Опубликовано: 15.08.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

       Êzîdîyên me sibê zû radibin û berê xwe didine Şems û dua` dikin:

 
«Şemso, tu berê yekemîn bêyî hewara 72 miletan, paşê bêyî hewara me! Xwedê, tu bidî 72 milatan û dû re bidî me!..».

       Lê di nava dîrokê de 72 ferman hetine serê êzîdîyan û ew 72 caran hatine xeza kirine!

 
      Êzîdî dûa` dikin û dibêjin, ku Xwedê tu rîya rêwîyên rîyan rast bikî, lê rîya wana nizam ji bo çi qet rast nabe:

      rev û bez, qetil û xeza herdem para wane!

       Êzîdî dibên, ku Xwedê tu bêyî hewara serê li sel belgîyan, nefsên di derên teng de, girtîyên hebsan! Lê talî-tengasî, nexweşî û nepakî, hebs û zîndan herdem para wana ketine! 
Gelo çima usane? Gelo çima kurdên êzîdî berê ewlin dua` 72 netewan dikin, lê ferman û xezeba bi sirê ya 73-an li ser wan de dibare? Eva nayê şirovekirinê, eva gere mirov texmîn bike. Ev hesîneke kûr û batinî ye! Ji ber ku êzîdî xirabîya benda nexwezin. Ew wek mirovên xwedî dilê paqij xwe li ber Xwedê gunekar nakin! Ew xêrxwez, xerîbdost û şîrhelalin! Fênomêna ola êzîdîyan belkî hema di vê yekê dane, wekî ew xêrê xelqê re dixwezin, bi hêvîya ku xêr bê pêşîya wana? Belkê bi vê yekê jî ew xwe diparêzin û unda nabin? Tê qey bêjî eva nexşekî felsefeyî ye: xêrê ji bo benda bixweze û xêrê bê pêşîya te! Ger ku neyê pêşîya te, wê sedî-sed bê pêşîya kurê kurê te! Xirabîyê jî neke, ku xirabî neyêpêşîya te! Ger ku îro qezîya neyê serê te, wê sibê bê serê kurê kurê te! Û ev gotinên li ser xêr û şer, li ser qencî û xirabîyê heya niha di guhê her êzîdîkî de dikine zingîn: «Ger neyê serê kesê-kesan, wê bê serê pisê-pisan!», «Xêrê ji bo xwe dikî, xirabîyê jî ji bo xwe dikî!». 
Her caran, gava gilî tê li ser êzdîyatîyê, rev û bez, kuştin û xeza wana, nizam çima ev qanûna Nyûton dikeve bîra mirov, ya F = – F ! Her çiqas êzîdyan diguvêşin li ser hev, neheqîyê li wana dikin, dikujin û xeza dikin, ew ewqas li ber xwe didin, xwe diparêzin û bi hêz û qewat dibin! Di deba xwe de, di rabûn-rûniştina xwe de, di bawermendîya olî de, di hindava welatê xwe û axa kal û bavên xwe de!

       Neyar û gelên xêrnexwez gelek caran şer û şiltax, nav û nûçik civaka Kurdistanêye here kevnar ya êzîdîyan û ola wana kirine. Lê bergê tu tiştekî negirtîye. Lewra jî dijminan ji êzîdîyan hatine xezebê, lê dîsa negihîştine tu netîcê. Çima? Dîsa zakona teybetê ya hebûn-tunebûnê, ya fîzîkayê herdem bînine li bîra xwe: F = – F!..

       Niha em bêne li ser 14-ê tebaxa sala 2007-an. Wê rojê li herêma Şengalê, li wargên êzîdîyan yê bi navên Girezêr û Siba Şêx Xidir qetilîyam bû, dîsa xwîna êzîdîyên am û tam rijîya…Kê kir? Ji bo çi ew qetilîyam hate kirin? Li ser van pirsan gelek hatîye axaftin û nivîsarê. Lê dibê em îro dîsa çend manîyên bingehîn yên olî, civakî û sîyasî bîr bînin, ku ji bo çi li herêma Şengalê 5 sal berê xwîna êzîdîyan herikî:

 

1.      Berî hingê li Şêxanê «Hêzên tarî» qetil kirin û kesek li hiberî wan derneket û negot, ku ev çi ecêbe? Dû re karkerên kurdên êzîdî li Mûsilê hatine kuştinê. Dîsa kesekî destê van mrovkujan nedgirt, neşkênand û negot, ku hûn ji bo çi xwîna mirovên bê şûc û gune dirêjînin? De, digotin, êzîdî jî îraqî ne, hemû têne kuştinê, bila çend kes ji wana bêne kuştinê! Eva bêxemîya here mezin bû! Lê na, êzîdîyan tu caran xwe îraqî hesab nakirine, ew binecîyên Kurdistanê ne û hêvîya xwe bi Herêma Kurdistanê re didine girêdanê. Ew azabûna xwe di azadî û serxwebûna Kurdistanê de dibînin! Eva jî ne bi dilê «Hêzên tarî-têrorîstan» bû. Raste, êzîdî ku di aliyê fermî de ne di bandûra Herêma Kurdistanê de nin, lê bi dil û can bi Krdistanê re nin. Lewra jî dijmin wana dikujin û xeza dikin. Lê êzîdî narevine welatên ereban, Tirkîyê û Îranê. Ew diçine Herêma Kurdistanê!

2.      Ya duemîn, herêma ku êzîdî lê dijîn, devereke sîyasî û stratêjî ye: çavên erebên îraqê, lo heya yên Sûrî û Tirkiyê jî li ser wê navçeyê ne. Ew axa bûye kelem li ber çavên neyaran. Erebên herêma Şengalê ji dema Sedam Huseyn û heta niha deşt û zevîyên êzîdîyan zeft kirine û xelkê êzîdî wek rêncber û xulaman ji bo xwe didine xebatê. Ger ku herêma Şengalê bikeve li bin desthilatdarîya Herêma Kurdistanê, êzîdîyên bibine xwedîyê milkê xwe û erebên jî bê par bimînin. Gere bê gotinê, wekî wê demê pirsgirêka referêndûma destûra Îraqê li Mûsilê û pişgirîya êzîdîyên Şengalê ji bo Kurdistanê bû sedamek ji sedanên kîn û tolhildana têrorîstan. Eger xala 140-î bi cih bû û Şingal vegere li ser Kurdistanê, sînorekî dirêj û vekirî bi kurdên Sûrî re dihat danînê. Lewra jî neyar û dijminan xwestin herêma Şingalê ji kurdên êzîdî vala bikin: bi hovane li Girezêr û Sîba Şêx Xidir xezeb barandin, bi sedan kes kuştin û bi hezaran birîndar û bê pergal kirin;

3.      Herêma Şengalê, xazma Lalişa Nûranî ji bo êzîdîyên cîhanê devera zîyaretî ye. Zyaretên êzîdîyan di dîrokê de her çiqas hatine wêrankirê, lê dîsa wek birc û kelan di cîhê xwe de mane, bûne nîşangehên oleke Kurdistanêye here kevnar. Zanyarên cihanê têne vira û li van deveran lêkolînên dîrokî û arxîolojî dikin. Ev yeka ne bi dilê dijminên êzîdîyatîyê ye. Wana herdem xwestîye wê ocaxa kevnar xirab bikin. 

 

       Heynese, kurdên êzîdî di nava dewranan de serê xwe dane ji bo rihîn û oxira ol û bawerîya xwe! 

            Xûn û hêsirên wan cangorîyên ame-tam yên 5 sal berê li Girezêr û Sîba Şêx Xidir jî tu car gerekê neyêne bîrkirinê!

            Herêma Kurdistanê dibê seranser navçeyên Şengalê biparêze, bike bin desthilatdarîya xwe û pêşva bibe. Ji ber ku ew navenda çand û ola kevnare, ew rûmeta Kurdistanê ye!

 

Prîskê Mihoyî.

 

0

Оставить комментарий