Опубликовано: 20.08.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

      Ханыма Али родилась в Армении в городе Октемберян. С 1990 года с семьей живет в России в городе Иваново.

      Окончила Мурманский государственный педагогический  институт и Санкт-Петербургский государственный институт психологии и социальной работы.

      В настоящее время работает психологом – дефектологом   с  глухими детьми.

     Замужем, у нее двое  талантливых и одаренных детей.

     Ее дочь пишет рассказы на русском языке.  

    

      Ханым мечтает собрать все сказки своего детства в один сборник.

   

 

 

 

Mêrke Faqîr û Gur

 

Hebû tunebû, mêrikekî faqîr hebû… Dibejin av mêrike faqîr pir kar dikir, le zike wî ter nan nadexwar.  Sibe  hata evare dixabiti,  ne mala wî hebu na halê wî hebu… Rojeke ji roja  rabu u got :

§                          Amre min na tu amra…hale min na tu hala. Az harim ba Xuda û çand pirsa le bikim. Bira Xuda mira beja az çima vî halîdama?  Yan bira Xuda amre min bine serî… yan bira rihe min bistîna…amre min ne tu amra.


Got û qat ser re û çu. Pir çu, hindik çu…Xuda zane. Le rojake di re da rastî Gur e birçî  hat.
Gur je pirsî:

§                          Avde Xuda, tu quda diçî, çima wusa melulî?


Mêrke Faqîr got:

§                          Braye Gur,  az ber bi Xuda diçim ji bo çend pirsa le bikim. Dixwazim wakî Xuda min ra beja, az çima vî halîdama? Sibe hatanî evare qar dikim, le na min mala, na min hala…na jî zike ter nan duxwim.


Gur gote:

§                          Tu rast dibejî. Wakî ta dît, pirsa min jî je bîka – beja Gurakî berçî sêre çîyaye jorîn haya, duxwe-naxwe ter naxwe. Av çe hasab a? Aze qînge, ter ser dinyaye bigarim?


Mêrke Faqîr got:

§                          Sêr çava, biraye Gur, azê pirsa te jî ji Xuda bikim.


Got u dîsa qet ser re. Pir çu hindik çu…gihîşta gundakî.  Wi gundîda kasek na mabu. Le ber dîwarekî Keçka dalal runişti bu û gora çedikir.
Keçka dalal got:

§                          Avde Xuda, tu çawa derqetî ser van rîya, quda diçî, çima wusa melulî?


Mêrke Faqîr got:

§                          Kaçka dalal, az ber bi Xuda diçim ji bo çend pirsa le bikim. Dixwazim wakî Xuda min ra beja, az çima vî halîdama? Sibe hatanî evare qar dikim, le na min mala, na min hala…na jî zike ter nan duxwim.


Keçka dalal got:

§                          Wakî ta dît, pirsa min jî je bîka. Be Kaçikaka dalal tenê gundakî da dimîne… be destpeşa, nav û namusa…we hata qengî tenê bimîne? Bira Xuda, min ra merekî bişîne, az jî harim bi baxtê xwa şa bim.


Merke faqir got:

§                          Ser çava, Keçka dalal, aze pirsa ta jî jî Xuda bikim.


Got u dîsa qet ser re. Pir çu hindik çu, wastîya û bin darake runişt.
Dare tev xabarda:

§                          Avde , tu çawa derqetî ser van rîya, quda diçî, çima wusa melulî?


Mêrke Faqîr got:

§                          Darê, az ber bi diçim ji bo çend pirsa le bikim. Dixwazim wakî Xuda min ra beja, az çima vî halîdama? Sibe hatanî evare qar dikim, le na min mala, na min hala…na jî zike ter nan duxwim.


Darê got:

§                          Wakî ta Xuda dît, pirsa min jî bika. Be darak serê re haya, av çand sala sev ser darê nagihijin,   pele we zu dwaşin. Av çi hesab a? Aze bikaribim seva ser xwa sor kim?


Mêrke Faqîr got:

§                          Ser çava, Dara sere re, aze pirsa te jî jî Xuda bikim.

 

Got u dîsa qet ser re. Pir çu hindik çu…û rojakê gihişta ber dîwana Xuda, çok da û  got:

§                          Xuda, az hatim pirsa ji ta bikim. Amre min ne tu amra…hale min na tu hala. Sibe hatanî evare qar dikim, le ne min mala, ne min hala…Az sibe hata evare dixebitim, le zike ter nan naxum.   Xuda …tu beja az çima vi halîdama? Yan  amre min bene seri…yan  rihe min bistîna…amre min ne tu amra, roja min na tu roja…

 

Xuda le gohdarî kir û pêra  xabarda:

§                          Avde Xuda, vagara ware xwa we re va, qijan tu hatî û aze amre te bînîm serî.


Mêrke Faqîr  le pirsî:

§                          Xuda, le az Kaçka dalal , Dara sere re, u Gure birçi ra çe bejîm?

 

Xuda got:

§                          Kaçka dalal ra beja, wakî yakî rewî hat gunde wera darbas bu û got – “Kaçka dalal, min ra biba kavanî” – we  bigihija miraze xwa.

§                          Dara seva ra beja bine tamare (ra ye) we da zer û zîv  hene di sandoqêda , wakî yekî rewî hat û qola, darxist, we dare waka bere seva bida.

§                          Le Gure birçi ra beja, waki rasti merîkî ker u beaqil hat  bira wî jî buxe. We terbe u qat birçînabe.


Xuda got u bar çave wî wundabu.
Mêrke Faqîr qet ser re û  çu, gihişta Dara seva û got:

§                          Dara seva, az lezim, runanim, le Xuda got, yekî rewî hat, zer u zive bin tamare tada qola û darxist, te waka bere şin be u seva bidî.

§                          Dara seva  got:

§                          Xorte dalal, lez naqava,wara biqola wan zer-ziva darxa, az gune ma, ti jî dewlemend be û te min jî xelaskî ji mirine.


Mêrke Faqîr got:

§                          Na wala! Xuda min ra baxtakî mayîn soz daya, az zu harim bigihijim ware xwa u baxte xwa.


Got u dîsa qet ser re, gihişta wî gundî, dît ew Kaçka dalal li hîvya wi ya. Got:

§                          Kaçka dalal, az lezim, runenim, le Xuda got, yeki rewî hat gunde wera darbas bu û got – “Kaçka dalal, min ra biba kavanî” –te bigihijî miraze xwa.


Kaçka dalal got:

§                          Xorte dalal, lez naqava, tu min ra beja, az tara bivim kavanî.


Mêre faqîr got:

§                          Na wala! Xuda min ra baxtaki mayin soz daya, az zu harim bigihijim ware xwa û baxte xwa.  Got u dîsa qet ser re. Pir çu, hindik çu, dît we sare çiyaye jorin Gure birçi le dika gazî:

§                          Avde Xuda, ta min ra çe xabare baş anî?


Mêrke faqîr got:

§                          Biraye Gur, az lezim, runanim…


Gure birçi got:

§                          Na, wala te rune û min ra beje ta çe kir, ta kî dît, Xuda çe gota ta?


Gure birçi û Mêrke faqîr runiştin û wî jera got, çawa reda rastî Dara seva û Kaçka dalal hat. Got Xuda çi got wana ra.    Gur  bihîst û le persi:

§                          Avde Xuda, ma te Kaçka delal xwara ne kira kavanî, ma te zer u zîve bin Dare da na qola, çima?


Mêrke faqîr got:  

§                          Na wala! Xuda min ra baxtaki mayîn soz daya, az zu harim bigihijim baxte xwa.


U da xwa waki re va.
Gur got:

§                          Rune, Avde Xuda, leznaqava…. Le te na got Xuda min ra çi got?

§                          Xuda tara got,  wakî rastî mêrikî ker û beaqil hati –   buxwa, te ter  bî û qa amre  xwa da birçînabî.


Gure birçî got:

§                          Eee  Avde Xuda, aze yakî ji te kertir û beaqiltir qu bivinim? Tu qeti daste min, aze ta ji buxum –  got û xwar….

 

 

 


Hayfa Buka-qezike

                       (Идея народная – интерпретация моя)

 

Gundakî da gavanak habu. Jina wî jera haft kîz anî. Şeş kîze wî yek ji yekê rindtir bu, lê ya hafta, nave we Sore,  ne rind bu, taşke we jî xwar bun. Xuşke we merkirin û gihiştna miraze xwa, le Sore malda ma. Dayka we dîgirîya u digot:

Sore, Sore…gura xware,

Derê ji male, hara ave,

Şivan ji  çîya hatin xware

Belkî yekî kor , topal (qop)

Be xwazgînye Sora xwar.

Sore got:

Daye nagrî, az va diçim

Ave binim –

Le şivana na xwazim!

Az gavana na xwazim!

Aze kure mir-ağa

Tarê tekim li zava.

Got û çu kanye avê bîne. Sar kanîye Xortaki dalal dît, haspa xwa avdida. Got:

Xorte dalal, az Sore ma, Sora xar,

Le to nave Sore xara…

Tili peçîye min zer dibara…

Ez ji  nava şavaki

Bara çekim haftakî.

Xwazgînye min gele hana…

Le min şave xawna xwada

Bere te dît  û te got –

Sore, tu i dile min,

Buka mala bave min…

Xorte dalal bihîst dang û xabardana Sore û xwara got:

Av çand sala az mala xwa darqetima,

Dayka mina kor, hardu çava hîvya mina.

Min çi anî walate xarib?

Tiştak daste min da tina,

Hilbat ava baxte mina,

Az bivim, bira dayka min şa bê.

Vegarya  ser Sore û got:

Sore, bazda ser haspe.

Xabare ta gelek xwashin,

Waki nava şavakî

Tu haft bara mara  çekî

Am faqîrye nebinin.

Az ta tekim jina xwa,

Buka mala bave xwa.

Sore bazda da ser haspe û tav zaroke ber kanîyê jaw şanda gunde xwa:

Harin dayka  min ra bejin

Sore xwara merek dît

Mere kure mîra dît.

Xorte dalal ji gunde jer

Sore ravand, xwara bir.

Ewi Sore pir hizkir,

Hiş û aqle xwa bîr kir.

 Got:

Nebejin Sore xara,

Sore çawa gura hara.

Sore bikim jina xwa,

Buka mala bavê xwa.

Zarok ravin û dayka Sore ra gotin, waki Sore ravandin. Dayke we gelek şa bu.
Em vagarin ser Sore û xorte Dalal.
Xorte dalal Sore anî mala xwa u dayka xwara got:

§                          Daye, az xarîbîye pir garyam, le gihiştim baxt û miraze xwa ber kanîya gunde jorîn. Min Sore ya destpeşa xwara anî. We tera buktîye bika, mira kavantîye bika. Le harşav ji, we mara haft bara çeke, ame bibin bajara mazin bifroşin û îdara xwa bikin.

 

Haft roja û haft şava gunde jerîn  dawata Sore û Xorte delal kirin. Dawat darbas bu, xandi (mevan) çuna male xwa. Xorte delal got:

Sore, evar hat şav jî pêra

Raba, hara oda jore,

Dayîkam kor a, gunaya,

Hevya haft barê taye.

Bara çeka, namasha (newaste)

Gunde wara temaşa.

Sore rabu, çu oda jore. Runişt sar taxt u fikirî, çawa bika, go Xorte dalal le barnada. Dît, we qezikaka biçuk ser arde virda-weda  diçe-te. Gote:

Way le tu sar çava hatî!

Qezka biçuk, xuşka min,

İro biba meta min.

Waylo! Na ez  Sore ma?

Aze çarakî bibînim hale xwa!

Qezik hilda deste xwa:

U xwa hilda arde xist

Kira gazî û xwa xist:

Metê, Metê, az kor bim,

Ta vî hali nabînim!

Xorte dalal bihîst dang û gîrye  Sore û hat.

Sore, jina min, çe bu?

 

Sore got:

Way, az korbim, namînim,

Metê te vî halî nebînim,

Meta min waxte buk bu

Awe ji şeş bar çekir-

Bare hafta xilazkir,

Halîya, halo biçuk bu,

Bar çave mer wundabu.

Got u gîrya, gîrya û got:

Xorte dalal, de rav dere.

Aze bare xwa çekim.

Sibe zu beyî pay bara.

Le to Sore nabînî….

Sora ta we biçuk be.

Mina meta xwa qezik be…

Way te Sore Sorikê…

Hayfa Buka – qezikê…

Got, gîrya, li çoke xwa xist û  xwa hilda  arde xist. Mere we bihist û gelek  tirsîya:

Sore, tu delala min.

Buka mala bave min.

Sore, negrî, nahala!

Way az bara naxazim,

Na! Az zera naxwazim.

Sore to min ra zer î,

Sore to min ra bar î.

Te tav zera na guharim,

Ta tav bara na guharim.

Wusa Sora xwar gihişte baxt û miraze xwa….

    

 

 

Berhevkar : Xanima Ali

 www.kurdist.ru

0

Оставить комментарий