî xwe li hûnera kurdî girtîye…

Hela di zaroktîyê de cara yekemîn ew radighîje bastonê bavê xwe û dengê tembûra wî derdixe. Dûra pêlava xwe dide çerçîkî û li şûnê bilûrê hildide. Û sibê heta evarê bilûrê dixe. Dema ew diçe dibistanê, birayê wî yê mezin–Beşîr ji bo wî tembûrekê dikire. Û di wê demê de heya niha ew tembûrê ji destê xwe danayne…

Brader li herêma Mêrdînê  li dibistana seretayî û navin dixwine. Dû re li lîsêya tundurûstîyê ya bajarê Wanê tê hildanê, lê temam nake. Ji ber ku ew li ser kul û derdê gelê xwe yê bê maf û bê destûr distrê. Lewra jî hûnermendê genc zûtirekê binçav dikin, çendik-çend caran wî dixwezin bişkênin, nuxsan bikin. Lê Brader nayê rayê! Û 3 meh û nîvan ceza didine wî û davêjne zîndana Wanê…

Helbesta xwe ya yekemîn Brader hema li vira, li zîndanê dinvîse. Roja ku  ji zîndanê derdikeve jî, ew tê dibistana xwe û cara yekemîn li wira ji bo hevalên xwe konsêrê dide. Û dû re  radihêle tembûra xwe û  berê xwe dide mala bavê xwe…

Jîyana Brader ya kurdewarîyê û xwendina li dibista tirkan dirêj bi hev re nikarin bimeşin. Ji ber ku di navbera perwerda li mala kurdî û perwerda li dibistana tirkan de sînor, astengî û dijîhevtî hebûn. Brader ji azadîyê hiz dikir. Ew nikaribû biketa qalbê xwe û bê deng perwerda tirkî hilda. Ji ber bûyerên ku herdem li dibistanê derdiketine meydanê, ewî çend caran ji dibistanê derdixin. Lê  dema cunta 12-ê îlonê tê, Brader bi yekcar destê xwe ji dibistanê dikşîne û dişo. Çara wî namîne. Û destpêka salên 1980-î  ew berê xwe dide xerîbîyê û diçe Avropayê…

Brader ji sala 1986-an de li Holanda jîyana xwe berdewam dike. Heta niha ewî 10 albom û çend sêlik (plak) derxistine. Bawerbikî hemû stranên xwe ew  bi xwe disêwirîne. Ew heya niha jî xwe di nava stranbêjîya kurdîye gelêrî û nûjen de mîna pirakê dibîne…

 

 

 

Stran û jîyan

 

Gelo çima bende distrên?

Hunermendî (xazma stranbêjî û sazbendî) beşekî jîyana mirovan ya bedewetîyê ye, ew hesîn-hesta heyetîya ruhanîya benda ye. Hunermendên ji gelên serbest û azad belkî ji bo kêfa xwe, li gorî keys, hewas, merîfet û şureta xwe strane û efirandine.

Lê gelo ji bo çi kurd distrên? Lê gelo me kurdan ji bo çi efirandîye? Ronakirbê ermenîyayî mezin Xaçatûr Abovyan di dema xwe de gotîye, wekî her kurdek bi ruhê xwe ve helbestvane. Bêgûman, kurdan ji bo  kul û derdên xwe straye û efrandîye! Divê dilê benda gelekî bêşe, ku ew biefirîne! Eger xeber-peyv ji kûraya dil dernekevin, dêmek, ew gotin wê qelp û ne rast bin. Lewra jî hunermendên wek Brader ji bo kêf û menfîyeta xwe nestrane û nastrên. Raste, derdê her mirovekî bi taybete, lê Brader jî li gorî kul û derdên xwe dilûbîne û dibêje. Ew kul û derdên gelê me ne, xemgînî û rewşa netew û welatê me ye! Stranên wî ji kûraya dilê wî dertên, ew keser-axîna Kurd û Kurdistanê ye! Ew bûye braderê kurd û Kurdistanê yê rojên eşqê û şabûnê, yê rojên melûlîyê û xemgînîyê…

Îro em dixwezin bi berfreyî nasîya xwendevan û bîneran bidne rîya jîyan û efirandarîya hunermendê hêja Breder Mûsikî. Ji ber vê mijarê jî em hinekî ketne li nava tevekên efirandarîya wî. Bawer bikî, xûdanên van xetan bi dehan çavkanîyan mêze kir û xwend, gelek stranên wî guhdar kir, lê dîsa em hatne li ser wê nêtê, wekî em hela baş hozan Brader nas nakin. Ewî li tu deran dilê xwe tam li ber maşoq û guhadrvanên xwe venekirîye. Tê bêjî wek hûnermendekî mezin cenabê wî qest bende gelek tiştan ji  me vedişêre, ku em bi xwe li ser wan dûr û dirêj bifikirin û tê bighînin, ka bê derdê hunermendê eyînsî çîye, ew ji ku tê û ji bo çi kur dinale!

Lewra jî em van dawîyan berbirî birêz Brader bûn û me ji wî hîvî kir, ku bersiva çend pirsên me bide, yên ku hinekî  bi taybet û bi şexsîne.

Dibê em wê jî bêjin, wekî xwendevan dikarin bersivên gelek pirsên dinê di nava gotebêj, qise, axaftin û gotarên Brader bi xwe de dîbînin û bixwînin. Ne hewceye, ku îro em wan pirsan dîsa dubare bikin û bidne wî camêrî û serê wî jî bêşînin.

Her tenê îro em bersivên hinek pirsên bi taybet raberî bîner û xwendevanên xwe dikin.

 

PRÎSKÊ MIHOYÎ: – Birêz Brader! Berî her tiştî em dixwezin ji cîh û warê cenabê te, ji colanga zarotîya te destpê bikin. Bi kerema xwe, li ser gund û eşîra xwe hinekî reweste.

 

BRADER: – Navê gundê me Mûsika ye. Navê gund ji navê niştecîyên wî tê. Gundê Mûsika di navbera Mêrdînê û Qosarê de ye. Navê eşîra me Mûsikî ye.  Mûsik bavekî ji heft bavên Pencînarane. Bi gotina gotîyan sê birayên wana ji hev cihê dibin. Yek li Qubînê maye, yê duda hatîye li Xirbê Millan û dawîyê li Newala govan yanê li gundê Mûsika bi cîh bûye.Yê sisîya jî berbi berîyê çûye. Dibêjin, ku Hemê Mûsê (mêrxasê deşta Surûcê) bi xwe Mûsikî ye. Her çiqas ew bi navê eşîra Berazan jî tê  naskirinê, Mûsikî jî li wan derdoran hene.Yanê pehetîyê  ji wî birayê sisyane.

            Wargê ku em lê mane, min got, berê jêra digotin Newala govan. Nêzîkî sed govan (şikeftan) li gundê me hene. Mûsikî zivistanê pezê xwe dikirine van govan-şkeftan, baharê jî derdiketine li zozana, li Xirbê Millan datanîn. Ji ber ku pezê wana hindik bû, Mûsikan li Newala govan xanî xwera ava kirin û gundê Mûsika bi vî rengî şên bû.

Carekê ez û serokê berê yê partîya dêmokrat ya Kurdistana bakûr (PDK-T) birêz Dewrêşê Sado bi têlêfonê ketin sohbetê. Birêz Dewrêş mezinekî Pencînarane. Ewî got, wekî heft bavên Pencînaran hene, Mûsikan jî pehatîyên bavekî wanî herî mêrxasin.

Mûsikan di dema berê de gelek neheqî û zor dane derdorên xwe. Ew qoçax û zor bûne. Lê dikarim bêjim, wekî nîveka sedsala derbasbûyî xwehesîna netewî kete nava Mûsikan jî. Êdî ew mêranîya hişk û vala nema û  ji holê hate hildanê. Wana mêranîya xwe li hember dewletê nîşan dan. Di salên 70-î de navendeke (hucre) PDK-T li gundê me bi awayekî gelekî dizî ava bû. Her tişt gelek bi xewle û sûrrî bû. Herdu birayên mine mezin–Beşîr û Mehmed Elî jî di nav vê komê de bûn. Lê haya min ji wana tune bû. Ji ber ku ez hê zaro bûm, lema jî wana ji min vedişartin. Gelek car ew hespan sîyar dibûn û ji malê derdiketin û  diçûn. Çend rojan ne dihatin. Lê tiştek mera ne digotin.Vê dawîyê ew li xwe mukur hatin, ku diçûn alîkarîya pêşmergan dikirin. Êdî li gundê me pîvanên mêranîyê hatibûne guhartinê. Kî şoreşger bûya, ew jî mêrxas bû. Ev 30 sale, wekî li bakurê Kurdistanê şer diçe. Gelek şehîdên gundê me hene. Heta niha di gundê meda cerdevan derneketine.

Bavê min herdem digot, ku Mûsikan tu car xerc nedane dewletê. Bi taybet mala Mîrzo serê xwe dane şikandinê, lê xerc nedane. Di strana Dewrêşê Evdî  û Edûlê de behsa Hemê Mûsikê jî bi wî awayî tê kirinê: ewî jî tu car xerc nedaye dewlete.

            Gundîyên me bi cotkarîyê, rez û pêz debara xwe dikirin. Tê bîra min, di gundê me de 90 mal hebûn. Hemû  ji bavekî û pismamên hev bûn. Niha gund vala bûye. Rez û pez jî nemaye. Berê li gundê me şevbihêrî hebûn. Li mala me herşev gel kom dibû. Bavê min stran û destan, mesele û metelok digotin. Ez jî zarok bûm, di odê de bi wan re dimam heta destê berbangê. Ji zarotîya xweda, ji civata bavê xwe ez hîn bûme dereng razêm. Nikarim zû razêm. Niha di warê huner û çandê de çi min dest anîye û fêr bûme, her tişt bi bingeha xwe ve ji wê civata bavê min tê.

 

                   Heya niha li ser malbeta xwe û bi taybetî li ser dê û bavê xwe tu bi hûrgil û berfireyî nesekinî. Dê û bavê te herdu jî ji eşîra Mûsikane? Dema zarotîya te de rewşa malbeta we çawa bû, di malê de we çi terbîyet-tore hildane?

 

                    Dema min çavê xwe vekir, bavê min–Silê Reşê êdî kal bû. Dîya min–Meyrema Şemdîn jî jineke cîwan bû. Dîya min jina bavê min ya çaran bû. Piştî jina bavê min ya sisyan diçe li rehma Xwedê, bavê min dîya min mar dike. Ji herdu dayîkên mine pêşin zaro neahatine dinê. Ji ya sisyan keçek û ji ya çaran em 5 bira û xûşkekin. Navê xûşka mine mezin Ruheyla ye, Beşîr, Mehmed Elî, Mustefa ji min mestirin, Xetîb biçûkê me ye, lê xûşka me ya biçûk navê wê Zerga ye. Bavê min 110 sal jîyan kir. Denbêj bû. Hevaltîya min û bavê min gelek bi hêz bû. Dîya min jî Mûsikî bû. Ew ji mala xalê min bû. Lê ji mala xalê min ra digotin malik. Ango ew dereng hatibûn bal me. Ew ji gundê Sahdanê hatibûn. Ev gund bi Dêrika çîyayê Mazî ve girêdayî ye. Lê ew jî Mûsikî ne. Ew sê birayên kû li jor me behsa wan kir, yek ji wan navê wî Hemed bû. Jêra digotin Hemik. Gundîyên me ji wî Hemikî zêde bûne. Çend bav ji Hemik peyda bûne. Bavek Miho ye. Em ji mala Miho ne. Navê bavê min Silo ye. Silê Hemê Ahmê Miho. Miho jî kurê Hemike. Navê dîya min Meyrema Şemdinê Evdê Gaso ye.

Bavê min digot, em pêgirtî yê Milla ne. Digot Huseynê Qenco dema diçû şer yan seferekê, dihat li gundê me betlana xwe dikir. Çend rojan li gundê Musîka dima û diçû. Digot, herdem gundê me  li bin destê Huseynê Qenco de bûye û ewî gundê me parastîye.

 

– Dibêjin, ku bavê teyî rehmetî ne ku tenê denbêjekî zor bûye, lê ew usan jî şadên gelek bûyerên dîrokî bûye, li tevî gelek serpêhatîyên balkêş bûye. Gelo ew serhildanên netewî re girêdayî bû, ew bûbû tevgelê wan bûyerên dîrokî? Gelo ewî qisên ûsa bi we re kirîne, ku heya niha li bîra te de mane?

 

– Rahmetîyê bavê min gelek destan û stranên dîrokî û yên evînîyê-bengîtîyê dizanibû. Gava gilî dihate li ser strana Dewrêşê Evdî, ewî behsa Abdulhemîd dîlekê Kurdistanê jî dikir. Dema strana li ser Şêx Mehmûdê Berzencî digot, behsa Şêx Sehîd Efendî dikir. Digot, dema serhildanê ew û Ahmed Axayê Dumilî û 70 zilamên din hatine girtinê. Ew û 70 zilam ji mirinê xelas bûne. Piştî berdana ji zîndanê Ahmed Axa surgûnî Konyayê kirine. Bavê min 7 caran ketîye hebsê, bi tevahi 14 salan di zîndanê de maye.

Ewî li Kêrkûkê 6 mehan eskerî kiribû. Dûra ew û xalê xwe Hemûdê Receb ji eskerîya Kêrkûkê direvin. Peya têne Cizira Botan, diçine tirba Mem û Zîn zîyaret dikin. Lê dema ji Cizîrê derdikevin, careke dinê têne girtinê. Wan tinîn hebsa Mêrdînê. Di rêda bavê min dîsa direve û şev xwe davêje malê. Lê destên wî hê di kelemçê de bûne. Dibeje, dayê ka tiştek bîne em vê kelemçê bişkênin. Kalkê min dibê: «Lo kêfa min hat, min got, qey te eskerîya Romê qedand û  bi silametî hatî malê. Lo tu hîna bi kelepçeyî?».

Bavê min li Sûrîyê jî gelekî mabû. Ewî behsa mala Cemil Paşa dikir û bi pesindarî digot, ku ewî bi Wejdîn Efendî re sohbet kirîye. Bavê min li gelek deveran gerîya bû, tiştê balkêş civatê re gilî dikir. Raste, xwendin û nivisandina wî tune bû, ne bi tirkî, ne jî bi erebî, lê geleg tişt di bîra wî de mabûn û dizanibû. Ewî digot: «Em 4 bira bûn. Ez, Şêxo (temburvanekî zor bû), Bedo û Ahmo. Gava kaxet ser navê me yekî dihat, ku herne eskerîya tirkan, min xwe dida ber û li şûna wana ez diçûme eskerîyê. Lê min tu eskerî ji tirkan re ne dikir».

Ewî behsa alayên hemîdîyê jî dikir, ku herdem alozî di navbera wan û gundîyên me de derbas bûne. Ewî bîr danî û gilî dikir, ku ji bo ew neçin eskerîye û ew xercê xwe nedin dewletê, wana xwe didane çîyan.

            Bi xemgînî li ser qetilyemên piştî serhildana Şêx Sehid dikir, li ser şerê Dêrsimê jî deng dikir.

Ewî behsa mala Elîyê Ûnis, bûyerên gelîyê Zîlan, Seyîd Xanê Kerr dikir. Behsa Iskan Paşa, Brahîm Paşayê Millî, Sultan Abdul Hemid xûnxur dikir. Bavê min digot du caran fermana ermenîyan rabûye: ya yekemîn salên 1870-1880-î bûye, ya dûemîn jî sala 1915-an çê bûye.

            Ewî hemû şaxên destana Dewrêşê Evdî baş dizanibû. Digot strana Dewrêşê Evdî yanê strana «Delal» ji 7 şaxine. Digot, ku gava li bajarê Wêranşeherê dîwana dengbêjan gerîya ye, hemû dengbêjan Dewrêş sîyarî danîn li ber konê Edûlê radiwestandin. Kesekî nikaribû Dewrêş peya bike. Dengbêj Hesenê Bêzike hatîye li dîwanê rûniştîye. Dest bi strana «Delal» kirîye û Dewrêş dû re  peya bûye.Wî çaxî Hesenê Bêzikê pesnê xwe daye û gotîye: «Ez bi serê xwe kim, 7 Delalê min hene.Yanê heft şaxê strana Dewrêşê Evdî hene».

 

– Kek Brader! Bavê te çi tesîr û bandor ya perwerdê û hunerîyê li ser cenabê te hîştîye? Gelo tu li ser dengbêj Mehmûdê Hesê çi dikarî bêjî, ku dostê malbeta we ye û niha jî saxe?

 

– Her roj, bi taybet şevên zivistanê civata mezin li mala me bû. Bavê min ne tenê dengbêjî dikir. Ewî dîrok, destan, çîrok û mesele digotin. Dema hineka piste-pist dikir, yanê jî xewra diçûn, ew aciz dibû. Min got, ku bavê min kal bû, em jî zaro bûn. Rewşa me aborî pir xerab bû. Ne pezê me û ne jî rezê me hebûn. Lê her êvar civat li bal wî giran dibû. Çaydanekî me hebû, mîna serê gakî mezin bû. Herdem çaya germ têda hebû. Gundîyan alîkarîya bavê min dikirin. Heta êzing, dar û berê ji bona agirê soba me  jî danîn.

Mala me weke dibistana gundê me bû. Ez jî di wê dibistanê de mezin bûm. Hevalên min hemû ji min mezintir bûn. Mêvanên me–Rehimê Kor, Huseynê Welîko, Hec Xeno, Hecî Esed, Brahîme Çivirî, Elîyê Cebo, Mehmedê Cebo, Remo Huro  bi 10-20 salan ji bavê min biçûktir bûn. Lê kesên xort jî li civata bavê min amade dibûn. Ji wan xortan hinekan dixwestin bivin dengbêj. Gelek car bavê min stran bi wan dida gotinê. Ka dengê wan, lorîna wan çawaye. Bavê min ew rexne dikirin, ger ne bi dilê wî bûya. Carna jî hinek ji gundên din dihatin li bal bavê min û stran digotin û fikra wî dipirsîn. Tê bîra min, yek ji Xursê hatibû. Bavê min jêra got, dengê te başe, lê sermîyanê te kême. Di nava wan şagirtan de yê herî zaro ez bûm. Min perwerda xweye yekem ji bavê xwe girtîye. Min gelek car bastonê wî bi neyta tembûrê bikar danî. Dema ku bavê min bihîst, ku  ez hînî tembûrê dibim, ji şabûna girîya. Got, birayê min Şêxo jî tembûrvanekî bêqusûr bû…

Cenabê te behsa Mahmûdê Hesê kir. Ew dengbêjê navsere ye. Dengê wî û stranên bavê min gelekî nêzîkî hevdûne. Ew ne şagirtê civata bavê mine. Ez bawerim, kanîya kû ewî stran jê hildaye û ya bavê min yeke. Ez gelekî ji mamoste Mahmudê Hesê hiz dikim. Dengê wî xweşe û neqşên wî yên strana bê hempa ne. Sermîyanê wî geleke. Li bal mamoste Mahmudê Hesê ne tenê stranbêjî, lê usan jî wêje xurte. Ez dema li dengbêjan guhdar dikim, kela min tije dibe. Bi pirranî dema li dengbêj Abdulhadî guhdar dikim, kela min tije dibe û hêstir ji çavên min têne xarê. Ji ber ku ew stranên ku ew dibêje û starên bavê min digotin, tevda yekin…

 

– Te xwendina xwe li ku hildaye? Ji bo çi te li lîsêya Wanê dev ji xwendinê berda û bi mecmûrî çûyî Avropayê?

 

– Piştî civata bavê min, dibistana tirkan hat. Dibistana seretayî û ya navîn li hember gundê me ye. Ew wek dibistan-razanxanê bû: em bi şev û roj li dibistanê diman. Xwerin, libas, ders û razan li dibistanê bû.Weke perwerda eskerî bû. Em tenê fêrî zimanê tirkî dibûn. Em weke zarokên tirkan mezin û perwerde dikirin. Dibistanek vajayî civata bavê min bû. Carekê ez ji dibistanê revîyame malê. Lê bi rê ve hatim girtinê û ez dîsa vegerandime dibistanê. Min 8 salan li wê dibistanê xwend. Pîştî wê dibistanê, ez çûme bajarê Wanê, li lîsêya tundurûstîyê xwend. Dû re em ketin nava tekoşina şoreşgerî. Bi fermî ketim nava refê  PDK-T-KUK (partîya dêmokratî Kurdistana Tirkîyê).

Hema li destpêka xwendinê ya sala yekemîn min eşkere stranên kurdî gotin. Mudûr ez dame destê polisan. Polisan jî ez dame dadgehê. Ez  wê demê 18 salî bûm, ez ketim zîndana bajarê Wanê. Min li wir helbesta xwe ya yekem nivîsî. Piştî 3 meh û nîvan ez ji zîndanê derketim. Mudûr ez ji dibistanê derxistim û raqetandim. Ewî biryar da, ku salekê min ji dibistanê dûr bixe. Hevalên min yên dibistanê hemî hatin bal min. Em çûne piş dibistanê, min li wê derê konsêrek da. Û min xatir ji wan xwest. Ew ji konsêra min ya yekemin bû.

 

– Li ser zext û zordarîya dewleta Tirkîyayê di hindava gel û malbeta xwe de ya wê dêmê çi dikarî bêjî?

 

– Dema ez ji wanê bi wî awayî vegerîyam malê, malbata min gelekî xemgîn bû.Mirovên min dixwestin, ku  ez dibistanê bi rûspîtî biqedînim û bivim xwedî meaş, mal û hal. Lê şert û mercên min destûr ne didan. Min nikarîbû stranan negota. Ez nikarîbûm beşdarî çelakîyan nebûma. Ji bo kesekî bi vî bîr û bawerî li Tirkîyê xwendin û jiyanek xweş ne dibû bihata sêrî. Herdem çavê dewletê li ser te û malbata te bû. Herdem te dikaribûn girtina û bavîtana zîndanê.

Birayê minî mezin gelek car ji bo min hatîye girtinê û lêdanê.

Ji malbata min ji dereca yekem şehîd tunene. Lê ji dereca duyemîn em dikarin bêjin,ku hene. Ew şehîd ji gundê me ne. Gelek kes dizanin, ku strana min ya Harûnê min li ser kurê mine. Lê na! Ez dixwazim îro dilvekirî bêjim, ku ez hemû şehîdên doza Kurdistanê wek şehîdên malbata xwe hesab dikim. Gelek stranên min li ser şehîdan hene. Sofî, Harûnê min, Dr.Qasemlo, Şêrzanê min, Kele-kela germa havînê, Sonda mirinê (Fayîk Bucak), Delîla, Cejna xemgîn (şehîdbîna Samî Abdurrahman û hevalên wî), Meşa Mezin, ku li ser hereketa nemir Barzanî ye. Min stran li ser zêndîyan jî sêwirandîye. Yek li ser Mehdî Zana, ya din ji li ser girtina Ebdullah Ocalan.

 

            – Te strana xwe ya yekemîn li ku gotîye? Guhdarvanan çawa ew qebûl kirin?

 

– Nayê bîra min, ku min çawa û li kîderê cara yekemîn stran gotîye. Lê strana ku min sêwirand û cara yekemîn got, ew li zîndana Wanê bû. Dengbêj Kazo jî wê demê di zîndanê da bû. Carna me civat digerand û stran digotin. Rojekê me dîsa dîwan gerand û me stran gotin. Stranek hate li ser zimanê min û min got. Tirkî, kurdî,  çi hat li ser zimanê min bi tembûrê min pêşkêş kir. Gelek kêfa lawikan hat. Lê ji ber ku ew stran hemî ne kurdî bû,  min di albomên  xwe de bi kar nanî. Li gor wê demê stranek şoreşgerî bû. Hozan Berîvan û hozan Birîndar ew stran xistine nava xebatên xwe. Gelek hate hizkirin.

 

– Tu stranên folklora kurdî û yên nûjen çawa nirx dikî?

 

– Bingeha sazbendîya me stranên me yên folklorî ne. Bêy wan stranan em nikarin stranên modern jî bisêwirînin. Heger yek rabe bi xwe strana kurdî ya modern çêke, pêwîste li klasîkên xwe vegere, li dengbêjan guhdar bike, wana hazim bike. Dibê li folklor, ziman û çanda xwe vegere, jê têr bibe, turikê xweyî zanebûnê dagre.Yanê na mûzîka nûjen bi ser nakeve. Loma gelek stranbêjên me yên dema nû rabûne, dixwazin strana modern bisêwrînin, lê bi ser nakevin. Ji ber ku haya wan ji folklora me, ji çanda me tuneye. Dikarim serda zêdekim û bêjim, wekî hinek ji wan bi kurdî jî nizanin. Bi vî awayî ne strana kurdî û ne jî strana kurdîya  modern çenabe. Min gelek car gotîye: heger keç u xortên kurdan bixwezin hunermendîyê bikin, ew dikarin li klasîken cîhanê binhêrin u bişopînin. Lê heger dixwezin tenê stranên kurdî bêjin, bila  folklora meye dewlemend vekolînin û dersan jê hildin.

 

– Di hûnermendîya cenabê te de pevgirêdana stranbêjîya kurdî ya kevnar û nûjen wek têlekî sor derbas dibe. Pisporên sazbendîya kurdî dibêjin, tu bûyî wek pirak di navbera stranbêjîya kevnar û ya nû de. Li ser vê meselê çi raman û fikrên te hene?

 

– Her wisa ne tenê ez, lê gelek hunermendên dema me yên navdar mîna pirekê di navbera strana duhu û sibê danin. Ew keç û xortên me yên nûgihaştî gereke vê pirê bivînin. Ez dixwazin ew me weke pirekê bi karbînin, da ku rîya xwe winda nekin. Alîyekî min klasike, alîyekî dinê nûjene…

 

– Gelo destan, beyt-serpêhatîyên gelêrî di nava hunera cenabê te de çi rol lîstine? Tu bi çi şêweyî stranên kevnar û nû bi hev re girê didî û bi kar tînî?

 

–Stranên me, destanên me, beytên me bingeha xwe ji rastîyê, ji dîrokê û ji jîyana gelê me digire. Ez van stranan gelek car ji nûve şîrove dikim. Bi awayeki sound û têknîka nû, bi hacetên sazbendîyê yê dema îro. Ev yek  min bextewar û ruhdar dike, ev xizmet ji bo strana kurdi ye. Strana Erebê, Mîro, Edlayê, Kezîzer hema nimûneyên usanin.

 

–Ji dengbêjên kurde meşûr kê bandûra xwe li ser stranbêjîya te hîştîye?

 

– Salê carek dengbêjek ji serhedê dihate mala me. Ebak li ser navmila wî bû. Dema dikete mala me, li piş dêrî rûdinişt. Ew wêne tê bêjî vê gavê li ber çavên mine. Bavê min qedrê wî camêrî digirt. Jê re digot Baba Dewrêş. Bavê min dixwest ew were li ser doşekê,  li kêleka  wî rûnê. Lê ew havînan dihat û li cîyê xweyî hergav rûdinişt. Baba Dewrêş strana Evdalê Zeynikê digot. Ez heyr-hijmekarê deng û seda wî bûm. Ahenga dengê wê nerm û zirav bû…

Hilbet, Mehmed Arif Cizrawi, Mahmudê Hese, Cemîlê Bafawî, Izzedîno jî bi stranên xwe ve ez heyr û hijmekar hîştime. Dema li Wanê bûm, dengbêjên serhedê min nas kirin. Min gelek li Şakiro, Abdulkerim, Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Ahmedê Bertî û Reso guhdar dikir. Ez wan teva hiz dikim.

 

–Em dizanin, ku gelek derhênerên naskirî nîgara te ya hunermendîyê re tevayî, usan jî şureta te ya lîstikvanîyê bi kar tînin. Tu heya niha li çi fîlman de derketî?

 

– Ji  sala 1995-an heta niha di nava sînêmaya Holandî de ez bejna xwe li ba dikim. Min di gelek filmên Holandî de lîstîye. Lê, mixabin, di filmên kurdi de min hela ne lîstîye.

 

– Tiştekî belî ye, ku her efirandinek ji bo hostê xebera bedewetîyê û hunerê  wek zarokan şîrîn û hizkirî ne. Gelo kîjan strana te gelekî bi dilê te ye? Eger te ji nû ve straneke xwe bigota, gelo teyê di wê stranê de çi biguhasta?  

 

– Hinek stranên min hene, ku di warê stranbêjîya nûjen de gelekî berbatin. Dixwazim wan ji nûve tomar bikim û belav bikim. Lê derfet niha tunene. Starên bi dilê min ne gelekin. Berê yekemîn ez rexnevanê xwe me. Mirov herdem tiştên baştir dixwaze derxe. Lê stranên mine usan jî hene, ku  li ber dilê min de gelekî şîrinin: Şehîdek bênav, Erebê, Cejna xemgin, Sonda mrinê, Çemê Rêynê, Sewdasiza min, Pepûlê…

 

– Kekê hêja, bi kerema xwe di paşerojê nêzîk de te çi xebata giring daye li pêşîya xwe?

 

– Ez niha li ser albomeke nû kar dikim. Lê ya here giring ez li ser destana Meşa mezin ya nemir Barzanî dixebitim. Xwedê emrê dirêj û derfetan bide, ezê sala 2013 dan de biqedînim…

 

– Bi  kerema xwe,  li ser malbeta xwe hinekî gilî bike! Zarokên te bi çiva mijûlin? Em zanin, wekî lawê te Memo jî distrê. Gelo ew ji Brader dersan hildide yanê mijara wî ya hunerîyê cihê ye?

3 kur û 3 keçên min hene – Sulêman, Memo, Erdal, Jîyan, Şîrwan, Nalîn. Navê xanima min jî Nejla ye. Kurê min Memo heger bixwaze û ji hunerê sar nebe, ji bo dema paşeroja sazbendîya kurdî ew amade ye. Niha bi xwe stranan disêwirîne û bi deng û tembûra xwe dikare pêşkêş bike. Bi minra gelek car derdikeve mêrîcan û şevên Newrozê jî. Klîpeke wî niha li ser facebookê belav bûye. Strana Emman dilo ya rahmetîyê Mehmed Şêxo gotîye. Zûtirekê klîpeke  Memo ya nû wê biweşe. Keça min Jiyan jî him li tembûrê dixe û him jî dengekî wê gelekî xweş heye. Stranek li ser Dayîkên Şemîyê bi dengê wê me tomar kirîye. Niha me stranek hevbeş bi navê Neçe delalê neçe, tomar kirîye. Ewê stranê ez, Jîyan û Memo di dema pêşda eme bikin klîp.

 

– Heya niha rojnamevanan çi pirs ji te nekirine û te xwestîye bersiva pirsên usa bidî, lê te nedaye?

 

– Heger em wan pirsan bînin li ser ziman, dîrokeke dinê wê derkeve holê. Yanê pirsên ûsan gelekin. Nizanim ji kîjanê destpê bikim. Her rojnamevanek pirsa jîyan û berhemên min dike. Kesek carekê pirs nake, ma ew berhem wê çawa û bi çi derfetan bêne tomarkirin û belavkirin? Em gelek hunermend pera deyn dikin ji bo ku berhemên xwe pêşkêşî vî gelê belengaz bikin. Lê dema gel belengaz be, hunermend bêtir belengaz dibe. Dema hunermend belengaz be, xebat ji nabe. Stranbêjî îro ji bo me wek nan û ave. Lê tomarkirin, dabeşkirin û belavkirina stranan, amadekirina klîpan  hemû bi pera ve girêdayî ye. Ezê pera ji ku binim keko? Kesek vê pirsê nade!

Egîdê Cimo nefesa sazbendîya me ya resene. Lê ew bê nefese di warê aborî de. Çend sal berê ez çûme Yêrêvanê û min rewşa wi dît. Karapêtê Xaço di çi halî de bû? Şakiro bi xeyd çû ser dilovanîya xwe. Ayşe Şan bê xwedî mir. Em hunermendên kurde li Avropayê jî li ber derîyên sosyal-civakîne. Gelek hunermendên me diçin li xwarinxanên tirkan û ereban derdanan dişon.

Ev hemî pirsin. Saleke dinê 55 salên min temam dibin. Heta niha xanîyê min tune. Û gelek hunermend hene, ku rewşa wana ya min xerabtire… De keremke, hê pirsên te mane?

 

– Bi rastî, min ne dixwest kul û derdên we hunermendan di vî warî de li tevî hev bikira! Bila dengê te bikeve guhê bazirganvanên me yên tomarkirin, belavkirin û firotana berhemên stranbêjan! Bila Xwedê rehmê bike dilê wana, ku ew «devê tefşo hinekî jî li berbi we bikin». Hûn, bêgûman, şabûnê dikine her maleke gel. Dibê keda we bi layîqê bê şêkirandinê û qîmetkirinê!

Es sipasîyê dime canabê te, ku te dem dît û bersiva van pirsên me da!

Mal te ava ji bo vê gotebêja balkêş û hewaskar!

 

                    Mala te jî ava  ji bo vê derfeta axaftinê. Gelê me re xweşbeştîyê û jîyaneke aramî dixwezim. Heta nefes li ber min heye, ezê tembûrê hilgirim û stranên kurdî bêjim. Ez dilbaristanîya xwe di nava stranan û dixoşîya gelê me de dibînim…

 

 

Prîskê Mihoyî,

cîgirê serokê beşê çapemenîyê ya Wezîreta çand û weşanan

ya Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya),

endamê Fêdêrasîyona rojnamevanên navnetewî.

 

 

www.kurdist.ru

 

Admin
Author: Admin

Оставить комментарий