Опубликовано: 31.08.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

     Îsmaîlê Dûko nivîskarekî kurdên Sovîyêta berê yê naskirî ye, yê ku bêtir pîyês ji bo têatorên kurdî û bernamên kurdî yên radyoya Rewanê nivîsîye.

      Sala 1964-an pîyêsa Îsmayîlê Dûko ya «Zewaca bê dil» bi pirtûkeke cihê li Yêrêvanê ronahî dît.

 

     Di destpêka salên 1970-î de li bajarê Tbîlîsîyê û li gundê Elegezê (Ermenîstan) şanoyên kurdî vebûn.

 

    Ji bo wan şanoyan çend pîyêsên nivîskarên Ermenîstanêye kurd hatne nîşandayînê. Ji wan pîyêsan yek ya Îsmayîlê Dûko ya «Zewaca bê dil» bû, yên dinê jî pîyêsên Eskerê Boyîk–«Sinco qîza xwe dide mêr», «Mem û Zîn», ya Tosinê Reşîd–«Sîabend û Xecê» û pîyêsa li ser bingeha poyêma Xelîl Mûradove «Memê û  Eyşê» û yên nivîskarên meye mayîn bûn. 

      Berevoka efrandinên Îsmayîlê Dûkoye duda ya bi navê «Hub û qetil» dîsa li Yêrêvanê li sala 1989-an çap bûye. Di vê berhemê de sê pîyês û çend helbestên wî derketine. Nivîskar di hersê pîyêsên xwe yê bi navên «Hub û qetil», «Xebat û qazanc» û «Terbeta malê» de li ser erf û edet, rabûn û rûniştina gelê me radiweste û tîne li ber çavan. Lê di helbestên xwe de gulvedan û pêşveçûyîna jîyana kurdên Sovîyêtê û dostîyan gelan tîne li ser zar û ziman!

 

      Lê gelo hûn naxwezin tiştekî li ser vê mijarê de zêde bikin û binvîsin?

Ji bo minak: ez nizanim axirya Îasmîlê Dûko piştî hilweşbûna Sovîyêtê bû çi? Ew jî wek gelek kurdên me ji Ermenîstanê derket, kuda çû, çi hate serî wî?

Kî dizane, bila bersivê bide!

Lê ez bawerim, ku kurdên meye li Qazaxstanê wê bê deng nemînin!

 

Prîskê Mihoyî,

www.kurdist.ru

 

 

 

0

Оставить комментарий