Опубликовано: 28.07.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

Marîna Siyabend     

 

Ezdayetî: dînekî çiqas tarî, ewqas jî dewlemend e.

 

     Bi lêkolînkirinê dibînî ku belkî gelek tişt êdî wendayî ne û roj bi roj dîtin û vegerandina wan zehmettir dibe. Çiqas tişt bi destê dijminan hatiye tunekirin, ewqas jî êzdiyan bi xwe ji bo xweparastinê veşartine.

     Belkî ew xweparastin ewqas zêde bûye ku ji bo nifşên êzdiyan jî gelek tişt tarî maye… gelek tişt êdî bêveger wendayî ne. Lê carnan ji kalekî êzdî, ji mayîneke kevnar, di bin kevirê xanîyekî de an jî di nav merasîma cejnekê de dikarî şopa dîrokeke dirêj bibînî, çi jî lêkolîneke zanyarî, kûr û berfireh dixwaze.

 

     Çanda êzdiyên Ermenîstanê çiqas jî bi demê re hatiye parastin, lê sîya nûjentiyê êdî li ser her tiştî ye. Û ev ne tenê li Ermenîstanê! Ji bo lêkolînên li ser Ezdayetiyê belkî jiyana îroyîn êdî ne bes be. Jiyan û zindîyên îro ji gelek tiştan bêpar mane. Dema ku çû û kesên ku çûn bi xwe re gelek tişt birin. Û ji bo nasîneke tam divê jiyana zindî û miriyan, çûyî û mayîyan bi hevre bê dîtin û vekolan.

 

Di baweriya êzdiyan de mirin jî wek jiyanê pîroz e.

 

      Li gorî Ezdayetiyê mirin dawiya jiyanê nîne: Mirin berdewamiya Jiyanê ye. Êzdî di jiyana xwe de bi felsefeyeke kûr nêzîkî vê pirsê dibin. Jiyanê di xwezaya wê de dinirxînin. Tişta ku dest pê bû, divê bidawî jî bibe. Bedena însan ji axê çê bûye û wê dîsa bibe ax, lê ruh nemire. Di felsefeya Ezdayetiyê de ‘‘Kirasguhertin’’ heye. Ruh di qalibekî din de jiyanê berdewam dike…

Di nav merasîma çalkirina (defnkirin) miriyan de li cem êzdiyan adetek wisa heye: bi kesê mirî re zêr û zîv, cil û bergên wî/wê çal dikin. Berî mirinê pîrika min ji zarok û nebîyên xwe hêvî kir ku wêneyên mezinê wê bi wê re çal bikin. Zarokan jî daxwaza wê pêk anî. Her wisa cil û bergên wê yên jinên êzdî tev çal kirin. Ev adet e û zarokên wê li gorî adetê ev tişt kirin. Lê ka werin em ji aliyekî din ve lê binêrin. Wêneyên mezinên wê jixwe dîrokek bûn: dîroka êzdiyên Kafkasyayê ya 150 salan. Cil û bergên wê jixwe beşek ji çanda Kurdî bûn. Niha ew cil û berg êdî nayên çêkirin. Di dolaba wê malê de hene, li ku pîrik hîn saxin û bi mirina her pîrekê ew cil û berg jî dimirin.

     Îro dikarin bêjin ku delîlên jiyan, çand û dîroka êzdiyan ên herî dewlemend mezelin.

 

 

Bingeha peyva ‘‘mezel’’ ji erebî tê.

 

     Li gorî hin zanyaran ji peyva ‘‘منزل = Menzil’’ hatiye wergirtin, wateya kîjanî di erebî de xanî, cihê lê rawestanê ye. Li hin deveran ‘‘mezel’’ di wateya odê de tê bikaranîn. Hin zanyar jî dibêjin ku ji peyva ‘‘مزار =mezar’’ hatiye wergirtin: di erebî de ew cihê ku tê ziyaretkirin. Di zimanê kurdî de herfên ‘‘L’’ û ‘‘R’’ gelek nêzîkî hevin û gelek caran li ber hev tên guhertin. Li Rojhilata Navîn mezar ji gorên welî û derwêşan re dihat gotin. Li ser wan gumbet dihatin çêkirin û milet her sal diçû ziyareta wan. Xwarin dihat çêkirin û bi merasîmeke mezin diçûn serdana gorên wan.

 

Heta niha jî ev adet li cem êzdiyan berdewam e…

 

     Li cem êzdiyên Ermenîstanê tevî ku di hemû cejnên xwe de mezel û miriyên xwe bibîr tînin, rojekê jî bi taybet hemû kom dibin û diçin serdana mezelan. Ji vê rojê re dibêjin ‘‘Roja mezelan’’. Li cem êzdiyên aliyê Elegezê Roja Mezelan her sal dikeve meha hezîranê, heftiya duyem. Lê êzdiyên aliyê deştê ji ber ku diçin zozanan, payîzê vedigerin paşê di meha îlonê de diçin ser mezelên miriyên xwe. Xizmên wan ji dewletên derve jî tên, hemû kom dibin, xwarin û vexwarinên curbicur hazir dikin û roja pêncşemê diçin ser mezelan. Merasîmeke taybet e. Kesên zindî diçin serdana miriyên xwe. Ev adet ewqas qedîm bûye ku li hemû dewletên Sovyeta berê belav bûye. Berê ger derfet hebûya, ji dewletên dûr jî miriyên xwe danîn û di nav mezelên bav û kalên xwe de çal dikirin. Lê niha li kîjan kuncê dinyayê komek êzdî hebin, goristanek ji bo miriyên xwe cuda dikin û li wira jî hema mezelên wan çê dikin.

     Li cem êzdiyên Ermenîstanê ji peyvên ‘‘gor’’, ‘‘goristan’’, ‘‘tirb’’ bêtir peyva ‘‘mezel’’ tê bikaranîn. Mezel ji bo êzdiyan pîrozin. Gelek caran dikarin ji devê wan sonda ‘‘Ez bi wan mezelan…’’ bibhîsin. Di hemû cejnên xwe de miriyên xwe bibîr tînin. Xwarinên taybet çê dikin, nanê miriyan derdixin û diçin ziyareta mezelên wan. Di van rojên pîroz de hemû sînor di navbera jiyan û mirinê de radibin. Mirî jî ji cejnan bêpar namînin: dixwin, vedixwin û pîroz dikin. Êzdî bi pîrozkirina cejnên hevdu dibêjin: ‘‘Eyda we pîroz be. Ya mirî û zindiyan, mezin û biçûkan…’’

Li navçeya Elegezê 12 gundên êzdiyan hene. Di nav 200 salan re erf û adetên kurdîtiyê û êzdîtiyê li van gundan baş hatine parastin. Li fêza her gundî, ji xaniyên gundiyan ne gelek dûr mezelin. Di nav dewleta xaçparêzan de ew mezel wek ala êzdîtiyê ji dûr ve xûyane. Û di nav van gundan de jî gundê Pampa Kurdan (niha Sîpan) bi kevneşopiyên xwe bi nav û deng e.

 

Van salên dawî nexweşiya ‘‘Xwedênasiyê’’ ketiye van gundan.

 

     Li Ermenîstanê gelek komên olî (sekterî) bi coş bûne û roj bi roj pîvanên xwe mezintir dikin. Dewlet li hember van têdikoşe, lê hewldan ne ciddî ye û tu encam nade. Tevî ermeniyan li bajar û gundan gelek kurdên êzdî jî dibin endamên van koman. Ji donzdeh gundên aliyê Elegezê gundê Poştê (navê nuh: Sadûns) bi giştî tevî koma Mesîhî bûye. Meriv dikare bêje ku li vê navçeyê bûye hêlîna koma sektera Mesîhî. Ev jî mîsyonerên xwe dişîne gundên derûdoran û di nav êzdiyan de civînan pêk tîne: êzdiyên ku bi sedan salan dînê xwe xwedî kirine, dixwazin biguherînin li ser dînê Mesîhî. Û dikarin bêjin ku hejmara van kesan ne kêm e…

    Alîkariya aborî didin endamên xwe. Ji gelek êzdiyên belengaz re jî tiştek wiha lazim e. Ev salek e li gundê Poştê bêpere baxçê zarokan vekirine. Diçin bi erebeyên xwe zarokên êzdiyan ji gundan kom dikin tînin. Ji ber ku li van gundan tu baxçeyek din tune, ev jî bêpere ye, gelek malbat zarokên xwe dişînin cem wan. Ka binêrin çi dikin: sûd ji rewşa milet werdigirin û hema ji zaroktiyê mejûyê zarokan bi dînê Mesîhtiyê dişon… ji Êzdîtiyê dûr dixin.

 

Em vegerin gundê Pampa Kurdan.

 

      Her cara ku mîsyonerên Mesîhî dikevin li ser rêya vî gundî, lawikên gund bi kevir û çomaxan didin dû wan. Dînê xwe diparêzin… bi darê zorê. Kesekî ruhanî li vî gundî nemaye: hemû mirîdin. Lê dîsa jî ji gundên din zêdetir bi Êzdîtiyê dijîn.

      Berî demekê jineka bi esilê xwe ji vî gundî, lê êdî salên dirêj li Êrîvanê mayî çûbû rehma Xwedê. Li bajêr bibû Mesîhî. Xizmên wê cenazeyê wê tînin li kêleka mezinên wê çal bikin, lê bi adetên sektera xwe û bi tabûta xaç pê ve. Gundî li pêşiyê digirin. Bi dînê Ezdayetiyê mezelên êzdiyan gerek cuda bin û tenê kesên êzdî bi adetên Ezdayetiyê bên çalkirin. Şert didin pêşiya xizmên wê: wê cenaze qebûl bikin di nav mezelên xwe tenê li gorî dînê xwe. Bi qayîlbûna wan xaç ji tabûtê vediqetînin û li gorî adetên xwe merasîma çalkirinê pêk tînin… bi qewl û beytên şêx û pîrên xwe. Ji bo kesên xerîb dibe ku ev helwesta pampîyan dişibe olperestiyê, lê di rastiya xwe de ev Xweparastin e: parastina ol û çanda xwe. Êzdî li vir sêcar xerîbin: ji welatê xwe dûr di nav netew û oldarên biyanî de dijîn. Û ger xweparastin nîn be, ne kurdbûn ê bimîne, ne jî êzdîbûn.

 

Mezelên vî gundî hema li pêşa çiyayê Dibûrî ne.

 

       Di navbera xaniyên gund û mezelan de hema çend metr e. Niştecihê vî gundî ê herî mezin kalê Cindî ye: 90 salî. Zaneyê zargotina kurdî ye: bi saetan dibêje û qet carekê tevlihev nake. Li ser mezelên gund em bi wî re axivîn:

      ‘‘Berê 12 malên pîran li gundê me hebûn. Di nav wan de Memedê Ozmîn û Emerê Ozmîn ilmdarê miletê me bûn. Ziman û zargotina me rind zanibûn. Ew malên pîran hemî ji gund derketin. Di salên 1900’î de bûye: baş nayê bîra min. Di navbera Ûsê pîr û gundîyekî de şer çê dibe. Ûsê pîr tê kuştin. Paşî wê yekê ew malên wan pey hev ji gund derketin.

      Çend sal berê ji Lênîngradê Xana Omerxalî û bavê wê hatibûn. Dixwestin mezelê kalikê xwe bibînin. Hatin cem min. Ketin bin milê min, em çûn ser mezelan. Mezelên kevn ez nas dikim. Kumeyteke mezin bi kevirê reş heye. Ew mezela kalikê Elo ye: Memedê Ozmîn. Mezelê wî wek ziyaret em nas dikin. Mezelê gelekan nas dikim. Kîjan jî berî jiyana min bûye, bavê mn nîşanî min kiriye. Lê paşî min ez bawerim kesek êdî wê ji hev dernexe. Mezelên me du beşin: yê kevn û yên teze.

    Mezelên dê û bavê min, birayê min di nav mezelên kevn de ne. Berê mezelên aceman li pêşa çiyê bûn. Paşê ya ezdiyan hate çêkirin: ev êdî 200 sal e. Mezelê teze ji sala 1970’î de çê kirine. Erdê mezelên kevn çetin tê kolane, bêsemt e. Lewma jî êdî vî alî mezel hatin çê kirin. Di nav mezelên kevn de mezelên ku tên naskirin yên herdu apê min in: berî 130 salan hatine çêkirin.

Tê bîra min: berê li zozanan kî biçiya rehma Xwedê, hema li wir jî çal dikirin. Niha jî li ser çiyayê Elegezê gelek mezelên êzdiyan bê navûnîşan hene. Lê niha heylo ji Awropa û Amerîkayê miriyên xwe tînin û li gund çal dikin. Niha derfet hene… jiyan gelek pêş ketiye’’.

Kalê Cindî behs dike ku berê tabût tunebûye. Erd kolane, giya di bin de raxistine. Kefen li mirî dipêçan, didan ser çardarê, dibirin û dikirin çal. Dema mezel kolanê jî ji rojhilatê dest pê kirine û ber bi rojavayê ve çûne: gerek berê kesê mirî li Rojê biya.

    Dema mezel kolanê wek çongekê kêmber dikolin, paşê ber dikolin. Ji vê re dibêjin ‘‘şamî’’. Li ser şamî textan rast dikin, xalîçeyan didin ser. Dîwarên mezelê jî beton dikin. Tabût didin ser şamiyê, li ser re jî dîsa bi wî awayî textan rast dikin. Wisa çê dibe ku ji çar aliyan cenaze ji xweliyê parastî be. Dibe odeyek ji bo kesê mirî. Li rûyê erdê jî dîsa bi keviran tê çekirin. Li ser mezelên berê gelek caran dikarî fîgûrên şêr, hesp û beranan bibînî. Li ser mezelên kesên mêrxas û zor heykela şêr çê dikirin. Fîgûra beran nîşaneya serbestbûn û xweşhalbûna kesê mirî bû. Hesp jî li ser mezelên siwarên navdar çê dibûn.

     Di nav mezelên Pampê de mezelek bi hesp heye. Bi gotina kalê Cindî dîroka wê ‘‘kumeyta hespê’’ dighîje sed salî. Mezelê Husê Pîr e. Siwarekî bi nav û deng bûye. Me dît ku kevirê kumeytê ji gelek cihan şikestîye. Xortekî Pampê ji me re got ku şikandin sûcê wî ye. Çend sal berê bi ciwanî henekên xwe pê kiriye: welgerandiye. Paşî wê yekê êş û bela ji mala wan kêm nebûne. Paşî demekê di xewna xwe de dibîne ku mezelê pîran xerab kiriye û heta rast neke, çerxa malbata wan jî rast nabe. Bi komeke xortan ancax karibûne kumeytê rast bikin. Bi rastkirinê re roj bi roj pirgirêkên malbatê jî xelas bûne. Ev bûyer nîşaneya bawerî û tirsa êzdiyan a hember mezelên ruhaniyan e.

Li ser gelek mezelên kevn dîmenê rojê heye. Ev jî hebandina Rojê (Şems) li cem êzdiyan nîşan dide.

 

      Pir balkêş e: dîmenê rojê û fîgûra beranan di wêneyên mezelên Dersimê de rastî min hatin. Li gorî min lêkolînên zanistî li ser mezelên êzdiyan û elewiyan dikarin gelek rastîyên dîrokî derxin holê û bersîvên zanyaran bidin.

 

      Mezelên nuh (Pamp) ji mezelên kevn gelek cuda dibin. Li rûyê erdê kevirê mermer bi nav û nîşan û bi resmê kesê mirî tê danîn. Li ser jî odeyek tam tê çêkirin. Di nav her odeyekî (dibêjin: mezel) de jî tenê êndamên malbatê tên çalkirin.

      Li ser mezelên kevn bi piranî tu nav û nîşan tune ye. Ji ber wê jî dîroka wan nayê zanîn.

      Li ser mezelên êzdiyên li devera Serhedê Mehmed Hurşîd paşayê tirk nivîsiye. Hurşîd behsa mezelên axa û begên êzdiyan dike, li ser kîjanan gumbet hebûne. Mezelê begekî diyar dike, li ser kîjanî nivîs hebûye. Dîroka wê gîhaştiye sala 1114’an. Bêguman gumbeyt tenê li ser mezelên dewlemendan çê dikirin.

 

       Lê di nav sedsalan de êzdiyên ku her rastî kuştin, qirkirin, sirgûn û koçberiyê hatine, ji bo ku dû xwe mezelên pêşîyên xwe di destê dijmin û kafiran de nehêlin, bi xweliyê vedişartin. Gelek mezel bi vî awayî di dîrokê de wenda bûne û bi xwe re beşek ji çand û dîroka êzdiyan wenda kirine.

 

      Çiqas dijminan tune kir, çiqas êzdiyan bixwe veşart, çiqas jî bi demê re hildiweşe û xerab dibe. Pêwîstiya xwedî lê derketin û parastinê heye. Pêwîstiya lêkolînên berfireh heye.

Beşek ji çanda êzdiyan ku bi wendabûn û zindîbûna xwe di dîroka kurdî de bersiva gelek pirsan dide.

 

www.kurdist.ru

 

 


0

Оставить комментарий